23 maj 2009

Êrîşên li hember kurdan provayên qetlîameke mezin e

Li bajarên tirkan êrîşên li hember kurdan û bi taybetî jî yên li hember xwendevanên kurd berdewam in.
Sê roj berê li Aqyaziya qeza Sakaryayê faşîstan êrîşî kurdan kiribûn û kurdek kuştibûn 2 kurd jî birîndar kiribûn.
Tirkên nîjadperest û faşîst qefle bi qefle bi hev dikevin û li dera ku kurdan dibînin êrîşî wan dikin û dixwazin lînc bikin.
Ev demeke dirêj e li Sakaryayê û qezayên wê li hember kurdan teroreke organîzekirî û pir mezin tê meşandin, roj tuneye ku li vir û wir çend kurd neyên terorîzekirin.
Îro jî li Bolu Abantê li Zanîngeha Îzzet Baysal dîsa faşîstan êrîş birine ser xwendevanên kurd û 4 xwendevanên kurd birîndar kirine.
Ji ber ku kurd in marûzî êrîşan dibin, sûc tenê ev e.
Nîjadperstên tirk dibêjin, çima hûn kurd hatine dinê?
Ji ber ku hûn kurd in mafê we yê jiyanê tuneye. Ji bo ku hûn kanibin bi rehetî bijîn dibê hûn bibin tirk, ya na emê we bikujin.
Hemû mesele ev e.
Dewlet, hukûmet, partî û dezgehên siyasî û dînî, mesela serokê diyanetê, mezin û alimên tirkan li hember van êrîşên hêzên nazîst kerr û lal in û tiştekî nabêjin.
Bifikirin însan li orta bajaran ji ber ku kurd in ji alî hêzên faşîst ve tên lînckirin lê civat lê temaşe dike...
Tiştê li hember kurdan dibin dema nazîzmê tîne bîra meriv, civatê lê temaşe dikir.
Li gor çapemenî dinivîse, piştî bûyerê wîlayet û qezayên derûdorê faşîst qefle bi qefle diçin Boluyê û li nava bajêr da li xwendevanên kurd digerin.
Di derbarê bûyeran da xwendevanekî bi navê A.R beyanek daye û gotiye:
-Vê gavê hemû hevalên me ketine malên xwe. Em nikanin tevî şahiyên buharê jî bibin. Li hember me kampaniyeke mezin ya lînckirinê hatiye destpêkirin. Heger tedbîr neyên girtin dikanin êrîşî malên me jî bikin. Li nava bajêr bi wasite û peyatî li xwendevanên kurd digerin. Ji me ra dibêjin “emê we bi kîtlewî qetil bikin”, bi vê yekê me tehdît dikin.
Wek tê dîtin rewş gelkî cidî ye. Weke Aqyaziyê li vir jî dikane bûyerên pir mezin werin meydanê û kurd werin kuştin.
Bêguman sebebê vê cesaret û êrêşkariya hêzên nîjadperest û faşîst xweşbînî û piştgiriya hêzên ewlekariyê ya bi wan ra ye.
Faşîst, dema ji dewletê tolerans û piştgiriyê nebînin nikanin heroj vê zulm û çavsoriyê li kurdan bikin.
Hêzên ewlekariyê li hember êrîşên faşîstan tu tedbîrê nagrin û naçin ser wan. Loma jî kesên êrîşkar serbest û bi rengekî bêtirs weke gurên har yên devbixwîn qefle qefle bi hev dikin û bi kêr û çekan êrîşî kurdan dikin.
Heger hukûmeta AKP-ê û hêzên ewlekariyê li hember van hêzên faşîst vê siyaseta xwe ya xweşbîn û teşwîqkar bidomîne di rojên pêşda li herêma Sakaryayê û li hin bajarên Deya Reş li hember kurdan dikane hin qetlîamên weke Meraş û Sêwasê werin meydanê.
Rewş pir cidî ye. Dibê partî û rêxistinên kurdan û bi taybetî jî parlamenterên DTP-ê vê meselê têxin rojeva meclîsê.
DTP dibê têkiliyê bi mebûsên kurd yê di nava AKP-ê da ne têkiliyê deyne û wan jî têxe hereketê.
Dibê hukûmet miheqeq midaxeleyî meselê bike û hin tedbîrên cidî bigre. Dibê serokwezîr û wezîrê hundur li hember van êrîş, kuştin û terorîzekirina kurdan û xwendevanên kurd bêdengiya xwe xera bikin û tiştekî bibêjin.
Li gor çapemenî îro dinivîse, hefta pêş me serokê DTP-ê Ahmet Turk ewê bi serokwezîr Erdogan ra hevpeyvînekê bike.
Ahmet Turk dibê miheqeq di hevdîtinê da qala vê rewşa pir kirîtîk bike û ji hukûmetê daxwaza hin tedbîrên berbiçav bike.
Ya na, sibe dikane pir dereng be.
Çimkî kêrê êdî daye hestiyê kurdan, pir ne dûr e ku sibe kurdek êdî hew tehamul bike û çend faşîstan bikuje ya jî “dewleta kûr” û çeteyên Ergenekonê bixwe jî ji bo prowakasyonê dikanin tiştekî wiah bikin û piştra jî dest bi qetlîama kurdan bikin.
Ev çend sal in prowayê vê qetlîamê tên kirin, lê “dewleta kûr” di dawiyê da frênê digre. Lê rojekê firên dikane biteqe, a wê demê tu kes nikane qetlîamê rawestîne...
Ji min gotin...

1 kommentar:

  1. Xalo,

    Bi dîtina min tisht nabe. Miletekî wekî kurdan misteheqî hemî bêbextiyan e. Miletê ku ziman u chanda xwe li ber tirkên hov kiribe hewî, bibe tirkê bê ar, bila bêter be, bila lanet lêbe!

    Hin malperên kurdan yên ku "qasho" kurdistanperest in henin. Lê camêr va ye sî-chel sal in ku di nav siyasetê da ne. Gelek caran hatine girtin. Îshkenceyên herî xirab li wan hatiye kirin...

    Lê mixabin ku heta îro jî hînî kurdî nebune. Di malperên xwe da bi zimanê dagirkerên barbar siyaseta kurdîtiyê dikin. Hey tifuuuuu li we derewkar u sextekeran be!!! Hun nikarên bizinekî jî xwedî bikin. Heger bikin jî, dê sedî sed bikin "tirk", mîna kurdên ku ji percheyên din yên Kurdistan-ê di nav PKKê da dest bi tirkî dikirin/dikin u li ser kurdî rehma xwedê ya herî bê xîret u bê namus dixwandin/dixwînin!

    Silav u rêz

    Beranê Meletî'yê

    SvaraRadera

PARVE BIKE