08 mars 2009

Xwezî hemû "vizbûnên" Ocalan wiha bûna

Ev du roj bûn ez hinekî meşxûl bûm. Min fersend nedît ku daxwiyaniya Ocalan ya vê hefteya dawî bixwînim.
Malpera Netkurdê do xebera vê beyana Ocalan da û got ku Ocalan dîtina xwe ya derbarê TRT6-ê da guhertiye.
Li gor xebera Netkurdê, Roj TV-ê ev beyana Ocalan di malpera xwe da belav kiriye lê ne bi temamî, beşa li ser TRT6-ê sansur kiriye.
Weke tê zanîn, heta nuha dîtinên Ocalan yên di vî warî da pir negatîv bûn û heta Ocalan di hevdîtineke xwe da TRT6 weke ”wersiyoneke korîcîtiya/cerdevaniya nuh” binav kiribû.
Bêguman Roj TV-ê jî heta nuha li gor vê dîtina Ocalan weşan dikir. Lê di vê hevdîtina dawî da Ocalan, ev dîtina xwe guhertiye û TRT6 weke ”gavake baş” dîtiye.
Ocalan di hevdîtina xwe ya vê hefteyê da dîtinên xwe yên di vî warî da wiha aniye zimên.
”Cardin vekirina TRT şeşê, vekirina enstîtuyan di hevdîtinên 5-ê mijdarê de li Amerîkayê hat biryardan. Mimkin e meriv vê gavê wek gaveka sembolîk, geveka baş binirxîne. Lê armanca wê cuda û naveroka wê zeîf e. Ya giring naverok e lê naveroka wê vala dikin. Van wek propagandayê hilbijartinan bikar tînin. Em li dij in ku wek wasiteyeka hilbijartinê bê bikaranîn.”Weke tê dîtin, fikir guhertina Ocalan pir eşkere ye. Çend hefte berê Ocalan û hevalên wî ji bo TRT6-ê digotin, ”wersiyoneke cerdevaniyê û cerdevaniya siyasî”ye, lê nuha waye gotiye, ”Mimkin e meriv vê gavê wek gaveka sembolîk, geveka baş binirxîne.”Helbet ev cara pêşî ye ku Ocalan di demeke kin da tiştên li dijî hev dibêje û fikirê xwe diguhere.
Ya jî hinek li ser navê wî diguherin.
Bi ya min di vî warî da ev ”çerxkirina” Ocalan tiştekî pir baş e û divê meriv jê ra neke kêmasî û serhevde.
Ji xeteke şaş û ne li kara miletê kurd, berbi xeteke baş û di lehê miletê kurd da dîtin guherandina wî pir baş e û dibê meriv pê kêfxweş bibe.
Bira hema hemû ”çerxkirinên” Ocalan ev bin. Divê kes û hêzên derî PKk-ê vê dîtina Ocalan derxin pêş û pozîtîv bibînin, jê ra nekin kêmasî
Ji bo Ocalan ev ”çerxkirin” ne zahmet e û tu gelşê jî bi xwe ra nayne, çimkî kes nikane hesabê vê guherînê jê bipirse.
Lê ji bo serok û berpirsiyarên KCK-ê, ji bo hunermendên MKM-ê û gelek kesên din helbet ewê wisa ne hêsan be ku di rojekê da dev ji şêla xwe ya berê berdin û TRT6-ê "weke gaveke pozîtîv" bibînin.
Jixwe sebebê ”sansura” Roj TV-ê jî ev e, xwestiye bi hin berpirsiyarên din jî bişêwirin û li gor wê şêla xwe biguherînin.
Lê ev şêlguhertina gelek kesan bêguman ewê di rojekê da nebe, ewê hinek wextê bigre.
Û ev jî tiştekî pir normal e û dibê meriv bi rengekî maqûl, bi zimanekî şîrîn însanan teşwîqî vê guherînê bike.
Helbet dema aqilê meriv ne ji kîsê meriv, ji kîsê hinekên din be tim wiha ye, bi vizbûna xelkê ra dibê meriv jî weke vizikê viz bibe.
Lê ya îcar ”vizbûneke” xêrê û pir baş e. Ez hêvî dikim ku birêz Ocalan vê dîtina xwe ya nuh hîn jî pêş da bibe, dev ji dijminatiya TRT6-ê berde û bi hevalên xwe jî bide berdan.
Dema Ocalan û PKK tiştekî şaş bike bêguman divê meriv rexne bike. Lê dema tiştên baş gotin û gavên rast avêtin jî dibê kêfa me bê.
Yê min bixwe bi vê ”dîtinguhertina” Ocalan kêfa min hat û ez hêvî dikim ku di demeke herî nêzîk da hemû PKK-yî jî dev ji dijminatiya TRT6 berdin û bixwazin tesîreke pozîtîv lê bikin.

2 kommentarer:

  1. Xalê Zinar,

    Bêguman heqê te heye di van gotinan da. Ez jî van fikrên te parve dikim.

    Tishtekî pirr normal e ku chewtiya ku mirov kiriye, serrast bike. Lê di vî warî da Apo u Pkk xwedî prensîbên pirr totalîter u dîktatorî ne, ku mirov hew dikare ramana xwe vebêje.

    Mijara TRT6'ê jî heman tisht e. Gelo ji ber chi Apo u Pkk bêyî ku li ser vî tishtî hinekî bifikirin, herin fikra raya gishtî ya kurdan u sazgehên kurdan jê bipirsin, wilo bi lez u bez siyaseteke ebebozî dimeshînin? Bi zanîna min ne Apo u ne jî Pkk'ê heta niha ti qîmet nedane fikrên raya gishtî u sazgehên kurdan. Helbet him Apo u him jî Pkk êdî di nav civata kurd da dejenere dibin, heger îro nebe jî ewê heya chend salan Apo u Pkk êdî nikaribin bi hezaran kesan derxînin ser kolanan (chi zorê u chi jî bi serbestî). Cîhan her ku terre bichuktir dibe. Di nav van pêshketinên teknîkî u zanistiyê da bi tevgerên wilo gundîtî kes nikare hebuna xwe bidomîne. Bi baweriya min chi kes u partî dibe bila bibe, divê berî ku biryareke netewî were girtin, li ser wî tishtî bi dur u dirêj were fikirîn, fikra raya gishtî jê were pirsîn.

    "Manîpulasiyon" cheka herî bi tesîr ya nujen e. Lê ji bo bi karanîna wê jî hunereke îlmî lazim e. Mixabin ku ew jî li gel Apo u Pkk qet nîne.

    Silavên germ

    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  2. Kek Zinar,

    Pirsgirêk di kêmfikirînê da ye, ne di chewtîkirinê da ye. Ya Apo u Pkk'ê jî ev mesele ye. Di vê serdema kozmîk da hê jî bi cahiltiya dema neolîtîk tevdigerin u dixwazin vê jî wekî îdeolojiya pêsherojê bi serê miletê kurd da bikutin. Divê xelkê kurd xwedî li nirxên xwe derkeve u bala xwe nede fasafîsoyên Apo u Pkk'ê. Mijara TRT6'ê jî bi vî aqilî shîrove kirin. Mîna di xwezayê da, herweha di siyasetê da jî him hêlên pozîtîf u him jî hêlên negatîf henin. Yanî xweza encama pevgirêdayîna van hêlan e.

    Ew jî bash e, heger Apo pishtî chend mehan bi vê yekê hesiyabe. Serkeftineke mezin e. De îcar bila xwedê me ji dijminên me biparêze. Bi van siyasetmedar(?) u aqilan em nikarin kevirekî jî ji dijminên xwe xelas bikin; aha encama sherê sî salan li ber chavan e. Serda jî me (PKK, Apo) civata kurd tarumar kir u chu!

    Silav u rêz

    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera

PARVE BIKE