07 april 2009

Heger kurd tim vê bersîvê bidin dijmin di demek nêz da ewê bi ser kevin

Hilbijartinên herêmî qediyan, serok li ser kursiyên xwe rûniştin lê şirove û tahlîlên li ser netîceyan hîn berdewam in.
Kurd û DTP, ji netîceyan memnûn in, lê dibêjin ev hindik e, dibê di pêşerojê da ev yek zêdetir bibe.
Lê dewleta tirk û AKP ji netîceyên hilbijartinên li Kurdistanê qet ne memnûn in. AKP ji bo ku careke din ev felaket neyê serê wan, anketê li ser anketê, lêkolînê li ser lêkolînê dide çêkirin û dixwaze ji nuha da tedbîrên xwe bigre û karê xwe saxlem bike.
Serokê AKP-ê yê bajarê Wanê Vesîm Yavîç jî îro li ser netîceyên hilbijartinan û têkçûna wan ya Wanê gotiye, beyana serokwezîr Erdogan ya li Colemêrgê, ”ya hez bike ya terk bike” û ji alî waliyê Dêrsimê va belavkirina eşyayên sipî zirar daye wan.
Di nava sebebên raywendakirina AKPê da heta nuha qala du sebebên esasî hatiye kirin.
Li gor îdîeya AKP-ê ji van sebeban yek, tehdîdên PKK-ê bûye. PKK-ê bi darê zorê nehîştiye xelk rayên xwe bidin AKP-ê
Û ya din jî hin gotin û beyanên Erdogan yên weke ”yek al, yek dewlet, yek welat, yek milet” û kesê vê yekê neecibîne, bira kerem bike here dereke li gor dilê xwe.” yanî mesaja ”ya hez bike ya terk bike.”
Herçî îdîeya ”tirsê” û tehdîdkirina xelkê” ye qet nakeve serê min. Tiştên wiha dikane çêbûbin. Lê ev ne sebebekî cidî ye.
Sebebê herî cidî gotinên Erdogan ”yek al, yek milet, yek welat, yek dewlet” û kesên viya qebûl nekin, bira kerem bikin herin dereke din.
Nuha ne kurd, lê tirk jî dibêjin ku van gotinên Erdogan tesîreke pir xerab li hilbijartinan kir û kurdan reaksiyoneke mezin nîşanî van gotinên wî û siyaseta AKP-ê dan.
Ev yek pêşketineke pir girîng û pir baş e û min gelkî kêfxweş dike. Ev tê wê maneyê ku dijmin ji nuha û pê va ewê newêribe hewqasî bêperwa hereket bike, ewê newêribe tiştên wiha bibêje, ewê newêribe heqaretê li kurdan, li serok û li sembolên wan bike.
Şiûra netewî û zanîna siyasî ev e. Dibê xelek hesabê meriv bike, nêwiribe ji meriv ra xebaran bide, newêribe hebûna meriv înkar bike, newêribe mafê meriv nede.
Dema bibêje ”yek milet” û nizanim yek çi, dibê bizanibe ku li Kurdistanê ewê têk biçe.
Loma jî ji sebebên têkçûna AKP-ê ya herî girîng ev e û dibê meriv vê hesasiyeta netewî li xurttir bike.
Heger kurd di her warî da vê bersîvê bidin djimin di demeke pir kin da ewê bi ser kevin û bigihîjin azadî û serxwebûna xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE