13 juni 2009

Ev du roj in ez turîst bûm...

Dibê hûn bizanibin ev du roj in ez ne li mal bûm.
Ez bi çend hevalên xwe yên ji ciyê kar ra ji bo civînekê çûbûm girava Swêd Gotlandê, bajarê Vîsby(weke Vîsbî tê xwendin) yê.
Bîstek berê min xwe gîhand mal.
Piştî du roj leqleqa bi swêdiyan ra ez gelkî westiyayî me û ji hal da ketime.
Vîsby bajarekî Swêd yê pir kevn e, beden, dêra Sankta Maria domkyrka û gelek avahiyên din ji sedsala 12-an mane.
Visby, weke bajar ji sala 1995-an û virda ye di lîsteya mîrata cîhanî ya UNESCO da ye.
Mezinahiya giravê(Gotlandê)3140 km2 ye û nufûsa wê jî li ser hev 56 hezar e.
Rûber/saha Vîsby yê jî 1208 km2 û nufûsa bajêr jî tenê 22 hezar e.
Havînan xelk ji çarhawêlê Ewrûpayê, ji Çînê û Japonyayê ji bo dîtina Vîsby yê tên, lê ev 30 sal in ez li Swêd dijîm min hîn ev bajarê dîrokî nedîtibû.
Axirê xêra ciyê kar, do nîhayet dîtina Vîsby bû nesîbê min.
Dema meriv bajarên xelkê, mîmarî û dîroka ku heta nuha parastina dibîne, dilê meriv bi halê meriv dişewite, kizînî ji dilê meriv tê.
Meriv çuqasî pesnê bedewiya bajarê Vîsby bide hindik e.
Dîtin û gotin nabe yek, dibê meriv bi çavên serê xwe bibîne.
Dema meriv li nava bajêr digere, meriv xwe li bajarekî serdema navîn da his dike. Kuçe, kolan, avahî, beden û hemû mîmariya bajêr meriv dibe serdema navîn, tenê însanên li nava bajêr digerin ne bi şûr û mertal in.
Bi balafirê rêwîtiya me ji Stockholmê 35 deqîqe ajot.
Balafira me balafireke pir biçûk bû, em hemû rêwî 19 kes bûn. Yanzde(11) em, heyşt(8)jî rêwiyên din.
Ev cara pêşî bû ku ez li balafireke hewqas biçûk siwar dibûm. Hin kesên dirêj nikanîbûn xwe rast bikiranan, milet xwe qulûz dikir.
Lê di vegerê da balafira me dişibiya balafiran, ji bo hetê(70)kesî bû û meriv dikanîbû xwe tîk bikira.
Piştî 35 deqîqeyan(meriv dikane bi keştiyê jî here)m gihîştin Vîsby.
Weke Vîsby, balafirxaneya wê jî gelkî biçûk bû. Dem em derketin der, texsî li bende me bû. Me berê temî kiribû.
Em li texsiya xwe siwar bûn û me berê xwe da ciyê ku emê biçûyanayê.
Bele sebeb negotine, şufêr li herderê eynî ne, bi birêketinê ra şufêrê me dest bi dîrok û xweşikiya bajêr kir.
Got, nufûsa giravê 56 hezar e, lê havînan derdikeve 350 hezarî.
Û pişt ra jî dest bi ciyên ku divê em bibînin kir, yek bi yek ji me ra jimart.
Got debara me li ser turîzmê ye, heger ne turîzm be halê me gelkî xerab e.
Şansê me hebû, herdu rojan(do û îro) jî hewa gelkî xweş bû, em têra dilê xwe li nava bajêr geriyan.
Do jî û îro jî li Stockholmê aşît rabû, lê li Visby dilopek baran jî neket.
Îro di vegerê da, heta min xwe gîhand malê ez şil û pil bûm, xanimê got ji do da ye qet venekirîye, bi kûzan xistiye erdê.
Ji ber ku min dizanîbû li Stockholmê baran e, loma jî di nabênê ra min tim telefon dikir û digot, li ba me dinya pir germ e, nuha em li ser rûniştine û xwarinê dixun û nizanim çi dikin…
Ciyê em do bi şev lê man qesreke/koşkeke 20 km dûrî bajêr bû, dereke pir û pir xweş bû. Herder bi dûzan, hişnayî, hemû gul û çîçek û ciyên kêf û aktîvîteyên cûr be cûr bû. Navê wê, Suderbys Herrgord, yanî Koşka Suderby bû.
Bêyî avahiya(beşê) ku weke aşxane û ciyê civînan bikardianîn, qesrek jî weke muzeyê û ciyê sohbetê raxistibûn.
Ji tablo, mobîlye, çek, fera û folan bigre, heta bi kursî û maseyan gelekên wan yên sedsala 12, 15 û 18-an bûn. Û hemû jî xweşik hatibûn parastibûn.
Li Swêd dahîre û şîrketên mezin civîn û konferansên xwe li derên wiha cêdikin. Loma jî li seranserê Swêd belkî bi sedan, bi hezaran koşk ji bo konferens û civînên wiha tên bikaranîn.
Ev koşk jî yek ji wan bû.
Min nuha ji xanimê ra got, di rojên pêş da miheqeq divê em herin hefteyekê li Vîsby bimînin. Ez hêvî dikim ku ewê di gotinê da nemîne...

1 kommentar:

  1. Xalo aniha qet nebu wellahî. Yanî tu chiton bêyî destura xwînerên te yên kezebshevitî terrî tatîlê? Bîllahî jî nebu u nebu. Bi xwedê divê em hinekî jiyana te kontrol bikin. Chi gotibu kek Lenîn: "Bawerî pê anîn bash e, lê kontrolkirin bashtir e." Nebe nebe ku tu sibe jî bêjî: "Birêzino, ez doh jî li Antartîka'yê bum."

    Henek menek li hêlekê, te bash kiriye xalo. Dibe ku rojekê riya min jî bikeve wan deran ...

    Silav

    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera

PARVE BIKE