29 april 2009

Şerê Erdogan û leşkeran

Rojnameya Tarafê îro ji îdîanemeya Ergenekonê beşekî din yê pir balkêş weşandiye.
Di 4-ê meha çileya paşîn ya sala 2006-ê da li serokwezaretiyê di bin serokatiya Erdogan da zîrweyeke ewlekariyê çêbûye. Axaftinên vê civînê di kompîtora Mustafa Balbayê rojnamevan da hatiye dîtin.
Mustafa Balbay ji doza Ergenekonê hîn girtiye.
Bêyî serokwezîr Erdogan, hin wezîr jî tevî vê civînê bûne. Lê navê hemûyan nehatiye gotin.
Ji leşkeran serokerkanê wê demê Hilmî Ozkok, fermandarê hêzên bejayî Yaşar Buyukanit(serekerkanê berî Başbug), fermandarê hêzên hewayî Faruk Comert û fermandarê hêzên cendirmeyan Fewzî Turkerî beşdar bûne.
Ji qeydên hatine weşandin tê fêmkirin ku di nabêna Erdogan û leşkeran da carnan minaqeşeyên pir sert derbas bûye.
Tiştê meriv, bi kêmanî min kêfxweş dike ew e ku Erdogan ji ber leşkeran danaxwe, li ber wan nagere û nake pişopişo.
Min bi xwe qet bawer nedikir ku Erdoganê li hember leşkeran hewqasî bi cesaret û mêranî hereket bike.
Berî hertiştî dibê ez vê rastiyê teslîm bikim.
Mesela li ser îthama “îrtîcayê”, Erdogan ji fermandarê hêzên hewayî Faruk Comert ra ra dibêje:
“Guhdarî bike! Ez serokê vê heyetê me. Hûn jî wekî endam dibêjin ku ez wek we nafikirim. Ez jî weke serok fikrê xwe dibêjim.”
“Wê demê li min guhdarî bike. Hûn li cîhaneke din dijîn. Hinek hin tiştan ji we ra tîne, hûn bi wan dipeyivin.”
Dibê meriv qebûl bike ku vana bersîvên bi cesaret in, bêtirs û bêperwa ne. Bi van bersîvên xwe Erdogan nîşan dide ku ew weke serokwezîrên berî xwe nabûye pepûkê leşkeran.
Herçiqas di meseleya kurd da Erdogan ev cesaret nîşan nadeye û tim daxwaze leşkeran bicî anîbe jî, lê li gel vê jî ev wêrekiya wî pozîtîv e.
Di eynî civînê da leşker ço dikin pişta hukûmetê, dibêjin serokê belediya Diyarbekrê Osman Baydamîr ji kar bigrin.
Hemû general dibêjin, “li hember terorê dibê hemû dezgehên dewletê yekpare bin. Du daxwazên me hene. Daxwaza me ya yekem ev e: Serokê belediya Diyarbekrê sûc dike. Ji bo ku wezîrê hundur wî ji kar bigre şert kemilî ne. Daxwaz ne tiştekî dijqanûnî ye. Dema bînfirehî dom bike rêxistina terorê ewê faaliyetên xwe daxe bajêr.”
Daxwaza leşkeran ya duyem jî derbarê qorîciyan da ye. Dibêjin qorîcî gelek feydeyê digihînin wan, lê ew hedefên dilsozên PKK-ê ne. Ew nikanin zayiatên qorîciyan telafî bikin. Ji qanûna heyî gazinan dikin û dixwazin hukûmet ji bo parastina qorîciyan qanûneke nuh derxe.
Bi qasî ku ez dizanim hukûmetê ev daxwaza leşkeran bi cîh anî û di vî warî da qanûnek derxist.
Ji hukûmetê wezîrê bergiriyê dibêje, wezîrê hundur xwest Baydemîr ji kar bigre lê belê hin astengên qanûnî derketin û ev yek neçû serî.
Erdogan dikve nabê nê û wiha bersîvê dide generalan:.
”Weke hûn jî dizanin meseleya serokê belediya Diyarbekrê em Civîna Heyeta Ewlekariyê(MGK) da peyivî bûn. Di vî warî da problemên qanûnî hene. Du caran birina cenazeyan bi wasiteyên belediyê întîqalî dadgehê kir. Lê dadgehê di lejê wan da biryar da. Dadgeh ji wezîfeyê bigre tiştek e, em ji wezîfê bigrin teştek e. Em ji wezîfeyê bigrin ewê çewt were fêmkirin. Serokên van belediyan ne yek e ku, 56 heb in. Vê dawiyê di bûyerên afetê da xwestin hin tiştan bikin. Lê belê weke dewlet me rê li ber wan girt. Di derbarê qorîciyên gundan da em xebatekê dimeşînin. Di vî warî da emê yasayekê derxin.”
Di nivîsa rojnameyê da tê gotin ku piştî belavbûna civîna bi serowezîr ra, leşker di nabêna xwe da civiyane û minaqeşeya derbarê Osman Baydemîr da domandine. Fermandarê hêzên cendirman Fewzî Turkerî gotiye:
“Gava serokê belediyê diçe der dibê ji walî destûrê bigre. Waliyê Diyarbekrê dibê destûrê nede çûna Baydemîr.
Serekerkan Hîlmî Ozkok:
“Esas dema serokên belediyan(bi taybetî jî Osman Baydemîr)bêyî destûra DTP-ê diçin der partî aciz e. Hegger em bikanibin bizrê/toximê nîfaqa ku van bera hevdin bibînin, zeîfkirin ewê hêsantir be.”
Fermandarê hêzên bejayî Yaşar Buyukanit:
“Ez baweriyê bi samîmiyeta hukûmetê naynim. Di vî warî da ez bi serekerkan ra me. Piraniya şêwirmendên serokwezîr ji herêmê ne, ev faktorekî ku têkoşîna li dijî terorê zeîf dike.”
Di dereke din ya civînê da dîsa Buyukanit ji siyaseta hukûmetê gazinan dike û dibêje sûcê me yê herî mezin ew e ku me prensîbên Ataturkçîtiyê û miletbûnê baş îzah nekiriye. Di çêbûna milet da yekîtiya îdealê, ziman û kultur unsûrên esasî ne. Meseleya dîn di çêbûna milet da ne mewzîbahîs e.”
Wek tê dîtin, di van peyv û pêşniyarên generalan da çend nuxteyên pir girîng û balkêş hene.
Yek jê, hemû general, heta Hîlmî Ozkokê xwedêgiravî nerm û nêzî AKP-ê jî bi qasî yê herî xerab li dijî miletê kurd e.
Serekerkan Ozkok dizane DTP ji gera serokên belediyan aciz e, naxwaze bêyî emir û destûra partiyê herin derekê. Û loma jî Ozkok dixwaze ”toximê nîfaqê” têxe nava Baydemîr û DTP-ê. Ji bo vê li qulpeke fesadiyê digere.
Ev pir girîng e.
Ya din, hemû leşker ji Osman Baydemîr pir acizin û dixwzin hukûmet wî ji wezîfê bigre, di vî warî da zorê didin hukûmetê.
Bêguman ev nuxteyeke pir mihîm û pir balkêş e û dibê meriv ji bîr neke. Bêguman ev dijminatiya leşkeran ji bo Baydemîr qarneyeke pir baş e.
Dîsa meriv dibîne leşker hewqasî li dijî kurdan e ku şêwirmendên Erdogan yên kurd jî tahlûke dibînin. Hebûna van kesan li hember mesandina terora xwe weke astengekê dibînin. Ev jî nuxteyeke girîng e.
Yanî xizmeta ji dewletê ra jî têr nake, mêrikan dibêjin pîvaz çi sor çi sipî, qet ferq nake.
Bi kurtî tiştê meriv di van minaqeşeyên Erdogan û leşkeran da dibîne, leşker tim dixwazin şer gurrtir bikin û ji bo vê yekê jî tim zorê didin hukûmetê.
Dema leşker dibînin ku hukûmet dixwze gaveke pozîtêv bavêje, li dij derdikevin û gava ew jî têr neke şantaj û provakasyonan çêdikin.
Bûyerên piştî hilbijartinan jî dewama vê siyaseta leşkeran e, ji bo ku hukûmetê mecbûrî hin tawîzên ku ew dixwzin bikin, şîdetê gurrtir dikin, bûyeran derdixin, însanan dikujin û didin kuştin.

2 kommentarer:

  1. Xalê Zinar,

    Ez hertim merax dikim, gelo ji ber chi dewleta dev bi xwîn heta niha tishtek neanî serê sheref u namusa kurdan kek Osman Baydemîr? Bi fikra min hewl u baweriya kek Osman ya pîr u pak u kurdistanî wan segbavan har dike, di xewnên wan da dibe babîlosk u jiyanê ji wan ra dike dojeha bi pizot.

    Bila xwedê teala her u her li gel kek Osman be u wî wekî chavê xwe biparêze!

    Lê tirsa min ew e ku, tishtê ku anîbun serê shehîdê "zimane kurdî" u "Kurdistan-ê" Vedat Aydin, bînin serê Osman-ê me jî.

    Lê ez diayan dikim li ber xwedê, da ku bila chavên xwe li ser wî be! Ew Osman-ê me ye! ew namusa me ye! Ew sherefa me ye! Ew dengê miletê kurd u Kurdistan-ê ye! Ew agir u av u erd u hewayê ji baxê Zerdesht pêxember e!

    Silav u hurmet

    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera
  2. Your mode of explaining everything in this piece of writing is really pleasant, all be capable of simply understand it, Thanks a lot.


    Also visit my webpage ... cellulite treatment cream

    SvaraRadera

PARVE BIKE