31 augusti 2009

Li ser gazinekê...

Do, li ser şiroveya xwarziyê min î xeydok Qirxê Amedê, min jî bi çend gotinên ji dil bersîva wî dabû.
Bîstik berê, gava min komputura xwe vekir û şiroveyên Tîrê Qersê, Beranê Meletiyê, Qijikê Dêrsimê, Eliyê Dêrikê û Midyadî xwend, rexne û gazinên hemşerî û ”xwarziyê” min Eliyê Dêrikê bala min kişand û ez gelkî xemgîn û rûsar kirim.
Xwarziyê min î Eliyê Dêrikî, di ”gilî û gazinên” xwe da bi kibarî hemû kevir û kuçikên Qerejdaxê bi ser serê min da barandiye.
Ji ber ku heta nuha di şiroveyên xwe da min ew ”îhmal” kirye û tu carî jê ra negotiye ”xwarzê.”
Bi vê gazinê ez him xemgîn bûm û jî matmayî mam.
Ji ber ku li vê surgûniya malkambax ez li hewa li xwarziyan û biraziyan digerim.
Ez bi şev û roj hesretiya wê rojê, wê saetê dikşînim ku carê yek ji min ra bibêje ”apo” û ”xalo” û ez jî ji wan ra bibêjim ”xwarzê” û ”biraxê”.
Hûn min ji ”xalîtiya” xwe derxin jî ez qebûl nakim, piştî 30 salî bi zor min ji xwe ra çend xwarzê peyda kirine, îcar ezê rabib dev ji we berdim?
Wiya ji bîr bikin…
Li vî welatî kes ji meriv ra nabêje ”apo” û "xalo" û meriv jî kesî nabîne ku jê ra bibêje ”xwarzê” û ”birazê.”
Haya we ji me rebenan tuneye, em bûne weke kulîlkên qurçimî, bi kêrî tiştekî nayên.
Weke demên salê, di jiyana însên da jî hin demsal, hin qonaxên taybetî hene. Her qonaxek bi xweşî û nexweşiyên xwe, bi başî û xerabiyên xwe dibê di wext û zemanê xwe da were jiyîn.
Zarok dibê zaroktiya xwe û kalê weke min jî dibê kalîtiya xwe bijî.
Lê li vir em ji vê yekê bêpar in.
Cîlê min ev 30 sal in ku em ji welatê xwe dûr ketine û li dervayî welêt, di nava civat û kultureke xerîb, gelkî dûrî kultur û adedên xwe da dijiîn.
Dema em derketin der, em xort bûn, 25-30 salî bûn.
Îro piraniya me por kiriye hirî, diran di dev da nemaye, çav kuskusîne, derekê nabîne, welhsal em bûne kokim û çûne.
Lê ji me hin kes hene ku hîn kesî yek carê jî jê ra negotiye ”apo” û ”xalo”!
Ez jî kêm zêde yekî ji van kesa me.
Hîn yek carê jî xwarziyekî min, biraziyekî min eydiyekê nehatiye destê min maç nekiriye û negotiye ka eydaniya min…
Hîn yek carê jî li çayxaneyê çar xort li dor min û yên di salên min da rûneniştine û negotine ”xalo” û ”pao”!
Ji ber ku li vir ne qahwe û mekanên bi vî rengî hene û nej î ew şert û kultur.
Loma jî dema yek di dinya înternetê da jî be, bi nivîskî be jî dema ji min ra dibêje ”xalo” ya jî ”apo” gelkî kêfa min tê, ez pê dihesim ku ez êdî kal bûme, êdî rîsipî me, xortanî zûda ji min dûr ketiye.
Loma jî heger heta nuha min ji te ra negotibe ”xwarzê” û şiroveyeke li gor dilê te nenvîsî be tiştekî pir xerîb e.
Bi xêra şiroveyên we ez bi temenê xwe jî dihesim û li gor wê tevdigerim.
Ku ne xêra te û xortên din bûne, heta nuha minê gelek ”cahiliyên” xortaniyê bikira.
Ya din jî ji xwe ez ji dêrikiyan gelkî hez dikim. Ji ber ku di dema min da dêrikî kurd û kurdçî bûn, kes bi tirkî nedipeyivî.
Li Wêranşar û Dêrikê di cimata dêrikiyan da piyivîna bi tirkî ji ”tirra melê” jî xerabtir bû, meriv dihetikandin.
Loma jî kêfa min gelkî ji vî aliyê dêrikiyan ra dihat û min ji hevaltiya wan jî hez dikir.
Nuha di çi halî da ne, weke hin bajarên din ew jî teslîmî tirkî bûne ya na ez baş naizanim.Ez hêvî dikim ku ewê ne wisa be.
Eliyê delal, dibê tu bizanibî mîtroya xalê te ya hezkirinê kurdperwerî û axaftina bi kurdî ye, kesê ne kurdperwer û kurdînezan dilê min baş lê rûnane, nikanim ji kûrayiya dilê xwe jê hez bikim û pê ra bibim dost û heval.
Loma jî hemû kurdên kurdperwer û kurdîzan ku doza kurd û Kurdistanê dikin, kî dibe bila bibe, delaliyê ber dilê min in û tu jî di nava wan da yî...

30 augusti 2009

Xelk newêrekiya Ocaln jê ra dike serhevde

Ji bo ku ez dilê xwendevanên xwe hinekî ”nerm û germ” bikim, berê dibê ez çîroka Eloyê Xemxur bibljim.
Belkî bi saya teşbîha vê çîroka manîdar ez bikanibim sebeb î mûcîbeya vê nivîsa xwe bidim fêmkirin.
Li gundekî yek hebû, ji ber ku hertişt ji xwe ra dikir derd, gundiyan jê ra digotin Eloyê Xemxur.
Şeveke havînê ew û xanima xwe li ser xênî rûniştibûn. Jinikê şîv hîn nuh dabû ber. Elo di ber xwe de got:
- Şikir ji rahm û kerama Xwedê ra, îşev ezê bê derd û kul ji xwe re bi rehetî pariyak nan bixum.
Tam di wê bîstikê de cîranê wî ban Elo kir, got:
- Elo, ma te bihîstiye dibêjin mankera cîranê me yê Ûso îro dahşikeke pot(bê dêl) anîye...
Li ser vê xeberê Elo ji jina xwe re got:
- De were neqehere û merazarî nebe. Nuha ev dahşika reben ewê mezin bibe, bibe ker. Bi kişandina baran pişt ewê lê kurmî bibe, mêş û kelmêş ewê li ser kom bibin. Û ji ber ku pot e ewê wek kerên din nikanibe mêşan ji xwe biqewitîne. Îcar ev heywana kerr û lal ewê çawa bike, çawa bijî?
Û dûra jî kesereke kûr kişand, kevçî ji destê xwe danî û got:
”Û de were neqehere, de were bira parî di ber te da here...”
Îro di rojnameya Starê dema min nivîsa Ergun Babahan(kurd çi dixwazin? Serokekî ji ber ku pozê wî tê dike nûzenûz)xwend ez jî ketim rewşa Eloyê Xemxur.
Gotinên Babahan yên li ser tirsonekiya Ocalan tamara min ya xîret û kurdayetiyê tevrakir.
Nivîsandina li ser mijareke din da jibîrkirin…
Herçiqas Babahan, gazin û nûzenûzên Ocalan ne ji min ra, ji wî ra dikir serhevde, lê dîsa jî ez pê li ber xwe ketim.
Babahan ji Ocalan ra digot, çima tu jî weke serokên xelkê li ber xwe nadî?
Ji ber ku serokekî kurd bi qasî serokên xelkê ne mêr e, ne cesûr e ez pê qeherîm, ez pê qeherîm, min şerm kir.
Nuha jî ez dixwazim wî beşê nivîsa Ergun Babahan li jêr pêşkêşî we bikim. Kerem bikin bixwînin û hûn jî eke min hinekî pê biqeherin:
Serokekî ji ber ku pozê wî tê dike nûzenûz
”Serokekî Siheta min ne bi serê xwe tenê, sebebên girtina min ya li vir û şertên ez tê da dibê bi hev ra werin mutaale kirin. Di siheta min da tu guhertin tuneye, weke berê ye. Di çavên min da şewateke bi şîdet heye, qapaxa çavê min dizeliqe, di çerm da xurîn heye.Tuxtor got, elerjî ye. Herikîna gewriya min dom dike. Pozê min dixetime, tim tê, gelkî min nerehet dike. Vira heroj ji îşkenceyê jî xerabtir e. Di riyên bîngirtina min da xetimandinek heye, zoriyê dikşînim.”
Pozê min tê, qapaxa çavê min dizeliqe, di cildê min da xurîn heye, lîçika pozê min dom dike.
Gava meriv nizanibe yê van gotinan dibêje kî ye, merivê bibêje belkî patronekî bankeyê yê bi îthama xortimcîtiyê hatiye girtin e.
Tu dibêjî qey gedeyekî(pitikekî)qet nehatiye binçavkirin, qet ji lêpirsînê derbas nebûye,
dibêje vira ji îşkenceyê jî xerabtir e, ya xerabtir e çi ye? Hatina pozê wî ye.
Dismalekê bigre û pozê xwe pa bike.
Serokê tevgera gelekî çawa dikane ji lîçika pozê xwe, ji xurînê gazinan bike?
Hadê em bibêjin ku tu ji şertên salan yê Nelson Mandela ku ji yên te gelkî girantir bû ne haydar î, ma te Îbrahîm Kaypakaya yê ku jê ra dibêjin mêrê serî da sir neda jî ji bîr kir.
Yekî ku xwe wek lîderê tevgera miletekî bibîne, gava fersenda aşîtiyeke civakî peyda bibe ma ewê gazinan ji hatina lîçika pozê xwe bike?
Baş e, xortên ku bi banga te derketine serê çiyan, bêyî ku ruyê tuxtor û himamê bibînin di şikeftan da, di kunan da dijîn divê çi bkin?
Rast bibêje Abdullah Ocalan, tu aştiyê dixwazî ya jî ji bo xwe jiyaneke bi konfor?”
Nuha de were û li ser vê nivîsê nenivîse, de were weke kurd pê neêşe û ji derdê Ocalan merezarî nebe...
Ez felsefeya xwe ya kurdayetiyê ji we ra bibêjim: Yê min bixwe “dijminê” min be jî ez naxwazim kurdek li hember dijmin xwe pîs bike, bibe pepûk.
Loma jî dema tirk tirsonekî û newêrekiya Ocalan jê ra dikin serhevde, weke kurd ez jî pê diêşim.
Min pir dixwest ku Ocalan jî weke Dr. Fûad, Bavê Tûjo, Kemal Fewzî, Şêx Seîdê Kal, Seyid Riza û Qazî Mihemd bi wêrekî û mêraniya xwe dijmin rezîl û riswa bike, biçûk bixîne, serê xwe li hember tirkan netewîne û ji wan ra neke nûzenûz...
Lê çi heyf ku Ocalan di vî warî da xwe jî, hevalên xwe jî û miletê xwe jî hetikandiye.
Ne ew mêraniyê dike û ne jî dihêle hevalên wî derba mirinê li vê dewleta zalim û ceberrût xin, siyasetmedar û generalên nemirov bîne rê...
Netîce, bi dilêrî û qehremaniya gerîllayekî kurd ez gelkî serbilind û bi newêrekiya serokekî kurd jî ez şermezar dibim.

29 augusti 2009

Di gazinên xwe da hûn bi heq in

Piştî nivîsa min ya pêr, ” Erdogan dîsa got "yek milet...", çend xwendevanên min yên wefadar(Beranê Meletiyê, Tîrê Qersê, Lawikê Colemêrgî, Eliyê Dêrikî, Qijikê Dêrsimê, Zanayê Kurdîjen)li hember min destên xwe dane hev, tivdîra xwe gerandine, qela xwe kirine yek û dûra jî bi hev ra gotine, ”êdî bes” qala siyaseta tirkan ya durû bike, bi van nivîsên xwe yê li ser derewên siyasetmedarên tirkan ya durû tu psîkolojiya me xera dikî…
Gotine ji dêlî ku tu yê heroj qala durûtî û sextekariya siyasetmedarên tirkan bikî, qala tiştên din bike, li ser mijarên civakî û sosyal raweste.
Bi van nivîsên xwe te kezeb li me reş kir, edî bes e...
Hinekan jî weke ku ez rebenê Xwedê şair bim, doza helbestan li min kirine, xwestine ku ez helbestekê ji wan ra binivîsim, di van rojên reş û tarî û xembar da xem û kovanên dilê wan biferikînim, kêfa wan xweş û dilê wan jî geş û serxweş bikim.
Bêguman hemû jî daxwazên maqûl û di cîda ne, lê bicîanîna wan ne hêsa ye...
Do êvarî roja min ya ”îznê” bû, bi şev ez dereng hatim mal. Loma jî min pê ra negîhand ku tiştekî binivîsim.
Îro piştî xwendina rexneyan ez fikirîm, min ji xwe ra got, Zinar, bi rastî jî xelk ne neheq e, ne tu aqil e ku ez heroj xwe bi ber bayê virek, sûtal û çeteyên tirkan dixim, xwe û xwendevanên xwe diqerînim.
Tiştê ez dikim sewdayekî vala ye…
Ji dêlî ku ez li ser vir û durûtiya tirkan û ”ayetên” Ocalan binivîsim, ez qala jiyana xwe, qala rojên xwe yên borî, qala serpêhatî û hin bîranînên xwe bikim sedqatî ewê çêtir be.
Lê ez nikanim bixwe, dema meriv rewşa kurdan û qurretiyên tirkan dibîne meriv bêhemdê xwe li ser dinivîse.
Lê li gel vê jî, ji nuha û pêva heta ji min bê û ku az kanibim hestên xwe rişme bikim, ezê nivîsên li ser ”siyasetê” hinekî kêm bikim û di ber û ser ra jî qala tiştên dilxweşkir û hişvekir jî bikim.
Ji bo ku îro dîsa bîna dilê we xwendevan û rexnegiran teng nekim li jêr qevdek/baqek gulên kurdî yên kevn û nuh didim destê we…
Kerem bikin têra dilê xwe vê qevdegulê bîn bikin, pê serxweş û mest bibin.

Kuştime Nakit Yeqînê
Melayê Cizîrî

Şox û şengê zuhre rengê
Dil ji min bir, dil ji min
Awirên heybet pilingê
Dil ji min bir, dil ji min
Wê şepalê misk î xalê
Dêm-durê gerdenşemalê
Cebheta biskan sema lê
Dil ji min bir, dil ji min
Zulf û xalan nûn û dalan
Wan ji min dil bir bitalan
Goşeyê qewsê hîlalan
Dil ji min bir, dil ji min
Dêm nedîrê bo enbîrê
Xemrî yû ges û herîrê
Sîne kir armancê tîrê
Dil ji min bir, dil ji min
Sur şîrînê nazenînê
Kuştim û nakit yeqînê
Wê bi çengela evînê
Dil ji min bir, dil ji min
Fetl û taban da xuraban
Ebleq û cuhtê şebaban
Dame ber pence û kulaban
Dil ji min bir, dil ji min
Xoş xeramê, ez xulamê
Nazikê şêrîn kelamê
Tûtiya eywan meqamê
Dil ji min bir, dil ji min
Mahirûyê miskî bûyê
Sur-pilingê şêrîxwûyê
Wê bi zulfa şubhê goyê
Dil ji min bir, dil ji min
Herdu weşman naz û xeşman
Kê ji ber wan 'eql û hiş man
Sa'eta min dî bi çeşman
Dil ji min bir, dil ji min
Mahitabê, afîtabê
Dêm ji roj û şeb nîqabê
Xweş bi çengal û kulabê
Dil ji min bir, dil ji min
Serwînazê serfirazê
Şubhê zêr remza mecazê
Dame ber çekûç û qazê
Dil ji min bir, dil ji min
Bejn û bala tox û ala
Min kirin vêk ra mitala
Çîçeka terhînî wala
Dil ji min bir, dil ji min
Mêrê xazî şîrê tazî
Vêkiran min dî bi bazî
Kir li mi j'xeflet ve gazî
Dil ji min bir, dil ji min
Şîr û xişt in, zulf û qişt in
Hin veşarin hin vehişt in
Pehlewanan dest vemiştin
Dil ji min bir, dil ji min
Rohnîya çehvên "Mela" yê
Ew tecellaya te dayê
Ya ji Ehmed dil revayê
Dil ji min bir, dil ji min

Cegerxwîn
Ez ji xew rabûm, min gulfiroşek dî,
Pir gelek şa bûm, gul bi dil didî,
Gul bi dil didî.
Hebû me yek dil, tev jan û kul bû,
Nebûme bawer, gul bi dil bidî,
Gul bi dil bidî.
Bazar me kir go, ser bi ser nadim,
Ê gulperest bî, can û dil didî,
Can û dil didî.
Min go kî didi, can û dil bi gul,
Go, ev bazar e, dil bi kul didî.
Dil bi kul didî.
Min can û dil dan, dil kiriye qêrîn,
Go ho Cegerxwîn, dil bi gul didî,
Dil bi gul didî.


Fatma Savci
Şîretên pîrejinên êlan bi avê de çûn,
dermanê ku didan ser birînan ji bîr bûn
Ehdê welatekî
ji me girtin
Dibêjim qey em û evîn
di yek coyê de hew diherikin
Dildarî li bin gulikê berfê,
tava rojêû agirê tifika dinuhirîne
Dil êdî ne bihareke bêar,
hespekî bêsiwar
û teyrekî azad li hembêza êvaran e
qurbana çavên we!
çûkek pirnisiye li ber siya bajaran


Û ev jî çend dîlokên li ser dildarî û evîniyê

Deriyê mala bavê min hesin e,
Lawikê delal pir xwe dipesine,
Çavê delal li riya min bû,
Bi destê min girtin dan yekî din e.

Mala bavê yarê li wî milî
Çima ji min mehrûmê bi kul î
Xelk û alem ketiye ber derdê malê dinê
Ez jî ketime derdê vî dil î

Bira lê bixe teyroka buhara
Ez û tu bûne hêsîrê ber dîwara
Kesê xwedîxêr tune li vî gundî
Bi destê me bigre bibe ber sitara

Av diherike, ava golê
Nuqutiye paniya solê
Ji ber evîna sebra dila
Dîn û har bûme ketime çolê

Tutûna mêrgê hûr e
Min çinî avête tûr e
Gewrê rindê çima ranabî
Riya me dirêj û dûr e.

Dilê min evdalê xwedê îsk e îsk e
Desta ji te ra bikim per û bask e
Ez malê dinyayê naxwazim
Were min ji vê xerîbî û surgûniyê xelas ke…

27 augusti 2009

Erdogan dîsa got "yek milet..."

Serowezîrê Tirkiyê Erdogan, di axaftina xwe ya ”ji gel ra” piştî çend gotinên xweşkirin û zeytkirinê cejna remezanê li gel pîroz kir û dûra jî axaftina xwe ya dûr û dirêj domand, peyivî û peyivî, heta ku li erd û asîman çi hebû, qal hertiştî û her mijarê kir.
Û camêr pesnê partiya xwe, pesnê kirin û îcraatên xwe da û da, te digot qey qala buhuşta li ruyê erdê dike, hertişt mikemel e, kurd ne bindest in, zindan heta berdev ne tijene, dewxa însanan ji ber zêdeyiya azadî û demokrasiyê dihere…
Welhasil dawiya dawî camêr mesele anî ser me kurdan jî.
Weke her meselê, mesela kurd û ”pakêta” ku xwedêgiravî di rojên pêş da ewê vekin jî, berê bi gotinên qorr, gotinên bêmane û gotinên vala dest pê kir.
Ji bo ku tirk û kurdan baş ”nerm” bike, herdu alî jî baş zeyt kir, dîsa qala ”goşt û nenûkê” û biratiya derewan ya kurd û tirkan ya hezar salî kir.
Û dawiya dawî hat ser mesela herî girîng, yanî siyaseta AKP-ê ya derbarê mesela kurd da.
Erdogan got:
”Îktîdara me hertim ev tişt gotiye: Yek milet, yek welat, yek al, yek dewlet.”
Belê, yanî eynî tas û eynî himam e, dibê kurd bibin tirk…
Heger ”pakêt û projeya kurd” ku hukûmet ev demeke qal dike ev e, me havil kir, naveroka vê ”pakêtê” berê em dizanin.
”Yek milet”, tê maneya yek ziman î.
Ev jî înkara hebûna miletê kurd e.
Jixwe dewlet ev 85 sal in ku vê siyasetê dimeşîne.
Erdogan ji zindîqiya xwe nabêje “yek ziman”, gotina yek zimanê tevî madeyên fermana xwe nake, lê dema ”yek milet” be yek ziman e jî, miletek du zimanê wî tuneye, xwediyê yek zimanî ye.
Erdogan rast dibêje, ji roja ku ew hatine ser hukum û virda ye, ev dîtina,”Yek milet, yek welat, yek al, yek dewlet.”, mêrik di her fersendê da ev dîtina xwe dubare kiriye.
Lê ferza ku kurd naxwzin gotinên camêr rast fêm bikin, ji kîsê xwe netîceyên ne rast jê derdixin.
Meriv ji van gotinên Erdogan û Gul jî derdixwe ku di ”pakêt û projeya ” AKP-ê da tiştekî nuh tuneye.
Esas heta nuha tu pakêt makêt jî hîn li ortê tuneye, tenê dibêjin ”em dixwazin xwîna diherike bisekinînin”, hewqas.
Lê gelo ewê mafekeî bidin kurdan û vê xwînê bisekinînin, ya jî ewê bi ajîtasyon û gotinên vala vê yekê bikin hîn ne diyar e.
Kurd li hêviyê ne ku hukûmet bi rastî jî hin gavên demokratîk bavêje û hin mafan bide kurdan.
Ev hêviya kurdan e.
Lê tiştên Erdogan, Başbûg û Abdullah Gul dibêjin dubareya dîtina dewletê ya 85 salan e, di van gotinan da tu tiştekî nuh tuneye.

26 augusti 2009

Tiştê dewlet dike şerê psîkolojîk e

Wisa xuyaye ku serok û berdevkên artêş û hukûmetê li hember kurdan ji bo meşandina şerê psîkolojîk qela xwe kirine yek.
Li gor vî şerê psîkolojîk, leşkeran dîsa dest bi beyanên sert kirin û berdevkên hukûmetê jî yek bi yek van beyanan testîq dikin.
Dema meriv bala xwe dide axaftinên Başbûg, Gul û Erdogan, heger meriv tirkan nas neke merivê matmayî bimîne, bibêje yaho ev çi îş e?
Serekerkanê artêşa Tirkiyê Îlker Başbûg, do ji nişkave dîsa gelek quretî kir û hin çîrokên berê dubare kir.
Başbûg, di çarçeweya şerê psîkolojîk da got, di meha temûzê da 14 ”terorîst” teslîmî wan bûne, ji wan 12 heb serbest berdana û du heb jî sewqî dadgehê kirine.
Bêyî vê agahdariyê Başbûg, bang li gerîllayên PKK-ê jî kir û got, ”werin teslîm bibin, baweriyê bi edaleta tirk bînin.”
Vana gotinên vala û bêmane ne, bêguman kurd pênc perê xwe jî tê nadin. Bi beyan û gotinên wiha tenê kenê meriv tê.
Di derbarê axaftina Başbûg da Erdogan do zêde tiştek negotibû, gotibû ”Teqwîm dom dike. Bala xwe ji ser me nebirin.”
Lê îro, di axaftina xwe ya di civîna malbatên ”şehîdan” da dev gyherî, û ew jî weke Başbûg peyivî.
Erdogan, dîsa qala xetên xwe yên sor, ”yek dewlet, yek al, yek milet” kir û got em helalê naynin ser unîteriya dewletê û gelek fasafîsoyên din.
Hukûmeta AKP-ê xwedêgiravî ”pakêta kurd” hazir kirye û heger ne derew be qala çareseriya mesela kurd jî dike, lê li alî din jî van tiştan dibêje.
Gelo hukûmet dike dev ji vekirina ”pakêta kurd” berde û dîsa vegere siyaseta berê?
Ya jî ev, li hember PKK-ê û DTP-ê taktîkeke şer e, dixwazin wan şaşomaşo bikin, ji ber hev da bixînin.
Wek tê zanîn dewleta tirk li hember kurdan li gel şerê çekdarî, şerekî psîkolojîk jî dide meşandin û gelkî jî giraniyê dide vî şerî.
Li gor zanîn û tiştên berbiçav, meriv dikane van beyanên leşker û bedevkên hukûmetê weke perçeyekî şerê psîkolojîk qebûl bike.
Tîr carê ji kevên firyaye, dewlet çi bike jî hertişt dîsa weke berê nabe, heta weke du meh berê nabe.
”Resta” leşker û berdevkên hukûmetê dixwînin blof e, kurd dizanin ku destê wan vala ye û destê kurdan xurttir e.
Gelş û zoriya PKK-ê û DTP-ê ji dewletê bêtir Ocalan e, heta ku ew xwe mahkûmê emir û dîrektîfên êsîrekî dijmin bikin dijmin ewê tim kanibe manewreyên wiha bike.
Carna rast û carna jî çep lêxe.
Ji bo ku PKK û DTP bikanibin hemû delavêreyên dewletê pûç bikin, dibê xwe bi Oclan ve girê nedin, dibê biryara şer jî û ya aşîtiyê jî ew bi xwe bidin.
Roja ku dewlet vê serxwebûna PKK û DTp-ê bibîne ewê bêtir mecbûrî çareseriyê bibe.

25 augusti 2009

Leşkeran dîsa dest bi nerindiyê kirin

Leşeker di derbarê ”pakêta kurd” ya hukûmetê da heta nuha bêdeng bûn, li dijî siyaseta hukûmetê tirtştek nedigotin.
Lê îro serokerkan Îlker Başbûg û qumandarê hêzên hewayî Hasan Aksay herduyan bi hev ra ”pakêta kurd” ya hukûmeta AKP-ê dan ber topan û rexneyên giran li DTP-ê û li daxwazên kurdan girtin.
Halbû eynî generalan 3-4 roj berê di belavoka Heyeta Ewlekariya Millî da piştgirî dabûn siyaseta hukûmetê û gotibûn ”artêş piştgiriyê dide gavên demokratîk yên hukûmetê.”
Lê di axaftian herdu generalan ya îro da bi şiklekî sergirtî jî qala piştgiriya ”pakêta kurd” nayê kirin, bi vacayî dîtinên CHP û MHP tê dubarekirin.
Serekerkan Îlker Başbûg, bi minasebeta ”hefteya serkeftinê” peyamek(mesajek)belav kir.
Başbûg di vê peyama xwe da êrîşî daxwazên kurdan yên netewî dike û dibêje:
-Artêşa tirk ewê tu carî qebûl neke ku zirar bigihîje avahiya netewdewletê û dewleta tirk ya unîter.
-Hurmeta artêşê ji kulturên cuda ra heye. Lê qebûl nake ku kulturên cuda rengekî siyasî bigrin, yanî di çarçeweya qanûna esasî da weke nasnameyekê were qebûlkirin.
Yanî artêş qebûl nake ku hebûna kurdan were qebûlkirin û zimanê kurdî jî bibe zimanê perwerdeyê.
Bêyî van şertan, Başbûg danûstendina bi PKK û DTP-ê jî red dike û dibêje ewê tu carî tiştekî wiha qebûl nekin.
Kurd dibêjin, ”lawikê min çû seferê hat kerê berê”, Başbûg jî înkar û zirzopiyên 85 salî dîsa dubare kirye.
Qumandarê nuh yê Hêzên Hewayî Hasan Aksay jî îro di merasima dewr û teslîmê da peyivî û wî jî weke serokê xwe agir bera erdê da, got, ”Heta mirina terorîstê dawî micadele ewê bidome”.
Diyar e edebiyata ”heta yek terorîst jî bimîne” dîsa dest pê kir û berdevkên hukûmetê jî van gotinan tesdîq dikin.
Van beyanên Başbûg û Aksay, gelkî kêfa MHP-ê û CHP-ê anî, weke ku roj li wan hilê, ji kêfa şorik ji devê berdevkên mixalefetê diherike.
Ji ber ku ji wan ra pişt çêbû…
Nermbûn, guherîn û demokrasiya Tirkiyê weke tava buharê ye, zû derbas dibe, meriv hew dibîne ku dîsa bû mij û dûman, dîsa bû gurrîna tavan û şîrqîna burûskan.
Ev ne cara pêşî ye ku li Tilrkiyê tiştên wiha dibin.
Çend hukûmetên berî AKP-ê jî qala çareseriya mesela kurd kiribûn û demeke kurt hêvî jî dabûn milet, lê dûra dîsa leşkeran ji nişkave ”tûtika paydosê” lêxistibûn û dawî dabûn hêviyên çareseriyê.
Helbet îcar ne weke demên berê ye, lê li gel vê jî îhtîmala ku hukûmet bitirse û paşda vekişe hertim heye.
Meriv hêvî dike ku wiha nebe...
Mesela serokkomar Abdullah Gul di derbarê beyana Îlker Başbûg da dibêje, ”daxuyaniyeke baş e.”
Çawa baş e min fêm nekir?
Başbûg dibêje heta nuha çawa bû dibê ji nuha û pêva jî wiha dom bike, kurd weke milet nebin xwedî tu maf û azadiyê.
Û Gul jî ji van gotinan ra dibêje baş e...
Wekîlê serokê gurûba AKP-ê yê meclîsê Bekîr Bozdag jî weke Gul gotinên Başbûg testîq dike û dibêje, ”em hemû gotinên Başbûg rast dibînin.”
Serokkomar Gul, dibêje ”axaftinke baş” bû, berdevkê AKP-ê yê meclîsê Bekîr Bozgag dibêje, ew ”hemû gotinên Başbûg rast dibînin” û li alî din jî qala helkirina mesela kurd dikin, qala avêtina hin gavên demokratîk dikin...
Di heqê beyana Başbûg da Erdogan gotiye, ”Teqwîm dom dike. Bala xwe ji ser me nebirin.”
Li gor çapemenî dinivîse, di derbarê xebatên hukûmetê da Erdogan roja pêncşemiyê ewê axaftineke berfireh bike.
Di vê axaftina Erdogan da nêt û siyaseta hukûmetê ewê bêtir zelal bibe.
Lê ne leşker û mixalefet tenê, di van rojên dawî da KCK-ê û DTP-ê jî dev guherandin, ev çend roj in wan jî dev ji zimanê nerm û ”aşîtiyê” berdaye, ew jî êdî bi zimanê şer û cengê dipeyivin.
Yanî herdu hêzên çekdar û xwedî qudret jî xwe li hev sor dikin û li defa şer dixin. Hela ka em binêrin rojên pêşî ewê çi nişanî me bide…

24 augusti 2009

Careke din li ser tezahurata bi kurdî

Çend dostên hêja li ser nivîsa min ya do(Kurd dibê vê pêşniyarê mitleq bi rast bigerînin)dîtinên xwe anîne ziman û hemûyan jî heq û piştgirî dane dîtin û pêşniyarên min yên derbarê tezahurata bi kurdî.
Ji bo vê piştgiriyê û dîtinên wan yên hêja ez sipasî hemûyan dikim, mala wan ava.
Lê piştgirî û şiroveyên di malperê da têr nake, dibê hin gavên cidîtir werin avêtin, hin xebatên cidîtir werin kirin.
Rica û daxwaza min ji hemû kurdên welatperwer, nas, dost û xwendevanên vî quncikî ew e ku herkes li gor îmkan û derfeta xwe mesela di maçên Diyarberkir sporê û heta di maçên hemû taximên Kurdistanê da ”tezahurata ” bi kurdî, vekirina bandrolên bi kurdî, çêkirina helbest, stran û sloganên bi kurdî di nava kurdan da belav bikin, propagandeya vê dîtinê bikin.
Yên kanibin binivîsin dibê bi zimanê kurdî û tirkî di malperên kurdan da li ser vê meselê rawestin û mijarê tim zindî bigrin, ji dilsoz û alîgirên Diyarbekir sporê, ji diyarbekriyan daxwaza tezahurata bi kurdî bikin.
Yên nikanin binivîsin, dibê bi devkî li her derê, di her cimatê da propagandeya vê yekê bikin, vê dîtinê di nava dilsoz û terefdarên Diyarbekir sporê da belav bikin.
Kesên kanin sloganan, helbestan, staranan û tiştên weke wan binivîsin dibê di zûtirîn wextê da dest bi vê xebatê bikin û wan di nava milet û înternetê da belav bikin.
Tiştên wiah dibê ne ji bo Diyarbekir sporê tenê, meriv ji bo hemû taximên Kurdistanê jî çêke.
Ji ber ku ne Diyarbekir spor tenê, gelek taximên kurdan yên din jî hene, li hember taximê tirkan dibê meriv wan taximan jî biparêze, serkeftina wan jî bixwaze.
Şêleke wiha ewê di nava kurdan da hestên netewî, hestên kurd û Kurdistaniyê vejîne, aîdiyeta kurdbûnê xurt bike.
Kîjan taximê ji Kurdistanê dibe bila bibe, dema bi taximekî tirk ra bilîze dibê meriv tim bibe terefdar û dilxwazê taximê Kurdistanê.
Kurdên zana û têgihîştî dibê bi çavê ”neyar” li taximê Xarpêtê, Sêwasê, Dîlokî(Entabê), Erzeromê nenêrin, şêleke wiha bêtir ewê me ji hev dûr bixe û ji hev sar bike.
Trefdarên Diyarbekir sporê, sporciyên kurd yên têgihiştî ji nuha û pêva di vî warî da dibê xwedî dîtin û siyaseteke kurdî bin.
Mesela dibê rojname û melperên kurdan ne li Diyarbekir sporê tenê, li ser taximên Kurdistanê yên din jî binivîsin, cî bidin maçên wan jî, di malperên xwe da weke taximên Kurdistanî qala serkeftinên wan jî bikin.
Ev şêla rojname û malperên kurdan ewê kêfa terefdarên van taximan bîne û hestên dostaniyê xurt bike.
Bi hêviya ku kurdên jîr û zana vê meselê di ser guhê xwe ra navêjin û bi cidîyeteke mezin li ser bisekinin.
Çar hefte tehtîl weke ba û babelîskê hat û çû, mizgîna min li we, min îro dest bi kar kir.
Û di roja pêşî da jî jinên swêdî ez çavînokî kirim, ez ketim û tu nemabû ku nigê mayî jî têxim ber xwe.
Axirê Xwedê kir ku neşikiya, tenê bi hinek werm xelas bûm...

23 augusti 2009

Kurd dibê mitleq vê pêşniyarê bi rast bigerînin

Li Tirkiyê û Kurdistanê di van rojên dawiyê da gelek bûyerên girîng li ser hev diqewimin.
Ji van bûyeran yekê sê çar roj berê gelkî bala min kişand û min pir muhîm dît, lê min fersend nedît ku çend gotinan li ser binivîsînim.
Wê rojê di malpera Netkurdê da li ser nivîseke Alî Fîkrî Işik xeberek bi ber çavên min ket.
Di xeberê da dihat gotin ku, ”birêvebirên malpera Diyarinsesi.org-ê gotar, minaqeşe û şiroveyên li ser di stadûyma Diyarebekirê û di maçên Diyarbekirsporê de, tezahurata bi kurdî ji malperê derxistine.”
Û dawî dane vê minaqeşeyê.
Birêvebirê malpera ”Diyarinsesî.org”ê ji Alî Fikrî Işik ku bi gotara xwe ya dawî minaqeşeye tezahurata bi kurdî dabû destpêkirin re namyek şandiye.
Di nameyê da tê gotin, ”ne hedê wan e ku ew qalîteya gotarên Alî Fikrî Işik minaqeşe bikin, lê gotara wî ya ku tê de daxwaza tezahurata bi kurdî hatiye kirin, ew xistine tengasiyê û ji ber vê yekê jî ew dawî li nivîskariya wî ya bo malperê tînin.”
Alî Fikrî Işik
, di nivîsa xwe ya dawî da ji alîgirên Diyarbekirsporê xwestibû ku divê êdî ew di stadyûma Diyarebekirê da dev ji tezahurata tirkî berdin û dest bi tezahurata bi kurdî bikin, dibê kurd ji Diyarbakirsporê ra êdî kilam û marşên kurdî çêkin.
Ev dîtin û pêşniyara Işik ya netewî, rast û gelkî girîng bûye sebeb ku berpirsiyarên malperê him dawiyê bidin nivîskariya Işik û him jî rê li ber minaqeşeyên li ser vê mijarê bigrin.
Ev pêşniyara Alî Fîkrî Işik, li gor baweriya min di van salên dawî da pêşniyara herî cidî û herî bi îsabet e ku ji bal kurdan ve tê kirin.
Alî Fîkrî Işik, bi vê pêşniyara xwe bi tamara dilê asîmîlasyonê girtiye, tiliya xwe tam daye ser devê birînê û teşhîsa derman û tedawiyê jî baş kiriye.
Û ji bo vê ye jî bala xwe bidinê, kes û hêzên hevalbendên dewletê ketine panîkê û tavilê him nivîs ji malperê derxistine û him jî dawî dane nivîskariya Alî Fîkrî Işik.
Çimkî dijmin baş dizane ku gava ev pêşniyar û ev dîtin di nava kurdan da belav bibe û cî bigre û kurd dest pê bikin marş û şîarên bi kurdî çêkin, tezahuratê bi kurdî bikin, belkî jî cara pêşî ewê bikanibin bi rengekî pir cidî piştê li asîmîlasyonê bişkînin.
Dijmin dizane, bi vê riyê zimanê kurdî him ewê bi pêş keve, dewlemnd bibe, hin gotin û formên nuh li xwe zêde bike û ji wê jî girîngtir, kurdî bi şiklekî pir cidî ewê têkeve devê zarokan, devê pêxwas û sûtalên kuçe û kolanan.
Slogan û marşên kurdî ewê têkeve devê milyonan, di dîrokê da cara pêşî bi milyonan kurd ewê bi hev ra bi kurdî bistirên û tezahuratê bikin.
Di her maçê da ewê bi sedan, bi hezaran bandrolên bi kurdî li asîmanên stadyûmên Tirkiyê û Kurdistanê li ba bibin.
Amîgoyên kurd ewê çêbibin, bi sedan stran û dîlokên bi kurdî ewê werin xulaqandin.
Û bi van hemû bandrol, slogan û marşên bi kurdî ewê kîtle û tereftarên Diyarbeksporê bêtir bibin kurd, ev reng û ev dengên cihê ewê kurdan û tirkan weke nîsk û nokan ji hev bigerîne, nasnameya kurdayetiyê ewê xurttir bibe.
Loma jî dijmin ji vê pêşniyara Işik pir û pir aciz bûye û tirsiya ye. Û ji bo wê jî bi emrekî rê li ber belavbûna minaqeşeyê girtine.
Heta ku zimanê kurdî, zimanê çend nivîskar û ”întellektuelan” be, di qadeke pir teng da were bikaranîn tirsa dewletê jê çênabe, ji bo wan pir ne tahlûke ye.
Lê kurdî gava bibe zimanê bi milyonan keç û xortên sporhez, kurdên ne siyasî, a wê demê ji bo dewletê tahlûkeyeke mezin peyda dibe.
Û ji xwe ji bo vê yekê ye ku ”dewletê” û destikên wan yên di nava kurdan da di cî da midaxeleyî nivîsa Işik û minaqeşeya li ser wê kirine û nehîştine ku ev mesele zêde belav bibe û ”kerr” werin biguhkirin û çavên ”koran” vebe.
Bi tezahurata bi kurdî, kurdê di erdekî(zeviyekî)beyar da dest bi çandiniya sebze û mêweyên cûr ber cûr bikin, bax û beçeyê zimanê kurdî ewê dewlemendtir bibe, bibe xwediyê gelek kulîlk û mêweyên nû.
Li dijî asîmîlasyonê di van salên dawî da kurdan hin tiştên baş gotine û hin gavên hêja jî avêtine, lê heta nuha kesî bîra pêşniyareke wiha nebiriye.
Ev pêşniyra Işik, di warê tedbîr û xebatên li hemberî asîmîlasyonê da pêşniyareke dîrokî ye û dibê kurd di hemû platforman da, di malper û rojnameyên xwe da, di programên telewîzyonan da vê mijarê geş bikin û nedin jibîrkirin.
Li alî din, Alî Fîkrî Işik bixwe jî, dibê dev ji vê meselê bernede, dibê di malperên kurdî yên din da minaqeşeya vê mijarê bide domandin û ji hemû nivîskarên kurd jî piştgirî û alîkariyê bixwaze. Bi ya min ev pêşniyara Alî Fîkrî Işik heger kurd bi rengekî cidî lê xwedî derkevin dikane bibe weke kuçê ku meriv bavîje ji avê da, xelek bi xelek ewê fireh bibe.
Lê bêguman di vî warî da vatiniya herî mezin dikeve hustuyê hêzên xwedî îmkan û wasite û ew jî DTP û PKK ye.
Kurd mitleq dibê vê pêşniyara tezahurata bi kurdî têxên jiyanê û berfireh bikin...

21 augusti 2009

Helwesteke di cî da

Li gor malpera Pûkmedîa dinivîse ji ber girtina Şivan û ekîba wî û helwesta pûlisên kanadî ya ne însanî û ne medenî ya li hember ekîbî, hikûmeta herêma Kurdistanê ji Kanadayê bi rengekî resmî daxwaz kiriye ku divê ew ji gelê Kurdistanê û ji hunermend Şivan Perwer lêborînê bixwazin.
Berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê yê karê derve Felah Mistefa di daxuyaniyekê da dibêje, li ser daxwaza serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, nameyeke nerazîbûnê ji hukûmeta Kanadayê ra hatiye şandin û tê da daxwaz hatiye kirin ku divê hukûmeta Kanadayê ji ber wê helwesta neheq ya li hember Şivan Perwer û kurdên din hatiye nîşandan divê ji bi rengekî resmî Şivan û ji gelê Kurdistanê lêborîn were xwestin.
Dema min ev xeber xwend gelkî kêfa min hat.
Dibê êdî xwediyên kurdan jî hebin, dema pêwîst be hinek l iwan jî xwedî derkevin, mafê wan biparêzin.
Min li hemû vîdeoyên girtina Şivan û miameleya pûlis nîşan didin temaşe kir. Bi rastî jî li ciyê rehetiyê, ji ber çavsoriya xwe zulmeke pir mezin li kurdan kirin.
Heger di dewsa Şivan û kurdên din da hinên porzer, çavşîn yanî ewrûpî bûna ez bawer nakim ev hewqasî bêqanûnî û heqaret li wan bikirana.
Lê ji ber ku dîtin ”serreş” in û misilman in, loma jî her babet zulm û heqaret muhah dîtin.
Û li gor baweriya min eynî helwest, eynî miamele li hember kesên ne ewrûpî û misilman li her wealtekî Ewrûpayê dikane biqewime.
Yanî ev ne şêleke tenê mexsûsî pûlisê Kanadayê ye, li hemû welatên Ewrûpayê jî dikane eynî helwest nîjadperest dubare bibe.
Ev cara pêşî ye ku hukûmeta herêma Kurdistanê li hember neheqiyeke li kurdan dibe nerazîbûna xwe nîşan dide.
Li gel ku ji bo xatirê Şivan Perwer be jî, şêleke pir baş e û şayanî teqdîrê ye, divê tim wiha be.
Esas ev ne lutfeke jî, mafê her kurdî heye ku ji hukûmeta herêma Kurdistanê vê şêlê û alîkariyê hêvî bike.
Bi ya min, dibê hemû rêxistin, dezgeh û komeleyên kurdan jî li hember vê şêla pûlisê Kanadeyê bêdeng nemînin, ew jî vê miamleya pûlis di nezda hukûmeta Kanadayê da protesto bikin.
Mesela rêxistinên kurdan li her welatî dikanin nameyeke nerazîbûnî bidin konsulosxaneyên Kanadayê.
Yanî bi rengekî dibê kurd dengê xwe bilind bikin û vê zulma li hember kurdan qebûl nekin.

Rapora min ya do

Do danê êvarî ez hatibûm dawiya karên xwe yên hewşê.
Min ser imbarê baş şirt kir, sivîngên sacî zengarî bûbûn min boyax kir, dara li hewşê koka wê rizya bû, tu nemabû bi ser imbarê da biketa, min ew jî birî.
Yanî ez hetibûm dawiya kar, êdî min dikira kincên xwe daniya, destên xwe bişuşta û dûra jî dest bi nivîsa xwe bikira.
Lê min hew dît ku zîla telefona min lêket, min pê li bişkoka ”erê” kir. Yê hember xwe bi min da naskirin û dûra jî got wele keça filan havalê te hatiye(hevalê min pismamê wî ye), li filan derê ye dixwaze te bibîne.
Got keçik dibêje, ”bavê min gotiye heta ku tu apê xwe yê Zinar nebînî gere tu venegerî.”
Bi bihîstina vê gotinê ez gelkî kêfxweş bûm.
Hevalê min ê ku wî qal dikir Bûrhan Ektîren e, keça wî hatiye ziyareta mervanên xwe.
Piştî vê xeberê, êdî hemû planên min serobinî hev bûn, min zûzûka dest û ruyê xwe ji boyax û qilêrê şuşt, riya kur kir, kincên xwe li xwe kir û saet di şeşan da(18.00)ketim rêm.
Ez li başûrê Stockholmê rûdinim, mala ku ezê biçûyamê li bakurê Stokholmê bû.
Û di ser da jî weke hertim ez peyatîme…
Li vî welatî ez tenê nebûm xwedî erebe(otomobîl).
Ji ber ku yê min tim ji dinyayê der e.
Heta ez gihîştim mala keça hevalê min lê saet bû heyştê(20.00)êvarê, yanî rê tam du saet girt.
Me saet heta dehan(22.00)sohbet germ kir.
Mala ez çûbûmê mala dêrikiyan, mala eşîran bû. Loma jî cimat fire geriya, şêwr germ bû.
Li kurdistanê hin wîlayet, hin qeza hene pir biçpk in, lê li her dera dinyayê bi hezaran hene, tu dibêjî qey ev bajar têdizên…
Ev Dêrik jî bajarekî bajarekî wiha ye, li her dera dinyayê tu dikanî rastî çend dêrikiyan werî.
Sêwêreg û Licê jî bajarên wisa ne, şikir ji Xwedê ra li tu dera cîhanî meriv kêmasiyan wan nakşîne, li herderê weke Xocê Xizir hazir û nazir in.
Em wêranşariyên feqîrê Xwedê tenê newêrin serê xwe ji hundur derxin, ji ber kulînê bi dûr kevin.
Tu dibêjî gava em ji Wêranşarê derkevin gur ewê me bixwe.
Dema çavê meriv li qewm û eşîra xelkê dikeve, dilê meriv dibije xelkê, meriv dixwaze çend ”hemşeriyên” meriv jî hebûna.
Neyse, min mijar hinekî belav kir.
Vegerê, çaxa ez gihîştim mal saet ji donzdê şevê dubuhurî, loma jî taqeta nivîsê bi min ra nemabû.
Min bi lez li e-maila xwe nêrî û dûra jî çûm raketim.
Erê min do tiştek nenivîsî, lê waye min rapora xwe da we, nuha hûn dizanin ku min xwe nexapandiye, min çûye xanimeke kurd, keça hevalekî xwe yê gelkî hêja dîtiye û pê ra sohbet kiriye.
Haaa tu nemabû ku ez ji bîr bikim, tehtîla min îro qediya, lê karên ku minê bikira neqediya, weke hin pakêt û projeyên kurdan ew jî man buhareke din...

19 augusti 2009

Daxwazên kurdan yên 90 sal berê

Nivîskarê rojnameya Radîkalê Hakki Devrîm, di nivîsa xwe ya îro da li ser mesela kurd belgeyek daxwazên kurdan yên 80-90 sal berê ji axaftina dîroknasê tirk Mûrat Bardakçi girtiye.
Mûrat Bardakçî, di sohbeta xwe ya Haber Turkê da belgeyeke dîrokî ya ku kurdan ya
80-90 sal berê, ku serokên kurdan piştî Peymanê Sevrê dane hukûmeta Anqerê eşkere kiriye.
Ez gelkî li nivîsa Mûrat Bardakçi geriyam lê min nedît.
Li gor Hakki Dewrîm dinivîse, ev axaftina Mûrat Bardakçî roja yekşemiyê(16/8)di rojnameya Haber turkê da bûye, lê min nivîs nedît.
Loma jî ez qîma xwe teksta Hakki Devrîm tînim.
Di daxwazên kurdan yên teqrîben 90 sal berê da ji tespîtkirina sînorên Kurdistanê bigre heta bi resmîbûna zimanê kurdî, îdareyek serbixwe û di artêşa mişterek da ji bo er û zabitên kurd avabûna qiteyên taybet, ders û talîma bi kurdî û gelek daxwazên wisa hene ku serok û rêberên me yên îro
bira xwestin li wir bimîne, newêrin wan daxwazan xeyal jî bikin.
Dema meriv van daxwazên kurdan dixwîne meriv dibîne ku serokên kurdan yên wê demê çiqasî kurd û ji xwe bawer bûne, bi mêranî doza serxwebûna gelê xwe kirine.
Li hember tirkan nebûne pepûk, nekirine vine vin, ji bo er û zabitên kurd derz û talîma bi kurdî xwestine, gotine, dibê cendirmeyên kurd hebin.
Yanî bi kurtî doza miletekî kirine, gotine heger emê bi hev ra bijîn dibê em herdu milet jî xwedî eynî mafan bin.
Lê dema meriv daxwazên Ocalan û yên DTP-ê bi van daxwazan ra miqayese dike, meriv fêm dike ku kurd çiqasî têkçûne û tirk jî çiqasî biserketine.
Loma jî îşê me kurdan gelkî zor e...
Li gor Hakki Devrîm di quncikê xwe da weşandiye, daxwazên kurdan ji kemalîstan yên 80 sal berê ev in:
1. Komîteya Kurdistanê, ne aletê tu dewletê ye. Armanca wê, bidestxistina mafên xwe yên meşrû ye.
Ew jî:
a. Dibê sînorên millî veqetin û werin nîşankirin. Di xizmet û karên hundur da dibê kurd bibin bibin xwediyê merkezeke serbixwe û îdareyeke serbixwe.
b. Di nava sînorên netewî da divê kurdî weke zimanê resmî were qebûlkirin.
c. Dibê mamûrên kurdan ji wan bin
d. Dibê teşkîlata cendirmeyan ji kurdan be.
e. Dibê er û zabitên kurd di artêşa mişterek da qiteyên taybet pêk bînin û dibê bi zimanê kurdî talîm û terbiyê bibînin.
2. Heta ku netîceya armanca netewî diyar dibe şer ewê berdewam e. Zirarên der û hundur û xwîna diherike, mesûliyeta madî û manewî aidî Anqerê ye.
3. Komîte, amadeye ku dozê bi riya aştiyê çareser bike.
4. Li gor nîsbeta xwîna were herikandin şertên ku kurd didin pêş jî ewê girantir bibin.
Merkeza Navendî ya Komîteya Serxwebûn û Rizgariya Kurdistanê.

De îcar van daxwazên jorîn bi yên Ocalan, Tugluk û Aynayê ra bidin ber hev û bibînin ku kurd xistine çi halî...



18 augusti 2009

Berî ku lîstik dest pê bike Ocalan ji lîstikê hat derxistin

Serfermandarê kevn Hilmî Ozkok, di hevpeyvînekê da siyaseta hukûmetê ya mesela kurd dinirxîne, aqil û alîkariyê dide hukûmetê.
Ozkok dibêje, ”Weke mirovên biaqil em mecbûr in ku vê meselê fena însanên biaqil çareser bikin. Çimkî, dema em vê meselê nuha çareser nekin, di rojên hîn zortir, di bin şertên hîn girantir da em dikanin mecbûrî çareserkirinê bimînin.”
Hîlmî Ozkok
weke merivekî nêzî hukûmetê tê zanîn. Bi îhtîmaleke mezin nuha hukûmet bi wî jî dişêwire, dîtin û pêşniyarên wî jî digre.
Di van dîtinên Hîlmî Ozkok da tiştê bala meriv dikşîne dîtinên wî û hukûmetê pir nêzî hev in, ew jî weke hukûmetê dibêje, heger em vê meselê îro çareser nekin, sibe, di bin şertên hîn xerabtir da em dikanin mecbûrî çareserkirinê bibin.
Hukûmet jî eynî tiştî dibêje, dibêje bi zorê, bi şer me mesele netefand, me zora kurdan nebir, loma jî dibê em riyeke din bibînin, belkî bi wê riyê em him ewşa xwe xurttir bikin û him jî bi rehetî kanibin serîhildanê tasfiye bikin.
Yanî dema dewleta tirk û hukûmeta AKP-ê îro qala ”çareseriya mesela kurd” dikin, dibê em bizanibin ku dewlet dixwaze rê li ber têkçûna xwe bigre, bi çend tawîzên biçûk yên bêgarantî û serîlêgeranê pozîsyona xwe xurttir bike.
Dibê aliyê kurd vê nêta dewlet û hukûmeta AKP-ê baş bizanibe û li gor wê hereket bike. Yanî dewlet ji bo ku ji mirinê xelas bibe bi tayê razî dibe.
Loma jî Ozkok dibêje:
”Dibê ev mesele bi şiklekî ku ewê herî kêm zirarê bide me û ewê zêde zindîtiyê tevî pêşeroja me bike çareser bibe, ez wiha difikirim.”
Weke tê dîtin Ozkok jî eynî weke berdevkên hukûmetê nêzê meselê dibe, ew jî dixwaze ku, mesela kurd bi şiklekî ku ewê herî kêm zirarê bide wan û pêşeroja dewleta tirk bigre garantiyê çareser bibe.
Yanî maneya xwe ew e ku dibê em baş bizanibin ku ev ”gavên” dewlet qalê dike ne ji nêteke paqij e, ew jî şiklekî şer e.
Hîlmî Ozkok, li ser daxwaz û pêşniyarên Ocalan û danîna têkiliyên bi wî ra jî radiweste û wiha dibêje:
”Nuha yê li Îmraliyê serokê PKK-ê ye. Ji ber vê yekê ew serokê rêxistineke terorê ye. Qebûlkirina daxwazên wî qethîyen ne mimkûn e. Lê belê heger ku ewê alîkariya xwe bi riyeke bi vî ya jî bi wî şiklî, bi riyeke nerasterast bike ew jî tiştekî ku ew dizane.”
Di vê nuxtê da jî Hîlmî Ozkok eynî dîtinên hekûmetê dubare dike, li gor dewlet û hukûme jî tê jî têkiliya bi Ocalan ra ji bin da ne mimkûn e, lê li gel vê jî gava ew bixwe bixwaze ji pêvajoyê ra bibe alîkar ew jî karê wî ye.
Jixwe dewlet jî eynen bi vî şiklî Ocalan bikar tîne, karê xwe pê dimeşîne, tiştên dixwazin pê didin gotin ya jî ew li ser navê wî dibêjin.
Lê tirk di resmîyetê da ewê tu carî bi wî ra rûnenin û wî nekin aliyekî meselê.
Mixabin ne PKK û ne jî DTP vê siyaseta dewletê baş nabînin, ew hîn jî hêvî dikin ku dewletê bi rastî jî bi Ocalan ra rûne û wî weke mihatab qebûl bike.
Loma jî PKK û DTP, heroj dibêjin ”mahatab Îbrali ye, ” çareserî li wir e.
Ev xeyaleke vala ye, dibê PKK û DTP wexta xwe bi vê xeyala vala derbas nekin, ji dêlî vê va xwe weke mihatab bibînin.
Û bi taybetî jî dibê DTP xwe wisa bibîne.
Ya din jixwe dibê ya girîng çareseriya meselê be, bi kê ra rûniştin ne girîng e, ne esasê meselê ye. Dibê mesela miletê kurd ji naskirina Ocalan gelkî mihîmtir be, li aliyekî şexsek, li aliyê din miletek heye.
Bêguman ev nayê wê maneyê ku dema DTP bibêje mihatab ez im dewletê hema di cî da qebûl bike, na, ewê dîsa qebûl neke.
Çimkî dewlet di vî warî da naxwaze bi tu kes û hêzeke kurd ra rûne, naxwaze hêzeke kurd weke nûnerê miletê kurd qebûl bike.
Dewlet dixwaze bi herkesî ra rûne, pê bişêwire lê weke nûnerê kurdan nas neke. Siyaseta dewletê ya îro ev e.
Serokkomar Abdullah Gul jî di axaftina xwe ya îro da eynî weke Ozkok girîngî da yekîtiya Tirkiyê û got, ”Di netîceyên hemû xebatan da dibê hebûna Tirkiyê ya unîter xurttir bibe, dibê di rojên pêş da tu tehdît nemînin.”
Ji van gotinên Gul jî meriv fêm dike ku bi van ”gavên” ew davên dixwazin pêşeroja Tirkiyê saxlemtir bikin.
Li ser pirsa rojnamevanekî ya derbarê ”xerîteya Îmraliyê” da jî Gul jê ra dibêje, ”Îmralî felan tu wan ji bîr bike, derbas be. Tu pirsê bi hawakî din bipirse. Ew ne mihatab in,”
Di vê bersîva Gul da jî vekirî xuya dibe ku nêta dewlet û hukûmetê tuneye ku bi Ocalan ra rûne ya jî wî weke mihatap qebûl bikin.
Lê heta ji wan bê, ewê wî ji xwe ra bikar bînin, heta ku êşê xwe pê biqedînin.
Ji xwe piştî daxuyaniya roja şemiyê Ocalan bêtir xwe pûç kir.
Berî vê daxuyaniya roja şemiyê gelek kesî hin hêviyên mezin ji Ocalan dikirin û digotin belkî hin tiştên cidî bibêje.
Lê bi daxuyaniya wî, ya jî ya ku li ser navê wî hate belavkirin Ocalan him xwe pûç kir û him jî gelek kes hêvîşikestî kir.
Loma jî do û îro gelek rojnamevan di quncikên xwe da li ser daxuyaniya Ocalan radiwestin û dibêjin êdî Ocalan ji bîr bikin, wî xwe qedand.
Mesela malpera ”Îyîbîlgî” li ser daxuyaniya Ocalan ya roja yekşemiyê(16/8) dibêje Ocalan ”ket ofsayitê” û dûra jî wiha dom dike:
”Bi vê beyanê Ocalan gelkî dûrî întîbaya ku di destpêkê hîştibûye ye. Ewê nebe perçeyekî çareseriya vê meselê. Weke ku pisporê emerîkî Barkey jî gotiye ewê derbasî dîrokê nebe û belkî jî ji ber vê yekê ewê were jibîrkirin û here.
A ji ber vê yekê, Tirkiye ewê vê meselê xwe bi xwe çareser bike, em dibêjin ewê navika xwe bi xwe bibire.
A ji ber vê yekê ku Ocalan ket ofsayitê, berî ku lîstik dest pê bike ji lîstikê hat derxistin. Êdî Ocalan ji bîr bikin. Jiber ku ew nigê xwe li fersendeke pir dîrokî dixe. Ne weke perçeyekî çareseriyê weke perçeyekî gelşê ewê dom bike.”
Dibê PKK û DTP, xwe nekin êsîrê biryar û emrê girtiyekî di destê dijimin da, bi siyaseteke wiha ewê bibin sebebê têkçûna vê fersenda dîrokî...

17 augusti 2009

Çete li ser hev didin lê netîceyekê nade

Di doza Ergenekonê da navê gelek zabit, general, burokrat, siyasetmedar û giregirên dewletê derbas dibe.
Ji van hinên wan hatin girtin û berdan û hin jî hîn di hundur da ne.
Dadgeha ku doza Ergenekonê dimeşîne biryar da ku doza Sûsrulikê û ya Ergenekonê bi hev va girê bide.
Çimkî piraniya kesên navên wan di bûyera Sûsûrlukê da derbas dibûn, eynî şexs di bûyera Ergenekonê da jî derketin ortê.
Loma jî dadgehê îfadeya sûcdarê bûyera Sûsurlukê Yaşar Oz jî di vê çarçewê da girt.
Yaşr Oz, di sala 2007-an li Qibrisê di şerekî çeteyên xumarxaneyan da hate girtin û hîn jî girtiye. A ev girtiyê doza Sûsûrlûkê, eroîncî û qatilê dewletê Yaşar Oz, ev cara pêşîye li ser Mehemt Agar îfadeyê dide û tiştên pir girîng dibêje.
Yaşar Oz, di derbarê kirin û cînayetên Agar da dibêje:
”Bi emrê Mehmet Agar pasaportên hişin û şîn, wesîqeya çekgerandinê û plakeyên aidî emniyetê dan min. Dema hatim girtin bi emrê Agar serbest hatim berdan. Pasaporta hişîn li ser navekî ku nuha nayê bîra min, lê min dabû wan hatibû amadekirin. Ji pasaportên hişin yek li ser navê min, ya din jî li ser navê bavê min Eşref Cugdar hatibû çêkirin. Li ser hersê pasaportan jî rismê min hebû. Di belgeya sîlehgerandinê da îmzeya Agar hebû.”
Yaşar Oz, di derbarê kurdên ku bi emrê Mehmet Agar û berpirsiyarên wê demê hatine kuştin agahiyeke pir girîng dide, dibêje:
”Di destê wekîlê Dahîra Şerê Taybet Îbrahîm Şahîn û Tarik Umît da lîsteyeke 30 kesên ku ewê bihatana kuştin hebû."
Dûra jî dibêje, "Tarik Umit lîsteyeke 25-30 kesî nîşanî min da, got vana fînansorên PKk-ê ne, ewê werin kuştin.”
Ev lîsteya kurdên ku Yaşar Oz qal dike di dema Demîrel, Agar û Çîler da hemû hatin kuştin.
Mehmet Agar, piştî salên 1980-î hatiye gelek wezîfeyên girtîng, bûye serokê emniyetê, wezîrê edaletê û yê hundur.
Loma jî ji salên 1980-î heta dawiya salên 90-î bi dest û emrê Mehmet Agar gelek kurd hatine kuştin.
Lê Mehmet Agar hîn jî li serbest û li der kêfa xwe diqewitîne, kes nikane hesabê van cînayetan jê bike.
Çend teşebusên heta nuha bûn jî pûç derketin, tu netîce nedan.
Mehmet Agar yek ji serok û berpirsiyarê hemû cînayetên dewletê yên li hemdber kurdan e, loma jî ji bo wî dibêjin ”qutiya dewletê ya reş”, yanî haya wî ji piraniya qetil û cînayetên dewletê heye, ya wî bi xwe emir daye ya.
Lê li gel vê jî mêrik weke dîkî sipî hîn li ortê digere û kes nikane tiştekî pê bike, hîn dadgeha Ergenekonê serî li îfadeya wî jî nedaye.
Mehmet Agar, heta nuh di hemû beyan û îfadeyên ku daye DGM-ê û yên Komisyona Sûsurllikê da tim gotiye ”ji ber ku sirrê dewletê ye ezê tiştekî nabêjim.”
Meriv hêvî dike ku piştî vê îfadeya Yaşr Oz, dadgeha Ergenekonê îfadeya Mehmet Agar jî bigre.
Yaşar Oz û kesên weke wî tenê qatilên basît in, esas serokê qatilan Mehmet Agar û kesên weke wî ne, dibê hesabê mezin ji wan were pirsîn.
Çimkî wan çete çêkirine, wan sîleh û lîsteya kurdê ku ewê werin kuştin dane destê van qatilan û dûra jî emrê înfazê dane.

16 augusti 2009

"Çarşemiya pêş me" sê rojan pêş da hat

Di 14-ê mehê da abûqatên Ocalan çûn serdana wî û pê ra li dora 5 saetan peyivîn.
Piştî hevdîtinê ji abûqatan Omer Guneş beyanek da çapemeniyê û got Ocalan nivîsandina ”xerîteya rê hîn neqedandiye”,” Hîn hazir nekiriye. Em li hêviyêne ku heta roja çarşemiya pêş me biqedîne.”
Ev gotinên jorîn abûqatan donepêr yanî roja îniyê gotin.
Û ”çarşemîya pêş me” jî hîn nehatiye, ji ”çarşemiya pêş me ra” min hesiband hîn 3 roj hene.
Lê çi hikmetî îlahîye min qet fêm nekir, anuha min di malpera ANF-ê da metna hevdîtina Ocalan ya bi abûqatan ra dît.
Yanî 3 roj berî tarîxa abûqatan dabû.
Û tiştek jî negotine, negotine ev îş çawa dibe?
Meriv matmayî dimîne, aqilê meriv disekine.
Ev çi dolab e, ev çi lîstik e?
Hêzek, partiyek çawa dikane hewqasî bi hevalên xwe, bi dost û alîgirên xwe, bi miletê xwe bilîze?
Do roj berê nivîs neqediya bû, belkî heta roja çaeşemiyê biqedenda.
Lê îro em beyaneke dûr û dirêj dixweînin.
Û bêyî ku ji mer ra bibêjin, daxuyanî ji ku hat?
Di nivîsa xwe ya 14-ê mehê da min baweriya xwe bi gotinên abûqatan neanîbû, min gotibû; “Herçî mesela “nivîsandin neqediyaye” qet nakeve serê min, bi ya min ev îdîa dereweke bêbinakeye.”
Min weke navê xwe dizanîbû ku tiştê Ocalan ewê bibêje miheqeq gotiye û daye abûqatan, lê dibê “hinek der û meqam” kontrol bike, hin tiştan jê derxe, hin tiştan biguherîne û hin tiştan jî lê zêde bike û dûra jî weke gotinên Ocalan bifroşe PKK-ê û miletê kurdan.
Ji ber ku min ev yek texmîn dikir, loma jî li ser îdîeya Ocalan nivîsandin neqedandiye min wiha gotibû:
”Dibe ku tiştên hatine gotin, berî belavkirinê dibê hin meqam bibînin, bixwînin, li abûqatan baş guhdarî bikin, dûra destûra belavkirinê bidin ya jî nedin.”
Daxuyaniya Ocalan ya îro, ev texmîna min rast derxist.
Bi qasî ku meriv fêm dike, ”meqam” ya jî ”heyeta” dewletê ya ku daxuyaniyên Ocalan kontrol dike, do li abûqatan guhdarî kirin, notên xwe girtin û îro jî li ser navê Ocalan ev nivîs weşandin.
Min nivîsa ku li ser navê Ocalan hatiye weşamdin xwend. Wek min texmîn dikir û di nivîsa xwe ya 14-ê mehê da jî gotibû, Ocaln tu tiştekî nuh û cidî nabêje, ji kurdan ra tu daxwazeke berbiçav nake, weke hertim dibe û tîne û demagojiyê dike, bi wan gotinên xwe xwe henekê xwe bi kurdan dike.
Ocalan, daxuyaniya xwe da gelek tiştên vala, bêmane, heta gelek tiştên ku verşiya meriv tîne gotine, ya jî li ser navê wî gotine.
Vê yekê em nizanin.
Çimkî bi rastî jî em nizanin ev daxuyanî çawa hazir dibin û kî wan hazir dike?
Ocalan di vê daxuyaniyê da dîsa heqaretê li hêz û serokatiya kurdên başûr, li têkoşîna miletê kurd ya bi 50 salî dike û wiha dibêje:
”Weke ku Emerîkayê daye Barzanî, nuha federasyonekê jî bidin min ezê qebûl nekim. Weke Başûr, dewleteke federe jî bidin min jî ezê qebûl nekim...”
Xwedê hevza meriv ji bêtaên giran bike!
Baş e, tu serxwebûnê qebûl nakî, federasyonê qebûl nakî, otinomiyê naxwazî.
Wê demê tu çi dixwazî ez benî?
Tiştekî serrast bibêje bira dost jî dijmin jî bizanibe ku tu çi dibêjî û ji bo miletê xwe çi dixwazî?
Di dxuyaniyê da gelek tiştên hîn xerabtir hene.
Xwedêgiravî di 15 tebaxê da ewê ”nexşeriya” çareseriyê pêşniar bikira.
Ev îdîa vala derket, dewletê ev roj qebûl nekir.
Lê tiştên di nivîsa îro da hatine gotin ji îptalkirina 15-ê tebaxê gelkî xerabtir in, ”xerîte-merîte” tuneye, hemû daxuyanî pêkenîn û qomediyeke pir basît e, kenê meriv jî pê nayê, ji qal û bal peyivîye, lê ji bo kurdan tiştek nexwestiye heta, di derekê da asîmîlebûna kurdan normal dîtiye, gotiye, ”kîjan ziman zêde were xwestin ewê were girtin.”
Erê min dizanîbû ku tu xerîtyeke Ocalan pêşkêşî PKK, DTP û miletê kurd bike tuneye.
Loma jî min gotibû, ”Bi texmîna min Ocalan ewê tiştekî nuh nebêje, heta îro çi gotibe ewê eynî dîtin û pêşniyaran dubare bike. Heta, ji bo ku dewletê zêde “neqeherîne” dikane îcar hin tiştên pir kêmtir bibêje û bixwaze.”
Tişên îro li ser navê Ocalan hatine gotin ji texmîna min jî pir û pir xerabtir in, dilê meriv jê digere...
Heger wiha here di rojên pêş da kurd ewê gelek bêtarên girantir bibînin.

14 augusti 2009

Xerîteya Ocalan ma buhareke din

Eşkerekirina ”nexşeriya” Ocalan ma buhareke din.
Îro herkes li bende bû ku Ocalan ewê ”xerîteya rê” ya ji bo çareseriya mesela kurd bi riya abûqatên xwe eşkere bike.
Lê mixabin ev hêvî bi rast negeriya, li gor beyana abûqatên wî, Ocalan nivîsîna ”xerîteyê” hîn neqedandiye, bixêr û xweşî heta roja çarşemiya pêş me ewê biqedîne.
Weke her hefte, vê heftê jî çar abûqat, Omer Guneş, Aydin Orûç, Aysa Ulker û Serkan Akbaş bi helahelayeke mezin û çûn serdana Ocalan.
Li gor çapemenî dinivîse, herçar abûqat li dora 5 saetan bi Ocalan ra peyivîne û dûra jî vegeriyane Gemlikê.
Di dema çûn û hatinê da gelek rojnamevan jî bi meraqke mezin dane pey abûqatan. Piştî vegerê, ji abûqatan Omer Guneş daxuyaniyek daye û gotiye, ”Xerîteya rê neda. Hîn hazir nekiriye. Em li hêviyêne ku heta roja çarşemiya pêş me biqedîne.”
Ji hilbijartina 15-ê tebaxê ra gelkî kêfa min hatibû, lê li gel vê jî min tam bawer nekiribû ku Ocalan ewê di vê rojê da plana xwe eşkere bike.
Ez jê bi şik bûm
Loma jî di nivîsa xwe ya 28-ê temûzê da min bi şik li tarîxa 15-ê tebaxê nêrîbû û wiha gotibû:
”Heger li ser ”rica dewletê” tarîx neyê guhertin, ”pakêta” Ocalan ya jî bi gotina wî ”xerîteya rê”, ewê di 15-ê tebaxê da were eşkerekirin.Lê hin berdevkên dewletê rexne li vê tarîxê girtin, gotin hilbijartina vê tarîxê bêminetkirina dewletê ye û dibê rê li ber vê yekê were girtin.Dewlet li dijî tarîxa ”15-ê tebaxê” ye, ji ber ku di roja 15-ê tebaxa 1984-an da PKK-ê girt ser bajarên Erûh(Dihê) û Şemdînanê û şerê çekdarî da destpêkirin.Loma jî PKK, hersal roja 15-ê tebaxê weke roja serhildanê pîroz dike.Bi îhtîmaleke mezin Ocalan ewê berî 15-ê tebaxê pakêta xwe veke. Ez hêvî dikim ku texmîna min şaş be û Ocalan tam di 15-ê tebaxê da "xerîta xwe ya rê" eşkere bike.”
Mixabin texmîna min rast derket, Ocalan ”xerîta xwe ya rê” di 15-ê tebaxê da eşkere nekir, bi îhtîmaleke mezin li ser daxwza dewletê hîşt rojeke din.
Di nivîsa xwe da min gotibû Ocalan ewê ”berî 15-ê tebaxê pakêta xwe veke”, lê ne berî wê, hîşt piştî wê.
Lê ya girîng ne berî ya jî piştî 15-ê tebaxê ye, ya girîng îptalkirina tarîxa 15-ê tebaxê ye, di vê nuxteya esasî da texmîna min rast bûye.
Ez gelkî li ber ketim...
Heger ez ne şa şim heta nuha hemû hevdîtinên Ocalan li dora 45 deqîqe û saetekê ne, lê ya îcar tam 5 saetan ajotiye.
Ev yek jî nîşan dide ku Ocalan bi abûqatan ra dûr û dirêj peyivîye, gelek tişt ji hev ra gotine.
Heta nuha tu carî destûra 5 saet hevdîtin nehatiye dayin.
Çima îcar ev destûr hat dayin?
Maneya xwe ew e ku hewcedariyek hebûye û dewletê jî ji bo vê yekê ev destûr daye.
Herçî mesela “nivîsandin neqediyaye” qet nakeve serê min, bi ya min ev îdîa dereweke bêbinakeye.
Heger “nivîsandin neqediyaye” wê demê 5 saet hevdîtin ji bo çi bû?
Dibe ku tiştên hatine gotin, berî belavkirinê dibê hin meqam bibînin, bixwînin, li abûqatan baş guhdarî bikin, dûra destûra belavkirinê bidin ya jî nedin.
Tiştekî din yê balkêş, li gel ku 5 saet hevdîtin kirine, abûqatan dîsa jî tu tişt negotine, hercar piştî her hevdîtinê dibûn bilbilxweş dixwendin.
Lê îcar tu dibêjî qey kuliyan zimanê wan xwariye, qet tiştek negotine.
Pir xerîb e...
Herkesî meraq dikir, gelo Ocalan îro ewê çi bigota?
Bi texmîna min Ocalan ewê tiştekî nuh nebêje, heta îro çi gotibe ewê eynî dîtin û pêşniyaran dubare bike.
Heta, ji bo ku dewletê zêde “neqeherîne” dikane îcar hin tiştên pir kêmtir bibêje û bixwaze.
Ji bo ku Ocalan tiştekî zêde û radîkal nebêje, dewletê pir israr bike, dibe ku ev paşdexistin jî ji ber wê be.
Gava qeder û îradeya miletekî têkeve destê şexsekî û ew şexs jî girtî û êsîrê dijmin be, bêguman dijminê bixwaze girtî û êsîrê xwe bi darê zorê bîne rê, daxwzên xwe pê bide qebûlkirin.
Ji dêlî ku Ocalan bibêje temsîlkar û nûnerê miletê kurd DTP, PKK, KCK û kesên azad in, ne ez im, DTP, PKK, û KCK dibêjin nûner ne em in, nûner Apo ye, herin bi wî ra rûnin û bi wî ra li hev bikin.
Ev yek him şansê bazara kurdan pir û pir zeîf dike û him jî ewê li ser kurdan pir buha rûne.

13 augusti 2009

Kurmê darê ji darê ye

J ber ku serokkomar Abdullah Gul di axaftina xwe ya navçeya Nûrşînê da navê Nûrşînê yê rast hilda û got ”Nûrşîn”, ev çend roj in serok û berdevkên MHP-ê û CHP-ê keviran li Gul dibarînin, dibêjin te çima navê rast yê bajêr, yanî yê bi kurdî bi kar anî, dibê te bigota ”Guroymak.”
Lê bi taybetî jî berdevkê MHP-ê Oktay Vural gelkî xwe diçirîne, ji bo ku Gul gotiye ”Nûrşîn” qiyametê radike, li hember Gul û miletê kurd zimandirêlî û bêedebiyeke pir mezin dike,
Gotineke heye, dibêjin ”yê ji dînê min ra xeber dide nuha misilman bûya”, qey nedikir.
Nuha Oktay Vuralê şîrheram û xwefiroş bi xwe tirk bûya, me yê bigota te tişt nabe, sûtal û faşîstekî tirk e, cahil e, xwenezan e, ji ber cahiliya xwe gotinek berradayî kiriye tişt nabe, dibê meriv bide xatirê ”tirkîtî” û faşîstiya wî.
Lê ne wisa ye, ”gurxenêqê” me li Diyarbekrê hatiye dinê û bixwe ji Sêrtê, ji Tilloyê ye.
Di teşbîhê da xeta nabe, yanî camêr “seyê me ye lê li ber deriyê MHP-ê direye.”
Vural,
ji bo bikaranîna navê ”Nûrşînê” êrîşê dibe ser Gul, wî bi perçekirina tirkiyê îtham dike, lê dema ji wî tê pirsîn, dibêje ”ez ji Tilo me”, ”ez tiloyî me.”
Lê dewletê weke navê Nûrşînê, navê Tilo jî gihertiye, navê Tilo yê nuh ”Aydinlar” e.
Oktay Vural
, ji rojnamevanan ra negotiye ez ji ”Aydinlarê” me, ji ber ku navê ”Aydinlar” navekî sûnî ye, weke însanên din ew jî nizane.
Loma jî gotiye ez "tiloyî" me.
Di hin rojnameyên îro da heye, di nufûsa gelek kesî da ciyê jidayikbûnê Nûrşîn dinivîse.
Lê li gor cahilekî wekî Oktay Vural, dibê însan ciyê jidayikbûna xwe jî nebêjin.
Piraniya nîjadperest û faşîstên tirk, bi eslê xwe ne tirk in, hemû dewşîrme ne. Dewlet di destê van kesên heramzadeyan da ye û Vural jî yek ji van kesan e.
Ew ya kurd e, ya jî ereb e.
Tiloyî hema hema hemûyên wan sunetçî ne, dibe ku ev şîrheram jî ji sunetçîtiyê terfî berdevkiya MHP-ê kiribe.
Yanî rutbeya wî hinekî bilind kirine.
Ji bo ku di rojên wiha da bi riya bav û kalên xwe bigre û weke gurê har êrîşî însanên qewmê xwe bike.
Dewletê, ji bo ku şopa kurd û Kurdistanê nehêle bi barbariyeke pir mezin navê gund û bajarên kurdan guherand.
Guherandina navê gundan, bajaran û herêman li hember ziman, kultur û meletekî êrîş û hovîtiyeke pir mezin e.
Însanên diz, însanên dinya nedîtî tehamulî ziman, kultur û navên miletên din nakin, wan diguherînin.
Lê ev dewrana hovîtiyê hêdî hêdî emrê xwe temam dike, kurd hemû mafên xwe bi faziya wan ra ewê paşda bigre.
Êrîşî û zirzopiyên kesên weke Oktay Vural ewê tu netîceyê nedin.

12 augusti 2009

Dibê kurd CHP-ê û MHP-ê protesto bikin

Agir ji devê serokê MHP-ê Devlet bahçelî û serokê CHP-ê Denîz Baykal dibare, herdu serok û berdevkên wan jî heroj weke gurên devbixweîn êrêşê dibin ser AKP-ê û serokwezîr Erdogan û gelek gotinên giran jê ra dibêjin.

Ji dêlî ku muxalet ji li gor îktîdarê hîn pêşverû be, hîn tiştên baş û demokratîk bibêje, bi vacayî di mesela kurda van hurdi partiyan jî xeteke pir xerab dane ber xwe û bi rengekî bêperwa dijminatiya kurdan dikin.

Li gor van herdu partiyan jî dibê hukûmet di mesela kurda da tu gavan navêje, tu mafî nede gelê kurd û divê siyaseta êrîş û şer da israr bike.

Li hember çareseriya mesela kurd, ev herdu partî (MHP/CHP) û bi taybetî jî serokên van herdu partiyan astengek pir mezin e.

Tiştê xerîb ew e ku li Kurdistaanê heta nuha li hember vê siyaseta Baykal û Bahçelî, kurdên hevalbendên wan hîn bêdeng in, hîn kesî dengê xwe nekiriye.

Dibê DTP û hêzên kurd yên din li hember vê siyaseta CHP û MHP-ê kampaniyekê vekin, ji kurdên endam û hevalbendên wan bixwazin ku ew li hember vê siyaseta wan ya li înkar û îmhaya miletê kurd qebûl nekin û bi girseyî ji partiyên wan îstîfa bikin.

Ev herdu partî jî heta ku bivikê nebînin, heta ku ji nava xwe reaksiyoneke girseyî nebînin ewê dev ji vê dijminatiya xwe ya li hember kurdan berndin.
Dibê kurd di zûtirîn wextê da berê xwe bidin endam û kadirên van herdu partiyan û ji wan daxwaza serîhildanê bikin.
Baykal û Bahçelî gav û saetê dijminatiya miletê kurd dikin, lê hin kurd hîn jî endam û berpirsiyariya van partiyan e, bi rastî ev yek şermeke pir mezin e.
Heger di rojeke wiha da jî kurdên ewndamên van partiyan ewê dengê xwe nekin, maneya xwe ew e ku tu ferqa wan ji Bahçelî û Baykal tuneye.
Çapemeniya kurd dibê li ser vê şêla serokên van herdu partiyan raweste û wan deşîfre bike, neyartiya wan ya li hember miletê kurd raxe ber çavê endam û dilsozên wan.
Roja îro dibê kurd berê tîrên xwe bidin mixalefetê, bi hemû hêza xwe dawşînin mixalefetê û êrîşkariya mixalefetê îfşa bikin.
Mixalefet çiqas zeîf bibe, şert û îmkanên çareseriya mesela kurd hewqasî nêz û hêsan dibe. Loma jî dibê herkes ji tenga xwe ve dawşîne Baykal û Bahçelî...

11 augusti 2009

Aram muzîka kurdî bi kurdan da hezkirin

Stranbêjê bi nav û deng Aramê Dîkran di 8-ê mehê da li paytexta Yûnanîstanê Atînayê ji nava me koç kir û çû ser dilovaniya xwe.
Aram, emekdarekî muzîka kurdî yê pir hêja û pir taybet bû. Wî gelek ked û emek da muzîka kurdî, xizmeteke pir mezin jê ra kir.
Aram, bi eslê xwe ermenî bû lê weke kurdekî resen bi kurdî distira, weke kurdekî dilşewat dikir qîrîn û hawar.
Loma jî hemû kurd bi qasî malbata Aram bi wefata wî xemgîn bûn û li ber li ketin.
Ji roja wefata wî virda ye li ser jiyan, huner û muzîka Aram gelek tişt hatin nivîsîn, gelek tişt hatin gotin.
Ji ber ku ez ne muzîknas û ne jî hunermend im loma jî ez nikanim tu tiştî li ser muzîka Aram bibêjim, çimkî ne karê min e, ez jê fêm nakim.
Lê li ser rol û tesîra muzîka wî, ez diwêrim bi kurtî çend gotinan bibêjim.
Îro ez fikirîm, min ji xwe ra got:
Gelo taybetmendiya Aramê Dîkran çi bû, çi û kîjan xusûsiyetên muzîka wî, ew ji stranbêjên din cuda dikir?
Wek min got, ez ne muzîknas im û ji sinetê muzîkê jî tiştekî fêm nakim, tenê guhdar û evîndarekî muzîka kurdî yê sadiq im.
Li gor dîtina min, heger meriv denbêjan bide aliyekî, xusûsiyeta û taybetiya muzîka Aram ya herî mezin, wî muzîka kurdî, stranên kurdî bi kurdan da hez kirin, muzîka kurdî bi miletê kurd, bi taybetî jî bi xwendevan û ronakbîrên kurd şîrîn kir.
Dengbêj ne têda, bêyî Aram, du kesên din hene ku bi muzîka xwe wan jî weke Aram ji her kesî bêtir xîtabî dil û hestên kurdan kirine.
Ew jî Mehmet Şêxo û Şivan Perwer e.
Ev hersê hunermend jî bûne pêşeng û misyonerên muzîk û zimanê kurdî, muzîka wan bûye zengilê şiyarkirina kurdan.
Bi muzîka van hersê hunermendan(Aramê Dîkran, Mehmet Şêxo, Şivan Perwer)kurd bêtir bûne kurd, bi kurdayetiya xwe hesiyane.
Ev gelkî girîng e, muzîk û stranên hin hunermendan di têkoşîna kurdan ya netewî da xizmeteke bêhempa kiriye.
Lê ji ber ku mijar muzîka Aram e, loma jî ezê tenê li ser tesîra muzîka wî rawestim.
Muzîka Aram, muzîkeke wiha ye ku biçûk mezin, kal pîr, ji her sinif û tebeqê însan lê guhdarî dike, kêf û zewqê jê digre.
Dengê cumbûşa Aram, meqamê wî yê nerm û giran, gotinên stranên wî yên xweş û manîdar ji bo gelek kesî stîleke nuh bû, dilê kurdan geş dikir, kurdî û muzîka kurdî li ber dilê kurdan şîrîn dikir.
Di stranên Aram da kurd bi bindestî û perîşaniya xwe di
Loma jî kurdê herî ji muzîkê dûr jî bi kêmasî çend gotinan ji stranên Aram dizane.
Hin dengbêj hene sînorên bajarê xwe, herêma xwe derbas dikin, dibin hunermendên gelêrî.
Aramê Dîkran, yek ji wan hunermendan bû ku bûbû dengbêjekî gelêrî, hemû miletê kurd ji muzîka wî hez dikir.
Dema dengê Aram ji teybê bilind dibû, dikir gazî û hawar, digot:
”Hey lê, lê wayê gidî bilbilo
Wê bayê lêxist, hêlîn tev xerakiro
Perîşano, de sêwîyo, mihaciro
Tu bi hasreta hêlîna keviro”
,
kurd bi bêkesî û bêwelatiya xwe dihesiyan, kela dilê însanan radibû.
Ya jî gave meriv bi dengê cumbûşê ra li strana ”,
"Tu him gulî him rihanî
tu him derdî him dermanî, him hekîmî him loqmanî, wêran ezim malim xirab” guhdarî dikir, meriv mest dibû, dixwest tekrar, tekrar lê guhdarî bike.
Tiştekî din jî, Aram cumbûş jî bêtir xist muzîka kurdî û dengê wê bi kurdan da hezkirin.
Bira gorra wî bihuşt be.
Ewê her û her di dilê gelê kurd da bijî.

10 augusti 2009

Mîvaniyeke derengmayî

Xwendevanên hêja, ez îro çûm ser gorra(mezelê) kurdekî gelkî hêja, çexsiyetekî pir îstîsna. Tiştê min bi ruhê wî yê pak ra sohbet kir dixwazim li vir pêşkêşî we jî bikim.
Bira îşev ev quncik ji bo sohbeta min û wî be.

Aslan*, ez û Hêvî îro mîvanê te bûn.
Lê mîvaniyeke derengmayî.
Roja ku tu li bende me bû, me bêwefayî kir û em nehatin ziyareta te, me çavên te li rê qerimand.
Me efû bike.
Bawer bike, hersal ez hewil didim ku roja koça te ya dawî, werim serdana te, bîstekê li ber gorra te rûnim, destê xwe di kevirê ber serê te bidim, sebra xwe pê bînim, hestên xwe yên kevn tevrakim, rojên borî yên bi te ra bibîr bînim û ji te ra bi kurtî qala hin bûyeran bikim.
Qala rewş û halê kurdan bikim…
Lê îsal nizanim çawa bû min ew roj ji bîr kir, pir dereng hat bîra min û serdana me, ma heta roja îro.
Ji bo vê derengman, bêwefayî û xemsariyê dibê tu min efû bikî.
Û tu efû nekî jî heqê te heye.
Ji ber ku li vî welatî bêyî min tu ”kesê” te tuneye(ez dizanim tu guh nadî mefhûmên wiha, tu hemû kurdan wek ”kes” û merivê xwe dibînî), ”kes” û merivê te, ji bajar û eşîra te, hevalê te yê xoratiniyê, yê destpêka çepîtî û şoreşgeriyê tenê ez heme.
Û ez jî roja ku tu li bende min î nigê xwe dişkînim û nayêm ser gorra te, vê rojê ji bîr dikim.
Ez gelkî fedîkar û şermezar im...
Belkî min ji te ra negotibe, ev çend sal in ”nexweşiya” jibîrkirinê bi min ra çêbûye, ez tiştan zû ji bîr dikim.
Heta nuha bi dehan car min ceza daye tuxtor û tuxtorê diranan, ji ber ku di wexta xwe da naçim, rojê saetê ji bîr dikim.
Ez dizanim tu guh nadî tiştên wiha, bînfirehiya te bîsînor e, sebra te ji ya Hz. Eyûb zêdetir e, tu gazinan ji tu dijwariyê nakî.
Lê axir dîsa jî ez pê qeherîm, ez li ber xwe ketim.
Do bi şev me li mal qala te kir, min qala hin bîranên bi te ra kir.
Me qala rastgoyî, fedekarî û xweşsohbetiya te kir.
Me biryar da ku îro werin serdana te, bîstekê bibin mîvanê te.
Piştî xurîniyê ez û xanim bi rê ketin.
Tu zanî xaniyê min yê nuh hinekî çep dikeve, ji te gelkî dûr e. Heta me xwe gîhand ba te, me sê wasite guherand.
Lê ji ber ku ez di tehtîlê da me û îro jî dinya gelkî xweş bû, loma jî bi bîneke fireh me xwe gîhand ba te.
Li Gullmarsplan weke hercar em dageriyan ba gulfiroş û me ji te ra çend gul kirî.
Tu dizanî adeta min e, ez ji pirsînî hez dikim, loma jî min ji mêrik û xanima gulfiroş alîkariya hilbijartina gulan xwest.
Camêrê gulfiroş çend gul nîşanî min û Hêviyê da, got, di vê demsalê da vana xweş in, kulîlkan vedikin.
Welhasil ez serê te neêşînim, min sê reng kirî; sor, zer û spî yanî rengê ala Kurdistanê.
Dema em gihîştin ba te, nîvro qulibî bû, dinya germ bû.
Me bala xwe dayê cîranên te zêde bûne, gorristan îcar bi alî rastê ve jî mezin bûye, wêda dihere.
Tiştê herî ecêb, kulîlk, kart û tiştên cara berê me ji te ra anîbû, yek jî tunebû, gorra te bê mûm, bê kulîlk bû.
Yek gul jî li ber serê te tunebû.
Gorra te daketibû, bi erdê ra dûz bûbû, gîha û hoşib bihostekê li ser dirêj bibû.
Me tiştek neçinî, me got bira wer bimîne.
Ji bo ku tu aciz nebî.
Çimkî ez dizanim ji bo ku te pê li gêrikekê nekira te riya xwe dadigerand, te digot jiyan mafê wan e jî.
Hêvî çû misîn tije av kir û anî.
Me kulîlkên xwe li alîyê rastê yê serê te weke ala Kurdistanê bicîkir û dûra jî têr avda.
Ez bawer dikim ewê kêfa te jê ra were.
Bîna te ewê bi wan fireh bibe.
Min bala xwe da tarîxa kevirê berê serê te, tam 8 sal di ser koça te ra derbas bûne.
Di nava van heyşt salan da li Kurdistanê gelek tişt guherîn, gelek tişt serobinî hev bûn.
Weke tu yê jî texmîn bikî, li Kurdistana başûr halê kurdan ne xerab be, êdî kes nikane hebûn û îktîdara wan tehdît bike.
Di 25-ê meha borî da hilbijartinên giştî çêbûn, Mesûd Barzanî bi bi girtina ji sedî 69.57-ê denagan ji nû ve bû serokê herêmê Kurdistanê.
Di demeke wiha hesas da qezenckirina wî ji bo kurdan gelkî baş bû, kurd jî û dost û dijmin jî dizanin ku Mesûd serokekî çawa ye.
Li Kurdistana Îran û Sûriye tu pêşketineke nuh tuneye, zulm û sîtemkarî her berdewam e.
Li Îranê jî çendakakî berê hilbijartina serokkomariyê çêbû, Ahmedînejad dîsa bû serokkomar.
Raqibên wî netîce qebûl nekirin û gotin sextekarî bûye, milet çend rojan serî hilda lê pere nekir.
Piraniya kurdan hilbijartin protesto kirin, neçûn ser sendoqan.
Xebera herî xweş ku ewê kêfa te gelkî jê ra bê, pêşketinên li Tirkiyê ne, ev cara pêşîye ku dewleta tirk di pêşengiya AKP-ê da qala dayina hin mafan dike, heger ne derew be hukûmetê ji bo çareserkirina mesela kurd ”pakêta kurd” amede kiriye û di rojên pêş da peyder pey ewê têxin praktîkê.
Li gor beyana Cemîl Çîçek ya îro, Erdogan, di gera xwe ya Wanê û Agiriyê da gavên ku ewê bavêjin, tiştên ku ewê bidin kurdan ewê eşkere bike.
Wisa xuyaye ku îcar mesele bi rastî jî cidî ye, bi rastî jî dewletê hin ”tiştan” bide kurdan.
Lê ev ”tişt” çi ne, di pakêta dewletê da çi heye hîn ne diyar e, ev yek di demeke nêzîk da ewê diyar bibe.
Yanî mizgîna min li te, li Kurdistana bakur jî kurd nêzî azadiya xwe dibin, xebat û têkoşîna miletê kurd bi avê da neçû, hêdî hêdî fêkiyên xwe dide.
Tirk nerm dibin, tên rê.
Ez ji te ra bibêjim, Xwedê kir ku çeteya Ergenekonê derket ortê û ew û AKP bi hev ketin. Heger Ergenekoncî, dewleta kûr û kemalîst weke berê xurt bûna, ne mimkûn bû ku hukûmetê biwêrîbûya qala ”pakêta çareseriya mesela kurd” bikira.
Ji ber ku çete û dewleta kûr zeîf in, birîndar in loma îro ev atmosfer peyda bûye û hukûmet dike hin mafan bide kurdan.
Ya xerab mixalefet(CHP û MHP)bi xurtî li dijî her babet çareserkirina mesela kurd e, dibêjin naskirina kurdan û dayina hin mafan ewê rê li ber veqetandinê veke.
Hemû problem û tirsa tirkan ev e, dibêjin heger em îro hebûna kurdan nas bikin û hin mafan bidin wan, ev yek ewê here bigihîje Kurdistaneke serbixwe.
Dewlet Bahçelî do wer gotibû.
Lê ew bitirsin netirsin ferq nake, bêguman kurd rojekê ewê Kurdistana serbixwe ava bikin, çawa ku çare li mirinê nabe, çara vê jî tuneye.
Bi dîtina min dema li Tirkiyê kurd hin mafan bidest xin, ev yek ewê tesîrê li Îran û Sûriyê jî bike, di rojên pêş da ewê jî mecbûrî avêtina hin gavan bibin.
Ji ber ku mesela kurd bi hev ve girêdayî ye, pêşketina li beşekî tavilê tesîrê li beşên din jî dike, têkçûn jî eynî tesîrê dike.
Heger ne hebûna Kurdistana Federe bûya bêguman ne mimkûn bû ku tirkan îro qala "pakêta kurd" bikira.
Têkçûna rejîma Saddam li Tirkiyê jî bû destpêka têkçûna rejîma kemalîst ya dîktator.
Loma jî di rojên pêş da kurdên Tirkiyê jî weke kurdên Îraqê ewê bibin xwedî maf û statuyeke siyasî.
Di gorra xwe da rehet razê, ji bo gelê te jî rojên xweş û azad nêz in...
Lê xwezî te jî ev roj bidîta...
*Mehmet Kaya

09 augusti 2009

Serê min hîn di teqûreqê da ye

Dibe ku hinek ji we meraq bike ku îro ez di çi halî da bûm?
Hema ji ez ji we ra vekirî bibêjim, halê min halê helewçiyan bû.
Yanî halê min ne tu hal bû.
Heger ez ji we ra kurt û kurmancî bibêjim, roja min piştî xurîniyê wiha dest pê kir:
Berî her tiştî, min kincên xwe yên kar, yên ku berê min di boyaxê gerandibûn li xwe kir.
Û dûra jî min alet û edawatên boyaxê, yanî firçe, ava şuştina firçê, kêra textpaqijkirinê, nêrdiwan û helbet boya xwe amade kir.
Vekirina qutya boyaxê hinekî serhişkî kir, lê axir bi xêra kerpetan min zora wê bir.
Û netîce saet li dora dehan(10.00)min dest bi karê xwe kir.
Heta êvarî bi zor min boyaxa enbara biçûk qedand.
Lê heta min qedand ez ji pî û bask da ketim, hal di min nema.
Ya mezin di dorê da ye.
Ji wê ra jî Xwedê mezin e.
Boyaxa îro min kir astar, yanî boyaxa binî bû.
Piştî ku zuha bû, ezê du carên din jî boyax bikim.
Ez merivekî pir tîtîz im, karê xwe hêdî dikim lê paqij dikim, ji karê suxre û meliqandinê hez nakim.
Loma jî gelkî pê da dikevim, serê xwe pê ra diêşînim.
Di her tiştî da wisa me.
Naxwazim xumamî were ser karê min, kes tê da kêmasî û qusûrê bibîne.
Li ciyê kar gelek xanimên swêdî ji ber vî exlaqê min ji min ra dibêjin, tu merivekî ”perfektionist” î.
Di nivîsandin û siyasetê da jî wiha me.
Heta ji min bê hewil didim ku fikrên min û nivîsên min jî dibê ”bedew”, orjînal, bêkêmasî û balkêş bin.
Helbet ev nayê wê maneyê ku hertim bi ser dikvim, bêguman gelek caran jî tiştên pir vala û berdayî jî dibêjim û dinivîsim.
Lê çi be jî axir ez dersa xwe tim baş dixebitim û dema di îmtîhanê da mam jî li ber nakevim, pê naqeherim…
Sibe boyaxê nakim, dibê zuha bibe.
Belkî ya din bişom…
Hûn dizanin merivê karkir herkes ji hêz dike...
Piştî ku min karê xwe qedand, zend û bendên xwe şuşt û cixara xwe vêxist(belê ez cixarê dikşînim û nêta min ya berdanê jî tuneye)min hew dît ku qahweya min hat ber min.
Min bala xwe dayê xanim îro li hember min pir nerm û dilevîn bûye, bêyî ku ez devê xwe vekim serwîsa min tê ber nigê min...
Temiya min li we, heger ji we tê hûn jî li mal dest bi karekî bikin.
Wê demê hûnê bibînin ku xanim çi qedir û qîmetê dide, devê we yê ji hev here, hûnê herin dinya wî alî...
Ez bawer dikim di heqê kar û boyaxa îro da hewqas bes e.
Li gor ANF-ê nivîsîye, Partiya Civaka Demokratîk(DTP), di 4-ê cotmehê da ewê kongreya xwe ya îstîsnaî li Anqerê li Salona Selîm Sirri Tarcan ya Sporê çêke û ew 800 nûner(delege)beşdarî kongrê bibin.
Ez ji nuha da serkeftinê ji DTP-ê ra dixwazim û hêvî dikim ku kongre di derbarê têkoşîn û pêşeroja miletê kurd da biryarên girîng û dîrokî bigre.
Lê li alî din gazin û rexneyeke min jî li DTP-ê û hemû partiyên kurdan yên din heye.
Ez çêkirina kongreyê li Anqerê ji binda çewt dibînim.
Li gor baweriya min dibê hemû partî û rêxistinên kurdan him merkezên xwe bibin Diyarbekrê û him jî civîn û kongreyên xwe li wir çêkin.
Heger kurd dixwazin di pêşerojê da Diyarbekir bibe paytexta Kurdistanê û merkeza siyasetê dibê dev ji Anqerê û bajarên tirkan berdin û berê xwe bidin welat û bajarên xwe.
Bi hebûna partî, weqf, enstîtu, komele û rêxistinên din Diyarbekir ewê bibe bajar û nevendeke pir mezin û pir girîng, jiyana civakî, siyasî, edebî û kulturî ewê gelkî bi pêş keve.
Terora dewletê ewê kêm bibe, xofa pûlis ewê bişkê.
Û ya herî girîng jî siyasetmedar û ronakbîrên kurd jî hêdî hêdî ewê fêr bibin ku li welatê xwe bijîn, ji bajar û welatê xwe hez bikin.
Dema Diyarbekir bibe navendeka siyasî û kulturî, li gor wê tîcaret jî ewê bi pêş keve, bi vê ra heger serok û mezinên me bixwazin û tenezulî axaftina bi kurdî bikin, zimanê kurdî jî ewê geş bibe û bibe zimanê bazarê, siyaset û tîcaretê.
Lê helbet ji bo vê yekê dibê li ba siyasetmedar, serok û ronakbîrên me xîret û îstîkrar hebe…

08 augusti 2009

Ji bo ku hûn bizanibin ez di çi halî da me...

Yekî nizanibe ewê bibêje nuha kêf kêfa min e, ez ji sibê heta êvarî li hewşê di bin siya şemsiyê da rûdimin,weke xelk û alemê dikevim hêlkanê, rûpelên kitêban di ser hev ra diqulibînim û bi vî rengî tehtîleke tam li gor dilê xwe dijîm.
Heger hûn wisa fikirîne hûn şaş fikirîne, halê min ne tu hal e, heft xezî bi rojên kar.
Do piştî xurîniyê xanim carê bi dora xênî ra geriya û got, wele rûyê/berê xaniyê me gelkî qilêrî bûye(xaniyê me textt e), dibê em bişon.
Herçiqas min îtîraz kir û hinekî bir û anî jî lê pere nekir, got hutul batil dibê ev xanî were şuştin.
Ji mecbûrî min rabû berê xwe da Bauhausê, çû dermanê şuştinê kirî û ez ji efendimê xwe ra bibêjim dûra jî dest bi şuştinê kir.
Şuştina pêşî û paşiya xênî gelkî ne zahmet bû, ji ber ku zêde ne bilind bû. Ez hildikişiyam ser nêrdiwanê û destê min digihîşt her derê
Lê quzulqurta kêleka xênî gelkî bilind e, nêrdiwan mêrdiwana min têr nekir, dibê ya min îskeleyek girê bida ya jî nêrdiwaneke îtfaiyeyê bidest xista.
Welhasil, hat dera firça min gihîştê min firçe kir û dûra jî bi xortimê aveke baş bi tazîq pijiqandê.
Bawer bikin bû wek ku tu nuh boyax bikî.
Biriqî, şûle da…
Saet li dora çaran(16.00)min karê xwe qedand, bi lez hinek av li xwe kir û revî revî berê xwe da qahwexaneyê.
Ev du hefte bûn ku ez wê da neçûbûm. Ez çûm bîstekê rûniştim û ji xwe ra hinek sohbet kir.
Min di dilê xwe da got, ez ji karê giran xelas bûm, van herdu hefteyan êdî ezê ji xwe ra rehet bikim.
Lê vê kêf û xeyala min jî tenê heta vê sibehê dom kir.
Vê sibehê jî li dora herdu enbaran çû hat û got, Zinar, hey med est pê kiriye, ez dibêm ya baş ew e ku em van herdu enbarên xwe jî îro bişon û sibe jî boyax bikin.
Weke şuştina xênî, herçiqas min îtîraz kir, got nuha ne ecele ye, ez dûra bikim, min nexist serî.
Yê teslîm bû dîsa ez bûm.
Ji mecbûrî, lê îcar min ew jî da dû xwe û em dîsa çûn Baûhausê. Me 9 lîtir boyaxa xwe kirî, qutîkên xwe xist ereba xwe ya destan(erebeya meriv xwarinê dixê, çewt fêm nekin. Ne ehliyeta min heye û ne jî erebeya min)û berê xwe da malê.
Firçeyên min berê li mal hene.
Vê êvarê min enbareke şust û hinekî jî paqij kir.
Dibê heta sibe zuha bibe.
Sibe bi xêr ezê dest bi boyaxkirina yekê bikim.
Li gor xanima hoste ya Bauhausê ji min ra got, ji ber ku rengê nuha reş e, loma jî dibê ez berê astarekî û dûra jî du caran boyax bikim.
Yanî ewê bibe sê qat boyax.
De êdî hesab li ba we ye...
Kurd ji rengê sor gelkî hez dikin, lema ezê wan jî weke bûkekê sor bikim.
Jixwe rengê xênî jî sor e, sê sal berê min ew sor kiribû.
Bira yek rengê wan yek be.
Bi kurtî, sibe jî ez di hinge dinga boyaxa enbarê da me, yanî kolanên Stockholmê aheste aheste qoleçan nakim...
Xwezî rojekê weke xelkê tehtîleke rastîn, bê “kar” û bê “boyax” bibûya nesîbê min jî...

Serokê Ergenekonê serokê artêşê ye

Çapemeniya tirk do ji îfadeya Mîralay Levent Goktaşê girtiyê doza Ergenekonê hin beş weşand.
Mîralay(albay)Levent Goktaş, di îfadeya xwe da di derbarê belgeyên li ba wî hatine girtin da dibêje, ”emir dan, min jî hazir kir.”
Mîralay Levent Goktaş tiştekî venaşêre, pir eşkere dibêje, ”belgeyên bi dizî yên di Klasora numreya 51-ê da hemû bi agahiya serokerkan û bi emrê Qumandarê Hêzên Taybet hatine amadekirin.”
Di operasyona Ergenekonê da li mal û yazîxaneya Mîralayê teqawit Levent Goktaş, DVD-yeke bi numreya 51-ê hate girtin.
Di vê dîsketa DVD-ê da di çarçeweya amadekariyên darbeyeke leşkerî da ji serokkomar Gul bigre heta bi serokwezîr Erdogan, bi hezaran însan li gor koka wan ya netewî, fikrên wan yê siyasî û baweriyên dînî hatine fîşkirin.
Goktaş di îfadeya xwe da dibêje, zanîn û belgeyên di DVD-ya 51-ê da xebat û amadekariyên Hêzên Taybet in. Li ser emir û daxwaza serokerkaniyê wan ev xebat kiriye.
Goktaş di derbarê belgeyan da wiha dibêje:
”Li ser daxwaza serokerkaniyê, tîma ku min wezîfedar kir li herêma Mêrsîn, Edene û Stenbolê bi Tîmên Tevgera Psîkolojîk ya serokerkaniyê ra hatin ba hev û ev xebat hazir kirin.”
”Di netîceya xebata 2-3 mehan da hemû agahiyên ku me bi dest xist, wek lîsteyekê me xist dîsketeke reş û min teslîmî qumandarê bi navê N.B kir. Wî jî ev dîsket bir da serokerkaniyê.”
Ji destpêka 2008-an da ye ev û gelek belge û wesîqeyên din di destê dadgehan û hukûmetê da ne.
Dadgeh jî û hukûmet jî bi delîl û îspat dizanin ku hemû amadeyiyên darbeya leşkerî bi emir û talîmatên serokerkanên wê demê û genaralên artêşê hatine kirin.
Di vî warî da tu kêmasî û dudilî tuneye, hertişt li ber çava ye.
Herkes dizane ku Goktaş û hin zabitên weke wî, bi serê xwe, bêyî emir û destûra amîrên xwe nikanin serokkomar, serokwezîr û bi hezaran kesên din fîş bikin û di heqê wan da dosyeyan amade bikin.
Helbet ne Goktaş tenê, nuha gelekên din jî eynî agahî dane dadgehê, gotine heyran çima hûn me digrin, ji me ra gotin û me jî emir bicî anî.
Yanî di doza Eregenekonê da mesele ne kêmasiya delîl û belgeyan e, bi delîl û îspat, hertişt li ber destê dozger û hakiman e.
Lê dîsa jî nikanin hemû sûcdarên esasî, yên ku emir dane Goktaş û yên weke wî bigrin û ceza bikin.
Ji ber ku sûcdar ne yek e, ne dudune, bi hezaran, bi dehhezaran e, hemû serokerkan û general di nava vî îşî da ne.
Bi hezaran burokrat, akademîsyen, dîplomat, nivîskar, alim, siyasetmedar û tucar di nava vî karî da ne.
Ewê kê bigrin kê negrin?
Gava bixwazin hemû sûcdaran ceza bikin, wê demê berî hertiştî divê artêşê belav bikin.
Çimkî pir hindik hemû serokerkan û genaral sûcdar in, wan emir daye zabitên di bin xwe ra û karên bêqanûnî bi wan dane kirine.
Li gor qanûna bingehî û qnûnên din cezayên piraniya wan muebet e. Çimkî xwestine bi darê zorê hukum bigrin destê xwe.
Bûyera Ergenekonê ji bo Tirkiyê bûye weke çîroka Hezar û Yek Şevê, camêran civatê pê mijûl dikin.
Netîce ewê çend kesên herî bêxwedî û bêpişt bi hin cezayên sembolîk ceza bikin û ser meselê bigrin.
Bêguman ev netîce ne ku hukûmet naxwaze sûcdaran ceza bike loma ewê wiha bibe, na, ji ber ku çete û qatil hewqas pirin ku girtin û cezakirina hemûyan îro gelkî zor e, hukûmet newêre vê rîskoyê bigre.
Di nava dokumanên ku di buroya Goktaş da hatiye girtin da belgeyeke bi sernivîsa ”Koka Etnîkî ya Kesên ku Tirkiyê Îdare dikin” jî heye.
Yanî kî ji kîjan miletî ye?
Di vê belgeyê da li hember navê serokkomar Abdullah Gul, serokwezîr Erdogan, Bulent Arinç, Abdulkadîr Aksû, Huseyîn Çelîk, Dengîr Mîr Mehnmet Firat û gelek wezîr û parlamenterên din ”kurd”, ”ermenî”, ”ereb”, ”neqşîbendî” û hin notên din nivîsîne.
Ji bo ku roja hewce be yeko yeko îfadeya wan bigrin…
Û ne tenê di heqê siyasetmedaran da, dosyeke bi vî rengî di derbarê mensûbên dadgeha bilind da jî amade kirine.
Di vê dosyeyê da jî her şexs li gora koka wî ya etnîkî û dîtinên siyasî yanî çep e, kurd e, bawerî pê tê, bawerî pê nayê, elewî ye, fetulahçî ye, muhafazekar e, terîqetçî ye, demokrat e, dîncî ye, hemşerîcîparêz e, nûrcî ye tasnîf kirine.
Helbet mêrikan leşker jî ji bîr nekirine. Dosyeyek jî li ser mensûbên artêşê ji hazir kirine.
Di vê belgeyê da jî ji bo hin zabitan hin îfadeyên wiha bikar anîne, gotine:
”Malbat bêhuzûr e, tim li xanima xwe dixe.
Ji Bakurê Îraqê şeşderban tîne û difroşe.
Merivekî bêexlaq e, herşev diçe bar û payyonan, bi jinên fahîşe ra radibe û rûdine.
Kasetên pornoyê difroşe personel.
Alkolîk e, komunîzmê diparêze.
Bi peran hebên Vîagra temîn dike.
Bêşeref e, pir bi îhtîras e, menfeetparêz e.
Ataîst e.
Dijminê dîn e.
Merivekî pir tahlûkeye, gotin di dev da nasekine, pênc pere nake.”
Erê hukûmet newêre bi xurtî biçe ser hemû sûcdaran, erê dadgeh nikanin hemû sûcdaran ceza bikin lê li gel vê jî çeteyên kemalîzmê û artêşê darbeyeke pir mezin xwarine, zû bi zû nikanin werin ser hişê xwe.
Û tiştê rê ber mesela kurd vekiriye jî ev pêşketin û bûyer in. Heger leşkeran ji hukûmeta AKP-yê ev sîle nexwara îro me nikanîbû qala ”çareseriye mesela kurd” bikira…

06 augusti 2009

Sê roj tehtîl zû qediya

Sê roj tehtîl wek xewnekê derbas bû, fena ku di xew da ”xanimek” bi meriv bikene; meriv şiyar bibe û bala xwe bidê ku hertişt derew e…
Sê roj tehtîla min jî wisa bû, min hew dît ku ji bo paşdavegerê 2 saetên me mane.
Me bi zorê xwe gîhand keştiyê.
Ez matmayî mam…
Min qet fêm nekir roj çawa dikanin hewqasî kin bin?
Lê ev ne bes e xwendevanekî "bêmerhemet" sê roj jî ji min ra zêde dîtiye, bi ya wî bûya dibê min daxista du rojan...
Gava îro min komputera(data) xwe vekir û şiroveyên xwendevanan xwend, hinekî bîna min hat ber min.
Min nizanîbû ku hewqas dilxwaz û xêrxwazên min hene. Min di dilê xwe da digot, ez bi mehan jî li çol û çepelan bimînim, hezar û yek derd û bela were serê min jî kesê meraq neke.
Kesê nebêje hela ka çihat serê vî camêrî?
Lê diyar e weke gur, haya min ji ”hêza” min tuneye, bi xêra vê SEYEHETA SÊ ROJAN ya DÎROKÎ ez vê hêza xwe jî fêr bûm.
Min dît ku ez hewqasî jî ne bêkes û bê xwedî me…
Li Sêwêd, psîkolog û şêwirdarên malbatan ji jin û mêrên ku ketine gewriya hev û dikin hevûdu berdin ra dibêjin, ji bo ku hûn bi hev şîrîn bibin çendakî ji hev dûr kevin, cihê cihê hê herin tehtîlê.
Dûrketin, cihêbûn dikane we bi hevûdu şîrîntir bike…
Nuha min fêm kir ku ev pêşniyara psîkolog û şêwirdaran ji binda ne vala ye, para rastiyê tê heye.
Dibê dem dem vê taktîka "xweşîrînkirnê" ez jî bikar bînim...
Here were ez sê rojan ji Stockholmê dûr ketime, malneketê Eliyê Dêrikî gotiye,
“Xalo, de hadê me rojek, du roj fam kirin. Gelo ev çar roj ji ku derketin?”
Xwedê kir ku bi rastî jî ez çar rojan nemam, sê rojan tenê mam.
Xalo bi heyrana serî, le ez çar heftan nenivîsim hûnê çawa bikin?
Ewê çawa sebra we were?
Dema min xebata rêxistinî dikir, carnan bi henek min ji hevalan ra digot:
”Ez rojekê serî deynim nizanim hûnê çawa bikin?”
Û ”bi rastî” jî wisa bû, bêyî min tu havil nekirin.
Roja ku min ”destê xwe” ji ber wan kişand, bûn weke nokên tu li tahtê xî, heryek bi derekê da pengizî, hertişt qediya.
Henek li aliyekî lê şirove û lêpirsîna we ez gelkî dilşa kirim.
Mala we hemuyan ava.
Bi çend gotinan be jî ez qala tehtîla xwe ya ”dirêj” bikim.
Berî hertiştî hersê rojan jî hewa gelkî xweş bû, baran nebarî. Li Swêd hewa wiha xweş hertim bi destê meriv nakeve.
Ya din jî, li Gotlandê ev hefte, hefteyeke pir taybetî ye. Ji sala 1984-an û virda ye her sal di hefteya 32-an da li Gotlandê lê bi taybetî jî li Vîsbîyê bi navê ”hefteya serdema navîn” şahî û mehrîcan tên lidarxistin, bazarên serdema navîn tên vekirin, sinet û hunerên wê demê tên nîşan dan.
Însan, kincên serdema navîn li xwe dikin û li kuçe û kolanên bajêr digerin, sinetkariya wê demê nîşan didin, muzîka serdema navîn pêşkêş dikin û gelek tiştên din.
Herdera bajêr bûbû sahneyeke tiyatroyê û lîstikeke serdema navîn dihat nîşandan.
Meriv nizanîbû li çi mêze bike û li çi mêze neke.
Ji çêkirina pişt, kember, tevnê û xişir bigre, heta bi ya şûr û solên wê demê, hertişt çêdikirin û difrotin
Lê helbet gelek tişt û berhemên hazir jî anîbûn, meriv dikanîbû ji xwe ra bikirya.
Ji gelek welatên Ewrûpayê gurûbên çûr be cûr hatibûn Vîbîyê û herkesî tiştekî ji kultura xwe pêşkêş dikir.
Dema min û xanimê, me tişt û marîfetên xelkê didît devê mej i ber hev diçû û em pê diqeherîn jî.
Me radihîşt kîjan tiştî, yê difrot dizanîbû ew tişt, ew alet, ew xişir, ew kinc, ew sol, axir her çi bûya, dizanûbû kînga, li ku hatiye çêkirin.
Em çûn bexçeyê wan yê botanîk, li ber her kulîlk û baharatê li gel navê wê, welatê jê hatiye û kînga hatiye Swêd nivîsîbûn.
Li ber koka her darê, nav û umrê darê û dîsa welatê ku jê anîne nivîsî bûn.
Jinikekê pişt çêdikir, got ev babet çêkirin ji alî Tirkiyê hatiye, em j iwan fêr bûne.
Dema min herêma Tirkiyê jê pirsî, Kurdistan tarîf kir.
Me got em ji kurdsitanê ne. Xanimê got, ez jî vî şiklê çêkirinê dizanim.
Gelkî kêfa jinikê hat.
Welhasil xelkê tiştên xwe birisim, bi belge û wesîqe parastine û heta roja îro anîne.
Lê ne ew tenê, tiştê herî balkêş, hin hoste hene ku eynî tiştî, mesela eynî solê, eynî xişrî(aksesur), eynî techîzatî îro jî çêdikin.
Yanî bi derbasbûna demê ra ew ew xişir, ew kinc, ew girêdan, ew sinet, ew alet, ew muzîk ji binde namire, dema hewce be hin kes dikanin wan çêkin.
Ev gelkî girîng e.
Min ji bîr kir qala siaysetê bikib.
Min bîstek berê bala xwe dayê, piştî min dinya li bin guhê hev ketiye, serokên kurd û tirkan bi darê zorê silav li hev kirine û destên xwe dane hev.
Xwedê bi xêrê bigerîne, ez hêvî dikim ku carek din ewê hevûdu himêz û maç bikin.
Bi qasî min fêm kir li Kurdistana başûr kurdan hîn li hev nekiriye, hîn hevûdu dibin û tînin.
Wisa xuyaye gelşek, tiştekî ku li ser li hev nakin heye.
Çimkî zêdeyî 10 rojan di ser hilbijartinan ra buhurîye, lê hîn jî ne netîceyên resmî diyar in û ne jî kê çend parlamenter giertiye?
Ev yek meriv ditirsîne.
Ez hêvî dikim ku PDK û YNK li ser posta serokwezîriyê bi hev nekevin û bi vê yekê jî nebin sebebê kûrbûna nakokiya soran û kurmancan.
Înşelah herdu serî jî ewê menfatetên milî di ser menfaetên şexsî û partîtiyê ra bigrin

02 augusti 2009

Heta 3 rojan bi xatirê we...

Xwendevanên hêja, sibe bi berbanga sibê ra ez û xanim, em Stockholmê terk dikin û ji bo 3 roj bînvedanê diçin Vîsby.
Roja pêncşemiyê bixêr emê vegerin.
Loma jî heta roja pêncşemiyê ji min nivîs mivîsan nepên. Ezê 3 rojan bîna xwe bigrim û tûrikê xwe yê xem û xeyalan saxî bikim.
Hesreta dûriya ji malê, ji zarokan, ji nivîsandinê, ji xirecira tirk û kurdan, ji heval û hogiran biceribînim.
Yanî ezê sebir, tehamul û taqeta vî dilê rezîl çend rojan tecrûbe bikim...
Bêguman bi tunebûna min ra hûnê jî sê(3) rojan ji pite pit û gote gota min xelas bibin.
Xelek û alem gava dikevin tehtîlê bi heftan, bi mehan avê li ser xwe zelal dikin, lê yê min tiştên wer ji min nayê.
Ew hêz û taqet li ba min tuneye, ez nikanim zêde ji ber kulînê dûr kevim, pir pir Vîsby ye û ew jî here were 3 roj in.
Axir me got em jî navekî bi xwe xin, dema gotin li gotinê ket emê jî qala “seyaheta” xwe bikin.
Madî manewî, ez xwe ji sala bê, ji çûna welêt ra hazir dikim. Ji nuha da hiş û aqilê min li wir e, li Wêranşara xopan e.
Visby, bajarê ku emê herinê bajarekî girava Gotlandê ye.
Û Gotland jî giraveke Swêd e.
Dîroka avabûna Vîsby baş nayê zanîn, lê tê gotin ku ji sedsala 11-an û vir da bajarekî şên e.
Çendakî berê bi riya karê xwe cara pêşî min Vîsby dît û min pir ji xweza û ji mîmariya bajêr hez kir.
Loma jî min got, dibê ez çend rojan li vî bajarê kevnare, li van kuçe û kolanên teng yên 1000 salî bigerim.
Ji bo sê rojan be jî, ezê ji taswasa nivîsê, ji hingedinga çêkirina xwarinê, ji tirsa karên li bende min, ji fikrê tesnîfkirina kitêbên li bin guhên hev ketine, ji leqeleqa tirkan ya vala û ji gelek derd û kulên din xelas bibim.
Ewê gelkî xweş be, dema meriv sibehê ji xew ra be tu kar, tu tişt ne li bendî meriv be.
Karê meriv tenê ger, dîtina derên nuh û tiralî be.
Dema meriv li gor zîla saetê ji nava nivînan nepengize, li gor kêfa dilê xwe ji xwe ji xew rabe, gelkî xweş e.
Ew jî babetekî azadiyê ye, meriv xwe fena beytikekê azad û sivik his dike…
Sê rojan ezê jî weke beytikekê serbets û azad bim, tenê têra dilê xwe bifikirm û xeyal bikim…

01 augusti 2009

Çîroka çivîkê û fîl

Piraniya çîrokên zarokan di esasê xwe da bi mecazî li hember zulmê û zaliman hatine gotin. Ji lawiran bêtir, qala têkoşîn û li berxwedana "biçûk" û bindestan ya li hember mezin û serdestan dikin.

Min got ez îşev jî qala têkoşîn û liberxwedana "çivîkê" ya li hember fîl bikim. Çimkî liberxwedana wê(çivîkê) gelkî dişibe ya miletê kurd ê qehereman, ku ev çindik û çend esrin li hembr çend fîlên herêmê bi mêranî şer dike.

Dibêjin carekê çivîkekê(çûkekê) hêlîna xwe li ser riya fîl ya avê çêkiribû.
Rojekê fîll dîsa wek hertim di ber hêlîna çûkê ra derbas dibû, ji bo ku here avê vexwe. Bala xwe dayê ku wa ye hêlînek tije hêk û çêlik li ser riya wî ye. Ji qestî çû pê li hêlînê kir, hêk û çêlikên tê da giş pelixand.

Û dû ra jî da rê û çû.

Dema çivîk hat, dît ku ne hêlîn heye, ne hêk û ne jî çêlikên wê.
Çûkê ji xwe ra got:

-Hebe tunebe eviya karê fîl e, miheqeq wî ev xerabî bi min kiriye. Bêyî fîl kes vê zulmê û vê çavsoriyê li min nake.

Çûkê firek da xwe û çû li ser serê fîl venişt. Ji fîl ra got:

-Birayê fîl, ma te çima ev zilma li min kir? Te hemû hêkên min pelixandine û çêlikên min jî kuştine.. Heta nuha bi qasî serê derziyê jî xerabiyeke min negihîştiye te. Te çima wiha kir? Ma qey çavê te min dibire? Qey te ez biçûk û reben dîtim lema te ev neheqiya han li min kir?

Fîl awirekî tûj da çûkê û bi pozbilindiyeke mezin jê ra got:

-Wê da ji ber çavê min biteqize û hesab ji min nepirse! Dilê min çawa bixwaze ez wer dikim. Hema ji destê te çi tê texsîr meke…

Dema fîl wiha got, çûkê êdî gotin zêde dirêj nekir, firek da xwe û bi hewa ket. Çû ba refê çûkan, giliyê xwe bi wan kir, serpêhatiya xwe ji serî heta dawî ji wan ra got. Û dû ra jî ji wan daxwaz kir ku ew alîkariya wê bikin. Çûkan gotin:

-Em bi dil û can dixwazin alîkariya te bikin, lêbelê tiştek ji destê me nayê. Em çûk in û ew jî fîl e. Ma em rebenên Xwedê dikanin çi bi fîl bikin?

Lê çûk li dijî vê dîtina wan derket, li ber wan geriya, di daxwaza xwe da israr kir.Got:

-Dema em xwe bidin ser hev em ji wî xurttir in. Ka em giş bibin yek û herin li ser serê wî venijin û bi nikilan bi ser û çavên wî kevin, heta ku wî kor dikin. Ew nikane tiştekî jî bi me bike.

Çûk hemû îqna bûn, gotin weleh tu rast dibêjî. Û dû ra jî giş bi hev ra firiyan, çûn li ser serê fîl danîn û ser û çavên wî dan ber nikilan. Nikil kirin, nikil kirin heta ku herdu çavên wî jî rijandin.

Piştî ku fîl ji herdu çavan jî bû, ma bê ronahî, bê xwarin û bê vexwarin. Ji ber êşa çavên xwe dikir hawar û orrîn. Tavilê mêş, kelmêş û mûriyan girtin ser birînên û wî. Dest pê kirin lê çêriyan.

Lêbelê çûkê dîsa dev ji fîl berneda, got eviya hîn jê ra hindik e.Firiya çû ser goleke tije beq. Ji beqan ra jî serpêhatiya xwe got. Beqan jî li çûkê guhdarî kirin û dû ra jî jê ra gotin:

-Hey çûka pepûk, ma em beqên reben dikanin çi bi fîl bikin? Ne qeweta me li fîl tê û ne jî ya te.

Çûkê ji beqan ra got:

-Na, qeweta me lê tê. Lêbelê dibê em alîkariya hev bikin, dema em hêza xwe bikin yek, emê kanibin zora wî bibin. Lema jî ez dixwazim ji we çend heb bi min ra bên, em herin ba korteke nêzî fîl. Hûnê di kortê da bikin qurre qurrr. Dema fîl dengê we bibihîze ewê bawer bike ku dengê we ji nav avê tê. Ji ber ku nuha gelkî tî bûye, lema jî ewê xwe li dengê we bigre û were di kortê werbe.

Beqan jî daxwaza çûkê qebûl kirin û çûn ketin kortê û tê da kirin qurre qurrr...

Fîl dema qurre qurrra beqan bihîst tîbûnê hîn bêtir zor dayê. Bi hawakî korane berê xwe da dengê beqan û çû. Dema gihîşt ser lêva kortê ku xortima xwe berde nav avê, avê vexwe, lêbelê hew dît ku, got gurp û di dereke kûr wer bû.

Kort gelekî kûr bû, lema jî fîl nikanîbû jê derketa. Çûkê firek da xwe, çû li ser serê wî danî, jê ra got:

-Hey fîlê çavsor, tu bi hêz û mezinayiya xwe pirr stûr bûbû, te tu kes di ser xwe ra nedidît. Û ji ber vê stûriya xwe jî te hêlîna min pelixand û hemû çêlikên min kuştin. Nuha tu dibînî, bi vê çivîkiya xwe min tu xist çi halî. Dibê tu baş bizanibî ku gava civîk jî xwe bidin ser hev dikanin zora fîlan jî bibin.

Deng ji fîl derneket. Ma di kortê da...