03 maj 2009

AKP ji tirsa leşkeran dijminatiyê bi DTP-ê ra dike

Partiya Civaka Demokratîk(DTP) bi serok, 98 şareder û hemû parlamenterên xwe va ji bo şermezarkirina operasyonên li hemberî endam û rêvebirên xwe û teror û şîdeta hêzên dewletê ya li hember zarokên kurd, îro li Diyarbekrê li Parka Koşûyoluyê ketin greva birçîbûnê.
Grewa birçîbûnê ewê du rojan(3-4-ê gulanê)bajo.
Berî ku grewa biçîbûnê dest pê bike, DTP-ê belavokek belav kir û di wê belavokê da got:
“Em ji bo rawestandina operasyona antîdemokratîk a li hemberî siyasetmedarên kurd û êrîşên hovane yên li hemberî zarokên xwe, di 3-4-ê gulanê da dikevin greva birçîbûnê.”DTP, di vê belavokê da dixwaze ku gel bi girseyî beşdarî grewê bibe û bi vî rengî jî li hember siyaseta dewletê ya êrîşkar nerazîbûna xwe nîşan bide.
Platforma Diyarbekir ya Demokrasiyê û şaxê sendîqeya KESK-ê ya Diyarbekrê jî piştgirî dan grewê.
Li gor nûçeya ajansa ANF-ê, hejmara kesên beşdar heta nuha gihîştiye 15 hezar î û her ku diçe ev hejmar zêdetir dibe.
Tiştek pir eşkere ye, ji hilbijartinan û virda ye dewletê li hember DTP-ê, endam û birêvebirên wê dest bi êrîşeke berfireh kiriye.
Berdevkên hukûmetê û hêzên ewlekariyê herçiqas dibêjin operasyon ne li hember DTP-ê ye, li hember PKK-ê ye jî lê ne rast e.
Dewletê raste rast berê xwe daye DTP-ê û dixwaze ji pertav da bixîne, baş biêşîne.
Heta belkî jî piştî van operasyonan ji xwe ra hin qulp û "delîl melîlan" jî li hev ragirin û pê DTP-ê bidin girtin.
Jixwe berê jî doza girtinê li hember DTP-ê hatiye vekirin û ev doz weke şûrê ”demokles” tim li ser serê DTP-ê her li ba dibe.
Belkî jî bi van operasyonan û ”delîlên nuh” dixwazin şerîyeteke huqûqî bidin biryara xwe ya girtinê.
Piştî operasyonên ku di 14-ê nîsanê da li hember DTP-ê destpêkirin bi çend rojan, serokê DTP-ê Ahmet Turk ji serokwezîr Erdogan daxwaza hevdîtinekê kir.
Lê Erdogan heta nuha jî, ne erê û ne jî na, hîn tu bersîv nedaye DTP-ê.
Ahmet Turk serokê partiyeke ku grûba wê di meclîsê da heye, lê serokwezîr daxwaza hevdîtina serokê vê partiyê qebûl nake.
Ji roja DTP ketiye meclîsê û virda ye Erdogan hîn ji serokê DTP-ê û parlamenterên wê ra negotiye ”merhbe!”
Yanî Erdogan li hember DTP-ê û miletê kurd siyaseteke pir kîndar û dijminane dimeşîne.
Evy ek pir vekiî ye.
Erdogan û dewleta wî dibêjin, PKK ”terorîst” e pê ra rûnin.
Û DTP jî hevalê ”terorîstan” e, bi wê ra jî rûnin.
De îcar ewê çawa be?
Ji yên çekdar ra dibijên hûn “terorîst” in û ji yên siwîl ra jî dibêjin hûn jî hevalên “terorîstan”e.
Ev tirk jî miletekî ecêb e, ne nerm qebûl dikin ne jî hişk. Bûne weke bûka nazdar, kurdên reben dikin nakin nikanin zavakî bi wan bidin qebûlkirin.
Ev nabe...
Ew nabe...
Le kîjan dibe?
Hûn kê qebûl dikin?
Qenekê wê bibêjin ku em jî bizanibin.
Esas bingeh û sebebê vê dijminatiya AKP-ê ya bi DTP-ê ra şerê di nabêna AKP-ê û leşkeran da ye.
AKP ji tirsa leşkeran newêre bi DTP-ê ra bide û bistîne.
Leşker nahêlin siwîl gavekê bavêjin. Û siwîl jî ne ew siwîl in ku gih nedin wan û di riya xwe da bimeşin.
Bi kurtî, heta ku leşker basko nebin û ji siyasetê neyên dûr xistin, ne AKP û ne jî partiyeke din nikane mesela kurd çareser bike.
Ji bo ku bikanibe mesela kurd çareser bike, dibê berê zora leşkeran bibin. Herdu seriyan jî xwe çindî hev kirine û hevûdu digerînin, lê hîn kesî zora kesî nebiriye, şer berdewam e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE