01 maj 2009

Heta kurd nebin xwedî dewlet li vê cîhanê rehetî ji wan ra tuneye

Ev çend roj in li Qirgizîstanê nîjadperestên qirgiz êrîşê dibin ser kurdan, mal û milkên wan talan dikin û dest datînin ser terşên wan.
Li gor agahiyên heta nuha ji herêmê hatine, ji 26-ê nîsanê û virdaye hêzên qirgiz yên nîjadperst çend caran bi şiklekî organîze avêtine ser gundê kurdan Petrovkayê, li kurdan xistine, gelek kes birîndar kirine û gelek mal jî talan kirine.
Li ser navê Kurdên Qirgizistanê “Rêveberiya Yêkitiyên Kurdên Qirgizistanê” bi nameykê gazî û hawara xwe birine ji serokê herêma Kurdisyanê birêz Mesûd Barzxanî û jê alîkarî xwestine.
Kurdan di nameya xwe da gotine:
“Em bi xemgînî ji cenabê serok re radigihinîn ku roja 26 nîsana 2009 li komara Qirgizîstanê, li gundê Pêtrovka (40 km ji serbajar Bişkêkê dûr e) komek ji hezaran kes pêkhatî hêrîşeka hovane birin ser xelkê kurd û di vê rûdanê de bi dehan mirovên me hatine lêdan, 20 mal hatin talankirin, bi dehan ajel(terş) desteser kirin, tirambêlên kurdan sotandin. Ji xelkê kurd dixwazin ku di dav 74 saetan de gund li cîh bihêlin. Gundiyên Pêtrovka ji malên xwe reviyane û xwe vedişêrin. Li gundê Kayirma jî xaniyekî kurdan hatiye hilweşandin. Ji bilî vê çendê li Qirgizistanê di çend gundên din de jî kurdan didene ber gefan. Kurd ji ber tirsa jiyana xwe nikarin derkevin derve û herin ser karê xwe.
Serokê Birêz!
Weku cenabêt we jî dizane, em Kurdên Qirgizîstanê di sala 1926 de ji Kurdistanê derbazî devera Qafqasyayê bûn, 1937-1944 de ji wê derê hatine mişextkirin ber bi devera Asyaya Navîn ve. Em kurdên Qirgizîstanê dixwazin vegerîn welatê xwe. Ev 70 sal in ku em li hêviya wê rojê ne, 70 sal in em di nav vê xem û xeyalê de nin.
Li Qirgizîstanê bi nêzîkî 30 hezar Kurd akincî ne. Mirovên me rencder û zehmetkêş in. Ew dikarin ji bo pêşkeftina Kurdistanê ji aliyê aborî, siyasî, civakî û çandî de bi rolê xwe rabin. Di nav kurdên me de pir mirovên xwendawar hene, ew amade ne hemû derfet û şiyanên xwe ji bo Kurdistanê bimezixînin.
Serokê birêz!
Daxwaza me ji cenabêt ev e ku hûn destwerdana vê karesatê bikin da hem xelkê me kurd hem jî layanên nejadperestên qirgiz bibînin ku em ne bê xwedan û bê palpişt in.
Em kurdên Qirgizîstanê pêdivî bi alîkariya cenabê we ne. Em di nav metirsiyeka mezin de ne. Hêvîdar in ku, parçê Kurdistanê yê azad me bê xwedan nehêle û biparêze.”

Birzê Mesûd Barzanî çi bersîv daye vê nameya kurdên Qirgizîstanê em nizanin. Lê meriv hêvî dike ku birêz Barzanî, vê hawara kurdan di ser guhê xwe ra navêje û tiştê ji destê wî û hukûmeta Kurdistanê tê bike, herin gazî û hawara wan.
Wek tê dîtin jiyana kurdên Qirgizîstanê di xeterê da ye, nîjadperstên qirgiz gav û saetê dikanin bigrin ser malên wan û wan bikujin.
Sebebê vê êrîşa qirgizan xwedêgiravî ”kurdekî 22 salî destdirêjiya keçeka 4 salî kiriye." Lê di rastiyê da ev îdîa ne rast e, tenê dereweke nîjadperstan ya provakatîv e.
Wezîrê hundur yê Qirgizîstanê çend caran beyan daye, gotiye tiştekî wiha tuneye.
Lê pere nake, kes guh nade rastî û derwa bûyerê.
Ji ber ku bûyer bixwe behaneyeke êrîşê ye.
Bêguman halê kurdan ne li Qirgizîstanê tenê(beşê azad ne têda)li herderê kêm zêde wiha ye. Li herderê kurd bindest, bêkes û bêpişt in.
Li Tirkiyê jî heroj serkutuyê li kurdan dikin, bi bahaneyekê êrîşan dibin ser wan û wan lînc dikin, mal û milkên wan talan dikin.
Li Sûriyê, li Îranê, li Îraqê jî kêm zêde halê kurdan wiha ye.
Li her welatî kurd weke zarokên sêwî ne, tim belengaz û hustuxwr in.
Li herderê kurd koseleyê(çermê debaxkirî) nabêna hors û çakûç in, têm tên kutan.
Li vê cîhanê kurd miletekî bêxwedî û bêpişt e, weke pezê bê şivan tim qûtê "gurên" har e.
Loma jî herkes zulmê lê dike, lînc dike, dukuje, mal û milkê wan talan dike.
Ji ber ku kurd miletekî bêwelat e.
Jiber ku dewleteke kurdan tuneye.
Loma jî tim weke pezê qurbanê ne, ji kê ra qurban lazim be hema kêrê davêje hustuyê kurdan.
Heger dewleteke kurdan jî hebûya, xelkê nikanîbû ev zulm û ev çavsorî li kurdan bikira.
Çare, dibê kurd jî weke miletên din bibin xwedî dewlet.
Heta ku kurd jî nebin xwedî dewleteke seribixwe ewê halê me tim ev hal be.
Ji me ra jî zana û siyasetmedarekî weke Theodor Herzlê(1860-1904)cihû lazim e. Dibê weke Herzl, ew jî avakirina dewleteke serbixwe bikole hafizeya kurdan.
Dibê hemû kurd baş bizanibin, heta ku ew nebin xwedî dewlet li vê cîhanê ewê tu carî rehet nekin.
Li herdera cîhanê halê wan ewê tim weke halê qerçiyan be, ewê tim bindest û hustuxwar bin, tepa xelkê ewê tim û tim di nava çavên wan da be.
Herzl, bala xwe dayê ku halê miletê wî ne tu hal e û nayê kişandin. Loma jî ji miletê xwe ra got, çare, dibê ya em weke dinyayê bibin ya jî dinyayê bikin weke xwe.
Îcar ji ber ku dinya nediket halê wan, weke wan nedibû bêwelat û bêal, loma jî dibê ew weke miletên din bibûna xwedî dewlet û xwedî al.
Û mêrikan wisa jî kirin.
Çareye kurdan jî ev e.
Dewlet, dewlet, dewlet…

2 kommentarer:

  1. Xalo,

    Dibên ehmeqiya sêrî nîg dikishînin. Ji bo kurdan misteheq e! Chawan be di siyasetmedarokên kurdan da ji derî psîkopatî u narsîstiyê ti tishtekî aqilane tune u tunebu jî. Îcar di rewshên wilo da di nav gelan da hishyariyek u îradeyeke netewî chêdibe u malikê li wan siyasetmedarokên sextekar xera dike. Ango heger pêwistî u daxwaza miletekî bi van hebe, dê wan pergalan jî chêbike. Her chiqas pêwîstiyeke bê pîvan ya kurdan pê hebe jî, lê daxwaza kurdan bi vê yekê qet tune.

    Him enerjiya xwe u him jî wextê xwe bi zirt u virtên vala derbaz dikin u dichin. Sayin kurdino, ew kesên ku hun li duv ketine, nikarin du bizanin jî bi saxî shunda bînin gomê. Lê we jî wekî heshtirmeyê serê xwe di nav xîzê ra kiriye u xwe vedishêrin.

    Min careke din îro fasafîsoyên Apo xwandin. Camêr nizane ku chawan dewleta tirkan ya xwînmij biparêze. Lê ji bo ku kurd nebin dewlet, fêlbaziyên ku neke, nehishtiye.

    Silav

    Kezebê Mêrdîn-ê

    SvaraRadera
  2. [url=http://firgonbares.net/][img]http://firgonbares.net/img-add/euro2.jpg[/img][/url]
    [b]buy adobe software online, [url=http://firgonbares.net/]microsoft software phone[/url]
    [url=http://firgonbares.net/][/url] order book software Pro 9 Advanced
    profit discount software [url=http://firgonbares.net/]software shop in london[/url] convert quarkxpress to adobe illustrator
    [url=http://firgonbares.net/]coreldraw x3 serial numbers[/url] college student discount software
    [url=http://firgonbares.net/]discounts on software[/url] filemaker pro activation
    dj software for sale [url=http://firgonbares.net/]educational software reading[/b]

    SvaraRadera

PARVE BIKE