14 juli 2009

Ma sûcê mirîşkê çi ye?

Ji zûdaye we pêkenîn nexwendine. Bi îhtîmaleke mezin nuha we bîriya wan kiriye.
Axir carnan ken jî lazim e, hertim siyaset û mijarên "cidî" nabe.

Leşkerî û ajnêberîXortekî kurd ji mecbûrî dikira biçûya leşkeriya tirkan. Lê dixwest tenê bibe deryavan, sinifeke din qebûl nedikir.
Di dema muayenê da ev daxwaza xwe pir vekirî û bi israr ji serokê şûba leşkerî ra got. Got heger ez nebim deryavan, ez naxwazim herim leşkeriyê.
Serokê şûbeya leşkeriyê jê ra got:
-Kuro tu merivekî çiyayî ye, ma tu bi ajnê dizanî?
Yê Kurd got:
-Çi îşê te bi ajnêberiya min heye, ma qey keştiyên we tune ne?

Kurê heywanekî…Di îşkencexana hefsa Diyarbekirê da zabitekî tirk li girtiyekî kurd dixist û di ber ra jî tim zirt dida xwe û digot:
-Ez şêr kurê şêra me, zû bipeyive, nexwe ezê te perçe-perçeyî bikim!
Yê kurd di bin çavan ra lê nêrî û ne napeyivî.
Bîstek derbas bû, îşkencekar bi hêrs dîsa pirsî, got:
-Zû bibêje, ez kî me û lawê kê me?
Girtiyê kurd got:
-Weleh tu heywan kurê heywanekî bû lê nuha navê wî heywanî nayê bîra min.

ZimanYekî Rihayî li Stenbolê aşxaneyek vekiribû û li ser deriyê wê jî bi herfên mezin,”li vê aşxaneyê meriv dikane bi her zimanî bipeyive” nivîsî bû.
Rojekê wezîrekî tirk piştî ku xwarina xwe xwar, bi meraqdarî ji xwediyê aşxanê pirsî, got:
-Li qusûra min nenêre lê min meraq kir, ma tu bi her zimanî dizanî?
Xwediyê aşxaneyê got:
-Na ne ez, lê mişteryên min dikanin bi her zimanî bipeyivin. Mesela li meclîsa we axaftina bi kurdî qedexe ye, lê li aşxaneya min serbest e.

Bira ne ehmaq bûyaHakim ji mutahîdê sextekar pirsî, got:
-Lawo, ev camêrê hanê dibêje ku ev çar car in ku ew ji te xênî dikire lê te heta nuha yek jî teslîmî wî nekiriye. Tu çi dibêjî ?
Mutahîd got:
-Hakim beg, ma ez çi bibêjim, bira hewqasî jî ne ehmaq bûya û çar caran nekiriya...

Sûcê mirîşkê çi ye?Jinikê ji mêrê xwe ra got:
-Tu zanî, sibe salvegera zewaca me ye, divê em bi hawakî pîroz bikin.
Mêrik got:
-Ê tu dibê em çi bikin?
Jinikê got:
-Emê mirîşka xwe şerjêkin, ban çend dost û hevalan kin û bi hev ra pîroz bikin.
Mêrik got:
-Xanim, em ji xwe ra zewicî ne, de îcar sûcê mirîşka reben çi ye?

Medya tirkYekî kurd ji dêlî pêşmalê, rojnameyeke tirkî li dor nava xwe digerîne û dikve himamê. Yên vê yekê dibînin matmayî dimînin, dibêjin ev çi mesele ye?
-Ew jî dibêje:
-Hûn dizanin medya tirk her tiştî mezin dike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE