04 maj 2009

Serekerkanê tirk yê kevn qebûl kir ku "dewleta tirk nexweş e"

Êdî herkes dizane ku tu dezgeheke dewleta tirk baweriyê bi hevûdu nayne, hemû weke çeteyan, weke hêzên mafîa yên raqib li pey hev in, hevûdu taqîb û guhdarî dikin.
Ji ber ku herkes ji herkesî ditirse, loma jî herkes li hember herkesî bi tedbîr û bi hazirî ye, weke ajanên dewletên dijmin gav û saetê li pey hev in.
Sererkanê kevn yê Tirkiyeyê Yaşar Buyukanit, îro ev rastiya dewleta tirk qebûl kir û li ser artêşê û dewleta tirk hin tiştên rast û girîng gotin.
Yaşar Buyukanit di civîna ”siyaset û îdareya dewletê, siyasetmedar û artêşê” da ji vê rewşa dewleta tirk ya çetewarî gazin kir û got:
”Dema di nava dezgehên dewletê da bêbawerî hebe, şik hebe ew dewlet bi problem e. Weke leşker ez nikanim baweriyê bi îstîxbarata emniyetê bînim, ji ber ku dezgeha ku ewê ji min ra îstîxbaratê bîne di heqê min da îstîxbaratê kom dike. Vana hedîseyên rast in. Wezîrê edaletê bi wezîrê hundur, MÎT bi Emniyetê, Emniyet bi MÎT-ê bawer nake. Wê demê di vê dewletê da nexweşî heye.“
Tiştê balkêş berpirsiyarê vê nexweşiyê yê herî mezin Buyukanit bixwe ye, ew û artêşa di bin emrê wî da ev dewlet "nexweş" kiriye. Û nuha jî gazinan dike.
Dema serokerkanê dewletekê wiha bibêje de êdî hûn halê wê dewletê texmîn bikin.
Dema dewletek têkeve vî halî, dema serekerkan û serokwezîr baweriyê bi hev neynin, dema MÎT li serokkomar û serekerkanê xwe guhdarî bike, esas dibê ew dewlet li ser nigan nemîne, têk biçe.
Lê dewleta tirk hîn têk neçûye, bes ketiye wê prosesê, weke tenekeyekî zengarî hêdî hêdî dirize.
Ev gotinê Yaşar Buyukanit îspata vê rizînê ye.
Di belgeyên Ergenekonê da derket ortê ku serokerkanê kevn Hilmî Ozkok, ji tirsa ku ewê wî jahrdadayî bikin newêrîbûye li meqamê xwe xwarina ku li wir çêdibû bixwara, mêrik ji tirsa heroj xwarina xwe ji mal biriye.
Dîsa di eynî belegeyên Ergenekonê da derket ortê ku MÎT-ê û Emniyetê him li hev û him jî li hemû general û leşkerên rutbebilind guhdarî kirine.
Û helbet leşker jî vala nemane, wan jî di tenga xwe da li MÎT-ê û Emniyetê guhdarî kiriye.
Û nuha dema pêwîst dibe hemû alî van belge û delîlên ku di heq hevda kom kirine li hember hev bikar tînin.
Helbet kes û dezgehên li hev guhdarî kirine, di heqê hevda îstîxbarat kom kirine ne leşker, Emniyet û MÎT tenê ye, ji serok û endamên Dadgeha Bilind bigre heta bigihîje rektor û profesorên zanîngehan, rojnamevan û burokratên mezin, bi mehan, bi salan li telefonên hemûyan hatine guhdarîkirin.
Di nava van belgeyan da ne tenê tiştên siyasî hatine komkirin, tiştên şexsî û malbatî jî hemû bi teferûat hatine komkirin.
Yanî di dewleta Tirkiyê da rutbe û meqamê te çi dibe bila bibe tu ji taqîbatê xelas nabî.
Dixwazî serokkomar, serokerkan ya jî serokwezîr be, qet ferq nake, miheqeq hinekê li pey te bin û telefonên te guhdarî bikin.
Bêguman ev ne dewleteke normal e, ev ji dewletê bêtir dişibe rêxistineke mafîayê.
Û netîce Yaşar Buyukanit jî êdî ev rastî qebûl kiriye, gotiye, ”di vê dewletê da nexweşî heye.”
Lê negotiye sebebê nexweşiyê çi ye?
Sebebê wî jî ez bêjim: sebeb mesela kurd e.
Heta ku mafê miletê kurd yê netewî neyê dayin, ev dewlet ewê tim wiha nexweş be û her ku biçe ev nexweşî ewê girantir bibe.
Tiştê Buyukanit qal kiriye nîşanên nexweşiya şêrpençeyê ye, heger midaxeleyeke acil neyê kirin xelasî jê tuneye…

2 kommentarer:

  1. Xalo,
    Va ye ev chîrok 90 salên tê dubare kirin. Qasî ku ez dizanim, yên ku bun tirk, kurd bi xwe ne. Gelo dê ji niha u pêva kî êdî bikaribe pishta tirkan bîne xarê? Ez bawer nakim ku dewleta tirk bi tishtên weha ji chokan dakeve ser erdê. Ji ber ku:

    1). Siyaseta kurdan ya ehmeqî ti xeteriyê ji bo tirkan chê nake.

    2). Bê îdraqiya siyasetmedarok u rewshenbîrokên(?) kurdên yên ku nikarin ber pozê xwe bibînin, dê chawa bi kurdperwerî tevbigerin?

    3). Dewleta tirk pir bash dizane ku heta 10-20 salan dê ji kurdan tirkên herî saxlem chêbibin u ji mihacirên balkanan bêtir bibin tirkperest.

    4). Dewleta tirk jî bash dizane ku hebuna problemên weha bi lez dikarin werin chareser kirin, heger pirsgirêkên din yên ji bo yekîtiya neteweya tirk ji holê werin rakirin. Ji bo vê yekê 30 salên din jî telefî kishandin ne mesele ye...

    Xalo, bi fikra min divêt kurd xwe di ambara garisê da nebînin. Her saniye, her deqqe, her seet, her roj, her hefte li berevajî berjewendiyên kurdan dixebite. Herro bi sedan, bi hezaran kurd dibin tirk. Êdî ti dîwar u chiya nikarin rê li ber vê bigirin!

    Ango, kurdê îro yê herî kurdperest, sibeh tirkê herî tirkperest e!

    Silav u rêz

    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  2. Wellahî ez jî wekî kek Pîran difikirim. Dawiya kurdan êdî ne dur e. Dawiyê tirk dê wan rojan wekî dîrok bi bîr bînin. Ya rast ez li shuna tirkan bibim, ez ê kurdan jî wekî ermeniyan biqelînim. Milletekî wekî me kurdan yê bê îdraq tenê tunebunê heq dike u tu feyda xwe jî li merivatiyê nabe.

    Doh dîsan bi lîstikên herî bê sheref gundekî kurdan xistin nav xwînê! Ev buyera planek ji hezar planên din yê tunekirina kurdan e. Ango dê heta 15 salên din bi navê kurdîtiyê tu tisht nemîne. Chend gundên ku ji sherê PKKê u dewleta tirkan ya dev bi xwîn xelas bubun, niha wan jî tarumar dikin. Bila PKK sherê xwe yê bêîdraq u ehmeq ji Kurdistan-ê dernexe u bibe lîstoka tirkan. Tunebuna PKK shert e!

    Silav

    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera

PARVE BIKE