04 april 2009

Tirk ji devê da ketine lê hîn jî ji hophopa xwe namînin

Serokê Emerîkayê Barack Obama sibe diçe Tirkiyê. Siyasetmedarên tirk bi vê ziyareta Obama him kêfxweş in û him jî di hundurê xwe da hinekî xemgîn in.
Kêfxwş in ji ber ku Obama dixwaze têkiliya Emerîkayê bi tirkiyê ra baştir bike û li Îraqê jî bêtir destûrê bide hin tevgê wan.
Lê li alî din jî hinekî xemgîn in ji ber ku Obama ewê bi serokê DTP-ê Ahmet Turk ra jî rûne û li dîtinên wî yên derbarê çareseriya mesela kurd da guhdarî bike.
Bêguman tirk bi vê hevdîtinê gelkî nerehet in. Dema kesên ji derva û bi taybetî jî serokê Emerîkayê xwe tevî mesela kurd dike, tirk xwe gelkî aciz dikin, tirk naxwazin Yekîtiya Ewrûpa û Emerîka xwe tevî meselê bikin.
Çimkî bi tevêbûna Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê, mesela kurd jî weke mesela flîstîn dibe gelşeke navnetewî.
Û nabêncîtiyeke wiha jî pozîsyona kurdan xurttir dike, şansê çareseriyeke aştîyane zêdetir dibe.
Ji ber ku mesela me çiqasî fire bibe û têkeve rojeva Emerîka, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewrûpayê ji bo me hewqasî baş e.
Lê tirk jî dixwazin kes xwe tevê neke û meselê di hundur da bifetisîne.
Ev aliyekî meselê ye, lê helbet di hevdîtinê da tiştên Ahmet Turk ewê bibêjin jî gelkî girîng in. Li gor xeberên îro di çapemeniyê da hene, Turkê di hevdîtinê da li ser çareseriyê dosyeyekê pêşkêşî Obama bike.
Bêguman daxwazên DTP-ê yên di vê dosyeyê da gelkî girîng in. Dibê Emerîka û cîhan bizanibe ku miletê kurd çi dixwaze?
Loma jî ez hêvî dikim ku DTP, daxwazên xwe di çarçeweya azadiya Ocalan da nefetisîne, daxwazên miletê kurd bi rengekî pir vekirî bîne zimên. Ji ber ku azadiya Ocalan û yên hemû girtiyên tevgera netewî bi çareseriya mesela kurd va girêdayî ye, roja ku tirk mafê miletê kurd yên netewî qebûl bikin, mesela Ocalan û hemû girtiyên zindanan jî çareser dibe.
Tirk li aliyekî xwedêgiravî êdî hebûna kurdan qebûl dikin, TRT6-ê vedikin, di zanîngehan da qala vekirina zimanê kurdî dikin, lê li aliyê din jî ji bo ku Roj TV-ê bidin girtin siyaseteke îrrasyonel û pir êrîşkar dimeşînin.
Çima ku Danîmarka telewîzyona ROJ TV-ê nagre, naxwaze serokwezîrê Danîmarkayê Anders Rasmussen bibe Sekreterê NATO yê Giştî, bi Rasmûssen ra dijminatiyê dikin, ji NATO û Yekîtiya Ewrûpayê ra restê dikşînin.
Vê şêla Tirkiyê ya pir êrîşkar û dijminane Nato û Yekîtiya Ewrûpa matmayî hîştiye. Li ser vê şêla Tirkiyê ya bêkomprîmîs, berdevkê Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê yê berfirehbûnê Ollî Rehn got, dijberiya Tirkiyê ya li hember Rasmussen ”vala ye” û ewê zirarê bide mizakereyên endametiya Tirkiyê.
Rehn, ji telewîzyona Fînlandiya YLE-yê ra got, ” bi ya min, dema Tirkiye naxwaze serokwezîrê Danîmarkayê Anders Rasmussenê bibe Sekretê Giştî yê NATO-yê çewtiyeke mezin dike.
Li gor Ollî Rehn, sebebên dijberiya Tirkiyê ya li hember Anders Rasmûssen ji alî perspektîvên Ewrûpayê va baş xuya nake, ji ber ku azadiya xweîfadekirinê nirxekî gelkî girîng e. Tirkiye him dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê û him jî li dijî azadiya xweîfadekirinê derdikeve. Ev jî nîşan dide ku Tirkiyê ev mesele hîn hezim nekiriye.
Bêyî Tirkiyê hemû welatên din piştgiriyê didin namzetiya Anders Rasmûssen, tenê Tirkiye namzetiya wî weto dike. Tirkiye, kirîza karîkatorên Hz. Muhammed û ROJ TV-ê li hember Rasmmussen weke sebebên wetoya xwe nîşan dide.
Mesela karîkatorên Hz. Muhammed vir e, hemû mesele ROJ TV-ê ye, dixwzin Danîmarkî îzna satelîta ROJ TV-ê îptal bikin.
Ev siyaseta tirkan jî nîşan dide ku di helkirina mesela kurd da hîn baş li hev nekirine. Û dema di mesela kurd da hin gavên cidî navêjin jî ne mimkûn e ku bibin endamê Yekîtiya Ewrûpayê. Dema tiştên wiha ne demokratîk û neheq ji xelkê dixwazin maneya xwe ew e ku dixwazin demeke din jî şerê xwe yê bi kurdan ra bidomînin.
Yanî tirk hîn baş newestiyane, dibê kurd hemû îmkanên wan biqedîne û hemû hêviyên wan jî bişkîne…
Heta tirk li keviran neheslin nayên rê, lê ew roj jî hindik maye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE