28 juli 2009

Pakêta dewletê nîhayet sibe vedibe

Wezîrê hunndur yê Tirkiyê Beşîr Atalay, piştî civîna sêqolî(ya di nabêna Emerîka, Îraq û Tirkiye da)beyanek da çapemeniyê û got, di derbarê ”pakêta mesela kurd”da sibe danê nîvro ewê civîneke çapemeniyê li dar xe û hin agahdariyan bide.
Ev demeke ”vebûna pakêtê” di devê her kesî da ye, ”pakêt” ha ”pakêt”, mijara hemû rojname û nivîskaran ev mesele ye.
Êdî çavê me li rê qerimî, bi xêr û xweşî ev “pakêt” vebûya û em jî ji vê meraqê xelas bibûna.
Hukûmet bi Ocalan ra ketiye pêşbaziyê, dixwaze berî ”pakêta wî”, ”pakêta xwe” veke û bi yekê jî ji îthama tesîra pakêta Ocalan xelas bibe.
Heger li ser ”rica dewletê” tarîx neyê guhertin, ”pakêta” Ocalan ya jî bi gotina wî ”xerîteya rê”, ewê di 15-ê tebaxê da were eşkerekirin.
Lê hin berdevkên dewletê rexne li vê tarîxê girtin, gotin hilbijartina vê tarîxê bêminetkirina dewletê ye û dibê rê li ber vê yekê were girtin.
Dewlet li dijî tarîxa ”15-ê tebaxê” ye, ji ber ku di roja 15-ê tebaxa 1984-an da PKK-ê girt ser bajarên Erûh(Dihê) û Şemdînanê û şerê çekdarî da destpêkirin.
Loma jî PKK, hersal roja 15-ê tebaxê weke roja serhildanê pîroz dike.
Bi îhtîmaleke mezin Ocalan ewê berî 15-ê tebaxê pakêta xwe veke. Ez hêvî dikim ku texmîna min şaş be û Ocalan tam di 15-ê tebaxê da "xerîta xwe ya rê" eşkere bike.
Weke me got, loma jî dewlet dixwaze berî Ocalan, bi lez û bez sibe ”pakêta” xwe ya mûcîzewî veke û hemû maf û azadiyên kurdan yên ji serê salan va ye hatine xespkirin li wan vegerîne û vê meselê jî bi vî rengî hel bike.
Li gor çavkaniyên hukûmetê dibê ev ”pakêt” nuha were vekirin, ku nuha neyê vekirin, sibe dikane derebg be.
Wisa xuya ye ku bi rastî jî dewletê sibe "pakêtekê" veke, lê êdî ji vê pakêtê "çi" derkeve ew tiştekî din e.
Helbet kurd ji dewletê çi bigrin li karê ne, ne li zirarê ne, loma jî dewlet çi pakêtê vedikde bira veke, dibê kurd ne li dij bin , lê bi "pakêtên xapandinê", bi "şekirê qulpik" jî neyên serî, neyên xapandin.
Zirara me di vekirina "pakêtan" da tuneye, di tunebûna "pakêtan" da heye.
Jixwe tirk wiha ne, tu carî bi rehetî û weke camêran mafê xelkê li ser hev nedane û nadin û ewê îcar jî wiha bikin.
Loma jî ez bawer nakim ku di "pakêta" sibe da jî tu tiştekî cidî hebe. Lê li gel vê jî baş e, ew mecbûr in gelek "pakêtin din vekin, gelek "açilimên" bikin.
Hin kes hene deynê xwe tu carî li ser hev nadin, piç bi piç didin, dirêj dikin, serî li xwe digerînin, hezar û yek derewê li meriv dikin ji bo ku deynê xwe li ser hev nedin.
Lê netîce naguhere, dawiya dawî rojek tê mecbûr dibin hemû deynê xwe bidin.
Tirk jî wiha dikin, weke kesên tima û çikûs serî li xwe digerînin, naxwazin mafên me li ser hev bidin, meselê dirêj dikin.
Çawa ku deyndar dev ji deynê xwe bernada, em kurd jî dev ji mafên xwe bernadin, serîlêgerandin tirkan xelas nake...

4 kommentarer:

  1. Xalo,
    Wekî ku te jî aniye zimên, chi dibe bila bibe, divê kurd li dijî vê yekê dernekevin. Chi hatiye standin, ew li kar e. Lê divêt kurd xwe bi tiliyekî hingivîn u tahl xwe nedin xapandin. Ji ber vê jî ecîliyeta van herdu xalên bingehîn heye:
    1) Mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî ya di qanuna esasî da,
    2) Naskirina nasnameya mîllî ya di qanuna esasî da.

    Bêguman di nav van herdu xalan da "perwerdehiya zimên" li ser her tistî ye.

    Divê kurd ji dewletê tenê mafên mîllî daxwaz bikin, ne yên shexsî (wekî azadiya Öcalan u hwd.). Mafên shexsî bi yên mîllî va girêdayî ne.

    Wekî din wey navên gundan, serbestiya peyîvîna bi kurdî, tabeleyên bi kurdî, li hepsan serbestiya kurdî, destura weshanên kurdî u hwd. mesela tunebuna kurdan chareser nake. Heger ew du xal werin qebulkirin, êdî ti tishtekî din nikare li pêsh milletê kurd bibe kosp u serêshiyan chêbike.

    Lê dewlet ê xwe giran bigire u heta ku jê bihê, bi kurdan ra bilîze. Divê kurd nekevin nav dafika tirkan u bi daxwazên konkret: "zimanê resmî kurdî" u "nasnameya mîllî ya kurdan" ji dewleta tirkan bigirin.

    Silav
    Tîrê Qersê

    SvaraRadera
  2. Aha ji me ra pakêta chareseriyê: "Metod"!
    Diyar e ku tirk dê hîn bi salan bi kurdan ra bilîzin u dawiyê jî zimanê kurdî bikin nav gora Mistoyê dolheram, daku bila qetîlê qetîlan bi rehetî rakeve.
    silav u rêz
    Lawkê Cholemêrgê

    SvaraRadera
  3. Jibo kurdan shoresha herî mezin ji tirkan girtina azadiya "zimanê kurdî" u "nasnameya mîllî" ye u wesselam!

    Qijikê Dêrsimê

    SvaraRadera
  4. Weleh kurd ji tirkan çi bigrin "şoreş" e û dibê meriv biçûk nebîne.
    Bi ya min dema yek deynê meriv li ser hev nede û bixwaze bi "texsîdan" bide dibê meriv qebûl bike,ji ber ku bi texsîdan yanî hindikk hindik girtin ji negirtinê çêtir e.
    Ya girîng ew e ku tirk "deyndariya" xwe qebûl bikin û bixwazin "deynê xwe" li texsîdan girê bidin...

    SvaraRadera

PARVE BIKE