05 juli 2009

Çîroka beqan û paşayê wan

Gelî xwendevanên hêja, ez dixwazim îşev ji we ra xemîşokeke/çîrokeke zarokan bibêjim.
Ez bawer dikim hûnê gelkî jê hez bikin.
Ji ber ku gelşa xemîşok/çîrok dike mijara xwe derdê me kurdan yê îro ye.
Kerem bikin bi hestên zarokan û bi aqilê mezinan bixwînin.

Dibêjin rojekê hemû beq li hev civiyan û çûn ba Hezretî Silêman, padîşahê hemû teyr û tuyan û jê rica kirin ku ew padîşahekî bide ser serê wan, ji bo ku ji wan ra rêberî û serdariyê bike.

Hezretî Silêman rica wan qebûl kir û rabû maxeke(stûneke)bi qasî kutekê mezin avêt nav golê û dûra jî ji beqan ra got:

-Kerem kin, ji îro û pê ve serok û paşayê ev ew maxa (stûna, dar) hanê ye.

Kêfa beqan hat, hemûyan yeko yeko li pey hev xwe avêtin nav avê. Heta ji wan hat daketin binê golê û xwe baş veşartin.


Ji ber ku wan paşayê xwe yê nuh nas nedikirin û lema jî jê ditirsiyan. Piştî demekê ji nava beqan yekî herî ji nava xwe razî û cesûr, ji bo ku paşa û serdarê xwe ji nêz ve bibîne hêdîka aşnê kir û derket qeraxa golê.


Bi meraq û bi baldarî bîstekê bala xwe da serok û serdarê xwe yê nuh û dûra jî ji xwe ra got:
-Çi paşayekî feqîr û bêlibat e, qey raketî ye.

Max gelkî mezin û qalind bû, qet ji ciyê xwe nediliviya. Beqên din jî hêdî hêdî tirsa xwe revandin û yeko yeko derketin ser avê, ji bo ku ew jî hinekî li paşayê xwe temaşe bikin.


Hemûyan hêdî hêdî xwe nêz kirin û çûn cem. Dûra jî xwe holî ser kirin û ji wir jî xwe avêtin nava avê.


Êdî jê neditirsiyan.

Beqên biçûk ji nav avê xwe holî ser dikirin û ji wir jî dîsa xwe diavêtin nav avê. Û yên mezin jî xwe li ser dirêj dikirin û xwe didan ber rojê.

Max ji bo hemûyan bûbû lîstokek bêemsal. Geh diketin binî û geh jî diçûn ser.

Kêf kêfa wan bû...

Rojekê beqekî got:

-Bi baweriya min ev paşayê me ne paşayekî baş e. Min digot qey emê jî wek xelk û alemê bibin xwedî paşayekî rastîn û bi heybet.

Paşayekî ku bikanibe li me rabe, ji me ra mezinî û serdariyê bike.

Lê ew wer li ciyê xwe sekinîye, em çi dikin jî ew qet têkilî me nabe. Ne bi me da dixeyide, ne li me dixe û ne jî tiştekî dibêje.


Ma paşa û serok caran wiha dibin?


Paşa û serok dibê bi xof û bi heybet be, dibê emir û fermanan bide, dibê meriv jê bitirse.

Beqên din jî heq danê û gotin:

-Weleh tu rast dibêjî. Paşa dibê bi xişm û heybet be, dibê meriv jê bitirse! Paşayekî hewqas feqîr û bêdeng hema tunebe çêtir e...


Ji ber vê nerazîbûnê beq dîsa rojekê li hev civiyan û rabûn çûn ba Hezretî Silêman. Ji Hezretî Silêman ra gotin:

-Ya Sultanê hemû teyr û tuyan, em hatine ba te ricê, ji bo ku tu paşakî baştir bidî me. Yekî bira bi heybet be, kanibe yekcarnan li me rabe, emir bide me û me baş îdare bike.

Kêfa Hezretî Silêman wê rojê ne li cî bû, lema jî ji wan ra got:

-Beqên kêmaqil! Xuya ye ku we zulm heq kiriye. Îcar ezê zalimekî wer bidim ser serê we ku, dibê baş ji heqê we derkeve.

Û dûra jî Hezretî Silêman rabû legleg şand ser golê û wek serok û paşa da ser serê beqan.

Hemû beq tavilê bûn heyranê bejn û bala leglegê û tavilê li dorê civiyan. Rîsipî û mezinekî beqan xwe hazir kiribû ku li ser navê hemû beqan axaftineke xêrhatinê bike û dilşadiya xwe nîşan bide.


Lê berî ku ew dest bi axaftina xwe bike, legleg ket nav wan û bi wî niklê xwe yê dirêj di cî da çend heb ji wan xwar.

Beqan bala xwe danê ku ev paşa bi rastî jî ne wek paşayê berê ye, ew wan dixwe.
Ji tirs û hewla ruh, zû zûka xwe bera binê avê dan û li wir li hev kom bûn. Ji hev ra gotin:

-Ev çi bobelat bû me anî serê xwe? Qesta me ne paşakî wiha bû. Ew raste rast me dixwe.


Rabûn dîsa xwe dan ser hev û çûn ba Hezretî Silêman û xwestin ku ew paşakî din bide ser serê wan, yekî ku “bi xof û heybet be” lê wan nexwe.


Hezretî Silêman daxwaza wan qebûl nekir, ji wan ra got:

-We çi xwest min ew da we. Belkî ev ji we ra bibe ders ji bo ku careke din hûn çewtiyeke weha nekin.

Loma jî dibêjin ji wê rojê û vir da ye her cara ku beq leglegê dibînin ji tirsan diqutifin û zû zûka xwe davêjin ji nava avê da.


Beq, hîn jî li hêviyê ne ku rojekê paşayê wan were guhertin û ew jî wek gelek heywanên din li perê avan bê tirs û bê xof azad bijîn...

Ez bala xwe didimê tiştê hatiye serê beqan, hatiye serê me kurdan jî. Hela ka em binêrin “Homa” çawa dike...

1 kommentar:

  1. Mamosteyê hêja welle kusura min nenere min baş fehm nekr. Berê paşayê min kê bû ? Me çi kir ku Xwedê ji me re paşayekî xirab şand? Paşayê baş kîye ? Paşayê baş û bêlebat kî bû? Ji kerema xwe min agahdar bike.
    Ehmed

    SvaraRadera

PARVE BIKE