28 maj 2009

Hukûmeta AKP-ê geh rast lêdixe geh çep lêdixe...

Serokkomarê Tirkiyê Abullah Gul, çendakî brê gotibû, ”di rojên pêşda ewê tiştên baş bibin”.
Van gotinên Gul, di nava kurd û tirkên aştîxwaz da hêviyeke mezin belav kir.
Gelek kesî got, Gul ji kîsê xwe wiha napeyive, miheqeq planeke xêrê, haziriyek heye.
Gul do, di dema seyhata xwe ya Kirgizîstanê da li ser pirsên hin rojnamevanan dîsa qala aciliya çareserkirina mesela kurd kir û got, ”Wext çuqasî were derbaskirin gelş ewê li gelşê zêdetir bibe. Wezîfe dikeve ser milê herkesî. Dikeve ser milê medyayê, ronakbîran û aliman. Helbet di serî da hukûmet, wezîfe dikeve ser milê hemû serokên partiyên siaysî. Biqasî ku ez dibînim Tirkiye di rewşa xebateke wiha da ye.” Kesê van gotinên Gul dixwîne bi rastî jî hêviyek pê ra çê dibe û wisa bawer dike ku ”tiştek” di rê da ye, ji bo rawestandina şer di demake nêzîk da dewletê hin gavan bavêje.
Lê li alî din, wezîrê derve Ahmet Davutoglu, îro di beyana xwe da dîtinên sedîsed eksê gotinên Gul in aniye zimên.
Çend roj berê Murat Karayilan di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Îngilîz The Tîmesê ra gotibû, ”ji bo çekberdanê em dikanin modela Îskoçyayê bifikirin.”
Rojmnamevanan îro dema ev mesele ji wezîrê derve Davutoglu pirsîn, Davutoglu siyaseta Tirkiyê ya klasîk, yanî ya înkar û îmhayê dubare kir û got, ”hemû hemwelatî jixwe li hember qanûnan wekhev in, ne rast e ku meriv vê meseleyê di vê mistewayê da bipeyive.”
Serokkomar Gul qala çareseriyê, qala ”tiştên xêrê” dike, lê wezîrê derve jî dibêje, qala mafê netewî û model modelan nekin, jixwe li hember qanûna esaî herkes wekhev e.
Maneya vê bersîva Davutoglu ew e ku, ew nafikirin ku tu mafekî netewî yê kurdan qebûl bikin.
Meriv ji bersîva Davutoglu fêm dike ku ew miletekî bi navê kurd qebûl nake û loma jî tu mafekî bide wan tuneye.
Li gor bersîva Davutoglu, kesên ji xwe ra dibêjin em kurd in di esasê xwe da tirk in û jixwe her mafê wan heye, qanûnên Tirkiyê tu cudahiyê naxa nabêna hemwelatiyên xwe.
Nuha merivê ji gotinên Gul bigre cidiyê û li gor wê hereket bike ya jî gotinên Davutoglu?
Gelo dîtinên kîjanê siyayeseta dewlet û hukûmetê temsîl dike?
Welahasil Tirkiye welatekî ecêb e, serokkomar û serokwezîr li têlekê dixin, hêviyekê belav dikin, lê li alî din wezîrê dereve jî gotinên sedîsed li dijî wan dibêje.
Li Tirkiyê demên ku qala aştiyê, çekberdanê, rawestandina şer û çareserkirina mesela kurd tê kirin, demên ku di van waran da hêvî zêdetir dibe pir tahlûke ne, a tam di demên wiha da ”dewleta kûr” çalakî û şer gurrtir dike, li gor demên din bêtir tê kuştin û dikuje, bêtir xweînê diherikîne.
Ji roja ku Gul gotiye, ”di mesela kurd da rojên pêşda ewê tiştên baş bibin” û virdea ye li Kurdistanê heroj xweîn diherike.
Roj tuneye ku ji vî alî û ji wî alî çend gerîlla û leşker neyên kuştin.
Do bi şev herêma Colemêrgê di encama teqîna mayinekê de 6 leşkerên tirk hatin kuştin û 8 leşker jî brîndar bûn.
Berî wê, heroj 4-5 gerîlla dihatin kuştin. Li Kurdistanê hema hema li her bajarî şîn heye.
Her ku bûyerên wiha dibin û însan tên kuştin, îmkan û şertên diyalog û çareseriyeke siyasî jî pûç dibe û kes û hêzên şerxwaz bi gotineke din ”dewleta kûr” dilşa û xurttir dibe.
Bêguman terefê kurdan nikane siyaseta dewleta tirk biguherîne, lê bi siyaseta xwe dikane cî li wan teng bike.
Ne xema dewleta kûr û çeteyên Ergenekonê ye ku 6 ya jî 60 leşker hatine kuştin, kuştina çend leşkeran tu zirarekê nade dewleta kûr, lê zirarê dide PKK-ê û tevgera kurd ya netewî.
Çalakî dema feydeyekê bigihîne tevgerê, tevgerê xurttir bike mane û feydeyeke wê heye, lê dema ji karê bêtir zirarê bigihînê dibê PKK li ser bifikire.
Bi bûyerên wiha rojev diguhere, deng, propagande û ajîtasyona çeteyên dewleta kûr zêdetir dibe. Dibê PKK vê realîtê bibîne û bi kirinên xwe zirarê nede xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE