10 juni 2009

Quncikê min îşev di xizmeta mamosteyekî kurd da ye

Xwendevanên hêja, min îro ji nivîskarekî kurd(Abdullah Încekan) E-mailek girt. Birêz Încekan, daxwazeke pir biçûk ji min kirye, gotiye:
„Apê Zinar,eger tu bikaribî di Bloga xwe de behsa berhema min li ser ziman bikî, ezê kêfxweş bibim. Bi silav û hurmet“Piştî ku te hêviyek ji vî quncikê min ê feqîr, yê rojê xwedî çend xwendevan kiriye bêguman ezê jî bi kêfxweşî vê daxwaza te bicî bînim.
Min kitêb nedîtiye û nexwendiye, loma jî ez nikanim li ser kitêbê tiştekî baş yan jî xerab bibêjim.
Lê bêguman berhemeke bi kurdî û him jî ji bo fêrbûna kurdî xebateke hêja ye û ji bo belavbûna wê jî dibê meriv jê ra bibe alîkar.
Ji ber ku min kitêb nexwendiye û nikanim tiştekî li ser binivîsim, ji dêlî wê ez nivîsa Nûbiharê ya nasandina kitêbê diweşînim.
Ji bo zimanê kurdî, ji bo xatirê nasandina kitêba „Ez kurdî hîn dibim“ bira îşev jî ev quncikê min di xizmeta mamosteyekî kurd Abdullah Încekan da be.
Bi hêviya ku ewê bi dilê we xwendevanan be jî...

"Hînbûna kurdî qet evqas hêsan nebûbû!

Ji weşanxaneya Nûbiharê gaveke nû: Pirtûkeke jibo hînbûna kurdî bi Audio-Cdyeke dîyarî.

Pirtûka „Ez Kurdî Hîn Dibim – Pratik Kürtçe Dersleri“ da ku meraqdarên zimanê kurdî bi wê kurdî hînbibin ciyê xwe li refikên pirtûkfiroşan girt.
Kitêb ji alîyê Abdullah İncekan ku li Almanyayê wek mamosteyê ziman û edebîyatê dixebite hatiyê amadekirin. Şêwirmendîya wê jî mamosteya zimannasî û dîdaktîka modern ji Universîteya Duisburg-Essenê Dr. Rosemarie Neumann kirîye.
Pirtûk ji 19 beşan pêk tê û li gor metod û didaktîkên modern hatîye amadekirin. Ji ber ku li Tirkîyê hê perwerdeya kurdî nîne di amadekirina wê de otodîdakt jî (yên xwe bi xwe hîndibin) li ber çavan hatine girtin.
Wêneyên Armin Wollnitza him kitêbê dixemilînin, him jî dikin ku dîyalog û metin bi hêsanî werin fêm kirin.

Ez Kurdî Hîn Dibim – Pratik Kürtçe Dersleri bi van xalan bala xwendevanan dikşîne:

- Metnên otantîk
- Di binê her metnî de: me’neya kelîmeyan bi tirkî (kelîmeyên nû)
- Gramer: Sîstematîk û gav bi gav (îzah bi tirkî)
- Gramer: Li hinin cîyan danliberhevdana bi tirkî, almanî û îngilîzî
- Xebatên devkî û nivîskî
- Îzahên li ser rastnivîsînê (îmla)

- Îmkana gudarîkirina her metnî ji CDyê

Îlawe:
- Mifteya xebatên nivîskî
- Ferhengoka kurdî-tirkî
- Ferhengoka tirkî-kurdî
- Herdu kokên fiîlan
- Îndeks
- Çavkanî
Ji bo yên ku xwendin û nivîsîna kurdî yan jî kurdî hê nû hîndibin!"

Ez Kurdî Hîn Dibim – Pratik Kürtçe Dersleri
Abdullah İncekan
ISBN: 978-9944-360-47-0
Nûbihar Yayınları
Büyük Reşitpaşa Cad. Yumni İşmerkezi, No: 22/29
Vezneciler/İstanbul
Tel. & Fax: 0212 519 00 09 nubihar@gmail.com

5 kommentarer:

  1. Keko,

    Te tishtekî pir bash kiriye. Divêt em li her derê propagandaya pirtuk, kovar rojname, CD, televîzyon, radyoyên bi zimanê kurdî bikim u xwe ji gemariyên dagirkerên xwînmij yên tirk, ereb u fars pa bikin. Divêt hemî kurd ji bo berhemên bi zimanê kurdî hembêza xwe vekin, wî bilorînin. Lê li yên dagirkeran jî lanetê bike! Bila li ruyê kesê ku wan dikire tifu bike.

    Ez tevgera te pîroz dikim!

    Haaa, xalo, ez dibêm tu hêdî hêdî menshur dibî ellaxîme kîtabîme :-)

    Silav u hurmet

    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera
  2. Silamalêkum
    Ez vê dera dixazem kurmancî ya xa rind bikim. Ez nikanim pir rindik nivîs bikim. Ez pir aaîmîle bume dibên. Welle chi bikim, kes kurmancî qal nake u ezî nikanim hî bibim xalo. Silavên xa dishînim. Ez dibêm kurmanciya vê dera pir rindik u xashe.

    Paytext-Erzingan

    (yanî ez dibêm paytexta Kurdistanê Erzingan e)

    SvaraRadera
  3. Bersîva xortê Erzînganî.
    Tu ser seran ser çavan hatiyî mîvaniya min.
    Bi serdana te, ez ji dil û can dilişa bûm.
    Birayê delal, tu carî ji bîr neke ku kurmanciya herî xerab, ji tirkiya herî baş baştir û hêjatir e.
    Kurmanciya te jî ne xerab e, hêdî hêdî ewê baştir bibe.
    Ya girîng ew e ku meriv bi xwe bihese, xwe nas bike, ji ziman û miletê hez bike.
    Ji ber ku tu ji "paytaxta Kurdistanê" Erzîngana delal û birîndar î ez gelkî kêfxweş bûm.
    Bi rastî jî heta salên 1940-î jî tirsa tirkan ew bû ku Erzîngan bibe paytexta Kurdistanê.
    Dema meriv bixwaze meriv zimanekî fêr dibe. îcar yê te tew zimanê dayika te ye. Rastnivîsê jî meriv bi nivîsandinê yanî bi praktîkê fêr dibe.
    Bi serdan û mîvaniya te ezê tim kêfxweş bibim.

    SvaraRadera
  4. Ez xalê xwe u hevalê "Paytext-Erzingan" pîroz dikim. Diyar e heger di dilê mirov da hebe, ne girîng e ku meriv ji navika Kurdistan-ê be.

    Bi rastî jî rewsha Erzingan-ê ya îro qet bash nîne. Asîmîlasyon hema hema gêshtiye armanca xwe. Lê mixabin ku ti partiyeke kurdan ya ku bala xwe bide vê feleketê tune. Divê rê li ber vê tunebun u tunekirinê were girtin. Bila Erzingan bi rastî jî bibe Paytexta Kurdistan-ê. Chi xewneke xwesh dibu, ne wilo? Dê tirk ji qehran bimirana bi xwedê.

    Tu bi xêr u xweshî hatî cîgerim Paytext-Erzingan! Tu her bijî! Bila tishtê ku tu destê xwe lê didî, bibe zêr!

    Ez bawer im dê kurmanciya te di demeke nêzîk da pir pêsh bikeve. Kuncika xalê Zinar ji bo kurdî ciyekî gelekî bash e u xwedî kurmanciyeke bedew e. De bila destpêk ji te u bereket jî ji xwedê be!

    Silav u rêz

    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  5. Xalo,
    Min got ez te pîroz bikim, lê pêra ez hinekî fikirîm u min got: "Yaw cîgerim ez ê ji bo chi xalo pîroz bikim? Ma xalo heta niha propagandaya pirtukên tirkî dikir? Naaa! Ma xalo ji destpêkê u vir da bi her tishtê xwe kurdîlî nebu. Herêêê! Êêê ev qizilqurta min ya pîrozkirinê ji ku derket mabam? Ma xalo heta doh di xizmeta zimanê tirkî da bu ku ez niha dixwazim bêjim tu bi xêr hatî? Naaa."

    Yanî xalo karê te dîsan jî hêjayî pîrozkirinê ye!

    Ji destên xalê xwe machî dikim!

    Lawkê Cholemêrgê

    SvaraRadera

PARVE BIKE