12 maj 2009

Li Tirkiyê sîstema edaletê jî bûye eroînfiroş

Êdî kesên kerr û lal jî dizanin ku dewleta tirk ketiye destê çeteyan û bi saya qaçaxçîtiyê û tîcareta jin û narkotîkayê li ser nigaye.
Çeteyên rêbir, eşqiya, qatil û tacirên narkotîkayê di her meqam û qedemeya dewletê da xwedî hêz û desthilat in.
Di vî warî da heta nuha bi sedan nimûne hatine dîtin.
Û nimûneya herî dawî jî îro li Stenbolê hat meydanê.
Li gor çapemeniya tirk dinivîse, pûlisên Emniyeta Stenbolê yên girêdayî Şûbeya Narkotîkayê îro danê nîvro avêtin ser Edliyeya Beyogluyê, yanî kabeya edaletê û hin çete, personal û abûqat giritin binçavan
Pûlisên narkotîkayê li herêma Beyoglu û taxên Haci Husrew û Haci Ahmetê li hember çeteyên narkotîkayê dikevin taqîbatê û operasyoneke berfireh didin destpêkirin.
Di vê taqîbat û operasyonê da diyar dibe ku şopa çeteyên narkotîkayê dihere digihîje Edliya Beyogluyê.
Piştî taqîbateke dûr û dirêj, pûlis dibîne ku têkiliya çeteyên narkotîkayê bi hin personalên Edliya Beyogluyê ra heye.
Berî her operasyonê çete ji alî hin personalên edliyê va ji operasyonê tên agahdarkirin û loma jî her operasyon bênetîce dimîne, pûlis tiştekî bi dest naxe, tim destvala vedigere.
Ji ber ku hemû endamên çeteyê dizaninku pûlis li pey wan e û telefonên wan tên guhdarîkirin û loma jî tim bi tedbîr dipeyivin û tu delîlî nadin pûlis.
Li ser vê, pûlis dest pê dike dide pê personalên Edliya Beyogluyê, demekê îcar wan taqîb dike.
Di vê taqîbatê da derdikve ortê ku şika pûlis rast bûye, ”dizê wan ji malê bûye” yanî yên xeber dane çeteyan merivê dewletê bixwe bûne.
Piştî vê, ekîbên narkotîkayê îro danê nîvro girtin ser Edliya Beyogluyê û hin personalên edliyê, 5 abûqatên ku di nabêna çeteyan û mamûrên edliyê da nabêncîtiyê kirine, li ser hev 10 kes girtin bin çavan.
Ji girtiyan tê gotin ku 5-ê wan abûqat in lê wezîfeya her pêncên din hîn baş nayê zanîn.
Çendakî berê, dîsa li Stenbolê, li Diyarbekrê û li ser riya Licê di erebeyên pûlisên narkotîkayê û hin yên hin zabitên rutbebilind da gelek eroîn hatibû girtin.
Pir ne dûr hefta berê jî çend jinên ukraynî piştî ku ji destên çeteyan hatin rizgarkirin, gotin pûlis ew firotine tacirên jinan.
Yanî tîcareta jinan û narkotîkayê li Tirkiyê sektoreke pir mezin e û ji alî giregirên pûlis, MÎT û leşkeran va tê îdarekirin.
Mesela di doza Eregenekonê da derket ortê ku Ergenekonê tîcareta çekan û narkotîkayê kiriye.
Dewleta tirk ji vê tîcaretê salê bi milyaran pere qezenc dike. Loma jî dewlet bi rengekî cidî naçe ser van çeteyan.
Yekcarnan hin kes dibêjin, yahû meriv fêm nake ev dewlet çawa bat nabe?
Ma ewê çawa bat bibe?
Ji ber ku Tirkiye merkeza eroînê, qaçaxçîtiya însanan û tîcareta jinan e, vana hemû di ser Tirkiyê ra dibin.
Heta bigihîje mensûbên edaletê û abûqat jî êdî vî karî dikin.
Ji dewleteke wiha meriv dikane çi hêviyê bike...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE