29 april 2009

Şerê Erdogan û leşkeran

Rojnameya Tarafê îro ji îdîanemeya Ergenekonê beşekî din yê pir balkêş weşandiye.
Di 4-ê meha çileya paşîn ya sala 2006-ê da li serokwezaretiyê di bin serokatiya Erdogan da zîrweyeke ewlekariyê çêbûye. Axaftinên vê civînê di kompîtora Mustafa Balbayê rojnamevan da hatiye dîtin.
Mustafa Balbay ji doza Ergenekonê hîn girtiye.
Bêyî serokwezîr Erdogan, hin wezîr jî tevî vê civînê bûne. Lê navê hemûyan nehatiye gotin.
Ji leşkeran serokerkanê wê demê Hilmî Ozkok, fermandarê hêzên bejayî Yaşar Buyukanit(serekerkanê berî Başbug), fermandarê hêzên hewayî Faruk Comert û fermandarê hêzên cendirmeyan Fewzî Turkerî beşdar bûne.
Ji qeydên hatine weşandin tê fêmkirin ku di nabêna Erdogan û leşkeran da carnan minaqeşeyên pir sert derbas bûye.
Tiştê meriv, bi kêmanî min kêfxweş dike ew e ku Erdogan ji ber leşkeran danaxwe, li ber wan nagere û nake pişopişo.
Min bi xwe qet bawer nedikir ku Erdoganê li hember leşkeran hewqasî bi cesaret û mêranî hereket bike.
Berî hertiştî dibê ez vê rastiyê teslîm bikim.
Mesela li ser îthama “îrtîcayê”, Erdogan ji fermandarê hêzên hewayî Faruk Comert ra ra dibêje:
“Guhdarî bike! Ez serokê vê heyetê me. Hûn jî wekî endam dibêjin ku ez wek we nafikirim. Ez jî weke serok fikrê xwe dibêjim.”
“Wê demê li min guhdarî bike. Hûn li cîhaneke din dijîn. Hinek hin tiştan ji we ra tîne, hûn bi wan dipeyivin.”
Dibê meriv qebûl bike ku vana bersîvên bi cesaret in, bêtirs û bêperwa ne. Bi van bersîvên xwe Erdogan nîşan dide ku ew weke serokwezîrên berî xwe nabûye pepûkê leşkeran.
Herçiqas di meseleya kurd da Erdogan ev cesaret nîşan nadeye û tim daxwaze leşkeran bicî anîbe jî, lê li gel vê jî ev wêrekiya wî pozîtîv e.
Di eynî civînê da leşker ço dikin pişta hukûmetê, dibêjin serokê belediya Diyarbekrê Osman Baydamîr ji kar bigrin.
Hemû general dibêjin, “li hember terorê dibê hemû dezgehên dewletê yekpare bin. Du daxwazên me hene. Daxwaza me ya yekem ev e: Serokê belediya Diyarbekrê sûc dike. Ji bo ku wezîrê hundur wî ji kar bigre şert kemilî ne. Daxwaz ne tiştekî dijqanûnî ye. Dema bînfirehî dom bike rêxistina terorê ewê faaliyetên xwe daxe bajêr.”
Daxwaza leşkeran ya duyem jî derbarê qorîciyan da ye. Dibêjin qorîcî gelek feydeyê digihînin wan, lê ew hedefên dilsozên PKK-ê ne. Ew nikanin zayiatên qorîciyan telafî bikin. Ji qanûna heyî gazinan dikin û dixwazin hukûmet ji bo parastina qorîciyan qanûneke nuh derxe.
Bi qasî ku ez dizanim hukûmetê ev daxwaza leşkeran bi cîh anî û di vî warî da qanûnek derxist.
Ji hukûmetê wezîrê bergiriyê dibêje, wezîrê hundur xwest Baydemîr ji kar bigre lê belê hin astengên qanûnî derketin û ev yek neçû serî.
Erdogan dikve nabê nê û wiha bersîvê dide generalan:.
”Weke hûn jî dizanin meseleya serokê belediya Diyarbekrê em Civîna Heyeta Ewlekariyê(MGK) da peyivî bûn. Di vî warî da problemên qanûnî hene. Du caran birina cenazeyan bi wasiteyên belediyê întîqalî dadgehê kir. Lê dadgehê di lejê wan da biryar da. Dadgeh ji wezîfeyê bigre tiştek e, em ji wezîfê bigrin teştek e. Em ji wezîfeyê bigrin ewê çewt were fêmkirin. Serokên van belediyan ne yek e ku, 56 heb in. Vê dawiyê di bûyerên afetê da xwestin hin tiştan bikin. Lê belê weke dewlet me rê li ber wan girt. Di derbarê qorîciyên gundan da em xebatekê dimeşînin. Di vî warî da emê yasayekê derxin.”
Di nivîsa rojnameyê da tê gotin ku piştî belavbûna civîna bi serowezîr ra, leşker di nabêna xwe da civiyane û minaqeşeya derbarê Osman Baydemîr da domandine. Fermandarê hêzên cendirman Fewzî Turkerî gotiye:
“Gava serokê belediyê diçe der dibê ji walî destûrê bigre. Waliyê Diyarbekrê dibê destûrê nede çûna Baydemîr.
Serekerkan Hîlmî Ozkok:
“Esas dema serokên belediyan(bi taybetî jî Osman Baydemîr)bêyî destûra DTP-ê diçin der partî aciz e. Hegger em bikanibin bizrê/toximê nîfaqa ku van bera hevdin bibînin, zeîfkirin ewê hêsantir be.”
Fermandarê hêzên bejayî Yaşar Buyukanit:
“Ez baweriyê bi samîmiyeta hukûmetê naynim. Di vî warî da ez bi serekerkan ra me. Piraniya şêwirmendên serokwezîr ji herêmê ne, ev faktorekî ku têkoşîna li dijî terorê zeîf dike.”
Di dereke din ya civînê da dîsa Buyukanit ji siyaseta hukûmetê gazinan dike û dibêje sûcê me yê herî mezin ew e ku me prensîbên Ataturkçîtiyê û miletbûnê baş îzah nekiriye. Di çêbûna milet da yekîtiya îdealê, ziman û kultur unsûrên esasî ne. Meseleya dîn di çêbûna milet da ne mewzîbahîs e.”
Wek tê dîtin, di van peyv û pêşniyarên generalan da çend nuxteyên pir girîng û balkêş hene.
Yek jê, hemû general, heta Hîlmî Ozkokê xwedêgiravî nerm û nêzî AKP-ê jî bi qasî yê herî xerab li dijî miletê kurd e.
Serekerkan Ozkok dizane DTP ji gera serokên belediyan aciz e, naxwaze bêyî emir û destûra partiyê herin derekê. Û loma jî Ozkok dixwaze ”toximê nîfaqê” têxe nava Baydemîr û DTP-ê. Ji bo vê li qulpeke fesadiyê digere.
Ev pir girîng e.
Ya din, hemû leşker ji Osman Baydemîr pir acizin û dixwzin hukûmet wî ji wezîfê bigre, di vî warî da zorê didin hukûmetê.
Bêguman ev nuxteyeke pir mihîm û pir balkêş e û dibê meriv ji bîr neke. Bêguman ev dijminatiya leşkeran ji bo Baydemîr qarneyeke pir baş e.
Dîsa meriv dibîne leşker hewqasî li dijî kurdan e ku şêwirmendên Erdogan yên kurd jî tahlûke dibînin. Hebûna van kesan li hember mesandina terora xwe weke astengekê dibînin. Ev jî nuxteyeke girîng e.
Yanî xizmeta ji dewletê ra jî têr nake, mêrikan dibêjin pîvaz çi sor çi sipî, qet ferq nake.
Bi kurtî tiştê meriv di van minaqeşeyên Erdogan û leşkeran da dibîne, leşker tim dixwazin şer gurrtir bikin û ji bo vê yekê jî tim zorê didin hukûmetê.
Dema leşker dibînin ku hukûmet dixwze gaveke pozîtêv bavêje, li dij derdikevin û gava ew jî têr neke şantaj û provakasyonan çêdikin.
Bûyerên piştî hilbijartinan jî dewama vê siyaseta leşkeran e, ji bo ku hukûmetê mecbûrî hin tawîzên ku ew dixwzin bikin, şîdetê gurrtir dikin, bûyeran derdixin, însanan dikujin û didin kuştin.

28 april 2009

Kurd çima ji zimanê xwe hez nakin?

Di nivîsa xwe ya pêr da ez li ser xemsariya kurdan ya li hember zimanê wan rawestiyabûm.
Du xwendevanan du şiroveyên balkêş kirine.
Herduyan jî di şiroveyên xwe da tiştên min gotibûn teyid kirine, gotine rast e, li Tirkiyê û li Kurdistanê berhemenên Mehmet Ûzûn yên bi kurdî nayên dîtin, yên li piyasê hene hemû bi tirkî ne.Yanî tiştê min ji nivîsa Yûsûf Kaynak neqilkiribû ne mexsûsî derekê, bajarekî ya jî şevekê bûye, li herderê berhemên Mehmet Ûzûn û bi giştî jî yên bi kurdî ya tunene ya jî kêm in.
Heta ku min nivîsa Yusuf Kaynak nexwendibû, min nizanîbû ku heta romanên Uzun jî li piyasê nayên dîtin.
Lê ne Kaynak tenê, waye xwediyên herdu şiroveyan jî ev rastî teyid kirine û gotina rast e, mixabin ku kitêbên Mehmet Ûzûn nayên dîtin.
Di ser weşandina kitêbên wî ra 50 ya jî 100 sal derbas nebûye, ez bawer dikim hemûyên wan ev 10-15 sal in li Tirkiyê hatine weşandin. Lê dîsa jî ji nuha da bûne weke kitêbên antîke, li piyasê nayên dîtin.
Meriv matmayî dimîne.
Miletek, ronakbîrên miletekî çawa dikanin hewqasî ji ziman û edebiyata xwe birevin?
Ez werim ser şiroveyên li ser nivîsa xwe.
Ji şiroveyan yek wiha ye:
“Gotina te rast e. Mixabin ku kitabên Mehmet Uzun yên bi Kurdî nayên ditîn. Ji kitabên wî "Rojek Ji Rojên Evdilê Zeynikê" zûda ye li piyasayê qediyaye. Ez dikim nakim nikarim peyda bikim û bixwînim. Tenê tercumeyên wan mane. Lê tiştekî dî jî pir giring e. Gelemperî yên ku zû bi zû asîmile dibin ne nêzikê partiyên me ne. Di demên dawî de em kuda diçin miletê me di nava xwe de kurdî diaxivin. Hinek kes hîna jî di vê mijarê de xemsar in. Lê wekî berê nîne. Lê hinek kes hene ku dixwazin partiyên me wekî dijminê miletê xwe nişan bidin. Ew tiştan ji serî heta binî şaş in û şaş jî dikin.
Murado”
Xwendevanekî din jî gotiye:

”Him gotinên te û him jî yên wan xwîneran rastiya ronakbîr û partiyên kurdan tîne zimên. Bi nêrîna min, kesê ku naxwaze vê bibîne û bêsuciya partiyan diparêze, rasterast sûcên wan bincil dike, him jî bi zanetî.
Pîran Tîr.”
Weke tê dîtin, ev herdu birader jî qebûl dikin ku kurd bi giştî li zimanê xwe xwedî dernakevin.

Lê li ser misebîb û sûcdarê vê rewşê kî ye, bêguman dîtinên cuda hene. Herkes dixwaze xwe ji vê mesûliyetê bêrî bike.
Biraderekî gotiye kesên asîmîle dibin ne nêzî partiyan e, yanî sûcê partiyan di vê rewşê da tuneye, biraderê din jî gotiye, na, sûcê partiyan e, dibê meriv înkar neke.
Bi baweriya min di vê rewşa kurdan ya malkambax da berpirsiyarî û sûcê partî, rêxistin, siyasetmedar û ronakbîrên kurdan pir e.
Lê sûcdar ne partiyek tenê ye.
Yanî dema meriv eşkere bibêje, PKK û DTP tenê ne misebîbên vê rewşê ne.
Lê helbet li gor hêz û xurtbûna PKK û DTP-ê mesûliyeta wan jî li gor hêzên din hîn zêde ye, lê ne hemû ye.
Kurdên din jî, siyasetmedar û ronakbîrên derî wan jî bi qasî wan mesûl û sûcdar in.
Li Kurdistanê ne ku heval û hogurên PKK-ê û DTP-ê tenê guh nadin kurdî, hêzên din jî bi qasî wan û heta j iwan hîn zêdetir guh nadin kurdî.
Kes nikane bibêje filan partî, filan hêz ji PKK-ê û DTP-ê bêtir li kurdî xwedî derdikeve, hemû xebatên xwe bi kurdî dike.
Xwezî tiştekî wiha hebûya.
Lê mixabin tiştekî wiha tuneye. Ev yek kêmasiyeke kurdan ya netewî ye. Kurd bi ser zimanê xwe da naricifin, ji zimanê xwe hez nakin.
Helbet sebebên vê şêla kurdan ya dîrokî, civakî û sosyolojîk heye. Lê ev sebeb in, dibê civaknasên kurd di vî warî da lêkolînan bikin. Lê ez qala rewşa heyî dikim, sebeb rewşa heyî ne diguhere û nej î mazûr nîşan dide.
Tiştê li ber çavan ew e ku kurd li Kurdistana bakur weke milet dejenere bûne, ji hev da ketine, şuûr û hestên netewî li ba piraniya wan miriye.
Ji ber ku hafizeya netewî û dîrokî vala ye wek ferdê miletekî din bi şuûrekî netewî hereket nake.
Loma jî wek ferdê miletên din li ziman û nasnameya xwe xwedî dernakeve, pê serbilind nabe.
Bi vacayî ji zimnan û nasnameya xwe direve.
Çimkî zanîna zimên tim bela aniya serê wî, jê ra gelş peyda kiriye. Loma jî di her fersendê da dixwaze ji bîr bike.
Loma jî zimanê xwe fêr nabe, xwendin û nivîsandina kurdî fêr nabe, kitêbên kurdî bikire jî naxwîne.
Yanî meseleya me ne meseleya gurûbekê ya jî partiyekê tenê ye, meseleyeke netewî ye.
Lê partî û piraniya roanakbîran jî ji dêlî ku milet li zimanê wan germ bikin, bi axaftin û nivîsandinên xwe yên bi tirkî wan asîmîle dikin, bergehê asîmîlasyonê firehtir dikin.
Yanî dijmin ne bes e, siyasetmedar û ronakbîrîn kurd jî berê kurdan didin tirkî û asîmîlasyonê.
Ez newêrim navan bibêjim, çimkî kurd zû dixeyidin.
Lê hema carê bala xwe bidin hemû malperên kurdan, hûnê bibînin ku çend malper xurî bi kurdî ne û ka çend kes tenê bi kurdî dinivîsin.
Gelek ronakbîrên kurd hene ku zimanê diya wan kurdî ye, yanî dûra fêr nebûne û bi kurdî jî xwe baş îfade dikin, heta kurdiya wan gelkî ji tirkiya wan baştir e, lê dîsa jî dev ji tirkiya xwe bernadin.
Mesela ronakbîrekî weke Îbrahîm Guclu têgihîştî, kurdperwerekî ji dil, fedekar û dijminê nîjadperestiya tirk jî dev nivîsîna tirkî bernade.
Di hemû malperên kurdî da bi kurdî dinivîse, lê dîsa jî qîma xwe pê nayne, hewqasî jî bi tirkî dinivîse.
Yanî xwe ji tirkî qut nake.
Min navê wî da ji ber ku irca min li wî dibuhere, kesên din ez zû bi zû newêrim navên wan bidim.
Mesele ronakbîr û kurdperwerekî weke Guclu ya jî yekî din ê ku bi qasî wî bi kurdî dizane ji bo çi ewê di malperên kurdan da ji kurdan ra bi tirkî binivîsin?
Ez fê yekê qet fêm nakim.
Ha ewê bibêjin ku hin kurd hene ku bi kurdî nizanin, ji bo ku ew jî fêm bikin bi tirkî dinivîsin.
Ê heger sebeb û argument ev be, wê demê divê Şivan, Fatê, Canê, Rezazî û hemû dengbêjin kurd jî di ber kurdî ra bi tirkî bistirên.
Çimkî gelek kurd ji stranên kurdî fêm nakin.
Birayên ezîz, heger hin kurd bi kurdî nizanin wan fêrî kurdî bikin, ne ku hûn xwe fêrî tirkî bikin û bi tirkî binivîsin.
Di hin platformên tirkan da, li hin ciyên pêwîst bêguman meriv bi tirkî jî dipeyive û dinivîse.
Lê ne bi vîrengî.
Ya rast em nikanin di warê rûhî da xwe ji tirkî qut bikin, sebebên din hemû vala û bahane ne.
Dinya jî xera bibe ji bo kurdên asîmîle bûne ez xwe jî asîmîle nakim û mil nadim asîmîlekirina miletê xwe.
Heger serok, siyasetmedar, ronakbîr û kurdperwerên weke Guclu bi tirkî nenivîsandina, di kurdî da israr bikirana, heger nivîskarên kurd bi lez û bez berhemên xwe nekirana kurdî romanên Mehmet Ûzûn îro li piyaseyê nediqediyan.
Sebebê vê yekê em bi xwe ne, çimkî em alternatîfekî din didin xwendevanan. Û ew alternatîv jî ji bo xwendevan ji kurdî xurttir û hêsantir e.
Loma jî xelk tirkî hildibijêr e.
Bi gotinê em gewriya xwe diqelêşin û dibêjin, "zimanê me rûmeta me ye" lê em li rûmeta xwe xedî dernakevin...

27 april 2009

Ji hesinê xerab şûrê baş çênabe

Li gor xebera rojnameya Yeni Şafakê û gelek rojname û malperên din hefta borî TRT-ê ji bo Guler Işika ku ewê di TRT Şeşê da di dewsa Rojînê da programan çêke festeke nasandinê çêkirye.
Di vê festa nasindinê da Guler Işika me li ser programa xwe jî peyivîye û bombeya xwe ya pêşî teqandiye, xanima me ya ”esilkurd”gotiye:
”Ez dengbêjeka tirk a esilkurd im. Di vê kanala ku ji bo perwerdeya hemwelatiyên min yên kurd hatiye avakirin da çi ji destê min were ezê bi rengekî herî baş bikim. Ez şiklekî Seda Sayana kurda me.”
Çepik, çepik!!!
Li hember gotinên wiha hêja û giranbuha(!) dibê meriv li çepikan xe û heta jê ra hinekî jî bilîrîne.
Guler Işik xanimê hîn dest bi wezîfeya xe nekiriye nîşan dide ku ew ji berê "kedî" û "terbiye" bûye û dersa xwe baş xebitiye.
Guler xanim ji nuha da bi kurdan ra weke siyasetmedareka tirk dipeyive û wisa xîtabî wan dike, dibêje di vê kanala ku ji bo perwerdeya hemwelatiyên wê yên kurd hatiye avakirin ewê xizmete baş bide kurdan.
Xanim zimanekî pir “dîplomatîk” yanî zimanekî ku tam tirk dixwazin bikar aniye. Xwe nake kurd û dengbêja kurd, weke hemû “kurdên dewletê”, ew jî dibêje, “ew dengbêjeke tirk a esîlkurd e”.Gotina “esilkurd im” tê maneya ez xwe kurd hesab nakim, lê ji ber ku dê û bavê min kurd in ez vê “esilkurdiyê” pêva dikim.
Dewlet tam li kurdên wiha digere, kurdên ku bi dil û can û serbilindî nebêjin em kurd in, bibêjin ez bi eslê xwe kurd im lê...
Pêvekirina “esil” pir ne girîng e, li Tirkiyê herkes “esilçerkez, esilgurcî, esilarnawit, esilboşnak” û esil nizanim çi ye.
Dewlet ji gotina "esil" pir zêde ne aciz e. Ya girîng dibê meriv nebêje ez KURD IM.
Û wa ye Guler Işik xanimê jî ji nuha da gotiye ew tenê “dengbêjeke tirk ya esilkurd”e.
Yanî ne kurd e û ne jî dengbêjeke kurd e.
Piştî darbeya 1980-î sendîqaciyekî hevalê TKP hebû, navê wî Ekrem bû. Paşnavê wî min ji bîr kiriye, kurd bû lê xwe tirk qebûl dikir û camêr weke tirkekî jî mir.
Carê di sohbeteke me da vî Ekremê TKP-yî bi tirkî ji min ra got, “bîzîm peder de kurt tu”, yanî bavê min jî kurd bû.
Lê ew ne kurd bû, tenê bavê wî kurd bû.
Guler Işik xanim jî weke vî Ekremê TKP(Partiya Pomînîst) dibêje ew yeka "esilkurd e".
Heyran hema ew "esilê" te jî ji me ra nelazim e, hema ji kerema xwe ra bi tevayî bibe tirk çêtir e.
Ez mame heyirî, her ku ez kurdên wiha şexsiyet zeîf dibînim ku newêrin eslê xwe rast bibêjin, ez merezarî dibim.
Min hîn programa Guler Işika ”dengbêja tirka esilkurd” temaşe nekiriye. Lê îro bi van gotinên wê dilê min jê geriya.
Însanê ku newêribe eslê xwe eşkere bibêje tişt jê dernakeve, heta nikane bibe hunermendekî/hunermendeka baş jî.
Lê li gel vê jî ez hêvî dikim ku ev gotinên wê ne bi hesab û kitab bin, ji ber nezaniya wê, tenê wer hatibe ber devê wê û wê jî wisa gotibe.
Bes tiştê ez dizanim ji hesinê xerab şûrê baş çênabe, lê mimkûn e ku mûcîze jî hebin...

26 april 2009

Heta ku rêberên miletê kurd ev kes bin kurdê hîn pir bikşînin

Berî ku ez kompîtora xwe vekim min nêt kiribû ku ezê li ser Kawis Axa û programa TRT Şeşê Rêwî ku îro bajarê Meletiyê dida nasîn, çend gotinan bibêjim.
Ji do da ye min li du programên balkêş temaşe kir.
Yek jê, di Kurdsatê da programeke li ser Kawis Axayê gorbuhuşt û nemir bû ku tesîreke pir mezin li min kir û ya din jî programa Rêwî ya li ser Meletyê bû.
Lê piştî ku min komîptora xwe vikir û di malpera Kurdîstan-Postê da rastî nivîsa DR. Yusuf Kaynak ya li ser Muhmet Uzun hatim, min nêta xwe guherand û biryar da ku li ser vê nivîsê rawestim.
Programên li jor min qala wan kir bira bimînin şeveke din.
Kurd dibêjin, ku meriv diz be şevreş pir in.
Sernivîsa Yusuf Kaplan bi qasî naveroka wê balkêş e.
Sernivîs bi pirsekê dest pê dike, dibêje:
-Mehmet Uzun nivîskarekî kurdî ye an yê tirkî ye?
Vê yekê bala min kişand.
Nivîskar bi serpêhatiyeke xwe dest bi nivîsa xwe kiriye û gotiye, li gor hin tirkan Uzun bi kurdî nenivîsîye, bi tirkî nivîsî ye û loma jî ew nivîskarekî zimanê tirkî ye.
Û dûra jî dom dike û dibêje, ji ber ku hemû kitêbên Uzun wergerandine tirkî û li herderê tenê wan difroşin.
Yanî kurd ji bo kara xwe kitêbên bi kurdî nafroşin, ya jî heger qediyabin çapên nuh nakin, ji dêlî wê va yên bi tirkî difroşin. Çimkî kara wan di tirkî da zêdetir e. Weke piraniya kurdan, ji bo weşanger û kitêbfiroşên kurd jî diyar e erê ”kurdî şekir e lê pere şîrîntir e.”
Lomajî ji bo wan ya girîng pere û menfaet e, kara wan di kîjan zimanî da hebe ewê kitêbên wî zimanî bifroşin.
Yusûf Kaynak bi şiklekî matmayî dibêje, rojekê çepekî tirk bi cidî jê ra gotiye Uzun nivîskarekî zimanê tirkî ye.
Dibêje herçiqs wî israr kiriye jî nexistiye serê yê tirk, ji ber ku li piyasê tenê kitêbên Uzun yên bi zimanê tirkî hebûna.
Yê tirk xwestiye bibêje, heger Uzun nivîskarekî kurd bûya, divê kitêbên wî bi kurdî hebûna.
Kaynak serpêhatiya xwe wiha didomîne, dibêje:
”Piştî gotina vî çepgirê Tirk ez bi xwe van rojan çûbûm şahîya Newrozê ya bajarê ez lê dijîm. Min di vê şahiya Newrozê de seriyek li masêya pirtûk û cd difirotin da û bi çavê xwe dît ew gotina çepgirê Tirk dibê ko rast e. Min aqil û hişê xwe wenda kir, xwîna min sar bû, ew çi rewşbû ko di masê de belkî yek pirtûkeke M. Uzun an jî yê li ser wî hatine nivîsin ne bi Kurdî bûn, çawa çepgirê Tirk ecebmayi bersîva min dabû, got: Mehmed Uzun ne bi Kurdî, bi Tirkî dinivîse, min heq da wî biraderî. Sedema vê tevlîhevbûne gorbihişt birêz Mehmed Uzun bi xwe nîne. Gava min maseya pirtûkên weşanê Kurd dît min jî guman kir ko Mehmed Uzun nivîskarekî Kurdî ye an Tirkî ye?.
Dema min weşanên Kurdî û Tirkî dît, ez gelekî xemgîn û bedbîn bûm, Kurd bi nivîskarekî ku bi Kurdî nivîsandîye serbilind dibûn, lê berhemên wî nivîskarê Kurd yên di nav rêza weşanên Tirkî de cih bigirin yek wan jî ne bi Kurdî be. Vê yekê ez xemgîn û bedbîn kirim. Belkî gelek xwe bextiyar bibînin ko berhemên nivîskarê Kurd jî hêdî gihêştine qada navnetewî û wek wan tên hejmartin, belê ez ne di wê fikrê de me. Tiştê ko min ecebmayi dît û hafiza min qebûl nake ew jî ew e ko hemû berhemên M. Uzun di stantê de bi Tirkî bûn.”
Ji bo ku em mentalîte, ruh û hestên kurdan, rewşenbîr û weşangerên kurd nas bikin, min ji nivîsa Yusuf Kaynak ev beşê dirêj girt.

Ji van rêzan jî diyar dibe ku gelek kurd çiqasî pûlperest in.
Mehemt Uzun xwedêgiravî nivîskarê kurd yê herî binavûdeng e, lê di şeva Newrozê da yek kitêba wî ya bi kurdî nayê firotin.
Miletek ancax dikane hewqasî ji ziman û nasmeya xwe bireve.
Dema ez vê xemsariya kurdan dibînim ez dimrim, dihelim. Dixwazim derkevim hewşê û biqîrim, bibêjim haho ev çawa milet e?
Lê malî û xelkê ewê bi gewriya min bigrin û bibêjin viya dîn bûye, min bibin tîmarxaneyê.
Nivîsa min ya do jî li ser vî aliyê kurdan yê zeîf bû, min gotibû, ”piraniyeke pir mezin ya kurdên bîrewer, ronakbîr û siyasî di teoriyê da kurd û kurdîparêz in, lê di praktîkê da tirk û tirkîparêz in."
Do dema kara wan di weşandin û firotina kitêbên kurdî da hebû, ew weşandin. Lê piştî demekê, piştî ku hemû kirin tirkî, êdî kara wan di çapkirina kurdî da kêm e, loma jî giraniyê didin yên tirkî.
Helbet meriv nikane wergerê qedexe bike, lê netîceya wê jî wiha ye.
Esas ji ber ku bazara kurdî kesat bû Mehmet Uzûn bi xwe, bi hewildaneke mezin hemû kitêbên xwe bi lez û bez wergerandin tirkî. Ne ku tirkan bixwe ew keşif kirin û wan kitêbên wî wergerandin, na wî bi xebat û lebta xwe, kitêbên xwe da wergerandin û xwe bi tirkan da keşifkirin.
Û nuha, piştî hemû bûna tirkî bêguman kes pênc qurişê xwe di yên kurdî nadin. Çimkî piraniya kurdan naxwazin kurd bimînin, dixwazin bibin tirk.
Û dema hestê însan ev be, ciyê ku zimanê tirkî lê hebe, ma ji bo çi kurd ê rabin perê xwe bidin kitêbên kurdî?
Ma qey dîn bûne?
Ma qey aqil berdane?
Însan ji kîjan zimanî zêde hez bike qedir dide wî zimanî, bi wî zimanî dixwîne. Piraniya kurdan jî wiha dikin, dev ji tirkî bernadin. Weke pitika ji şîr venebe, siasetmedar û ronakbîrên me jî bêyî tirkî nikanin bijîn.
Îcar piştî ku mişteriyê zimanê kurdî tunebin, weşanger jî berhemên bi kurdî çap nakin û nafroşin.
Carê kurdekî ji min ra gotibû, Mehmet Uzun di nava kurdan da ne bi kurdiya xwe, bi tirkiya xwe meşhûr bûye.
Yanî kêm kesî berhemên Uzûn bi kurdî xwendiye, yên kurdî weke sûsê kirine kitêxaneya xwe, lê yê xwendine bi tirkî ne.
Miletê ji xwe, ji zimanê xwe hez neke û qedir nedê ew nabe miletekî serbixwe, ewê tim bindest û koleyê xelkê be.
Û jixwe loma jî em koleyê mahcirên balkan û kafkasan e.
Min dixwest çend tiştên din jî bibêjim, lê pir dereng e, dibê ez rabim û herim serê xwe deynim.
Xwendevanekî di bin nivîsa min ya do da şiroveyeke balkêş nivîssîye ku tam li gor vê mijara me ye. Ezê wê jî li jêr bibidim.
Xwendevanê bi naznavê Lawikê Colemêrgî wiha nivîsîye:
"Dewleta tirk pir baş dizane ku, vê gavê ti tişt li ser erdê ji asîmîlekirina kurdan girîngtir nîne! Ev tiştên siyasî, mirina çend eskeran, xirabûna çend erebeyan, sazgehan û herwekî din qasî guyê pisîkê jî bi qîmet nîne. Tiştê muhîm piştî deh yan jî bîst salan ji kesên kurdîaxêv xelasbûn e. Wê gavê êdî xwedê jî were nikare mirovekî "esil-kurd" li dijî dewletê rake ser piyan! Gelo dê ji bo çi rabe?! Ya rast dewlet bê sebir li benda vê demê ye, zêde tiştekî nake, ji ber ku kurd xwebixwe bi çargavî berbi tunekirina zimanê kurdî dibezin û bergirtin jî bê îmkan e. Êdî ji xwe ra kirine "dîn û îman!".Kurd misteheqî dijûn û lomeyên herî xirab in.
Lê ya rast ev jî têrî nakin."

Ê qey wisa ye, heger em ne layiqî vî halî bûna van kesên tirkperest nedibûn siyasetmedar û ronakbîrên kurdan.

25 april 2009

Seyaheta hevalekî û mirina zimanê kurdî

Hevalê min ê ku ew jî weke min ev 30 sal bûn mahkûm û qaşxûnî roma reş û bêbext bû ji serê nîsînê û virda ye li Kurdistanê lotikan davêje û kul û derdên dilê xwe dihelîne, hesret û kedera kevn û nuh li ser hev derdixe.
Weke qehremanê helbesta seydayê Cegerxwîn, camêr xurîniyê li Diyarbekrê, navrojê/firavînê li Belîsê, şîvê li Tetwanê û paşşîvê jî li Wanê dixwe.
Û li her dera ku lê molayê dide jî ji bo ku agirê bêrîkirinê di dilê min da hinekî din jî gurr bike û min weke mûmê bihelîne tim telefonî min dike, dibêje ”ez nuha li Belîsê li filan aşxaneyê biryanê dixwum”, nizanim li Wanê li otêla Axtamarê, bi filan û filan hevalî ra çi dikim” û nizanim li Meraşê, li Mêrdînê û li Entabê çi kêf û zewqê diqewitînim…
Ji kesên wisa bi siûd û talih ra kurd dibêjin ”quzê gur pê ra ye”.
Ji heywanên herî bêtalih û bextreş yek jî ker e, însan him barê xwe lêdikin û him jî di ser da lê siwar dibin.
A yê min feqîrê Xwedê ne ”quzê gur”, ez bi quzê vê kera bargiran jî razî me, lê ew jî min ra tunye.
Lê dinya bi dor e, qey rojekê ewê kabê min jî mîr were.
Feleka xayin qey ewê rojekê bi dizî bi min ra jî bibişire.
Ez ji ”ax û bajarê sebrê me”, bîna min fire ye, ez tu carî bêhêvî nabim, çimkî tiştê hêz û moral dide min ev hêvî ye.
Heger ez vê jî wenda bikim tam û xuya jiyanê namîne.
Li xerîbiyê hêvî enerjiya jiyanê ye, meriv pê sebra xwe tîne.
Ev 30 sal in min ev hêvî weke pitikekê di kûrayiya dilê xwe da hêjandiye û mêjandiye û heta roja îro aniye.
Xwedê bibêje ”yuru qûlim”(bimeşe qûlê min), salê tê van çaxan emê jî weke hinekan li Kurdistana şîrîn û nazenîn xwe li bak in û fortan bidin xwe…
Helbet hevalê min tenê qala tiştên xweş nekir, qala hin tiştên ku meriv pir diêşîne û xemgîn dike jî kir.
Ji van tiştan yek jî çavdêriya wî ya mirina zimanê kurdî ye.
Li gor hevalê min li Kurdistanê kurdî êdî ketiye qomayê û niqiska dawiyê davêje, yanî li ber mirinê ye.
Hevalê min got, Zinar li tu derê tîcaret, kirîn û firotin bi kurdî nabe, ziman tirkî ye.
Û ev jî elametekî pir û pir xerab e.
Dibêjin xwediyê miriyan kor in, piştî mirinê dikin ax û of û dibêjin me çawa ferq nekir?Xwezî me wiha, wiha bikira... Lê piştî ku mirî mir, êdî tu feydeya ax û ofê tuneye.
Çimkî mirî ji goran ranabin.
Îş pir cidî ye, li Kurdistana bakur kurdî ketiye prosesa mirinê.
Û ji bo ku meriv vê rastiyê bibîne jixwe ne hewceye ku meriv here Kurdistanê, dema meriv ne kerr û kor be ji dûr va jî meriv vê rastiyê dibîne.
Di derbarê mirina kurdî da tiştê îro hin kes dibêjin, tam 30 sal berê min li siyasetmedaran dikir gazî û hawar û digot, heger hûn dev ji asîmîlasyona miletê xwe bernedin piştî 30 salên din hebûna kurdî ewê têkeve tahlûkeyê, weke gelek zimanên din ewê jî bimre.
Îro, bi saya pêşketina telewîzyonê, siyaseta dewletê ya nuh û xemsariya siyasetmedarên kurd mirina kurdî roj bi roj nêztir dibe.
Ji bo jiyan û pêşketina zimanekî bazar û perwerde esas e. Perwerdeya bi zimanê kurdî berê jî tunebû, lê li gelek bajaran zimanê bazarê kurdî bû. Bi xêra vê bazarê, hebûna gundan û hin medreseyên kurdî, ziman zindî dima, baş xerab bi pêş diket.
Lê îro, tu qad û bazareke ku zimanê kurdî lê hakim be û were peyivandin nemaye, medreseyên dînî rabûn, êdî hemû di mektebên ”Îmam Xetîban”da perwerde dibin.
Û meleyên berê jî giş bi derewan kirine ”profesor” û misyonerên zimanê tirkî û bera bedena miletê kurd dane.
Berê kesên xwenda, hêzên çep û rewşenbîrên kurd milet asîmîle dikirin û karê dewletê hêsantir dikirin.
Dera ku dewlet nikanîbû têketayê, kesên ku destê dewletê nedigihîşte wan, siyasetmedar û rewşenbîrên kurd ev kar ji dêlî dewletê va dikirin.
Mesela hemû zarokên kurdan yên ku ji bo azadî û serxwebûna wealatê xwe bûn çep hemû hatin asîmîlekirin.
Sebebê hebûna komele, sendîka û partiyan xizmeta ji milet ra. Xelk komele û partiyan çêdikin ji bo ku feydeyekê bigihînin miletê xwe, lê yên me ji feydeyê bêtir zirar dane miletê kurd.
Ji ber ku kî bûye endamên wan kurdî bi wan dane jibîrkirin û tirkî fêrî wan kirine.
Bi vî rengî, meriv dikane bibêje ku zirara ku rêxistinên kurdan dane miletê kurd ji yên dijmin ne kêmtir e.
Problema esasî li bazarê kurd bi hev ra bi kurdî napeyivin. Kurdê herî zane dema diçe bazarê bi sebzefiroş ra, bi qesab ra, bi beqal ra, bi berber û nizanim bi kîjan dikandarî ra bi kurdî napeyive.
Li gel ku ew jî û qesab û sebzefiroş jî bi kurdî dizaninin.
Di virda dewlet tuneye, mesele tunebûn û jariya zanîn û hestên netewî ye.
Ji ber ku zanîn û şuûrê netewî li ba ekseriyeteke kurdan ya mezin kêm e.
Ne li ba kesên nezan tenê, li ba xwendevan, siyasetmedar, nivîskar, mamoste, rojnamevan û rewşenbîrê kurd jî ev şuûr tuneye.
Heger hebûya zimanê kurdî îro ne li ber mirinê bû.
Siyasetmedar e, ji bo azadiya miletê kurd fedekariyên mezin dike, nivîskar û rojnamevan e, heroj li ser giringiya axaftina kurdî dinivîse, mamosteyê kurdî ye, kampanyeya axaftina zimanê kurdî dimeşîne, lê ew bi xwe bi zarokên xwe ra, bi sebzefiroş û beqalê traxê ra, bi dost û hevalê xwe ra bi tirkî dipeyive.
Rojekê bi kurdî dinivîse, dike qîjewîj û hawar, dibêje kurduno bi zimanê xwe bipeyivin, zimanê me hebûna me ye, lê tu hew mêze dikî roja din camêr dîsa dest bi tirkiya xwe kiriye.
Yanî dîsa vegeriyaye ser normalîteya xwe. Nivîsandina bi kurdî haletê wî yê anormal e, loma jî piştî demekê vedigere ser tirkî, yanî rewş û halê xwe yê normal.
Em kurdên nezan û bîrnebir bidin aliyekî, piraniyeke pir mezin ya kurdên bîrewer, ronakbîr û siyasî di teoriyê da kurd û kurdîparêz in, lê di praktîkê da tirk û tirkîparêz in.
Û jixwe gelş û dijayetî jî di vir da ye, praktîkeke li gor teoriyê tuneye, gotin tema e lê kirin sifir e.
Baş e, li hember vê rewşa kambax û reşbîn qet tiştekî ku em bikin tuneye?
Bêguman heye.
Tiştê nuha em dikanin bikin, divê bi lez û bez hemû partiyên kurdan, lê bi taybetî jî PKK û DTP û hemû ronakbîrên kurd li hember raya giştî sozê bidin ku ji nuha û pê va ewê kurdî bikin zimanê xwe yê danûstendinê.
Di vî warî da heger Ocalan bixwaze dikane roleke pir pozîtîv û girîng bilîze. Kurdên di nava PKK-ê û DTP-ê da ku vê tahlûkeyê dibînin dibê vê daxwazê ji PKK-ê, DTP û Ocalan bikin.
Bi çend stran û çend malperên kurdî, kurdî ji mirinê xelas nabe, heger em dixwazin weke miletekî kurd bimînin û bijîn dibê em kurdî bikin zimanê bazarê, zimanê danûstendinê û zimanê malê.
Heta ku kurdî nebe zimanê bazar û malê, heta ku weke berê zarokên me bi vî zimanî mezin nebin, kurdî ji mirinê û wendabûnê xelas nabe.
Li Wanê hevalê min ketibû gewriya zebzefiroşekî ku bi tirkî bersîva wî dabûyê. Divê meriv ne tenê têkve gewriya dikandarê bi kurdî dizane lê napeyive, dibê meriv jê nekire.

23 april 2009

DTP şaş dike

Bi destpêkirina operasyon û tewqîfatên li hember berpirsiyar û endamên DTP-ê, li Tirkiyê û Kurdistanê tansiyona siyasî pir bilind bûye.
Dewlet bi zanetî êrîşê dibe ser DTP-ê, teşxelê û tevliheviyê derdixe, operasyonan dike, însann digre ji bo ku rewşeke nearam peyda bibe.
Çimkî leşker tu carî naxwazin li Tirkiyê û li Kurdistanê rewş sakin be. Ew li teşxelê û şer digerin. Ancax bi saya rewşeke wiha ew dikanin vî hukmî bikin, vê serdestiya xwe bidomînin.
Bêdengî, sakinî û rewşeke aram wan nereht dike. Çimkî di şertên aram da nikanin terorê bikin, nikanin zirtan bidin xwe, nikanin bibin ”qehremanên netewî.”
Di hilbijartinên 29-ê adarê da li Kurdistanê biserketina DTP-ê, hukûmet lê bi taybetî jî artêş pir aciz kir.
Artêş û hukûmet şîdetê gur dikin ji bo ku kurd fêkiyên vê serkeftinê nexwin û semereyên wê yên siyasî nebînin.
Loma jî piştî hilbijartinan dest bi êrîş, operasyon û girtina însanan kirin.
Lê ya xerab, ji dêlî ku DTP vê nêt û armanca dewletê bibîne û pûç bike, taktîk û siyaseteke ku feydeyê digihîne dewletê da ber xwe.
Ji hilbijartinan û virda ye DTP jî siyaseteke sert û şerûd dimeşîne. Û jixwe tiştê dewlet dixwaze jî tam ev e.
Di siyaseta bi hêrs, sert, şerûd û şerkar da em nikanin bi dewletê ra qayişê bikşînin, di rewşeke wiha da emê tim li zirarê bin.
Tecrûbe û serpêhatiyên me yên van 30 salên dawî divê ev tişt baş bi DTP-ê dabûya fêrkirin.
Kara me di teşxele û şer da tuneye, rewş çiqasî aram be ji bo me hewqasî baş e û bi feydeye.
DTP di siyaset û xebatên xwe da çiqasî sakin, nerm û maqûl be ji kurdan ra hewqasî baş e.
Bêguman dewletê bixwaze şer û teşxelê derxe, lê dibê DTP vê armanca dewletê bibîne û neyê lîstikê, bi hin tevgerên bêmane nebe sebebê êrîşkariya dewletê.
Lê pir mixabin di van rojên dawî da bi hin çalakiyên pir bêmane tenê zirarê da xwe. Dewlet bi çend saet rûniştin, bi beşdarnebûna hin merasiman nerm nabe û dev ji êrîşên xwe bernade, bi vacayî dikane xerabtir bike.
Leşer dixwazin parlamenterên DTP ne 20 saetan, 20 rojan, 20 hefteyan, heta heroj çalakiyên wiah bikin.
Tevgerên wiha ne DTP-ê xurt dike û ne jî îtîbara wê bilind dike. Û dewletê ji xwe qet naêşîne û nerehet nake.
Lê DTP-ê gav bi gav duhelîne.
Parlamentarên DTP-ê ji bo protestokirina girtin û tewqîfatên li hember berpirsiyar û endamên DTP-ê do êvarî li Meclîsa Tirkiyeyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Û ev çalakiya heta vê sibehê domandin.
Yanî çi?
Çi feydeya tiştekî wiha heye min fêm nekir.
Dîsa her ji bo vê armancê hemû şarederên DTP-ê, bi biryara DTP-ê merasim û pîrozbahiyên 23 nîsanê jî boyqot kirin.
DTP beşdarî merasim, pîrozbahî û civîna meclîsê ya giştî jî nebû. Ji ber ku piştî dawîanîna çalakiya xwe ya rûniştinê herkes çû mala xwe.
Leşkeran ev şêla DTP-ê ji bo bilindkirina tansiyona siyasî û gurkirina êrîşên xwe bikaranîn.
Îro li Diyarbekrê jî, di merasima 23 nîsanê da ji ber ku Osman Baydemîr beşdarî pîrozbahiyê nebû, korgeral Rasîm Arslan, bi zirteboziyeke mezin nigê xwe li lewheya ku navê Osman Baydemîr li ser bû xist û da rakirin.
Emîne Ayna vê sibehê piştî qedandina çalakiya rûniştinê, li ber meclîsê beyanek da û got:
”Bi armanca protestokirina siyaseta hukûmeta AKP-ê, DTP-e beşdarî pîrozbahiyên 23 nîsanî nabe.”
Bi ya min ev protestoyeke pir bêmaneye û bêyî zirarê tu tesîreke wê ya pozîtîf tuneye. Dibê hin şiklên protestoyê yên hîn baştir û hîn bi tesîrtir werin dîtin.
Di siyasetê da marîfet ew e ku dibê meriv karê dijmin rehet neke û qoz û aletên ku ewê li hember meriv bikar bîne nede dest...

22 april 2009

Generalên tirk vê sibehê ji bo çi girtin ser Şirnexê?

Serokerkan Îlker Başbûg û hemû fermandarên artêşa tirkiyê vê sibehê tamtekmîl û bi dizîka girtin ser Şirnexê.
Çapemeniya tirk dibêje ”ziyaret”!
Ev ”ziyareta” hemû qumandarên artêşa tirk di bîrûraya giştî da weke surprîzeke mezin hate dîtin.
Gelo hemû qumandarên artêşa tirk ji bo çi vê sibehê ji nişka ve weke generalên artêşeke biserketî û îşxalkar girtin ser Şirnexê?
Li gor tê gotin xwedêgiravî qumandar ji bo ”teftîşa hêzên sînor” çûne Şirnexê, sebebekî din tuneye.
Lê ev çawa teftîşe ku serokfermandar hemû qumanadarên ordiyan dide dû xwe û diçe Şirnexe.
Ma li wir di gelek cepheyan da herebeke pir mezin heye?
Esas tiştê meriv ji xeberê fêm dike tu teftîş meftîş jî nekirine, çûne walîyê Şirnexê Alî Yerlîkaya li meqamê wî ziyaret kirine û çend deqîqeyan jî di nava bajêr da piyase kirine.
Yanî bîstekî quretî û çavsorî li kurdan kirine û dûra jî serokerkan vegeriyaye Anqerê, danê êvarê bi serokwezîr Erdogan ra civîna xwe ya ”heftetane” kiriye. Civînê tam saetûnîvekê ajotiye.
Di xeberê da qala vegera qumndarên din nayê kirin, lê nayê gotin ku ew li wir jî mane.
Yanî meseleya ”teftîşê” pir nakeve serê meriv.
Lê bêguman sebebekî cidî yê vê ”teftîşa” ji nişka ve heye, bes em nizanin çi ye?
Em vê gavê sebebê rastîn nizanibin jî, em dizanin ku hewqas generalên tirk ji xêrê ra naçin Şirnexê, dibê pîlanek, dek û dolabeke wan hebe.
Belkî haziriya tiştekî dikin…
Ev nêzî du heftan e li seranserê Tirkiyê û Kurdistanê li hember DTP-ê operasyoneke pir mezin û berfireh tê meşandin.
Fena ku dewletê fermana DTP-liyan rakiribe, leşker û pûlis di eynî saetê da li sseranserê Tirkiyê û Kurdistanê davêje ser mal, bîna û malên endam û berpirsiyarên DTP-ê û qefle bi qefle însan digrin binçavan û tewqîf dikin.
Di operasyona pêşî ya 14-ê nîsanê da li 15 bajaran 71 kes girtin.
Lê operasyon li vir nesekinî, dûra dîsa li Mêrdînê, li Batmanê, li Mazîdaxê, li Agiriyê, li Qersê, li erdexanê, li Kocaeliyê û li gelek qeza û wîlayetên din heta nuha ji sedî zêdetir însan girtin binçavan.
Mesele çi ye, ji bo çi wiha dikin baş nayê zanîn.
Bi van operasyonan gelo leşker(ez dibêjim leşker, ji br ku hukûmet di bin emrê wan da ye, ne ku ew di bin emrê hukûmetê da ne)li dû çi ne, dixwwzin çi bikin?
Heger meriv ji beyanên berpirsiyaran bawer bike, dibêjin operasyon li dijî endamên PKK-ê yên di nava DTP-ê da ne.
Xwedêgiravî ev du sal in lip ê wan bûne. Lê ji bo çi heta nuha negirtin hîştin piştî hilbijartinan, ew ne diyar e.
Tiştê meriv texmîn dike netîceyên hilbijartinan artêş û AKP gelkî tirsandiye û nerehet kiriye.
Bi êrîş û operasyonên wiha dixwzin DTP-ê ji ber hev da bixînin û belkî jî bi saya vê qulpa têkiliya bi ”PKK”ê ra bidin girtin.
Û bi vî rengî jî çend belediyan ji dest wan derxin.
Dibe ku ev ziyareta generalan ya îro ya Şirnexê jî perçeyeke ji operasyona li dijî DTP-ê be. Leşkeran hin wezîfeyên nuh dabin walî Alî Yerlîkaya.
Di rojên pêş da emê netîceyên vê ”ziyareta ji nişka ve” bibînin.

21 april 2009

Hozan Îhsanî û bîranîneke min

Erê, dawiya dawî weke herkesî ev dinya ji hozanê şoreşger û bi heybet Aşiq Îhasaniyê (Îhsan Sirlioglu)amedî ra jî nema.
Bîstek berê dema min xebera wefata Aşiq Îhsanî xwend ez him pir li ber ketim û him jî bîranîneke min tevrabû.
Aşiq Îhsanî di salên 60-70-î da pir meşhûr bû, me xortên çep gelkî ji stranên wî hez dikir.
Tembûrlêdana wî ya bi hêrs û stranên wî yên weke marşan em dianîn heyecaneke mezin. Hercara ku pîlaqeke wî derketa me ji destê hev direvand û li qahweyan tekrar tekrar lê guhdarî dikir.
Cara pêşî, baş nayê bîra min kîjan sal bû, lê ewê destpêka salên 1970-î be ew û xanima ya jî hevala xwe(navê wê nayê bîra min, belkî Gulşah bû) ji bo konserekê hatin Wêranaşrê.Xannima wî (ez dibêjim xanima wî bû?) ji herdu çavan kor, yanî hafiz bû û ew jî dengbêj bû û herduyan jî bi tirkî distira.
Îhsanî konsera xwe li salona sînema Heman da. Dem ya havîn ya jî payiz bû. Konser li derve bû û salon tije bûbû.
Bi qasî tê bîra min Îhsanî yekî kinik bû û simêleke wî ya pir gurr û mezin hebû, simêla ”komînîstan” bû.
Dema distira, şeyekî wî yê reş yê biçûk hebû, danîbû ber xwe û di nabê ra tim bi hêrs bi simêla xwe dixist, simêla xwe şeh dikir.
Vê yekê heyecaneke ecêb dida me.
Me dixwest em rabin û êrîşî bînayên dewletê bikin.
Starên bi kurdî dizanîbû ya na ez nizanim, lê di wê şevê da bi kurdî nestira.
Bes bi kurdî dizanîbû. Pir hindik em pê ra hinekî bi kurdî peyivîn.
Piştî konserê em çûn mala rahmetî Aslan Kaya. Wê şevê em çend heval heta derengê şevê me pê ra sohbet kir.
Berî em belav bibin diya Aslan ciyê wî û jinikê li odeyên cihê danî. Û me jê ra got, ciyê te li vir e û ciyê ”Gulşahê” jî li wir e.
Keniya got, nabe, got xewa wê bêyî min nayê, dibê hûn ciyê me li ba hev deynin.
Vê daxwaza wî em matmayî hîştibûn. Loma jî hîn di bîra min da maye.
Li ba me meriv jin û mêrê hev be jî li mala xelkê meriv nabêje ciyê me li ba hev deynin. Lê wî got.
Piştî salên 1973-î ez ketim nava siyaseta aktîv û Îhsanî jî hêdî hêdî ortê ji ortê wenda bû.
Dûra darbeya 1980-î hat û jiyana surgûniy dest pê kir.
Piştî hewqas sal, cara pêşî çend meh berê di malpera ANF-ê da min hevpeyvîneke wî dît.
Di wê hevpeyvînê da ez fêr bûm ku Îhsanî hîn sax e û li Diyarbekrê dimîne. Hevpeyvîn bi tirkî bû û qala jiyan û hin serpêhatiyên wî dikir.
Lê di hevpeyvînê da pirsa gelo dizane bi kurdî bistirê ya na û heta nuha qet bi kurdî kilam gotiye, jê nehatibû kirin.
Min ev yek weke kêmasiyekê dît û min nivîs rakir ji bo ku tiştekî li ser binivîsim, nameyekê jê ra bişînim, ya jî ji hin kurdên ku dikanin xwe bigihîninê bixwzim ku herin vê pirsê jî jê bikin.
Ji ber ku heta nuha min qet nebihîstiye ku Îhsanî bi kurdî gotiye.
Lê mixabin, min cangiranî kir û pê ra negîhand ku tiştekî binivîsim û vê pirsê jî bînim rojevê. Belkî kurdekî biçûya pê ra hevpeyvînek bikira û ev yek jî jê bipirsiya.
Cemal Sureya jî eynî wiha bû.
Berî mirina(ya jî kuştin) Cemal Sureya hevpeyvînek pê ra kiribûn min xwendbû. Di wirda qala serpêhatiya malbata xwe dikir, digot ew kurdê Dêrsimê ye, pistî serîhildana Dêrsimê ji welatatê xwe barkirine û diya wî bi tirkî nizanîbû. Û ji ber vê yekê jî diya wî li xerîbiyê gelkî zahmetî kişandibû û tim digriya.
Lê piştî ku ew mezin bûbû bi salan kurdayetiya xwe weke sirekî veşartibû heta ku rojekê hevalekî wî jê ra gotibû “kurdo.”!
Li hember vê matmayî mabû, ji ber ku nedixwest kurdbûna bête zanîn.
Wê demê di kovara Dogu Perînçek Ikibîne Dogru da nivîsên "portre"dinivîsand.
Min got ezê nameyekê jê ra binivîsim û bibêjim dema tu bi tirkî dinivîsî qet giriyê diya te nayê bîra te? Û tu nafikirî ku carê li ser xwe jî binivîsî?
Lê hîn min digot îro sibe, min hew carê bihîst ku lawê wî lêdaye û kuştiye.Yanî min pê ra negihînad ku du rêzan jê ra binivîsim.
Ya Îhsanî jî wisa bû.
Min got ezê ji wî fêr bibim hela qet bi kurdî kilam gotiye ya na?
Lê nebû qismet, ez dereng mam.
Dibê meriv karê îro tu carî nehêle sibê.
Çimkî dikane dereng be...

20 april 2009

Sebebê veqetandina Rojînê firingî, leymûn û îsot e

Herçiqas Rojînê dev ji TRT6-ê berda be jî lê minaqeşeyên li ser sebebên veqetandina wê hîn berdewam in.
Rojnamevanekî tirk ê bi navê Cuneyt Ozdemir jî di nivîsa xwe ya do da li ser vê meselê rawestiyaye û qala bûyereke pir ecêb, lê tam li gor mentalîteya tirkan kiriye.
Li gor Cuneyt Ozdemîr di nivîse, rengên “firingiya xayin, leymûna cudakar” û îsota kurdperwer “îşê Rojînê qedandine”, yanî bûne sebebê veqetandina wê.
Ji ber ku aşpêjê Rojînê di dema çêkirina xwarinê da firingî/şamik, leymûn û îsot dane kêlek hev û ev jî ne bê mane ye…
Li gor berpirsiyarê programa Rojînê, ev hersê sebze bi zanetî û bi mane danîne ba hev. Çimkî rengê van hesê sebzeyan(firingiya sor, leymûna zer û îsota kesk)dema tê kêlek hev dibe rengê ala kurd.
Li Tirkiyê kesên paranoyak jî dibin berpirsiyar.
Ozdemir bi rengekî tîrajî-komîk gotiye firingî, leymûn û îsot ”Li ser maseyê bi rengekî masûm li bendî hûrbûna xwe ne. Bîstek din ewê têkevin beroşa li ser êgir. Li studyoyê herkes li tarîfa vê xwarina ku bi kurdî tê kirin guhdarî dike. Di vê nabênê da ji hundur berpirsiyarek bi hîdet bazdide û dikeve studyoyê. Kişandin radiweste. Di cîda dawî li vê yekîtiya cudaxwaz ya firngiya sor, îsota kesk û leymûna zer tê anîn. Li studyoyê temeşavan şaşmayî ne, mîvan şaşmayî ne, Rojîn şaşmayî ye…
Ev tiştê min qal kir ne pêkenîn e. Bûyereke ji TRT6-ê ye, ez bibêjim karguzarî, hûn bibêjin sansor, yekî din bira bibêje çîrokeke bûdelayî yê. TRT-ê kanaleke muazem ya kurdî vekiriye û 24 saetan weşana bi kurdî dike. Lê nikane rê li ber bûyereke wiha bigre. Berpirsiyarekî xwenezan qebûl nake ku firingî, îsot û leymûn werin kêlek hev, ji vê yekê maneyekê derdixe û TRT6 jî nikane rê li ber vî kesî bigre.”
Dema meriv van rêzan dixwîne meriv naxawze bawer bike, lê mixabin rast e, çimkî li Tirkiyê nîjadperestiya tirk û dijminatiya li hember kurdan êdî sînorên îfradê jî derbas kiriye.
Meriv nikane xeyal bike, merivekî wiha nexeş çawa dikane di dezgeheke wiha da bibe berpirsiyar?
Ciyê însanên wiha ne TRT, dibê tîmarxane be.
Lê mixabin li Tirkiyê kesên wiha pir in û bi taybetî jî di TRT-ê da gelkî zêde ne. TRT bûye weke hêlîna faşîst û kemalîstan.
Tiştê xuyaye di meseleya vekirina TRT6-ê û avêtina hin gavên din da di nava dewletê da yekîtî tuneye û hukûmet jî hîn dudil e.
Heger ne wisa bûya piştî bihîstina vê bûyerê dibê ew kesê ku di nabêna firingî, leymûn, îsot û ala kurdî da têkilî dîtibû tavilê ji kar bihata avêtin û teslîmî tîmarxaneyê bihata kirin.
Lê em dibînin wiha nebûye, ne ev dînê zirzop, devjêberdan Rojînê hatiye qebûlkirin.
Bêguman ev yek jî şêla TRT-ê û heta dereceyekê şêla hukûmetê ya siyasî jî nîşan dide.
Rojînê piştî veqetandina xwe beyaneke nivîskî belav kir û di wir da got,
tu pêşniyareke wê qebûl nedikirin, gelek gotinên wê sansor dikirin, midaxeleyî her karê wê dikirin û bi çavê ”sûcdareke potansiyel” lê dinêrin.
Bêguman vana îthamên pir cidî ne, kesên xwedî şexsiyet dibê sansor û midaxeleyeke wisa tu carî qebûl neke.
Lê dema meriv nivîsa Cuneyt Ozdemîr dixwîne, meriv fêm dike ku Rojînê kêm gotiye zêde negotiye.
Ji ber ku qumsêrê dewletê mêrik tehamulî rengê firingiyê, leymûnê û îsotê nekiriye, gotiye ev kombînazyon ala kurd tîne bîra meriv.
Lê tiştê herî balkêş heta nuha bêyî Nîlufer Akbalê ji tu kesekî din deng derneket, li ser îthamên Rojînî kesî tiştek negot.
Tenê Nîlufer Akbalê çend gotin got û ew jî bi rengekî sergirtî îdîayên Rojînê red dike.
Akbalê li ser pirsa rojnamevanekî gotiye di kanalê da tu sansor tuneye û wiha domandiye, ”Herkesê ku em dixwazin em dawetî programa xwe dikin û her mijarê jî digrin programa xwe. Azadiya me bi tu rengî nayê astengkirin.”
Pir ecêb e, mêrikê tirk dibêje berpirsiyarê TRT-ê tehamul nekir ku firingî, leymûn û îsot werin kêlek hev, lê Akbal jî dibêje ”sansor tuneye, azadiya me nayê astengkirin.”Nuha em ji kê bawer bikin?
Em bibêjin Rojînê hinekî ”mezin” kiriye, le emê ji îdîaya Cuneyt Ozdemîr ra çi bibêjin?
Kurdiya Rojînê gelkî baş bû û di karê xwe da jî gelkî serkeftî bû. Rojîn meriveke ne cilq bû û dizanîbû çi dike û çi dibêje, ji bo ku xwe têxe çavê dewletê û qumsêrê li pişt perdê şelafî nedikir.
Bi taybetî di sohbetên xwe yên bi mîvanan ra weke mamosteyeka zimanê kurdî hereket dikir, gotinên tirkî û kurdiya şikestî bi şiklekî pir xweş rast dikir.
Ya din naveroka programa wê jî ne tenê muzîk bû, perçeyên civakî û siyasî jî tê da hebûn. Vê yekê jî rengek û tameke din dida programê.
Lê diyar e berpirsiyarên TRT-ê ji vî aliyê programê aciz bûn. Û li alî din jî ji însanên jêhatî û sergiran bêtir, li kesên cilq û şelaf digerin.
Piştî veqetandina Rojînê qala Berdan Mardînî hate kirin, gotin TRT-ê bi wî ra peyman çêkirye.
Lê ev xeber rast derneket, nuha dibêjin bi Guler Işikê ra li hev kirine, di demeke nêz da ewê dest bi programeke bi navê ”Gula Çiyan” bike.
Ev herdu nav jî nîşan dide ku TRT Şeş li elemanên ”mêşinî” û ne siyasî digere. Û dixwazin naveroka programê jî ji kurdayetiyê dûr bixin, bikin arabesk.
Helbet kanal ne ya kurda ye, ya dewletê ye, dewletê weşaneke li gor hesab û menfeeta xwe bike.
Lê li gel vê jî dibê li hember hin şaşiyan, hin tahrîf û lîstikên siyasî meriv bêdeng nemîne.
Ji ber ku TRT Şeş kanala dewletê ye nayê wê maneyê ku çi tevlihevî û xerabiyê bike emê bêdeng bimînin…

19 april 2009

Sîstema eşîrtiyê nasnameya kurd heta îro parastiye

Do li Diyarbekrê li Zanîngeha Dîcleyê bi navê "Ji herêmtiyê heta bi modernîzmê li Başûrêrojhilat eşîr” panelek hat li darxistin.
Di panelê. Dr. Mehmet Salih Erpolat, Dr. Serkan Sari, Dr. Metin Gültekin û Doç. Dr. Mazhar Bagli li ser têkiliyên eşîrtiyê û tesîra wê ya li ser nasnameya kurd cihê cihê rawestiyane û gelek tiştên balkêş gotine.
Heger pir dirêj nebûya minê bi kurtî qala dîtinên hemû panelîstan bikira. Ji ber ku di dîtinên hemûyan da jî ji bo kurdan hin nuxteyên pir girîng û balkêş hene.
Lê ji bo ku pir dirêj nebe di vê nivîsa xwe da ez dixwazim tenê qala tespîteke Dr. mazhar Bagli bikim.
Mamosteyê Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Mazhar Bagli, di axaftina xwe da li ser modernîzmê û eşîrên kurdan rawestiyaye û gotiye herkes eşîrtiyê weke bingeha hemû xirabiyan dibîne, lê ji bo kurdan ev ne rast e û divê wisa neyê dîtin.
Mazhar Bagli di axaftina xwe da gotiye, aliyên eşîrtiyê yên baş jî hene û yên xerab jî hene û dûra jî wiha gotiye:
”Dewletê hertim xwestiye ji merkezê mudaxeleyî rêxistina eşîrtiyê bike, lê eşîran jî ji bo ku urf û adetên xwe biparêzin hertim têkiliyên navxwe xurttir kirne. Sîstema eşîrtiyê hertim xwestiye xwe li hember midaxeleyên derve biparêze. Her çiqas dibêjin pergaleke feodal heye jî lê ez tevî vê dîtinê nabim. Rêxistineke xwezayî û civakî bi pêşketiye. Ev nayê wê maneyê ku ez hemû aliyên eşîrtiyê diparêzim. Rêxistina eşîrtiyê nasnameya kurdan heta nuha parastiye.”.Di van gotinên Mazhar Bagli da tespîta ”sîstema eşîrtiyê nasnameya kurd hata nuha parastiye” tespîteke pir girîng û rast e.
Wek tê zanîn heta salên 90-î bi navê çepîtiyê, sosyalîzmê, modernîzmê û pêşverûtiyê herkesê çep û demokrat li dijî sîstema eşîrtiyê bû, parastina eşîrtiyê weke paşverûtiyê didîtin.
Lê di esasê xwe da li gor şertên kurdan yên siyasî, aborî û civakî parastina vê dîtinê şaş bû, li dijî hebûna miletê kurd bû.
Lê çepên kurd ev yek nedidîtin û bi navê ”li dijî feodalîzmê, şêxîtiyê, axatiyê û eşîrtiyê” mil didan helandin û asîmîlasyona miletê xwe.
Li Ewrûpayê feodalîzim, derebegî û sîstema eşîrtiyê li hember yekîtiya netewî û avabûna dewletên merkezî û netewî asteng bûn.
Loma jî hêzên kapîtalîst û dûra jî hêzên çep ji bo avabûna bazareka netewî li dijî feodalîzmê û hebûna eşîran bûn. Ji ber ku vê têkiliyê nedihîşt bazareke mişterek û dewleteke netewî ava bibe.
Lê şertên Kurdistanê gelkî cuda bû. Bi tasfiyebûna eşîran ra bazar û dewleteke kurd ya netewî ava nedibû.
Belovacî vê, kurd bi temamî diketin bin kontrola dewleta tirk û bazara tirkî. Berê têkiliyên kurdan zêde bi bazara Tirkiyê ra tunebû, kurd xwe bi xwe bûn, hilberîna wan ji bo bazara hundur bû, kurdan malên xwe difrotin hev.
Kurdekî Qerejdaxê hiriya xwe, şîrê xwe, mastê xwe, rûnê xwe, birinca xwe dibir Wêranşarê, li wir difrot.
Û loma jî zimanê bazara Wêranşarê heta salên 80-î bi kurdî bû.
Lê bi pêşketi û mezibûna bajaran û jiyana bajartiyê re rewş hate guhertin, kurd êdî bûn bajarî û bajartiya îro jî otomatîkman tirkbûnê bi xwe ra tîne.
Bi dijîtiya li hember eşîran me çewtiyeke mezin dikir. Ji ber ku dewleteke me ya serbixwe tunebû û di ser da jî em miletekî bindest bûn.
Li Kurdistanê pêşketina kapîtalîzmê, çêbûna bazareke netewî weke ku li Ewrûpayê bûbû yekîtiya me ya netewî xurt nedikir, zimanekî yekgirtî çênedikir.
Bi eksê wê, dibû sebebê asîmîlasyona kurdan û entegrrbûna wan ya bi bazara tirk ra.
Bala xwe bidinê, li her dera ku bajarvanî û têkiliyên kapîtalîzmê bipêş ketiye kurd heliyan e û bûne tirk.
Ji ber ku dewlet ne dewleta kurd e, loma jî zimanê tîcaret û bazarê jî ne bi kurdî ye, bi tirkî ye.
Kurdî tenê li gundan maye. Li hemû bajarên Kurdistanê piştî 3-4 cîlan(neslan)zimanê kurdî wenda dibe û dibe tirkî.
Çavkaniya ku kurd weke milet heta roja îro aniye gundîtî û eşîr in. Bi xêra hebûn û jihevdaneketina eşîran ziman, kultur, muzîk, edebiyata devkî û urf û adetên kurdî heta îro hatine parastin.
Heger ne ev çavkaniya eşîr û gundîtiyê bûya nuha zimanê kurdî miribû, muzîk û edebiyata kurdî tunebû.
Di şertên îro da bajar kurdan û zimanê wan weke aş dihêre. Û dema ziman nemîne mesele dikeqede, em dibin tirk û wesalam.
Heta salên 70-80-î li hin bajar û qezayên Kurdistanê yên ku tam nebûbûn bajarên modern, hîn nîvgund bûn zimanê bazarê bi kurdî bû, lê îro ne wiha ye, dema bajar tam dibe bajar kurd jî tam dibin tirk.
Çimkî dewlet, çapemenî, perwerde û zimanê bazarê bi tirkî ye. Dema dewlet ne ya meriv be piştî demekê bazar jî ji destê meriv derdikeve û dibe bazara xelkê.
Û dema bi dewletê ra bazar jî bibe ya xelkê, meriv dikeve prosesa mirinê.
Kurd nuha ketine wê prosesê.
Lê Xwedê kir ku têkoşîn û liberxwedaneke pir mezin heye, vê yekê dewlet hebekî sist kiriye.
Heger di nava van çend salên pêş me da kurd hin mafên netewî bidest nexin îşê wan pir û pir xerab e.
Ji ber ku êdî ne dewleta tirk tenê, bajar û teknîka îro jî hebûna kurdan tehdît dike.

18 april 2009

Jinikê diz girt û ji xwe ra kir koleyê seksê

Îşev jî bira nivîseke magazîn be. Herşev siyaset siyaset dibe ku hûn aciz bûbin. Dinya tenê ne siyaset e, bûyerên wiha jî li vê dinyayê diqewimin.
Hema tiştê ez dizanim dinya li ber xerabûnê ye...
Li vê dinyayê tiştên wiha dibin ku sînorên fantaziya meriv derbas dikin, meriv tenê dikane di xewnên şavan da bibîne.
Lê êdî tiştê ku meriv di xewnan da jî nabîne di rastiyê da bûne bûyerên normal û dikane were serê herkesî.
A ji we ra nimûneyeke.
Li gor rojnameya Swêd Aftonbladet dinivîse, li Rûsyayê li bajarê Mesjtjovskayê jineke şefa salona xweşikiyê dizekî 32 salî, dema ku xwestiye wê bişêlîne girtiye û bi kalorîferê ve girêdaye û çend rojan tecawizî wî kiriye.
Yê diz dema xwestiye xwediya salonê bişêlîne jinikê bokeseke dişibe yên Mehemed Alî li devê wî xistiye.
Diz reben bi derbê ra gêj bûye û ketiye erdê. Piştî dizê feqîr li erdê bûye term, jinikê cendekê wî kişandiye ber kalorîferê û ew baş pê va qeyd û bend kiriye.
Xêr û guneh li hustuyê rojnameyê, dibêje rojeke tahtîlî diz tam berî girtinê, dema dîtiye ku bêyî xwediya salonê kes li salonê nemaye, hêdîka ketiye hundur û xwestiye pere û hemû tiştmiştên salonê bişêlîne.
Efendî ne destvala, tew di ser da bi sîleh jî bûye. Camêr bi profesyoneliyeke dizên di fîlmên tirkan da şeşderba xwe kiriye sînga şefa salonê û pê da qîriyaye, gotiye:
-Zû peran bijmêre ser kurkê xalê xwe!
Li hember vê tehdîda diz, şefa 28 salî ne tirsiyaye û ne jî xwe tertilandiye. Bi rengekî pir sakin bêrîkên xwe vala kirye, gotiye, kerem bike, were, virda were û hemû pere rokiriye ber xwe û fermo:
-Baş e, a ji te ra pere.
Û yê diz jî dema çavên wî li peran ketiye, çav li serî bûne tas û bi kêfxweşîyeke mezin xwe avêtiye ji ser peran da.
Lê tam dema xwestiye peran ji erdê rake jinikê derbeke baş li devê wî xistiye û li erdê kirye çît.
Lê telefonî pûlis nekiriye.
Û dûra jî bi elementê(kalorîferê)ve baş girê daye, pantor û derpê jê kirye û weke miqlaciyekê lê siwar hatieye.
Du rojan bi vî hawî tim dizê reben mecbûrî kirinê kiriye. Êdî wer bûye ku dizê me ji taqet û hêz da ketiye, ketiye rewşeke ku rebeno nikanibe mêşan ji xwe biqewitî ne.
Lê xanimê dîsa dev jê bernedaye, îcar bi zor Vîagra li ser Vîagrayê pê daye xwarin û dûra jî li siwar hatiye û ajotiye û ajotiye...
Welhasil ez serê we neêşînim, piştî du rojan êdî dizê me ketiye halekî wisa ku kîloyek Vîagrayê jî nikanîbûye “mêrikê” wî tevbilivîne.
Piştî ku jinikê dîtiye bêxwediyên Vîagra jî bi kêrî tiştekî nayê rabûye du şîrmaq li qûna dizê me daye û gotiye de here, oxira te ya xêrê be.
Bi berdan rê dizê me revîrevî berê xwe daye nexweşxaneyê û li wir kiriye gazî û hawar.
Li nexweşxaneyê telefonî pûlis kirye û serpêhatiye xwe ji serî heta dawî jê ra gotiye.
Rojname dinivîse, dibêje nuha herdu jî dikanin ceza bixwin, mêrik ji ber diziyê û jinik jî ji ber tecawizê.
Piştî ku min xeber xwend, min ji xwe ra got baş e ku ev xeber di rojnameyên tirkî û kurdî da nehatiye weşandin.
Heger kurd bi tiştekî wiha bihesin ez ditirsim qefle bi qefle berên xwe bidin Rûsyayê û salona xanima bokor.
Xwedê teala meriv ji bêtarên giran bisitirîne...

16 april 2009

Êdî kurd dikanin di meclîsa Tirkiyê da bi kurdî bipeyivin

Diyar bû ku êdî kurd dikanin di meclîsa Tirkiyê da bi kurdî bipeyivin.
Lê helbet dema bixwazin.
Ez ditirsim îcar ew nexwazin.
Ya xerab û sosireta mezin ew e.
Wek tê zanîn Ahmet Turk di 24-ê sibatê da di grûba DTP-ê ya meclîsê da piştî tirkî bi kurdî jî çend gotin gotibû, feqet telewîzyona meclîsê di cîda axaftina wî birî bû û piştra jî li Tirkiyê qiyamet rabûbû.
Li ser gilîkirina Mehmet Turk, Murat Ateş, Sabît Înce û Bulent Guven, serdozger di heqê Ahmet Turk da doz vekiribû.
Ev doz do gihîşt netîceyê û serdozger di heqê bûyerê da biryara betalkirina dozê da.Yanî serdozger hewceyî dozvekirinê nedît.
Serdozger di biryara xwe da dibêje, ne li gor qanûna bingehî û ne jî li gor qanûna partiyên siyasî di meclîsê da derî tirkî axaftina bi zimanekî din ne qedexeye.
Dîsa di destûra meclîsê da jî di derbarê zimanên civînan da yanî di civînan da ewê bi kîjan zimanî were peyivandin tu made tuneye.
Bîrûraya giştî û hemû kurdan heta nuha wisa dizanîn ku di meclîsê da axaftina bi zimanê kurdî li gor qanûnên heyî qedexe ye.
Lê waye derket ortê ku tu di vî warî da li hember axaftina bi kurdî tu astengeke qanûnî tuneye.
Îcar piştî ku wihaye, wê demê divê mebûsên bi kurdî dizanin ji nuha û pê va di meclîsê da bi kurdî bipeyivin.
Ev yek, ya din jî divê hemû civînên xwe ya grûba meclîsê jî bi kurdî bikin. Û ji bo kesên kurdînezan jî tercumanan bikar bînin.
Neqedexebûna kurdî ji bo DTP-ê fersendeke dîrokî ye û divê ev fersend bi dûzan û bi rêk pêk were bikaranîn.
Tirk di gelek civînên meclîsê da ji bo lalan tercumanan bikar tînin. Dibê DTP jî ji bo parlamenterên xwe yên kurdînezan tercumanan bikar bînin û gelşa hevdumefêmkirinê bi hawî ji ortê rakin.
Heta nuha digotin qedexeye loma em napeyivin, lê waye diayr bû ku tu qedexe tuneye, kesê bixwaze dikane bêyî tirkî bi zimanekî din bipeyive.
Heger parlamenterên DTP-ê yên kurdîzan di gotinên xwe da samîmî ne divê ji îro û pê va dest bi axaftina kurdî bikin.
Dema parlamenterên DTP-ê gaveke wiha bavêjin ewê him hêdî hêdî rê li ber resmîbûna kurdî xweş bikin û him jî dilê miletê kurd feth bikin.
Gotineke kurdan heye, dibêjin şar dûr e, ma mişar jî dûr e…
Heta nuha asteng qanûn bû, diaht gotin ku qanûn rê nade bi kurdî bipeyivin. Lê nuha waye serdozgerên wan bi xwe gotiye, ne li gor qanûna bingehî, ne li gor qanûna partiyên siaysî û ne jî li gor destûre meclî tu madeyeke ku axaftina kurdî yasax dike tuneye.
De ji viya çêtir, heger ne derew e kerem bikin û bi zimanê xwe bipeyivin.

15 april 2009

Heger siyasetmedarên tirk ne bêzirav bûna leşker nikanîbûn wiha li wan siwar bûna

Ev du roj in çapemeniya tirk bi heyecaneke pir mezin axaftina serokerkanê giştî Îlker Başbûg şirove dike.
Hinek dibêjin axaftina wî pir ilmî û pir cidî bû.
Hinek dibêjin baş bû lê di filan cî û filan cîyî da neheqî kir, dibê wiha negota.
Hinek jî dibêjin di axaftina xwe da li dîncî û kurdan hinek neheqî kir, dibê hewqas neçûya ser hêzên dîndar û wesaîre…
Lê kêm kes dibêje axaftineke wiha ne mafê Başbug e.
Çi dibêje bira bibêje qet ferq nake, mafê serokerkanekî tuneye weke serokwezîrekî li ser meseleyên welatekî yên siyasî û çareseriya wan dîtina xwe û ya artêşê bibêje.
Tiştekî wisa bêqanînî ye, sûc e.
Li welatekî demokratîk sikandaleke wiha ne mimkûn e, serokerkan nikane weke siyasetmedarekî axaftineke siyasî bike.
Tiştên wiha ancax li welatên paşdemayî, welatên ku di bin teselûta leşkeran da ne mimkûn e.
Heger li Tirkiyê demokrasî hebûya û çapemeniya tirk jî bi qasî misqalê ziriq nesîbê xwe ji demokarsyiyê girtibûya yek rojnamevan jî nediçû li axaftina Başbûg guhdarî nedikir.
Lê ji ber ku çapemeniya tirk çapemeniyeke emirqûlî û di bin emrê leşkeran da ye loma jî hemû giregirên medyayê tam tekmîl beşdarî civîna wî bûn û bêfedî û bêheya 9 kanalan jî hemû axaftina Başbûg zindî dan.
Tu carî 9 kanalan axaftian serokwezîr ya jî serokkomar bi hev ra nedane, ê ya serokerkan didin.
Ji ber ku çapemeniya tirk ji xulamtiya leşkeran hez dike, ji bo wan şerefa herî mezin ew e ku pesnê generalekî bidin.
Ev ne cara pêşî ye ku çapemeniya tirk wiha dike. Kîjan serokerkan dibe bila bibe, hertim vê girîngiyê didin civîn û axaftinên wan.
Û bi vê yekê jî mudaxeleyên leşkeran di çavên xelkê da muşrû dikin. Çapemenî, rewşenbîr û siyasetmedar li dijî kirinên leşkeran yên antîdemokratîk dernekavin, bi vacayî wan diparêzin, normal dibînin.
Çimkî nesîbê xwe ji demokrasiyê negirtine, kêfa wan ji bindestî koletiya leşkeran ra pir tê.
Loma jî bi lez û bez diçin her civînên leşkeran. Heger mensûbên medyayê, rojnamevanên bi nav û deng merivên demokrat bûne ewê neçûna li axaftina wî guhdarî nekirina.
Heger çapemenî weke çapemeniya xelkê bûya nuha ji dêlî pesnê wê gotinê û vê gotina Başbûg bidana, dibê nuha herkesî ew rexne bikira, bigota mafê te tuneye tu axaftineke wiha bikî.
Lê şêleke wiha ji çapemeniya tirk pir dûr e.
Başbûg di axftina xwe da got, ”weke dewlet me tu carî nexwestiye hemwelatiyên xwe yên kurd asîmîle bikin, asîmîlasyon weke sîstem nebûye siyaseta dewletê.”
Ji ber ku mêrik dizane ku kesê jê ra bibêje tu çawa dikanî dereweke wiha mezin bikî, tiştekî wiha ne rast bibêjî?
Ma ne ji perwerdeya bi zimanê kurdî bigre heta bi elîfba û navên kurdî, hemû qedexe ne, siyasetmedarek nikane di civînekê da bi kurdî bibêje ”hela ji kerema xwe ra tasek av bidin min”, de îcar ev ne asîmîlasyon e le çi ye?
Ev 80 sal in dewletê bi hemû îmkanên xwe hewil daye ku kurdan asîmîle bike lê hew kanîbûye.
Loma jî îdîaya ”dewletê nexwestiye kurdan asîmîle bike” dereweke bi boçik e û Başbûg bixwe jî viya dizane…

14 april 2009

AKP-ê dîsa zor da terorê

Ev du roj in dewleta tirk dîsa li kurdan kiriye ferman, davêjin ser malên kurdan û bi zor û eziyeteke mezin însanan digrin binçavan.
Li gor çapemenî dinivîse heta nuha pûlis û tîmên taybet li 15 bajaran avêtine ser 90 ciyî û li dora 70 DTP-yî girtine binçavan.
Di dema sergirtina malan da gelek derî şikandine û gelek çavsorî û neheqî li însanan kirne.
Dewleta tirk wiha ye, mehekê êrîşî kurdan neke, zulmê li wan neke, wan negire, nexe hefsan sebra wan nayê.
Çimkî li gor siyaseta dewletê dibê kurd tim werin nerehetkirin, tim werin terorîzekirin.
Dibê kurd tu carî rehet nekin, fersend çênebe ku bi tiştekî din mijûl bibin, xwe bi pêş xin.
Dibê kurd bi rengekî bênabên tim di nava şer da bin, tim di bin êrîş da bin, tim di parastinê da bin.
Belkî jî AKP bi van êrîşan întîqama têkçûna hilbijartinan ji kurdan digre, dibêje dema hûn li nasnameya xwe xwedî derkevin halê we ev e.
Bi van êrîşan dixwazin kurdan çavtirsiyayî û serkut bikin. Lê kurdan heta nuha gelek badîreyên wiha li pey xwe hîştine, bi êrîşên wiha miletê kurd dev ji doza xwe bernade.
Çawa ku heta nuha gelek caran hesabê dewletê şaş derket, bi êrîşên wiha jî ewê hesabên wan şaş derkeve.
Bi girtina çend kesan kurd naqedin. Êrîşên wiha ewê miletê kurd bêtir bisû, bêtir li doz û têkoşîna netewî germ bike.

Jin jî dikanin zalim bin

Li Tirkiyê dema tu bibêjî ez kurd im, tu zarok bî jî tu ji lêdan û zulmê xelas nabî.
Ji ber ku li Tirkiyê qanûn tuneye.
Û ciroviroyên hene jî ji bo kurdan derbas nabin.
Û dera ku qanûn lê tunebe bêguman meriv nikane qala heq, huqûq û edaletê jî bike.
Li dera bêqanûn tenê zulm û zalimî heye.
Dema di Ozgur Polîtîkayê da min ev xebera jêr xwend, ez di ciyê xwe da tevizîm û min ji însaniyeta xwe fedî kir.
Ji bo ku meriv kîn û nefreta li hember kurdan fêm bike ev bûyer fikrekê dide meriv.
Li dibistaneke seretayî ya Esenyurta Stenbolê gedakî kurd yê bi navê Kadîr Karadag (13 salî) dixwaze di sinifa xwe da straneke bi kurdî bibêje.
Lê mamosteya wî li hember vê daxwaza Kadir Karadag dîn û har dibe û bi bedena Kadirê reben dikeve, weke hova lêdaneke mezin li Kadirê 13 salê dike.
Kadir Karadag bi dilpakî û safiyeke zaroktiyê bi hevalên xwe ra dixwaze staraneke zarokan ya bi navê ‘Bixwurîne’ bibêje û ji bo vê yekê jî ji mamosteya xwe Ayşe Kokê destûrê dixwaze.
Lê Ayşe Kok ji dîlî ku destûrê bide Kadirê 13 salî, radibe li Kadir dixwe, îşkenceyeke hovane lê dike.
Kadir Karadag tiştê hatiye serê xwe wiha îzah dike:
“Min ji re got, ‘Mamoste ez dikarim stranek kurdî bêjim?’. Wê jî ji min re got ‘Were vira ezê kurdî nîşanî te bidim’. Piştî min dît aciz bû, min lêborîna xwe xwest û ez rûniştim. Cardin got, ‘Ez heta sisiyan dijmêrim were vira’ bang min kir. Ez jî çûm cem wê. Ji min ra got tu dê kîjan stranê bêjî? Min jî got stranek bi navê ‘Bixwirîne’ heye. Piştî vê 4 çîrmaq li min xist. Min xwest biçim cihê xwe bi îşlikê min girt û ez paşve kişandim. Kincên min dirand. Min xwest ez birevim, qirika min givaşt. Bêhna min derneket. Çar mist jî li rûyê min xist. Lêva min xwîn bû. Ji min re got ‘Here li wir rawest e’. Piştre berîka min jî dirand. Piştre ez giriyam û li ser vê yekê ez li erdê xistim. Li erdê jî serê min li dîwar xist. Ez rakirim cardin li dîwar xistim. Piştre ez derketim çûm tuvaletê û vê carê hate cem min û got ‘tu nizanî ku ze ji kurdî hez nakim?’. Min jî got na. Lê cardin li min xist. Bi îşligê min girt û ez birim cem Mamoste Erkan û jê ra got, gazî bavê wî bikin bila bê wî bibe. Serê min gêj bû û dilê min rabû. Ez ji xwe ve çûm û ketim tuvaletê. Hevalên min ez birim nexweşxaneyê.”
Mamosteyeke jin, ji bo ku xwendevanekî destûra gotina straneke kurdî jê xwestiye zulmeke çawa li zarokekî 13 salî dike.
Diyar e bi hin însanan ra hestên cenewaran heye.
Mamosteyên din midaxele nakin, mudûr midaxele nake.
Ban bavê lêwik dikin. Dema bavê lêwik tê li gel ku gelek kesî bûyer dîtiye lê dîsa jî kes newêre şahidiyê bike, jê ra dibêjin tişt nabe, zêde mezin neke.
Qanûnên tirkiyê yên heyî jixwe ne tu qanûn in û naşibin yên dinya medenî. Lê yên hene jî dema dor tê kurdan ji ortê tên rakirin.
Îcar ji ber ku însan dizanin ku lêdan û kuştina kurdan li gor qanûnên heyî ne sûc e loma jî yê zora wî li yekî kurd tê dipelçiqîne, zulê lê dike.
Mamosteyeke zalim, bêûjdan û bêmerhemet dikane weke înşkenceciyeke kampên naziyan zulmeke wiha li zarokekî 13 salî bike.
Û dîsa jî kanibe weke mamoste bixebite, li ser karê xwe bimîne.
Lê dibê neyê ji bîrkirin ku zalimî ji zeîfiyê tê, însanên zeîf û bitirs zalim dibin.
Zalimiya tirkan nîşan û îspata zeîfiya wan e.
Miletê kurd ewê rojekê dawiyê liv ê zulm û hovîtiya dewleta tirk jî bîne, ew dem pir ne dûr e.