10 april 2009

"Gayê pîr" xeta xwe rast kir

Du roj berê(8/4-09)di vî quncikî da li ser teşxeleya di nabêna hin hevalên PKK-ê û Hasan Bîldîrîcî da min jî çend tişt gotibûn û şêla hevalên PKK-ê rexne kiribû.
Wek tê zanîn, Hasan Bîldîrîcî çend roj berê çûbû şeveke PKK-ê û xwestibû çend kitêbên xwe deyne ser maseyekê û li hin dost û hevalan belav bike.
Lê berpirsiyarên PKK-ê him cî nedabûnê û him jî heqaretên mezin lê kiribûn. Û heta çend kesan jî xwestibûn lêxin.
Di nivîsa xwe da min gotibû, ”heger PKK vê bûyerê napejirîne dibê tavilê êrîşê mahkûm bike û li ser navê wan zorbayan uzrê ji xwe Hesen Bîdîrîcî bixwaze.”
Îro di malpera ”Kurdistan Post” da li ser vê meselê daxuyaniyeke Hasan Bîldîrîcî heye.
Dema min daxuyanî xwend gelkî kêfa min hat. Loma jî min pêwîst dît ku qala vê daxuyaniyê bikim.
Hasan Bîldîrîcî, di daxuyaniya xwe ya kurt da dibêje, li ser bûyera di şahiya Newrozê da ew û hevalên PKK-ê îro hevdîtinek pêk anîne. Hevalên PKK-ê ji Hasan Bîldîrîcî ra gotine tu şêleke PKK-ê li hember wî tuneye, PKK, wî weke nivîskarekî hêja dibînin û qedir didin wî û şêla hevalên xwe ya şeva Newrozê ya li hember wî çewt dibînin.
Lê li alî din jî ji ber ku ew neçûye bi hin hevalên PKK-ê yên din ra nepeyiviye û li ser meselê nivîsî ye ew rexne kirine.
Û Hasan Bîldîrîcî jî ewv rexneya wan qebûl kiriye, gotiye rast e, piştî bûyerê dibê ez biçûma bi hin bepirsiyarên din ra bipeyiviyama û mesele ji wan ra bigota.
Welhasil bi vê şêla PKK-ê ez gelkî kêfxweş bûm. Ya rast min qet bawer nedikir ku PKK gaveke wiha bavêje.
Hevalên PKK-ê heta nuha gelek caran heqaretên wiha û yên hîn jî mezintir li xelkê kirine, lê min tu carî nedîtiye û ne jî bihîstiye ku kirinên hevalên xwe şaş bibînin û herin dilê yê hember bigrin.
Ez dibêjim ev cara pêşî ye.
Lê hegr ne cara pêşî be jî min nebihîstiye. Loma jî ez gelkî qedir didim vê şêla wan ya maqûl û di cî da.
Dema PKK tiştekî şaş bike divê meriv biwêribe rexne bike û divê ew jî tehamulî rexneyan bikin.
Lê dema ji şaşiyeke xwe gav paşda avêtin jî divê meriv pîroz bike.
Yanî divê meriv ji tiştê şaş ra bibêje şaş û ji yê baş ra jî bibêje baş.
Dema min nivîsa Hasan Bîldîrîcî xwend ez gelkî pê êşiyam û min ev êrîşa hevalên PKK-ê pir vekirî rexne kir.
Lê îro jî dema min dît ku hin kes çûne ba Hasan Bîldîrîcî û dilê wî girtine, gotine êrîşa hevalên wan şaş e, bêguman kêfa min hat.
Di nivîsa xwe ya rexne da min gotibû, esas "xeta xwar ji gayê pîr da ye", nuha jî dibêjim "gayê pîr" xeta xwe rast kir.
Û bi vê rastkirinê jî tiştekî pir û pir baş kir.

3 kommentarer:

  1. Welle Xalo Zinar ez bawernakim ku yên ku her tim rexneyê tevgera azadiyê digirtin niha rabûn û wan takdir bikin. Na mixabin ku gava ku tu rexne dikî hema yekser bi dehan ne rexne rasterast mesajên heqeretê tên. Lê tê jî bibîni ku yek jî dê mesajên tekdarê neyê.Tiştekî dî jî heye ku divê em carcaran rexne bikin (lê rexneyên di cî da) lê her tim jî rexne partiya me ji çavê miletê me biçûk dixe. Dilê miletê me sar dibe û piştgiriya miletê me sist dibe. Elbet rexneya baş tiştekî hêja ye lê divê merik wekî hinek kes nabe; hinek kes heye li gor wan kıstasa kerperwerêyê heqareta partiya me ye. Wiha nabe. Ji bo vê nivisa we ya xweş gelek sipas. Murado

    SvaraRadera
  2. Xalê Zinar,

    Min jî cara yekem tishtekî weha di dîroka Pkk'ê ya rip u resh da bihîstiye. De bila ji camêran ra serkeftin be! Pishtî sî salên bi xwîn, talan u kushtin Pkk'ê ligel kesekî fikra xwe aniye zimên. Ka em bipên, pishtî sî salên din dê Pkk vê hejimarê bikaribe bike du yan na.

    Gelo ev tevgera Pkk'ê chiqas samîmî ye? Bi ya min be, genetîka Pkk'ê di serî da shêlo-mêlo buye u hew dikare bi shiklekî normal bilive.

    Camêran ji H. Bildirici ra gotine, tu chima berê nehatî cem me berî ku tu vê di chapemeniyê da belav bikî? Bi fikra min divê miletê kurd tu tishtî veneshêre, bila li gor îmkanên xwe li herderê belav bike. Ev rêcheke domokratîk u rewa ye.
    Min berê jî di nivîseke H. Bildirici da xwandibu. Hingê jî hemî berpirsiyarên li ewrupê xirabiyên mezin lê kirine, yek jî ji wan Kanî Yilmaz buye.

    Kesê ku Pkk'ê nas dike, tishtên ku Pkk'ê li hemberî miletê kurd kiriye, bila zêde hêviyan ji xwe ra neke.

    Tishtek zanîn u tishtek nasîn du têgehên ji hevdu gelek cihê ne. Pkk nikare averu bike (têbigêhe), ev rastiya tarîxa mirî ye.

    Dîsan jî ez ji hogiran ra serkeftinê dixwazim. Tev bila nêzîkî aliyê min nebin jî, ew u kêfa wan.

    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera
  3. Wellahî ez ji xwe dipirsim, gelo gurê kîjan chiyayî miriye? PKK u aqil u hurmeta li dijî shexsan u wesselam?! Heta ku PKK zilm u zordariya ku kurdan kiriye yek bi yek îtîraf neke, uzra xwe ji xelkê kurd nexwaze, berpirsiyarên van bêbextiyan ceza neke, tu ziqqim jî naguhere. Serok eynî serok e, general eynî general in, murîd eynî murîd in. Heger ewqas qolay biba dê dewleta tirk xwe revîze bikira :-).

    Beranê Mêrdînê

    SvaraRadera

PARVE BIKE