24 mars 2009

Ziman him dost e him dijmin e

Minaqeşeyên li ser nivîsa min ya do(Siyasetmedarên kurd kurdan dikin tirk)berdewam in. Heta vê saetê gelek xwendevanî dîtinên xwe yên li ser mijarê anîn zimên û gelek şiroveyên hêja kirin.
Lê çend xwendevan di rexneyên xwe da pir pêş da çûn û ji xelkê û miletê kurd ra hin gotinên nexweş kirin.
Heta nuha min çend caran ji xwendevanan rica kirye ku di rexneyên xwe da heqaretê li şexs û hêzan nekin.
Heqaret û xeber na karê însanên siyasî ye. Dibê em hevûdu rexne bikin. Lê ne bi çêr û heqaretan. Dibê meriv termînolojiyeke siyasî bikar bîne.
Heta nuha min nivîsên kesî neguherandiye û navêtiye lê ji nuha û pêva dema pêwîst be ezê bikim.
Rica min ji we ev e ku min mecbûrî viya nekin. Dema meriv devê xwe xera dike û xebera dide, mistewa minaqeşê nizm dibe.
Ya din, mafê yê hember jî çêdibe ew jî eynî mafî ji min bixwaze, ew jî bixwaze eynî heqaretan bike.
Xwendevanekî qîma xwe bi êrîşên PKK-ê û DTP-ê jî neaniye, ji miletê kurd ra jî gotinên gelkî ne xweş kiriye, bi rastî eyb e. Dibê meriv li hember miletê xwe hewqasî jî bêhurmetiyê neke.
Li ciyê kar min hin şirove xwendin û pê êşiyam. Min digot belkî ezê kanibim hin gotinan biguherînim.
Lê nuha ez fêr bûm ku ev yek ne mimkûn e, meriv nikane şiroveyan biguherîne, tenê meriv dikane bi tevayî bavêje.
Loma jî, bira Qirxê Amedê li qusûra min nenêre, min ji mecbûrî şiroveya wî avêt.
Heger mimkûn bûya minê tenê çend gotinên wê biavêta, lê ji ber ku ev yek ne mimkûn bû, min hemû nivîs jê derxist.
Ez hêvî dikim ku Qirxê Amedê, ewê ji ber vê ”sansora min, ji min tûre nebe û navê min jî neke nava lîsteya dijminên xwe.
Kurd dibêjin:
”Zimanê dirêj eduyê seriyan e.”
”Ziman him dost e, him dijmin e.”
“Ziman kilîta dilan e.”
Ya jî “zimanê şîrîn mêr ji qulê derdixe”.
Bi kurtî, li gor baweriya min di rexneyên xwe da, kes û hêza em rexne dikin em çiqasî jê hez nekin jî, dibê em xeberan nedin û meseleyê danexînin mistewa heqaretên şexsî.
Heger em naxwazin xelk gotinên ne xweş ji me ra bibêjin, dibê em jî ji xelkê ra nebêjin.
Abdullah Gul îdîa kurdan red kirHin malperên kurd do bi dilşadiyeke pir mezin manşêt avêtin û gotin, Abdullah Gul li kurdan hatiye rahm û keremê û ji Kurdistanê ra gotiye, “herêma Kurdistanê.”
Weleh êdî ji kurdan ra mirin tuneye, serokkomarê Tirkiyê ji kurdan ra gotiye “merhebe!”
Do dema min xeber xwend, rastiya wê pir neket serê min, çimkî tirk viya belaş nabêjin, berî wê, dibê kurd hin gavên ku ew dixwazin bavêjin, yanî dibê kurd ji tirkan ra ruştê xwe îspat bikin.
Piştî ku kurdan ev daxwazên tirkan bicîanîn, dûra tirk dikanin ji Kurdistanê ra bibêjin Kurdistan...
Lê vê kêfxweşiya hin kurdan pir kin ajot, îro, di dema vegera xwe da Abdullah Gul ev îdîa ku wî navê “Kurdistanê” girtiye devê xwe(tobe tobe, qey xirifî ye)red kir û got:
“Esas min ew îfadeya hûn dibêjin bikar neanî. Lê li gora qanûna esasî ya Iraqê li bakurê Îraqê hikûmeteke kurd ya herêmî heye, me ev got û min bi serokwezîrê wan ra jî hevdîtinek pêk anî.Vana tiştên normal in.”Yanî camêr gotina ”Herêma Kurdistanê” bikar neaniye, kurdan buhtan li mêrik kirine.
Yaho ev tirk jî çiqasî bêbav in, mêrikan dibêjin "Nûh", nabêjin "Pêxember". Kurdên feqîr li bende vê efuya wan kevzikî bûn...

2 kommentarer:

  1. Xalê Zınar!
    Demakî berê min gotıbu Kurd u Kurdistan "Yehya ê" Tirkane. Lê belê Gül jî ev îsbat kir. Çaxa ku gotin, te gotî Kurdistan wî digot evê ku te gotî, min negotîye. Lewra çaxa ku bêje Kurdistan tu zanî ê tir bikin avdestê here.Ev kelîma ne mimkune ku li devê wan derkeve.
    Demakî zuda balafira ku li ser Kurdistan nivîsiwu MSB nîyê wan go bila di hewarabe jî bila ser Tirkîyêra derbas nebe.Dîsa minjî di şîrova wê nivîsê de min teklîfek nivîsand. Min go"Heyran qet meqeherin. Bila li ser wê balafirê nivîsê xera nekin, lê belê çaxa ku ket saha tirkan bila paçekî dirêj ser wê nivîsê bigrin mesele namînê u pirsgirêk xelas dibe." Henek li alîya kî, Raste Tirk li bala be, li ser hîvê be tehemula navê me nakin. Tehemulkirina wan bi zixta zorêye.
    U ê rojekê miheqeq ê bêjin "YEHYA"
    Bi silaf u rêz xawarzîyê tey REHAWÎ.

    SvaraRadera
  2. Xalo,

    Bawer bike ku min tu nekiriye "lîsteya dijminên xwe". Nikarim bikimê jî. Helwesta te ya kurdîperest u kurdistanî li ber chavan e.

    Bila kekê hêja Rehawî ji ber rexneya min zêde serê xwe pê nehêshîne. Min pes nekiriye. Yên ku ez ji dîn u îmanê derxistime, ne dijmin in, kurd bi xwe ne. Ji ber vê yekê min got, yan ez ê kurdan bikujim yan jî ez ê oxira xwe ji kurdan bixwazim. Belê, min biryara xwe ji bo "oxirxwastin"ê da. Wekî ku min got, ez ê pishtî chend mehan herim li Îsraîl'ê bi cî bibim u malbata xwe li wir ava bikim u xwe jî qet bi halê kurdan neshewitînim. Helbet ez ê fikrên xwe jî hertim bi eshkere biqîrim.

    Êdî ez qet hizir nakim ku bi kurdîtiyê va bihême girêdan. Pêwîstiya min bi miletekî wekî cihuyan heye. Miletekî berz u xwedî nijadekî seglawî.

    Silav u hurmetên dilgermî

    Qirixê Amedê

    SvaraRadera

PARVE BIKE