08 april 2009

Xeta xwar ji gayê pîr da ye

Ev PKK tevgereke pir nankor û bêwefa ye. Meriv pênc tiliyên destê xwe jê ra bike mûm û find jî pere nake, rojekê ji nişka ve dikane weke mar bi te vede û îşê te biqedîne.
Tu jê ra çuqasî xizmet û fedekariyê bikî jî bêfeydeye, hertim weke potekî pîs du dikanî werî avêtin.
Roja ku gotineke serok nekeve serê te û tu viya bidî der malik li te viritî, tavilê tu dikanî marûzî heqaretên nemayî werî û ”xayin” werî îlankirin.
Do dema min nivîsa Hasan Bîdîrîcî* xwend ez him matmayî mam û him jî pir pê êşiyam, weke însan ez gelkî li ber xwe ketim.
Berpirsiyarên tevgereke netewî ya hewqas mezin, hewqas bi hêz, li hember kurdekî welatparêz, li hember dost û hevalekî xwe yê salan çawa dikanin hewqasî bêwefa, bêhurmet û bêexlaq hereket bikin?
Aqilê meriv disekine.
Hasan Bîldîrîciyê reben çar roj berê çûye şeveke PKK-ê û xwestiye ku li quncikekî salonê çend kitêbên xwe deyne ser maseyekê, ji bo ku bide dost û hevalên xwe.
Berpirsiyarên şevê berê dibêjin, te di wextê da miracaet nekiriye, lê piştî hinek minaqeşe dibêjin tu dijminatiya serok dikî û hîn jî tê şeva me.
Û dixwazin lêxin.
Çend kesên berpirsiyar xwe lê radikşînin, heqaretên pir mezin lê dikin. Axirê çend xêrxwazên li wir dikevin nabênê û Hesen ji lêdanê xelas dikin.
Ji ber ku Hesen Bîldîrcî PKK-ê û serok diparêze dewlet û faşîstên tirk bi şev û roj li pey wî ne, dixwazin xwîna wî vexwin.
Û berpirsiyarên PKK-ê jî bi çavê dijmin lê dinêrin û dixwazin lêxin...
Ev yek trajediyeke mezin e.
Hesen Bîldîrîcî, kurdekî welatparêz, fedekar, dilşewat û evîndarê kurd û Kurdistanê ye.
Weke her kurdê şoreşger û welatperwer dijmin gelek zilm û zor li wî jî kiriye, ew jî weke gelek kurdên welatperwer bi salan di zindanên tirkiyê da maye û bi mêranî li ber xwe daye, tu carî teslîmî dijmin nebûye.
Û ev serê salan e ku weke dostekî PKK-ê yê ji dil di dezgeh û çapemeniya PKK-ê da xebitiye, berpirsiyariya Ozgur Gundemê kiriye.
Heta do jî min nizanîbû nabêna wan û Hesen Bîldîrîcî xera bûye, min digot belkî Bîldîrîcî hîn jî hevalekî wan e.
Çimkî di her nivîsa xwe da Hesen hîn jî weke berdevk û abûqatekî PKK-ê hereket dike, lê li gel vê jî ji tehdît û heqaretên wan xelas nabe.
PKK-ê eynî tişt anî serê Îsmaîl Beşîkçî jî.
Îsmaîl Beşîkçiyê ku hemû jiyana xwe weqfî miletê kurd û di van salên dawî da jî ya PKK-ê kiriye, mixabin weke Bîldîrîcî ew jî marûzî gelek êrîş û heqaretên PKK-ê yên nexweş bû.
Ji Ocalan da bikeve, tu kesê din bi qasî Beşîkçî ji PKK-ê ra xizmet nekiriye. Lê PKK-ê dîsa jî li hember Beşîkçî bêwefayî û bêhurmetiyeke mezin kir.
Nuha jî dora Hesen Bîldîrîcî ye.
Dema Beşîkçî ya jî tirkekî din rexne li dewleta xwe û li siyasetmedarên tirk digre kêfa me kurdan jê ra tê, em hemû jê ra li çepikan, dibêjin her bijî, dibê merivê rewşenbîr wiha rastgo û cesûr be.
Lê dema kurdekî weke Hesen Bîldîrîcî rexneyeke biçûk li ”serok” digre, dinya xera dibe, egîd û çaqokêşên ”serok” tavilê êrîşê dibin ser, heqaretên mezin lê dikin û dixwazin dersa wî bidinê.
Ev şêl nîşan dide ku PKK bi qasî dewleta tirk ya dîktator û zorba jî ne demokrat e û xwedî tolerans e.
Ji bo PKK-ê ev yek şermek mezin e.
Helbet endam û berpirsekî tevgerekê dikane bi serê xwe çewtiyekê bike, ne şert e çewtiya her berpirsî weke ya rêxistinê were qebûlkirin.
Lê ya PKK-ê new isa ye, yê PKK sîstem wiha ye, endam û berpirs mecbûr in xwe întîbaqî wê bikin.
Tu berpirsekî PKK-ê bi serê xwe, heger destûr û emrê PKK-ê tunebe nikane heqaretê li Hesen Bîldîrîcî û li ferdekî din bike.
Dema bike ewê tiliya xwe li çavên wî xin.
Kurd dibêjin, xeta xwar ji gayê pîr da ye. Heger PKK vê êrîşa li hember Hesen Bîldîrîcî tewîp nekira dibê heta nuha beyanek dabûya, tiştek gotibûye. Ez hêvî dikim ku bike, lê bawer nakim ku bike.
Lê dikane wan kesên êrîşkar pîroz û xelat bike.
Di normalê da piştî bûyereke wiha dibê meriv li wan kesan têkeve şikê, ji ber ku yekî bi rastî kurd û nêtpaqij wiha nake.
Lê kes wiha li meselê nanêre, ya girîng ji bo xatirê ”serok” xwestiye li kurdekî xwe.
Em kurd gurên hev in, li hember hev pir egîd û cengawer in, pir bînteng û bêhurmet in.
Feqet li hember dijmin pir nerm û bînfireh in, wan didin ser serê xwe.
Heger ji dêlî Hesen Bîldîrîcî va nivîskarekî dijminê PKK-ê ya jî Yalçin Kuçukê ajan û dijminê gelê kurd biçûya şeva wan, ez bawer nakim ku eynî êrêş bibirana ser wan.
Ez dibêjim piştî gelek hurmet û nezaket, li ciyê herî baş ewê maseyek bidanayê, kesî jê ra nedigot gula te tahl e.
Lê li hember însanên xwe, li hember dost û hevalên xwe yên bi salan, li hember nivîskarekî weke Hesen Bîldîrîcî yê dilsoz û dilşewat vê bînfirehiyê nîşan nadin, miameleya dijmin pê ra dikin.
Lê xelk ne kor e, însan van bûyeran dibînin û pê ji PKK-ê sar dibin, jê dûr dikevin.
Piştî nivîsa Hesen Bîldîrîcî, bi sedan dost û hevalên PKK-ê bi e-mailan li hembr bûyerê xemgîniya xwe nîşan dane, êrîş û bêedebiya wan berpirsiyaran mahkûm kirine.
Dibe ku di nava PKK-ê da çend ”kemalîst û ergenekonciyên veşartî” û şelav ji tiştên wiha ra li çepikan xin, lê piraniya kesên maqûl û welatpewrwer bi zorbatiyên wiha xemgîn dibin.
Çavsoriyên wiha tiştekî nade PKK-ê lê gelk tiştî pê dide wendakirin. Heger PKK vê bûyerê napejirîne dibê tavilê êrîşê mahkûm bike û li ser navê wan zorbayan uzrê xwe ji Hesen Bîdîrîcî bixwaze.
*http://www.kurdistan-post.com/modules.php?name=Niviskar&op=viewarticle&artid=1729

2 kommentarer:

  1. Desti xwesbe Birez Zinare Xemo!
    PKK-apoci tisteki bas hataniha jibo kurd u kurdistane nekirine.Jixwe apociye-pkk kurdstan xerakirin u gelek kurde kurdistani u walatparez kustin.Kere koxe ji dizane ku ergenekon u pkk-apoci jibo weran kirina/xerakirina kurdistane avabuna.Hata ku pkke hebe we kurdistan di nav deve gurande be.Apoci bun diri u ketin nav piye kurdan.Silav u rez birez Zinare Xemo
    Midyadiye

    SvaraRadera
  2. Xalê Zinar,

    Mînakên wekî H. Bildirici tijî ne. Bi rastî jî Pkk partiyeke pirr nankor e. Mezinbuna xwe li ser van bêbextiyan ji bo serokekî totalîter u dîktator ava kiriye. Ez bi xwe bi dehan, sedan kesên di vî halî da nas dikim.

    Ev bêhurmetî u zorbetiya ku Pkk dike, ne buyereke awarte ye, berevacî vê sîstema Pkk'ê u Evdo ye. Bêyî vê sîstemê nikarin chend rojan jî li ser piyan bijîn.

    Di nav dîrokê da mînakên wilo bê hejimar in. Lê dawiya dawîn di nav rerwsheke pirr bêrumet da cehenem bune u chune. Heger bêedebiyên Pkk'ê u Evdo werin tomar kirin, ewê dîrok ji sherman bikeve binê erdê.

    Pkk kopyeyeke dewleta kemalîstan ya herî xirab e. Aha va ye, dewleta tirkan herroj bi segên xwe kurdperweran dide kushtin u dura jî pishta wan mist dide. Her chî Pkk u Evdo ye, ev jî bash fêrî eynî tishtî bune u dikevin xwîna miletê kurd.

    Di maneyeke fireh da ez dixwazim vê bêjim: Tunebuna Pkk u Evdo, xelasiya miletê kurd e!

    Silav u rêz

    Tîrê Qersê

    SvaraRadera

PARVE BIKE