18 maj 2009

Melîk Firat ji Ocalan jî xerabtir kir...

Di rojnameya tirkî Vatanê da rojnamevaneke bi navê Mîne Şenocakli bi neviyê Şêx Seîd û serokê Hak-Parê yê kevn A. Melîk Firat ra li ser mesela kurd hevpeyvînek kiriye.
Di hevpeyvînê da Melîk Firat dîtinên Ocalan û DTP-ê eynî dubare dike, lê li gel vê jî Ocalan û DTP-ê raxne dike û dîtinên xwe ji yên wan baştir dibîne.
Melîk Firat jî weke Ocalan, çareseriya mesela kurd di ”hemwelatiya demokratîk, di hemwelatiya Tirkiyê” da dibîne. Dibêje dema ”nasnameya kurd di qanûna esasî da were qebûl kirin” mesele hel dibe.
Melîk Firat demakê qala ”federasyonê kiribû, lê di vê hevpeyvînê da daxwazeke wiha nade pêş, ji wê bêtir, qala ”şertên Tirkiyê, zewaca kurd û tirkan” dike. Qala "hezar sal jiyana kurd û tirkan ya bi hev ra" dike.
Weke Ocalan ew jî qala xerabiya serxwebûnê û dewleta serbixwe dike, dibêje dema dewleta serbixwe derbas bûye.
Tiştê xerîb kîjan serok û siyasetmedarê kurd devê xwe vedike, hema di serî da ji kurrdan ra qala xerabiya dewleta serbixwe dike.
Ev bêxwediya dewleta serbixwe ji her miletî ra rind e, heq e, lê ji me rebenë kurdan ra tenê ^pir xerab û "gurê manco" ye, dibê kurd hevza xwe jê bikin...
Tobe tobe...
Dijmin ne bes e, serokên me jî bi bedana me ketine, dixwazin me bi "0"(sifirê)razî bikin. Ji dijminan bêtir xwedê me ji van serokan bisitirîne...
Li ser pirsa, ”li gor te dibê Ocalan jî bi ber efûyê keve ya na?”, Melîk Firat dibêje:
”Ocalan mahkûm bûye, dibê cezayê xwe bikşîne. Lê dibê meriv Ocalan ji Îmraliyê derxe û têxe hefseke normal.”
Bersîveke ku meriv ji ber fedî dike. Serokekî kurd cezakirina serokekî din ji alî dijmin va normal dibîne, li dij dernakeve.
çi eyb çi eyb!
Weke şexs ji destpêkê da ye ez li dijî siyaset, felsefe û piraniya dîtinên Ocalan im. Û wek şexs jî qet kêfa min jê ra nayê.
Lê li gel vê jî ez li dij im ku dewleta tirk wî bigre û têxe hefsê. Dewleta tirk dewleteke îşxalkar e û welatê min dagîr kiriye. Tu mafê hêzeke wiha tuneye ku rabe Ocalan ya jî kurdekî din ji bo ku li dijî hebûna vê îşxalê rabûye, şer kiriye bigre û têxe hefsê.
Serokekî kurd ê ku kalikê wî û bi dehhezaran kurd ji alî vê dewleta xwînxwar ve hatiye îdamkirin, çawa dikane bibêje ”dibê Ocalan cezayê xwe bikşîne?”
Cezayê çi ez benî?
Çi heqê dewleta tirk heye ku Ocalan û bi hezaran kurdî bigre û têxe hefsan, îşkence bike û bikuje?
Ma Ocalan li talanê tirkan xistiye, mêrên wan kuştiye, ya jî dest avêtiye namûsa generalên tirk ku ewê rabin wî bigrin û têxin hefsê.
Ocalan li gor me hinekan merivekî xerab e, serê xwe ji dewleta tirk ra tewandiye, mêranî nekiriye, merivekî bizok e, lê nayê wê maneyê ku emê girtin û zindankirina wî normal bibînin û heq bidin dewleta tirk.
Ocalan çuqasî xerab dibe bila bibe, nîhayet serokê partiyeke kurd e û ji bo ku li dijî îşxala dewleta tirk partî daniye, serî hildaye û serokatiya şerekî çekdarî kiriye dewletê ew girtiye û cezayê îdamê dayê.
Yekî weke Melîk Firat, dibê girtin û zindankirina serokê partiyeke kurd normal û rewa nebîne. Tiştê Ocalan kiriye û dide kirin Melîk Firat bike dewletê eynî cezayî bide wî jî.
Dewleta tirk ne li dijî şexsê Ocalan e, li dijî fikir û armanca wî ye, ji bo wê ew girtine û xistine hefsê.
Herkesê ku doza kurd û Kurdistanê dike dewlet wan jî digre û dixe hefsê, îşkece dike û dikuje.
Heger girtin û cezakirina Ocalan heqê dewletê be, wê demê girtin û cezakirina Melîk Firat û kurdên din jî heqê dewletê ye.
Dibê ew jî weke Ocalan cezayê xwe bikşînin…
Hebûna dewleta tirk li Kurdistanê xeyrîmeşrû ye, mafê wan tuneye serokên kurdan(çuqasî xerab dibin bira bibin, ev mesela me ye) bigrin û têxin zindanan.
Gorbuhuştê kalikê Melîk Firat bi çi sûcî hatibû girtin, Ocalan jî bi eynî sûcî hatiye girtin û bi eynî sûcî jî cezayê îdamê danê.
Li gor Firat, DTP kurdan temsîl nake, ji ber ku piraniya kurdan ray nedane DTP-ê. Rast e, lê piraniya kurdan ray dane dijmin, nedane te ya jî kurdekî ji Ocalan baştir.
Li gor Melîk Firat, 8 milyon rayên kurdan heye, DTP-ê tenê 2 milyon girtiye. Ev jî tê wê maneyê ku ji sedî 80-yê kurdan dengê xwe nedaye DTP-ê û loma jî DTP kurdan temsîl nake.
Tu dibê qey kurdan tiştekî pir baş kiriye. Ew 6 milyon kurdên ku rayên xwe nedane DTP-ê, dane dijmin ez benî!
Heger 6 milyonê mayî bidana Hak-Parê, meyê bigota wele bi rastî jî DTP kurdan temsîl nake, çimkî piraniyê rayên xwe dane Hak-Parê ya jî partiyeke kurd ya din. Lê tiştekî wiha tuneye, ji sedî 80-î kurdan rayên xwe dane partiyên ku hebûna kurdan înkar dikin.
Nuha çi feydeya kurdan di vê piraniya li derî DTP-ê heye?
Ya feydeyê digihîne me û dewletê mecbûrî hin gavan dike 2 milyon rayên DTP-ê ne, bi xêra van rayan kurd li hnin bajaran bûn xwedî desthilat, ne bi rayên AKP-ê û MHP-ê.
Li ser pirsa, ”Baş e kurd çi dixwazin?” Melîk Firat jî weke Ocalan garantiyê dide rojnamevana tirk û dewletê û dibêje”
”Daxwaza dewleteke nuh tuneye, veqetandin tuneye, al jî, welat jî yek e, wê demê çi dimîne? Di qanûna esasî da hemwelatiya kurdan, yanî naskirina nasnameya wan, dibê zarokên wan bi zimanê xwe bixwînin…”
Tu nemaye bibêje kurd tştekî jî naxwazin. Esas bi wî û yên weke wî bimîne ewê bibêjin, lê nuha hew kanin, heta ji wan tê daxwazên kurdan kêm dikin.
Piştî ku xanima rojnamevan, li hember pirsa ”kurd çi dixwazin” bersîveke li gor dilê xwe digre, îcar dibêje:
”Baş e wê demê mesela kurd ewê çawa çareser bibe?”
Melîk Firat dibêje.
”Pir hêsaye. Tiştê em dibêjin hemwelatiya demokratîk, di nava hemwalatiya Tirkiyê da qebûlkirina nasnameya kurd e. Yanî nasnameya kurd ewê di qanûna esasî da hebe..”
Û piştre jî qala xurtkirina dezgeyên îdarî dike, dibêje îdareyên bajaran dibê ne ji Anqerê, ji alî îdareyên mehelî va were meşandin. Dibê "serokê belediyê bikanibe bi zimanê xwe bipeyive" û çapemeniya kurd dibê serbest be, dibê tenê ne TRTŞeş be…
Li hember van dîtinên Melîk, xanima rojnamevan dibêje, ”esas hûn jî derî DTP-ê tiştekî nabêjin. Serokê belediya Diyarbekrê Osman Baydemîr jî eynî tiştî dibêje”, lê Melîk îtîraz dike, dibêje na, ji ber ku em dibêjin Baydemîr jî eynî tiştî dibîje.
Di mesela serxwebûn û perçebûna ”Tirkiyê” da jî Melîk garantiyê dide xanima raojnamevan, dibêje:
”Nuha ez ji kurdên Tirkiyê ra dibêjim ku, nuha îmkana û feydeya avakrina dewleteke kurd tuneye. Dibê em biaqil bin. Ne Tirkiye, dibê em rastiya cîhanê bibînin. Li Yekîtiya Ewrûpayê binêrin, bi dehan dewlet hatin yek nuxteyê. Em, ev hezar sal in bi hev ra jiyan e. Herçiqas baweriyên dînî yên me bi hev ra digre zeîf bûbe jî, lê hîn jî urf û adetên me, xwarin û vexwarina me sedî 80-î weke hev e. Bi qasî ez dibînin bi kêmanî 5 milyon kurd û tirk bi hev r azewicî ne. Yanî keça kurd bi tirk ra, keça tirk bi kurd ra zewicî ye. Nuha emê ji bo çi veqetin?
Dema em zimanê xwe bipeyivin, kultura xwe bijîn çima emê veqetin? Li cîhanê dema avakirina dewleteke cuda derbas bûye. Dewleta netewî êdî tuneye.”
Camêr ji serokekî kurd bêtir, weke aqilmendekî tirk dipeyive.
Ji bo ku kurd nebin xwedî dewlet ji qal û bela argumentan tîne, tu bê qey weke serokekî kurdan wezîfeya wî ew e ku ji bo çênebûna dewleteke kurd kurdan îqna bike.
Ezbere dipeyive, tu dibêjî qey endamên Yekîtiya Ewrûpayê herkesî dewleta xwe ya serbixwe fesih kriye.
Tiştekî wisa tuneye, xelk bi dewletên xwe ve hatine ba hev.
Lê nimûneya nemimkûniya avabûna dewleta kurd ya herî cidî "zewaca kurd û tirkan ya bi hev ra" daye, gotiye 5 milyon kurd û tirk bi hev ra zewicîne loma jî êdî nabe ku em kurd bibin xwedî dewleteke serbixwe.
Min fêm nekir çima nabe?
Çima ji tirkan ra dibe, çima ji me ra nabe?
Piştî ku ji bo me nebe, dibê ji bo tirkan jî nebe.ya din şermeke pir mezin e ku serokekî kurd qala nimûneyên wiha beradayî bike.
Ya din kurd li Kurdistanê hîn neqidiyane, biqasî ku bibin dewlet hene. Çar pênc milyon ji me kêm bûye ne problem e, nufûsa me têra dewletekê dike.
Li vê cîhanê dewletên 100-200 hezarî hene, bi vê nufûsa xwe em dikanin 1o dewletan ava bikin.
Welhasil dema serokên me devê xwe vedikin tu dibêjî belkî abûqat û nûnerên dewleta tirk in, heftêheft çîrçîrok gotinên vala li hev radgirin ji bo ku kurdan îqna bikin ku dêbê doza serxwebûnê nekin.
Bixwedê piştî min hevpeyvîna Melîk Firat xwend, mesela kefendiz hate bîra min, min ji xwe ra got dibê meriv şêkiriya xwe bi Ocalan bîne…

5 kommentarer:

  1. seet xaş XALÊ ZİNAR!
    Dîsa xalê min weke şurê tuj nivîsandîye fikrê çavtu xwar birrîne, Xeta heq u edaletê kişandîye.fikrê ku li wê xetê şaş çune tespît kirine her çiqas ku bi nezanîbe jî nizîkî edaleta quran a pîroz kirîye.
    Silaf u rêz
    xawarzîyê tey REHAWÎ

    SvaraRadera
  2. Xalo,
    Ez jî bi gotinên te ra me. Bêguman tishên ku Melîk Firat dibêje, ji ber jana wî ya bochikê ye. Camêr demeke di nav partiya resmî ya PKKê da xebitîbu. Lê pashê di nav wê partiyê da nekanî bigêje armanca xwe. Apo ew li gorî berjewendiyên xwe yên "shexsî" (ne yên kurdistanî) bi kar anî u pashê jî avête der. M. Firat ew êsha xwe qet ji bîr nekir.

    Bi rastî jî di nav siyaseta kurdan da ti tishtekî exlaqî u kurdistanî nemaye. Kemalîzmê malik li van camêran herimandiye. Yek ji ya din xirabtir u bêbext e. Ji bo ku bikaribin kêfa tirkan bînin, namus u sherefa miletê kurd kirin/dikine pênc qurush. Tev bila dewleta tirk bila tishtekî li wan meke, wekî din firotina kurdan ne problem e.

    Bi navê xwedê, heger ez bim, ez ê ha îro Apo berdim. Bi sond u peyman ez ê vê bikim. Hun ê bibînim roja din ew ê forta Apo u yên wekî Melîk Firat chiton dakeve bin sifirê. Yek M. Firat e u yek jî Apo ye, berde bila ji bo narsîstî u megalomaniya xwe hevdu bigevizînin. Azadiya miletê kurd qasî muyê bochika kerê jî ne xema van bêbextan e. Qey mirov dibêje ji dêlegura kemalîzma postmodern ketine nav kurdan. Yek ji yekî berbattir e!

    silav

    Kezeba Mêrdîn-ê

    SvaraRadera
  3. Xalê Zinar
    Yek M. Firat beg e u yek jî Apo ye. Serê her duyan jî kemalîzm e. Kêmalîzmê jî hebuna xwe tenê li ser tunebuna miletê kurd ava kiriye. Wellahî ez dibêm ne mafê me ye ku em tevlî sherê van bibin. Meseleya kurdan ya zimanî u netewî ji van takekesên kemalîst u duru mîlyon carî girîngtir e.
    Silav

    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera
  4. HEM LI BASHUR HEM LI BAKUR NE ROJHILAT NE ROJ AWA SEROKPARTIYENME ME ROJKI JI BO XWE U MENFEATEXWE I NETEWEYI KAR NEKIRIN..
    MILLETEXWE BINDEST HISJTIN..
    PALE

    SvaraRadera
  5. De were sayin Melîk beg u sayin Öcalan ji hev safî bike? Yaw ev rebeno miletê kurd ewqas bê îdraq e ku her kes bi benda kemalîzmê dike kerê belek? Hey tifuuuuu!

    Va ye serokê "pilingên Tamîl" bi mêranî li ber xwe da u jiyana xwe ji dest da. Êdî ji niha u pê va ti hêz nikare rê li ber azadiya miletê Tamîl bigire. Ji ber ku wan bingeha kultura namus u sherefê xistan nav kurahiya erdê...

    Lê li ba me kurdan va ye tam 29 sal in ku Apo mîrasa mêrxasên wekî M. Dogan, F. Kutay, K. Pîr, M. Korkmaz dixwe u dixwe dîsan jî têr nabe. Ya herî bêbext jî xwe li ser qehremaniya wan mezin dike u hebuna wan bi shexsê xwe va girê dide. Hey gidî dinya heyyy.

    Di dîroka miletê kurd da tishtek chewt chêbuye. Divê li shuna Apo ji wan mêrxasan yek biba serokê PKKê. Heger weha biba, dê rewsha kurdan u zimanê kurdî îro ne di vî halê sherpeze da biba!

    Silav

    Tîrê Qers-ê

    SvaraRadera

PARVE BIKE