27 maj 2009

Min îşev wexta xwe da futbolê

Îşev mesele gelkî tevlihev bû, bû gêrmiya gavanan.
Li alîkî festa li ciyê karê min û li aliyê din jî maça Barcelona û Unîtetê. Min bi festê dest pê kir û bi maçê jî şeva xwe qedand.
Loma jî îşev qala siyaset miyasetê naikm, bira îşev jî ji futbolê ra be.
Li ciyê karê min xanimek îro teqawit bû. Ji bo xatirxwestinê xwarineke sivik da me û li dora 40 kesî ezimand festa xatirxwestina xwe.
Xanimê ban min jî kiribû. Min jê ra gulek kirî û mecbûrî çûm şahiya wî.
Heta ez gihîştim mal êdî nîvî şevê bû, saet ji nehan bîst dibuurî(21.20).
Ji bo ku ez xwe zû bigihînim malê û li maça Barcelona û Manchester Unitetê di serî da temaşe bikim min gelkî lezand. Lê nebû, 20 deqîqeyên pêşî û gola Eto min nedît.
Dema ez gihîştim mal saet ji nehan 20 dibuhurî Barcelonayê golek avêtibû, 1-0 li pêş bû.
Bi lez ketim hundur û hema min çû li ber telewîzyonê cî li xwe xweş kir. Xanimê haziriya xwe û raketinê dikir, got xêr e, çi meseleye tu hewqasî dilezînî?
Min got ma haya we jê tunye, îşev maça Barzelona û Manchestirê heye. Maça şampiyoniya Ewrûpayê ye dibê ez lê temaşe bikim.
Lawikê min Rojen û xanimê lêva xwe hil kirin û her yekî karê xwe domand. Rojen lîstika xwe ya di kompîtorê da domand û xanim jî çû ku rakeve.
Li odeyê ez mam bi tenê.
Weleh heger eyb nebe min bîrayek xwe jî vekir û li ber telewîzyonê rûniştim û têra dilê xwe li min li maçê temaşe kir.
Maç nêzî 22.30-î qediya.
Baecelonayê, yanî taximê ku dilê min jê ra dixwest 2-0 qezenc kir.
Netîce him li gor dilê min bû û him jî heqane bû.
Barcelona ji Manchestrê gelkî baştir bû û loma jî qezenckirin heqê wa wan bû.
Belkî ev cara pêşî ye ku di fînala Şampiyoniya Ewrûpayê da 2 taximên bi rastî jî baş dilîzin tên hember hev.
Lê îşev Manchester ne baş bû, li gor maçên berê lîstikeke xerab ya jî neserketî pêşkêşî temaşevanan kir.
Stêrkên sahê bêguman Messî bû.
Lê Eto jî ji Messî ne kêmtir bû.
Golê duyem yê ku Messî bi serî avêt bi rastî jî muhteşem bû, meriv ancax dikaneke golekî hewqasî xweş bavêje.
Berî maçê gelkî qala Cristiano Ronaldo û Messî dihat kirin. Ronaldo ne xerab bû lê li hember Messî û Eto hebûneke zêde nîşan neda û hinekî sert jî dilîst.
Maçeke gelkî xweş bû û netîce jî li gor dilê min e.
Ez îşev qala tiştekî din nakim û serê we zêde naêşînim...
Hema bira îşev jî mijara me futbol be...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE