30 juni 2009

Dibê kurd jî wek xelkê qedrê kerên xwe bigrin

Li gor xebera malpera Avesta, li Fasê(Mexribê)ji bo kerên herî jîr, herî çeleng, herî zana, herî bi hêz û çapik festîwalek hatiye li darxistin.
Li gor xebera Avestayê, amadekarên festîwalê bi riya wê çalakiyê ”dixwazin kera herî bi lez û kêrhatî hilbijêrin û xelat bikin.”
Û li alî din jî, dixwazin bi saya vê festîwalê rê li ber êşandin û biçûkxistina kerê bigrin û nîşan bidin ku ker jî ji însaniyetê ra xizmetên mezin dike û loma jî dibê meriv qedrê keran bigre û heqê wan nexwe.
Fikrekî pir baş û pir maqûl e.
Dema min sernivîsa xebrê dît, gelkî kêfa min hat.
Belkî ev cara pêşî ye ku însan qedirşînasiyeke wiha di cîda dikin.
Nîhayet waye rahm ketiye dilê însanan jî.
Ji ber ku li vê cîhanê zulma ku li kerê reben dibe li tu heywamekî din nabe, mafê tu heywanekî din bi qasî yê kerê nayê xwarin.
Lê dîsa jî şêkir tuneye.
Dîsa jî li ber çavê însanan yê herî ”ehmaq” ker e.
Min dizanîbû ewrûpî gelkî qedir didin keran.
Lê haya min ji ya ereban tunebû.
Hevalekî min ê li ciyê kar, li ser deriyê odeya xwe rismê kerê li bin navê xwe xistibû.
Dema min sebeba vê sembolê jê pirsî, got, ker heywanekî gelkî biaqil e…
Mesela amblema Partiya Demokrat ya Amerîka yê ker e.
Li ba me dibê ya çîçek, ya moz ya jî şêr be.
Belê, wek min got, ewrûpî temam, lê haya min ji vê pêşketin û medeniyeta ereban tunebû.
Aqûbet li serê me kurdan be jî.
Ji ber ku van heywan ji bo me kurdan jî xizmetên gelkî giranbuha kirine, wan jî li serê çiyayên Kurdistanê bi me ra li hember dijmin mil bi mil şer kirine.
Û heta weke me, ew jî gelek caran ji alî dijmin va hatine gulebarankirin û qetilkirin.
Wan jî bi pêşmergeyan ra bi mêranî ajotine ser top û tivingan.
Û tu carî jî netirsiyane, terka me nekirine û nereviyan e.
Dibê em xwar rûnin û rast bipeyivin, ma ne xêra alîkariya keran, qantirên pismamên wan û xalanên wan hespan bûna, kurdan ewê çawa bikanûbûya şoreş bidomandana?
Himalê şoroşê yên herî mezin ker û qantir bûn lê nuha jî kes pênc perê xwe jî di wan nade û li ruyê wan jî mêze nake.
Ne ker û qantir bûna, kê ewê hewqas zexîre û cebilxane bikşanda serê wan çiyan?
Ne bi qasî ya pêşmerge be, lê ked û xebata ker, qantiran jî di şoreşa kurdan da ne hindik e û loma jî dibê meriv qedrê van heywanên xebatkar û fedakar gelkî bigre.
Ev serê çend salan e ku Kurdistan ava bûye, bira ”festîwal” li wir bimîne, me hîn ji van ker û qantirên cefakar û fedakar ra negotiye ”sipas” û mala we ava…
Ez bawer dikim li Kurdistanê nuha halê ker û qantiran ji dema şoreşê gelkî xerabtir e.
Min nizanîbû ku di hurmeta li hember keran da ereb ji me û ji tirkan pêşdatir in.
Ez nuha vê jî fêr bûm.
Mêrikan barên xwe pê bikşînin jî lê axirê wa ye festîwalek ji wan ra li dar xistine û bi vî hawî qîmetek dane wan.
Bi baweriya min ev jî ne tiştekî hindik e.
Ker(manke rya mê ye) heywanekî pir milahîm e, ne hewceyî lênerîneke zêde ye, her tiştî dixwe.
Heger baş lê were nêrîn ker jî pir sadiqê xwediyê xwe ye.
Nizanim çima, lê li cîhanê baweriyek wisa heye ku ker pir ”ehmeq” e, lê ne wisa ye.
Herçî jîr î û biaqilîye hatiye îspatkirin ku ker ji hespê gelkî biaqiltir e.
Berî hertiştî ker pir bi hiş e, dema were fêrkirin dikane bi serê xwe wezîfeyekê bicî bîne.
Heger hinek barê wî lêke û deyne, ew bi tena serê xwe ji ciyekî di nabêna 7-8 kîlometer da dikane avê bibe û bîne.
Li ba me kurdan ker hema hema êdî nemane.
Ji ber ku êdî. Herkesî karê xwe pê qedand û loma jî bera çolê dan, bûn qûtê gur û keftaran.
Piştî ku ereb ji keran ra festîwalan li dar xin, maneya xwe ew e ku di nava ereban da halê keran baş e.
Lê ne di nava ereban da tenê, li gelek welatên efrîqayê lê bi taybetî jî li etîyopyayê ker pir qîmet in.
Ji ber ku piraniya aransporta Etîyopyayê li ser pişta keran e, loma jî etîyopî gelkî qedir û qîmetê didin keran.
Li gor çavkaniyekê, nêzî Addîs Ababayê nexweşxaneyeka keran ya bi navê Debre Zeyit heye. Tu ferqeke vê nexweşxaneya keran ji nexweşxaneyên din tuneye, li vir jî her babet nexweşiyên keran tên tedawîkirin, heta gava hewce be emeliyat jî tê kirin.
Tê gotin ku salê bi kêmanî li dora 40-50 hezar ker li vê nexweşxaeyê tedawî dibin.
Fasî ji bo kerên xwe festîwalan li dar dixin, etîyopîyan nexweşxane vekirine, mêrikan kerên xwe derman û emelîyat dikin.
Lê ka em kurd çi dikin?
Em ya barê xwe ya jî navên xerab li wan dikin, lê qedir nadinê.
Li ba me kurdan ker pir bêqîmet in, rebenan bûne sembola cehalet û ehmeqiyê. Dema meriv ji yekî pir biqehere, meriv dişibîne kerê û jê ra dibêje "ker", ya jî "ker kurrê kerê", ya jî "kurriyê kerê..."
Û ne ev tenê, me pêşiyên me gelek gotin ne xweş jî li ser kerê gotine. A ji we ra çend nimûne:
-Kurtanê kerê ji zêr be jî ker dîsa ker e.
-Ker ji xoşabê çi fêm dike, ava wê vedixwe hebên wê dihêle.
-Kera nebin cem kera ewê ji hev bielimin fis û tira.
-Kerê barê te ne lê be najo
-Ker ket heriyê ji xwedî pêva kesî ranehîşt teriyê
-Kero nemir qîfar hat, pîrê nemir buhar hat.
-Ker û kurrî li hev zirî
-Hemû ker ne çar nigin
-Kera şah be jî dîsa ker e.
Helbet gotin û çîrokên li ser keran hatine gotin bêtir in, min tenê çend nimûne da.
Heta nuha kurdan ji bo hin kes û minasebetên wiha gelek festîwal çêkirine ku di esasê xwe da ne bi qasî "keran" hêja ne û ne jî ji kurd û Kurdistanê ra bi qasî ker û qantiran xizmet û fedakarî kirine.
Lê ji kerên reben ra kes nabêje "sipas", ji bo hemû xizmet û tekoşîna we...
Kes nebêje jî ez li ser navê xwe dibêjim sipas ji bo xizmeta hemû ker û qantirên Kurdistanê û mala wan ava...

29 juni 2009

Erdogan e jî siyaseteke durrû dimeşîne

Di kovara hefteyî Yenî Aktuelê hejmara vê heftê da nivîseke kin heye. Di nivîsê da pesnê gotinên Erdogan, yên ku çendakî berê gotibû,”me bi darê zorê hin eqeliyet qewirandin, ma baş bû?” dide û dûra jî di rojnamyea Milliyetê da qala nivîseke Gunerî Cîvaoglu dike.
Wek tê zanîn, di çapemeniyê da gelek rexne li van gotinên Erdogan hatibûn girtin, gotibûn, dibê serokwezîrek wiha nepeyive. Tiştê gotibin rast bin jî dibê ew vê rastiyê hewqasî eşkere nebêje û wesaîre.
Kova Yenî Aktul jî xwedêgiravî li dijî siyaseta durrû derdikve û dibêje gerek meriv biwêribe rastiyê bibêje.
Yanî fena ku Erdogan merivekî pir rastgoye û loma jî dibê meriv vê şêla wî teqdîr bike.
Di rojnameya Milliyetê da Guenrî Civaoglu qala hevpeyvîneke xwe ya pir kevn ya bi wezîrê derve yê hukûmeta Îsmet Înonu dike.
Civaoglu dibêje di dema gelşa Qibrisê da Inonu, rûmên li tirkiyê mecbûrî koça Yûnanîstanê dikir.
Bi hezaram rûmên hemwelatiyên tirkiyê, bi darê zorê ji malên wan radikin û dişînin Yûnanîstanê.
Cîvaoglu wê demê hîn rojnamevanekî 20 salî bûye.
Ji bo amadekrina nivîseke li servê mesela koça rûman, dixwaze bi wezîrê derve yê wê demê Ferdîdun Cemal Erkîn ra hevpeyvînekê bike.
Erkîn, Çîvaoglu li wezareta derve qebûl dike.
Wezîrê derve Erkîn, di hevpeyvînê da ji Cîvaoglu ra dibêje, ”şandina rûman pir girîng û hewceye” û dûra jî feyde û pêwîstiyên siyasî û dîplomatîk yên vê koçê yek bi yek jê ra rêz dike.
Piştî hevpeyvîn diqede, Ferîdûn Cemal Erkîn dibêje, ”axaftina resmî qediya. Hadê em derbasî lîmonlixê(germokê, germxaneyê)bibin. Li wir em qedehek wîskî vexwin û tiştê ne resmî bipeyivin.”
Civaoglu dibêje, ”Erkîn, di lîmonlixê da tam eksê gotinên xwe peyivî.”
Di "lîmonlixê" da Erkîn ji Cîvaoglu ra îcar qala şaşî û xerabiyên koçberkirina rûman dike, dibêje:
”Xorto, heta çend deqîqe berê min dîtina dewletê ya resmî îzah kir. Nuha ez wek Ferdîdûn Cemal Erkîn dipeyivim. Ji vî welatî derkirina rûman, yahûdiyan, ermeniyan şaş e. Ez ji tiştê herî basît dest dest pê bikim. Hema meriv li guverteyên keştiyên ku diçin van giravan binêre têr dike. Keştiya ku meriv tê da axaftina bi rûmî, ermenî, fransizî û ladîno nebihîze rengên xwe wenda dike. Dibê meriv aşxaneyan jî bijmirê. Bi çûyina wan ewê erozyona sermaye pêk were. Temerkuza sermiyanê bi sedsalan ewê here welatên din.
Ya duyem…Ew hemû pisporên tîcareta der in. Pencereyên Tirkiyê yên ku ji derve ra vedibin ewê werin girtin. Vebûna penceyên nuh ewê wextê bistîne.
Ya sêyemîn…Li Xerbê merivên hemûyan hene. Piraniya wan bihêz in. Li Rojava hemû weke abûqatên tirkiyê ne. Emê wan jî bigrin hember xwe.
Ya çarem…Kêmnetewe(eqeliyet) hunermendên baş in, sinetkar in. Ji terzîtiyê bigre, heta bi aşpêjiyê, ji hostetiya înşîatan bigre, heta bi necarî û mîmarîyê emê erbabên van karan wenda bikin. Û kesên ku li ba wan fêrî van sinetan dibûn jî emê ji fêrbûna van karan mahrûm bihêlin. Helbet hêjayiyên însanî jî…”
Piştî çend gotinên din erkîn dengê xwe dibire û bi ken li ruyê Cîvaoglu dinêre jê ra dibêje.
”Piştî vê, êdî li ser te maye, tu çi dixwazî wiya binivîse.”
Aktuel, vê nimûneya siyaseta dewletê ya resmî û ya ne resmî dide ber hev û dibêje, bêguman divê meriv gotinên Erdogan yên dobre dobre,”me bi darê zorê eqeliyet qewirandin, tercîh bike. Yekî nizanibe ewê bibêje bi rastî jî Erdogan merivekî rastgo ye û loma jî dibê meriv ji ber vê yekê jî wî pîroz bike.
Lê ne wisa ye. Erdogan bi van gotinên xwe takiye dike.
Ji bo ku Qetlîama ermeniya qebûl nekin tu nemaye ku hukûmeta Erdogan herbê li hember xelkê îlan neke.
Heger şandina rûman şaş bû, wê demê çima weke dewlet uzrê xwe ji wan naxwaze, nabêje me efû bikin...
Li rû li dij xuya dike, lê di praktîkê da eynî siyaseta Erkîn dimeşîne, ji ber ku tu tiştêkî eksê wê nake.
Ma ne ev Erdogan bû li Colemergê ji kuredan ra got; ”yek milet, yek welat, yek al û yek dewlet. Û yên ku li dijî vê yekê ne, fermo, bi ku de diherin bila herin”?
Erdogan
xwedêgiravî li dijî qewirandina rûm, ermenî û cihûyan e, baş e Qempa Mexmûrê çi dibêje, çima ne li dijî koçberkirina wan e?
Ez jî tê da, bi dehhezaran kurd bi darê zorê mecbûrî surgûnîê bûne, Erdogan çima ne li dijî vê yekê ye?
Ji ber fikir û xebatên wan yên siyasî nasnameyên bi hezaran siyasetmedarên kurd ji wan hatine stendin, Erdogan çima ji viya ra nabêje şaş e?
Heger bi rastî jî Erdogan hewqasî rastgo û heqnas e, wê demê çima mafên kurdan yê netewî nade, çima nahêle zarokên kurdan bi zimanê xwe bixwînin, dîrok û edebiyata xwe nas bikin?
Erdogan li dijî koçberkirna rûman, ermeniya û cihuyan derdikeve(!) lê eynî tiştî ew bi xwe tîne serê miletê kurd.
Ji ber ku çûye, êdî bi paş da nayê, loma jî Erdogan weke pêlewanê virek, xwe demokrat nîşan dide, ji ber ku tu îspat û buhayekî vê şêla wî tuneye.
Heger bi rastî jî Erdogan merivekî heqqasî demokrat, adil û heqnas e bira mafê miletê kurd qebûl bike, bira kurdan nexe zindanan, bira wan mecbûrî derketina serê çiyan û surgûnê neke.
Lê ew him vanan hemûyan dike ü efendî him jî li dijî surgûna rûm û ermeniyan e.
Wek soran dibêjin vana gotinên qor in.
Durrûtiya siyasetmedaran ya 50-60 sal berê rexnekirn hêsa ye û ne marîfet e, ya girîng kirinên AKP-ê yên îro ne.
Tiştên 50-60 berê anîn serê rûm û ermeniyan, dewlet û hukûmeta AKP-ê eynî tiştî îro tîne serê kurdan, weke hukûmeta CHP-ê ya wê demê, hûn jî dixwazin kurdan bihelînin, bikin tirk.
Dewlet û AKP jî dixwaze her kes bibe tirk, bêyî tirkan tu miletekî din, tu zimanekî din nemîne.
Ma slogana serokwezîr Erdogan, "yek milet, yek dewlet, yek welat û yek al", ne îspata vê yekê ye?
Û jixwe sebebê koça rûman jî ev îdeolojîya dewletê ya "yek milet, yek welat, yek al û yek ziman" bû, ermenî jî bi vê îdeolojiya nîjadperest hatin qetilkirin.
Îcar çiye çiye, Erdogan li dijî koça rûm û ermeniyan e, tiştekî wiha tunye, vir e.
Îspata vê jî rewş û halê kurdan bixwe ye…

28 juni 2009

Nivîsek wek gêrmiya gavanan

Îro li Stockholmê hewa gelkî xweş bû.
Yanî meriv dikane bibêje ku rojeke tam li gor dilê swêdiyan bû. Miheqeq kêmaqilan nuha xwe li ber rojê xwe baş qelandine.
Di rojên wiha da ez li hewşê ji bin siya şemsiyê ranabim.
Hewşa me wek zozanên Serhedê tim honike, bayê xerbî tu carî ji ser me kêb nabe. Loma kêf kêfa min e. ez têra dilê xwe li ber siyê rûdimin û yek carnan jî dikevim hêlkanê û tê da di xew ra diherim.
Min ji we ra negotibû, xwedêgiravî ev du hefte bûn ez di tahtîlê da bûm. Dibê min karek nekira û ji xwe ra tenê îstirehet bikira.
Di destpêkê da nêta min ew bû, ezê du heftan tiştekî nenivîsim û ji xwe ra bîstekê bîna xwe bigrim.
Min ji xwe ra got:
"Zinar, tu binivîsînî çi ye, tu ne nivîsînî çi ye?
Ma qey bi nivîsên xwe ez dikim qûna dinyayê rast bikim?
Na..."
Lê yê min êdî bûye weke kurm, gava ez rojekê nenivîsim tebatî nayê min, canê min duxre.
Ne ku tiştê ez dinivîsim bi kêrî tiştekî tê, ya jî tiştine pir girîng in.
Na, ez jî zanim bêyî çend dost û hevalan haya kesî ji min tuneye, ez salekê jî ninivîsim kes nabêje, tu çima nanivîsî.
Welhasil, tiştê ku dibê di destpêkê da min bigota, ez di dawiyê da dibêjim.
Yanî ji dêlî ”pêşgotinê”, di ”paşgotinê” da ez dibêjim tatîla min qediya û ez sibe dest bi kar dikim.
Ev yek...
Ya din, ji ber ku dinys gelkî xweş bû, Azad û hevala xwe hatin ba me.
Xanim ket taswasa xwarinê û got, ez feqîra Xwedê nizanim vê kelekela rojê ji wan ra çi çêkim?
Min got xanim, xeman nexwe, ez pismamê te me, wek şûrê Şamê li pişta te me, ezê te ji hingidinga xwarinê xelas bikim.
Ez dirêji nekim, min çû hêtek goştê berx û hinek goştê hûr kirî, sînga mirîşkê jî li mal hebû, ez ji efendimê xwe ra bibêjim, min goştê xwe baş terbiye kir, cacix û zelteyekî ku Azad jê hez dike jî li ber çê kir û dûra jî me xwe da bende hatina wan.
Saet di hijdan da(18.00)hatin.
Ez dikanim bibêjim ku min ji zarokan ra girîlek li gor dilê wan wan çêkir û weke berferatî dibêjin, hemûyan ”tellî xwe” pê ra xwarin.
Rojbûna ifareya dawî Rojenê me di 30-ê mehê da ye. Ji ber ku Azad wê rojê ne li vir, loma jî pasta û diyariya xwe ji nuha da anîbû.
Goştbiraştina me bû nîv pîrozkirina rojbûna Rojen. Hema hûn bibêjin me ew jî ji hustuyê xwe derxist.
Piştî xwarinê ji xwe maça Emerîka û Brezîlyayê dest pê kir.
Zûzûka min çû xwe li ber telewîzyonê tund kir. Xanimê çayeke bi şeref jî anî danî ber min. Êdî kêf kêfa min bû.
Kêfa bi ”tiştên mezin” bi destê me nakeve, loma jî em bi qedehek çaya bi şeref jî kêfa xwe tînnin.
Dibe ku bi we hinekî xerîb bê, lê weke "komunîstekî" kevn min dixwest Emrîka qezenc bike.
Ji ber Brazîlyayê êdî ji adetê derxistiye canim, hema hertim ew, ew, ew, êdî ez aciz bûme...
Ev cara sêyem e ku Brazîlya di Kûpaya Konfederasyonê da dibe şampîyonê dinyayê.
Tu dibêjî qey top bûye milkê bavê wan, kîjan kûpa dibe bila bibe, tim ew qezenc dikin.
Misrê ji wan xweştir lîst lê dîsa jî wan qezenc kir.
Û him jî di deqîqeyên dawî da.
Di vê maçê da jî wisa kirin.
Lê îcar ji emerîkiyan baştir lîstin. Dibê meriv heqê wan nexwe.
Emerîkayê baş dest pê kir û di dewra yekem da 2 xol avêtin û xerab jî nelîstin.
Lê di dewreya duyem da Brazîlyayê maç bi tevayî girt bin kontrola xwe û êrîş li ser êrîşê birin ser qela Emerîkayê û maç ji 2-0 kirin 2-3.
Esas xolekî Brazîlyayê jî nehesibandin, ku ew jî bihesibandina netîce dibû 4-2.
Ya din qelebanê Emerîkayî jî baş bû, mêrik çend xol zelas kir.
Lê xolê sêyem sûçê parêzvanê Emerîkî bû, dibê nehîşta Lucîo xolê sêyem bi serî bavêje.
Stêrkên sahê bêguman Kaká, Robinho û Luis Fabiano bûn.
Bi taybetî jî Kaka û Fabîano felaket bûn. Li her dera sahê hazir û nazi bûn.
axir dibê hinek derkevin û derseke baş bidin van brezîliyan, hema tim ew qezenc bikin bi rastî qet nexweş e.
Min dîsa bi derengî xist, dibê ez rabim rakevim.
Esas min dixwest çend tiştên din jî bibêjim, lê wya ye wext tuneye.
Lawo dewlemendî çi tiştekî baş e!
Ez ne mecbûrî karê xelkê bûma nuha minê li gor kêfa dilê xwe binivîsya.
Lê ka ew roj?
Xanim nahêle ez Lotoyê jî bilîzim, belkî rojekê ji min ra lêxe.
Dibêje perê xwe navêje çolê, hema ez dizanim tu Loto ji te ra lê nakeve û weselam...

27 juni 2009

Li ser "efendîtiya" gundiyan

Li gor rîwayet tê kirin ya jî li gor dereweke ku li ser navê Musta Kemal (ku tirk jê ra dibêjin Ataturk)tê kirin, dibêjin xwedêgiravî ”Ataturk” ji gundiyan gelkî, gelkî hez kiriye, qedir û qîmeteke pir mezin daye wan, bi çavê taca serê xwe li gundiyan nêrîye û loma jî ev hestên xwe yên nacîz û hurmetkar yê li hember gundiyên tirk bi gotinek wecîz, yanî bi gotineke pir kin û manîdar aniye zimên, gotiye:
”Gundî efendiyê milet e!”
Û ev 71 sal in ku ev gotin bûye benîşt û ketiye devê siyasetmedarên tirk, dicûn û dicûn û pê karê xwe dimeşînin.
Wek min got ev gotin di nava tirkan da gelkî meşhûr e û dema wext û wezna wê tê her kes bikar tîne.
Do min fîrar kir, ez çûm qahwê, du heval ji gera xwe ya welêt vegeriyabûn, min xwest xêrhatinekê bidim wan û bîstekê jî li ulm û ulûmên bi xwe ra anîne bîstekê guhdarî bikim.
Ji hevalan yekî got, di rojnameyekê da nivîskarekî tirk gotiye, ”dibêjin gundî efendiyê milet e. Ê heger efendiye bira efendîtiya xwe bizanibe û li mala xwe rûne û gav û seetê jî xwe tevî siyasetê neke.”
Ez nizanim kê gotiye, lê kê gotibe jî camêr pir xweş gotiye. Bi rastî jî di van salên dawî da karkir, gundî bere bere hedê xwe derbas dikin, xwe tevî siyasetê dikin, bêyî şerm û fedî doza azadî û demokrasiyê dikin.
Gundî, êdî weke berê bi muxtariya gund, bi bekçîtiya şevê, bi xedemetiya mahkiman, bi odecîtiya dibistan û dahîreyan nayên serî, êdî ew jî dixwazin bibin serokwezîr, serokkomar, serokerkan û dadwerên bilind. y
Yanî êdî ew jî dixwazin dewletê îdare bikin heyran...
Weke camêrê tirk jî gotiye(ez bawer nakim tirk be)gundî, berê efendî efendî li malika xwe rûniştî bûn û dema ji wan dihat xwestin diçûn weke ”efendiyan” rayên xwe davêtin û paşda diçûn, weke efendîyan li malika xwe rûdiniştin, heta hilbijartineke din…
Lê nuha ne wiha ye bavo, êdî feqîrekî wekî abdullah Gul, bê fedî û bê heya li hember leşkeran serî hildide û diçe bi zor li ser kursiya Ataturk efendî rûdine.
Yanî ev îş e?
Gundî çawa dikane hewqasî bi pêşda biçe?
Sêwî” û ”simîtfiroşekî” wekî Erdogan, bi darê zorê serokwezîriyê ji topa kemalîst û generalên xwediyê dewletê distîne û gav û saetê jî li hember generalan xwe gijomijo dike, yekcaran jî diwêre li hember generalan dengê xwe jî piçekî bilind bike û bibêje, ”kes ne di ser qanûn û huqûqê ra ye”, yanî general û leşker jî însanên normal in û dibê meriv bi vî çavî li wan binêre.
Ê yanî tiştê wiha dibe?
General û gundî, leşker û milet li hember qanûnan ewê çawa weke hev bin?
Ma li weletekî weke tirkiyê, meriv çawa dikane tiştekî wiha bixwaze?
Gundiyên berê, kevir jî bibariya tiştekî wiha nedixwestin.
Gundiyên berê ne wiha bûn, ne ji hedê bavê wan bû ku tiştên wiha bifikiriyana û di ser da jî biwêrîbûna eşkere bigotana...
Lê gundiyên îro, sînorên gundîtiyê ji zûda derbas kirine, doza mafên pir mezin dikin, tiştên ji serê xwe mezintir dixwazin.
Bi rastî hewqas jî nabe lo…
Îcar ne gundî tenê, kurdan jî serî hildaye, êdî ew jî doza serbestiya ziman û mafên xwe yên netewî dikin.
Êdî ew jî koletî û bindestiyê qebûl nakin…
Li alî din qey jinan jî li gundî û kurdan nêrîn, êdî ew jî çirt virt mafê xwe dixwazin, efendim doza wekheviyê dikin.
Yanî Ataturkê reben dibe ku rojekê, li ser masa araqê û bi îhtîmala ku serê wî jî pir xweş bûye, em bibêjin serê gotinê tiştek wisa gotiye(tirk dibêjin laf olsun diye)yanî di cimatê da fortek daye xwe, gotiye:
”Gundî efendiyê milet e!”
Ê yanî kevir barî, carê bêhemdî, ev gotin ji devê camêr fistiqî.
Îcar ev 71 sal in çi ye, çi ye, efendim Ataturk gotiye, ”gundî efendiyê milet e!”
Na lo, îcar kê bîra xwe û "efendîtiya" gundiyan biriye.
Kuro kê efndîtî wenda kirye ku gundî bibînin?
Li hember henekên wiha kurd dibêjin, çavo qelişyo, çavo diryayo...

25 juni 2009

Şevbêrka kurdî bû "dora şevê"!

Ev bêxwediya telewîzyonê jî tiştekî wisa ye ku, hin programan meriv bi kêf û zewq lê temaşe dike û tiştekî jê fêr dibe.
Loma jî car heye meriv naxwaze ji ber rabe.
Lê hin programên kesên cahil jî hene meriv diteqîne, meriv naxwaze yek deqîqeyê jî lê temaşe bike.
Îro di înternetê da min bîstekê dîsa li programa Guler Işik xanimê(Dengê Ronî)temaşe kir.
Mîvanên wê yên îro, gurûbeke sazbendên Rhayî bûn.
Yanî hemşeriyê min bûn.
Kêfa min tê dema ez rihayiyekî ku bi kurdî distirê dibînim.
Axirê baş bû ku ji nava gurûbî yekî bi kurdî dizanîbû.
Ew jî ne hindik e.
Yê li ser navê gurûbê dipeyivî, qala ”sira geceleriyê”* Ruhayê kir, got, li Ruhayê ”sira gecelerî” pir bi nav û deng e, em di wan şevan da distirên û hwd.
Mesele hat ser navê ”sira gecelerî”.
Guler Işikê xwest bizanibe, gelo meriv bi kurdî dikane ji ”sira gecelerî” ra bibêje çi, çi navî lêke?
Bi rengekî ji xwe bawer, gotin, meriv dikane bibêje ”dora şevê, rêza şevê” ya jî ez bawer im gotin "şevên rêzê" jî.
Gulê jî ji vî navî memnûn bû, got rast e, meriv dikane bibêje ”şevên rêzê…”
Û bi rengî wî û Guler Işikê, li ser maneya "sira gecelerê" li hev kirin.
Guhdaran jî kesî îtîraz nekir, kesî negot, navekî wê yê bi kurdî heye.
Tiştê herî xerab ew e ku haya merivê cahil, ji cahiliya wî tuneye û loma jî cesûr e.
Wek gelek urf û adetên me yên din, ev kultur û adeta ”sira gecelerî” jî kultureke kurdî ye û tercumeyî tirkî kirine.
Berê, bi piranî li gundan, lê li bajaran jî li malên mîr, beg, axa û malmezinan ode(cimat)digeriya û dengbêj û çîrokbêjan heta derengê şevê distiran û çîrok digotin.
Ji vî babetê kêfê ra kurd dibêjin, ”şevbêrk” ya jî ”şevbuhêrk”.
Yanî însan li malekê dicivin, distirên, çîrokan dibêjin, kêf û henekan dikin û heta derengê şevê ji xwe ra şeva xwe dibuhurînin, yanî şevbêrka xwe dikin.
Ruhayiyên me ev ”şevbêrka” kurdan kirine tirkî û gotine ”sira gecelerî.”
Ji ber ku êdî weke berê kes li odeyên malmezinan kom nabin û tirkî jî dewsa kurdî girtiye.
Û dengbêjî jî jixwe êdî nemaye.
Yanî him cî û mekan û him jî ziman hatiye guhertin, loma jî navê "şevbêrkê" jî bûye tirkî û "sira gecelerî".
Îcar ji dêlî ku vê yekê wiha îzah bikin, bibêjin ”sira gecelerî” esas kultureke kurdî ya pir kevn e û navê wê jî bi kurdî ”şevbêrk”e, gotin meriv dikane bibêje "dora şevê, şevên rêzê."
Xwedê meriv ji bêtarên cahilan bisitirîne...
Merivê cahil tu carî hewce nabîne serê xwe bi meselan ra biêşîne û bikole.
Loma jî rabûn bi Gulê xanim ra hema di cî da ji tirkî tercumeyî kurdî kirin....
Kurdan berê ji kurdî tercumeyî tirkî kirine û wan jî nuha ji tirkî tercumeyî kurdî kir.
Lê ew jî bi şiklekî şaş û fahş.
Loma jî navekî pir ecêb pêşniyar kirin.
Şevbêrka kurdî kirin ”dora şevê" ya jî "şevên rêzê”!
Ji dêlî ku çê bikin, xera kirin.
Heyran ne hewceya hûn tercume bikin, kurdiya "sira gecelerî" bi kurdî berê heye, ew jî "şevbêrk e."
Ji kerema xwe ra dev ji tercumeya xwe ya tewşo mewşo berdin...
*Bi tirkiya Ruhayê dibêjin "sira gecelerî", yanî diçin li malekê, li derekê kom dibin, dixwin, vedixwin û distirên û kêf dikin. Bi kurdî meriv dibêje "şevbêrk"

24 juni 2009

Dewleta tirk ruyê xwe yê rastîn nîşanî heyeta swêdî da

Parlamenter û siyasetmedarên swêdî û kurd yên ku roja sêşemiyê ji bo serdana girtiyên DTP-ê çûbûn Diyarbekirê, hemû bi saxî û selametî, bê qeza û bela gihîştin Diyarbekirê.
Lê belê qirdiyanên hefsê nehîştin ew bi girtiyên DTP-ê ra bi kurdî bipeyivin, gotin kurdî yasaktir(yanî kurdî qedexe ye).
Li gor ku çapemenî dinivîse, parlamentera swêdî ya sosyaldemokrat Anne Ludvigsson, li hember vê şêla qedexeye berpirsiyarên hefsê matmayî maye û tu nemaye ku lal bibe.
Lê tirkan guh nedaye vê lalbûna xanima swêdî û heyeta pê ra û jê ra gotine, ”yasax, yasax!!!” û ew ber deriyê hefsê qewirandine.
Parlamenterên swêdî Anne Ludvigsson, Yilmaz Kerîmo û siyasetmedarên kurd Yekbûn Alp û Evîn Çetîn, ji bo ku bi girtiyên DTP-ê ra hevdîtinekê pêk bînin û li gilî û gazinên wan guhdarî bikin, roja sêşemiyê berê xwe dan Diyarbekrê.
Tirk, li balafirxanê û di rê da, heta ber deriyê girtîgehê jî ji wan ra tu gelşan dernaxin.
Lê li ber hefsê, dema kurdên bi heyetê ra dixwazin bi girtiyên DTP-ê, Bayram Altun, Selma Irmak û Kamûran Yuksek ra bi kurdî bipeyivin û tercumeyî swêdî bikin, a wê demê tirk dibêjin, hewqasî jî nabe, êdî: STOP!, û rê nadin heyetê ku bi kurdî bipeyivin, dibêjin:
”kurdî yasaktir!”
Piştî serdanê li ser navê heyetê keça kurd Yekbûn Alpê, beyanek daye çepemeniyê û gotiye, me tu mane neda fê qedexeya zimên.
Yilmaz Kerîmo jî gotiye, tiştê li hember wan hatiye û girtiyan hatiye kirin, tiştekî antî demokratîk e û wî jî qet fêm nekiriye ji bo çi mafê axaftina bi kurdî nedane wan.
Kerîmo gotiye, axaftina wan ya bi kurdî qedexe dikin, lê di eynî wextê da dewlet di telewîzyona xwe ya resmî da weşanê bim kurdî dike.
Kerîmo yê reben jî tiştek ji vê siyaseta tirkan fêm nekiriye û tu nemaye weke xanima swêdî Ludvigssonê ew jî lal bibe…
Swêdiyên feqîr li gor kaxetên ku tirkan heta nuha îmzekirine diçin, li gor peymanên dewleta tirk heta nuha îmze kirine dibê zimanê kurdî, muzîka kurdî û gelek tiştên din jî li Tirkiyê ne qedexe bin.
Lê ewrûpî azadî û mafên tenê li ser kaxetê û yên rastîn, yên ku di praktîkê da, di rastiya jiyanê da hene tevhev dikin.
Li Tirkiyê li ser kaxetan, weke qanûn gelek maf û azadî hene, heta meriv dikane bi nîsbeteke hindik be jî qala demokrasiyê jî bike, lê tenê li ser kaxetê…
Di praktîkê da tiştekî wiha ne mafekî însanan yê tabiî ye. Evy ek girêdayî şertan û daxwaza birêvebirên dewletê ye, dema dilê wan bixwaze didin, dema dilê wan nexwaze andin.
Bêyî viya, ewrûpî tiştekî din jî ji bîr dikin, ew jî ferqa Kurdistanê û Tirkiyê ye.
Li Kurdistanê, bi qasî bekçiyekî mehelê jî giraniya hukûmetê tuneye, di her warî da hukum û rişme di destê leşkeran da ye, ew çi bibêjin û çi bikin dikanin bikin.
Mafê hukûmetê yê midaxeleyê tuneye.
Mesela dema leşker nehêlin kes bi girtiyan ra bi kurdî bipeyivin, ji bavê wezîrê edaletê zêdeye ku midaxeleyî vê yekê bike.
Bi îhtîmaleke mezin vê heyeta swêdî, ji wezîrê hundur û yê edaletê destûra sedan û hevdîtinê girtiye, lê ji bîr kirine ku destûrê ji leşeran bigrin.
Yanî estûr ji dereke çewt girtine. Ji wezîrê hundur û wezîrê edaletê û heta ji serokwezîr jî referensê negrin pir ne girîng e, ya girîng, divê li Diyarbekrê li ba başçawîşekî torpîlek çêkirana û piştra biçûyana ber deriyê girtîgehê.
Ev ewrûpî jî çiqasî saf in kurro?
Hîn nizanin ku dema mesele tê ser "kurdan", hukûmet ne li ber tu tiştî ye, yanî "navî giran e lê war î wêran e!"
Lê netîce pir baş bûye, wan bi çavên serê xwe dîtin ku li Tirkiyê kurd nikanin bi girtiyên xwe ra jî bi kurdî bipeyivin.
Dixwaze bira ev heyeteke ewrûpî be...

23 juni 2009

Esas "bêedebiya" herî mezin Erdogan dike

Sernivîsa meqaleya nivîskara rojnameya Akşamê Asli Aydintaşbaş ya îro bala min kişand, lema jî min nivîs xwend.
Sernivîsa meqaleya Aydintaşbaşê ya derbarê kinkirina navê AKP-ê wiha ye:
”Panîk: AKP ya jî Ak Partî?”
Aydintaşbaş
dibêje, ji ber ku di rojnameya Akşamê da ew nuh dest bi nivîsandinê dike, loma jî nizane hukûmetê çawa binav bike, di nivîsên xwe da bi kîjan navê kurtkirî navê AKP-ê binivîse.
Gelo weke piranî dibêjin ewê bibêje ”AKP” ya jî weke ku serokwezîr Erdogan dixwaze, ewê bibêje”AK APartî?”
Feqîrê dizane ku ev yek ji meseleyeke rastnivîsê û gramerê wêdetir e û dikane bibe sebebê nanê wê.
Loma jî di nivîsa xwe ya pêşî da ketiye ”panîkê” û ji der û dora xwe alîkariyê dixwaze, li pêşniyareke maqûl ku ne şîşê bişewitîne û ne jî kibabê digere.
Dibêje, dema ew weke ku serokwezîr dixwaze bibêje ”AK Partî”, derûdor tavilê ewê ”mohra hevalbend û şelafiyê” lêxin.
Lê li alî din jî, dema bibêje ”AKP”, îcar jî hevalbendên hukûmetê ewê jê ra bibêjin, tu yeka ne demokrat î, tu darbecî yî û belkî jî wê weka hevalbenda ”Ergenekonê” îlan bikin.
Herçiqas wê bixwe negotibe, lê li gor nêzîkayî û dûriya rojnameyê ya bi hukûmetê ra ev yek dikane bibe sebebê karê wê jî.
Yanî bi kurtî, feqîrê ketiye orta ”Xelîl û Celîl”, nizane bi ya kê bike?
Tû yî jêr bike rî ye, tû yî jor bike simêl e...
Hûn rastiyê dixwazin heta nuha min qet guhê xwe nedabû vê minaqeşeya li ser şiklê kurtkirina navê AKP-ê.
Ji ber ku di nava hewqas derd û bela da min ev minaqeşe gelkî girîng nedidît.
Lê bala min lê ye piştî tehdît û zirta Erdogan, ev yek ji bo gelekan bûye gelşke mezin û hinekan jî ji mecbûrî weke ku Erdogan dixwaze çerx kirne û êdî li gor daxwaza wî dinivîsin.
Di derbarê şiklê kinkirina navê AKP-ê da çend roj berê Erdogan bi hêrs gotibû:
”Kesên dibêjin AKP, çi heyf ku rîayetî qaîdeyên demokratîk nakin, exlaqê siyasî binpê dikin û bêedebîyê dikin. Ez hewqasî vekirî û giran dipeyivim. Ji ber ku navê me yê resmî yê kinkirî AK Partî ye. Herkes mecbûr e viya wisa binivîse. Dema visa nenivîse ciyê viya di edeb û adabê da tuneye. Navê min ê qanûnî yê kinkirî çi be tu mecbûr î wisa bibêjî…”
Van gotinên Erdogan di çapemeniyê da olanek mezin da û gelek kesî jî heq da Erdogan û gotin, camêr rast dibêje, navê partiya wî yê resmî çi be dibê meriv bi wî navî xîtab bike û wisa jî binivîse.
Hinekan jî gotin ev yek gelkî ne girîng e, kî çawa dixwaze bira wer binivîse.
Welhasil piştî van gotinên Erdogan, kê weke wî kir kê nekir ez tam nizanim, lê ji nivîsa xanima Aydintaşbaşê jî xuya dibe ku di çapemeniyê da ev mesele hîn tam çareser nebûye, serê hin kesan hîn tevlihev e.
Berî ku ez dest bi nivîsa xwe bikim, min bala xwe da gelek nivîsên li ser vê mijarê.
Tiştê ecêb, qet yek kesî jî bi çavê kurdan li meselê nenêrîye, qet yek kesî jî qala "antî demokratbûn û bêedebiya" Erdogan û piraniya siysetmedar û çapameniya tirk ya li hember kurdan nekiriye, yek nivîskarî jî ji Erdoga ra negotiye çima tu û hemû hevalên te û piraniya çapemeniya we, li hember serok, partî û dezgehên kurdan guh nadin heq û rastiyê, prensîbên exlaqê û siyasî û gav û saetê bêedebiyê dikin?
Wek tê zanîn li gor qanûna esasî ya Îraqê navê herêma Kurdistanê "Herêma Kurdistana Federe"ye.
Parlamentoya Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Serokê Parlamentoya Kurdistanê axir li başûrê Kurdistanê, hemû dezgeh û meqamên kurdan navekî wan heye û qanûnî û şer î ne.
Û dinya alem hemû jî bi van navên wan yên ku wan li xwe kirine û bi qanûnên Îraqê û Kurdistanê jî hatine pejirandin xîtabî wan dikin û wisa dinivîsin.
Lê tenê tirk viya nakin.
Birêvebirên dewleta tirk tu carî navê kurdan yên rastîn, yên qanûnî û siyasî nagrin devê xwe, tim "zamîr û navnîçokan" û hin "îmayan" bikar tînin.
Mesela heta nuha Erdogan yek carê jî negotiye Kurdistana Federe, ya jî Herêma Kurdistanê.
Li gel ku navê wê ev e.
Ji dêlî wê ve, dibêje "Bakurê Îraqê..."
Erdogan, ji dêlî ku bibêje "Parlamentoya Kurdistanê", dibêje "Kuzeydekî oluşum/yanî komika li bakur."
Erdogan, heta nuha yek carê jî maqam û navê serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî, navê serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û parlamneterên kurd yên din, rast negotiye, nav û meqamên wan yên qanûnî negirtiye devê xwe.
Yanî di vî warî da tim "bêexlaqî û bêedebî" kiriye.
Erdogan û hevalên wî, ji dêlî ku bibêjin, "serokê Kurdistanê, serokwezîrê Kurdistanê", dibêjin, "serokên eşîran", "lîderên herêma bakur", ya jî "serokên kurd".
Qet nayê bîra min, ez dibêjim heta nuha Erdogan yek carê jî negotiye DTP, ji dêlî wê, dibêje "ew partî" ya jî bi rengekî sergirtî dibêje "ew", "ewana", "hin partî" û bi gelek naznavên wiha qala DTP-ê dike, lê tu carî bi navê DTP-ê yê resmî û tescîlkirî xîtabî DTP-ê nake.
Tim bi êrifî(îma) qala DTP-ê û serokê wê dike.
Li gel ku navê PKK-ê PKK- ye, lê Erdogan tu carî nabêje PKK, dibêje "rêxistina terorê."
Li gel ku navê DTP-ê,Parlamentoya Kurdistanê, yê serok û serowezîrê Kurdistanê û gelkên din hemû jî hene û "tescîlkirîne",Erdogan yek meqam û navî jî rast nabêje...
Baş e, ji vê yekê mezintir bêedebî û bêexlaqî heye?
Kes ji qebedayiyê Qasimpaşayê ra nabêje, bira, çima tu navê xelkê rast nabêjî?
Çima tu ji Herêma Kurdistanê ra nabêjî "Kurdistan" û ji serokê wê ra jî nabêjî "serokê Herêma Kurdistanê û serokwezîrê Herêma Kurdistanê?"
Û di serda ev mesele ne wek navê partiya te mesela rastnivîsê ye, tu bi zanetî navê welat û hukûmeta xelkê, navê serokkomar û serokwezîrê xelkê hilnadî û hin navên din li wan dikî.
Çima?
Heger bi rastnegotina navan meriv "bêexlaqî û bêedebiyê" dike, wê demê "bêexlaq û bêedebên" herî mezin hûn in...

22 juni 2009

Him dikujin û him jî "şehîd" îlan dikin

Do li Midyadê li gundê Bûdakliyê kurdan cenazeyê xortekî kurdê yê din(Serdar Kurt) ku rojek berê li leşkeriyê ji alî dewletê va hatibû kuştin rakirin.
Li gor îdîaya artêşê, pêr li qeza Xarpêtê Depê(Qereqoçanê)danê nîvro, di dema guhertina nobetê da ”bêhemdî” guleyek ji tivinga leşkerekî derketiye û çûye li sînga Serdar Kurt ketiye û bi vê derbê jî ”şehîd” ketiye.
Îzaha dewletê hertim ev e, ”bêhemdî” bûye û ”guleyek qezayê” ye ya jî wî xwe kuştiye…
Dewleta tirk hertim wisa dike, berê dikuje û dûra jî dibêje ”bêhemdî” bû, "qeza" bû û ”şehîd” îlan dike.
Di dema anîna cenaze da girseyeke mezin bi qonwoyeke dirêj çûn pêrgiya cenaze û xwestin ewladê xwe ji destê qatilan û cerdevanan rizgar bikin.
Weke hertim, dewletê îcar jî ala tirk girtibû ser tabûta Serdar Kurtê ku wan bi destê xwe kuştibû.
Malbata Serdar Kurt, hin xort lê bi taybetî jî gelek jinên bi namûs û bi xîret midaxeleyî vê heqareta dewletê dikin û ala tirk ji ser tabûtê davêjin û tacegulên qatilên lawê xwe jî perçe dikin û dixwazin cenazeyê xwe ji destê leşker û cerdevanan rizgar bikin.
Malbat ji leşkerên bi cenaze ra dibêje, em merasima leşkerî naxwzin, em dixwzin miriyê xwe bi şiklê ku em dixwazin defin bikin.
Lê leşker qebûl nakin, cenazeyê Serdar bi darê zorê ji malbat û gelê wî distînin û bêyî beşdariya malbata wî dibin li gorista gund bi merasima leşkerî bvedişêrin.
Û bi vî rengî du caran zulmê li malbata Serdar Kurt dikin.
Him lawê wan dikujin û him jî nahêlin dê û bavê wî li ser miriyên xwe bigrîn.
Ma li cîhanê zulmeke ji viya mezintir heye?
Hejmar li ba min tuneye, lê tiştê ez dizanim ji sala 1980-î û vir da ye bi sedan xortên kurd li leşkeriyê ”bêhemdî” , bi ”derba qezê” hatine kuştin.
Lê heta nuha min nebihîstiye ku yek tirk jî "bêhemdî" û bi "derba qezê" hatiye kuştin, qeza tim dihere rastî kurdan tê.
Ez fêm nakim çima ev ”qaza kurşunu/gula qezayê”çima tim dihere xortên kurdan dibîne, lê bêxwediyê yek carê jî naçe li enî û sînga yekî tirk nakeve?
Gelo ji bo çi ev ”guleyên qezayê” tim berên xwe didin kurdan?
Ev îş li Sûriyê jî ev demeke wiha dibe.
Ev demeke em di çapemeniyê da dixwînin, li Sûriyê jî xortên kurd li leşkeriyê bi ”quleyên qezayê” yanî bêhemdî tên kuştin.
Çi hîkmetî îlahî ye ez nizanim, lê li Sûriyê jî û li Tirkiyê jî salê çend xortên kurd bi vî rengî tim tên qetil kirin.
Û navê vê qetlîamê jî dikin ”qeza”, ”bêhemdî” û yekcarnan jî întîxar…

21 juni 2009

Dewlet li dijî hebûna miletê kurd e

Li gor ku ajansa nûçeyan ANF radigihîne, qumandarekî ji lîwaya(tugay) Qersê bi fermaneke nivîskî emir daye leşkerên xwe, gotiye neçin ser dikandarên kurd, ji wan kirîn û firotinê nekin û bi kurdan ra nepeyivin.
Di vê fermana qumandarê lîwaya piyadê ya Qersê da navê 38 dikan û ciyan li leşkeran hatiye qedexekirin.
Li gor vê belgeya ku kirîn û firotina ji ser dikanên kurdan li leşkeran qedexe dike, yazîxaneyên mebûsê Qersê yê kevn Mahmût Alinak û serokê belediyê yê kevn Naîf Alîbeyoglu jî hene.
Di emirnameya artêşê ya qedexekirina dikan û ciyên kurdan da, hin dikan û mekan weke ”kurdçî”, ”DTP”, ”çep”, Îslamcî” û ”terîqatçî” ye hatine fîşkirin. Yanî ji alî îstîxbarata leşkerî va kok û fikrên wan yên siyasî yeko yeko hatiye tespîtkirin û li gor wê, ”mohra sûcê wan” lê dane., ”kurd”e, ”DTP” ye ya jî ”Îslamcî” ye.
Dîsa li gor agahiyên ku em ji ANF-ê fêr dibin, di nava van derên ku li leşkerên tirk hatine qedexekirin da xan, park, çarşiyên mezin, bayîyên telefonfiroş, zîvkir, mobîlyacî û gulfiroş jî hene.
Heta nuha gelek caran gurûbên tirk yên nîjadperest û fşîsît beyan û belavokên bi vî rengî belavdikirin û ji tirkan dixwestin ku ew bi kurdan ra dostî û hevaltiyê û tîcaretê nekin û neçin ser dikanên wan.
Herçiqas siyaseta artêşê jî weke van faşîstên tirk e, ew jî dixwaze di her warî da kurdan bifetisîne, lê heta nuha bi vê eşkeretiyê ev tişt negotibûn.
Ya jî dibe ku artêşê berê jî tiştên wiha kiribe, lê belge neketibe destê çapemeniyê û belav nebûbe.
Ev jî mimkûn e.
Çimkî hemû general û zabitên artêşê naxwazin silavê bidin kurdan, naxwazin li tu derê bi nûnerên kurdan ra li kêlek hev rûnin.
Jixwe ev siyaseta artêşê ya nîjadperest e ku cesaretê dide nîjadperest û faşîstên tirk û wan derbasî hereketê dike.
Bi kurtî ev şêla artêşê ya li hember kurdan tiştekî pir ne xerîb e. Tiştê xerîb, li hember bûyerên wiha bêdengiya hukûmetê û sîstema edaletê ye.
Li hember hemwelatiyên welatekî dibê zabitên artêşê nikabin biryarên wiha bigrin û dema girt jî dibê bê ceza nemînin.
Bifikirin, hûnê him hemwelatiyê welatekî bin, him weke herkesî baca xwe bidin û herin leşkeriyê, lê li alî din jî ji bo ku însan bi we ra tîcaretê nekin, bi we ra nedin û nestînin, artêş ewê emirnameyan belav bike.
Ev ecêbeke giran e.
Lê li Tirkiyê dibe û kes jî nikane ji berpirsiyarên vê fermanê hesab bibirse. Û ji ber ku hesab nayê pirsîn, mêrikan jî diwêrin fermanên wiha bidin.
Dewleta tirk bi hemû dem û dezgehê xwe va li ser asasê dijminatiya bi kurdan ra hatiye damezirandin.
Artêş, pûlis, MÎT, dibistan, zanîngeh axir hemû dezgehên dewletê li ser esasê dijminatiya bi miletê kurda ra avabûye û mecbûr in li dijî miletê kurd û hemû sembolên kurdî bin.
Çend roj berê jî emniyeta Diyarbekrê ji ber rengên gul û çîçekên hewşa Belediya Diyarbekrê dişibe ”ala PKK”, bi gilînameyekê serî li dozgeriyê dabû.
Di gilînameya emniyeta Diyarbekrê da tê gotin ku Belediya Diyarbekir, bi rengên van çîçekan propagandeya PKK-ê dike û dixwaze ”Tirkiyê perçe bike” yanî cudaxwaziyê(Separatismê)dike.
Emniyeta Diyarbekrê, rismê hemû gul û çîçekên li ber Belediya Diyarbekrê kişandiye, hemû girtine kamerayê û weke belegeyeke ”rengên PKK-ê û perçekirina Tirkiyê” teslîmî dozgeriyê kiriye.
Îdîeya "rengên", "sembolên PKK-ê" hemû vir in, tu binakeya wan tuneye. Rengên "kesk, sor û zer û sipî" ne reng û sembola PKK-ê, lê yê ala kurd e.
Carê PKK ala kurd hilnade, ji xwe ra aleke din çêkiriye. Dewlet viya dizane, lê ji bo ku nebêje "rengên ala kurd", dibêje rengên PKK-ê.
Ji ber ku tirk naxwazin navê kurd, Kurdistanê û ala kurd belav bikin û bibin sebebê belavbûnê.
Yanî mesele rengê alaya kurd e...
Belê, dewletekê bifirkirin ku nahile kurd kîjan gul û çîçekan dixwazin wiya ji xwe ra biçînin, nahêle keç û jinên kurd li gor dilê xwe serê xwe girê bidin, nahêle kurd li gor dilê xwe bistirên, li gor dilê xwe binivîsin, li gor dilê xwe ji hin kesan hez bikin û weke ew dixwazin xîtabî wan bikin…
Û ev dewlet bêyî ku fedî bike hîn jî ji kurdan ra dibêje di nabêna we û tirkan da ”wekhevî” heye.
”Wekheviya” ku dewlet qest dike esas tirkbûna me ye.
Dewlet, bi ”demokrasiyê, azadiyê û wekheviyê” ji me ra dibêje, divê hûn dev ji taybetiyên xwe yên netewî berdin û bibin tirk.
Bi wekheviyê qesta dewletê ne ew e ku tirk weke û em kurd jî weke kurd hebin û wiha bijîn.
A ji ber vê yekê ye ku dewlet tehamulî tu tiştekî me yê kurdbûnê nake, li dijî her tişt û sembola me ya kurdayetiyê ye.
Qumandarê lîwaya Qersê û pûlisên emniyeta Diyarbekrê li gor vê siyaset û îdeolojiya dewletê hereket dikin.
Yanî evana ne kirinên şexsî ne, di praktîkê da bicîanîn û meşandina siyaseta dewletê ye.
Û heta ku dewlet di qanûna esasî û yên din da hebûna miletê kurd û mafê wan qebûl neke, emê tim bibin şahidê bûyerên wiha.
Lê heta wê demê, dibê em kurd baş bizanibin ku ev dewlet bi çavê dijmin li me dinêre û loma jî dixwaze di her warî da me tune bike, me bifetisîne…

20 juni 2009

Li ser belavoka "zazaciyan" çend gotin

Ji do da ye dîsa pişt ketiye ber min. Yanî weke ku kurd dibêjin, ez “boçikî” bûme.
Do bi şev, weke hertim min dîsa xwe li ber dataya(komputera)xwe xweş kir û xwest li ser belavoka kampaniya “zazaciyan” çend rêzan binivîsim.
Lê piştî nivîsîna 2-3 rêzan tebatî nehat min û ji mecbûrî min dev jê berda, min hîşt îro.
Ev êş ji zûda ye bi min ra heye, carnan giran û carnan jî sivik dibe.
Tiştê ez dizanim, kalî û pîrî qet nexweş e. Hema bira li vê dinyayê mirin hebûya, ”kalî û pîrî” tunebûya û weselam…
Ya rast ez hîn jî baş nebûme, ji bo kêmkirina êşê berî nuha min 2 heb xwarin lê êşê hîn jî dev ji ”boçika” min bernedaye.
Hela ka em binêrin Xwedê çawa dike?
Belê, ez vegerim ser mijara xwe.
Sê roj berê, bi riya platforma Dîwanxaneyê ji yekî bi navê ”Zazan Sanli(mailto:sanlizazan@yahoo.se) e-mailek û belavokeke kampaniya ji bo zazan û zimanê zazakî girt.
Belavok, li ser hin daxwazên zazan yên netewî û kulturî ye û ji wezîrê kulturê û serokwezeratê ra hatiye şandin.
Û ji xelkê jî tê xwestin ku piştgiriyê bidin vê beyanê û îmze bikin.
Di e-mailê da lînka ku ev beyan şandibû jî hebû. Min ew lînk tikand û bîstekê bala xwe da malperê û beşê wê yê nivîskaran(nuşkarê ma).
Min dît ku malper, lînk û palatformên wê mîrustana kesên ”zazacî” ne, kesên ku dibêjin zaza ne kurd in û zazakî jî ne lehçeyeke zimanê kurdî ye.
Bêguman ne rast e ku meriv xelkê bi darê zorê bike kurd. Kî xwe kurd dihesibîne, kî xwe kurd nahesibîne ew bi kêfa xwe ne.
Ez ji van kesan ricaya kurdbûnê nakim…
Lê dibê sextekariyê nekin û kesên ne ”zazacî” jî nekin hevalên xwe. Xwestina vê yekê mafê me ye.
Dema min bala xwe da nivîskarên(nûşkarê ma) malperê, ez hinekî matmayî mam. Çimkî di nava nivîskarên malperê da hin dost û hevalên ku ez wan nas dikim û ez dizanim ku ew ne bi wê dîtina ”zazaciyan” ra ne, ew jî hebûn.
Min, lînka wê malperê ji hevalekî ra şand û ew ji vê yekê agahdar kir. Hevalê min bersîva da min, got” Ji bo agahdarkirinê sipas. Zazaciyan van rojan mailên wisa ji gelek kesan re şandine. Haya min jê tune bû..”
Malperê ne ev heval tenê, kesên weke Necmetîn Byukkaya, Mûnzûr Çem, Haydar Diljen, Malmîsanij, Osman Aytar, Mehmet Ûzûn(yê ji Çewlikê)jî weke nivîskarên xwe nîşan daye.
Wek tê dîtin, bê haya xelkê, bêyî ku destûrê ji wan bigrin, wan weke nivîskarên xwe nîşan didin.
Helbet bêexlaqiyeke pir mezin e meriv kesên li dijî fikrên xwe, wekî nivîskarê malpera xwe nîşan bide.
Ev yek fêlbazî û sextekarî ye. Herkes dizane ku rahmetiyê Necmetîn Buyukkaya, hemû jiyana xwe da xebata ji bo kurd û Kurdistanê û nîhayet di wê riyê da jî di sala 1984-an da di zindana Diyarbekrê da ji alî qatilên dewleta tirk va hate şehîdkirin.
Dîsa, fikir û şêla Malmîsanij, Mûnzûr Çem, Osman Aytar, Mehmet Ûzûn û Haydar Diljen jî li ortê ye, herkes dizane ku ev kesên hanê xwe kurd dibînin û li dijî fikrên ”zazacîtiyê” ne.
Tiştekî gelkî ne xweş e ku meriv bîyografiyên van kesên li dijî nîfîqa ”zazacîtiyê” ji derên din bigre û têxa malpera xwe û wan weke nivîskarên xwe pêşkêşî xelkê bike.
Xwediyên malperê, bi vê yekê dixwazin xelkê bixapînin û van kesan jî weke şirîkê fikrên xwe nîşan bidin.
Dewleta tirk ji bo ku kurdan weke milet bera hev de tim fêsadî û gelacî kiriye, tim xwestiya ku kurdan bîne hember hev.
Û ji bo vê yekê jî çi xerabî û nerindî ji destê birêvebirên dewletê hatiye qet texsîr nekirine û nakin jî.
Di destpêka 1980-î da, piştî darbeya 12-ê Îlonê MÎT-ê, li ser nekurdbûna zazayan gelek buroşur û kitêb derxistin û yekcarnan jî ji komeleya me ra jî dişandin.
Piştî van xebatên dewletê, hin zazayên nêtxerab û merivên dewletê dest bi zazacîtiyê kirin. Bere bere, hin kesên saf, nezan, şexsiyetzeîf û pûlperest jî ketin bin tesîra van ajanên dewletê û wan jî dest bi ”zazacîtiyê” kir.
Û xebata dewletê ya perçekirina kurdan her ku diçe firehtir dibe. Meriv dikane bibêje ku dewletê di vî warî da baş bi xelekeke kurdan ya ziîf girtiye û naxwaze vê xelkê ji destê xwe berde.
Di mesela dijayetiyên dînî(sunîtî û elewîtiyê)da dewlet biser neket, lê di mesela ”zazacîtiyê” da mixabin biser ket...
Loma jî mesala ”zazacîtiyê” di pêşerojê da ewê hîn gelkî serê kurdan biêşîne…

18 juni 2009

Ev "bazar" jî ewê şîrîn biqede

Ji sala 1950-î, ji roja ku Adnan Menderes hat ser hukum û virda ye xirecira leşker û sivîlan naqede.
Ji 1950-î virda ye leşkeran 3 darbeyên bi tank û top(1960, 1971, 1080) û darbeyek jî bi cop kirine.
Lê dîsa mêrikan rehet nasekinin û destê xwe ji gewriya hukûmetên siwîl dernaxin.
Bi operasyona li hember çeteyên Ergenekonê rar ê li ber darbeyeke leşkerî hate girtin.
Doz Ergenekonê hîn berdewam e û gelek leşker û sivîl jî ji vê dozê hîn di hundur da ne.
Piştî operasyona Eregenekonê gelek kesî wisa bawer dikir ku leşker bi kêmanî 10 salên din jî teşebusî tiştekî wiha nakin.
Ji ber ku şertên cîhanê êdî guheriye, cîhan û Emerîka weke berî êdî piştgiriya darbeyên leşkerî nakin û hewildanên wiha jî xweş nabînin.
Tirkiye berendamê Yekîtiya Ewrûpayê ye û xwedêgiravî dixwaze bibe endam û ji bo vê jî dibê bibe welatekî demokratîk.
Li hundur jî piraniya milet(kurd û tirk)li dijî midaxeleyên leşkerî ne. Hukûmeteke pir xurt li ser hukum e û ev hukûmet jî weke yên berê tavilê teslîm nabe û îktîdarê teslîmî leşkeran nake.
Yanî dema ku meriv hinekî realîst difikire, meriv dibêje ne mimkûn e ku piştî hewqas serpêhatî û tecrûbe û di van şertan da leşker careke din bixwazin bi darê zorê hukûmetan bixînin.
Lê leşker dixwazin û dikin…
Ji bo leşkeran şertên cîhanê, îradeya gel, şêla hukûmetê pênc pere nake, ew carê fêrî hukum û fêkiyên serdestiya xwe bûne, loma jî naxwazin bi hêsanî dev ji vê saltanat û dîktatoriya xwe berdin.
Hukûmetên siwîl jî ji dêlî ku weke miletên din bi rengekî temam û ji kok da hesabê leşkeran bibînin û baş îfadeya wan bigrin, bi wan ra li hev dikin, li ber wan digerin û dikin pişopişo.
Bi vî rengî çend mehan leşkeran aş dikin, rê li ber darbeyeke leşkerî digrin.
Lê piştî demekê, îcar hin leşkerên din diazirin, îcar ew dixwazin li hustuyên siwîlan siwar bin û dest bidin ser hukum.
Caranan biser dikevin carnan biser nakevin, lê mêrikan tu carî dev ji midaxeleyên xwe bernadin û bernedane.
Ev 60 sal in ku leşker dev ji vî pîşikê xwe bernadin, siwîl çuqasî li ber wan digerin, hustuyê li ber wan xwar dikin, hemû daxwaz û emrên wn bicî tînin jî têr nake, ji siwîlan ra dibêjin bira def di hustuyê we da û qolik jî di destê me da be, em kînga û kîjan meqamî bixwazin emê lêxin û dibê hûn(siyasetmedar û hukûmet) jî li ber bireqisin.
Siyasetmedarên tirk ji darbeya 1960-î û virda ye bi piranî bêemriya leşkeran nekirine, tim emrê wan anîne cî.
Piştî DP-ê(Partiya Demokrat) ev cara pêşî ye ku li tirkiyê partiyek(AKp), hukûmetek sedîsed teslîmî leşkeran nabe û li ber xwe dide.
Heta yekcarnan di dema êrîşa leşkeran da AKP jî dest dibe xwe, ew jî hin derban dawdişîne artêşê û hin derên wan birîn jî dike.
Lê ev birîn pir ne xedar in.
Çimkî hukûmet newêre derba mirinê lêxe, tim di parastinê da ye. Yên êrîşkar leşker in.
Û ev xirecir, ev şer, ev xiran û kaşana siwîl û leşkeran ev 60 sal in ku bi vî hawî dom dike…
Yahû aqilê meriv disekine, ev generalên tirk zaliman ne diwestin, ne diqerimin, ne bîna wan diçike, ne ji hêz û taqetê da dikevin û ne jî kezebreşî dibin…
Yek eşkere dibe yekî din dest pê dike.
Yek tê girtin yekî din dest pê dike.
Piştî me îfşabûna Ergenekonê meriv digot, Tirkiye û miletê kurd êdî ji vê mûsîbetê xelas bû, lê mêrikan xelas nabin, weke pisikan heftruh in, tu ji ku bavêjî tim li ser nigan dikevin.
Û hedefa wan(ya leşkeran)jî tim kurd in, tim bi serxwebûna Kurdistanê gel dixapînin û sivîlan ditirsînin…
Ez bawer nakim ku ji vê operasyona dawî jî tiştek derkeve. Çimkî ji bo lihevhatinê serokerkan bi serokwezîr ra û dozgerê leşkerî jî bi dozgerên doza Ergenekonê ra waye bazarê dikin.
Loma jî demekê ewê hevûdu bibin û bînin, lê di netîcê da ev ”bazar” jî ewê şîrîn biqede û weselam...

17 juni 2009

Haziriya darbeyeke din derket ortê

Artêşa tirk careke din jî ji ber amadekariya darbeyekê cirmeşût hate girtin.
Lê netîce jî weke hergav dîsa leqleqa vala ye.
Hefteya borî rojna îniyê rojnameya Tarafê, belgeyeke bi navê “Plana qedandina AKP-ê û Gulen” weşand.
Dozgeriya leşkerî di destpêkê da xwest weşanê bide rawestandin lê bi ser neket, xeber belav bû û hemû çapemeniyê qala belegeyê kir.
Li ser van pêşketinan dozgerê ku doza Ergenekonê dimeşîne xwest îfadeya Albay Dûrsûn Çîçek bigre. Divê Dûrsûn Çîçek îro îfade bida, lê mêrik neçû. Helbet ev neçûn jî jî bi emrê serokerkan Îlker Başbûg dibe.
Serokerkan Başbûg, di destpêkê 2-3 rojan bêdeng ma, lê dûra hin beyanên li dijî hev da û bi rengekî sergirtî hukûmet û çapemenî tehdît kir.
Û herî dawî jî Îlker Başbug, do di rojnameya Hurrîyetê da bi Ertugrul Ozkok ra hevpeyvîneke kin kir û bersîva hin pirsan da.
Di vê hevpeyvînê da jî Başbug di derbarê rastî û sexteyiya belgê da tiştekî bi cî nabêje, ne dibêje rast e û ne jî dibêje sext ye.
Tenê dibêje, “albay gotiye wî belge nenivîsîyeqeye, û di kompîtora wî da jî qeyda wê tuneye.”
Helbet belge ji alî albay ve nehatiye nivîsîn û loma jî qeyda wê jî ewê di kompîtora wê da tunebe.
Loma jî bersîva Başbûg ne vekirî demagojî ye.
Piştî weşana Tarafê, serokerkan bi albayê ku îmzeya wî li bin belgeyê ye peyivî, heger bi rastî belge sexte bûya, Başbûg ewê pir vekirî bigota, “belge sexte ye.”
Lê nabêje, nikane bibêje sexte ye, civan dide xwe, demagojiyê dike.
Çimkî, heger wî bi xwe emrê nivîsînê nedabe jî, ew baş dizane ku albay bi serê xwe nikane tiştekî wiha bike, dibê hinên ji wî mezintir di nava vê amedeyiyê da bin.
Başbûg bi vê yekê dizane, lê ya naxwaze ya jî nikane biçe ser wan. Loma jî demagojiyê dike, dibêje “albay gotiye wî nenivîsî ye.”
Do ji nişka ve serokerkan Başbûg çû ziyareta serokwezîr Erdogan û saetekê hevûdu birin û anîn.
Piştî hevdîtinê, Erdogan beyanek da û ne got belge “sexte” ye. Belovacî wê Erdogan got, “emê serî li mahkemeyê bidin” û weke partî do gilî kirin.
Ev jî tê wê maneyê ku di derbarê “sexteyiya” belgeyê da serokerkan Başbûg, serokwezîr Erdogan îkna nekiriye, nikanîbûye bibêje tiştekî wiha tuneye.
Ji ber vê yekê ku Erdogan, piştî hevdîtina bi serokerkan ra dîtina xwe naguherî û hevalên wî serî li dozgeriyê dan.
Lê di rewşeke wiha da divê hekûmetê ne tenê gilî bikira, divê di serî da serokerkan û kesên din yên têkildar hemû ji wezîfeyê bihatana girtin.
Ji ber ku tiştê hatiye girtin ne tiştekî henekan e, belgeya xistina hukûmetekê ye. Ev sûcekî pir mezin e, cezayê wê îdam e.
Lê weke bûyera Şemzînan û Ergenekonê, hukûmet newêre sûcdaran eşkere bike û biçe ser wan.
Tenê amadeyiyên leşkeran xera dike, rê li ber darbeyeke leşkerî û ketina xwe digre, lê zêde pêşda naçe.
Qet şik tuneye ku heger mesele tenê albay ya jî çend zabitên rutbebiçûk bûna hukûmetê biçûya ser wan û ew ji wezîfeyê bidana girtin.
Lê hukûmet jî û serokerkan jî baş dizanin ku di nava artêşê da kesên li pişt albay pir in, loma herdu serî jî dixwazin pûş bigrin ser meselê û Ergenekoneke din dernexin ortê.
Em hîn baş nizanin, lê dibe ku haya serokerkan ji vê amadeyiya darbeyê tunebe. Lê ev nayê wê maneyê ku tiştekî wiha tuneye.
Heger bi rastî jî tiştekî wiha tunebûya leşkeran nuha qiyamet rakiribûn, nuha mala hukûmetê, emniyetê,Tarafê û çavkaniya vê xeberê şewitandibûn.
Yanî serokerkan, weke dibêjin “eyşik e ji xwe bi şik e”, ew dizane ku rast e, lê naxwaze eşkere bike.
Jixwe heta nuha di nava artêşê da gelek çeteyên wiha derketin, lê hemû jî rast bûn, yek jî derew dernekt.
Mêrikan(leşker) natirsin, dizanin ku xurt in û hukûmeta ku ji alî gel va hatiye hilbijartin ne ew hukûmet e ku bi cesareta here ser wan û hemûyan derxin hember dadgehê.
Weke bûyera Sûsûrluk û Ergenekonê, ev bûyer jî piştî hinek birr û bazar û belkî jî girtina çend zabitên biçûk, ser meselê ewê were girtin.

16 juni 2009

Meriv derewek kir dibê cî bidê

Mudûrê TRT-ê y Giştî Îbrahîm Şahîn, di hevpeyvîna xwe ya di rojnameya Yenî Şafakê da dibêje, Rojînê dev ji TRT Şeşê berneda, ”bi emrê min programa wê ji weşanê hatiye rakirin.”
Li ser pirsa, ”Tu ji TRT Şeş-ê memnûn î jî ?”, Îbrahîm Şahîn dibêje, ew memnûn e û ”pûsûle rast e.”
Şahîn,
li ser mesela veqetandina Rojînê jî bi uslûbeke qebedayî û pozbilindî wiha dibêje:
Min bûyer pir girîng nedît. Neh qanalên me hene, TRT Şeş yek ji wan e. Rakirina programeke hunermendekî li ba me tiştekî ji rêzê(adî) ye. Min ji sinetkareka(qest Rojîn e, lê tenezul nake navê wê bigre ser zimanê xwe) li ba me program çêdikir ra got, ”ji bo serêsalê ji me pera nestîne”, qebûl kir. Dûra pere xwest, min talîmata ”rakirina programa wê” da hevalan.
Piştî van gotinên lûmpenwarî Şahîn naxwaze mesela Rojînê dirêj bike, lê rojnamevan dixwaze ku ew ,”mesela Rojînê bidomînin.”
Li ser vê daxwazê, Şahîn dibêje:
”Berê gelek gazin ji şiklê çêkirinê, ji şîrketê kir. Rica kirin, gotin bira berhemeke hundur be.(mêrik bi şîfre dipeyive, naxwaze navê Rojînê û programê bibêje) Li gel ku ez hinekî li dij derketim, lê ji bo ku kar bimeşe min got baş e. Eynî nerehetîyan di çêkirina hundur da jî dest pê kir. Ez li derî welêt bûm, koordînatorê programê li min geriya, got, “hunermend/sinetkar dîsa nehat studyoyê.” Min got, “Tavilê programê biqedînin.” Bûyer ev e. Ji ber ku em nepeyivîn bûyer bi hin aliyên din da hat kişandin. Derket hin tiştên cuda got. Got, “Ji ber ku sansor bikardianîn ez jî veqetiyam. Berneda, bi talîmata min programa wê hat rakirin. Ez naxwazim hunermendek were rencîdekirin, lê heta ku derneketibû TRT Şeş-ê kesî yeka bi navê Rojînê nizanîbû.”,
Li derekê Şahîn dibêje, "ji ber ku ji bo programa serêsalê pere xwest, min talîmata rakirina programa wê da hevalan."
Lê li dereke din jî dibêje, "ez li derî welêt bûm, koordînator telefonî min kir, got, hunermend dîsa nehatiye studyoyê. Li ser vê min got, "tavilê programê biqedînin."!
Îcar gelo kîjan sebeb rast e?
Di ser serê salê ra 5 meh derbas bûn, lê Rojîn hîn li ser karê xwe bû. Heger ji bo pera bû çima we hîşt Rojîn 5 mehan bixebite?
Tiştê din yê balkêş uslûba Şahîn ji merivekî medenî bêtir dişibe ya qebedayiyan. Mesele dibêje, "min talîmat da, min emir da..." naxwaze navê wê bigre devê xwe û hwd.
Em bibêjin ku bi rastî jî sebebê veqetandina Rojînê weke Şahîn dibêje, "pere" ye ya jî ji ber ku "di wexta da neçûye programa xwe."
Lê uslûbê axaftina Îbrahîm Şahîn û bersîvên wî nîşan dide ku ew merivekî dîktator e û tiştê Rojînê gotiye rast in, ne mimkûn e ku hemû derew bin.
Di bin serokekî yekî wek Îbrahîm Şahîn da ne mimkûn e ku sansor tunebe, ne mimkûn e ku hunermend azad û serbixwe be.
Ne mimkûn e ku hûn midaxeleyî programan nekin û wan meqes nekin...
Şahîn bi uslûbeke serokê mafyayê dipeyive, dibêje, “rakirina programa hunermendekî li ba me tiştekî ji rêzê,” yanî tiştekî adî, basît e.
Ev bersîv tenê nîşan dide ku ne sansor, şahê sansorê li ba we heye, kîjan rojê hûn bixwazin hûn dikanin programa hunermendekî rakin.
Ev jî tê wê maneyê ku di TRT-ê da demokrasî tuneye, sansor û otosansur heye. Ji ber ku kînga dilê Şahîn bixwaze dikane ji xelkê ra bibêje "xerc qediya, emele paydos!" û derî nîşanî wan bide.
Îbrahîm Şahîn kînga bixwaze dikane her programê rawestîne û hunermend jî biqewirîne.
Ji xwe Şahîn bixwe dibêje, ew li derî welêt bûye, koordînatorê programê telefonî wî kiriye, gotiye, “hunermend/sinetkar dîsa nehatiye studyoyê.” Li ser vê, dibêje “Min got, “Tavilê programê biqedînin” û ew jî banî Rojînê dikin û derî nîşanî wê didin.
Tiştên wiha ancax dîktator dikin, ev uslûb û metod ya dîktatoran e. Li kesî guhdarî nakin, mafê tu kesî tuneye, ew tenê emir didin û herkes mecbûr e weke wan bike.
Rojîn di wexta xwe da neçûye ser karê xwe, ev şaş e, lê meriv dipirse, dibêje çima, ji bo çi?
Dikane bi rê da qeza derbas kirbe, îşek hatibe serî, axir dibe ku mazereteke wê ya maqûl hebe.
Îbrahîm Şahîn qet guh nade tiştên wiha, wî qet hewce nedîtiye ku sebebê nehatina Rojînê fêr jî bibe.
Çer dibihîze ku Rojîn neçûye ser karê xwe, bêyî ku sebebê vê yekê fêr bibe, bêyî ku bi Rojînê ra bipeyive, tavilê “emir dide” û dibêje “programê biqedînin.”!
Hemû dîktator wiha dikin...
Û yên di bin emrê Şahîn da jî ji Rojînê ra dibêjin "karê te qediya", here oxira te ya xêrê be... Li Tirkiyê sîstem wiha ye, belkî heta nuha çend caran hinekan jî eynî tiştî anîbin serê Îbrahîm Şahîn, wan jî wisa ew qewitandibe.
Şahîn,
di jiyana xwe ya burokraktîk da heta nuha çi dîtibe, xelkê çi anîbe serê wî, ew jî eynî tiştî li hember xelkê dike.
Şahîn dibêje, "heta ku nehatibû TRT Şeş-ê kesî yeka bi navê Rojîn nas nedikr."
Ev ji bin da vir e, belovacî wê, heger Rojîn ji berê da ne meşhûr bûya, nehata naskirin we ban Rojînê nedikir.
Rojîn bi kêmanî ev 10-15 sal in ku dengbêjeke naskirî ye û têra xwe jî binav û deng e. Jiber ku Rojîn "meşhûr" bû hûn çûn li ber geriyan û we pê ra peyman çêkir.
Şahîn sibe dikane ji bo kesên din jî eynî tiştî bibêje. Ev şêleke ne medenî û ne xweş e, dema însan ji mer qetiya dibê meriv biçûk neke.
Lê tirk vê yekê li hember kurdan bi zanetî dikin, dema qala yekî kurd dikin, tim bi uslûbeke biçûkxistinê û basîtdîtinê qal dikin, pir "bêehemîyet", pir "basît" .
Û xwe jî heta tu bixwazî mezin dikin...
Îbrahîm Şahîn jî weke burokratekî ji xortaniya xwe da ye bi vê kultur û terbiyê mezzin bûye, li hember amîrê xwe dibê şelefiyê û li hember kurdan jî dibê quretiyê bike...
Netîce, Îbrahîm Şahîn derewekê dike lê nikane baş cî bidê...

15 juni 2009

Gel rejîma meleyan dihejîne...

Di hilbijartinên roja îniyê(12/6) da Mahmûd Ahmedînejad, weke ku dihat texmînkirin xwe serketî îlan kir.
Lê mixalefet vê serkeftina Ahmedînejad qebûl nake û dibêjin di hilbijartinan da hîle û sextekarî bûye.
Îro li Tehranê bi milyonan îranî daketin kuçe û kolanên Tehranê û serkeftina Ahmedînejad ji bo cara duyem protesto kirin.
Hêzên ewlekariyê derketina der û hemû çalakiyên protestoyê qedexe kiribûn, lê Mîr Husên Mûsawî û gel guh neda van qedexayan û bi şiklekî girseyî nerazîbûna xwe nîşan dan û Tehran hejandin.
Raqibê Ahmedînejad, Mîr Husên Mûsawî di meşê da derket pêşbrî gel û xwest ku gel nerazîbûna xwe bidomîne û vê netîceyê qebûl neke.
Li gor nûçeyên hin ajansan, di destpêkê da meş sakin derbas bûye, lê piştra hêzên ewlekariyê midaxaleyî maşvanan kirine û di netîceyê da gelek kes birîndar bûne û bi kêmanî yek jî mirî heye.
Yanî rijandina xwînê carê destpêkiriye...
Herdu raqibên Ahmedînejad, Mîr Husên Mûsawî(serokwezîrê kevn) û Mehdî Karrûbî(serokê meclîsê yê kevn), îtîrazî netecîyên hilbijartina kirine û ji meqamên resmî xwestine ku hilbijartin were îptalkirin.
Ji bo berdewamiya liberxwedana li dijî rejîmê ev mixalefetaMûsawî û Kurrabî gelkî girîng e, sebebekî siyasî û huqûqî peyda dike.
Nerazîbûn û rexneyên Mîr Husên Mûsawî û Mehdî Karrûbî, tenê ne li hember Ahmedînejad in, serokê dînî yê herî bilind Alî Xameynî jî hedefa van rexneyan e.
Ji ber ku piştî hilbijartinan Alî Xameynî, ji gelê Îranê xwest ku ew serkeftina Ahmedînejad qebûl bikin.
Lê serokkomarê kevn Haşemî Refsencanî, weke Alî Xameynî piştgiriyê nade Ahmedînejad.
Ev yek gelkî girîng e.
Ev jî nîşan dide ku şer ne tenê di nabêna Mîr Husên Mûsawî û Ahmedînejad da ye, kok û rehên wê hîn berfirehtir e.
Ji bo Mîr Husên Mûsawî, piştgiriya Refsencanî îro gelkî girîng e, ev yek dikane bibe sebebê çerxkirina Alî Xameynî.
Di rojên pêş da Alî Xameynî dikane şêla xwe biguhere.
Netîce, di vê tûra pêşî da serkeftina Ahmedînejad were qebûlkirin ya jî neyê qebûlkirin, tiştê xuyaye di nava meleyan da şerekî desthilatê destpêkiriye û ewê hîn gelkî bajo.
Helbet herdu serî jî mele ne û dixwazin rejîma Îslamî bidomînin. Herçiqas Mîr Husên Mûsawî li gor Ahmedînejad, soza hin reforman bide jî zêde ferq nake, netîce herdu serî jî rejîmeke li gor îdeolojiya Îslamî diparêzin.
Lê li gel vê jî, peydabûna dubendiya di nabêna wan da fersendekê dide kurdan û hemû gelên îranê.
Heger îro li seransrê Îranê nebe jî, lê bi kêmanî li Tehranê li hember rejîma melan rêxistin û mixalefeteke xurt hebe dikanin ji vê rewşê îstîfade bikin û berê gel bidin rejîmî.
Şertê rûxandina vê rejîma zalim û dîktator li gor berî hilbijartinan nuha gelkî zêdetir e, gel dîwarê tirsê derbas kiriye û pir bi rehetî radibe pêdarê û dajo ser hêzên rejîmê.
Heger mixalefeta kurd û farisan û hemû hêzên demokrat, azadîxwaz û çep bikanibin xwe bigihînin hev û ew jî weke meleyan, gel organîze bikin, rûxandina vê rejîmê mimkûn e.
Şertê vê yekê îro ji her demê bêtirtir e.
Yanî ji bo çêkirina helawê ard, rûn û şekir heye, tenê hoste lazim e, ku ew jî hebe mesele temam e, aqûbeta Şah dikane bibe ya Ahmedînejad jî.

14 juni 2009

Her bijî Culemêrg!

Ji do da ye li Stockholma xopan baranê venekiriye, dinya reş xeniqîye û em weke hefsiyan wer di hundur da ne, nikanin derkevin tenefusê jî.
Ji ber ku li Swêd bi piranî hewa wiha ye, loma jî swêdî dibêjin, “hewa xerab tuneye, tenê kincên xerab hene.”
Yanî her hewa li gor wê kincên xwe hene, sar be, berf be, baran be jî ne xema swêdiyan e, mêrikan li gor hewê kincên xwe li xwe dikin û derdikevin derve. Lê em hîn weke wan ne jêhatî ne.
Deme hewa wiha ne xweş be û meriv nikanibe li hewşê ji xwe ra bîstekê rûne bîna meriv teng dibe.
Di rojên wiha da meriv bêtir li telewîzyonê temaşe dike, min jî îro wisa kir, xwe baş da ber telewîzyonê.
Ev cara pêşî ye ku di kanala TRT6-ê da ez li programa Aydin Aydin Çepik temaşe dikim.
Heta nuha min tu carî bi temamî li programa wî temaşe nekiriye. Ji ber ku programeke bêmistewa ye. Û Aydin bi xwe jî di programê da zêde şelafî û cilqiyan dike û li ciyê rehetiyê pir dike qîjewîj.
Loma jî ez qet li programa wî temaşe nakim.
Îro, gava min dît ku Muhsîn Kizilkaya li kêleka wî(Aydin) rûniştiye, min xwest bîstekê guh bidim programê.
Lê piştra ez û xanim em bi kursyê va zeliqîn û ji ber telewîzyonê ranebûn.
Ne ku Aydin Aydin guherî bû û îro baş bûbû.
Na, ji ber ku programa îro bi minasebeta şeva Culemêrgê bû. Ev cara pêşî bû ku programek bi her hawayê xwe bîna kurdbûnê jê difûriya.
Grûbeke govendê ya gelêrî, ya ku bi însanên xwe û bi cil û bergên xwe bi rastî jî gelêrî û otantîk bû ji Culemêrgê anîbûn.
Govendgir ne govendgirên ”profesyonel” bûn, ya gundî ya jî govendirên ji xelkê bûn, loma jî fîgur, meqam, rîtm û cil û berg û stranên digotin hemû jî orjînal û otantîk bûn û meriv heyran bû lê temaşe bikira.
Bi axaftin, lîstik, stran û kincên xwe nîşan didan ku ew ferdên miletekî din in, ji dûr û nêz va tu têkilya wan bi tirkiyê û tirkan ra tuneye.
Bêyî vê grûba govendê, du keçên geverî jî anîbûn. Van herdu keçan jî him bi stranên xwe û him jî bi kurdiya xwe ya şîrîn weke kurd serê min bilind û dilê min gelkî geş kirin.
Kinc û sergirêdana yekê gelkî bedew bû, min dixwest tabloyeke jineke kurda ya wisa li mala min bidarda bûya.
Dîtin û temaşekirina dîmenên wiha ez wisa bawer dikim ku ewê hestên kurdewariyê bi kurdan ra xurttir bike.
Pir baş e ku kurd bibînin bi tu tiştekî xwe ew naşibin tirkan.
Dema meriv li kesên ji herêma Meraşê, Bîngolê, Belîsê, Xarpêtê, Sêwasê, Erzînganê, Meletyê, Semsûrê û heta yê Ruhayê guhdarî dike meriv dibîne ku asîmîlasyonê çi felaket aniye serê miletê kurd.
Li van herêmên ku min li jor navên wan rêzkirin dewletê di warê ziman, muzîk, folklor û cil û bergan da tişteke di kurdan da nehîştiye.
Hemû cihêtî û taybetiyên kurdan yên netewî xeritandine, qalikekî vala, civateke sosiret hîştine.
Lê herêma Culemêrgê di warê cil û berg, ziman, kultur û folklorê da hîn jî weke kelake kurda ye, dijmin hin derb li vê kelayê jî xistibe lê weke herêmên din ev kela hîn terk lê neketiye, hîn nehedimîye, hîn jî kela û menbea kurdewariyê ye.
Ez hêvî dikim ku ji nuha û pê va jî welatê Mîrê Botan û warê Binevşa Narîn û Cembeliyê Mîrê Hekarî ji kurdayetiya xwe tiştekî kêm û wenda neke.
XXXX
Di rojnameya Mîllîyetê da Prof Celal Şengor, bi Devrîm Sevîmayê ra hevpeyvîneke balkêş kiriye, li ser înkarkirina kurdan çend peyvên di cî da gotiye.
Prof. Celal Şengor, di hevpeyvîna xwe da li ser durreyên tirk, yanî li ser donmeyên tirk jî rawestiyaye û gotiye ku, ”Ji sedî nodê(90)Tirkiyê ji alî etnîkî va(yanî bi eslê xwe, bi koka xwe) ne tirk e. Em hemû donm e(durre) ne. Lê tu pir mêr î bibêje.”
Vê rastiyê êdî herkes dizane ezbenî...
Û ji xwe gelş jî ji vir dest pê dike.
Li Tirkiyê tenê kurd eslê xwe înkar nakin, dibêjin em kurd in, bi kurdayetiya xwe serbilind in û doza mafê xwe yê netewî dikin.
Lê hemû donmeyên/durreyên din, yên ji Balkan û ji Kafkasan li gel ku dizanin ew ne tirk in, ya gurcî ne, çerkez in, çeçen in, laz in, arnawit in û bosnî ne, ereb in jî eslên xwe înkar dikin û dev ji tirkîtiyê bernadin.
Di ser da jî dema kurd eslê wan bi bîra wan dixînin mêrikan xwe aciz dikin, dibêjin eslê me bi bîra men nexin, em dixwazin bibin tirk.
Û dixwazin em kurd jî weke wan eslê xwe înkar bikin û bibin tirk.
Yanî şerê kurdan îro ji tirkan bêtir, bi van donmeyan/durreyan ra ye.
Lê li gel vê jî pir baş e ku alimekî ji van durreyan bi xwe vê rastiyê qebûl dike û dibêje ji sedî 90 tirkiyê ne tirk e...

13 juni 2009

Ev du roj in ez turîst bûm...

Dibê hûn bizanibin ev du roj in ez ne li mal bûm.
Ez bi çend hevalên xwe yên ji ciyê kar ra ji bo civînekê çûbûm girava Swêd Gotlandê, bajarê Vîsby(weke Vîsbî tê xwendin) yê.
Bîstek berê min xwe gîhand mal.
Piştî du roj leqleqa bi swêdiyan ra ez gelkî westiyayî me û ji hal da ketime.
Vîsby bajarekî Swêd yê pir kevn e, beden, dêra Sankta Maria domkyrka û gelek avahiyên din ji sedsala 12-an mane.
Visby, weke bajar ji sala 1995-an û virda ye di lîsteya mîrata cîhanî ya UNESCO da ye.
Mezinahiya giravê(Gotlandê)3140 km2 ye û nufûsa wê jî li ser hev 56 hezar e.
Rûber/saha Vîsby yê jî 1208 km2 û nufûsa bajêr jî tenê 22 hezar e.
Havînan xelk ji çarhawêlê Ewrûpayê, ji Çînê û Japonyayê ji bo dîtina Vîsby yê tên, lê ev 30 sal in ez li Swêd dijîm min hîn ev bajarê dîrokî nedîtibû.
Axirê xêra ciyê kar, do nîhayet dîtina Vîsby bû nesîbê min.
Dema meriv bajarên xelkê, mîmarî û dîroka ku heta nuha parastina dibîne, dilê meriv bi halê meriv dişewite, kizînî ji dilê meriv tê.
Meriv çuqasî pesnê bedewiya bajarê Vîsby bide hindik e.
Dîtin û gotin nabe yek, dibê meriv bi çavên serê xwe bibîne.
Dema meriv li nava bajêr digere, meriv xwe li bajarekî serdema navîn da his dike. Kuçe, kolan, avahî, beden û hemû mîmariya bajêr meriv dibe serdema navîn, tenê însanên li nava bajêr digerin ne bi şûr û mertal in.
Bi balafirê rêwîtiya me ji Stockholmê 35 deqîqe ajot.
Balafira me balafireke pir biçûk bû, em hemû rêwî 19 kes bûn. Yanzde(11) em, heyşt(8)jî rêwiyên din.
Ev cara pêşî bû ku ez li balafireke hewqas biçûk siwar dibûm. Hin kesên dirêj nikanîbûn xwe rast bikiranan, milet xwe qulûz dikir.
Lê di vegerê da balafira me dişibiya balafiran, ji bo hetê(70)kesî bû û meriv dikanîbû xwe tîk bikira.
Piştî 35 deqîqeyan(meriv dikane bi keştiyê jî here)m gihîştin Vîsby.
Weke Vîsby, balafirxaneya wê jî gelkî biçûk bû. Dem em derketin der, texsî li bende me bû. Me berê temî kiribû.
Em li texsiya xwe siwar bûn û me berê xwe da ciyê ku emê biçûyanayê.
Bele sebeb negotine, şufêr li herderê eynî ne, bi birêketinê ra şufêrê me dest bi dîrok û xweşikiya bajêr kir.
Got, nufûsa giravê 56 hezar e, lê havînan derdikeve 350 hezarî.
Û pişt ra jî dest bi ciyên ku divê em bibînin kir, yek bi yek ji me ra jimart.
Got debara me li ser turîzmê ye, heger ne turîzm be halê me gelkî xerab e.
Şansê me hebû, herdu rojan(do û îro) jî hewa gelkî xweş bû, em têra dilê xwe li nava bajêr geriyan.
Do jî û îro jî li Stockholmê aşît rabû, lê li Visby dilopek baran jî neket.
Îro di vegerê da, heta min xwe gîhand malê ez şil û pil bûm, xanimê got ji do da ye qet venekirîye, bi kûzan xistiye erdê.
Ji ber ku min dizanîbû li Stockholmê baran e, loma jî di nabênê ra min tim telefon dikir û digot, li ba me dinya pir germ e, nuha em li ser rûniştine û xwarinê dixun û nizanim çi dikin…
Ciyê em do bi şev lê man qesreke/koşkeke 20 km dûrî bajêr bû, dereke pir û pir xweş bû. Herder bi dûzan, hişnayî, hemû gul û çîçek û ciyên kêf û aktîvîteyên cûr be cûr bû. Navê wê, Suderbys Herrgord, yanî Koşka Suderby bû.
Bêyî avahiya(beşê) ku weke aşxane û ciyê civînan bikardianîn, qesrek jî weke muzeyê û ciyê sohbetê raxistibûn.
Ji tablo, mobîlye, çek, fera û folan bigre, heta bi kursî û maseyan gelekên wan yên sedsala 12, 15 û 18-an bûn. Û hemû jî xweşik hatibûn parastibûn.
Li Swêd dahîre û şîrketên mezin civîn û konferansên xwe li derên wiha cêdikin. Loma jî li seranserê Swêd belkî bi sedan, bi hezaran koşk ji bo konferens û civînên wiha tên bikaranîn.
Ev koşk jî yek ji wan bû.
Min nuha ji xanimê ra got, di rojên pêş da miheqeq divê em herin hefteyekê li Vîsby bimînin. Ez hêvî dikim ku ewê di gotinê da nemîne...

11 juni 2009

Dar û bivir...

Ez dizwazim îşev berî raketinê ji kitêba xwe (Antolojiya çîrokên zarokan) ji we ra xemîşokekê/çîrokekê bibêjim.
Ji zûda ye hûn ji zaroktiya xwe dûr ketine û we li xemîşokan guhdarî nekiriye.
Xemîşoka ezê ji we ra bibêjim, weke min got ya zaroka ye, lê mezin jî dikanin gelek ibretan jê bigrin û gelek tiştan jê fêr bibin.
Jixwe xemîşok jî ji bo ku di pêşerojê da zarok li hember zorî, zahmetî û kemînên jiyanê şiyar û bi tedbîr bin, zû bi zû neyên xapandin hatine gotin.
Yanî derseke jiyanê ya destpêkê ye...
Xamîşokên me yên gelkî xweş û dersdar hene lê çi heyf ku pêşiyên me di “zaroktiya” xwe da ji wan dersên baş negirtine.
Belê ez nuh ez dikanim dest bi xemîşoka xwe bikim.

Dibêjin rojekê êzingvanekî kone çû daristanê û xwest ku dar, doxekê bidin bivirê wî.
Bi zimanekî şîrîn ji daran ra got:

-Gelî darên xweşik û nazenîn, wek hûn dibînin bivirê min bê dox e, ez rebenê Xwedê nikanim pê karekî bikim. Ez hatime ba we ji bo ku hûn dareke biçûk bidin min ji bo ku ez ji bivirê xwe ra bikim dox.

Dara çamê ji darên din ra got:

-Daxwazeke maqûl e. Tenê ji bo bivirê xwe doxeke biçûk ji me dixwaze. Bi baweriya min ji bo me şermeke pir mezin e ku em qedrê wî negrin û doxekê nedinê. Û ji xwe camêr ji me tiştekî zêde jî naxwaze, tenê ji bo bivirirê xwe doxeke biçûk dixwaze.

Dara çinarê ya herî mezin got:

-Rast e, piştî ku hewqas rê hatiye û li me qesirî ye dibê em qedrê wî bigrin û doxekê bidinê. Dibê em wî destvala venegerînin. Bi dayina doxekê ne em tu zirarê dibînin û ne jî diqedin. Dibê em vê çêyê bi êzingvan bikin.

Dawiya dawî piraniya daran li hev kirin û gotin rast e, dibê em êzingvan destvala venegerînin, tiştekî wiha ji bo me şermeke mezin e.

Û dûra jî destûr dan êzingvan ji bo ku ji doxa bivirê xwe ra dareke biyê ya biçûk bibire.

Lê piştî ku êzingvan ji bivrê xwe ra dox çêkir û şûnde, hema raste rast berê xwe da dara herî mezin, dara çinarê û berî hemûyan bi biviran bi wê ket û ew wergerand erdê.

Dema daran dîtin ku nêta êzingvan çi ye, hemûyan keserek kûr kişandin û ji xwe ra gotin:

-Me çewtiyek pir mezin kir ku me dox da wî. Heger me aqil bikira û dox neda bivirê wî, wî yê jî nuha nikanîbûya yeko yeko em wergerandana erdê. Lê me bi destê xwe, xwe ji bivirê wî ra kir dox, ji bo ku dûra me bibire.

Weke darên vê xemîşokê, pêşiyên me jî bi destên xwe dijmin li welatê xwe bicî kirin û nuha jî dikin nakin nikanin derxin...

10 juni 2009

Quncikê min îşev di xizmeta mamosteyekî kurd da ye

Xwendevanên hêja, min îro ji nivîskarekî kurd(Abdullah Încekan) E-mailek girt. Birêz Încekan, daxwazeke pir biçûk ji min kirye, gotiye:
„Apê Zinar,eger tu bikaribî di Bloga xwe de behsa berhema min li ser ziman bikî, ezê kêfxweş bibim. Bi silav û hurmet“
Piştî ku te hêviyek ji vî quncikê min ê feqîr, yê rojê xwedî çend xwendevan kiriye bêguman ezê jî bi kêfxweşî vê daxwaza te bicî bînim.
Min kitêb nedîtiye û nexwendiye, loma jî ez nikanim li ser kitêbê tiştekî baş yan jî xerab bibêjim.
Lê bêguman berhemeke bi kurdî û him jî ji bo fêrbûna kurdî xebateke hêja ye û ji bo belavbûna wê jî dibê meriv jê ra bibe alîkar.
Ji ber ku min kitêb nexwendiye û nikanim tiştekî li ser binivîsim, ji dêlî wê ez nivîsa Nûbiharê ya nasandina kitêbê diweşînim.
Ji bo zimanê kurdî, ji bo xatirê nasandina kitêba „Ez kurdî hîn dibim“ bira îşev jî ev quncikê min di xizmeta mamosteyekî kurd Abdullah Încekan da be.
Bi hêviya ku ewê bi dilê we xwendevanan be jî...

"Hînbûna kurdî qet evqas hêsan nebûbû!

Ji weşanxaneya Nûbiharê gaveke nû: Pirtûkeke jibo hînbûna kurdî bi Audio-Cdyeke dîyarî.

Pirtûka „Ez Kurdî Hîn Dibim – Pratik Kürtçe Dersleri“ da ku meraqdarên zimanê kurdî bi wê kurdî hînbibin ciyê xwe li refikên pirtûkfiroşan girt.
Kitêb ji alîyê Abdullah İncekan ku li Almanyayê wek mamosteyê ziman û edebîyatê dixebite hatiyê amadekirin. Şêwirmendîya wê jî mamosteya zimannasî û dîdaktîka modern ji Universîteya Duisburg-Essenê Dr. Rosemarie Neumann kirîye.
Pirtûk ji 19 beşan pêk tê û li gor metod û didaktîkên modern hatîye amadekirin. Ji ber ku li Tirkîyê hê perwerdeya kurdî nîne di amadekirina wê de otodîdakt jî (yên xwe bi xwe hîndibin) li ber çavan hatine girtin.
Wêneyên Armin Wollnitza him kitêbê dixemilînin, him jî dikin ku dîyalog û metin bi hêsanî werin fêm kirin.

Ez Kurdî Hîn Dibim – Pratik Kürtçe Dersleri bi van xalan bala xwendevanan dikşîne:

- Metnên otantîk
- Di binê her metnî de: me’neya kelîmeyan bi tirkî (kelîmeyên nû)
- Gramer: Sîstematîk û gav bi gav (îzah bi tirkî)
- Gramer: Li hinin cîyan danliberhevdana bi tirkî, almanî û îngilîzî
- Xebatên devkî û nivîskî
- Îzahên li ser rastnivîsînê (îmla)

- Îmkana gudarîkirina her metnî ji CDyê

Îlawe:
- Mifteya xebatên nivîskî
- Ferhengoka kurdî-tirkî
- Ferhengoka tirkî-kurdî
- Herdu kokên fiîlan
- Îndeks
- Çavkanî
Ji bo yên ku xwendin û nivîsîna kurdî yan jî kurdî hê nû hîndibin!"

Ez Kurdî Hîn Dibim – Pratik Kürtçe Dersleri
Abdullah İncekan
ISBN: 978-9944-360-47-0
Nûbihar Yayınları
Büyük Reşitpaşa Cad. Yumni İşmerkezi, No: 22/29
Vezneciler/İstanbul
Tel. & Fax: 0212 519 00 09 nubihar@gmail.com

09 juni 2009

Li ser du rexneyan

Li ser nivîsa min ya do(8/6-09) 2 şirove hatine kirin. Şiroveya ”xwarziyê min” Beranê Meletiyê, ji ber ku hin gotinên ne xweş tê da hebûn min ji mecbûrî avêt.
Berê jî min çend caran gotibû, xeber, heqaret û devjeniyên şexsî ne têda, ez tu carî dest nadim şiroveyên xwendevanan.
Siyaset dibê di misteweyeke siyasî û bi gotinên siyasî were kirin, çêr û heqaretên şexsî ne xweş û ez qebûl nakim.
Rexne, çi li min û çi jî li kesên din bikin, ser seran ser çavan. Lê gotinên ne xweş eyb e û bi me nakeve.
Di ser da jî piraniya şiroveyan bi “naznavan” tên kirin. Maneya xwe yê hembber meriv nas nake. Wê demê mesûl ez im, çimkî ez diweşînim.
Yanî tiştê meriv layiqî xwe nebîne û li ser xwe qebûl neke, dibê meriv ji xelkê ra jî nebêje.
Dema meriv ji xelkê ra gotinên ne xweş bibêje, zimanê xelkê kuliyan nexwariya, bêguman ew jî dikanin xeberan bidin.
Û ev yek jî mistewa minaqeşeyê dadixîne.
Loma jî careke din rica min ji hemû xwendevan, dos û hevalan ew e ku hurmetê nîşanî vê daxwaza min bidin.
Şiroveya din jî ”anonîm” e û rexneya li nivîsa min e.
Di nivîsa xwe da ez li ser xerabûn û bêqalîtetiya programên TRT Şeşê rawestiyabûm û min gotibû ku ”dema em, yanî ronakbîr, nivîskar, dewlemend, tacir û mebûsên kurd bi israr doza mafê xwe nekin, doza weşaneke dewlemend û bi qalîte nekin, bêguman xelkê jî tiştê herî xerab û herî bêqalîte bide me.”
”Biraziyê” min ê hêja li hember van gotinê min derketiye û goriye, ”Emê çima xwedî li TRT6 derkevin, ev ne heqeke û ne jî dewletê daye me.”
Ev demeke gotina, ”TRT Şeş kanala dewletê ye”, loma jî ne rast e ku em hin daxwazan jê bikin, ketiye devê hin kesan.
TRT Şeş kanala dewletê ye rast e, lê min fêm nekir çima emê hin daxwazan jê nekin, çima emê nexwazin baştir bibe min qet fêm nekir?
Kurd îro hemwelatiyên Tirkiyê ne û weke tirkan ew jî bacê/zikatê didin dewletê û jê ra diçin leşkeriyê.
Dewlwet weke ku ji miletê tirk ra xizmetan dike, dibê ji kurdan ra jî bike. Çimkî kurd jî bacê/zikatê didin dewletê.
Dewletê ev kanal bi çi nêtê vekiribe bira veke, lê dibê em weke kurd doza xizmetê li dewletê bikin, ev mafê me ye.
Dibê em nehêlin dewlet bi perê me bi zimanê me bilîze, qerfê xwe bi kultur û edebiyata me bike.
Dema kir, dixwaze dewlet be ya jî şexs be, dibê em li dij derkevin û xizmeteke baştir bixwazin.
Herçiqas TRT Şeş kanala dewletê ye lê netîce bi kurdî xîtabî miletê kurd dike, temaşevan ne tirk in, kurd in.
Loma jî dibê em weke gel, weke temaşevan programên bêqalîte qebûl nekin, li dij derkevin û doza tiştên başrir bikin.
Yanî daxwaza baştirkirina TRT Şeşê ne şaş e, me nake hevalê dewletê.
Dibê ji bo azadî û serxwebûna welatê xwe em him têkoşîna xwe ya netewî bidomînin û him jî qebûl nekin ku dewlet bi baca me bi zimanê me bilîze, bêqîmet bike.
”Biraziyê” min yê hêja hinek aqil daye min, ez bi belengazî û safîtiyê îtham kirime û gotiye:
”Min nizanîbû hûn ewqasî saf û belengazin ku hûn televizyonekê weke TRT6 weke televizyoneke kurdan bibînin. Bavê min bera ev televizyon qet tunebe.”
Heta nuha min çend nivîs li ser TRT Şeşê nivîsîn, min tu carî negotiye ev telewîzyon ya kurda ye.
Min gotiye ev telewîzyona dewleta tirk e lê li hember têkoşîna gelê kurd mecbûr maye vê gavê bavêje.
Bi vê gavê, nêta dewletê çi dibe bila bibe, ev tiştekî baş e û dibê kurd lê xwedî derkevin û baştir bikin, bikin mafekî netewî û destûrî.
Çiqas xerab be jî hebûna kanaleke wiha ji tunebûna wê çêtir e. Heger xerab e, bêqalîteye dibê em daxwaza baştirbûnê bikin.
Ev xebat û daxwaza me rê li ber têkoşîn, şer û daxwazên me yên din nagire, ew titştekî din e.
Tiştê herî ecêb ”biraziyê” min ê pisporê tirkan ji min ra gotiye, ”Welleh we porê xwe sipî kir û we Tirk fam nekirin.”
”Biraziyê” ezîz, hewqas bêînsafî jî nabe, qenekê viya ji min ra nebêje. Heger ez tirkan nasnekim wê demê li vê cîhanê kes wan nas nake.
Em bibêjin nivîsên min yên berê nayên bîra te, lê ev nivîsa min jî qey te nexwendiye?
Di vê nivîsa xwe da li ser siyaseta AKP-ê û dewletê min pir vekirî gotiye ku ev ne karê Kayalî û Şahîn e, miheq dewletê ev emir daya wan.
Min gotiye:
”Bêguman mesele bi raporên Kayalî û bawerkirina Îbrahîm Şahîn ne sînorkirîye, mesele hîn mezintir e.Mesele nêt û siyaseta dewletê ye.Heger dewlet û AKP vî emrî nedin, vê yekê ji Kayalî û Îbrahîm Şahîn nexwazin ew bi serê xwe nikanin vê tesarufê bikin.”
Û dûra jî ez li ser netîce nedana midaxeleya herdu mebûsên kurd(Mîr Mehmet Firat û Îhsan Arslan rawestiya me û min gotiye:
”Dengîr Mîr Mehmet Firat û Îhsan Arslan 2 kurdên topên giran yên AKP-ê ne, xwedêgiravî merivê herî nêzî Erdogan û di nava AKP-ê da jî xwedî giraniyeke mezin in. Bi kêmanî ji derve da wisa tê bawer kirin.Û Sînan Îlhan jî goya MÎT û merivekî dewletê û AKP-ê yê pir û pir girîng e, kurd wiha dibêjin.Lê derdikeve ortê ku dema mesele dibe mesela kurd, giraniya van kurdan bi qasî yekî kameraman jî tuneye.Ew xwe biçirînin jî dewlet û AKP, gotina Kamîl Kayaliyê kameraman bi ya wan nade, li ba AKP-ê Kayali ji wan gelkî girîngtir e.”
De îcar çawa min ”por sipî kiriye lê hîn jî tirk fahm nekiriye?”
”Biraziyê” delal, rexneyeke wisa li min bigre bira hinekî para rastiyê têda hebe, ne nuha, berî ku ez ”por sipî” bikim, min ji gelek serokan bêtir tirk nas dikir.
Dîroka min ya 30 salî li br çavan e.
Di nasîna tirkan û dewleta tirk da weke hin "serokan" min qet viz nedaye xwe û virda û wêda teqle neavêtiye…

08 juni 2009

Heger dewletê hesab ji me bikira newêrîbû TRT Şeşê têxe vî halî

Di rojnameya Sabahê da Mahmut Ovur, di nivîsa xwe ya do da li ser TRT Şeşê rawestiyaye û hin agahdariyên pir balkêş dane.
Ketina qalîteya programên TRT Şeşê bala Mahmût Ovur jî kişandiye û loma jî di nivîsa xwe da li ser sebebê vê yekê sekinîye.
TRT Şeş ji serê salê da ye yanî ev şeş meh in ku weşana xwe didomîne. Di normalê da dibê TRT Şeş îro di nuxteyeke hîn baştir da bûya, dibê programên wê hîn bi ser û bertir û hîn bi qalîtetir bûna.
Lê kesên weşanên TRT Şeşê ji destpêkê da taqîb dikin, bi hêsanî dibînin ku programên TRT Şeşê roj bi roj baştir nebûne, belovacî wê xerabtir bûne û ev yek jî bala her temaşevanî dikşîne.
Vê yekê bala Mahmût Ovur jî kişandiye û loma jî di quncikê xwe yê rojnameya Sabahê da gotiye ”Di TRt Şeşê da çi dibe?” û li ser sebebê vê paşdaçûnê sekinîye.
Ovur, di nivîsa xwe da dibêje, ”di nava 6 mehan da kanal bû esîrê brokrasiya dewletê ya klasîk.”
Li gor agahiyên Ovur dide, di TRT Şeşê da tirkekî bi navê Kamîl kayali (kameramanekî kevn e, lê nuha weke wekîlê berpirsiyarê TRT Şeşê Sînan Îlhan û qumsêrê dewletê wezîfedar e)bîn li milet çikandiye, ji bo ku TRT Şeş nekeve destê ”kurdçiyan” weke nûnerê dewletê nahêle kes tiştekî baş bike.
Kamîl Kayali tirk e û bi kurdî nizane, lê weke nûnerê Sînan Îlhan dane ser serê milet û ew jî midaxeleyî her tiştî dike.
Mahmut Ovur dibêje, programçêkirekî ku TRT Şeşê baş nas dike wiha digot:
”Bûyer ev e: Alîkakarekî koordînatorê TRT Şeşê Sînan Îlhan heye, kameramanê kevn Kamîl Kayali. Ji ber ku aliyê teknîkî dizane ew weke alîkarê koordînator anîn. Lê piştî demeke kin Kamîl Kayali berpirsiyariyên Sînan Îlhan jî girt ser milê xwe û tu bigrî xwe xist dewsa wî. Destpêkir her programeke baş etîketekê pêve kir. Ji ber ku bi kurdî jî nizane, programên bênaverok derketin meydanê.”
Kayali
bi van midaxeleyên xwe jî nehatiye serî, camêr hîn jî pêşda çûye û gotiye ”kurdên siyasî dixwazin vê kanalê têxin destê xwe.”
Piştî ku mesele gihîştiye vê qonaxê, mebûsên AKP-ê yên kurd Dengîr Mîr Mehmet Firat û Îhsan Arslan ketine nabênê û xwestine gelşê çareser bikin.
Lê helbet weke ku dibê meriv texmîn bike, AKP-ê û TRT Şeşê guh nedane van herdu mebûsên kurd.
Ji ber ku Mudûrê Giştî yê TRT-ê Îbrahîm Şahîn, weke çiyayekî li pişta Kamîl Kayalî ye.
Kayalî ji Îbrahîm Şahîn ra dibêje, ”Li vir ez rola katalîzorê dibînim. Heger ne ez bim kurdên siyasî ewê werin Sînan Îlhan bixapînin. Û ewê vira bikin kanaleke kurdçî.”
Bêguman mesele bi raporên Kayalî û bawerkirina Îbrahîm Şahîn ne sînorkirîye, mesele hîn mezintir e.
Mesele nêt û siyaseta dewletê ye.
Heger dewlet û AKP vî emrî nedin, vê yekê ji Kayalî û Îbrahîm Şahîn nexwazin ew bi serê xwe nikanin vê tesarufê bikin.
Dengîr Mîr Mehmet Firat û Îhsan Arslan 2 kurdên topên giran yên AKP-ê ne, xwedêgiravî merivê herî nêzî Erdogan û di nava AKP-ê da jî xwedî giraniyeke mezin in. Bi kêmanî ji derve da wisa tê bawer kirin.
Û Sînan Îlhan jî goya MÎT û merivekî dewletê û AKP-ê yê pir û pir girîng e, kurd wiha dibêjin.
Lê derdikeve ortê ku dema mesele dibe mesela kurd, giraniya van kurdan bi qasî yekî kameraman jî tuneye.
Ew xwe biçirînin jî dewlet û AKP, gotina Kamîl Kayaliyê kameraman bi wan nade, li AKP-ê Kayali ji wan gelkî girîngtir e.
Esas ne Firat, Arsla û Îlhan tenê, 75 mebûsên kurd yên di nava AKP-ê da bihevra bixwazin Kayalî û Şahîn ji wir dûrxînin dîsa nikanin, çimkî Erdogan nenûka Kayali û Şahîn bi hemû mebûsên kurd naguherîne.
Çima?
Ji ber ku Erdogan dizane ku 75 mebûsên kurd ji bo guherandina Kayalî û Şahîn û ji bo doza miletê xwe tu carî xwe nadin ser hev û dev ji xizmeta ji partiya wî û ji dewleta tirk bernadin.
Heger Erdogan û dewleta wî ya ”kûr” bizanîbûna ku mebûsên kurd ewê weşaneke bêqalîte û pêşkêşvanên zircahil û kurdînezan qebûl nekin, bêguman nikanîbûn viha bikin.
Ji ber ku dewlet û AKP dizane ku ”em” ne ew mêr in ku li hember heqareteke wiha serîhildin, loma diwêrin yeka nezan û cahileke weke Guler Işikê bînin têxin dewsa Rojînê.
Belkî jî bi van programên bêqalîte dewlet dixwaze tiştê daye paşda bigre, bibêje ”kes temaşe nake”, loma jî tu mane tuneye ku em bidomînin.
Dibe ku nêta dewletê ev be.
Lê aliyekî girêdayî me jî heye. Dema em, yanî ronakbîr, nivîskar, dewlemend, tacir û mebûsên kurd bi israr doza mafê xwe nekin, doza weşaneke dewlemend û bi qalîte nekin, bêguman xelkê jî tiştê herî xerab û herî bêqalîte bide me.
Çimkî tirk programên bi qalîte layiqî me nabînin û em jî weke milet doza yê baştir nakin...

07 juni 2009

Gotinên Başbûg siyaseta dewleta tirk ya rastîn e

Piştî hilbijartinên 29-ê adarê Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul gotibû di derbarê mesela kurd ewê ”tiştên baş” bibin.
Piştî van gotinên Gul, wezîrê hundur Beşîr Atalay jî li ser hevpeyvîna Murat Karayilan hin gotinên dilxweşkir gotibûn.
Dûra jî mebûsê AKP-êDiyarbekrê Îhsan Aslan û Abdurrahman Kurt jî tevî minaqeşeyê bûn û gotin di derbarê çareseriya mesela kurd da di nabêna serokkomar, serokwezîr û serokerkan da tu dijayetî tuneye, hemfikirî û mutabaqat heye.
Serokwezîr Erdogan li dijî van beyanên hêvîdar û dilxweşkir tiştekî negatîv negot, piştgirî da gotinên Abdullah Gul.
Van beyanên birêvebirên hukûmet û dewletê di nava DTP-ê û derdorên nêzî PKK-ê da hewayeke pozîtîv xuluqand.
Di vê nabênê da hat gotin ku Erdogan di demeke nêz da ewê bi serokê DTP-ê Ahmet Turk ra hevdîtinekê pêk bîne.
Piştî vê atmosferê musbet gelek kesî wisa hêvî kir ku di demeke nêz da hukûmetê hin gavên siyasî bavêje û belkî jî bi DTP-ê ya jî bi hin kesên nêzî PKK-ê ra dest bi danûstendinên, ”mizakereyên” rawestandina şer bike.
Di vir da tiştê herî nuh û girîng, him di beyanên mebûsên Diyarbekrê da û him jî di gelek şirove û texmînan da hat gotin da ku di nabêna hukûmet, serokkomar û artêşê da mitabaqat heye, artêş ne li dijî dîtinên Abdullah Gul e.
Lê serokê artêşê general Başbug, di rojnameya Hurrîyetê da ji Metehan Demîr ra gotiye, heta ku yek kesê çekdar li çiyan jî hebe, ew şer bikin jî nekin jî ewê here li wan bigere, derxe, bigre û bikuje.
Yanî heta ku PKK bi temamî teslîm nebe ewê dev ji şerê li dijî kurdan berdin.
Di van gotinên Başbûg da esas tiştekî nuh tuneye, mêrik heta nuha çi gotiye îro jî wê dîtina xwe dubare dike.
Tenê hin endamên hukûmetê û hin mebûsên kurd ji kîsê xwe, bêyî ku bingeheke wê hebe hin texmînên ne rast dikin û bi vê yekê jî dibin sebê peydabûna hêviyeke ne rast.
Lê beyanên Başbûg û Erdogan yên van rojên dawî nîşan da ku ”hêviya peyda bûye” ne rast e.
Nuha ne tenê leşker, nêta hukûmeta AKP-ê jî tuneye bi PKK-ê ya jî DTP-ê ra dest bi danûstendina bike.
Ne artêş tenê, hukûmet jî qebûl nake ku di qanûna esasî da hebûna kurdan were naskirin û zimanê kurdî jî bibe zimanê resmî yê perwerdeyê.
Tiştê hukûmet û heta dereceyekê artêş jî qebûl dike, hin mafên kulturî û ferdî ye û ew jî ji bo qezenckirina wextê û xapandinê ye.
Serekerkanê tirk Org. Îlker Başbûg li Emerîkayê daxuyaniyên xwe yê derbarê meseal kurd da do jî domand.
Di rojnameya Mîllîyetê da îro li gor Fîkret Bîla dinivîse, Başbûg ji rojnamevanan ra gotiye, ”kes nikane mîxê dewleta unîter bileqîne” û dûra jî gotiye, ”heger hûn bileqînin, binêrin nimûneya Yugoslawyayê heye.”
Başbûg
bi van gotinan pir eşkere dibêje, em hebûna kurdan weke milet qebûl nakin û zimanê wan jî nakin zimanê perwerdeyê.
Yanî artêş li dij e ku dewlet mafên kurdan yên netewî qebûl bike û vê yekê jî bigre bin garantiya qanûnan.
Dema qala agirbestê û çareseriya mesela kurd tê kirin kurd ji xwe ra tiştekî dibêjin, lê leşker û hukûmet qala tiştekî din dikin.
Yanî çareseriya ku DTP û PKK û hin hêzên din yên kurd didin pêş, him leşker û him jî hukûmet ji kok da li dij in û di programa wan da tiştekî wiha tuneye.
Fîkret Bîla dibêje, tiştê serekerkan Îlker Başbûg weke çareseriyê dibîne meriv dikane di 5 nuxteyan da kom bike.
1-Yek kes nikane dest bide dewleta unîter û struktura netew dewletê. (Yanî dewleta miletê tirk tenê)
2-Cudahiyên kulturî dewlemendîye, li hember kulturên cuda artêş bi hurmet e.
3-Kulturên cuda di çarçeweya çexsî da(ev çarçeweya şexsî çi ye min baş fêm nekir. Lê diyar e qest ew e ku meriv dikane di mala xwe da bi kurdî bipeyive, lê weke mafekî kollektîv nikane bikar bîne)
4-Gava mafên kulturî bibin weke mafekî siyasî nabe, ev yek li dijî hebûna dewleta unîter e.
5-Heger mîxê dewleta unîter ji cî were leqandin, weke Yugoslawyayê ewê tehlûke çêbibe.
Yanî divê hertişt dîsa weke nuha dom bike, heta ku em we tam asîmîle dikin, dikin tirk. Çareseriya dewletê ev e.
Li gor Bîla, esas serokkomar Gul, Erdogan, Baykal û Bahçelî jî eynî tiştî difikirin, di pêşniyarên wan da jî rûniştina bi PKK-ê û DTP-ê ra tuneye, di çareseriya dewletê da daxwazên bişibin yên PKK-ê û DTP-ê tuneye û tiştekî wiha jixwe ne mimkûn e jî.
Leşker û AKP ji roja roj da van tiştan dibêjin, lê PKK naxwaze vê yekê wisa bibîne û ji gelê xwe ra jî rast bibêje.
Ji dêlî ku PKK li gor vê siyaseta dewleta tirk hereket bike û tedbîrên xwe bigre, li ser daxawza Ocalan gavê carê çirt pirt ewê ”agirbestê” îlan bike û bi vê yekê jî serî li gelê xwe bigerîne.
Heyran hûn çi xwe û gelê xwe dixapînin, tirk eşkere dibêjin heta hûn bi temamî teslîm nebin em dev ji we bernadin.
Mesele hewqas vekirî ye.
Piştî ku wiha ye, hûn jî dev ji ”agirbesta” bêmane berdin û heger hûn kanin derba mirinê li van xwînxwaran xin. Heta ku ew bi xwe doza ”agirbestê” û aştiyê li we bikin.
Mêrikan ”agirbesta” we qebûl nake, dibêjin hûn şer nekin jî emê we bikujin. De îcar hûn agirbestê dirêj bikin çi ye, nekin çi ye.
Bi vê siyasetê hûn moralê dijmin bilind û yê dost, heval û gelê xwe jî xera dikin, meriv nikane bi zor aştiyê bi dijmin ra çêke, divê ew jî bixwaze.
Lê tirk îro aştiyê naxwazin, hîn şer dixwazin…