31 juli 2009

Dewleta tirk hêdî hêdî tê îmanê...

Di van rojên dawî da di derbarê mesela kurd da li Tirkiyê hin tiştên ecêb û balkêş dibin.
Bi qasî ku tê gotin di destê hukûmetê da ”pakêteke kurd” heye.
Lê hukûmet ne ”pakêtê” bi derbekê da vedike û ne jî navên ”şêrînayî” û ”êmîşên” tê da ji bîrûraya giştî ra eşkere dike.
Qey ji bo ku meraqê zêde bikin, ”pakêtê” pir hêdî û bi merasim vedikin, carê tiştekî nîşanî kurdan didin.
Tişt nabe, kurdan hewqas sal paye ewê hinekî din jî bipên, kurd miletekî bi tehamul û xwedî sebir in…
Weke destpêk û merasima vekirina vê ”pakêta bimbarek”, wezîrê karê hundur Beşîr Atalay, pêr di civîna çapemeniyê da tiştên baş û hêvîdar got.
Di nivîsa xwe ya 29-ê mehê da min qala gotinên Atalay kir û ew baş û pozîtîv nirxand.
Îro jî îcar dora emniyetê bû.
Serokê Aqedemiya Pûlis Zuhtu Arslan jî îro diyar kir ku sibe li Stenbolê li ser mesela kurd ewê bi navê ”Çareseriya mesela kurd: Berbî modela Tirkiyê ve” konferansekê çêkin.
Ji bo fêrbûna dîtin û pêşniyarên ku kanibin bibin alîkarê meselê, hin nivîskar, rojnamevan û akademîsyenên şarezayê gelşa kurd jî ewê beşdarî konferansê bibin û dîtinên xwe yên li ser vê meselê bibêjin.
Tê gotin ku pûlisê bi navê Lord John Alderd ê ku di dema guftugoyên di nabêna Îngilistanê û ÎRA-yê da roleke girîng lîstibû ewê jî beşdarî konferansê bibe û ji pûlisên tirk ra qala tecrûbeyên xwe bike.
Wekî din, navê rojnamevanên weke Cengîz Çandar û Oral Çalşlar jî di nava kesên beşdar da derbas dibin.
Pûlis û leşkerên tirk normal bi çavên ”terorîst” û dijmin li kurdan dinêrin, loma jî hemû civîn û konferansên wan tim li ser tunekirina kurdan bûne.
Ev cara pêşîye e ku pûlisên tirk civîn û konferanseke ne ji bo kuştin û tunekirina kurdan, lê ji minaqeşekirina meselê çêdike.
Diyar e ev ”nermbûna” Akademiya Pûlis jî beşekî ”pakêta” hukûmeta AKP-ê ye, di çarçeweya ”pakêta kurd” da ewê jî xwe diguherînin.
Bêguman ev sinyaleke baş e.
Çend roj berê(25/7-09)li Bêtşebabê du kurdên DTP-yî kuştî hatin dîtin. Herdu kes jî bi hovîtiyeke mezin hatibûn kuştin.
Piştî dîtina cenazeyan, du general û çend zabitên tirk çûn sersaxiya malbatên DTP-liyan û xemgîniyên xwe anîn zimên.
Ev jî cara pêşî bû ku general û zabitên tirk diçin şîna malbatên DTP-ê û ji bo dîtina qatilan ji wan alîkariyê dixwwazin.
Bêguman ev herdu bûyer jî girêdayî ”pakêta kurd” ya hukûmetê ne, wisa xuya ye ku dewlet îcar dixwaze xwe biguhere.
Tiştê ji beyan û axaftinên berpirsiyarên hukûmetê diyar dibe, hukûmetê û ”dewleta kûr” di mesela kurd da ji bo avêtina hin gavan li hev kirine.
Lê berî ku ”pakêta” xwe eşkere bikin, dixwazin şêl û reksiyona kurdan fêr bibin.
Loma jî vekirina ”pakêtê” taloq dikin û di çapemeniyê da didin minaqeşekirin, dîtin û rexneyên kurdên dervayî PKK-ê û DTP-ê fêr dibin.
Di vê nuxteyê da mesûliyet û barê herî giran dikve milê PKK-ê û DTP-ê, divê ew daxwazên xwe bi rengekî sîstematîzekirî pêşkêşî bîrûraya giştî ya tirk û kurd bikin.
Ne bi dizî tenê, eşkere jî dibê her kes bizanibe ku PKK û DTP ji bo miletê kurd çi dixwaze.
Dibê kurd îcar jî bi hin ”soz û ahdên devikî” nexapin û vê fersanda dîrokî ji dest xwe bernedin.
Kurdan baş ba li dewleta tirk ya zalim û zorba aniye û ew bi çongan ve xistiye erdê, dibê em fersendê nebîne rabe ser xwe…

29 juli 2009

Atalay qala tiştên baş kir

Weke dihat payin wezîrê hundur yê Tirkiyê Beşîr Atalay, îro di heqê ”pakêta kurd” da di civîneke çapemeniyê da hin agahiyên balkêş da.
Lê Atalay, ji naveroka pakêtê bêtir, li ser usûl û medota, rê û rêbaza ku hukûmetê daye ber xwe rawestiya.
Atalay got, ”naveroka pêkêtê” ewê ji alî serokwezîr Recep Tayip Erdogan ve were eşkerekirin.
Herçiqas Atalay, li ser navaroka ”pakêtê” tiştek negot, lê li gel vê jî bi ya min tiştên gotin gelkî cidî û gelkî jî girîng bûn.
Min bixwe hewqasî hêvî nedikir.
Atalay got, ”ev gelş dibê êdî were helkirin. Me ji bo vê, gavên jixwebawer, bi ezm û cesûr avêtin û emê dom bikin bavêjin.”
Di derbarê qonaxa xabatên hukûmetê yên di vî warî da jî Atalay got, ”xebatên hatine destpêkirin hîn negihîştine netîceyekê.”
Ji bo çareserkirina meselê di derbarê atfosmera mewecûd da jî Atalay, pir optîmîst peyivî û got:
“Ji bo qedandina mesela terorê û destpêkirina mutabaqata civakî ji serokkomar bigre heta bi serokwezîr, ji nivîskaran bigre heta bi hemwelatiyan, bi hemû derûdoran ra tiştên baş tên kirin.”
Atalay got, ji bo çareserkirina meselê, xebata wan bi rengekî berfireh berdewam e û wan ji hemû dezgehên eleqedar alîkarî xwestiye.
“Me ji hemû wezaretan û ji saziyên civakî dîtinên wan xwestiye. Me bi wan ra civîn çêkir, alîkarî xwest. Vana tên. Em li ser wan hemûyan radiwestin.”
Bêguman ev tiştên Beşîr Atalay dibêje gelkî cidî ne û vê carê bi rastî jî "hêviyekê" dide meriv.
Di axaftina Atalay da tiştekî din yê balkêş jî ew e ku, got, ew hemû xebat, axaftin û lêkolînên li ser vê mesela kurd hatine kirin jî digrin ber çavan û wan jî tetkîk dikin.
Heger bi rastî jî wisa be bêguman ev şêleke pir baş e, ji ber ku mesela kurd mesela miletekî ye, herçiqas hêzek, partiyek gelkî xurt be jî lê ev nayê wê maneyê ku dibê tenê dîtin û fikrên wan werin girtin, bi qasî yên wan, dibê dîtin û pêşniyarên hemû derûdorên siyasî û ronakbîran jî were girtin.
Atalay got, ew hewil didin ku herkesî beşdarî vê xebatê bikin û ji bo vê jî, “ ji hemû partiyan ewê alîkarî û piştgirî were xwestin. Hevdîtin ewê werin pêkanîn. Dezgehên siwîl di serî da, dîtinên rêxistinên meslekî û nivîskaran jî ewê were girtin.”
Vana soz û wadên pir cidî û pir baş in û ji bo çareseriyê jî hêviyekê dide meriv. Dema hukûmet di destpêkê da xwe ji hişkayî û bozbilindiyê kef bike, nebêje “em hertiştî ji herkesî baştir dizanin” û hewcedariya me bi aqil û pêşniyara kesî tuneye, tiştekî pir baş e.
Li ser şikil û metodê çareseriyê jî Atalay got:
“Nêta ma tuneye ku em metodên hin welatan li wealtê xwe bikar bînin, jixwe tiştekî wiah ne mimkûn e jî. Em hewil didin ku metodeke mexsûsî xwe, li gor welatê xwe, modela xwe bicî bînin. Piştî van xebatan, em dixebitin ku modeleke kanibe ji cîhanê ra jî bibe nimûne biafirînin.”
Maneya van gotinan ewe ku hukûmet û dewleta kûr îcar birastî dixwazin "hin gavên cidî" bavêjin.
Di derbarê medyayê da jî Atalay wiha got:
“Di pêşerojê da emê bi nûnrên medyayê ra jî hevdîtinan pêk bînin. Hemû tiştên hatine nivîsîn, mewzûyên hatine şirovekirin em taqîb dikin. Kitêb, meqale û lêkolînên li ser vê meselê heta nuha hatine kirin hemû di arşîwa me da ne û em hemûyan dinirxînin.”
Xwedê bike van tiştên Atalay dibêje hemû rast bin û bi rastî jî wisa bikin. Heger hekûmet metodeke wiha bimeşîne ji bo herdu seriyan jî ewê gelkî baş be û weke serokkomar Gul gotibû, bi rastî jî di rojên pêş da ewê tiştên baş biqewimin.
Lê di vir da bêguman tiştê herî girîng şêla Ocalan, PKK û em bibêjin heta dereceyekê ya DTP-ê ye, dibê ew xwediyê şêleke netewî bin û bazarê danexin dereka çend tawîzên biçûk yên xapandinê.
Perwerdeya bi zimanê kurdî, naskirina nasnameya kurd, qebûlkirina navê Kurdistanê, avabûna rêxistin û partiyên kurd û hin tiştên wiha daxwazên miletê kurd yên esasî ne.
Gelê kurd, ji bo azadî û serxwebûna xwe heta nuha bedelên pir mezin daye, loma jî dibê dibê ev ked bi avêda nere, erzan neyê heder kirin.
Dibê kurd vê firsenda dîrokî û ya dawî baş bikar bînin û erzan ji dest xwe bernedin, ev şansê dawî ye...

28 juli 2009

Pakêta dewletê nîhayet sibe vedibe

Wezîrê hunndur yê Tirkiyê Beşîr Atalay, piştî civîna sêqolî(ya di nabêna Emerîka, Îraq û Tirkiye da)beyanek da çapemeniyê û got, di derbarê ”pakêta mesela kurd”da sibe danê nîvro ewê civîneke çapemeniyê li dar xe û hin agahdariyan bide.
Ev demeke ”vebûna pakêtê” di devê her kesî da ye, ”pakêt” ha ”pakêt”, mijara hemû rojname û nivîskaran ev mesele ye.
Êdî çavê me li rê qerimî, bi xêr û xweşî ev “pakêt” vebûya û em jî ji vê meraqê xelas bibûna.
Hukûmet bi Ocalan ra ketiye pêşbaziyê, dixwaze berî ”pakêta wî”, ”pakêta xwe” veke û bi yekê jî ji îthama tesîra pakêta Ocalan xelas bibe.
Heger li ser ”rica dewletê” tarîx neyê guhertin, ”pakêta” Ocalan ya jî bi gotina wî ”xerîteya rê”, ewê di 15-ê tebaxê da were eşkerekirin.
Lê hin berdevkên dewletê rexne li vê tarîxê girtin, gotin hilbijartina vê tarîxê bêminetkirina dewletê ye û dibê rê li ber vê yekê were girtin.
Dewlet li dijî tarîxa ”15-ê tebaxê” ye, ji ber ku di roja 15-ê tebaxa 1984-an da PKK-ê girt ser bajarên Erûh(Dihê) û Şemdînanê û şerê çekdarî da destpêkirin.
Loma jî PKK, hersal roja 15-ê tebaxê weke roja serhildanê pîroz dike.
Bi îhtîmaleke mezin Ocalan ewê berî 15-ê tebaxê pakêta xwe veke. Ez hêvî dikim ku texmîna min şaş be û Ocalan tam di 15-ê tebaxê da "xerîta xwe ya rê" eşkere bike.
Weke me got, loma jî dewlet dixwaze berî Ocalan, bi lez û bez sibe ”pakêta” xwe ya mûcîzewî veke û hemû maf û azadiyên kurdan yên ji serê salan va ye hatine xespkirin li wan vegerîne û vê meselê jî bi vî rengî hel bike.
Li gor çavkaniyên hukûmetê dibê ev ”pakêt” nuha were vekirin, ku nuha neyê vekirin, sibe dikane derebg be.
Wisa xuya ye ku bi rastî jî dewletê sibe "pakêtekê" veke, lê êdî ji vê pakêtê "çi" derkeve ew tiştekî din e.
Helbet kurd ji dewletê çi bigrin li karê ne, ne li zirarê ne, loma jî dewlet çi pakêtê vedikde bira veke, dibê kurd ne li dij bin , lê bi "pakêtên xapandinê", bi "şekirê qulpik" jî neyên serî, neyên xapandin.
Zirara me di vekirina "pakêtan" da tuneye, di tunebûna "pakêtan" da heye.
Jixwe tirk wiha ne, tu carî bi rehetî û weke camêran mafê xelkê li ser hev nedane û nadin û ewê îcar jî wiha bikin.
Loma jî ez bawer nakim ku di "pakêta" sibe da jî tu tiştekî cidî hebe. Lê li gel vê jî baş e, ew mecbûr in gelek "pakêtin din vekin, gelek "açilimên" bikin.
Hin kes hene deynê xwe tu carî li ser hev nadin, piç bi piç didin, dirêj dikin, serî li xwe digerînin, hezar û yek derewê li meriv dikin ji bo ku deynê xwe li ser hev nedin.
Lê netîce naguhere, dawiya dawî rojek tê mecbûr dibin hemû deynê xwe bidin.
Tirk jî wiha dikin, weke kesên tima û çikûs serî li xwe digerînin, naxwazin mafên me li ser hev bidin, meselê dirêj dikin.
Çawa ku deyndar dev ji deynê xwe bernada, em kurd jî dev ji mafên xwe bernadin, serîlêgerandin tirkan xelas nake...

27 juli 2009

Weleh havîna min jî îro dest pê kir

Di nivîsa xwe ya do da bi hawakî sergirtî min gotibû ku “tehtîla” min îro dest pê dike.
Yanî weke her kesî ji min ra jî êdî “havîn” e, ji îro û pêva ez jî çar heftan naçim kar, êzê li mal bim.
Lê ev nayê wê maneyê ku ezê weke xelk û alemê dinyayê bidim bin nigê xwe û welat bi welat bigerim.
Ya jî li malê, li hewşa xwe ya weke zozanên Qerejdaxa xopan, weke ku meriv li dîharên Kêl û Mandelê be rûnim û ji xwe ra rehet bikim.
Xwedêgiravî îro roja pêşî bû, ez do bi şev jî derebg hetabûm mal û gelkî jî westiyayî bûm, loma jî min nêt hebû ku tu karî nekim.
Lê piştî xurîniyê, xanimê bala xwe da sinca dora hewşê(deviyên dora hewşê)û got, wele ev darên me jî bûne weke porrê dînan, bihata birrîn, têketana dûzanekê ewê gelkî baş bibûya.
Ji mecbûrî, piştî danê nîvro min hilda birrekê û dest bi birrînê kir. Ji bextê min ra bêxwediyan ji 2 mîtruyan bilindtir bûne û qama min jî tenê 1.68 cm-ye, loma jî ez pê ra nedigîham.
Ji mecbûrî min nêrdiwan(sêlim) bikar anî. Heta min qedand pişt ket ber min, hal di min nema.
Îşev jî waye qala şuştina dîwarê xênî(text e)û boyaxkirna herdu mexzenan(inbaran)dike…
Yanî nav ”tehtîl” e, lê di praktîkê da ji karê swêdiyan jî xerabtir e, ez dizanim ewê nehêle pişt li min rast bibe.
Vê heftê em li mal in û ez bawer dikim ezê bi van karên min qala wan kir mijûl bibim.
Îcar pir mimkûn e ku carnan zêde biwestim ya jî mîvan werin, ya jî em herin derekê, loma jî nenivîsim.
Axir dibê hûn jî qebûl bikin ku ji bo min jî ”havîn, hevaîn !”
Henek li alîkî, lê dibe ku hin rojan nabênê bidimê û bi vî rengî we jî rehet bihêlim.

Bi hilbijartinan kurd bêtir nêzî azadî û serxwebûnê bûn
Hilbijartinên li Kurdistanê bêyî şer û teşxele, bi hawakî serkeftî derbas bûn. Ev netîce ji bo gelê kurd û hemû hêzan serkeftineke mezin e.
Li gor çapemenî dinivîse di hilbijartinan da tu bûyer û îhlalên cidî çênebûne. Lê li gel vê jî lîsteya Gorran, Xizmetguzarî û Çaksaziyê li çend ciyan gilî kirine û gotine roja hilbijartinê li hin deveran tecawizên ciddî çêbûne.
Di derbarê gilî û îtîrazan da serokê Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan ya Îraqê Ferec Heyderî gotiye, li dor 90 gilî gihîştine destê wan û ewê li ser cidîbûna wan rawestin.
Dibê îro netîceyên hilbijartina bihata diyar kirin. Lê tê gotin ku ji ber temamnebûna tasnîfa dengan, ragîhandina netîceyên resmî ji bo sibe ya jî dusibe hatiye paşdaxisin.
Li gor netîceyên ne resmî Mesûd Barzanî ji %70-î dengan girtiye û ji bo cara duyem serokatiya xwe garantî kirye.
Lê netîceyên parlamentoyê hîn ne diyar e. Bes tê texmîn kirin ku lîsteye Gorran li herêma Silêmaniyê ji YNK-ê bêtir deng girtiye.
Hîn baş ne diyar e gelo lîsteya Kurdistanî ewê bi serê xwe kanibe hukûmetê çêke yan na.
Li gor çapemenî dinivîse herdu lîsteyên mixalefeta PDK-ê û YNK-ê ji texmînan zêdetir ray giritine.
Loma jî îhtîmal heye ku YNK û PDK, di meclîsê da piraniyê bidest nexin û nikanibin hukûmetê deynin.
Lê ev yek hîn baş ne diyar e, li gor beyana dezgeya hilbijartinan sibe ya jî dusibe ewê diyar bibe.
Herger lîsteya Gorran û Xizmetgozarî û Çaksazîyê weke tê texmînkirin îcar biser nekevin û PDK û YNK di meclîsê da piraniyê bi dest xin jî, demeke nuh dest pê kiriye, dawiya hegomaniya herdu partiyan êdî nêz dibe.
Xurtbûna mixalefetê him ji bo gel û him jî ji bo PDK-ê û YNK-ê ewê baş be. Hebûna mixalefeteke xurt ji bo xizmetguzariyeke hîn baştir, ji bo pêşketina demokrasiyê ewê roleke pozîtîv bilîze.
Li alî din, ewê PDK-ê û YNK-ê jî mecbûrî xweguherîn û xwenuhkirinê bike. Ya na, ewê bihelin û carake din rayên gel negrin.
Loma jî ez weke şexs hebûna mixalefeteke xurt pir baş dibînim û hêvî dikim ku gelek parlamenteran têxin meclîsê.

26 juli 2009

Ala Kurdistanê li asîmanên Nackayê xweş hêl dibû

Do min pê ra negîhand nivîsa xwe biqedînim, em mîvanê cîranê xwe yê kevn Mamoste bûn.
Di sala 2005-an da Mamoste ez kişandim ba xwe, got Zinar mala xwe bîne vir, qenekê bîna me ewê bi hev derkeve.
Min jî got rast e û rabû çû xaniyek li kêleka wî kirî û bûm cîranê wî. Çar salan em bi hevûdu xenê bûn.
Ji ber ku ew bi ehliyet û bi erebe bû û ez jî bêehliyet û bê erebe bûm, loma jî min erebe wî kêf kiribû, bi piranî em bi hev ra diçûn deran û loma jî erebeya min tim di bin min da bû.
Dost û heval jî fêr bûbûn, yeko yeko ban me nedikirin, bi piranî em bi hev ra diezimandin.
Yanî min û xanimê kêf kiribû...
Lê ji şans û siûda min ra çend meh berê rabû xaniyê xwe firot û mala xwe guhest semteke hîn "lukstir" û binav û dengtir.
Weke hertim ez dîsa mam peyatî û bi tenê…
Li Swêd adetek heye, dema meriv xaniyekî nuh dikire, meriv ji bo dost û hevalan şahiyekê li dar dixe, do em û çend hevalên din vexwendiyên vê şahiya Mamoste bûn.
Ji ber ku erebeya(otomobîl)min "êdî tuneye", weke hergav û ez û xanim em tim peyatî xwe li çol û baniyên Stockholmê diqelibînin.
Me do jî wer kir.
Me rê baş derxist, rawestgeha otobozê hema li hember xênî bû. Nigê me bi xêr bû, bi daketina me ra baraneke hûr dest pê kir.
Min telefonî Mamoste kir, min got, ma mal li kîjan aliyê rê ye?
Got ez te dibînim, li milê xwe yê rastê dagere û li hewa binêre. Min bala xwe dayê bavo ez çi bibînim, ala Kurdistanê bi stûneke weke evên li ber dahîreyên dewletê û sefaretan bilind ve li asîmanên Nackayê li ba dibe.
Dema çavên min bi ala li asîmanan hêl dibû ket, min got qey ez bi şaşî çûme sefaretxaneya Kurdistanê.
Lê ne sefaretxaneya Kurdistanê bû, mala Mamoste bû, bi vî rengî xêrhatin dida hevalên xwe…
Heta derengê şevê me têr xwar, vexwar û kêf û sohbeteke baş kir. Û dawiya şevê jî xanima Mumtaz, Leyla xanimê, weke pîloteke helîkopterê ya pir zîrek û bi tecrûbe derbasî ser dîreksiyonê bû û bi rehetiyeke nedîtî em birin li ber deriyê me danîn…
Îro jî bîstek din ez mîvanê hemşeriyê xwe Yaşarê ruhayî me. Heta du saetan dibê ez bi rê kevim.
Wisa xuyaye tehtîla min baş dest pê kir, dost û heval ji nuha da me ji dest hev direvînin, rojê em mîvanê derekê ne.
Min hîn ji we ra negotiye, lê ”tehtîla” min jî sibe dest pê dike, hezar û yek plan û program di serê min da hene, nuha ez nikanim ji we ra bibêjim, bi xêr çaxa wexta min çê bû ezê qal bikim.
Belkî jî hin rojan nenivîsînim, yanî hertişt mimkûn e...
Hela ka em binêrin, Xwedê çawa dike…

Hêviya tirkan hîn jî asîmîlasyona e

Serokên tirkan di mesela awe û riyên xapandin û mijûlkirina kurdan da li hev nakin û yek yekî din sûcdar dike.*
Serokê CHP-ê Denîz Baykal, du roj berê siyaseta hukûmetê ya derbarê mesela kurd da rexne kir û got, çare ne di avêtina hin gavan û tawîzan, di ”asîmîlasyona” zarokên kurdan da ye.
Li gor dîtina Baykalê çerkez, heger dewlet bikanibe zarokên kurdan du neslê din jî asîmîle bike mesele diqede.
Birastî jî mêrik rast dibêje û nêta xwe jî venaşêre.
Nêta xwe venaşêre ji ber ku dizane qiyamet jî rabe serok û siyasetmedarên kurdan ibretê nagrin.
Loma jî mêrik siyaseta xwe ya asîmîlekirina kurdan eşkere dike û dixwaze AKP-e jî vê siyasetê bimeşîne.
Û ji bo helandin û wendakirina zimanê kurdî jî Denîz Baykal, ”dîskrîmînasyona pozîtîv” pêşniyar dike.
Baykal dibêje, ji bo asîmîlekirinê dibê dewlet îmkanên herî baş bide zarokên kurdan, wan bigre dibistanên herî baş û ”perewerdeya herî bi qalîte pêşkêşî wan bike.”
Hêviya Baykal ew e ku bi riya van dibistanên tirkî, bi riya vê ”perwerdeya bi qalîte” piştî du sê cîlên din hemû zarokên kud ewê werin asîmîlekirin û bibin tirk.
Tiştê Baykal qal dike esas ne tiştekî nuh e, dewletê berî jî di salên 1950-î da bi vekirina dibistanên herêmî yên lê manê(yatili bêlge okullari)zarokên kurdan ji ziman û kultura wan qut bikin û bikin tirk.
Di vî warî da ne sedîsed be jî pir baş biser ketin û bi rastî jî bi dehhezara zarokên kurd ji kurdayetiyê û zimanê kurdî dûr xistin, kirin şaîr, edîb û nivîskarên tirk yên bi nav û deng.
Û ev dibistan jixwe hîn jî hene.
Li aliyê din malên teleban, dibistan û hucreyên Gulen jî li van mektebên Baykal qal dike zêde bûne û hemû jî weke hêlînên tirkperestiyê dixebitin, kurdan di bin xêliya ”dîn” û ”Îslamiyetê” da ji kok û zimanê wan dûr dixe, dike tirk.
Dibistanên Gulen, ji perwerdeya Baykal qal dike pir baştir dixebitin, tiştên tirk nikanin bi navê nîjadperestiya tirkîtiyê bikin, Gulen û AKP bi navê ”dîn” û ”Îslamiyetê” dikin.
Yanî di vî warî da tu valayiyek tuneye.
Di şiroveyeke di bin nivîsa min ya pêr da(çewtî ne di milet da ye)xwarziyê min Pîran Tîr jî weke gelek kurdên din dike gazî û hawar û dibêje:
”Xalê Zinar,Dibe ku li xerîbiyê bûyîn bernade ku tu rewşa me ya derbeder bibînî. Heger bi oxira xwedê be û tu rojekê bihê Bakur û li bajarên me bigerî, tu dê polûpoşman şûnda herî û xweziya xwe bi heft ejdadê me û xwe bînî. Tu dê bibînî ku tiştê ku ez yan jî hevalên din yên dilsotî diqîrîn, pir kêm bûne. Bixwe bajarên ku bi tirkan ra sînor in, bûne trajediya heyama me ya "nûjen".Were xalo, were û bi çavên xwe bibîne. Heger bi vê rewşê negîrî, ez ker lawê keram e. Lê kurd bi halê xwe nagîrin. Daku ez bi dilsojî û dilpakiya te ya kurdîperest dizanim, ez vê dibêjim: Tu dê bigîrî xalo.
Silavên germ
Pîran Tîr”
Pîranê hêja, ne hewceya ez werim bi çavên xwe bibînim, ez dizanim kurdî ketiye qomayê û niqika dawî davêje, li ber teslîmbûnê ye.
Rohniya çavê min, min tam sîh(30)sal berê ev rewş texmîn kir û li hemû zana, rewşenbîr û siyasetmedarên kurdan kir gazî û hawar, min got, ez ketime bextê we, dev ji weşanên tirkî berdin, bi zarokên xwe ra bi tirkî nepeyivin, heger jinên we tirk in û kurdî fêr nabin berdin, bi mêr û jinên bi kurdî fêr dibin û dipeyivin ra bizewicin.
Kesên kurdînezan nekin serok û nûnerên xwe, yên hene bavêjin…
Lê kesî guh nedan min, heta kevir û kuçikê dinyayê li min barandin, gotinên nemayî ji min ra gotin.
Ez bala xwe didimê serok û rîsipiyên kurdan yên 70-80 salî hîn jî heroj leqeleqa wan e bi tirkî dipeyivin û bi kêf û zewqeke pir mezin heroj bi tirkî dinivîsin û dinivîsin û xizmetê ji asîmîlebûna miletê xwe ra xizmetê dikin.
Dibê ew û kesên bîr dibin dev ji vî pîşikên xwe yên xerab berdin û li hember asîmîlasyonê seferberligê îlan bikin.
Birayên delal, gotin tenê têr nake, ya girîng kirine, kirin…
Dewlet çi dike, nêta dijmin çi ye em hemû baş dizinan, dibê em wexta xwe zêde bi vê minaqeşeyê derbas nekin.
Ya girîng dibê emê çi bikin?
Em kesên ku xetera asîmîlasyonê dibînin, gelo bi xanim, zarok, dost û hevalên xwe ra bi kurdî dipeyivin ya na?
Me dev ji nivîsîna bi tirkî berdaye?
Em kesên baş bi kurdî nizanin xwe fêr dikin?
Hûn jî di nava da, gelo zikir û îbadeta we hevûdu digre ya na?
Mesele ev e.
Karê xwe bike, wacibê xwe bicî bîne û dev ji pitepit û leqeleqa vala berdin...

*Ev nivîs minê do biweşanda, lê min pê ra negîhand çend rêzên dawî temam bikim, loma jî ma îro.

24 juli 2009

çewtî ne di milet da ye

Ez dixwazim li ser şiroveya Berena Meletiyê ya li ser nivîsa min ya do bi kurtî çend peyvan bibîjim.
Birayê Beranê Meletiyê, herçî tirk dixwazin meselê dirêj bikin, demeke din jî serî li kurdan bigerînin ji bo ku kurdan bihelînin rast e, ji destpêka salên 80-î û virda ye ez vê xeterê tim dubare dikim.
Hêviya dewletê û hemû partiyan jî jixwe ev e.
Hinek dibêjin em ji bindda tiştekî nedin, di nava 20- 30 sâlî da ewê asîmîle bibin, bihelin û bibin tirk.
Hinekên weke Erdogan û AKP-ê jî dibêjin na, ev rê şaş e,em bi hin tiştên biçûk wan bixapînin, mijûl bikin û bi vî hawî jî wextê qezenc bikin.
Yanî ”gavên” AKP-e davêjin bi vê nêtê ye, ne ji xêrê ra ye, ji bo qedandina kurdan û helandina zimanê kurdî ye.
Yanî hesabê AKP-ê ev e, ji bo vê yekê ew TRT6ê dixin dewrê û dixwazin hin ”tiştên” din jî bikin.
Dibê her kurdê dilsoz vê nêta AKP-ê bibîne.
Yanî dema dewlet îro mafekî dide kurdan yek mecbûr e û ya din jî ji bo ku wextê qezenc bikin û kurdan biheLïnin.
Îcar di vê siyaseta xwe da ewê biserkevin ya na, ew meseleyeke din e û esas girêdayî me ye. Heger em vê hêviyê nedin wan, ewê di vê siyaseta xwe ya helandinê da israr nekin û bi me ra rûnin û mafê me bidin.
Dixwazim li ser uslûbê te jî çend gotinan bibêjim.
Birayê delal, heta nuha min çend caran ji we rica kir ku hûnê ji miletê kurd û xelkê ra xebera nedin, di şirove û rexneyên xe da gotinên nexweş bikar neynin.
Lê wisa xuya ye hûn qurişekî xwe jî di rica min nadin.
Xeber, meriv biheq nake, lê dikane heqiya meriv jî ji ber çavan wenda bike.
Birayê delal, di nava her miletî da însanên zana û nezan hene. Bi rastî jî nexweş e ku meriv sifetê "kerîtiyê" ji bo miletê kurd bikar bîne.
Ev nayê wê maneyê ku di nava kurdan da kesên ji "keran" jî kêmaqiltir tunene.
Esas "ker", weke tê gotin heywanekî hewqasî jî ne ehmeq e, lê însanan ji ba xwe ev buhtan lê kirne.
çewtî ji milet bêtir di ronakbîr û siyasetmedaran da ye, ew riya rast nadin ber milet.
Nexwe di Rojhilata Navîn da kurd miletê herî fedekar û herî qehreman e.
Ev dused sal in kurd li hember sê hûtên Rojhilata Navîn bi qeheremaniyeke mezin şer dikin, li hemberî wan serî natewînin.
Ev tiştekï ne hindik e.
Bêyî kurdan tu miletekî din li hember sê dewletên hewqas mezin û xurt demeke hewqas dirêj şer nekiriye û li ber xwe nedaye.
Erê ehmeq û xayinên kurdan pir in, kul û kêmasiyên ne hindik in, lê qehreman û egîdê wan jî pir in.
Divê meriv vî aliyê baş û mêraniya miletê kurd jî bibîne û û teqdîr bike.
Bi hêviya ku em ji hev û du fêm bikin...

23 juli 2009

Dewleta tirk fedî dike têkçûna xwe qebûl bike

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, do berî rêwîtiya xwe ya Sûriyê ji rojnamevanan ra got, ”di derbarê mesela kurda da wan hin tişt kirine û ew dixebitin ku hin tiştên din jî bikin.”
Lê Erdogan negot di naveroka ”açilima/gavên” wan da çi heye, yanî gavên ku ewê bavêjin çi ne û ewê kînga dest pê bikin?
Li gor rojnameya Radîkalê dinivîse, hukåmeta AKP-ê, li ser mesela kurd hin haziriyên pir mezin dike.
Erdogan gotiye ku li ser mesela kurd ”Wezareta hundur û dezgehên alaqedar li ser meselê dixebitin. Wan di MGK-ê (Heyeta Ewlekariya Milî) da biryar girtiye, wezîfe dane wezîran, wezîr ewê bi MÎT û serfermandariyê ra hevdîtinan çê bikin” û dûra jî ewê hin biryarên nuh bigrin.
Herçî mesela ku hukûmet ji mecbûrî dixwaze di rojên pêş da hin ”gavan” bavêje rast e.
Û helbet ji bo vê yekê jî MÎT û leşkeran jî destûr dane. Jixwe bê destûra wan ne mimkûn e.
Lê tiştê xerîb ew e ku Erdogan dixwaze mesela kurd bêyî ku kurdan mixatab bigre, bêyî ku bi kurdan ra rûne ”çareser” bike.
Ev jî siyaset li gor usûla tirkan e.
Şer jî aşîtî jî du terefên wê hene, meriv şer jî, aşîtiyê jî ne bi xwe ra, bi hinekên din ra dike.
Lê tirk dibêjin na, em bi nûnerên kurdan ra rûnanin, wan nas nakin û bi wan ra jî napeyivin.
Ev jî usûleke tirkan e.
Dibêjin em çi bidin, çi nedin emê bi tena serê xwe bikin, bi kesî ra rûnanin û bir û bazarê nakin.
Berdevkên dewlet û hukûmetê vê nêta xwe hewqas vekirî nebêjin jî lê meriv ji gotin û beyanên wan viya fêm dike.
Tirk, viya ne ji bo PKK-ê û DTP-ê tenê dibêjin, bi qasî meriv fêm dike şêla wan ya di vî warî da wisa ye.
Em ”xêra xwe çi bidin” emê bidin, em ne bi kesî dişêwirin û ne jî bi kesî ra rûdinin.
Tirk ji devê da ketine ji hophopê namînin, şer wenda kirine, li hember xebat û têkoşîna miletê kurd têk çûne, lê fedî dikin qebûl bikin.
Dibêjin heger ew bi kurdan ra rûnin, maneya xwe ew e ku PKK-ê zora wan biriye û loma ew van gavan davêjin.
Ev kompleksa ”xwemezindîtinê” li ba birêvebirên dewleta tirk gelkî mezin e. Bi taybetî jî naxwazin têkcûna li hember kurdan qebûl bikin.
Ew bixwe nadin û dema xelk wan mecbûrî dayinê dike jî bi xelkê ra rûnanin, dibêjin ev yek ”bi me pir zor tê”.
Erdogan, di mesela kurd da bi îftîxar qala eserên partiya xwe dike û dibêje di vê warî da wan ”gelek mesafe qeyd kiriye” û weke nimûne jî TRT Şeşê, radyoya kurdî û zanîngehan da vebûna beşên ziman û edebiyata kurdî nîşan dide û dibêje ewê ”hîn jî dom bike.”
Helbet van gavên hatine avêtin ji tunebûnê çêtir in û kurd van gavên hatine avêtin baş dibînin, teqdîr dikin.
Lê mesela kurd bi van ”sedeqeyên” biçûk çareser nabe, dibê Erdogan vê rastiyê bibîne û li gor wê tevbigere.
Serokwezîr Erdogan, bi weşana TRT Şeşê pesnê xwe dide, lê hîn donepêr milet nikanîbû romana Erebê Şemo Şivanê Kurmanca li Diyarbekrê bida girtiyên xwe, qerdiyanan gotin kurdî qedexe ye.
Destûr nedan kesên di heyeta swêdî da bi girtiyan ra bi kurdî bipeyivin, gotin axaftina bi kurdî yasax e.
Heger bi rastî jî weke serokwezîr Erdogan dibêje, kurdî serbet e, tu asteng li ber nemaye, wê demê çawa dibe ku qerdiyan romaneke kurdî nagrin hundur hefsê, dê û bav nikanin bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin, heyetên biyanî nikanin bi girtiyan ra bi kurdî bipeyivin?
Di praktîkê da kurdî ji dewletê ra serbest e lê ji kurdan ra hîn jî qedexeye, kurd vê rastiyê jî dibîni.
Dewleta tirk 85 salan hebûna kurdan û zimanê wan înkar kir, got miletekî bi navê kurd û zimanekî bi navê kurdî tuneye.
Lê nuha bi rengekî nîvçe û fedyok be jî dibêjin heye, lê em bi kurdan ra rûnanin.
Diyar e ev şêla tirkan ewê çend salên din jî bajo, heta ku mecbûrî rûniştina bi kurdan ra jî bibin…

22 juli 2009

Hilbijartinek dîrokî

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û serokatiya Herêma Kurdistanê di 25-ê tebaxê da çêdibin.
PDK û YNK, weke cephe bi navê ”Lîsteya Kurdistanî” dikevin hilbijrtinan û namzetê wan yê serokatiya Herêma Kurdistanê jî Mesûd Barzanî ye.
Heger surprîzeke pir mezin nebe, bi ferqeke pir mezin serkeftina Mesûd Barzanî tê texmîn kirin.

Lê li gel vê jî, di vê hilbijartinê PDK û YNK îcar ne bêraqib in, îcar du raqibên wan yên gelkî xurt hene, ”Lîsteya Xizmet û Reformê” û lîsteya ”Guherînê”.
Di vê hilbijartinê da serkeftina Mesûd Barzanî ji bo îstîkrara di siyaseta kurdan da gelkî girîng e. Di nabêna hukûmeta Kurdistanê û ya merkezî da hîn dijayetiyên girîng hene, Mesûd Barzanî van probleman ji nêz ve nas dike. Loma jî qezenckirina wî ji bo kurdan baştir e.
Heta nuha di hilbijartinan da reqabet tim di nabêna PDK û YNK-ê da bû, lê di vê hilbijartinê hin aktorên nuh daketine qada siyasî û îktîdara wan ”tehdîd” dikin.
Di van salên dawî da îdîayên zêdebûna gendeliyê(rişwet, bertîl)û gelek bêrêtiyên din li hember PDK-ê û YNK-ê di nava gel da bûye sebebê nerazîbêneke berbiçav.
Di hilbijartinên borî da raqibêjin PDK-ê û YNK-ê tenê hêzên Îslamî bûn, lê rewş îcar gelkî cudatir e.
Di vê hilbijartinê da li gel hêzên Îslamî, grûba Guherînê (Gorran)ku di bin serokatiya Noşîrvan Mistefa da beşdarî hilbijartinan dibe, raqibekî YNk-ê û PDK yê gelkî cidî ye.
Noşîrvan Mistefa, piştî Talabanî di nava YNK-ê û heta dereceyekê li seranserê Kurdistanê jî merivekî pir bi nav û deng e û karîzmatîk e.
Bi taybetî jî di nava soranan da gelkî jê tê hezkirin.
Lîsteya Guherînê, di programa xwe da jî li dijî bêqanûniyê, torpîlê, bertîl û nelirêtiyên din gelek tiştên baş ku kêfa milet jê ra were dibêje.
Û ji ber vê yekê jî navê xwe kirine ”Guherîn.”
Bi qasî ku meriv ji çapemeniyê taqîb dike, grûba Guherînê di propaganda xwe da giraniyê bêtir dide ser ”reform” û ”şefafiyetê” û îktîdareke adil.
Li alî din, îdîa û şaiyeyên derbarê gendeliya di nava PDK-ê û YNK-ê û hukûmeta wan da jî gelkî bi kêrî mixalifên wan tê.
Bêyî lîsteya Guherînê, gurûbek din jî bi navê ”Lîsteya Xizmet û Reform”ê beşdarî hilbijartinan dibe û li gor texmînan ev gurûb jî ewê çend parlamenteran têxe meclîsê.
Lîsteya Xizmet û Reformê, tifaqa di nabêna hin gurûbên çep û çend baskên hêzên Îslamî da ye.
Wek tê zanîn, hêzên Îslamî ji berê da ye ku li Kurdistana Federe xurt in û hêzeke wan ya berbiçav heye.
Li alî din, PÇDK-ya ku nêzî PKK-ê ye dixwest ew jî bi lîsteyeke bi navê ”Hîwa” beşdarî hilbijartinan bibe, lê Dezgeya Hilbijartian ya Bilind ev destûr nedea lîsteya Hîwa.
Di Parlamentoya Kurdistanê da 111 kursî hene. Ji van kursuyan 100 yên kurdan e, 5 ji bo tirkmenan, 5 ji bo asûriyan û kursiyek jî ji bo ermeniyan hatiye veqetandin.
Li gor texmînan di vê hilbijartinê da YNK û PDK li gor hilbijartinên berê ewê di meclîsê da çend kursiyan wenda bikin.
Kursiyên wan ewê herin ji lîsteya Xizmet û Reformê û Guherînê ra.
Tiştekî din yê girîng posta serokwezîriyê ye. Wek tê zanîn, Nêçîrvan Barzanî ev sê sal in serokwezîrê hikûmeta herêmê Kurdistanê ya yekgirtî ye.
Li gor peymana di nabêna YNK-ê û PDK-ê da piştî hilbijartinan divê Nêçîrvan barzanî vê wezîfeyê dewrî Berham Salih bike.
Meriv hêvî dike ku di vî warî da PDK tu gelşan dernexe û posta serokwezîriyê li gor peymanê dewrî YNK-ê bike.
Heta nuha hilbijartin pir baş û di atmosferke demokratîk da derbas dibin, herkes fikir û baweriyên xwe dibêje û di çarçeweyeke medenî da hevûdu rexne jîdikin.
Derbasbûna propagandeya hilbijartinan bi vî rengî, bêteşxeleyên mezin ji bo kurdan serkeftineke pir meizn e û di warê navnetewî da prestîj û meşrûîyeta wan xurttir dike, rê li ber destdirêjî û fesadiyên dewletên cîran digre.
Û helbet li Kurdistanê ji bo pêşketina kultur û tradisyona demokrasiyê pêkhatina vê hilbijartinê gelkî girîng e.
Di van hilbijartinan da tifaqa di nabêna YNK-ê û PDK-ê da di vê qonaxa nazik da tiştekî baş e û di menfeeta kurdan da ye.
Lê li alî din, di warê siyasî da bêyî wan, hebûna hin aktorên nuh jî tiştekî pozîtîv e û dibê meriv ne li dij be.
Pirdengî û pirrengî ewê xizmetê ji pêşketin û bicîbûna kultura demokrasiyê ra bike, ewê siysetê ji tekela du hêzan derxe.
Hebûna mixalefetê ji bo PDK û Ynk-ê jî ewê roleke baş bilîze û tesîreke baş l iwan bike.
Heta nuha tu bûyereke ne xweş nehatiye meydanê, hêviya min ew e ku ji nuha û pê va jî wiha dom bike.

21 juli 2009

Dema dor tê dadgehê general "hiş" berdidin

Generalên ku ji doza Ergenekonê ya duyem tên darizandin cara pêşî do derketin pêşberî dadgeha siwîl.
Lê serok û sûcdarê dozê yê yekem Orgenaralê teqawit Şener Eruygur, mahneyek dît û nehat dadgehê.
Abûqatê Eruygur, îdîa kir ku ”hafizeya muwekîlê wî ne li cî ye”, tiştek nayê bîra wî, loma nikanîbûye were dadgehê.
Eruygur, ji hefsê jî bi îdîaya ku xwedêgiravî ji nêrdewanê ketiye û mejiyê wî çelqiyaye hatibû berdan.
Lê ev serê çend mehan e mêrik hîn li ser xwe ye, hîn wekî boxeyekî sip û saxlem e.
Bes dema dibe hefs û mahkime, ”mejiyê wî diçelqe” û ”hafizeya” xwe wenda dike.
Yanî ji bo berdanê dibê qulpekê bibînin.
Dema xelkê didin kuştin, gava plan û programa darbeyan çêdikin "hişê wan li serî ye, hafizeya wan li cî ye" lê dema dor tê hesabdayinê û mahkimebûnê, nexweş dikevin, "hiş berdidin" "aqilê wan diçelqe", hezarûyek nexweşî li wan peyda dibe...
Lê her kes dizane hemû jî vir in, naxwazin hesab bidin edaletê.
Meriv fêm dike ku hukûmet û sîstema huqûq û edaletê hîn jî tam ba li ”dewleta kûr” neanîne, hîn nikanin ”masiyên mezin” ji deryayê derxin.
Yanî hin nikanin hemû giregiran ceza bikin.
Lê li gel vê jî, di dîroak Komara Tirkiyê da ev cara pêşîye ku ”masiyên” weke Erûygûr û Tolon gelkî ”mezin” tên girtin.
Lê dikin nakin, nikanin ji avê derxin…
Hêza hukûmetê têrê nake.
Do, meriv dikane bibêje ku di doza Ergenekonê da rojeke dîrokî bû. Mahkimeya ku generalên teqawit Şener Eruygur, Hurşît Tolon û Levent Ersoz jî di nav da li salona Girtîgeha Sîlîvriyê dest pê kir.
Di dîroka Tirkiyê da ev cara pêşî ye ku zabit û generalên ku xwestibûn darbeyeke leşkerî bikin, derdikevin hemberî dadgeheke siwîl û îfadeyê didin hakimekî siwîl.
Ji bo generalan û artêşê, ev rojeke reş e.
Lê çi heyf û mixabin ku tawanbarê numreya 1-ê Şener Eruygur, bi behaneya ku ”hafizeya wî ne li cî ye” nehat dadgehê û îfade neda hakimê siwîl.
Şener Eruygur, di doza Ergenekonê da weke serokê darbeyê û merivê Ergenekonê yê yekem tê tawanbarkirin.
Loma jî ji ber van sûcan û hin sûcên din, ji bo wî cezayê muebeta girankirî tê xwestin.
Lê camêr dîsa jî li derve ye û dikane neyê mahkimeyê jî.
Bes li gel vê jî, tiştê heta nuha bûye û dibe pir û pir mezin e, Erûygûr neyê mahkimê jî, heta ji vê dozê ceza nebe jî, tiştê bûye dîsa mezin e û têr dike.
Dewra darbeyên leşkerî û zirzopiya genaralan êdî temam bûye, ew çi bikin jî ew dewr êdî bi paş da naye.
Mimkûn e ku Erûygûr û generalên din jî weke Îbrahîm Şahînê bûyera Sûsûrlukê ji ber ”hişberdanê” berdin û ceza nekin.
Çimkî çete û ”dewleta kûr” hîn bi temamî tasfiye nebûye, hîn li ber xe didin, lê ewê biqedin, dibe ku wextê bigre, lê ewê bibe.
Loma jî destpêkirina dadgeha sûcdarên Ergenekonê û generalan bûyereke pir mezin e û ji herkesî bêtir ji bo kurdan baş e.
Ji bo girtin û mahkimekirina van çeteyên destbixwîn çi ji destê kurdan û baroyên abûqatan tê divê bikin.
Divê kurd vê fersenda dîrokî ji dest xwe bernedin.

20 juli 2009

Madem ku "havîn" e...

Di nivîsa xwe ya du roj berê da(Gazinên ji betaliyê)min ji bêdengî û xemsariya xwendevanên xwe gazin kiribû û xwestibû ku ew jî hinekî dest bibin xwe û min ji rexne û şiroveyên xwe bêpar nehêlin.
Çimkî kar û xebata bi hev ra xweştir e.
Çend xwendevanên min yên giranbiha û qedirşînas li ser van gazinên min yên ”ji betaliyê” bersîv dane min û gotine:
”Xalo, havin e loma” ew nivîsan şirove nakin.
Lawkê Colemêrgê jî gotina yê din di cîda tesdîq kiriye û wî jî gotiye:
”Rast e xalo, havîn e havîn!”
Ê tu dibêjî qey li ba wan havîn e, li ba min zivistan e, berf çongekê li erdê ye, li der pûk û bahoz e, çûk li hewa diqefilin, kes nikane serê xwe ji hundur derxe der û ji ber ku ez di hundur da hefs bûme loma jî ji betalî dinivîsim.
Heyran ne li ba we tenê, li vir, li Stockholmê jî havîne…
Yanî dema bû havîn ma emê karekî nekin?
Wê demê emê bibin weke YSE-ya Tirkiyê.
YSE-yê(dezgeha rê û elektirîkê),mehên zivistanê rê asfalt nedikr, digot zivistanê asfalt nayê rijandin, dibê havîn were…
Rê, çongekê jî kêrt kûrtî bibûya dest nedidanê, li bende havînê diman, dema havîn dihat dest bi karê xwe dikirin.
Sala ez hatim Swêd, zivistanê berf çongekê li erdê bû, serma nizanim çend derece di bin sifirê ra bû, rojekê min bala xwe dayê ku kolana ber komeleya me asfalt dikin.
Dema asfalt rodikirin kelxûdan ji erdê bilind dibû, çavan çav nedidît…
Min meraq kir, ez çûm ba wan, min got:
-Ma meriv dikane zivastanê asfalt bike?
Karkirê min jê pirsî, bi matmayiyeke mezin bala xwe da min û got:
-Çima meriv nikane?
Min got, li ba me zivistanê nakin, li bende havînê dimînin. Dibêjin zivistanê asfalt nabe.
Mêrik keniya, got.
-Li ba me 11 meh zivistan û mehek havîn e, wê demê dibê em karekî nekin…
Yê min û xwendevanên min jî bûye ev mesele, dibêjin ”Xalo, havîn e, havîn!”
Heyran ez jî dizanim havîn e...
Ma havînê dijmin radiwest e?
Ma havînê kurd azad in?
Xelk dibêje havîn e û dikevin tehtîlê xelkê heq kiriye, xelk xwedî al, xwedî welat û xwedî dewlet in, yanî mirovên xelkê kar û wacibên xwe yên dinyewî anîne cî û loma jî heqê wan heye bibêjin havîn e û îsrehet bikin.
Le me kurdan çi heye, çi biriye serî û çi kiriye ku em jî weke xelk û alemê bibêjin havîn e û têkevin tehtîlê?
Havîn, zivistan, sal donzde meh halê kurdan eynî ye, tim bindest û perîşan in, halê wan hergav halê hewlaçiyan e.
Û dijmin jî qet ferqiyetê naxîne nabêna ”havîn” û zivistanê, tiştê zivistanê tîne serê kurdan havînê zêdetir dike.
Yanî mêrikan havîn zivistan, şev û roj weke mûriyan dixebitin, bi şev û roj raketin li wan tuneye. Lê ”yên min” dibêjin, ”Xalo, havîn e, havîn !”
Weyla we di hestiyê bavê dijminên ”Xalo” gao!
Ê tişt nabe, hindik ma, ezê nuha ”havînê” nîşanî we bidim…
Ma bi nivîsên xwe qey ez dikim ”qûna xuloxawarî” ya vê cîhanê rast bikim, ya jî kurdan ji bindestiyê rizgar bikim,?
Na, bela sûc û bela sebeb ez her roj xwe dixim rewşa Eloyê Xemxur û xwe diwestînim.
Madem ”havîn e”, wê demê bira ji min ra jî havîn be…
Ma qey ji we ra adet e, ji min ra qebhet e?!
Madem wihaye, piştî vê heftê ezê jî bibêjim havîn e, havîn û ji xwe ra li malika xwe rûnim û hinekî westa xwe bigrim...

19 juli 2009

Ku kurd bixwazin tirk amede ne ku mafên me bidin...

Şefredaktorê rojnameya Hurrîyetê Ertugrul Ozkok, di nivîsa xwe ya do da(Îmralida hareket var/li Îmraliyê hereket heye)hin tiştên pir nuh, pir ecêb û pir balkêş dibêje.
Ozkok dibêje, li gor xeberên bi ber guhê wî ketine, di orta meha tebaxê/axustosê da ji Îmraliyê beyaneke ku ewê herkesî matmayî bihêle were dayin û ew bi meraq û bêsebrî li bende vê beyana Ocalan e.
Wek tê zanîn, Ocalan di hevdîtina xwe ya hefta borî da gotibû, ji bo çareseriya mesela kurd di rojên pêş da(berî 15-ê tebaxê) ewê ”xerîteyeke rê” pêşkêşî Tirkiyê bike.
Xebera ku bi ber guhê Ozkok ketiye ev plana ku Ocalan di hevdîtina hefta borî ji abûqatên xwe ra gotibû ye.
Ozkok dibêje, ”xerîteya rê” ya ku ewê ji teref Ocalan ve were eşkerekirin ji çar merheleyan pêk tê.
Di destpêkê da pêşgotineke ”planê”, ji bo çi divê Tirkiye vê meselê çareser bike heye.
Li gor Ozkok dinivîse, Ocalan dibêje, ”divê Tirkiye bi kurdan ra îtîfaqeke stratejîk” bike. Û him jî ne bi ”kurdên Mûsil-Kerkûkê ra tenê, divê kurdên Sûriyê jî” di nava vê tifaqê da cî bigrin.
Yanî li gor plana Ocalan, dibê Tirkiye doza Mîsakî Mîllî ya berî 1920-an bike, bêyî Kurdisrana Îranê, divê doza hemû axa Kurdistanê bike.
Ocalan vê pêşniyarê dike ya nake ez nizanim, lê bike jî ez bixwe ne li dij im. Bi ya min daxwaza biraya Kurdsitana Sûrî û Îraqê jî tevî Tirkiyê bibe pir baş e û dibê em ne li dij bin.
Jixwe waye em kurdên bakur asîmîle bûne û bi tena serê xwe jî nikanin zora tirkan bibin.
Belkî bi xêra kurdên Îraqê, em û kurdên Sûriyê ji helandin û wendabûnê xelas bibin û weke kurd bimînin.
Ya na pêşeroja me kurdên Tirkiyê û kurdên Sûriyê tarî ye, şansê wendabûna me ji ya mayina me zêdetir e.
Dibe ku gelek kurd nizanibin, tirkan piştî Şerê Çîhanê yê Yekem, Kerkûk, Mûsil û hemû başûrê Kurdistanê bi zanîn bi destê îngilîz û fransizan ve berdan.
Çimkî wê demê li başûrê Kurdistanê tevgerek netewî(tevgera Şêx Mahmûdê Berzencî)ya gelkî xurt hebû, kemalîstan nêwêrîbûn vî beşê Kurdistanê jî têxin bin destê xwe.
Ditirsiyan, digotin dema bêşên Îraqê û Sûriyê jî têkevin ser yê bakur, kurd wê demê dibin piranî û ewê nikanibin kurdan zeft bikin.
Loma jî kemalîstan bi qismê ku kanîbûn kontrol bikin qîma xwe anîn. Kurdên Îraqê û yên Sûriyê bi me ra bûna nuha berî hertiştî ewê du dijminên me kêmtir bûna, emê li ser hev û karê me jî ewê rehettir bûya.
Ez hêvî dikim ku tirk dîsa vegerin siyaseta ”Mîsak-î Mîlî” û doza hemû perçêyên Kurdistanê bikin.
Lê ez bawer nakim tirk li ciyê rehetiyê xwe têxin vê ”kemînê.”
Ji bo me jixwe ji alî bindestiyê qet ferq nake, lê em li ser hev bin, ne çar perçe bin baştir e, dibe ku wê demê em bi xêra kurdên soran bikanibin ariyekê li serê xwe kin û Kurdistaneke serbixwe û yekbûyî ava bikin.
Ozkok dibêje, di ”xerîteya rê” ya Ocalan da, ji bo helkirina mesela kurd pêşniyarên ji bo îro û ji bo dema dirêj jî hene.
Di derbarê kesên li serê çiyan û danîna çekan da jî ewê pêşniyar hebe, ewê ji dewletê ra bibêje, ”ew amade ne ku çekan deynin, lê dewletê çi bike?”
Jixwe ya girîng jî ev pirs e, dewletê ewê çi bike û çi bide?
Li gor agahiyên ku gihîştiye Ozkok, Ocalan nivîsandina ”xerîteya rê” hîn neqedandiye, lê ji bo wê gelek kitêb xendine.
Û li gor qalkirinên abûqatên wî, di van demên dawî da wî giranî bêtir daye xwendina kitêbên felesefeyê.
”Heta nuha 1000 kitêb xwendine.”
”Di nava van da Hegel û Derî da jî hebûne.”
”Siheta wî jî baş e.”
”Tenê gelşa wî ya prostat û di guhên wî da jî hinek çingînî heye.”
”Rojê saetekê mafê wî yê derketina der heye.”
”Lê hewşa wî jî pir biçûk e û dîwarên wê jî gelkî bilind in, loma jî bêyî asîmanan derekê nabîne.”
”Di odeya wî da paceyek biçûk heye û ew jî bi alî hewşa tenefusê da ye.”
Wek tê dîtin Ozkok, êdî dev guhertiye, êdî pir bi kibarî û bi hurmet qala Ocalan dike, weke berê henekê xwe pê nake û heqarretê jî lê nake.
Helbet ev jî pêşketineke baş e, maneya xwe ew e ku tirk hêdî hêdî biaqil dibin. Ozkok ji nuha û pêda li hember hemu kurdan ewê "efendî" be...
Piştî van agahdariyên bi teferûat, Ozkok dibêje, ew û TUSÎAD(Komeleya Pîşezas û Karmendên Tirkiyê) gelkî girîngiyê didin hevdîtina Ocalan ya di orta meha tebaxê da.
Ozkok dibêje, do wî bîstekê bi abûqatên Ocalan ra sohbet kiriye. Abûqatên Ocalan jê ra gotine, daxuyaniya ku Ocalan ewê di meha tebaxê da bide ewê tesîreke pir mezin bike.
Abûqatan gotine, lê berî wê, ew dixwazin li Tirkiyê bîrûraya giştî amade bikin, bikemilînin.
Pir baş difikirin, berî asfaltrokirinê dibê kêrt û kûrtên rê werin dagirtin, rê stabîlîze bibe...
Loma jî abûqatên Ocalan, li ser daxwaza wî, bi rojnamevan û nûnerên rêxistinên siwîl ra hevdîtinan pêk tînin.
Û di vê çarçewê da jî dixwazin bi berpirsiyarên TUSÎAD-ê ra jî hevdîtinekê pêk bînin. Lê TUSÎAD-ê da hîn tu bersîv nedaye wan.
Seroka TUSÎAD-ê, xanimeke nêzî artêşê ye, naxwaze bêemriya wan bike, miheqeq hîn karê wê jê ra baş diyar nekirine, dema temam bibe ewê bersîvê bide.
Lê ewê bikin, çimkî wekî din tu ”çare û mukûna” dewleta tirk nemaye, xwe giran dikin ji bo ku daxwazên kurdan kêm bikin.
Ozkok dibêje, wî ji abûqatên Ocalan ra gotiye, di nava tiştên hûn eşkere bikin da tu tiştên ku me matmayî bihêlin hene?
Abûqatan jî gotiye ”Mimkûn” e.
Yanî hêviyek dane Ozkok, pê bîna wî fire kirine.
Piştî vê agahdariyê, Ozkok weke meriv û însanan dipeyive û ev cara pêşîye ku bêyî zirzopî tê rê û tiştê herî girîng û herî rast dibêje.
Ozkok dibêje, heger bi rastî jî tirk û kurd dixwazin vê meselê çareser bikin, divê herdu alî jî biwêribin tiştê heta nuha nehatine gotin bibêjin.
Ev şêla Ozkok gelkî girîng e, heta nuha Ozkok û hemû berdevkên dewletê destûr nedidan ku kurd bi şiklekî azad dîtinên xwe bînin zimên, bi tehdît û zirtan dîtinên xwe li ser kurdan ferz dikirin.
Loma jîev şêla Ozkok ya nuh, divê herkes biwêribe dîtinên xwe bibêje gelkî girîng e, di şêla dewlet û artêşê da tiştekî nuh e.
Çimkî Ozkok, yek ji ”çekdarê” artêşê yê di cepheya çapemeniyê da ye, heta general tiştekî di guhê wî da nebêjin bi serê xwe napeyive.
Ozkok, heta nuha hercara ku qala Ocalan dikir, miheqaq sifetê ”serokê terorîstan”, ”serokê çetan”, ”qatilê pitikan” jî pêva dikir, lê di vê nivîsa xwe da şêla xwe sedîsed guherandiye û dibêje li gor baweriya wî, ji bo çareseriya mesela kurd Ocalan dikane roleke pir mezin bilîze.
Bêguman Ozkok, do jî ev yek dizanîbû, lê ji ber neridî û emirqûlîtiya xwe ev rastî nedigot, mesele şêlû dikir.
Lê netîce Ozkok jî weke gelek kesên din êdî baş fêm kiriye ku bi siyaseta înkar û îmhayê ew ne kanin PKK-ê biqedînin û ne jî kurdan bînin ”rê”.
Loma jî di vê nivîsa xwe da siyaseta dewletê ya şerxwas û înkarê rexne dike û çewt dibîne.
Ozkok dibêje.
”Ji ber ku Tirkiyê heta nuha nexwestiye bi Ocalan ra têkiliyeke cidî deyne ez weke çewtiyeke dîrokî dibînim.”
Ev îtîrafa Ozkok gelkî girîng e, ev tê maneya ku divê dewlet bi serok û nûnerên kurdan ra rûne û daxwazên wan minaqaşe bike.
Ji nuxteta ”qatilê pitikan/bebikan” hatine vê derê guherîneke pir û mezin e û ev guhertin ji şexsê Ocalan bêtir, guherîneke li hember tevgera kurd ya netewî ye, guherîneke li hember daxwazên miletê kurd e.
Û loma jî gaveke pir baş e.
Ozkok, dûra jî weke efendiyan şêla xwe ya berê rexne dike, dibêje:
”Ji serê salan da ye di serî da ez, teza me ya resmî, me ew(Ocalan)wek ”serokê çetan”, ”sergerde”, qatilê pitikan” binavkirin bû.
Ji bo helkirina vê gelşê nuha li ber me îklîmeke psîkolojîk ya misaîd heye.”
Ozkok di vê nîvîsa xwe da gelkî biaqil bûye, tiştên maqûl û rast dibêje, şîretan li dê û bavên ”şehîdên” tirkan dike û dixwaze ku ew dev ji dijminatiya kurdan berdin û hemû tiştên bûne ji bîr bikin.
Ev cara pêşî ye Ozkok, ji bo gerîlla jî gotina ”zarokên me” bikar tîne û dibêje, ”divê zarokên me li seriyê çiyan jiyana xwe ji dest nedin.”
Netîce, di dawiya nivîsa xwe da Ozkok, bi rastî jî tiştekî pir cidî û pir mezin dibêje, tiştekî ku piraniya serok û nûnerên kurdan newêrin ji tirkan ra bibêjin dibêje:
Ozkok wiha deng li Ocalan dike:
”Daxwazeke min ji Ocalanê li Îmraliyê heye. Ewê bigihîje wî ez nizanim. Lê ji vir ez dixwazim gaziyekê li Ocalan bikim.
Ev welat yê me hemûyan e.
Sîh salên me yên dawî bû jahr.
Di destpêkirina vê meselê da helbet tesîra tevger û muameleya dewletê ya bêperwa heye.
Lê têkoşîna Ocalan û hevalên wî ya çekdar jî bû sebebê dijminatiya xwînê. Nuha em gava herî girîng ji wî dipên.
Ewê bikanibe PKK-liyên çekdar ji Tirkiyê vekşîne?
Ewê çek werin danîn?
Yê ku kane vê biryarê bi hêsanî bide Ocalan e.
Piştî ku wî çek girt destê xwe divê nuha jî ew deyne.
Divê herkes bawer be gava dengê çekan were birîn, têgihîştin, însaf, ûjdan, medeniyet ewê têkeve dewrê.
Ya herî girîng jî, di serî da ez û gelek kes, ji bo mafê kurdan û jiyana bi hev ra ewê bêtir cesûr hereket bike.
Ji ber vê yekê ye ku, çav û guhên min li ser beyana ku di 15-ê tebaxê da ewê ji Îmraliyê were.
Gelo ewê dîsa ewê tiştên giştî, weke “Komara Demokratîk”, naveroka wê ne diyar bibêje?
Ya jî ewê hin gotinên cesûr, ku him tirkan û him jî kurdan matmayî bihêle bibêje...”

Ozkok pir vekirî peyivîye, ji Ocalan ra gotiye netirse, dev ji demagojiyê, gotin û pêşniyarên vala berde, hûn kurd ji dewleta tirk çi dixwazin eşkere bibêje.
Weke Ozkok jî gotiye, ez jî hêvî dikim ku serokê PKK-ê ewê dev ji çîroka “Komara Demokratîk” ya vala berde û daxwazên miletê kurd yên rastîn pêşkêşî bîrûraya Tirkiyê û cîhanê bike.

18 juli 2009

Xwîna kurdan wenda nabe

Kurd dibêjin ”xwîn” tu carî wenda nabe. Herçiqas ev baweriyeke dînî, tewekulî be jî lê bi rastî jî gelek caran heq ciyê xwe dibîne, tac û textê dîktator, zalim û qatilan hildiweşe û mezlûm miheqeq biser dikevin.
Zabit û generalên îro weke sûcdar û qatilan derdikevin pêşberî dadgehê, îfadeyê didin dozgeran û tên hefskirin, heta 10-15 sal berê jî ji tirsa ruhê xwe kesî newêrîbû li siya wan binêriya, lawê bavan ji serê kuçe û kolan digirtin û dibirin gulebaran dikrin.
Xortên weke şêran ji nava nivînên wan radikirin û dibirin li çol çepelan gulebaran dikirin û dûra jî ya li çolekê binerd dikirin ya jî bera bîrên asîtê didan.
Li Kurdistanê hemû qereqol û wargehên leşkerî bûbûn îşkencexaneyên JÎTEM-ê(tîma cendirmeyan ya îstîxbarat û li dijî terorê).
JÎTEM-ê, yanî çete û qatilên dewleta tirk yên çekdar, di nabêna salên 1990-1997-an da bi hezaran kurd revandin û li vir û li wir weke celadan qetil kirin, destên xwe di xwîna kurdan ya pak gerandin.
Lê ev cînayetên dewleta tirk êdî nayê veşartin, êdî qatil û serokên qatilan yeko yeko eşkere dibin û derdikevin ber dadgehê.
Piştî îtîrafên Abudilkadir Ayagan, êdî serî ket eşkerebûna bûyeran, êdî roj tuneye ku cînayetek eşkere nebe, roj tuneye ku li derekê gorek neyê dîtin, roj tuneye ku îtîrafçiyekî din li xwe mukur neyê û şahidek dest bi şahidiyê neke.
Çendakî berî Albay Cemal Temîzoz wek berpirsiyarê kuştina 20 kurdî hatibû girtin û tewqîfkirin.
Li gor doznameya di heqê Temîzoz û şeş hevkarên wî da hatiye amedekririn, Albay Temîzoz û zilamên wî, di nabêna salên 1993-1997-an da li herêma Cizîrê, Silopîyê û Şirnexê bi kêmanî 20 kes revandine û kuştine.
Hîn olana vê bûyerê kêm nebûbû, do jî nameya leşkerekî tirk ku di nabêna salên 1994-1995-an da li Şemzînanê li tabûra Derecîkê eskeriya xwe kiriye û bûye şahidê kuştina 12 cerdewanan di bîrûraya giştî da olaneke mezin da.
Ew di nameya xwe da dibêje, "ji teref JÎTEM-ê va kuştina 12 cerdavanan ûjdanê min qebûl nake, ez dixwazim herkes vê wahşetê bizanibe."
Ev leşkerê ku navê wî nayê eşkerekirin, bi nameya xwe ra krokiya ciyê cerdevan lê hatine veşartin jî ji serdozgeriya Diyarbekirê şandiye.
Esker weha dinivisîne:
"Ez ji Afyonê me, min di navbera salên 1994-1995 de li Derecika bi ser navçeya Şemzînanê ve eskeriya xwe dikir. Meha sibat ya jî adarê bû, çar pênc kesên bi simbêl û bi rî hatin taburê. Min pê bihîst ku ew elemanên JÎTEM-ê ne. Piştî hatina wan bi rojekê, grûbek leşker û qumandarê tabûra Derecikê Yarbay Alî Çamûrcî, 12 cerdevanê gundan anîn.
Bi îdîeya ku ew alikariya PKK-ê dikin çar roja li wan eşkence hate kirin. Ji wan ra digotin hûn PKK-lî ne, sucê xwe îtîraf bikin. Lê cerdevanan jî her digot, ew ne PKK-yî ne û li hemberî PKK-ê şer dikin. Paşê fermandarê tabûrê, cerdewanek bir di korteke 80 metreyî da ku ji bo cebilxaneyê hatibû kolan kuşt. Cerdavanên dinê jî piştî eşkenceya pênc rojan hatin gulebarankirin. Ew jî di nava taburê de di wê kortika mezin da hatin veşartin. Piştî vê bûyerê ev kesên JÎTEM-î ji wir wenda bûn."
Piştî eşkerebûna vê nameyê, li ciyê ku bi kurokiyê tê nîşandan kolan hatiye destpêkirin û lêkolîn dom dike.
Ji qetlîama ku li hember kurdan hatiye meşandin vana tenê du nimûne bûn. Bêguman bi sedan bûyerên wiha hene, zû dereng nuha ewê jî hê hêdî derkevin.
Êdî yên ditirsin û xwe vedişirên ne kurd in, êdî çete, qatil û zabit û generalên li pişt wan ditirsin, êdî ew direvin û xwe vedişêrin.
Ev destpêka demeke nuh e, êdî dem dema hesappirsînê ye, divê partî, rêxistin, komela û dezgehên kurdan bi xurtî herin ser qatil û destikên wan û hesab ji wan bipirsin, êdî divê kurd doza xwîna xwe bikin, bixwazin qatil werin girtin û cezakirin.
Dibê xwîna kurdan wenda nebe...

Gazinên ji betaliyê

Wisa xuya ye ku hin xwendevan ji min xeyidîne, bêyî ku ez bizanibim "sebebî mûcîbeya" wê jî çi ye?
Ev demeke, belkî jî ji mehekê jî zêdetir e, kes nivîsên min şirove nake, nedibêjin baş e û ne jî dibêjin xerab e.
Berê, Lawikê Colemêrgî, Kezeba Mêrdînê, Rehawî, Eliyê Dêrîkî, Zarayê Kurdîjen, Beranê Meletiyê, Mamoste, Pîran Tîr, Tîrê Qersê, Midyadiye, Qirixê Diyarbekrê û çend kesên din ku nuha navên wan nayê bîra min ”şirovekarên” min ên midawîm bûn, kêm zêde heroj seriyek didan malpera min û nivîsên min şirove dikirin, dîtinên xwe digotin.
Ev çendak e fena ku ev şirovekarên min yên midawim li hember min qela xwe kiribin yek, ya jî weke ku kurd dibêjin ”fena ku tuyî bin zimanê hev kiribin” ne dibêjin ”him” û ne jî dibêjin ”gim”, kes yek rêzê jî nanivîse.
Tu dibêjî qey ji şans û siûda min ya xerab ra bêxwediya komputera gişan bi hev ra arize daye, ya jî tiliyên hemûyan bi hev ra diêşin û loma jî nikanin tiliyên xwe bikar bînin.
Gelek sebebên vê ”boykotê” dikane hebin.
Yek jê dikane girêdayî mijar û qalîteya nivîsan be. Belkî jî êdî ”barûta” min qediya be, gotin û dîtinên min êdî vala, bêmane, weke riza rijî û pela pûçî bin, ne hêjayî xwendin û şirovekirinê bin, loma jî însan tiştekî li ser nabêjin.
Ya jî bi hin gotin û dîtinên xwe, min xelk û alem ji xwe xeyidandiye û loma jî êdî kes riya xwe bi quncikê min naxe û silavê nade min.
Ya jî şirovekarên min bixwe westiyane, feqîran êdî di xwe ra nabînin ku du rêzan jî binivîsînin.
Ya jî havîn hatiye, ew jî weke swêdiyan ketine tehtîlê, ji sibê hetanî êvarî xwe li kêlek peravên deryayê dirêj dikin û bi vî şiklî roja xwe dibuhurînin.
Yanî bêyî kêf û zewqê û tiraliyê tu tiştekî din nakin û loma jî destê xwe nadin tûşên komputerê.
Ya jî sebebekî din yê ku ez texmîn anakim heye…
Gava ku piştî hewqas ”hing û ding”, hewqas westan û bêxewiya şevan rojê yek kes jî tiştekî nebêje, meriv kêf û şewqa nivîsînî wenda dike, meriv xwe wek dikandarê ku ji sibehê hetanî evarî sifteh neke his dike…
Heta nuha tim xwendevanan ji rast û çep ez rexne kirime, kêmanî û qusûrên nivîsên min dîne û anîne zimên.
Min got îro jî hela ka ez wan rexne bikim. Ez dizanim pere nake jî lê axir ew jî tiştek e. Min got bira ew jî bizanibin ku şêl û tevgera ”gel” ne bi dilê min e, ”gel” jî dibê bi gelîtiya xwe bizanibe û li gor wê tevbigere.
Dibê ”gel” jî nebe ”tiralê” Bexdayê û ne li bende be ku hirmê were têkeve devê ”wî” û ew bixwe jî tu tiştî neke.
Hûn rastiyê dixwazin tu nêt û fikreke min ku van rêzan binivîsim tubebû, min çavên xwe li çend malperan gerand tiştekî ku têketa serê min bi ber çavê min neket, lê min dixwest tiştekî jî binivîsim.
Û derî îradeya min ev nivîs hat meydanê. Ez hêvî dikim ku bi van rêzan çend kesên mayî jî min ji xwe nexeyidandibe…

16 juli 2009

Li ser navê xwe "ez" pir hêrs bûm

Parlamenterê DTP-ê Hamît Geylanî, bi sê hevalên xwe yên parlamenter ra li Erdemliya qeza Mêrsînê diçin baxçeyekî çayê.
Xwediyê çayxaneyê ji Hamît Geylanî û hevalên wî dipirse, dibêje, ”ma hûn DTP-lî ne ?”
Dema Geylanî dibêje ”erê”, em DTP-lî ne, xwediyê çayxaneyê derî nîşanî wan dide, dibêje, ”Şehîdê min heye, rabin ji vir herin.”
Geylanî û hevalên xwe çaya xwe naqedînin û çayxaneyê terk dikin.
Hamît Geylanî, di rojnameya Tarafê da do wiha qala vê bûyerê kiriye:
-Ez û sê hevalên parlamenter(ez navê wan nabêjim)em çûn bexçeyekî çayê, lê çaya me nîvçe hîştin. Xortê ku bexçe dixebitand, hat masa me. Got, “Begno hûn ji ku ne?”
Bi serbilindî min got, “Ez ji Colemêrgê me.” Min bajarên hevalên xwe yên din jî jê ra got.
Got, “Ma hûn parlamenterên DTP-ê ne?”
Dîsa bi serbilindî min got, “Erê”.
Got, “Begno ez nikanim çayê bidim we û ji we ra xizmetê bikim.”
Me got, ”Çima” tu nikanî bikî?
Got:
”Şehîdê min heye, ji ber wê min fêm bikin.”
Dîsa min bersîv da. Min got, em hesasiya te fêm dikin û dibin şirîkê êşa te. Lê li vir hûn xizmeta qamûyê dikin. Ev şêla we ya dîskrîmînasyonîst, sebebê girtina ciyê we ye.
Got, ”Qet ne mihîm e, digrim û diçim”.
Li ser vê bêperwatiya mêrik, Geylanî û hevalên xwe, pel pel li ruyên hev dinêrin û çayxaneyê radibin.
Dema yek, ji miletê meriv hewqasî nefret bike, li meriv bi vî rengî heqaretê bike û meriv ji qahwexaneya xwe biqewitîne, heger meriv lênexe, nikanibe lêxe, tiştê herî normal ew e ku divê meriv jê aciz bibe, dilê meriv jê bigire.
Geylanî, xwe ji vî faşîstê çavsor û dijminê kurdan aciz nake, jê naqehere û di dilê wî da “kîn” û “nefretek” jî peyda nabe.
Tiştekî pir xerîb e...
Însanek, heqareteke bi vî rengî li meriv bike lê meriv dîsa jî bîna xwe jê teng neke, bibêje, ”ez jê hêrs nebûm”, tiştekî ne normal e.
Ji dêlî ku Geylanî, vê nîjadperestiyê, vê çavsoriyê, kîn û nefreta li hember gelê xwe rexne bike, qala hin tiştên vala, çîroka “bihevrabûna sedsalan” dike.
Ku herkes dizane ku ev “bihevrabûn” jî ne bihevrabûneke azad e, bihevrabûneneke bizor û kolewarî ye.
Dibêje, “li ser navê xwe ez jê hêrs nebûm.“
Ez benî, dibê mêrik hîn çi bikira, ji bo ku tu jê hêrs bibûya?
Ji bo ku meriv sê parlamenteran ji qahwexaneya xwe biqewitîne yek, dibê meriv pir har, çavsor û bêperwa be û ya din jî dibê dilê meriv li hember miletê wî kesî tije kîn û nefreta be.
Ev şêla yê tirk, nîşan û pîvana kîn û nefreta tirkan ya li hember miletê kurd e, naxwazin qedehek çay jî bifroşin yekî kurd.
Geylanî û hevalên xwe hîn jî naxwzin vê rastiyê bibînin, hîn jî qala çîroka “biratiya” kurd û tirkan dikin.
Ne şehîdek, deh şehîdên yekî kurd hebûna jî nikanîbû li hember sê parlamenterên tirk yên faşîs ev "mêranî" bikira û ew ji qahwexaneya xwe biqewitandana.
Ferqeke me û tirakn jî ev e.
Mêrikan ji me hez nakin û vî hestê xwe jî pir eşkere didin der.
Lê em newêrin ya dilê xwe bibêjin...
Medenîbûn, însaniyet, camêrî tiştek e, lê mêranî û cesareta li hember dijmin jî tiştekî din e. Evana du tiştên cuda ne.
Dema yekî bi meriv ra dijminatî kir, ji miletê meriv nefret kir, nexwest miletê meriv bibe xwediyê tu mafekî netewî, wê demê divê meriv jî durrûtiyê neke û biwêribe bi mêranî eynî şêlê nîşan bide.
Lê kurd nakin, li hember tirkan bi piranî durrûtiyê dikin, dilê wan tiştekî dibêje, devê wan tiştekî din dibêje...
Nîşana herî berbiçav jî şêla Hamît Geylanî ye, ji bo ku ew kurd e mêrik wî ji çayxaneya xwe diqewitîne, lê ew dîsa jî dibêje, "li ser navê xwe ez jê hêrs nebûm."!
Weleh "li ser navê xwe", ez pir û pir qeherîm, pir hêrs bûm û weke ferdekî kurd gelkî jî pê êşiyam...

15 juli 2009

Artêş rastiyê bincil dike

Di nava artêşa tirk da dawiya ”qezayên” ku dibin sebebê mirinê û ”întîxarên” bi şik û dûrî aqilan nayê.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin, do bi şev li Dêrsimê li Tûgaya Komando, leşkerekî bi navê Sedat Saka(ji Tokatê)ji ber sebebekî nayê zanîn berê du hevalên xwe, Yahya Koklu (ji Orduyê) û Tûran Yeter (ji Meraşê) û dûra jî xwe kuştiye.
Di derbarê bûyerê da berpirsiyarên leşkerî heta nuha tu agahî nedane çapemeniyê.
Tenê tê gotin ku serdozgerê komarê yê Dêrsimê, di derbarê bûyerê da lêkolîn daye destpêkirin.
Ev ne cara pêşî ye ku di nava artêşa tirk da bûyereke wiha diqewime, heta nuha gelek carên din jî em bûne şahidê ”dînîtî”, ”qeza” û ”întîxarên” bi vî rengî.
Û dûra jî derdikeve ortê ku eslê bûyerê ne ”dînîtî”, ”qeza” û ”întîxar” bûye, kuştin û cînayet bûye.
Li ser bûyerên wiha heta nuha di warê resmî da çi hatibe gotin tim eksê wê derketiye, loma jî tu sebeb tunye ku ev bûyer jî ne wiha be.
Jixwe kes nizane ev çi hîkmetî îlahî ye ku di bûyerên wiha da, yên ”bêhemdî” tên kuştin û ”întîxar” dikin çima tim kurd in?
Bi îhtîmaleke mezin ev bûyera Dêrsimê jî weke tê gotin ewê ne netîceya ”aqilberdana” Sedat Saka be, ewê şerê di nabêna xortê kurd û herduyên tirk da be.
Heta nuha di hemû bûyerên wiha da tim derketiye ortê ku aliyek tirk û aliyek jî kurd e.
Yanî bûyer tim di nabêna leşkerên tirk û kurd da tên meydanê û tim jî yên tên kuştin kurd in.
Dibe ku îcar yê kurd li hember zulmê û heqaretê îsyan kirbe û herduyên tirk kuştibe…
Dema meriv xeberê dixwîne, meriv ”falsîfîkasyonê” his dike, meriv dibîne ku tiştekî, rastiyeke vedişirên heye.
Bûyer, bi hawê tê gotin qet nakeve serê meriv.
Ev çîrok e...
Herçiqas ne derî îhtîmalê be jî lê tu sebeb tuneye ku du leşkerên tirk hevûdu bikujin.
Lê sebebên ku xortê kurd û tirk şer bikin û hevûdu bikujin pir e û jixwe heta nuha gelek caran jî qewimî ye.
Ne dûr î aqilan e ku ev bûyer jî eynî wiha bûbe.
Dikane di nabêna xortê kurd(Tûran Yeter, ji Merraşê)û herdu xortên tirk da minaqeşe derketibe, yên tirk gelek heqaret li yê kurd kiribin û di netîcê da yê kurd jî tehamul nekiribe û rabûbe bera herduyan dabe, herdu jî kuştibin.
Û piştî kuştina herduyan jî du îhtîmal hene, ya ew kuştin û ya jî ji bêçaretiyê wî xwe kuşt.
Tiştekî wisa bêtir dikve serê meriv.
Lê bûyer ne “dînîtî û aqilberdana” yê tirk e(Sedat Saka), miheqeq şerekî “kurd û tirkîtiyê” ye.
Dewlet bi darê zorê zarokên kurdan dibe leşkeriyê. Lê li leşkeriyê jî wan rehet nahêlin, ji ber ku kurd in zulm û heqaretên mezin li wan dikin, bi şeref, heysîyet û xurûra wan dilîzin.
Û gava yek dengê xwe bike jî dikujin û dibêjin ya “bêhemdî” bû, ya jî wî xwe kuşt.
Belkî jî ev cara pêşî ye ku xortekî kurd hew dikane zulmê û heqaretê daqultîne, kêr digihîje hestî û ew jî bi vî rengî îsyan dike...

14 juli 2009

Ma sûcê mirîşkê çi ye?

Ji zûdaye we pêkenîn nexwendine. Bi îhtîmaleke mezin nuha we bîriya wan kiriye.
Axir carnan ken jî lazim e, hertim siyaset û mijarên "cidî" nabe.

Leşkerî û ajnêberî
Xortekî kurd ji mecbûrî dikira biçûya leşkeriya tirkan. Lê dixwest tenê bibe deryavan, sinifeke din qebûl nedikir.
Di dema muayenê da ev daxwaza xwe pir vekirî û bi israr ji serokê şûba leşkerî ra got. Got heger ez nebim deryavan, ez naxwazim herim leşkeriyê.
Serokê şûbeya leşkeriyê jê ra got:
-Kuro tu merivekî çiyayî ye, ma tu bi ajnê dizanî?
Yê Kurd got:
-Çi îşê te bi ajnêberiya min heye, ma qey keştiyên we tune ne?

Kurê heywanekî…
Di îşkencexana hefsa Diyarbekirê da zabitekî tirk li girtiyekî kurd dixist û di ber ra jî tim zirt dida xwe û digot:
-Ez şêr kurê şêra me, zû bipeyive, nexwe ezê te perçe-perçeyî bikim!
Yê kurd di bin çavan ra lê nêrî û ne napeyivî.
Bîstek derbas bû, îşkencekar bi hêrs dîsa pirsî, got:
-Zû bibêje, ez kî me û lawê kê me?
Girtiyê kurd got:
-Weleh tu heywan kurê heywanekî bû lê nuha navê wî heywanî nayê bîra min.

Ziman
Yekî Rihayî li Stenbolê aşxaneyek vekiribû û li ser deriyê wê jî bi herfên mezin,”li vê aşxaneyê meriv dikane bi her zimanî bipeyive” nivîsî bû.
Rojekê wezîrekî tirk piştî ku xwarina xwe xwar, bi meraqdarî ji xwediyê aşxanê pirsî, got:
-Li qusûra min nenêre lê min meraq kir, ma tu bi her zimanî dizanî?
Xwediyê aşxaneyê got:
-Na ne ez, lê mişteryên min dikanin bi her zimanî bipeyivin. Mesela li meclîsa we axaftina bi kurdî qedexe ye, lê li aşxaneya min serbest e.

Bira ne ehmaq bûya
Hakim ji mutahîdê sextekar pirsî, got:
-Lawo, ev camêrê hanê dibêje ku ev çar car in ku ew ji te xênî dikire lê te heta nuha yek jî teslîmî wî nekiriye. Tu çi dibêjî ?
Mutahîd got:
-Hakim beg, ma ez çi bibêjim, bira hewqasî jî ne ehmaq bûya û çar caran nekiriya...

Sûcê mirîşkê çi ye?
Jinikê ji mêrê xwe ra got:
-Tu zanî, sibe salvegera zewaca me ye, divê em bi hawakî pîroz bikin.
Mêrik got:
-Ê tu dibê em çi bikin?
Jinikê got:
-Emê mirîşka xwe şerjêkin, ban çend dost û hevalan kin û bi hev ra pîroz bikin.
Mêrik got:
-Xanim, em ji xwe ra zewicî ne, de îcar sûcê mirîşka reben çi ye?

Medya tirk
Yekî kurd ji dêlî pêşmalê, rojnameyeke tirkî li dor nava xwe digerîne û dikve himamê. Yên vê yekê dibînin matmayî dimînin, dibêjin ev çi mesele ye?
-Ew jî dibêje:
-Hûn dizanin medya tirk her tiştî mezin dike…

13 juli 2009

Kurd şehîdên xwe ji bîr nakin

Berî nuha bi 20 salan, di 13 temûza sala 1989-an da Serokê PDK-Îranê Dr. Abdulrehman Qasimlo û 2 hevalên xwe, li paytexta Awusturya li bajarê Wîyanayê ji alî Rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve bi bêbextî û hovîtiyeke mezin hatin şehîdkirin.
Di vê êrîşa rejîma meleyan da li gel têkoşer û kurdperwerê mezin Dr. Abdulrehman Qasimlo, berpirsiyarê PDK-ê yê Ewrûpa Ebdulah Qadirî û dostê Qasimlo Dr. Fazil Resûl jî jiyana xwe ji dest dan.
Piştî cînayetê ji kesên ku kemîn danîbûn 2-3 kes ji alî pûlisên Awusturî va hatin girtin, lê dûra hemû jî hatin berdan û teslîmî dewleta Îranê kirin.
Ji ber ku kurd miletekî bêxwedî ye, kesekî li ser wan bixeyide tuneye loma jî dewleta Awusturya zêde bi dû qatil û hevkarên wan neket û rê da ku birevin û herin xwe bigihînin Îranê.
Dewleta Awusturya edalet bi peran firot, loma jî nexwest ji bo kurdên bêxwedî û bêpişt nabêna xwe bi Komara Îslamî ra xera bike.
Heger dewleta Awusturya bixwesta dikanîbû qatil û hevkarên wan berneda û kesên li pişt bûyerê derxista.
Ji bo ku tevgera kurd ya netewî li Kurdistana Îranî ji hêz da bixin û têk bibin, Refsencanî û Xameney ji bo kuştina Qasimlo emir dan qatilên xwe û ev cînayeta hovane pêk anîn.
Ji ber ku Refsencanî û Alî Xameney dizanîbûn ku Dr. Qasimlo ji bo xebat û têkoşîna gelê kurd serok û şexsiyetekî çiqasî mezin û girîng e.
Loma jî biryara qetilkirina wî dan û ji ortê rakirin
Faris, ji dema dewleta Safawî bigre heta bi roja îro gelek caran destê xwe di xwîna kurdan gerandin, ji navêrakirina serokên kurdan tim bûye siyaseteke farisan ya esasî.
Ji Emîrxanê Lepzêrîn bigre heta bi Simko, ji Qazî Mihemed bigre heta bi Qasimlo û Dr. Sadiqê Şerefkendî, farisan gelek serok û rêberên kurdan kuştine û dane kuştin.
Ji roja meleyan dest dane ser hukum û virda, Îranê li der û li hundur bi hezaran însan dane kuştin.
Û dinya jî çavê xwe ji van cînayetên Rejîma Îslamî ra digre, çimkî petrol û perê meleyan heye, loma jî mêzîna peran ji ya edalet û demokrasiyê girantir dikşîne.
Kurd, Dr. Qasimlo û hemû şehîdên xwe tu carî ji bîr nakin, wan di xebat û têkoşîna xwe ya ji bo azadî û serxwebûnê da didin jiyandin...

12 juli 2009

Serpêhatiyeke Dr.Nacî Kutlay û çîroka xebata kurdan

Çendakî berê Enstîtuya Kurd ya Parîsê, li ser ”Bûyera 49-an” semînerek amade kir.
“Bûyera 49-an”, di sala 1959-an da 50 kurdperwer û welatparêzên kurd ji ber doza kurdayetiyê û avakirina Kurdistaneke serbixwe hatibûn girtin. Ji girtiyan Emîn Batu, di zîndanê de wefat kiribû û mabûn 49 kes.
A ji ber wê yekê jî di dîroka me ya nêzîk da navê wê bûyerê ma weke “Bûyera 49-an.”
Ji girtiyên bûyerê Dr. Nacî Kutlay, Şerafettîn Elçî û Av. Ziya Acar weke axaftevan beşdarî semînerê bûbûn.
Bêyî Kutlay, Acar û Elçî, serokê kanala Kurd1-ê Kendal Nezan û Prof. Hamît Bozarslan jî axaftevanê semînerê bûn.
Diyar e Kanala Kurd1-ê tevayiya panelê diweşîne.
Do êvarî gava min bala xwe dida kanalên kurdî, min dît ku Dr. Nacî Kutlay dipeyive.
Nûçeya panelê min di çapemeniya kurd da xwendibû, lê min nizanîbû ku Kanala Kurd1-ê ewê panelê biweşîne.
Kêfa min ji vê tesadufê ra hat û min berê xwe da programê.
Dr. Nacî Kutlay, nas û dostekî min ê kevn e, piştî darbeya leşkerî ya 12-ê Îlona 1980-î çend salan ew jî li Swêd surgûn ma.
Li Stockholmê me hevûdu ji nêz va nas kir û di nabêna me da dostaniyeke baş û germ çê bû.
Heta, dema me rojnameya Armanc derdixist, li ser ”Bûyera 49-an”, min li mala wî pê ra sohbetek kir û dûra jî di Armancê da li ser ”Bûyera 49-an” weke nivîsekê weşand.
Jimara Armancê û sal nayê bîra min. Lê ewê piştî 1990-î be.
Ez bawer dikim nivîsa ku cara pêşî li ser ”Bûyera 49-an” hatiye nivîsîn ewê ev nivîsa min e.
Ev nivîsa min piştî bi demekê ya jî salekê, ji alî hevalekî me ve di kovara Medya Guneşî da bi tirkî û bi îmzeya wî hat weşandin.
Yanî camêr nivîsa min tercumeyî tirkî kir û bi navê xwe weşand.
Ev întîhala ji malê bi devikî min ji hin hevalan ra got, lê min li tu derê nivivîsî.
Ev cara pêşî ye ez li vir qala vê ”întîhalê” dikim.
Ez ji mijarê hinekî dûr ketim.
Dr. Nacî Kutlay cerah e, ne dîroknas e, lê ji siyaset û dîrokê gelkî hez dike û merivekî xweşsohbet e.
Ji ber ku Dr. Nacî Kutlay, ne dîroknas û lêkolîner e, loma jî nivîs û axaftinên wî yên li ser dîrokê ne metodîk û sîstematîk in.
Axaftina wî ya li ser ”Bûyera 49-an” jî wisa bû, yanî ne bi ser û ber û bi dûzan bû, lê wek hergav sohbeteke xweş bû.
Doktor, di axaftina xwe da qala serpêhatiyke xwe kir. Bûyerê gelkî bala min kişand. Loma jî ez dixwazim li vir qala vê serpêhatiya wî bikim.
Got ew hîn nuh bûbû tuxtor. Li bajarê ew lê, di sohbetekê da ji yê kêleka xwe ra dibêje, bi îngilîzî, fransizî, almanî muzîk serbest e, ma çi dibe ku bi kurdî jî serbest be?
Yê kêleka wî(ew yê kêleka xwe nas nake, piştî girtinê, bi riya xanima xwe fêr dibe ku ew generalek bûye) jê ra dibêje, ”erê di destpêkê da viya weke daxwazeke pir mahzûm xuya dike, lê ne wisa ye. Ji ber ku li vir mnasekine”
Û dûra jî ji Doktor ra dibêje ezê ji te ra meseleyekê bibêjim.
Dibêje rojekê xortek di trênê da rêwîtiyê dike. Di kompartumanê da ew, yekî navsale û keçek rûniştine.
Xort, ji bavê keçikê saetê dipirse, dipêje ma saet çend e?
Bavê keçikê bersîva xort nadê
Xort, çend carên din dipirse, mêrik dîsa mersîvê nade.
Li ser vê, xort dibêje, tu çima bersîva min nadî? Tu xerabiyeke vê pirsa min tuneye…
Bavê keçikê dibêje, hertişt wiha, bi tiştên biçûk dest pê dike. Tu nuha saetê ji min dipirsî, ku ez bersîvê bidim te, tu yê bîsteke din navê min, bîsteke din navê keça min, welhasil heta dawiya rê tu yê hevaltiya xwe bi me ra germ bikî û pir ne dûr e ku heta dawiya rê dilê keça min jî tê keve te.
Û dûra jî gotiye, tuxtor, mesela kurd jî wiha ye, nuha muzîk, ku tu viya bidê, sibe ewê doza tiştekî din bikin û ev îş her ku here ewê mezintir bibe…
Helbet mêrik yekî gelkî jîr û zane bûye. Bi rastî jî eynî wek wî texmîn dikir, wisa bû, berê bi govendê, bi muzîkê, bi danîna komeleyên kulturî û yên telebeyên kurd, yanî bi tiştên pir biçûk destpêkir û netîce hat gihîşt vê derê.
Ev bûyer jî nîşan dide ku dijminê me çiqasî jîr û zane bûne û em jî çiqasî nezan bûne. Ji ber ku me zêde giranî nedida xebatên wiha.
Bêyî vê serpêhatiya pir balkêş, Dotor qala tiştekî tiştekî din jî kir. Got, dema ew telebe bû, rojên tatîlan telebeyên kurd bi hev ra diçûn piknîkê. Bi vê riyê kanîbûn li çolê govendê bigrin, bistirên û bi kurdî bipeyivin.
Lê ji bo ku xwendevan xwe negihînin hev, bi hev ra bi kurdî nepeyivin, pûlisên siwîl çûne li derûdora wan geriyane û bi wan ra li eynî wesayitan suwar hatine.
Ji bo ku kes bi hev ra bi kurdî nepeyive.
Dema meriv van herdu bûyeran dibihîze, meriv hîn baştir fêm dike ku dewlet li hember kurdan çiqasî bi tedarik, çiqasî bi tedbîr bûye.
Vê dewleta zalim zanîbûye ku girtina govendê, hevaltiya xortên kurd, axaftina bi kurdî jî dikane bibe heyvan û destpêka serîhildaneke pir mezin.
Lê kurdan tu carî fêm nekir ku destpêka hertiştî wiha ye.
Loma jî tu carî qedir û qîmetê nadin kirin û xebatên pêşiyan, wan gelkî biçûk dibînin…

11 juli 2009

Şerm û heya

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, îro li Erzeromê di kongreya partiya xwe ya sêyemîn da dîsa weke ”pêxemberan” peyivî û dîsa heq, heqûq, edalet û wekhevî li cîhanê belav kir.
Fena ku Tirkiye li vê cîhanê weletê herî bêtir heq û huqûq lê heye, fena ku hukûmeta wî zulmê li tu miletî nake, heqê tu miletî naxwe peyivî, berda û ha berda...
Erdogan, bêyî ku li kurdên di bin zilma xwe da bifikire, bêyî ku dê û bavên ku nikanin navên kurdî bidin zarokên xwe bîna bîra xwe, bêyî ku bifikire ku li welatê wî jî kurd ji hemû mafên xwe yên însanî û netewî bêpar in, nikanin bi zimanê xwe perwerde bibin, nikanin navê welatê xwe hildin, nikanin telewîzyonên xwe vekin, bêyî ku li van kirinên dewlet û hukûmeta xwe hemûyan bikire siyaseta Çînê ya li hember Tirkên Uugur rexne kir û xwest ku Çîn dev ji siyaseta asîmîlasyonê berde.
Û li gel ku ew bi xwe asîmîlasyona herî dirinde dike.
Di kanaleke TRT-yê da dema dipeyivî min li Erdogan guhdarî kir, weke merivekî herî adil û heqnas dipeyivî, şîret li Çînê kir û aqil dayê, got:
”Bi kuştina însanan, bi binpêkirina mafên mirovan, bi bêparkirina însanan ji mafên wan yên însanî tu welat, tu civat nagihîje huzûrê, îstîkrar û ewleyiyê. Em ji hukûmeta Çîn ra dibêjin, ev asîmîlasyona tu karê nade we. Dev ji vê yekê berdin.”
Û ji bo 150 kesên ku di bûyeran da hatine kuştin jî got:
”Dixwaze bira Tirkê Uygûr be, dixwaze bira Çînî be, em tu carî bi xweşbîniyê (musamahayê) li wahşeteke wiha nanêrin.”
Kurd ji kesên wiha him neheq û him jî zimandirêj ra dibêjin, guruyo navê min li te, kumê min li serê te…
Ev 25 sal in li Kurdistanê ne 150 kes, ji alî JÎTEM, artêş û pûlisên dewleta Erdogan va bi kêmanî li dora 50 hezar kurdî hatine kuştin, lê Erdogan ji vê ra nabêje ”wahşet”, nabêje ”qetlîam” û bîna xwe jî tu carî jê teng nake, dema mesele dibe ”kuştin û qetilkirna” kurdan ”xweşbîniya” Erdoga tim bêsînor e.
Diyar e qey Erdogan kurdan ji însanan nahesibîne, loma jî dema qala ”wahşeta” li hember ûygûran dike, wehşeta ku hukûmet û dewleta wî li kurdan dike qet naynê bîra wî û dema vê durûtiyê dike jî ne fedî dike û ne jî ruyê wî sor dibe.
Reheke(tamareke)însên ya ”manewî” ya exlaqî heye. Fedî, hestê wê tamarê li ba mirov qewî dike.
Lê dema însan bêrûtiyê, bêexlaqiyê û bêheyatiyê ji xwe ra bike kar û meslek, ew ”reh/tamar” hêdî hêdî zeîf dibe û nîhayet ”rojek tê” diqete, bi însan ra êdî şerm û heya namîne...
Êdî însan dibe merivekî bêheya, bêşerm, bêrû û bêedeb û loma jî êdî meriv ji tu tiştî û ji tu kesî fedî nake.
Meriv dikane her derewê, her durûtiyê bike.
Ji ber ku ew êdî merivekî bêheya ye…
Pir mixabin ku siyasetmedarên tirk jî ketine vî halî, ji ber ku ”tamara heyayê” êdî bi wan ra nemaye…
Fedîkirin, meziyetekî mirovî yê pir baş e, bi hebûna vî hestî însan bêtir însan e, Însan ku ji fediyê bêpar ma, hat şuştin dikane her tiştî bik.
Însanê ku li hember derew, sextekarî û durûtiya xwe şerm neke, ruyê wî sor nebe, li ber xwe nekeve maneya xwe ew e ku tamara eniya wî/wê ya ”arê”, yanî ya şerm û heyayê qetiyaye û êdî ji însaniyetê dûr ketiye…
Erdogan, kirinên xwe yên li hember kurdan, ermeniyan, asûriyan û hindikayiyên din nabîne, çînê rexne dike.
Bêguman siyaseta Çînê ya li hember miletên din ne siyaseteke demokratîk û mikemel e, dibê meriv rexne bike, lê ev yek ne mafê Erdogan e, çimkî siyaseta Tirkiyê ji ya Çînî gelkî xerabtir e.
Çîn, carê weke dewlet hebûna 56 hindikayiyan yanî hebûna 56 miletên ne çînî nas dike.
Û ûygûr jî yek ji van miletan e.
Yanî Çîn, bi kêmasî weke ku Tirkiye kurdan înkar dike, ûygûran înkar nake, ziman û kultura ûygûran jî weke ya kurdan ne qedexeye.
Li Çînê li gor "qanûnan", mafê her miletî heye ku kultur û zimanê xwe biparêze û pêşda bibe.
Lê ka li Tirkiyê di qanûnan da çi mafê kurdan û hindikayêyên din heye?
Ji bo ku Erdogan kanibe Çînê rexne bike, dibê ew bi xwe jî eynî zulmê û neheqiyê li miletên ne tirk neke.
Dema Erdogan ev yek di praktîkê da bi cî anî, wê demê meriv dikane rexneyên wî yên li hember siyaseta Çînê ya asîmîlasyonê qebûl bike û bigre cidiyê...

09 juli 2009

AKP-ê îcar jî zora artêşê bir

Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul, bi îmzekirina ”qanûna darizandina swîl” yanî bi gotineke din, di mahkimeyên siwîl da rê li ber mahkimekirina leşkeran vekir.
Ji nuha û pê da edî leşker û general jî ewê di dadgehên siwîl da werin darizandin(mahkimekirin)û cezakirn.
Heta nuha leşkeran gava dilê wan bixwesta plan û programên darbeyên leşkerî çêdikirin û dema biser nediketin jî tiştek bi wan nedihat, çimkî dadgehên siwîl nikanîbûn wan ceza bike.
Xwedêgiravî ew di dadgehên leşkerî da dihatin darizandin. Lê dadgehên leşkerî jî herkes dizane ku formalîte ne, loma jî kes nedihat mahkûmkirin.
Abdullah Gul, bi îmzekirina vê qanûnê ra dawî li vê dewran û saltaneta leşkeran anî û xizmetek baş ji ”demokrasiya” Tirkiyê ra kir.
Li alî din, bi vî şiklî kesên ne leşker jî ji nuha û pê da êdî ewê ji alî dadgehên leşkerî va neyên darizanindin.
Berê, di halê ”sûcên leşkerî” da dadgehên keşkerî dikanîbû kesên siwîl jî mahkime bikin.
Nuha rê li ber vê yekê jî hate girtin.
Ev jî gelkî girîng e.
Bi kurtî, bi îmzekirna vê qanûnê ra li Tirkiyê gaveke pir mezin û dîrokî hat avêtin û darbeyek mezin li leşkeran ket.
Leşkerên ku ji nuha û pê da plan û programên darbeyan çêkin ya jî bi darê zorê teşebusî darbeyên leşkerî bikin û bixwazin hukûmetên siwîl bixînin, ew general û serekerkan bin jî ewê di ”Dadgeha Ceza Giran” da werin mahkimekirin.
Ji bo ”demokrasiya” Tirkiyê û ”baskokirina” leşkeran derbasbûna vê qanûnê ne tiştekî hindik e.
Li her dera dinyayê her dewletek artêşa wê heye, li Tirkiyê eksê vê ye, li Tirkiyê dewlet ya artêşê ye, leşker bi vî çavî li dewletê dinêrin.
Loma jî serekerkan tim xwe weke serokê dewletê û general jî tim xwe weke wezîr û kabîneya hukûmetê dibînin.
Dibê meriv qebûl bike ku pir hêdî bimeşe jî, têda gelek çiv û hîle hebin jî AKP piço piço dewlet û îktîdarê ji destê leşkeran derdixe.
Heta nuha îktîdara siyasî tim û tim di bin wesayeta leşkeran da bûye, AKP vê wesayeta leşkerî hêdî hêdî dişkîne.
Û ev jî ne tiştekî hindik e.
Piştî resmîbûna vê qanûnê têkiliyên Tirkiyê û Yekîtiya Ewrûpayê jî ewê baştir bibin. Ji ber ku rakirina dadgehên leşkerî yek ji daxwazên Yekîtiya Ewrûpayê ya sereke ye.
Ji bo vê gava hatiye avêtin dibê meriv hukûmeta AKP-ê teqdîr bike.
Min bixwe tam bawer nedikir ku hukûmetê hewqasî israr bike û Abdullah Gul jî ewê qanûnê bi vî şiklî îmze bike.
Texmîna min ew bû ku Abdullah Gul, ewê qanûnê paşda bişîne meclîsê û bixwaze hin guhertinan tê da bike.
Çimkî çapemeniyê întîbayeke wiha belav dikir.
Lê gelkî baş bû ku texmîna min şaş derket.
Wisa xuya ye ku meleyên AKP-ê îşê xwe baş dizanin û rewşê baş îdare dikin. Yekcarnan weke wan bikin jî lê di dawiyê da camêran bi nermikî, bêyî ku zêde biêşînin leşker xistine feqê, dest û nigên wan rind "qend û bend" kirine.
Di rewşên wiha da leşker har dibûn, ya darbe dikirin, ya jî bi zor hukûmet diqewitandin, lê nuha nikanin wiya jî bikin.
AKP-ê ev nuxeteya wan ya zeîf baş fêm kiriye, loma jî li hember gef û zirtên leşkeran gavê paşda navêjin, di dawiyê da weke xwe dikin...
Netîce, li gor "şertên Tirkiyê" AKP siyaseteke pir baş dimeşîne.

08 juli 2009

Vê nivîsê bixwînin û porê serê xwe birûçikînin!

Di malpera ”Amîda Kurd” da do ez rastî du nivîsên Bahoz Baran hatim.
Bahoz Baran, di herdu nivîsan da jî li ser asîmîlasyona kurdan ya xwe bi xwe radiweste û tiliya xwe dide ser birîneke kurdan ya pir û pir xedar.
Herdu nivîs jî gelkî girîng û gelkî hêja ne.
Lê bi taybetî jî ya bi sernivîsa ”Li Amedê navendên çand û hunerê, malên gel û xweasîmîlasyon”, nivîseke mikemel e.
Ji bo ku meriv bikanibe baş fêm bike ku komele û rêxistinên ku ji alî belediyên DTP-ê û dost û hevalbendên PKK-ê va hatine avakirin, zarok û xortên kurdan çawa asîmîle dikin û dikin tirk, divê meriv vê nivîsa Bahoz Baran tekrar tekrar bixwîne.
Loma jî ev nivîs gelkî girîng e.
Girîngiyeke vê nivîsê ya din jî ew e ku birêz Bahoz Baran, ezber û ji derde û bi texmînî napeyive, ew yekî di nava meselê da ye.
Loma jî ew dizane di nava van komele û rêxistinên DTP-ê, belediyan û PKK-ê da çerxa asîmîlekirina zarokên kurdan çawa digere.
Baran, dema qala mal û saziyên” kurdan yên kulturî dike, dibêje
”Mixabin, sed mixabin ku ev sazî û mal jî weke ‘dewletê’ zarok û ciwanên me asîmile dikin.”
Lê vê îdîaya xwe bi cî û war dike, nimûneyan dide, navê komele û rêxistina dide.
Yanî tu îdîayeke xwe bê delîl û îspat nahêle.
Ji destpêka salên 1980-î da ye ez bi şiklekî bênabên li ser tahlûke û xeteriya asîmîlasyona kurdan ya xwe bi xwe dinivîsim.
Ez dikanim bibêjim ku bi gotinê êdî mû bi zimanê min va hişin hat, lê dengê min zêde naçe derekê.
Heta van 3-4 salên dawî jî kesên ku asîmîlasyona kurdan ya xwe bi xwe weke tahlûkeyeke mezin didîtin tu bigire tew tunebûn.
Vê yekê ez gelkî xemgîn dikirim.
Lê waye hêdî hêdî be jî êdî di nava tevgera PKK-ê da jî kesên wek Bahoz Baran derdilevin û ew jî êdî dikin gazî û hawar û li dijî asîmîlasyona kurdan ya xwe bi xwe serî hildidin.
Ez hêvî dikim ku ev gazî û hawara Bahoz Baran, di nava tevgera PKK-ê da olan bide, şax vede û xurt bibe.
Û jixwe heta ku ev olan di nava tevgera PKK-ê da olan nede, heta ku PKK bi rengekî cidî li hember asîmîlasyonê raneweste îşê kurdan gelkî zahmet e.
Bahoz Baran di nivîsa xwe da nimûneyên pir hêja û girînga dane, loma jî ezê ji nivîsa wî çend paragrafên dirêj bigrim.
Ewê nivîs hinekî dirêj bibe lê zirara wê tuneye, divê her kurdê dilşewatê kurdî vê nivîsa Bahoz Baran bixwîne.
Nivîsa Bahoz Baran wisa dest pê dike:

”Niha li Amedê di bin banê her şaredariyê de herî kêm saziyeke çand û hunerê heye. Di van saziyan de xebatên muzîk, şano, sînema, wêne û perwedehiyê tên kirin. Bi deh hezaran ciwan û zarok beşdarî van xebatan dibin.

Ji xeynî van navendan, çend sal berê “malên gel” jî hatin avakirin û niha li her taxê malên gel hene. Ew jî bêtir li ser perwerdehiyê(ji bo ezmûnan, malên ji bo piştgiriya perwerdehiyê) xebatên xwe didomînin. Hejmara zarok û ciwanan her roj jî pirtir dibe li wan deran. Heta vê derê pir xweş û baş. Divê em karibin rastiyê bibînin û xwe û xebatên xwe rexne bikin.
Dema ku em li rewşa wan navend û malan dinihêrin: Mixabin, sed mixabin ku ev sazî û mal jî weke ‘dewletê’ zarok û ciwanên me asîmile dikin. Wan ji çanda kurdewar dûr dixin û xebatên xwe bi kurdî nakin. Zimanê wan saziyan, ji sedî nod bi tirkî ye. Xebatên xwe yên muzîk, şano, sînema, wêne û perwerdehiyê bi tirkî dikin û têkiliyên navbera wan jî bi tirkî ne. Mirov dikeve şikê, gelo ev sazî, saziyên kurdan in? Şaşî ji serî dest pê dike. Dema ku rêvebirên wan deran hildibijêrin, qet guh nadin zimên. Rêvebirên wan navendan jî, ji hêla şaredariyan ve tên hilbijartin û tu kes ji wan napirse, hûn bi kurdî dijîn an na, hûn ê çand û hunera me, bi kîjan zimanî hînî zarok û ciwanên me bikin? Divê êdî kesên ku doza kurdî dikin, teqez li dijî vê yekê derkevin û li ser vê mijarê bisekinin. Şaredarên me, divê ji bona ku ev sazî bibin kurdewar, bêyî ku dem derbas bibe, gav biavêjin û dema ku ji bo wan deran rêvebiran hilbijêrin, divê xala yekemîn zanîn û bikaranîna zimên be."

"Ji ber ku di warê asimilasyonê de polîtikayeke me û ‘saziyeke’ me tune ye, em di vî warî de belawela ne û xebatên bi rêk û pêk nakin. Rêxistinên me jî, di vî warî de pir rehet tevdigerin û zimên ji ser guhê xwe re diavêjin. Heta niha tu navendeke me jî, li dijî asilmilasyonê tevnegeriyaye û li ser vê mijarê, xebatek nekiriye. Divê ev navend, xizmetê ji asîmilasyonê re nekin; li hemberî asîmilasyonê bisekinin û bi çand û hunera kurdî, vê rewşa xeternak berovajî bikin. Karê wan divê ev be; lê ew niha asîmilasyonê kûrtir dikin. Weke mînak, saziya me ya bi navê ‘Selîs’, du sal berê dayikên me yên ku bi tirkî nizanin, civandibûn û ew hînî tirkî dikirin! Kovarên ku saziyên me derdixin bi tirkî ne. Van demên dawî şaredariya me, pirtûkxaneya bi navê Mehmed Uzun vekir. Deh hezar pirtûk tê de hene; lê dema ku em diherin, li wan pirtûkan dinihêrin, hejmara pirtûkên kurdî ji ‘du sedî’ derbas nabe!
Qey pirtûkên kurdî ew qas in?
Rewşenbîrên ku li Amedê ne, hûn li ku ne!?
Xemxurên kurdî hûn li ku ne!?
Hûn çima destûrê didin van tiştan?
Qey em tune ne!?
Eger di vî warî de xebat bên meşandin û navendên çand û hunerê û saziyên me yên din xebatên xwe bi kurdî bikin û têkiliyên xwe bi kurdî deynin ez bawer dikim ku wê li Amedê guherînên pir mezin çêbin.”

”Divê em ji wan kesan bipirsin.

”Hûn çand û hunera kê hînî kê dikin?
Kê hûn anîn van deran?
Hûn çima zimanê vî gelî nizanin?
Ma hûn bawer dikin ku em ê êdî dengê xwe nekin ji we re?
Sedema vê bêhişiyê çi ye? Ji bo kê dixebitin hûn?”
“Berê herkesî li Amedê ye. Bajar û navçe û şaredariyên li der û dorê li Amedê dinihêrin.

Lê Amed li ku dinihêre?
Heta ku em berê vî bajarî nedin Kurdî, ev bajar xelas nabe! Li bajarê ku em nikaribin tê de bi zimanê xwe bijîn, li bajarê ku asîmilasyon pêl bi pêl mezin dibe, em ê çawa bihewin, em ê çawa karibin jê re bibêjin “bajarê me?"
Rewş bêtir bi xeternakiyê ve dihere, em ê çawa berovajî bikin vê rewşê?
Ma ev karekî hêsan e?
Ma tenê Amed?
Em niha qala Amedê dikin; lê ev tiştên ku hatine rêzkirin di gelek bajar, navçe û navendên me de hene.”
”Şaredarên me di her axaftina xwe de qala vê mijarê dikin; lê dema ku em li xebatên wan dinihêrin, tiştekî berbiçav nabînin. Di warê birêvebirina fermî ya di şarederiyê de, dibe ku em niha nikaribin kurdî bi kar bînin; lê li navendên çand û henurê û li malên gel ev pirsgirêk tune ne, li malên gel û li wan navendan, mirov dikare xebatên xwe bi kurdî bike. Nayê kirin! Kes ji we re nabêje fermiyetê niha biguherînin; ji xeynî fermiyetê zimanê xebatên xwe, bi taybetî xebatên navêndên çandan, malên gel bikin kurdî. Bila rêvebirên wan deran kurdewar bin. Dewlet mudahaleyê vê rewşê nake. Gotin divê êdî bibe pêkanîn.”
”Rêvebirên me yên ku di saziyên çand û hunerê de dixebitin, mixabin di warê hişmendiya kurdî de, pir qels in. Rêvebirê ku çand û hunera gelekî re eleqedar e, divê berî her tiştî zimanê wî gelî zanibe û bi wî zimanî biaxive, bixebite. Lê rêvebirên wan navendan, mixabin zimanê vî gelî nizanin, yên ku zanin jî, ji ber ku di warê hişmendiyê de xewar in, wî zimanî bi kar naynin.”
”Li Amedê navendeke pir mezin ya çand û hunerê wê di demeke nêzîk de bikeve xizmeta gel. Navê wê derê “Navenda Çand û Hunerê Ya Cegerxwîn” danîn; lê dewletê ‘Cegerxwîn’ qebûl nekir. Em dîsa jî bibêjin Cegerxwîn ji wê derê re. Li herêmê yekemîn car e ku navendeke wiha mezin ava dibe.

Gelo wê zimanê wê derê bibe kurdî?
Wê rêvebirên wê derê xebatên xwe bi kurdî bikin an na?
Şaredariya Kayapinarê dema ku rêvebiran hilbijêre, wê kurdî di ser guhê xwe re bavêje an na?
Niha em bersiva van pirsan nizanin; lê em ê herin bi çavê serê xwe bibînin. Ji xwe herêma ku, ew navend lê hatiye çêkirin ji sedî heştê asîmile bûye; eger ev navend jî wan asîmile bike, kurdî wê li wê taxê bipelçiqe! Divê haya serokê şaredariya Kayapinarê birêz Zilkîf KARATEKIN ji vêya hebe.
Di bin banê navenda Cegerxwîn de bobelat e ku xebat bi tirkî bên kirin! Van rojan qala ‘Aqedemiya Siyasetê’ jî tê kirin.
Gelo em ê zimanê wê bikin tirkî, yan em ê bibêjin bes e, em ê êdî bi zimanê xwe yê ku me ew(xwe) îhmal kiriye, siyasetê bikin.
Eger zimanê wê derê bibe tirkî, wê kurdî derbeyeke din jî bixwe!
Û niha wisa xuya dike. Em bi destê xwe mala xwe xirab dikin, haya me ji bayê felekê tune ye!”
”NÇM û Asîmilasyon
Di warê çand û hunerê de saziya me ya herî mezin û xwedî dîrok NÇM ye. Her çiqas li NÇM’yê hin xebatên kurdî hatibin kirin jî, polîtikeyeke NÇM’yê ya li dijî asîmilasyonê tune ye, cihê ku herî pir asîmile bûye û asîmile dike jî NÇM ye. Li Amedê NÇM’yê xwe bi navê Dîcle-firat bi ava kiriye. Herin li wê derê rojekê bimînin, hûn ê asîmilasyonê bi çavê serê xwe bibînin. Têkîlî bi tirkî ne. Cîvînên xwe bi tirkî çêdikin. Her çiqas demên dawî, hin biryar hatibin girtin û civîn bi kurdî dest pê bikin jî, piştre civîn vedigerin tirkî. Hişmendiya axaftina zimên li wan deran kêm e.

Gelek xebatên şano, wêne, muzîk û beşên din, hin jî bi tirkî tên kirin. Ji ber vê yekê ye ku kesên kurdewar ji wan deran aciz in.
Em, divê vê rastiyê bibînin. Mixabin ew sazî ,çand û hunera kurdî bi zimanê tirkî dide.(li gelek ciyan)
Ev bi xwe jî nakokiyeke pir kûr e. Şanogerên wan, şanoyên bi kurdî çêdikin, lê dema ku hûn derbasî pişt dikê dibin, dibînin ku tev bi tirkî dipeyvin.
Jiyana xwe jî bi temamî tirkî dijîn û têkiliyên wan bi tirkî ne.
Gelek hunermedên ku girêdayê wê derê ne, bi kurdî distrên; lê bi tirkî dipeyvin, dijîn.
Her çiqas rexneyên pir giran hatibin kirin jî, hin jî li NÇM’yan guherîn çênebûne.
Ji ber ku NÇM beriya saziyên din hatiye avakirin, di vî warî de pêşkêşiya asîmilasyonê wê kiriye.
Ev sazî yên me ne û divê ne di vî halî de bin. Divê ev sazî, teqez dev ji asîmilasyon û xweasilmilasyonê berde û ji bo saziyên din yê çand û hunerê bibe mînak.
Bes e, em êdî xwe nexapînin!
Bahoz BARAN”

Helbet pir hindik min texmîn dikir ku rewş ev e, lê dîsa jî dema meriv li şahidiya yekî di nava meselê da guhdarî dike, meriv bêtir muteesîr dibe, meriv fêm dike ku van rêxistinên xwedêgiravî ji bo pêşxistina kurdî hatine avakarin, esas mal û dibistanên helandina zarokên kurdan e.
Ev felaketeke pir mezin e.
Heta nuha gelek caran PKK-ê biryar girtiye, beyan daye û gotiye emê li dijî asîmîlasyonê rawestin û li zimanê xwe xwedî derkvin.
Lê piştî ku meriv vê nivêsa Bahoz Baran dixwîne, meriv fêm dike ew hemû gotinên ji bo xapandinê bûne.
Heger ne xapandin bûya îro rewş wiha nedibû, dibê ev yek bi daxwaz û destûra PKK-ê be.
Heger PKK bi xwe vê yekê nexwaze ne mimkûn e beldediyeyên DTP-ê, komele û rêxistinên girêdayî wan karekî wiha bikin.
Heger PKK, bi rastî jî li dijî asîmîlasyonê be ne mimkûn e ku di van rêxistin û komelayan da zarok û xortên kurdan bi tirkî werin perwerdekirin.
Heger ne bi destûr û daxwaza PKK-ê be ne mimkûn e ku kesên kurdînezan û tirkperest bibin berpirsiyar û serokên van dezgahan.
PKK, tevgereke pir û pir mezin e û xwedî hêz û disîplîneke ji ya leşkerî jî xirabtir e, dema bixwaze bi rastî jî dikane rê li ber asîmîlasyonê bigre, dikane li hember pêlên asîmîlasyonênê bendeke pir qewî lêke, dikane zimanê kurdî pêş da bibe û geş bike.
Lê dibêje û nake.
Û ne tenê nake, di serda jî eksê wê dike, di ser da jî karê dewletê hêsan dike, zarokên kurdan asîmîle dike.
Dibê kurd vê yekê bi tu hawî qebûl nekin.
Derdikeve ortê ku ew dezgeh û rêxistinên ku xwedêgiravî ji bo pêşdabirina kurdî hatine avakirine di rastiyê da hemû weke hêlînên asîmîlasyonê dixebitin.
Bêguman ne PKK tenê, hemû hêzên din jî pir hindik, belkî jî ji PKK-ê zêdetir kurdan asîmîle dikin û bi vê siayseta xwe jî karê dewleta tirk hêsantir dikin.
Kurdên kurdperwer û têgihîştî, kurdên ku naxwazin bibin tirk û qesasê zimanê xwe dibê li dijî asîmîlasyonê dengê xwe bez bikin.