13 maj 2009

Dewlet naxwaze qatilê kurdan bigre

Mebûsê DSP-ê yê Îzmîrê Recaî Bîrgun, di NTV-ê di programa Can Dundar da got, ajanê dewletê û qatilê bi sedan kurdî Yeşîl(Mahmût Yildirim)hîn nemiriye, dijî, di nava me da milê xwe li ba dike û digere.
Recaî Bîrgun dibêje, Yeşîl bi bînbaşiyekî teqawit yê bi navê Îlyas ra hereket dike. Yanî di bin kontrola dewletê da hîn ji dewletê ra dixebite.
Bi îhtîmaleke pir mezin ev agahiya Recaî Bûrgun ewê rast be. Çimkî ekîba Yeşîl, yên weke Mehmet Agar, Abdulkadir Aksu, Çîller, serekerkanê wê demê Dogan Gureş, walî û hemû zabitên wê demê yên li Diyarbekir û li Kurdistanê bûn hîn serbest in û ew jî weke Yêşîl di nava me da digerin.
Heta Mehmet Agar û taximê wî neyê girtin tiştek bi Yêşîl jî nayê.
Li gor îdîaya Recaî Bîrgun, çendakî berê li Stenbolê di sohbetekê da wî bihîstiye ku ”Yeşîl, teqrîben mehûnîvek berê ji Stenbolê çûye Anqerê û ji wir jî derbasî Antalyayê bûye.”
Bîrgun dibêje, ”Bi îhtîmaleke mezin bi karê çek-senetê ya jî bi karekî îllegal ve mejûl e. Belkî jî di doza Ergenekonê da weke şahidê bi dizî îfadeyê dide.”
Recaî Bîrgun dibêje, ew îhtîmalê nade ku Yeşîl miribe, dema ”dewlet bixwaze dikane Yeşîl bibîne. Dema ekîbek were çêkirin dikanin Yeşîl di mehekê da bibînin. Ez bawer nakim ku lê tê gerandin. Ji bo dîtina wî, emniyet xwedî zanîn, tecrûbe û techîzata teknîkî ya pêwîst e. Lê ji bo xebateke wiha bêguman hêza siyasî, piştgirî û biryardarî lazim e.”
Recaî Bîrgun dibêje, zanînên di destê wî da bi şiklekî ne resmî wî bi berpirsiyaran ra jî par kiriye, lê tu netîce jê negirtiye, feqet ew difikire ku vê meselê bibe têxe rojeva meclîsê.
Bêguman bibe meclîsê baş e, lê ne mimkûn e ku bi vê hukûmetê û di şertên îro da tiştek jê derkeve.
Ji ber ku dema hukûmet bixwaze, weke Bîrgun jî gotiye, dikane di nava mehekê da bigre, lê nagre.
Çimkî dewleta kûr qebûl nake. Û hukûmet jî naxwaze ji bo kurdan nabêna xwe û dewleta kûr û leşkeran xera bike.
Loma jî Yeşîl û hevalên wî nayên girtin.
Dema Yeşîl bigrin dibê bi hezaran brokrat, general, siyasetmedar, seokkomar, serokerkan û zabitên din jî bigrin.
Ji ber ku Yeşîl nîhayet qatilekî wan e, generel û amîrên emniyetê emir dane û wî jî emrê wan biçî anîye.
Dema Yeşîl bigrin dibê kesên emir dane wî jî bigrin. Ew jî Dogan Gureş e, Mehmet Agar û gelek qatilên weke wan in. Û ev jî pir û pir zor e…
Di eynî xeberên da tê gotin ku lawê Yeşîl, Mûrat Yildirim li ser bavê xwe yê xayinê qewmê xwe kitêbek nivîsîye û têda gelkî pêsnê wî dide.
Kitêba lawê Yeşîl di rojên pêş da ewê di nava weşanên Tûmaşê da derkeve piyasê.
Mûrat Yildirim di kitêbê xwe da gotiye, têkiliya bavê wî bi Alparslan Turkeş ra jî hebûye û piştra jî pesnê xiyanet û ajantiya bavê xwe daye û gotiye, bavê wî ”şervanekî ku li ser navê dewletê li der û li hundur tevî gelek operasyonan bûye.”
Yanî li der û li hundur gelek kurd kuştiye.
Û ew jî bi xiyanet û qatiliya bavê xwe îftîxar dike.
Diyar ewladê xayinan jî li dê û bavê xwe diçin, ew jî dibin xayinê ji xayinan da ketî.
Di dereke din da jî gotiye, ”Başbûg kînga bihata herêmê berê xeber dida bavê min. Ewlekariya Başbûg ya herêmê bavê min û ekîba wî digirt ser xwe. Dema ew li herêmê digeriya, bavê min miheqeq li dora Başbûg bû.”
Dibê kurd van xayinan nas bikin û ji wan nefret bikin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE