24 juni 2009

Dewleta tirk ruyê xwe yê rastîn nîşanî heyeta swêdî da

Parlamenter û siyasetmedarên swêdî û kurd yên ku roja sêşemiyê ji bo serdana girtiyên DTP-ê çûbûn Diyarbekirê, hemû bi saxî û selametî, bê qeza û bela gihîştin Diyarbekirê.
Lê belê qirdiyanên hefsê nehîştin ew bi girtiyên DTP-ê ra bi kurdî bipeyivin, gotin kurdî yasaktir(yanî kurdî qedexe ye).
Li gor ku çapemenî dinivîse, parlamentera swêdî ya sosyaldemokrat Anne Ludvigsson, li hember vê şêla qedexeye berpirsiyarên hefsê matmayî maye û tu nemaye ku lal bibe.
Lê tirkan guh nedaye vê lalbûna xanima swêdî û heyeta pê ra û jê ra gotine, ”yasax, yasax!!!” û ew ber deriyê hefsê qewirandine.
Parlamenterên swêdî Anne Ludvigsson, Yilmaz Kerîmo û siyasetmedarên kurd Yekbûn Alp û Evîn Çetîn, ji bo ku bi girtiyên DTP-ê ra hevdîtinekê pêk bînin û li gilî û gazinên wan guhdarî bikin, roja sêşemiyê berê xwe dan Diyarbekrê.
Tirk, li balafirxanê û di rê da, heta ber deriyê girtîgehê jî ji wan ra tu gelşan dernaxin.
Lê li ber hefsê, dema kurdên bi heyetê ra dixwazin bi girtiyên DTP-ê, Bayram Altun, Selma Irmak û Kamûran Yuksek ra bi kurdî bipeyivin û tercumeyî swêdî bikin, a wê demê tirk dibêjin, hewqasî jî nabe, êdî: STOP!, û rê nadin heyetê ku bi kurdî bipeyivin, dibêjin:
”kurdî yasaktir!”
Piştî serdanê li ser navê heyetê keça kurd Yekbûn Alpê, beyanek daye çepemeniyê û gotiye, me tu mane neda fê qedexeya zimên.
Yilmaz Kerîmo jî gotiye, tiştê li hember wan hatiye û girtiyan hatiye kirin, tiştekî antî demokratîk e û wî jî qet fêm nekiriye ji bo çi mafê axaftina bi kurdî nedane wan.
Kerîmo gotiye, axaftina wan ya bi kurdî qedexe dikin, lê di eynî wextê da dewlet di telewîzyona xwe ya resmî da weşanê bim kurdî dike.
Kerîmo yê reben jî tiştek ji vê siyaseta tirkan fêm nekiriye û tu nemaye weke xanima swêdî Ludvigssonê ew jî lal bibe…
Swêdiyên feqîr li gor kaxetên ku tirkan heta nuha îmzekirine diçin, li gor peymanên dewleta tirk heta nuha îmze kirine dibê zimanê kurdî, muzîka kurdî û gelek tiştên din jî li Tirkiyê ne qedexe bin.
Lê ewrûpî azadî û mafên tenê li ser kaxetê û yên rastîn, yên ku di praktîkê da, di rastiya jiyanê da hene tevhev dikin.
Li Tirkiyê li ser kaxetan, weke qanûn gelek maf û azadî hene, heta meriv dikane bi nîsbeteke hindik be jî qala demokrasiyê jî bike, lê tenê li ser kaxetê…
Di praktîkê da tiştekî wiha ne mafekî însanan yê tabiî ye. Evy ek girêdayî şertan û daxwaza birêvebirên dewletê ye, dema dilê wan bixwaze didin, dema dilê wan nexwaze andin.
Bêyî viya, ewrûpî tiştekî din jî ji bîr dikin, ew jî ferqa Kurdistanê û Tirkiyê ye.
Li Kurdistanê, bi qasî bekçiyekî mehelê jî giraniya hukûmetê tuneye, di her warî da hukum û rişme di destê leşkeran da ye, ew çi bibêjin û çi bikin dikanin bikin.
Mafê hukûmetê yê midaxeleyê tuneye.
Mesela dema leşker nehêlin kes bi girtiyan ra bi kurdî bipeyivin, ji bavê wezîrê edaletê zêdeye ku midaxeleyî vê yekê bike.
Bi îhtîmaleke mezin vê heyeta swêdî, ji wezîrê hundur û yê edaletê destûra sedan û hevdîtinê girtiye, lê ji bîr kirine ku destûrê ji leşeran bigrin.
Yanî estûr ji dereke çewt girtine. Ji wezîrê hundur û wezîrê edaletê û heta ji serokwezîr jî referensê negrin pir ne girîng e, ya girîng, divê li Diyarbekrê li ba başçawîşekî torpîlek çêkirana û piştra biçûyana ber deriyê girtîgehê.
Ev ewrûpî jî çiqasî saf in kurro?
Hîn nizanin ku dema mesele tê ser "kurdan", hukûmet ne li ber tu tiştî ye, yanî "navî giran e lê war î wêran e!"
Lê netîce pir baş bûye, wan bi çavên serê xwe dîtin ku li Tirkiyê kurd nikanin bi girtiyên xwe ra jî bi kurdî bipeyivin.
Dixwaze bira ev heyeteke ewrûpî be...

1 kommentar:

  1. Xalê Zinar,

    Wellehî êdî ez nizanim ku serê xwe li kîjan kevirî bixim.

    Va ye temamê kurdan bi zimanê tirkî rudinin u radibin. Pênc qurush qîmetê nadin zimanê xwe. Hemî serok u ronakbîrok u sîyasetmedarokên tirkîperest u sextekar bi dîn u îmana zimanê tirkî sond dixwin, li ser kolanan kech, jin, ciwan, kal u hemî endamên civakê bi tirkî beredayî dizirin, îcar ev heyeta ji Swêd-ê chi qizil u qurtan e? Aniha yanî bi van heyetan dê kurd kurdî xelas bikin?! Ya staaar, tu me famkor meke!

    Êêê bavê min, yê ku herroj zarokên xwe sibehê zu radike dishîne mekteba "tirkan", kî ye? Yê ku ji sibehê heta nîvê shevê li televîzyonên tirkan temashe dike, kî ye? Yê ku rojnameyên tirkan dikire, kî ye? Yê ku di nav malbata xwe da bi tirkî zirezir dike, kî ye? Yê ku li kargehên xwe bi milet ra tirkî dizire, kî ye? Yê ku di festîvalên kurdan da ji serî heya dawiyê programan bi zimanê tirkî amade dike, sharedariya Amed-ê nîne? Yê ku li nivîskarên kurd mîna kuchikan muamale dike/dikin, sharedariyên kurdan nînin?
    .....

    Dewlet jî ehmeqiya kurdan bash nas dike. Gelo îcar dewleta tirkan chima mafê peyîvîna bi kurdî bide kurdan? Bawer bikin, heger bide jî, dê kurd negirin.

    Siyaseta kurdan ya sextekar u duru ewqas dibe. Him kurdî bi destê xwe bike bin gorê, bi ser da birî, pashê jî biche ji Swêd'e chend kesan bîne u arzuhalê xwe ji pashayê xwe ra binivîse. Gava aqil ji yê kerê kêmtir be, hal jî weha dibe.

    Silav

    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera

PARVE BIKE