02 maj 2009

Silavek ji dil ji sertaca dengbêjan ra

Canê xanim, denbêj û hunermenda hêja, sertaca dengbêjan!
Ez nuha di malpera te da li wî dengê te yê wek yê zengilî, wek yê şalûl bilbilan guhdarî dikim û keser û hesretên xerîbiyê tevradikim.
Piştî guhdarêkirina çend stranên te, min got ez silavekê bidim te û bi çend gotinên ji kûrayiya dilê xwe yê xembar û mişt hesret û kesera welêt te pîroz bikim.
Canê xanim, şalûl bilbila çiya û zozanên Kurdistanê, Meyrem Xan û Eyşe Şana zindî, hercara ku ez kompîtora xwe vedikim û dixwazim li muzîkê guhdarî bikim, pêşî li te guhdarî dikim, guh didim wî dengê te yê weke avên çem û rûbarên zozanên Kurdistanê zelal, wê qêrîn û hawara te ya kurdî.
Ez û xanima xwe, em aşiq û heyranê wî dengê te yê xurrî kurdî yê zengilî ne.
Dengê te yê şîrîn û zengilî gorbuhuştên Meyrem Xan û Eyşe Şanê ji gorrê radikî û dide jiyandin, fena ku meriv li wan guhdarî bike.
Tu wan nemir dikî
Tu her hebî, bi hêviya ku tu gelek berhemên xweştir bidî gelê xwe yê mezlûm û bindest.
Gelek silavên biratiyê
Zinarê Xamo
Not:
Min ev nivîsa weke e-mail ji Canê ra jî şand

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE