04 juni 2009

Dewleta tirk di şer da israr dike

Serekerkanê Artêşa Tirk Orgeneral Îlker Başbûg, di rojnameya Hurrîyetê da îro dîsa nîşan daye ku artêş, ewê dev ji şerê xwe yê li hember kurdan bernede û di vî warî da jî ne hukûmet û ne jî hêzeke din dikane daxwazeke wiha ji artêşê bike.
Başbûg, li dijî daxwaza hin derûdoran ya rawestandina şer jî derketiye û weke împaratorekî sedsala navîn gotiye:
”Li ser vê meselê bira kes aqil nede me. Ne disekinim, ne jî ji bo ku terorîst werin dipêm. Belovacî wê, ezê herim, lê bigerim, bibînim û îmha bikim. Dema em rastî grûbeke terorîst tên, dixwaze bira çalakî kiribe, ya jî nekiribe, teslîbbûna wan tê xwestin. Tim wiha bûye. Ji nuha û pêva jî ewê wiha dom bike.”Belê, mêrik pir vekirî dipeyive, dibêje bira tu kes daxwaza rawestandina şer ji me neke, heta em tevgera kurd ya netewî ji ortê ranekin em şer ranewestînin. Kî çi dibêje, bila bijêje, emê şerê xwe bidomînin.
Ji van gotinên Başbûg xuya dibe ku di mesela kurd da tu giraniyeke hukûmetê tuneye, artêş çi bibêje ew e.
Hin parlamenterên AKP-ê yên kurd gotibûn, di mesela kurd da ”di nabêna hukûmet, serokkomar û seroerkan da mutabaqat heye”, di rojên pêş da ji bo rawestandine şer hukûmetê hin gavên çareseriyê bavêje.
Yanî di vî warî da hêvî dabûn milet.
Lê li hember van gotinên Başbûg, tu maneya wan beyan û îdîayên parlamenterên AKP-ê yên kurd namîne.
Başbûg, di bersîvên xwe da nîşan dide ku hukûmet nikane ji wan daxwaza rawestandina şer bike.
Loma jî îdîayên ku hukûmet dixwaze di mesela kurd da hin gavan bavêje, bi riyeke aştî vê meselê çareser bike, li hewa dibîmîne.
Başbûg, pir vekirî dibêje, heta ku ew PKK-ê neqedînin, yanî heta ku tevgera kurd ya netewî neqedînin ewê dev ji şerê li hember kurdan bernedin.
Di van demên dawî da di serî da DTP û hin derûdorên din, di mesela kurda da qala fersendeke dîrokî dikin, dibêjin divê ev fersend ji dest neyê revandin.
Başbûg, li ser gotina ”fersenda dîrokî” jî rawestiyaye û gotiye:
”Kî fersenda dîrokî çawa dibîne ez nikanim tiştekî bibêbêjim. Lê em ji wê çi fêm dikin min ew eşkere got. Ji bo ku em nikanin terorê biqedînin divê em sebra xwe û ezma xwe ya micadelê wenda nekin. Wezîfeya artêşê ew e heta ku terorîst bi temamî ji ortê werin rakirin micadeleya xwe xwe bidomîne.”
Başbûg,
li Emerîka di civîna xwe ya çapemeniyê da jî li ser mesela PKK-ê û Kurdistana başûr eynî tişt gotibû, gotibû ”heta em PKK-ê biqedînin emê şerê xwe bidpmîni.”

Başbug, him li Emerîka û him jî di vê hevpeyvîna xwe da li djî avêtina hin gavên demokratîk û dayina mafên kultirî derdikeve û dibêje:
”Bi girtina hin tedbîrên sosyal û kulturî terorîzm naqede, baweriya bi tiştekî wiha şaş e. Heta ku PKK were tasfiyekirin emê bi PKK-ê ra şer bikin.”Ji van gotinên Başbûg jixwe diyar e ku artêş xwe tenê xwediyê dewletê dibîne û hukûmetê bi tiştekî nahesibîne.
Lê li alî din hukûmet jî di esasê xwe da ne li dijî van gotinên Başbûg e.
Serokwezîr Erdogan, li ser daxwaza ”bira herdu alî jî çekan deynin” îro bersîveke eynî weke ya Başbûg daye û gotiye:
"Li vir aliyek heye. Aliyê ku divê çekan deyne rêxistina cudaxwaz a terorîst PKK ye.”Di nabêna van gotinên Erdogan û Başbûg da tu ferq tuneye, Erdogan jî weke Başbûg, qala ”bolîcîtiyê/cudaxwaziyê” yanî daxwazên kurdan yê netewî dike û li dijî wê derdikve.
Loma jî pir ne rast e ku meriv bibêje, di mesela kurd da di nabêna serokerkan û serokwezîr da dijayetî heye, heger hebe jî tiştên pir bêqîmet in.
Baş e dibê kurd çi bikin?
Berî hertiştî dibê kurd xwe bi hin xeyalên ne rast nexapînin û ne li hêviya hin gavên îro ne mimkûn bin.
Tiştê meriv ji gotinên Başbûg fêm dike, artêş û hêzên şerxwez hîn baş newestiyane, dixwazin demeke din jî xwe tecrûbe bikin.
Hêviya wan ew e ku kurd biwestin, bihelin, perçe bibin û dev ji têjoşîna xwe ya netewî berdin, bi qedera xwe werin serî û teslîmî dewleta tirk bibin.
Şer, yekalî nayê rawestandin, aliyê kurd çiqasî bixwaze jî nabe, dibê dewleta tirk jî were nuxteya agirbestê.
Heta ku tirk neyên wê nuxteyê, PKK û DTP çi bikin jî şer ranawest e, ji ber ku dewlet nasekine, dibê ezê "bigerim, bibînim û bikujim..."
Netîce dibê PKK jî xwe li gor vê şêla dewleta tirk hazir bike.
Wekî din çare tuneye.
Ji piran pir, ji hindikan hindik diçe...

6 kommentarer:

  1. Xalocan,

    Bi fikra min dê dewleta tirkan ya xwînxwar bi tevî partiyên xwe yên siyasî u leshkerên xwe deh salên din kurdan bi vî hawî îdare bike. Dê her u her bi kurdan u PKKê bilîzîn. Êdî pishtî deh salan bi mirina kurdî kesê ku ji xwe ra bêje kurd jî namîne.

    Ya rast PKK di destê Apo da buye lastîka herî bêqîmet. Yek Apo u yek jî PKK ye, carna sher dikin, carna ashtiyê dikin. Tu kesê ku van camêran cîddî digire jî tune, lê ew xwe bi xwe bune buk u zava. De carê here civînên camêran, qey mirov dibêje di dema neolîtîk da dijîn, haya xwe ji felekê nînin. Tishtê herî siyasî u puch ji xwe ra peyda kirine: "Heval önderlixê me gotiye... Bijî önderlixê me...". Wey ez kevir bim, de we dît, chi siyaset e haaa. Kes nikare jê tishtekî fam bike, ji ber ku ewqas kur eee.

    Ez bim ez ê jî tu heqqî nedim kurdan. Chawan be kurd bi tirkî xwe xwesh dikin. Ji dewleta tirkan nikarin u nizanin mafê perwerdehiya zimanê kurdî bigirin. Pishtî chend salên din dewlet bide jî kes nagire. De bila sayin Öcalan chel salên din bi tirkî dev u pishta xwe germ bike.

    Heger di demeke nêzik da partiyeke kurdan ya kurdperwer u kurdîperest dernekeve, sherê chekdarî jî di nav da dest bi têkoshîne neke, PKK jî ji binî va neyê tunekirin, tunebuna kurdan sedîsed garantî ye.
    Silav u rêz
    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera
  2. Keko,
    Ez dibêm chiqas kurd werin kushtin, ewqas jî bashtir dibe. Divêt mirov jiyînê heq bike. Kurd wê heq nakin. Loma jî kesê ku kurdekî bikuje, ê biche cennetê.
    Rêz u rêzdarî
    Chavreshê Sêvasê

    SvaraRadera
  3. Ez sond dixwum ku halê siyasî u zimanî li bakurê kurdistanê pir xirab e. Ziman hema hema bi temamî heliyaye. Bi rastî xelkê me qasî guyê xwe jî qîmetê nade zimanê me yê herî qedîm. Kengî merî bi kurdî deng dike, ew serê xwe ba dikin u bi chavekî ecêb li însên dinêrin. Qey gunehê xwe bi te tînin, jiberku li gor wan tu nikanî bi tirkî qal bikî. Herweha siyaset jî li gor vê mantixa dimeshe.
    Silavên kurdistanî

    Qijikê Dêrimê

    SvaraRadera
  4. Xalo,

    Aha va ye I. Bashbug bi eshkere her tisht got: Ez ê herim, bibînim u îmha bikim!
    Ji vê zelaltir mirov nikare mebesta xwe bîne ziman.
    Ez bawer dikim camêr ev gotina xwe ji Sezarê Roma-yê girtiye. Heger ez xelet nebim, Sezar pishtî sherekî weha gotiye "ez hatim, min dît u binxist!"
    Va ye du-sê meh in ku PKK u Apo "firsenda tarîxî" di devê xwe da kiribun benîsht. Malê minê! Chi firsende ha?!
    Dewleta tirk hertim bi kurdan lîstiye, dê niha jî sibe jî vê bike, lewra ew bash dizanin ku kurd aqilsivik in. Lê îcar wextê kurdan wekî berê zêde nemaye. Pishtî deh salên din êdî ewê mijar bi temamî di nav goristana dewleta tirk u Pkk-ê da bikeve xewa xwe ya abadîn.

    Kurdino, xwelî li serino, dest ji Pkk-ê berdin u herin bikevin sherê xwe yê hebun u tunebunê! Qet nebe bi namus u sheref "gebermîsh" bin, lanetino!
    Kurdino, Pkk-ya tasheron ji derî kêfa Apo nikare ji bo we du keviran bîne cem hevdu. Ne ew îdraq u nejî ew aqil di temamê Pkk-ê da heye! Ma ew sî sal in ku hê jî fam nekiriye?!
    Kurdino, hebun u azadiya we bi cehenemkirina Tirkiye-yê va girêdayî ye! Heta ku bajarên tirkan di nav xwînê da nemînin, berpirsiyarên vî sherî neyên qetîl kirin, ji me ra tu "pox" tune!

    Bila bimire sherê li Kurdistan-ê yê ku welatê me yê dergusha însaniyetê ye, tarumar dike!!!

    Bila bijî sherê li metropolên tirkan!!!
    Silavên hêja
    Lawkê Cholemêrgê

    SvaraRadera
  5. Kek Zinar,

    Ez I. Bashbug pîroz dikim! Mêrik rasterast mistek li shatika PKKê xist!
    Lê PKK dê dîsan jî heshyar nebe.

    Min îro gotinên Evdo xwandin. Dîsan tu tisht saxlem nehêshtiye. Bêyî sayin Evdo herkesî xeletî kiriye. Yê ku tenê saf u pak e ew jî ew bi xwe buye. Ya star!

    Goya dewletê dîsan tehdît dike. Qet nizane ku dewleta tirkan (chi be bi xwe jî tirk e!) wî cîddî digire. Dibêje heta 1. îlonê tisht chê nebin, ez ê êdî tevlî tu tishtî nebim. Ma bi navê xwedê ev cara chendan e ku Evdo vê yekê dibêje? Va ye tam deh sal in miletê kurd li gor daxwazên tirkan virda wirda dikishîne. Chend giram kurdperweriya ku hebu jî, sayin Evdo di nav van deh salên dawî da kir bin gora betonkirî.

    Bi kerema xwe herin u bi xwe wan chirt u virt bixwînin. Dîsan di ser percheya azad da jî verishiyaye. Îsraîl dîsan daye ber topan. Wey îsraîlî dihatine u li Harran-ê erd dikiriyane. Êêê, gelo herkes ewqas aqilsivik e, helbet ewê bikirin. Ew hêsabê pishtî hezar salî dikin. Ew li gor berjewendiyên xwe yên netewî tevdigerin. Yên ku dê bi serkevin jî Îsarîlî bi xwe ne. Bila bijî xelkê îsraîl!
    Silav
    Kezeba Mêrdînê

    SvaraRadera
  6. Xalê Zinar, bash e ku dewleta tirkan ruyê nîshan dide. Min gava din bersiva Murat Karayilan xwend. Muradê me hêrs ketiye. Dîsan sloganên qirase davêje u dibê bila miletê me li her derê bibe yek! Belê, "mîlet" dibê! Nizanim ku chiton hatiye bîra wî, ku kurd jî mîlet in?! PKK li ciyê ku heqên kurdan ji tirkan bistîne, rabu da du kemalîstan u bi vê jî dixwaze tirkiyê li ser miriyên mîletê kurd demokratîze bike! Bi xwedê dewleta tirkan bi Apo u PKKê pir xweshk dilîze. Gelo chima bi hevdu ra nazevicin? Chawa be Apo u PKK kurdî kushtin u dê bi tirkiyeke chiyayî ji hevdu fam bikin. Nekin jî problem tune.

    Haaa, Apo jî gelekî hêrs ketiye, ji ber ku hin kesan gotine chima Gandhî'yekî me kurdan tune? Lê Apo him pê diqehire u him jî bi Gandhî' hêch qayîl nabe u gotinên ecêb yên narsîst dike. Bi rastî jî mirov qet nizane ku chi bike, bi halê sayin Apo bigîre, bikene yan jî biqehire. Ez dibêm bila xwedê xelkên din ji kesên weha biparêze!

    Hurmet
    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera

PARVE BIKE