25 juni 2009

Şevbêrka kurdî bû "dora şevê"!

Ev bêxwediya telewîzyonê jî tiştekî wisa ye ku, hin programan meriv bi kêf û zewq lê temaşe dike û tiştekî jê fêr dibe.
Loma jî car heye meriv naxwaze ji ber rabe.
Lê hin programên kesên cahil jî hene meriv diteqîne, meriv naxwaze yek deqîqeyê jî lê temaşe bike.
Îro di înternetê da min bîstekê dîsa li programa Guler Işik xanimê(Dengê Ronî)temaşe kir.
Mîvanên wê yên îro, gurûbeke sazbendên Rhayî bûn.
Yanî hemşeriyê min bûn.
Kêfa min tê dema ez rihayiyekî ku bi kurdî distirê dibînim.
Axirê baş bû ku ji nava gurûbî yekî bi kurdî dizanîbû.
Ew jî ne hindik e.
Yê li ser navê gurûbê dipeyivî, qala ”sira geceleriyê”* Ruhayê kir, got, li Ruhayê ”sira gecelerî” pir bi nav û deng e, em di wan şevan da distirên û hwd.
Mesele hat ser navê ”sira gecelerî”.Guler Işikê xwest bizanibe, gelo meriv bi kurdî dikane ji ”sira gecelerî” ra bibêje çi, çi navî lêke?
Bi rengekî ji xwe bawer, gotin, meriv dikane bibêje ”dora şevê, rêza şevê” ya jî ez bawer im gotin "şevên rêzê" jî.
Gulê jî ji vî navî memnûn bû, got rast e, meriv dikane bibêje ”şevên rêzê…”
Û bi rengî wî û Guler Işikê, li ser maneya "sira gecelerê" li hev kirin.
Guhdaran jî kesî îtîraz nekir, kesî negot, navekî wê yê bi kurdî heye.
Tiştê herî xerab ew e ku haya merivê cahil, ji cahiliya wî tuneye û loma jî cesûr e.
Wek gelek urf û adetên me yên din, ev kultur û adeta ”sira gecelerî” jî kultureke kurdî ye û tercumeyî tirkî kirine.
Berê, bi piranî li gundan, lê li bajaran jî li malên mîr, beg, axa û malmezinan ode(cimat)digeriya û dengbêj û çîrokbêjan heta derengê şevê distiran û çîrok digotin.
Ji vî babetê kêfê ra kurd dibêjin, ”şevbêrk” ya jî ”şevbuhêrk”.Yanî însan li malekê dicivin, distirên, çîrokan dibêjin, kêf û henekan dikin û heta derengê şevê ji xwe ra şeva xwe dibuhurînin, yanî şevbêrka xwe dikin.
Ruhayiyên me ev ”şevbêrka” kurdan kirine tirkî û gotine ”sira gecelerî.”
Ji ber ku êdî weke berê kes li odeyên malmezinan kom nabin û tirkî jî dewsa kurdî girtiye.
Û dengbêjî jî jixwe êdî nemaye.
Yanî him cî û mekan û him jî ziman hatiye guhertin, loma jî navê "şevbêrkê" jî bûye tirkî û "sira gecelerî".
Îcar ji dêlî ku vê yekê wiha îzah bikin, bibêjin ”sira gecelerî” esas kultureke kurdî ya pir kevn e û navê wê jî bi kurdî ”şevbêrk”e, gotin meriv dikane bibêje "dora şevê, şevên rêzê."
Xwedê meriv ji bêtarên cahilan bisitirîne...
Merivê cahil tu carî hewce nabîne serê xwe bi meselan ra biêşîne û bikole.
Loma jî rabûn bi Gulê xanim ra hema di cî da ji tirkî tercumeyî kurdî kirin....
Kurdan berê ji kurdî tercumeyî tirkî kirine û wan jî nuha ji tirkî tercumeyî kurdî kir.
Lê ew jî bi şiklekî şaş û fahş.
Loma jî navekî pir ecêb pêşniyar kirin.
Şevbêrka kurdî kirin ”dora şevê" ya jî "şevên rêzê”!
Ji dêlî ku çê bikin, xera kirin.
Heyran ne hewceya hûn tercume bikin, kurdiya "sira gecelerî" bi kurdî berê heye, ew jî "şevbêrk e."
Ji kerema xwe ra dev ji tercumeya xwe ya tewşo mewşo berdin...
*Bi tirkiya Ruhayê dibêjin "sira gecelerî", yanî diçin li malekê, li derekê kom dibin, dixwin, vedixwin û distirên û kêf dikin. Bi kurdî meriv dibêje "şevbêrk"

1 kommentar:

  1. Dibêjin; avsîrka avsîrê!
    Bêjeya Kurdî, diqelibînin dikin peyîva Tirkî, cardin diqelibînin Kurdî dikin" şevê rizi" Ew bi zanebun tê kirin Ji bo ku koka xwe wenda bibe. Bajarê Rihayê vî karîra pir musaîde. Mesela mehela "GUTÎYAN" ku kalikê Kurdane. kirine "KÖTÜLER" mahallesi . A naha kesek nizane ku navê bapîrê Kurdaye.Dîsa "ŞELEKÎYÊ" Kurda li ba Îsotçîya kirine "ŞİLLİQ" Lê belê ji boy ku li Kurdî derxînin u bidin bîrkirin. Ew xwerina şiranî yê xweş nav guharandın kirin navê jinê nebaş. bila ne bi kurdîbe hema çı dibe bila bibe qe dixwajî bila bibe orispî, tew ku ji zimanê kurdî derkeve. Gellek silaf u rêz
    Xalo te dîsa birînê me tevda rakirin. xwarzîyê tey REHAWÎ.

    SvaraRadera

PARVE BIKE