22 maj 2009

Vê carê jî ezê aqil bidim hin xwendevanan

Heta nuha min tim siyasetmedarên kurd, PKK, DTP, KDP, YNK, rêxistinên kurd yên din rexne kiriye û gelek caran jî aqil daye wan.
Dibe ku gelek kes nizanibin lê ez "kûpê aqil im", herşev xwe li ber kompîtora xwe xweş dikim û dest pê dikim aqil li xelkê belav dikim.
Lê îşev jî dixwazim rexne û aqildana xwe ji ser siyasetmedar, partî û serokan bibirim, ji ber ku min pir daye wan, gava qîmeta wê bizanibin û destê xwe lê ragirin demekê têra wan dike, îcar berê xwe bidim çend dilsoz û xwendevanên xwe yên hêja.
Çend xwendevanên min hene mala wan ava, dilsoz û xwendevanên min yên gelkî bi wefa ne, heroj miheqeq riya xwe bi malpera min dixin û gelekê caran jî bi rexne, pêşniyar û şiroveyên xwe malpera min dewlemend dikin.
Ev pêşniyar, rexne û şiroveyên wan moral dide min, ezm, eşq û daxwaza min ya nivîsînê zêdetir dike.
Min berê jî çend caran gotiye û nuha jî dibêjim, bi van rexne û şiroveyên wan, ez gelkî dilşa û kêfxweş dibim û sipasî wan dikim.
Piştî hewqas meth û sena û sipasî, ez bawer dikim êdî ew baş nerm bûne û êdî ez dikanim dest bi rexneyên xwe bikim, berê tîrên xwe bidim wan û bi çend gotinên dostane û bi mafê rîsipiyekî kurd îşev jî wan rexne bikim û piçekî ”aqil” bidim wan jî.
Wek min got, çend xwendevanên min yên wefadar hene ku pir û pir li dijî PKK-ê, DTP-ê û her babet tevger û xebatên wan in.
Ev him ne rast e û him jî şaş e.
Tiştê şaş dibê meriv rexne bike û tiştê baş û rast jî dibê meriv biparêze û bibêje baş e.
Dewlet jixwe li dijî miletê kurd e, 10-12 milyon kurd hîn raya didin partiyên dewletê û doza kurdayetiyê jî nakin.
Li ortê ma kurdên bi PKK-ê ra. Dema em wan jî xayin û hevalê dijmin bibînin li ortê ez û hûn tenê, yanî çensed kes dimînin.
Bi vê hejmar û hêza xwe em nikanin seriyek sîr jî ji dewletê bistînin.
Dema PKK-ê û DTP-ê şaşî û tiştê xerab kirin dibê em pê biqeherin û rexne bikin û riya rast bidin ber wan.
Lê gava tiştê baş jî kirin dibê weke kurd em pê dilşa bibin, ne ku pê biqeherin.
Dewleta tirk him bi zorê û him jî bi siyasetê dixwaze vê hêza kurd ya polîtîze bûye ji ber hev da bixîne, pûç bike û bikşîne alî xwe, ji siyaset û hedefên kurd û Kurdistaniyê dûr xe.
Dibê em jî siyaseteke eksî ya dewletê bimeşînin, em jî bi rexne û pêşniyarên xwe bixwazin PKK-ê, DTP-ê û hemû hêza bi wan va girêdayî bêtir berbî siyaseteke netewî bikşînin.
Ev yek.
Rexneyeke min ya din jî heye, ew jî di derbarê zimanê kurdî da ye.
Hin xwendevan hene dibêjin em çi bikin jî em nikanin zimanê kurdî ji mirinê xelas bikin, çimkî êdî ketiye ber sikratê û li ber mirinêye.
Di her şiroveya xwe da dibêjin, tiştekî em bikin tuneye. Em tenê dikanin bibêjin rahma Xweê lê be û çend dua û herî zêde jî Yasînekê du Yasînan li ser bixwînin.
Malneketno, we xêr e, hema ji nuha da, hîn nemiriye we Qurana xwe daye destê xwe û we dest bi xwendina dua kiriye û hûn telqînê didinê...
Malneketno, hûn xwe ji PKK-ê û DTP-ê û gelek siyasetmedar û serokên din gelkî jîrtir û kurdperwertir dibînin, lê li dijî asîmîlasyonê, ji bo nemirina zimanê kurdî hûn tu pêşniyareke pozîtîv naynin.
Di her şiroveya xwe da hûn dibêjin, zimanê kurdî miriye, rahma Xwedê lê be, dibê meriv fatîheyekê li ser bixwîne û nizanim çi û çi…
Heyran hema pêşeroj û aqîbeta zimanê kurdî mirin be jî weke kurd meriv kêfa xwe bi vê netîceyê nayne, meriv pê diqehere, weke min bi şev û roj dike gazî û hawar, dibêje kurdino, malwêranno, zimanê we li ber mirin û wendabûnê ye, tiştekî bikin, xweliyekê li serê xwe kin, tedbîrekê bigrin...
Axir, hema miriyê meriv li ber mirinê be jî meriv nabêje de zû bimre em ji te xelas bibin!
Berxwedana herî zeîf jî ji teslîmiyetê çêtir e.
Yê we, hûn dibêjin zimanê kurdî miriye û xelas, Xwedê jî were nikane xelas bike...
Helbet dema hinek tiştekî nekin û hinek jî Quran di dest da hîn bi saxî dest xwendina Yasîna mirinê bikin, bêguman ewê bimre.
Ne nuha, tam 30 sal berê, min ev xetera li pêş zimanê kurdî texmîn kir û hîn wê demê min dest bi gazî û hawarê kir û got kurdino, serokno, heger hûn dev ji tirkiya xwe bernedin hûnê bibin sebebê mirina zimanê xwe.
Ji milet bêtir, musebîbî vê rewşa zimanê kurdî ronakbîr û siyasetmedarên kurd in, wan berpirsiyarî û wezîfeya xwe neaniya cî.
Bala xwe bidinê, hemû kadir û serokên kurdan(yên kev û nuh) bi kurdî baş dizanin, lê yekî jî bi tevayî dev ji tirkî bernedaye.
Û yên nizanin binivîsînin jî fêr nabin.
Vê rastiyê ez jî dibînim.
Lê ji ber ku rewş wihaye, dibê meriv dev ji xebat, berpirsiyarî û berxwedana xwe bernede, xwe nede benda mirina zimên ji bo ku zû gorr bike û fatîheyekê li ser bixwîne.
Wê demê di nabêna me û van siyasetmedar û serokan da tu ferq namîne.
Siyasetmedar û serokên kurdan yên îro bêyî îstîsna hemû jî xizmetê ji asîmîlasyonê ra dikin, lê helbet hin pir, hin jî hindik dikin.
Hinekan jixwe di jiyana xwe da belkî heta nuha hîn qarteke cêjnê û serêsalê jî bi kurdî nenivîsîye û nayê bîra wî binivîsîne jî.
Jixwe meriv nikane tu hêviyê ji van kesan bike. Çimkî ew ne di wê şiûra netewî da ne ku dev ji tirkî berdin û weke Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Cegerxwîn û hin Bedirxaniyan berhemeke kurdî ji gelê xwe ra li pey xwe bihêlin.
Lê kesên ku xwedêgiravî şuûra netewî pê ra xurt e, ya jî di wê îdîayê da ye, ma ne dibê ew ji nuha da dest bi xwendina "fatîheyê" nekin, bi hemû hêz û îmaknên xwe bixebitin, milet û kesên bi xîret şiyar bikin.
Bi şev û roj bala van siyasetmedar û serokên nezan û xemsar bikin...
Dibê meriv weke şexs berî hertiştî karê xwe baş bike, tiştê ji meriv tê texsîr neke, lê dûra netîce çi dibe ew ne sûcê meriv e.
Kes nikane meriv sûcdar bike.
Ji ber ku meriv wezîfeya xwe bi layiqî aniye cî.
Dibê rexne û pêşniyarên meriv ne ji bo merinê, ji bo xurtkirin û jiyandina zimanê kurdî be, welew ku îhtîmala xelaskirina zimanê kurdî sifir be jî...
Netîce dibê meriv ne li bende mirina zimanê xwe be...

3 kommentarer:

  1. Xalê Zinar,

    Bi xwedê gotinên te li shunê ne. Ez jî wilo difikirim.

    Lê ya rast halê me kurdan pir xirab e. Bi ya min be vê gavê ne wextê me u ne jî xwexapandina me dikare pirsgirêkeke me chareser bike.

    Bêguman xebatên me yên takekesî dê nikaribin guhartineke bi têra xwe pozîtîf bikin. Ev karên hanê êdî mehkumî binketinê ne. Lewra li dijî dagirkerên ku bi hemî alet u îmkanên xwe miletê kurd dihelînin, encax bi rêkxistinên mîllî mirov dikane hin gavên serketî pêk bîne. Lê mixabin ku derfetên kurdan yên ku halîhazir hene, ew jî di nav destên "qasho" partiyên kurdan yên siyasî da li gorî berjewendiyên tirkan têne bi kar anîn.

    Xalocan, min wekî shexs di navbera xwe u zimanê tirkî da dîwarekî pir qalind kishandiye. Êdî ewê heta mirina min jî weha bimîne.

    Gelo ev sekena min ya kurdîperestî (wekî ya te) ya bi vî hawî dê ji bo pêsheroja zimanê kurdî chi bikaribe xelas bike. Ziman pergaleke kollektîf e u pêwîstiya xwe bi karekî kollektîf u mîllî heye.
    Ya rast ev shert e.
    Ango hebun u tunebuna me bi hebun u tunebuna zimanê kurdî va girêdayî ye...

    Divê hemî dezgeh, partî u shexs zimanê kurdî wekî maddeya herî "pîroz u miqeddes" bibînin u li gorî vê yekê bilivin.

    Xalo, wellahî aha tenê bi kurdî nivîsîna min(/me) divê wekî îspata shervaniya me ya ji bo zimanê kurdî bêt qebul kirin.

    Chi kesê ku bi kurdî "dipeyîve, dinivîse u difikire" mîlyon carî ji wan siyasetmedarokên tirkîperest u sextekar ji bo hebuna miletê kurd pîroztir in.

    Silav

    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  2. Xalocan,

    Bêguman her kesê ku bi rik u îman bi zimanê xwe kurdî dinivîse u dipeyîve, jixwe biryara xwe ya netewî eshkere kiriye.

    Tishtê ku mirov li hemberî gotinên te yên xwedî maf bibêje, tune. Di rastiyê da mesela me ne ew e jî.

    Meseleya me ya herî mezin u bêbext "tunebuna zimanê kudî" ye.

    Di vê mijarê da kî chi difikire u chi dibêje, qet muhîm nîne. Hetta mirov dikare qet nepeyîve jî.

    Gelo li gel vê tunebuna zimanê kurdî, jibo hebuna zimanê kurdî "konkret" chi tên kirin?

    Li gor anketan rewsha zimanê kurdî chawan e? Chiqas kurd herroj asîmîle dibin u chiqas nabin? Chiqas kurd di bin medyaya tirkan da (televîzyon, radyo, rojname, pirtuk, zimanê resmî ...) dikarin hên jî zimanê xwe biparêzin? Bi hebuna ziman u kultura xwe ya kevnare serbilind e u ji bo wan bi mêjiyekî tijî têdikoshe? (mebesta min ne slogan u îdeolojiyên puch u vala ne).

    Divê miletê kurd di têkoshîna xwe da stratejî u taktîkên pir jîrane bi kar bîne. Wekmînak, jibo hebuna ziman u neteweya xwe stratejiyek u taktîkeke li gorî berjewendiyên xwe yên abadîn chêbike. Lê ev stratejî u taktîkana ne cawîdan in. Her tim dikarin biguherin. Ji ber ku em de dinyayeke global da dijîn, tishtê ku li ciyekî din pêk tê, bivê nevê li ser me jî bandora xwe chêdike.

    Îcar gelo em stratejiyek u taktîkeke chawan danîn ber xwe, da ku em jî wekî xelkê cihu bikaribin ji vê tunebunê xelas bibin?

    Bi bersiveke gelek kurt ez dikarim vê bibêjim:
    Red kirina hebuna dagirkeriya li Kurdistan-ê ye, chi bi kulturî chi bi leshkerî.
    Lê di sêrî da jî redda "kulturî" pir muhîm e. Helbet divêt shuna vê reddê bi ziman u kultura kurdî bi lez were dagirtin.

    Ango, kurd mejbur in ku di vê sedsala hebun u tunebunê da bi tevî "derwîsh u zanayên" herî jîrek dest bi sherê xwe bikin.

    Herchî siyayetmedar u partiyên kurdan in jî, ji siyasetê hew fam dikin. Gî jî bune "siyasetmedar", ji ber ku ji destê wan tishtekî din yê hunerî nayê u dikarin di nav siyaseta girower da bê îdraqiya bincil bikin.

    Lê li ewrupê siyasetmedar di nav îmtîhanên pir dijwar ra derbaz dibin. Divêt xwandina xwe ya bilind qetandibin u herî kêm bi sê-char zimanan bizanibin...

    Carê jî li yên kurd binêre. Tenê ji mîmîk, bakirina destan u pêyan pê va ti tishtekî aqilane tune.

    Silav u rêz

    Lawkê Cholemêrg-ê

    SvaraRadera
  3. Kek Zinar,

    Bi fikra min, daxwaz u armanca me hemiyan jî heman nîshangeh e. Ez jî wekî ku te bi bîr xistiye:

    "Dibê rexne û pêşniyarên meriv ne ji bo merinê, ji bo xurtkirin û jiyandina zimanê kurdî be, welew ku îhtîmala xelaskirina zimanê kurdî sifir be jî..."

    difikirim.

    Bêguman hevalên din yên ku rexneyan dikin jî li gorî vê yekê tevdigerin, yan na ewê ji zu da dest ji nivîsîna kurdî berdana.

    Lê rastiya kambaxiya siyasetmedar?!, ronakbîr?! u partiyên?! kurdan mirov ji qehran dikuje. Bibore, lê ker bi kertiya xwe ewqas bê îdraq nabe.

    Silavên hêja

    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera

PARVE BIKE