01 juni 2009

Kemalîstên kurd dixwazin DTP-ê ji kurdayetiyê dûr bixin

Cîgirê serokê grûba DTP-ê û parlamenterê Diyarbekrê Selahattin Demirtaş, dîsa dest bi berdevkiya kemalîzmê kir û li dijî parlamentoya kurd û gotinên Mûrat Karayilan, ji bo kurdan ew modela Skoçyayê dixwzin, derket û got pêkhatine tiştekî wiha ewê bibe sebebê felaketeke mezin û derketina şerekî di nabêna kurd û tirkan da.
Di rojnameya Hurrîyetê da Enîs Berberoglu di nivîsa xwe ya do da qala axaftineke xwe ya telefonê ya bi Selahattîn Demîrtaş ra dike. Berberoglu dibêje, wî bi telefonê bi Selahattîn Demîrtaş ra li ser ”êrîşa dawî û avakirina parlamentoya etnîkî” sohbet kirye.
Li gor Berberoglu dinivîse, Demîrtaş jê ra gotiye, ew parlamentoya kurd naxwazin, ”parlamentoya kurd li ku ava dibe bila bibe, li wê herêmê muheqeq hin grûbên etnîkî yên din, tirk, ereb, suryanî, keldanî ewê hebin. Ji ber vê yekê jî tiştekî wiha ewê ne li gor avahiya Tirkiyê ya civakî û sosyolojîk be.”Wek tê dîtin mêrik ji parlamenterekî kurd bêtir, weke berdevkê dewleta tirk dipeyive û dibêje heger kurd doza parlamentoyeke kurd bikin, miletê din jî ewê li wan binêrin û ewê jî eynî tiştî bixwazin.
Û ev yek jî ne li gor şertên Tirkiyê ye.
Îcar ji bo ku miletê din jî doza tiştekî wiha nekin, dibê kurd jî tişetekî wiha nexwazin, dema bixwazin ewê bibe sebebê şer.
Tiştê Selahettîn Demîrtaş dibêje bi kurtî ev e.
Ev 86 sal in parlamentoya tirk heye, kurd, ereb, suryanî û bi dehan miletên din di bin destê tirkan da dijîn. Demîrtaş efendî li tu anormaliyê di vir da nabîne, li dijî vê dernakeve.
Lê dema dor tê ser avabûna parlamentoya kurd dibêje nabe. Çimkî li Kurdistanê bêyî kurdan miletên din jî hene.
Ev yek ne li Kurdistanê tenê, li herdera dinyayê wiha ye.
Li Swêd jî herêmek tuneye ku tenê swêdî bin, li her bajarî bi dehhezaran hindikayiyên ne swêdî hene.
Yanî ji ber ku wiha ye, swêd ewê parlamentoya xwe fesih bike ya jî bo her grûbeke etnîkî ewê parlamentoyekê ava bike?
Em dev ji Swêd û ji welatên din berdin, ma Tirkiye jî ne wiha ye?
Ma li kîjan herêma Tirkiyê tenê miletê tirk dijî, kurd, ereb, asûrî, suryanî, ermenî, cihû, çerkez, çeçen û miletên din tunene?
Çima ji tirkan radibe, çima ewê ji kurdan ra nebe?
Demirtaş xwedêgiravî kurd e, lê bi çavê tirkekî kemalîst li mesela kurd dinêrê. Ji xwe ra kûsiya û ji xelkê ra jî masiya digre.
Demîrtaş gotiye avabûna parlamentoya kurd”ewê bibe sebebê felaketê.” Berberoglu gotiye, ”te ji bo çi îfadeya ewê bibe sebebê felaketê” bikar anî?
Demirtaş îzah kiriye, gotiye:
”Yanî li Tirkiyê gava grûbeke etnîkî bixwaze xwe ji grûbên din yên etnîk cuda bike, yanî daxwazeke wiha bide pêş…Ya jî modela xwe ya rêxistinî bide pêş, em bibêjin weke parlamentoya kurd derxe pêş, wê demê ev yek ewê here şerekî etnîkî. Yanî grûbên din, di serî da tirk ewê ji vê nerehet bin. Nuha di nabêna PKK-ê û dewletê da şerek heye, lê ev yek negihîşt şerekî etnîkî. Dem dem rîsk hene. Lê nêta kurdan ya avakirina parlamentoyeke kurd di nava Tirkiyê da ewê di nava grûbên din da xweş neyê dîtin û bere bere di nabêna grûban da ewê bibe sebebê minaqeşê û belkî jî here bigihîje şer. Qesta min ya ji felaketê ev e.”Jixwe dewleta tirk jî eynen van argumentan dide pêş, dibêje heger em mafê kurdan yên netewî bidin, zimanê wan serbest bikin, bikin zimanê resmî û perwerdeyê wê demê grûbên din jî weke kurdan ewê doza mefên xwe bikin û ev yek jî ewê bibe sebebê perçebûna Tirkiyê. Û ji bo ku Tirkiye perçe nebe em mafê kurdan jî nadin.
Selahattîn Demîrtaş jî weke tirkekî kemalîst û neteweperest ji kurdan ra eynî neqaratên dewleta tirk tekrar dike.
Li gor Demirtaş, dema kurd parlamentoya xwe bixwazin, miletên din jî ewê eynî mafî bixwazin û ev yek jî dikane bibe sebebê perçebûna tirkiyê.
Û ya din jî jixwe li Kurdistanê tenê kurd najîn, tirk, ereb û asûrî jî hene. Loma jî nabe ku kurd bibin xwedî meclîs.
Heger li Tirkiyê hin grûbên etnîkî yên din jî hene û ew jî mafên xwe dixwazin bêguman dibê dewlet mafê wan jî bidê, ne ku ji bo ku yên wan jî nedê, divê yê kurdan jî nede.
Heger li Tirkiyê miletên din hene û mafê wan hatiye înkarkirin, ji bo çi dewletê heqê wan bixwe?
Ya rast ew e ku dibê mafê wan jî bidê.
Lê li gor Demirtaşê kemalîst, dibê dewlet ne mafê wan û nedê. Û ji bo ku dewlet kanibe mafê grûbên din bixwe, dibê kurd jî doza mafê xwe nekin.
Helbet ev ne cara pêşî ye ku Selahattîn Demîrtaş ji berdevkiya miletê kurd bêtir abûqatiya tirkan dike, menfaetên wan diparêze.
Berî nuha bi çendakî li dijî gotinên Ahmet Turk,”bira zimanê kurdî bibe zimanê resmî” derketibû û gotibû em tiştekî wiha naparêzin, nabe ku zimanê kurdî bibe zimanê resmî û perwerdeyê.
Ji roja Selahattîn Demîrtaş di nava DTP-ê da derketiye pêş û ketiye meclîsê û virdaye di nava kurdan da rola ”Hespa Truvayê” dilîze, di nava DTP-ê da kîjan kurdê welatperwer doza mafê kurdan bike, daxwazeke rast û biheq bide pêş, tirk tavilê diçin xwe bigihînin Demîrtaş û hin kesên weke wî û gotinên li dijî kurdan bi wan didin gotin.
Van gotinên Demîrtaş yên li dijî pêşniyara Mûrad Karayilan(modela Skoçyayê) bêguman him li Tirkiyê û him jî di nava kurdan da olaneke mezin da. Wisa hat fêmkirin ku DTP li dijî pêşniyara Mûrad Karayilan(serokê KCK-ê)e.
Li ser vê meselê heta nuha beyanek KCK-ê ya jî ya Mûrad Karayilan tuneye. Lê îro di ajansa ANF-ê da beyaneke Demirtaş ya nivîskî heye. Di beyanê da Demirtaş ji gotinên xwe yên berê çerx dike, dibêje efendim wî tam wer negitiye, gotinên wî ”bi metodên mûçinkirinê hatine bikaranîn” û rengekî fena ku DTP li dijî pêşniyarên PKK-ê ye danê, lê rastî ne wiha ye.
Û nizanim hin organên çapemeniyê bi zanetî gotinên wî belovacî kirine, vana kesên nêtxerab in û li hember kurdan şerekî psîkolojîk dimeşînin û nizanim çi û nizanim çi…
Diyar e PKK ji van gotinê Demîrtaş gelkî aciz bû û bi îhtîmaleke mezin ”guhê wî kişandin” û ew jî mecbûr bû îro hinekî virda û wêda çerx bike.
Lê Demirtaş di beyana xwe da negotiye ku min tiştekî wiha ji Enîs Berberoglu ra negotiye, gotiye ”hin organên çapemeniyê gotinên min tahrîf kirine”.Lê negotiye kîjan gotinên wî û kê tahrîf kiiye?
Berberoglu, dibêje min telefonî Demirtaş kir û wî ji min ra wiha wiha got. Heger derew e weke mêran tekzîb bike, bibêje tu derewan dikî, min wiha negotiye.
Lê derew e, tiştê Berberoglu nivîsandiye rast e, bes ji mecbûrî îro înkar dike.
Lê ev yek nayê wê maneyê ku Demirtaş dev ji van dîtinên xwe berdaye. Tiştê Berberoglu nivîsandiye dîtinên Selahettin Demirtaş yên rast û ji dil in û beyana îro jî tenê çerxkirineke ji mecbûrî ye...

3 kommentarer:

  1. Xalo,
    Min berê jî gotiye. S. Demîrtash di maneya xwe ya siyasî da rasterast yekî "tolaz, bê edep u sextekar" e!

    Ewqas kurdperestên hêja ji hêla dewleta kur va hatin kushtin. Gelo chima kes vî tolazî u yên mîna vî nashîne cem bavê wan yên ji kerxanê ketiye ser lashê xelkên reben?

    Bi fikra min guhê vî sextekarî kishandin ne bes e, divê him guh u him jî serê wî ji binî va were hal kirin.

    Aniha nikare înkar jî bike. Lewra ev tolaz jî bash dizane ku hemî hevpeyvîna wî ya di telefonê da hatiye qeyd kirin.

    Yaw mirov chawa dikare bi aqilekî ewqas bê sherm u bê sheref li ser xwîna vî gelî weha bazirganiya tirkperestiyê bike? Dibe ku S. Demîrtash jî di eslê xwe da tirk yan jî mihacirekî balkanan bibe.

    Aha halê PKKê! PKKê di temamê jiyana xwe ya siyasî da ti carî biryareke rast negirtiye. Hemî xwîna miletê kurd di nav destên tolaz u sextekarên wilo da berhewa kiriye. Ji ber vê ye ku ev sî sal in qasî mîlîmêtreyekê jî pêshta chuyîn pêk nehatiye. Bila Elî, Memo, Huso, Mazlum, Agît, Mahsum xwe bikin gorî, daku bila cheqalên wekî S. Demîrtash bêrika xwe germ bikin u sherefa miletê kurd bikin pênc qurush!

    Silav

    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera
  2. Kek Zinar,

    Mîna te gotiye, vî camêrî berê jî li hemberî perwerdehiya zimanê kurdî mebesta xwe ya tirkperestî verêshiyabu.

    Bi rastî jî, wekî ku te jî bi bîr aniye, divê mirov li ser vî chahshê tirkperest bash bifikire. Mîsyona wî jê ra hatiye gotin. Bi taybetî jî ew peyva "felaket" bi zanîn aniyê zimên. Tesîra vê ya li ser psîkolojiya tirkan helbet dê wekî bombe bibe. Mesela li shuna wê heger gotina "maqul nîne" bê zimên, tesîreke din chêdike. Lê ew bi tundî vê bi kar tîne u di ser da jî bêyî ku kesek ji vî ehmeqî bipirse, gelên din yên ku li Tirkiyê dijîn, davêje ortê. Ma ji te ra maye, rezîlo?!

    Ti siyasetmedarekî kurd nikare vê bê îdraqiyê bike u tirsa tirkên nijadperest gur bike, berevacî vê divê hertim hêlên pozîtîf bîne zimên, heta ku jê tê wan bi tevî zimanê siyasetê qanî bike.

    Belê, sayin bê îdraq Selahattin Demirtash bi parashutan dakete ser vê qoltuxê, dê bi vî awayî jî derdeber bike u xwîna shehîdên Kurdistan-ê pêshkeshî tirkan bike!

    Gelo chima ev camêrê be îdraq zimanekî weha tuj u xirab li dijî mafên kurdan bi kar tîne, chima?!
    Chima vî zimanê xwe yê bê îdraq li dijî dewleta tirkan bi kar nayîne u mafên kurdan yên herî xwezayî ji wan naxwaze, chima?!

    Divê PKK ji vî bê îdraqî hesabê vê bipirse! Di serî da jî divê miletê kurd vê bike!

    Silavên hêja

    Zarayê Kurdîjen

    SvaraRadera
  3. Xalê Zinar,

    Heger bi gotineke qeshmerî bêjim, ez ê weha daxwaza xwe ya kurdperestî bînim ziman: Bila kurdên rast u delal serê vî zirbêedebî bikin kuna kerê u mistoyê dolheram!

    Lê chi fêde, ewê nekin! Dê Selahattin DemîrTirk bêtir di ser hesht ejdadê me da birî! Hey tifuuuuu, hey lanet li te bixe, qeshmero! Heyf e ku qeshmerekî weha hê jî dijî! Esil ev "felaket" e!

    Silav

    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera

PARVE BIKE