24 maj 2009

Tirkiyê çarhawêlî Kurdistanê bi mayinan rapêçaye

Derket ortê ku Tirkiyê, seranserê Kurdistanê kiriye goristana mayinan. Yek gaveke nemayinkirî ya sînorên Kurdistanê tuneye.
Hefteya borî di Meclîsa Tirkiyê da di dema minaqaşeyên li ser sînorê Sûrîyê da derket ortê ku 15 wîlayetên Kurdistanê, yanî hemû wîlayetên Kurdistanê yên li ser sînorên Ermenîstanê, Sûrîyê, Îraqê û Îranê gav bi gav hatine mayinkirin.
Li gor reqemên ku artêşa tirk, li 15 bajarên Kurdistanê hîn 981 hezar û 790 heb mayin hîn di bin erdê da ne.
Helbet ev reqem jî ya dewletê ye, meriv nikane sedîsed jê bawer bike. Ji ber ku dema dibe kurd tim siyasetke dewleta tirk ya bi dizî heye.
Çi dibe bila bibe qet ferq nake, di her warî da di derbarê kurdan da 2 siyasetên dewletê hene, yek eşkere ye û yek jî veşartî, yanî bi dizî ye.
Her çiqas Tirkiyê ji bo paqikirina mayinan di sala 2003-an da îmze avêtibe bin Peymana Ottowayê jî lê di minaqeşeyên meclîsê da diyar bû ku di vî warî da tu programeke Tirkiyê ya netewî tuneye û heta nuha tu gaveke cidî jî neavêtiye.
Wezîrê Parastinê Vecdî Gonul di bersîvdana pirseke di meclîsê da dibêje, sînorên Sûriyê, Îraqê, Îranê, Ermenîstanê û dora hin tesîsên krîtîk hatine mayinkirin.
Lê nabêje ew tesîsên krîtêk kîjan in û li ku ne?
Tirkiyê di sala 2004-an da di derbarê mayinan da di raporek pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî kiribû. Di wê raporê da Tirkiyê bajar û herêmên mayinkirî wiha rêz kiriye: Erdexan, Batman, Diyarbekir, Bazîd, Dîlok(Entab)Hekarî, Îskenderûn, Qaxizman, Qers, Mêrdîn, Sêrt, Ruha, Şirnex, Dêrsim û Wan.
Vana bajarên ku wan bi xwe qebûl kiriye. lê miheqeq nuha hin bajar û derên din jî hene, lê wan deran eşkere nakin.
Vecdî Gonul dibêje li gor qeydên artêşa tirk berî sala 1998-an ji 1 milyon 2 hezar û 199 mayinî 20 hezar û 490 hebên wan hatine paqijkirin û 981 hezar 790 heb jî hîn di binê erdê da ne.
Wezîrî parastinê dibêje me heta nuha 20 hezar 490 mayin paqij kirine lê di rapora xwe da diyar nekirine ku li kîjan herêman ev paqijî hatiye kirin.
Yanî tiştê tê gotin tenê îdîaye, tu tiştekî bi cî û war tuneye.
Heger bi rastî hewqas mayin hatibûna paqijkirin dibê bi xerîte ciyên wan jî bihata nîşandan, lê ev yek tuneye, tenê îdîaye.
Maneya xwe tiştê tê gotin ne ras te, vir e.
Dibê vir be, ji ber ku Tirkiye hîn di şer da israr dike. Heta ku dewleta tirk bi kurda ra di şer da be li tu derê jî tu mayinan paqij nake.
Roja bi kurdan ra rûnişt û mafê wan qebûl kir, a wê demê paqijkirina mayinan jî mimkûn e. Lê berî wê, Tirkiye çi bibêje jî ne rast e. Berî herrtiştî dibê kurd jê bawer nekin û tiştê dibêjin baş terkîk bikin.
Gava meriv li nexşeya Kurdistanê dinêre, ji Kilîsê bigre heta bi Erdexanê seranserê sînorê Kurdistanê mayinkirî ye, herder sor dike.
Ji vî sînorê dirêj ra 1 milyon mayin ne rast e, gelkî zêdetir e.
Tirkiyê bêyî Kurdistanê dereke din ya sînorê xwe mayin nekiriye, çimkî yê dijmin kurd in, çarhawêlî kurdan mayin kiriye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE