20 juli 2009

Madem ku "havîn" e...

Di nivîsa xwe ya du roj berê da(Gazinên ji betaliyê)min ji bêdengî û xemsariya xwendevanên xwe gazin kiribû û xwestibû ku ew jî hinekî dest bibin xwe û min ji rexne û şiroveyên xwe bêpar nehêlin.
Çimkî kar û xebata bi hev ra xweştir e.
Çend xwendevanên min yên giranbiha û qedirşînas li ser van gazinên min yên ”ji betaliyê” bersîv dane min û gotine:
”Xalo, havin e loma” ew nivîsan şirove nakin.
Lawkê Colemêrgê jî gotina yê din di cîda tesdîq kiriye û wî jî gotiye:
”Rast e xalo, havîn e havîn!”Ê tu dibêjî qey li ba wan havîn e, li ba min zivistan e, berf çongekê li erdê ye, li der pûk û bahoz e, çûk li hewa diqefilin, kes nikane serê xwe ji hundur derxe der û ji ber ku ez di hundur da hefs bûme loma jî ji betalî dinivîsim.
Heyran ne li ba we tenê, li vir, li Stockholmê jî havîne…
Yanî dema bû havîn ma emê karekî nekin?
Wê demê emê bibin weke YSE-ya Tirkiyê.
YSE-yê(dezgeha rê û elektirîkê),mehên zivistanê rê asfalt nedikr, digot zivistanê asfalt nayê rijandin, dibê havîn were…
Rê, çongekê jî kêrt kûrtî bibûya dest nedidanê, li bende havînê diman, dema havîn dihat dest bi karê xwe dikirin.
Sala ez hatim Swêd, zivistanê berf çongekê li erdê bû, serma nizanim çend derece di bin sifirê ra bû, rojekê min bala xwe dayê ku kolana ber komeleya me asfalt dikin.
Dema asfalt rodikirin kelxûdan ji erdê bilind dibû, çavan çav nedidît…
Min meraq kir, ez çûm ba wan, min got:
-Ma meriv dikane zivastanê asfalt bike?
Karkirê min jê pirsî, bi matmayiyeke mezin bala xwe da min û got:
-Çima meriv nikane?
Min got, li ba me zivistanê nakin, li bende havînê dimînin. Dibêjin zivistanê asfalt nabe.
Mêrik keniya, got.
-Li ba me 11 meh zivistan û mehek havîn e, wê demê dibê em karekî nekin…
Yê min û xwendevanên min jî bûye ev mesele, dibêjin ”Xalo, havîn e, havîn!”
Heyran ez jî dizanim havîn e...
Ma havînê dijmin radiwest e?
Ma havînê kurd azad in?
Xelk dibêje havîn e û dikevin tehtîlê xelkê heq kiriye, xelk xwedî al, xwedî welat û xwedî dewlet in, yanî mirovên xelkê kar û wacibên xwe yên dinyewî anîne cî û loma jî heqê wan heye bibêjin havîn e û îsrehet bikin.
Le me kurdan çi heye, çi biriye serî û çi kiriye ku em jî weke xelk û alemê bibêjin havîn e û têkevin tehtîlê?
Havîn, zivistan, sal donzde meh halê kurdan eynî ye, tim bindest û perîşan in, halê wan hergav halê hewlaçiyan e.
Û dijmin jî qet ferqiyetê naxîne nabêna ”havîn” û zivistanê, tiştê zivistanê tîne serê kurdan havînê zêdetir dike.
Yanî mêrikan havîn zivistan, şev û roj weke mûriyan dixebitin, bi şev û roj raketin li wan tuneye. Lê ”yên min” dibêjin, ”Xalo, havîn e, havîn !”Weyla we di hestiyê bavê dijminên ”Xalo” gao!
Ê tişt nabe, hindik ma, ezê nuha ”havînê” nîşanî we bidim…
Ma bi nivîsên xwe qey ez dikim ”qûna xuloxawarî” ya vê cîhanê rast bikim, ya jî kurdan ji bindestiyê rizgar bikim,?
Na, bela sûc û bela sebeb ez her roj xwe dixim rewşa Eloyê Xemxur û xwe diwestînim.
Madem ”havîn e”, wê demê bira ji min ra jî havîn be…
Ma qey ji we ra adet e, ji min ra qebhet e?!
Madem wihaye, piştî vê heftê ezê jî bibêjim havîn e, havîn û ji xwe ra li malika xwe rûnim û hinekî westa xwe bigrim...

2 kommentarer:

  1. Gellek silaf û rêz li xalê Zinar!
    Ew tiştê ku te nivîsandî hemu di cîhdan e. însanê ku bê menfeat a xwe, ji boy faydeya gel xebatek bike Xweda alîkarî a wî dike. û pir tiştê ku qewimîne li nezanî tên dilê wî. Ewjî wusa xuya dıke ku îlhama Rebbê alemê e. Raste xalo komputura min xerab bu. ji bo wê pir nikanin binîvîsim. Lê belê bi derengî be jî, ez dîsa te teqîb dikim.Aman xalo tijî nebê havîne havîn.
    Bimînin di xwer û xweşyê de.
    xwarzîyê teyê REHAWÎ.

    SvaraRadera
  2. Xalocan,
    Wellehî tu hêrs ketiye. Chê nabe ku tu jî bikevî tatîlê wekî xwîneran. Bi rastî jî chê nabe xalo.
    Wekî din jî li Kurdistanê li her derê mirov nikare bikeve înternetê. Gava ez terim gundê me, ji ber ku tenê havînê chend kes u mal têne gund, îmkana komputirê chênabe. Bi dîtina min divê merî di salekê da ji bo shexsê xwe jî hinekî wext veqetîne. Ev pêwîstiyeke pir zarurî ye jî. Gava mirov bi tena serê xwe dimîne yan jî hin tishtên din chêdike, bêtir bi zanîn tevdigere, bashtir li ser pirsgirêkan mujil dibe. Bi chavekî din li cîhanê dinêre.
    Bi xwedê ez bi xwe ji vê siyaseta kurdên sextekar heta qirika xwe têr bume. Êdî jibo wan pelekê ji erdê ranakim. Peyvekê jî berhewa bernadim.
    Ji destên xalê xwe pach dikim!

    Biraziyê te
    Tîrê Qersê

    SvaraRadera

PARVE BIKE