07 april 2009

Mêrik dixwaze bi serê xwe tenê artêşekê ava bike

Di malpera Avesta da xebereke gelkî xweş heye. Li gor nûçeyê, kurdekî ji Kurdistana Sûrî ji bajarê Hesiçê bi navê Mihemed Salihê Melle, heta nuha 5 caran zewicîye û bûye bavê 42 zarokan.
Malperê rismekî malbatê jî weşandiye. Mihemed Salih, mêrik di orta artêşa zarokan da egala xwe xwar kiriye û weke generalekî rawestiyeye.
Mihemed Salihê Mele, 59 salî ye û li gundê Gewrê rûdine. Camêr heta nuha 5 jin anîne û bûye bavê 42 zarokan. Du jin berdane û 3 jin jî hîn li ba wî ne.
Lê efendî qîma xwe bi 3 jinan nayne, dibêje hindik e, ew dixwaze careke din jî bizewice û hejmara zarokên xwe derxe 100.
Diyar e camêr hesabê çar dewletan dike. Ma ne wiha be kurdên feqîr ewê çawa bikanibin li hember van 4 dewletên weke zebelihan şer bikin?
Hema Tirkiye tenê xwedî yek milyon hêzên çekdar e.
De îcar bi jinekê û zarokekî du zarokan ev îş nabe. Heger bi rastî jî kurd dixwazin Kurdistanê ji bin destê van çar dewletên barbar xelas bikin, dibê weke Mihemed Salihê Mellê, hejmara jinan û zarokan zêde bikin.
Mihemed Salih efendî gotiye, ew dixwaze hejmara zarokên xwe bike 100, yanî hesêb dûz bike û ji bo vê jî li jineke din digere, dixwaze bike çar.
Ê heger bi rastî jî hedef 100 zarok be, meriv nikane bi jineke din bigihîje vê hedefê.
Çimkî ji bo bibe sed(100), hîn 58 hebên din lazim in. Û temakirina vê reqemê jî bi çar jinan nabe, dibê beraja çaran ya Hz. Mihemd were derbaskirin.
Dema min ev xeber xwend, biryara parlamentoya Kurdistana Federe ya zewaca bi çar jinan ra hate bîra min.
Dibe ku kurdên başûr jî weke Mihemd Salihê Mellê, hesabê çar dewletan kiribin haya me jê tuneye.
Nexwe çima di vê sedsalê da ewê rabin tiştekî wiha qebûl bikin? Divê sebebekî wiha veşartî hebe.
Û min jî weke gelek kurdî rabû ev biryara parlamentoyê rexne kir…
Dema hiş tunebe wiha ye, meriv kûr û dûr nafikire.
Bi rastî jî weke ewrûpiyan bi jinekê û zarokekî em nikanin zora tirk, ereb û farisan bibin û bihostek axa Kurdistanê jî ji van dewletan bistînin.
Çimkî bêbavan mafên me bi rehetî nadin, dibê em şer bikin û bi darê zorê ji wan bistînin.
Û ji bom vê yekê jî ji me ra şêr û şepal lazim in...

1 kommentar:

  1. Xalo,
    wellahî te tam di navika rastiya kâînatê da lêxistiye. Bi rastî jî ev kurdê me yê xwedî 42 zarokan ji me u hemî siyasetmedarên me kurdan durbîn u baqiltir e.
    Li herderê cihanê herkes li ser pêsheroja miletê xwe, zêdebuna nifshên xwe hêseban dike.
    Divê kurd di vî warî da xwe nekin lîstika dewletên dagirker. Ti eleqeya vî tishtî bi medeniyetê va tune. Ev medeniyeta ku îro bi vî shiklî tê shîrove kirin, sibe dikeve formeke din. Ma li welatên pêshketî kî di heman demê da chend têkiliyan bi hev ra nameshîne, yan jî zarokan chê nake?
    Bi navê xwedê kim, ez biryara parlamentoya Kurdistana Bashur di cî da dibînim.

    Silavên germ

    Qirixê Amedê

    SvaraRadera

PARVE BIKE