22 juni 2009

Him dikujin û him jî "şehîd" îlan dikin

Do li Midyadê li gundê Bûdakliyê kurdan cenazeyê xortekî kurdê yê din(Serdar Kurt) ku rojek berê li leşkeriyê ji alî dewletê va hatibû kuştin rakirin.
Li gor îdîaya artêşê, pêr li qeza Xarpêtê Depê(Qereqoçanê)danê nîvro, di dema guhertina nobetê da ”bêhemdî” guleyek ji tivinga leşkerekî derketiye û çûye li sînga Serdar Kurt ketiye û bi vê derbê jî ”şehîd” ketiye.
Îzaha dewletê hertim ev e, ”bêhemdî” bûye û ”guleyek qezayê” ye ya jî wî xwe kuştiye…Dewleta tirk hertim wisa dike, berê dikuje û dûra jî dibêje ”bêhemdî” bû, "qeza" bû û ”şehîd” îlan dike.
Di dema anîna cenaze da girseyeke mezin bi qonwoyeke dirêj çûn pêrgiya cenaze û xwestin ewladê xwe ji destê qatilan û cerdevanan rizgar bikin.
Weke hertim, dewletê îcar jî ala tirk girtibû ser tabûta Serdar Kurtê ku wan bi destê xwe kuştibû.
Malbata Serdar Kurt, hin xort lê bi taybetî jî gelek jinên bi namûs û bi xîret midaxeleyî vê heqareta dewletê dikin û ala tirk ji ser tabûtê davêjin û tacegulên qatilên lawê xwe jî perçe dikin û dixwazin cenazeyê xwe ji destê leşker û cerdevanan rizgar bikin.
Malbat ji leşkerên bi cenaze ra dibêje, em merasima leşkerî naxwzin, em dixwzin miriyê xwe bi şiklê ku em dixwazin defin bikin.
Lê leşker qebûl nakin, cenazeyê Serdar bi darê zorê ji malbat û gelê wî distînin û bêyî beşdariya malbata wî dibin li gorista gund bi merasima leşkerî bvedişêrin.
Û bi vî rengî du caran zulmê li malbata Serdar Kurt dikin.
Him lawê wan dikujin û him jî nahêlin dê û bavê wî li ser miriyên xwe bigrîn.
Ma li cîhanê zulmeke ji viya mezintir heye?
Hejmar li ba min tuneye, lê tiştê ez dizanim ji sala 1980-î û vir da ye bi sedan xortên kurd li leşkeriyê ”bêhemdî” , bi ”derba qezê” hatine kuştin.
Lê heta nuha min nebihîstiye ku yek tirk jî "bêhemdî" û bi "derba qezê" hatiye kuştin, qeza tim dihere rastî kurdan tê.
Ez fêm nakim çima ev ”qaza kurşunu/gula qezayê”çima tim dihere xortên kurdan dibîne, lê bêxwediyê yek carê jî naçe li enî û sînga yekî tirk nakeve?
Gelo ji bo çi ev ”guleyên qezayê” tim berên xwe didin kurdan?
Ev îş li Sûriyê jî ev demeke wiha dibe.
Ev demeke em di çapemeniyê da dixwînin, li Sûriyê jî xortên kurd li leşkeriyê bi ”quleyên qezayê” yanî bêhemdî tên kuştin.
Çi hîkmetî îlahî ye ez nizanim, lê li Sûriyê jî û li Tirkiyê jî salê çend xortên kurd bi vî rengî tim tên qetil kirin.
Û navê vê qetlîamê jî dikin ”qeza”, ”bêhemdî” û yekcarnan jî întîxar…

2 kommentarer:

  1. Xalô,
    Ma qîmeta însanan li ba me kurdan u xelkên din yên li rojhila navîn chi ye? Pênc qurush nake. Ma chi dibe ku tirkên xwînheram jî chend kurdan bikujin? Bila bikujin. Li ser vî erdî ji kurdan bêtir ti kes zilm u zordariyekî weha bêbext heq nake. Em miletekî ruresh u xwefirosh in. Heger wilo nebuya, em ê di vî halî da nebuna u vî dewletê heramzade nekiriba li ber chavên kurdên simbêldirêj tecawîzî kech u jinên wan/me bikira.
    Silav
    Tîrê Qersê

    SvaraRadera
  2. Miletê ku zimanê xwe kushtibe u zimanê leshkerên dijminê xwe ji xwe ra kiribe tac, dê ji dijminê xwe chiqas nefret bike? Qet nake, serda jî terre leshkeriyê jê ra dike! Ala tirkan qet jî xema wan nîne. Gelo chima kurdên ku ji bo mirîshkekê ji hevdu bi dehan kesan dikujin, li hemberî tirkan dibin pisho-pisho? Chima malbata wî xortî chend leshker danexistin erdê? Heger wan chend heb ji leshkerên dagirker daxistina erdê, dê tirkan carina hêsabê xwe bikira u hinekî hurmet li kurdan nîshan bida. Lê kanê ew camêrîîî?

    Beranê Melatiyê

    SvaraRadera

PARVE BIKE