22 juli 2009

Hilbijartinek dîrokî

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û serokatiya Herêma Kurdistanê di 25-ê tebaxê da çêdibin.
PDK û YNK, weke cephe bi navê ”Lîsteya Kurdistanî” dikevin hilbijrtinan û namzetê wan yê serokatiya Herêma Kurdistanê jî Mesûd Barzanî ye.
Heger surprîzeke pir mezin nebe, bi ferqeke pir mezin serkeftina Mesûd Barzanî tê texmîn kirin.

Lê li gel vê jî, di vê hilbijartinê PDK û YNK îcar ne bêraqib in, îcar du raqibên wan yên gelkî xurt hene, ”Lîsteya Xizmet û Reformê” û lîsteya ”Guherînê”.
Di vê hilbijartinê da serkeftina Mesûd Barzanî ji bo îstîkrara di siyaseta kurdan da gelkî girîng e. Di nabêna hukûmeta Kurdistanê û ya merkezî da hîn dijayetiyên girîng hene, Mesûd Barzanî van probleman ji nêz ve nas dike. Loma jî qezenckirina wî ji bo kurdan baştir e.
Heta nuha di hilbijartinan da reqabet tim di nabêna PDK û YNK-ê da bû, lê di vê hilbijartinê hin aktorên nuh daketine qada siyasî û îktîdara wan ”tehdîd” dikin.
Di van salên dawî da îdîayên zêdebûna gendeliyê(rişwet, bertîl)û gelek bêrêtiyên din li hember PDK-ê û YNK-ê di nava gel da bûye sebebê nerazîbêneke berbiçav.
Di hilbijartinên borî da raqibêjin PDK-ê û YNK-ê tenê hêzên Îslamî bûn, lê rewş îcar gelkî cudatir e.
Di vê hilbijartinê da li gel hêzên Îslamî, grûba Guherînê (Gorran)ku di bin serokatiya Noşîrvan Mistefa da beşdarî hilbijartinan dibe, raqibekî YNk-ê û PDK yê gelkî cidî ye.
Noşîrvan Mistefa, piştî Talabanî di nava YNK-ê û heta dereceyekê li seranserê Kurdistanê jî merivekî pir bi nav û deng e û karîzmatîk e.
Bi taybetî jî di nava soranan da gelkî jê tê hezkirin.
Lîsteya Guherînê, di programa xwe da jî li dijî bêqanûniyê, torpîlê, bertîl û nelirêtiyên din gelek tiştên baş ku kêfa milet jê ra were dibêje.
Û ji ber vê yekê jî navê xwe kirine ”Guherîn.”
Bi qasî ku meriv ji çapemeniyê taqîb dike, grûba Guherînê di propaganda xwe da giraniyê bêtir dide ser ”reform” û ”şefafiyetê” û îktîdareke adil.
Li alî din, îdîa û şaiyeyên derbarê gendeliya di nava PDK-ê û YNK-ê û hukûmeta wan da jî gelkî bi kêrî mixalifên wan tê.
Bêyî lîsteya Guherînê, gurûbek din jî bi navê ”Lîsteya Xizmet û Reform”ê beşdarî hilbijartinan dibe û li gor texmînan ev gurûb jî ewê çend parlamenteran têxe meclîsê.
Lîsteya Xizmet û Reformê, tifaqa di nabêna hin gurûbên çep û çend baskên hêzên Îslamî da ye.
Wek tê zanîn, hêzên Îslamî ji berê da ye ku li Kurdistana Federe xurt in û hêzeke wan ya berbiçav heye.
Li alî din, PÇDK-ya ku nêzî PKK-ê ye dixwest ew jî bi lîsteyeke bi navê ”Hîwa” beşdarî hilbijartinan bibe, lê Dezgeya Hilbijartian ya Bilind ev destûr nedea lîsteya Hîwa.
Di Parlamentoya Kurdistanê da 111 kursî hene. Ji van kursuyan 100 yên kurdan e, 5 ji bo tirkmenan, 5 ji bo asûriyan û kursiyek jî ji bo ermeniyan hatiye veqetandin.
Li gor texmînan di vê hilbijartinê da YNK û PDK li gor hilbijartinên berê ewê di meclîsê da çend kursiyan wenda bikin.
Kursiyên wan ewê herin ji lîsteya Xizmet û Reformê û Guherînê ra.
Tiştekî din yê girîng posta serokwezîriyê ye. Wek tê zanîn, Nêçîrvan Barzanî ev sê sal in serokwezîrê hikûmeta herêmê Kurdistanê ya yekgirtî ye.
Li gor peymana di nabêna YNK-ê û PDK-ê da piştî hilbijartinan divê Nêçîrvan barzanî vê wezîfeyê dewrî Berham Salih bike.
Meriv hêvî dike ku di vî warî da PDK tu gelşan dernexe û posta serokwezîriyê li gor peymanê dewrî YNK-ê bike.
Heta nuha hilbijartin pir baş û di atmosferke demokratîk da derbas dibin, herkes fikir û baweriyên xwe dibêje û di çarçeweyeke medenî da hevûdu rexne jîdikin.
Derbasbûna propagandeya hilbijartinan bi vî rengî, bêteşxeleyên mezin ji bo kurdan serkeftineke pir meizn e û di warê navnetewî da prestîj û meşrûîyeta wan xurttir dike, rê li ber destdirêjî û fesadiyên dewletên cîran digre.
Û helbet li Kurdistanê ji bo pêşketina kultur û tradisyona demokrasiyê pêkhatina vê hilbijartinê gelkî girîng e.
Di van hilbijartinan da tifaqa di nabêna YNK-ê û PDK-ê da di vê qonaxa nazik da tiştekî baş e û di menfeeta kurdan da ye.
Lê li alî din, di warê siyasî da bêyî wan, hebûna hin aktorên nuh jî tiştekî pozîtîv e û dibê meriv ne li dij be.
Pirdengî û pirrengî ewê xizmetê ji pêşketin û bicîbûna kultura demokrasiyê ra bike, ewê siysetê ji tekela du hêzan derxe.
Hebûna mixalefetê ji bo PDK û Ynk-ê jî ewê roleke baş bilîze û tesîreke baş l iwan bike.
Heta nuha tu bûyereke ne xweş nehatiye meydanê, hêviya min ew e ku ji nuha û pê va jî wiha dom bike.

1 kommentar:

  1. Xalê Zinar,
    Bi gotina min be, heger ev PCDKya tasheron ji Bashur bi temamî were qewirandin, dê gelekî bash be. Gelo PKKê li Bakur temamê miletê kurd asîmîle nekir u ji kurdan bi zimanê tirkî tirkên herî ruresh u sextekar chênekir? Îcar chi karê PKKeya kemalîst u tirkîperest li Bashur heye?! Ma bo kemalîzmê u generalên nijadperest yên tirkan dixwaze wê derê jî bike tewla zimanê tirkan?!

    Eshkere dibêjim: Azadiya miletê kurd bi tunebuna PKKê va girêdayî ye. Pêwîstiya miletê kurd bi partiyeke kurdîperest u kurdistanperest heye. Lê kultura ku di nav PKKê da halîhazir heye, kopyeyeke kemalîzmê ya herî gemar e!

    Silav u rêz

    Tîrê Qersê

    SvaraRadera

PARVE BIKE