16 augusti 2009

"Çarşemiya pêş me" sê rojan pêş da hat

Di 14-ê mehê da abûqatên Ocalan çûn serdana wî û pê ra li dora 5 saetan peyivîn.
Piştî hevdîtinê ji abûqatan Omer Guneş beyanek da çapemeniyê û got Ocalan nivîsandina ”xerîteya rê hîn neqedandiye”,” Hîn hazir nekiriye. Em li hêviyêne ku heta roja çarşemiya pêş me biqedîne.”
Ev gotinên jorîn abûqatan donepêr yanî roja îniyê gotin.
Û ”çarşemîya pêş me” jî hîn nehatiye, ji ”çarşemiya pêş me ra” min hesiband hîn 3 roj hene.
Lê çi hikmetî îlahîye min qet fêm nekir, anuha min di malpera ANF-ê da metna hevdîtina Ocalan ya bi abûqatan ra dît.
Yanî 3 roj berî tarîxa abûqatan dabû.
Û tiştek jî negotine, negotine ev îş çawa dibe?
Meriv matmayî dimîne, aqilê meriv disekine.
Ev çi dolab e, ev çi lîstik e?
Hêzek, partiyek çawa dikane hewqasî bi hevalên xwe, bi dost û alîgirên xwe, bi miletê xwe bilîze?
Do roj berê nivîs neqediya bû, belkî heta roja çaeşemiyê biqedenda.
Lê îro em beyaneke dûr û dirêj dixweînin.
Û bêyî ku ji mer ra bibêjin, daxuyanî ji ku hat?
Di nivîsa xwe ya 14-ê mehê da min baweriya xwe bi gotinên abûqatan neanîbû, min gotibû; “Herçî mesela “nivîsandin neqediyaye” qet nakeve serê min, bi ya min ev îdîa dereweke bêbinakeye.”
Min weke navê xwe dizanîbû ku tiştê Ocalan ewê bibêje miheqeq gotiye û daye abûqatan, lê dibê “hinek der û meqam” kontrol bike, hin tiştan jê derxe, hin tiştan biguherîne û hin tiştan jî lê zêde bike û dûra jî weke gotinên Ocalan bifroşe PKK-ê û miletê kurdan.
Ji ber ku min ev yek texmîn dikir, loma jî li ser îdîeya Ocalan nivîsandin neqedandiye min wiha gotibû:
”Dibe ku tiştên hatine gotin, berî belavkirinê dibê hin meqam bibînin, bixwînin, li abûqatan baş guhdarî bikin, dûra destûra belavkirinê bidin ya jî nedin.”
Daxuyaniya Ocalan ya îro, ev texmîna min rast derxist.
Bi qasî ku meriv fêm dike, ”meqam” ya jî ”heyeta” dewletê ya ku daxuyaniyên Ocalan kontrol dike, do li abûqatan guhdarî kirin, notên xwe girtin û îro jî li ser navê Ocalan ev nivîs weşandin.
Min nivîsa ku li ser navê Ocalan hatiye weşamdin xwend. Wek min texmîn dikir û di nivîsa xwe ya 14-ê mehê da jî gotibû, Ocaln tu tiştekî nuh û cidî nabêje, ji kurdan ra tu daxwazeke berbiçav nake, weke hertim dibe û tîne û demagojiyê dike, bi wan gotinên xwe xwe henekê xwe bi kurdan dike.
Ocalan, daxuyaniya xwe da gelek tiştên vala, bêmane, heta gelek tiştên ku verşiya meriv tîne gotine, ya jî li ser navê wî gotine.
Vê yekê em nizanin.
Çimkî bi rastî jî em nizanin ev daxuyanî çawa hazir dibin û kî wan hazir dike?
Ocalan di vê daxuyaniyê da dîsa heqaretê li hêz û serokatiya kurdên başûr, li têkoşîna miletê kurd ya bi 50 salî dike û wiha dibêje:
”Weke ku Emerîkayê daye Barzanî, nuha federasyonekê jî bidin min ezê qebûl nekim. Weke Başûr, dewleteke federe jî bidin min jî ezê qebûl nekim...”Xwedê hevza meriv ji bêtaên giran bike!
Baş e, tu serxwebûnê qebûl nakî, federasyonê qebûl nakî, otinomiyê naxwazî.
Wê demê tu çi dixwazî ez benî?
Tiştekî serrast bibêje bira dost jî dijmin jî bizanibe ku tu çi dibêjî û ji bo miletê xwe çi dixwazî?
Di dxuyaniyê da gelek tiştên hîn xerabtir hene.
Xwedêgiravî di 15 tebaxê da ewê ”nexşeriya” çareseriyê pêşniar bikira.
Ev îdîa vala derket, dewletê ev roj qebûl nekir.
Lê tiştên di nivîsa îro da hatine gotin ji îptalkirina 15-ê tebaxê gelkî xerabtir in, ”xerîte-merîte” tuneye, hemû daxuyanî pêkenîn û qomediyeke pir basît e, kenê meriv jî pê nayê, ji qal û bal peyivîye, lê ji bo kurdan tiştek nexwestiye heta, di derekê da asîmîlebûna kurdan normal dîtiye, gotiye, ”kîjan ziman zêde were xwestin ewê were girtin.”
Erê min dizanîbû ku tu xerîtyeke Ocalan pêşkêşî PKK, DTP û miletê kurd bike tuneye.
Loma jî min gotibû, ”Bi texmîna min Ocalan ewê tiştekî nuh nebêje, heta îro çi gotibe ewê eynî dîtin û pêşniyaran dubare bike. Heta, ji bo ku dewletê zêde “neqeherîne” dikane îcar hin tiştên pir kêmtir bibêje û bixwaze.”
Tişên îro li ser navê Ocalan hatine gotin ji texmîna min jî pir û pir xerabtir in, dilê meriv jê digere...
Heger wiha here di rojên pêş da kurd ewê gelek bêtarên girantir bibînin.

3 kommentarer:

  1. Xalocan,

    Apo kesekî zimankor u famkor e u nikare bibîne ku ziman chiqasî muhîm e.

    Ji ber ku PKK tu tishtî nabêje u hevdîtina ku hatiye belav kirin derew dernaxîne, divê ev gotin yên sayin Apo'yê kemalîst bin.

    Tishtê ku Apo ji doh bashtir bêje tune. Bi fikra min dewleta tirkan dê gelek tishtên din yên bêbext li dijî miletê kurd li Apo bide kirin. Heger rojekê him Apo u him jî Pkk-ê li dijî welatperwerên kurd dest bi sherê nekir, wekî baskê dewleta tirkan êrish bi ser miletê kurd da nebir, aha ez nizanim ez chi quzul u qurtan im.
    Apo mehkumê "ego"yên xwe yên psîkopatî ye u jê ra chare tune. Dewleta tirkan vê pir bash dizane u wî wekî kuklayeke herî xirab bi kar tîne. Ango him Apo u him jî Pkk rasterast tasheron in. Zu yan jî dereng dê kurd vê bêbaviyê bijîn, bibînin u serê xwe li zinarên dîwarên malê bixin.

    Silav
    Lawkê Cholemêrgê

    SvaraRadera
  2. Beyani bas Birez Zinar Xemo!
    Hata ku apo/pkk hebe we hale me kurdan ji evbe.Ergenekone u pkk e jixwe kurdistan xerakirin.Kurdistan reben u belengaz kirin.Li Kurdistane kriminel hikim dikin.
    Silav u rez.

    Midyadiye

    SvaraRadera
  3. Kek Zinar,
    Va ye Apo îcar dibêje Emerîka dixwaze vê pirsgirêke chareser bike, feqet Elmanye u Frense naxwazin. Yaw yê ku heta niha digot Emerîka, Îngîltere u Îsraîl naxwazin vê meselê chareser bikin, kî bu?! Ma ne Apo u PKK bun?!

    Ne Apo ne jî PKK dikarin li gorî siyaseta navnetewî polîtîkayên hewce chêbikin. Jibo vê aqil u îrfan pêwîst e u ew jî ne di Apo u ne jî di PKKê da heye. Herroj dijminên xwe li gorî bayê ji bakur va diguherînin.
    Di siyasetê da ti carî dostên ebedî tunin. Ma mirov chawa vê yekê fam nake ez nizanim. Dewletên ku îro dijmin in, dikarin sibeh bibin dost u heval. Sedemên vê jî tenê berjewendiyên netewî ne, ne tishtekî din.

    Rêz u rêzdarî
    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera

PARVE BIKE