07 juli 2009

Miletê ku dost û dijminê xwe ji hev nagerîne

Malpera Rizgarî xwe dispêre nûçeyeke rojnameya Tarafê û dibêje, li gor anketeke li paytexta Kurdistanê li Hewlêrê hatiye çêkirin, hemwelatiyên Kurdistanê di sektorên xwarin-vexwarin, mobîlya û cilûbergan de baweriya xwe herî zêde bi mal û berhemên tirk tînin.
Yanî malên tirkan li ba kurdên me yên başûr pir bi qîmet in û heta tu bibêjî baweriya xwe pê tînin.
De were memre, were meteqe?
Dîsa li gorî eynî anketê, biyaniyê ku li Kurdistanê herî bêtir jê tê hezkirin jî Îbrahîm Tatlisesê e.
Ev jî netîceyeke tam layiqî miletê kurd e...

Ji ber ku tenê kurd dikanin ji kesên ne layiq û ji dijminê xwe hez bikin.
Li gor nûçeyê, di meha borî da şîrketeke bi navê MERC(Midle East Reserach & Consultancy) li Hewlêrê li ser îmaja 5 sektoran ya di nava xelkê da lêkolînek çêkiriye.
Anket, li ser 33 berheman hatiye çêkirin. Tirkiye, di 7 marqe û berheman da bûye yekemîn.
Di beşê piskiwît û çokulkatayan da marqa Ulker, di sarîncokan(dolabên bûzê)da Arçelîk, di maqarna û rûn da marqeya Zer, di mobîlyan da Merînos û di ava firingiyan da jî Tuncsan bûne nav û marqeyên ku herî bêtir tên tercîhkiirn û ecibandin.
Dema min xeber xwend ez şaş nemam, heger eksê wê bûya, yanî heger kurdan bawerî bi malê tirkan neaniya ewê ne normal bûya û ezê matmayî bimama.
Ji ber ku ez dizanim liv ê cîhanê tenê kurd weke mile tji dijmin û celadên xwe nefret nakin, naqeherin.
Bira ”nefret” û qahra” ji neyarê xwe li wir bimîne, di ser da kêfa wan jê rat ê, jê hez dikin, li gor ferdên miletên din, ferdên van miletan(tirk, ereb, faris)bêtir nêzî xwe dibînin.
Dema kurdek li dikanekê bixwaze di nabêna malê yûnan û tirk da tercîhê bike, ewê malê tirk bikire lê yê yûnan nakire.
Ev tercîh ne tercîha kalîteyê ye, tercîha miletekî, hezkirin û nehezkirina ji miletekî ye.
Sebebê hezkirina kurdên başûr ji malê tirk ne ew e ku malê tirk li gor yên welatên din hîn baştir e, hîn bi qalîtetir ya jî hîn erzantir e.
Ew, ji piskiwît, çokulata, makarna, mobîlye û sarîncokan bêtir, Tirkiyê û miletê tirk hildibijêrin, ew heyranê Tirkiyê ne.
Ew malên tirk yên ku kurd baweriya xwe pir pê tînin, li Ewrûpayê malên herî bêqalîte ne.
Li Ewrûpayê kes zeyt, rûn, zeytûn, hingiv û pikiwîtê tirkan nakire. Tirk, zeyta xwe didin îtaliyan, îtalî marqa xwe lêdixin û difroşin.
Ji ber ku kes zeyta tirkan nakire, herkes dizane ku hîleyek têda heye.
Û ev hîle û sextekariya tirkan heta nuha li Kurdistanê jî gelek caran derketiye ortê û bi tonan malên wan hatiye rijandin.
Esas malê tirkan bi qalîte be jî, hema ji ber ku vê zulmê û neheqiyê li me dikin dibê meriv ”Ulkera” wan tercîh neke.
Lê kurd dikin, ji ber ku kurdên başûr bi çavê ”dijmin” li tirkan nanêrin, belkî ereb ”pîs” bin, lê tirk baş in.
Li gel ku ew dizanin li vê cîhanê bi qasî ku tirk ji kurdan nefret dikin ji tu miletekî din nefret nakin, heger ji destê dewlet û miletê tirk were ewê îro hemû kurdan qir bikin, ji ruyê cîhanê rakin.
Lê "em" dîsa jî ji wan û ji malên wan hez dikin...
Em werin ser Îbrahîm Tatlisesê ku xwe tirk dihesibîne.
Tatlises, merivekî wiha ye ku mêrik bê fedî û bê heya eslê xwe înkar dike, dibêje ”ez tirk lawê tirk im!”
Herkes dizane ku ew ne tirk e.
Li gor ew dibêje, bavê wî ”ereb” û diya wî kurd e.

Belkî jî ji bo ku hinekî din jî xwe ji kurdan dûr bixe loma bavê xwe dike ereb. Ji ber ku hertişt ji Îbo tê.
Lê axir ew xwe tirk dihesibîne.

Tirs û pere li kê be Tatlises ji wan e, dînê wî jî îmana wî jî tirs û pere ye.
Û îro zor jî û pere jî li ba tirkan e, loma jî ji tirsa ruhê xwe dema hewce be amogîtiya tirkên nîjadperest dike.
Carê ew eslê xwe înkar dike û loma jî meriv dikane jê ra bibêje ew merivekî ”heramzade”ye.Li vê dinyayê meriv ji kê jî hez bike jî, weke kurd divê meriv ji yekî weke Tatlises hez neke.
Ji ber ku ji tirsê û ji bo mefaetê eslê xwe înkar dike, ji ber ku ne tu meriv e, loma jî ne layiqî hezkirinê ye…
Bi sedan, bi hezaran dengbêjên kurd yên ku hertiştên xwe dane têkoşîn û liberxwedana miletê kurd hene, kurd j iwan hez nakin.
Li Tirkiyê û li cîhanê bi sedan hunermend û dengbêjên hêja û dostên miletê kurd hene, kurd ji wan jî hez nakin, lê ji Tatlisesê ku bêyî pûlperestiyê ne tu tiştek e hez dikin.
Çima wiha dibe?
Çima kurd weke milet dost û dijminên xwe ji hev nagerînin?
Sebeb zeîfî û tunebûna hest û şuûra netewî ye.
Jixwe sebebê bindestiya me jî ev yek…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE