25 maj 2009

Rojeke jiyana kurdan

Nuha saet 22.00-ê şevê ye.
Weke herşev min kompîtora xwe vekir û berê li e-maila xwe nêrî û dûra jî min berê xwe da bloga xwe, hela ka kesî tu şirove kiriye ya na.
Çend e-mailên vala ji min ra hatibûn, hemû jî yên avêtinêbûn. Bêyî ku wan vekim min hmû avêtin.
Di bin nivîsê da jî îro tu şirove tunebûn.
Dema şirove tunebin maneya xwe ew e ku nivîsê ”vala” ye, ne hêjayî şiroveyê ye. Loma jî kes pênc perê xwe tê nade û yek gotinê jî li ser nanivîse.
Piraniya caran berî ku ez xwe li ber kompîtorê(bi swêdî ji vê bêxwediyê ra dibêjin ”data”)xweş bikim mijarek di serê min da heye, bi nêta ku ez li ser wê tiştekî binivîsim ez rûdinim.
Lê gelek caran piştî xwendina çend xeberaan ez nêta xwe diguherim û li ser tiştekî din dinivîsim.
Yanî hesabê mal û bajêr hertim li hev dernakeve.
Lê îşev, gava min ”data” xwe vekir, di serê min da qet mijarek jî tunebû, min got ez û şansê xwe, qey ezê rastî tiştekî werim û virda û wêda çend gotinan li hev bînim.
Bi vê nêtê, min dest bi ziyareta malperên kurdan kir û di nabêna wan da çûm û hatim, bi hêviya ku ji xwe ra nêçîrekê bikim.
Min kîjan xeber xwend ez xemgîn û dilzîz bûm, keserekê weke konekî reş xwe bera ser dilê min da.
Nizanim hertim wihaye ya jî îşev bi min wiha hat, hema yek xebereke ku meriv kêfxweş û dilşad bike bi ber çavê min neket. Hemû xeber îşev li ser girtin, kuştin û bindestî, perîşanî û hêsîriya kurdan bûn.
Min kîjan xeber xwend ez bêtir kezebreşî bûm.
”Li kurdistanê opereasyon berdewam in.”
”Nizanim li ku kurd bihev ketin 9 birîndar hene.”
”Cenazeyên 2 gerîllayên li Meletyê hat stendin.”
”Cenazeyên 3 gerîllayên HPG-ê ji nexweşxaneyê hat girtin.”
”Malbatên Ateş û Karakaya cenazeyên zarokên xwe dixwazin.”
”Ji ber weşandina kitêbeke bi kurdî ji serokê belediya Sûrê ra 3 sal ceza tê xwestin.”
”Îranê, kurdekî ku cezayê xwe kişandibû teslîmî Tirkiyê kir.”
”Sax ket hefsê, piştî 11 saetan mirî derket.”
”Nasnameya 4 gerîllayên li Licî şehît ketibûn eşkere bû.”
”Li Sûriyê mirinên bi şik yên leşkerên kurd berdewam in.”
”Nasnameya 6 gerêllayên ku li Gabarê şehîd ketibûn hat şekerekirin.”
”Artêşa Îranê Hacî Umran bombarduman kir.”
”Pasdarên Îranê kurdek kuştin.”
”Li Çomanê di encama teqîna mayinekê da kurdekî jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.”
”Şehîdên 18-ê gulanê yên dewreya Orhan Yilmazkaya hatin bibîranîn.”
”Kurdên Qirxizîstanê dereke pêda herin tuneye.”
”Li Mûsilê di teqînekê da pûlisek şehîd ket û 33 kes jî birîndar bûn.”
”Leşkerên kurd mirî vedigerin malên xwe.”
”Dewleta îranê li hember çalakvanên kurd teroreke nedîtî dimeşîne.”
Bi xeberê ra rismek jî heye. Min bala xwe da risim.
Li Mêrîvanê xortekî kurd di bin postalên du pasdarên îranî da li erdê dirêjkirîye. Pasdaran ew bi dev û rûva xistine erdê û 2 pasdaran nigên xwe dane ser pişta wî, weke li herderê, ew jî yê kurd diheciqînin, li erdê digevizînin.
Lê xortê kurd serê xwe bilind hîştiye, teslîm nebûye, bi çavên bêhêvî li kamerayê dinêre. Min bîstekî bala xwe da risim û keserek kûr kişand û ji dilê min hat, heta ji min bê biqîrim. Lê neqîriyam. Min malper guherand. Ji bo ku xebereke xweştir bibînim….
Îcar xebera ”zor û îşkence li girtîgehên Kurdistanê berdewam e” bi ber çavê min ket.
Xeberke din,
”Li ser zindana 5 Noluyê fîlmekî belgesel ewê were nîşandan.” Yanî bi gotineke din, li ser dojeh û rûreşiya miletê tirk kurdekî fîlmekî belgeserl çêkiriye.
”Ji bo DTP-ê rojeke krîtîk, ji bo ku îfadeyên wan bigre dadgeh li bende parlamenterên DTP- ye.”
”Morg dîsa tije bûn.”
Êdî dilê min hew tehamul kir, min hemû malper girtin û ev derdname ji gelê xwe ra nivîsî…
Ji bo ku kurd halê xwe yê rojekê bibînin…

2 kommentarer:

  1. Birêz Zinarê Xamo heke şirove tune be ew nayê manaya ku kes naxwine ez zêde şirove nanivîsim lê hero dişopinim û nivîsa we dixwinim.Birastî ez gelemperî şiroveyên nivîsa we jî aciz im. Ji ber ku gelemperî şiroveyên nivîsên we dijmintiya partiyeke tê avakirin. Ew jî tiştekî bêkêr e. Tabî şirovekirin û munazaraa tiştekî pir baş e lê bi vî avayî ne baş e.
    Mamoste Ehmed

    SvaraRadera
  2. Gelek sipas ji bo şiroveya te û van gotinên te yên dilxweşkir.
    Rast e, piraniya rexneyên hin xwendevanan li dijî PKK/DTP-ê ne. Bêguman tiştên di vî quncikî da tên gotin ne dîtinên min, yên xwendevanan e.
    Dil dixwest ku kesên din jî raya xwe bibêjin, lê mixabin kes nabêje. Wê demê jî rexne yekalî dimîne.
    Ji bo ku kurd hevûdu neêşînin, dilê hev nehêlin yekcar ez xwe davêjim bextê xwendevan, lê mixabin kes guh nade min

    SvaraRadera

PARVE BIKE