23 mars 2009

Siyasetmedarên kurd kurdan dikin tirk

Sê nivîsên li ser Newroza îsal bala min kişandin.
Ji nivîsan yek, ya Amed Tîgrîs e.
Tîgrîs, di malpera “e-weje.com”ê da qala mişahedeyên xwe yên Newroza Amedê kiriye.
Di beşekî nivîsa xwe da Tîgrîs wiha gotiye:
“Hest, cilûberg, têkoşîn ji bo kurdî ye, lê ziman bi tirkî ye. Dema mirov guh dida ew kesên di rê ve diçûn newrozê an li qada newrozê bûn nîve nîv bi kurdî û tirkî dipeyîn. Heta dengê tirkî zêde dihat bihîstin. Jin bi zarokên xwe re bi tirkî dipeyivin. Min ji çend kesan re got “newroz û zimanê tirkî bi hev nakevin. Ma ne eyb e ku hûn di newrozê de jî tirkî dipeyivin?”
Bersiva tevan: “ma em çi bikim zimanê me çûye ser tirkî...”

Nivîsa duyem ya Sadî Marûf e. Bi çûn û hatina xwe ya ba kurdan û partiyên wan, Sadî Marûf jî dîtiye ku zimanê kurdî ketiye ber sikratê û li ber mirinê ye.
Marûf dîtinên xwe yên li ser mirina zimanê kurdî, bi zimanekî gelkî xweş û bi rengekî ku dibê meriv bixwîne û pê ra bigrî ji grûba Dîwanxaneyê ra şandiye.
Di vê bazara kesat da û di vê serdema tirkîparêziyê da dema ez rastî kesên wiha têm hinek ruh bi min da tê, ez ji xwe ra dibêjim şikir ji Xwedê ra wa ye li Kurdistanê hîn kurdekî ji zimanê hez dike maye.
Nivîsa Sadî Marûf hinekî dirêj e, lê xem nake, ji hezar û yek nivîsên kurdan yên bi tirkî çêtir û bi sûdtir e.
Loma jî ez wê li jêr pêşkêşî we jî dikim. Ez bawer nakim ku hûn ji xwendina wê aciz bibin.
Sadî Marûf di serê nivîsa xwe da gotiye, ”ew ditirse ku kurd rengên xwe yên kurdewarî wenda bikin” û piştre jî sebebê vê tirsa xwe wiha aniye zimên:

”Ev tirsa min her ku diçim saziyên kurdan zêdetir dibe! Êdî ez hew dikarim xwe bigrim. Li her derê dilê canik û camêran ji xwe dihêlim.
Xwîşka min, kekê min, ez di bextê we de me, tewşo mewşo be jî bi zimanê xwe biaxivin. Hûn ne zanyarên zimanin, helbet hûnê şaşitiyan bikin. Ma ez ji we çêtir Kurdî dizanim? Di serî de zorê bidin xwe, paşê, roj bi roj hûn ê di axavtinê de rewac bin, jêhatî bin!
Newroz jî wek navên zarokên me nebe? Nav bi kurdî, ziman bi tirkî!

Ev çend hefte ne diçim DTP’ê, paritiya Kurdan.
Weleh û bîleh û tîleh, êdî di wir de jî kurdî desthilatdarî wenda kiriye.
Kurdî bûye zimanekî biyanî.
Di serî de hevalên birêxistinî, ên jîr û jêhatî dev ji Kurdî berdane.
Bihnek giran a asîmîlasyonê , wek bihna genî ji wan tê û êdî mirov nikare ber biwan ve biçe!
Biryara min ew e; ez ê, piştî hilbijartinan çi sendîka, çi NÇM, çi DTP dev ji hemû saziyên tirkî-axêv berdim
.

Min ji xwe re cihek dîtiye: Enstîtûya Kurdî û TZP a Kurdî. Ev herdû rêxistin tenê mane kû kurd lê desthilatdar in, bihna kurdayetiyê ji wan tê.
Mehek
berê me çend hevalan biryara xwe kiribû yek; em ê seba nivîsandina çend pankartên bi kurdî, li avahiya Enstîtûyê bihatina serhev. Hevalê Heyder Amedî, ez, Mamoste Ehmed, em 20’ê adarê li Enstîtûyê gihiştin hev û me dest bi xebata xwe kir. Xebatkarên saziyê û çend hevalên xwendekar jî alîkariya me kir. Weysî, Mamoste Evdila, hevalekî ji Tekmanê...

Armanca me ew bû ku em li ser navê TZPa Kurdî rengekî kurdewarî bidin qada Newrozê. Hevalê heyder, bi rastî bi coş û heyecana xwe, bi xebatkarî û enerjiya xwe, bi hêz û morala xwe jibo paşeroja tekoşîna zimanê kurmancî û zazakî hêviyek mezin e. Mamoste Evdilayê ku di warê kurdî de pir hestiyar e jî wisa... Ew bû ku got; “ ez ê li ber avahiya DTP’ê dest bi greva birçîbûnê bikim heta ku ew dev ji tirkî berdin... Mamoste Ehmedê ku xwedî kurdiyek lawaz e, lê dîsa jî zorê dide xwe û di nav hevalan de tim û tim Kurdî dipeyîve...
Çend sloganên ku me ji ber xwe derxistibûn ev bûn:
Ji Tirkî re dibistan;
ji Kurdî re goristan
Nav Botan û Sîpan û Zozan;
Çima Erebî û Farisî û Tirkî ye ziman?
Çi TRT 6, çi Kurd Memet Nobete, Çi kurd boregî
Heta Kurdî nebe zimanê fermî
Kurdino bi Kurdî biaxivin lo!
Bi vî hawî me bi dora 20 pankartan nivîsîn. Hevalê Heyder ew pankartan bi awakî xist qada newrozê; lê jiber ku me bi daran bi destî nekiribûn, kêm kesî ew dîtin.
Armanca min û nivîsandina vê nivîsê ev e; hevalno, bi mîlyonan kurd berê xwe dane Tevgera Kurd, tevgera azadiyê. Ew xwedî hêviyek ewqas mezinin ku dibêjin qey tevger – heşa-qadirê mutleq e! Haya wan ji rewşa serkêş û ronakbîr û aktîvîst û kadroyan tuneye. Ez ji gotin û nivîsên hin hevalên kurdîperwer wisa derdixim ku ew jî dibêjin; "çima wiha nabe; çima wiha nakin?"
Xwişk û birano; bi serê we kim; divê hûn bikin!
Divê ên kêmasiyan dibînin bikin!
Em bikin !
Bi taybetî hevalên Kurdewar, kurdîhez, kurdî axêv gere werin saziyan û bikevin qirika tirkîaxêvan.
Divê ew xwe, di saziyan de wekî sêwiyan bibînin. Gava zimanê wan diqelibê ser Tirkî bila li çavên me binêrin û fedî bikin!
Ew kes û kesayetiyên ku bi serbestî “hespê tirkî” di mêrg û zeviyên me de dibezînin, gelê me jî asîmîle dikin- kirine jî... Di qada Newroza pîroz de bala min li ser gel bû. Kurdî bûye para dapîr û bapîran. Zarok û neviyên wan- ew in sloganên herî mîlîtanîk diqîrin- bi wan re bi tirkî diaxvin; ew rebenan jî ji neçariyê, bi Kurdî dibersîvînin. Xwedê qebûl neke! Ên diçin saziyan bi Tirkî, ên di mal de rûdinên bi Kurdî... Ma ev ne polîtîkaya dewletê bû!
Ev wiha nameşe, divê hemî nîqaş û hewildan, çêr û qîrînên me li ser vê pirsgirêkê be.
Kurd ewilî divê di nava xwe de pirsgirêka Kurdî çareser bikin.
Jixwe jibo kurdan pirsgirêka kurd tune. Ev pirsgirêka dagirkeran e. Em doza mafên xwe dikin.
Pirsgirêka me parastina ziman û çanda me ye. Em li ser kurdayetiyê bin bona wan pisgirêk in; roj bê ewê teqez werin ser riya çareseriyê.
Lê em tunebin, xwe wenda kin; pirsgirêk jî namîne; ne wisa?
Mamoste Marûf”

Nivîsa sêyem jî ya Bedirxan Badillî ye. Wî jî li ser nivîsa Sadî Marûf çend agahdarî dane û qala hin tespîtên xwe kirine.
Badillî jî wiha gotiye:

”Xebata ku Mamoste Marûf jê behs kiriye, ez jî tê de bûm lê mixabin ew roj(wê rojê) mêhvanek(î) min ji Meraşê hate Stenbolê û ez beşdar nebûm. Roja newrozê çûm hola Kazliçeşmeyê. Em bi Mamoste Ehmed re geriyan. Lê pankartên ku Mamoste Marûf behs dike, me nedît û birêz Ehmed jê xemgîn bû.
Wekî gotinên Hêja Mamoste Marûf, xortên me bi tirkî xeber didan. Tenê însanên gundî kurdî axivî bûn(
dipeyivîn). Heta em bêjin, merivên ku av, rojname, bendek, çay difirotin; ew(wan) jî bi Kurdî gazî dikirin(dikir) lê xortên me, aaax xortên me (bi taybet keçên gelê me) bi tirkî dipeyiviyan.(dipeyivîn)

Bi karanîna Kurdiyeke şaş,
ji zimanên din ên baş, baştir e, şiyar be, rojbaş!..
Bedirxan Badillî"
Weke we di hersê nivîsan da jî dît, dê û bav êdî bi kurdî bi zarokên xwe ra napeyin, bi hev ra bi kurdî bipeyivin jî, lê bi zarokên xwe bi tirkî dipeyivin.
Ya din di nava keçikan da tirkî pir belav û di rewacê da ye.
Yanî tiştê ku dewleta tirk bi qursên zimên û xwendin û nivîsandinê li pey bû, bi dest xistiye. Dewletê digot, ji bo asîmîlekirina kurdan dibê meriv ji asîmîlekirina jinan dest pê bike, diyar mêrikan gihîştine armanca xwe.
Di hersê nivîsan da tiştekî din jî derdikeve pêş, kal û pîr, gundî yanî gel bi hev ra bi kurdî dipeyive, yên napeyivin siyasetmedar in.
Xwedêgiravî dezgeh, komele, sendîka, enstîtu û partîyên kurdî ne, lê zimanê wan yên danûstendinê tirkî ye.
Maneye xwe van komele, sendîka, partî û dezgehên ku ji xwe ra dibêjin ew rêxistinên miletê kurd in û ji bo kurdan xebatê dikin, di esasê xwe da kurdan asîmîle dikin.
Dewlet û zilamên dewletê weke van siyasetmedaran bi hêsanî nikanin xwe bigihînin kurdan û wan bikin tirk, lê bi riya van kes û siyasetmedaran kurdan û zarokên wan ji ser rêda dixînin û dikin tirk.
Tam ev 30 sal in gazî û hawara min e, lê dengê min naçe kesî.
Dibê em kesên ku asîmîlebûnê yanî tirkbûnê qebûl nakin tenê nepeyivin, tenê gazinan nekin, divê em tiştekî bikin, li hember van tirkperest û tirkîparêzan hin gavê radîkal bavêjin, serî hildin, ariyekê li serê xwe kin!
Berî hertiştî, dibê em kesên kurdînezan nekin serok û berpirsiayrên xwe.
Dibê em bi wan ra bi tirkî nepeyivin.
Dibê li Kurdistanê hinek derkevin sendîka, komel, partî, enstîtu yanî dezgehên kurdîaxêvan vekin, dibê kesên bi kurdî nizanibin nebin endam.
Yanî li hember van serok, siyasetmedar, rêxistin û partiyên mewcûd divê alternatîv derkevin.
Partî, siyaset, xebat, şer divê ji bo azadî û rizgarbûna kurda be, ne ku kurdan asîmîle bike û dûra jî bike tirk.
Siyasetmedarê ku dibêje ez ji bo azadî û serxwebûna kurdan siyasetê dikim, dibê bi gelê xwe bi kurdî bipeyive, divê zarokên kurdan asîmîle neke.
Divê rê li ber asîmîlebûna gelê xwe bigre, ne ku ew bi xwe, ji dewletê hîn bêtir û hîn baştir gelê xwe asîmîle bike û bike tirk.
Ez dizanim min îşev pir dirêj kir, lê ez pir tije bûbe, ez bûme xwê û ketime êgir û qîrçînî ji dilê min tê…

17 kommentarer:

  1. Xalo,

    Bi rastî jî rewsha zimanê kurdî pir-pir xirab e. Herî dereng di sala 2025an da kurdî êdî bi temamî dîrok e.

    Berpirsiyarê vê encamê yê herî bêbext Apo, Pkk, RojTV u DTP ye. Ez li vir bangî hemî kesan dikim, hemî kesên kurdîperest divêt bi lez u bez ji sazgehên PKKeya tasheron veqetin.

    Bawer bike xalo, ez ê vê gotina xwe aniha bi gishtî di wateyeke siyasî u exlaqî da bêjim, ne ku ez dixwazim heqeretê li kesekî bikim.

    Bi fikra min evên ku berpirsiyara vê rewsha tunebunê ne, "bênamus, bêsheref u alçaxên" herî mezin in.

    Careke din dibêjim, heta ku ev sedemên vê nexweshiya qanserê ji binî va neyên tarumar kirin, guhartineke qasî mîlîmetreyekê jî chênabe.

    Li gorî vê yekê, tunekrina televîzyona tasheron RojTV, xera kirina hemî sazgehên DTPê, tunekirina hemî siyasetmedarên tirkîperest, tunekirina rojnameyên kurdan yên bi tirkî u kesên ku van rojnamena derdixînin u belav dikin, ecîliyet e!!! Bi baweriya min, bi tunebuna van ewê kurdî belkî bikaribe xwe ji mirinê xelas bike.

    Di setpêka li dijî PKKeya kemalîst u tasheron derketin u sher kirin, ji bo her kurdî wacîb e u wezifeya netewî ye. Ev sazgeh u kesên berpirsiyar vîrusên herî qehpe ne di bedenê miletê kurd da.

    Gelo kesî dîtiye ku misilmanek propaganda xiritiyantiyê bike, yan jî berevacî vê chêbibe?

    Kurdino, dengên xwe nedin van xayînên bêedeb, xayînên sextekar!

    Bila lanet li wan bêt!

    Silav ji bo kesên kurdîperest u xalo!

    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera
  2. Kek Zinar,

    Êdî ti hêviya min ji vê rewsha kambax tune. Heta ku biryareke siyasî bi lez neyê girtin, bi zordarî di serê siyasetmedarên kurdan yên sharlatan da mix neyên kutandin, ti tisht naguhare.

    Wek mînak, ez jî berê di Dîwanxanê da bum. Lê ji derî hin kesên kurdîperest Dîwanxane bi sharlatanan u toximê tirkan hatiye dagirtin. Pashê ew hevalên kurdîperest veqetiyan u chun, her weha ez jî. Tishtê herî balkêsh jî, tevgera moderatorên Dîwanxanê bu. Wan qet kêfa xwe xera nekir u bi vegotinên xwe pishtgiriya xwe dan sharlatanên tirkîperest, kurdî u kesên kurdîperest kirin qurbana siyaseta tirkchîtiyê. Niha mirov ji van ehmeqên ehmeq chi dikare bipê?! Gelo ewê van qeshmerena bi vê siyasetê zimanê kurdî xelas bikin?! Bi kerma xwe bila ev sharlatanana ranebin u dersa exlaqê nedin kesî. Mijar tunebun u hebuna miletekî ye.

    Belê, tunebuna PKKê, Apo, RojTV, DTPê, Medyaya bi tirkî karê herî destpêkê ye. Her kesê ku dikare tishtekî bike, divê li pash xwe nehêle.

    Her bijî xalê me!

    Zarayê Kurdîjen

    SvaraRadera
  3. Xaloyê delal Zinar,

    Ya rast, ev bêbextiya ji hêla herkesî va bash tê zanîn. Lê kes cîddî nagire, xeteriya vê yekê naxwaza bibîne.

    Bêguman Apo di serî da, herweha PKK, DTP, RojTV, Sazgehên PKKê u Medyaya bi zimanê tirkî u siyaseta kurdan ya ji bo heyraniya tirkî, sedemên herî bêsheref in.

    Divê zu van sedemana ji holê werin rakirin. Divê mirov li dijî PKKê, DTPê u hemî hegerên din bi kîjan shiklî dibe bila bibe, sher bike, tev kushtina van xayînan jî di nav da. Êdî zêde wext nemaye, ew bila bash bête zanîn.

    PKK, Apo, DTP, RojTV, siyasetmedarên bê shexsiyet u medyaya bi zimanê tirkî, bi gishtî u sedî sed li gorî manîpîlasyonên dewleta tirk ya tirkîperest dilivîn. Êdî hewce nake ku dewlet bi xwe kurdan asîmîle bike. Chawa be di nav kurdan da makîneyên xwe yên asîmîlekirinê bash chêkiriye u ew karê dewleta tirk bi navê kurdîtiyê bi dil u can tînin shunê.

    Bila kesên ku ji vî zimanê qedîm hez dikin, ji PKK u derudora wî dur bikevin. Ne PKK u ne jî Apo tu carî îflah nabin.

    Hêviya min tenê ji binî va qelandina PKKê ye.

    Ez hêvîdar im ku ewê vê biharê dawiya PKKê were u ji PKKê xîzek jî shunda nemîne. Wekî din ji vê nexweshiya "alçax" xelas bun, xelaskirina zimanê kurdî tenê wekî xewn u xeyal dimîne.

    Ez ji xelkê kurd lava dikim, bila dengên xwe nedên DTPeya tasheron ya ku xizmeta PKKê, kemalîzmê u tunebuna zimanê kurdî dike!

    Êdî kurdino, hun u kêfa we!

    Ji xalê me yê kurdîperest ra silav u hurmetên xwe pêshkesh dikim.

    Beranê Meletî'yê

    Not: Bi dêhna min jî Dîwanxane (ji derî hin kesên kurdîperest) buye hêlîna tirkchiyên bêsheref. Ew jî meslegek e. Ku mirov carê dest pê kir, cartin jî naxwaze "dev" jê berde. Moderatorên Dîwanxanê bi durbînî nalivin, li gorî siyaseta xwe ya gundî karê xwe dikin u naxwazin bibînin, chawa di xizmeta zimanê tirkî da ne u rehê zimanê kurdî diqelînin.

    SvaraRadera
  4. Xalocan,

    Wekî ku hin kesan ji Stembola tirkan ragîhandina, karê zimanê kurdî di nav refên PKKê da ji hecuc u mecucan ra maye. Heger pêwîstiya Pkk'ê pê hebe, ji bo ku bikaribe qasî chend rojan propagandaya Apo'yê esiltirk pê bike, bi kar tîne u dîsan davêje.

    Ma hevalno, hun hê di nav refên Pkk'ê da chi digerin? Ma hun nizanin ku Pkk bi hebuna we pishta xwe ya tirkchî germ dike u dura jî wekî gurê dev bi xwîn zimanê kurdî dikuje?

    Bi fikra min, heta ku Pkk nebe dîroka herî ruresh ya kurdan, ango di nav demeke kin da neyê tarumar kirin, pêsheroja kurdan xelas nabe. Bi lez divê Pkk were tunekirin, yan na halê kurdan tu hal nîne. Pishtî chend salan heger li Diyarbekira Tirkan ji sedî deh bi kurdî were peyîvîn jî bash e.

    Kurdino, dengên xwe nedin DTPeya kemalîst!

    Silavên germ ji kesên kurdîperest u xalocan Zinar ra!

    Lawkê Cholemergê

    SvaraRadera
  5. Xalê Zınar; Ji boy vê nivîsa teya hêja gellek spas.Ez jî pêşnîyarîyekê bikim; Dînê me îslam u kitêba me Qurane. Pêvîste ku em emrê Quranê bînin şune. Lewra anîna şunê îbadete. Di sureya"RUM" Berata 22 da dibêje; "rengê we u zimanê we ayatên Yezdanin." Ji bo wê xwedî derketina zimanê xwe, xwedîderketina ayetêye. U ewjî îbadete.Pêwîste ku mirov di vêhlêda jî lê binihrî. U li zimanê xwe xwedî derkevî.
    Ya din jî şîrovekarê paş nivîsê "elyê dêrikê" pir bêînsafî rexne dike.Gereg mirovê misilman ne bê însaf be. li buyeran rast binêre. Ji bo vî milletî u ji bo vî zimanî ku kî kevrekî bide ser kevrekî pêvîste ku em wan teqdîr bikin.Em pir rin zanin ku TZP-Kurd pir tiştekî başe.(ku ez jî di dema serîda di beşa Rihayê da bum) U wan partîyên ku rexne kirî damezrandibun.Gerek noxteka reş bê pêş çavê me em hemî reş nebînin, çaxa ku em hemî reş bibînin bê însafî dibe.
    Bi silaf u rêz.xwarzîyê teyê REHAWÎ

    SvaraRadera
  6. Den här kommentaren har tagits bort av bloggadministratören.

    SvaraRadera
  7. Birêz xalê Zinar,

    Hin hevalan halê me yê berbat bash anîne zimên, loma ez naxwazim dirêj bikim. Bila ev nucheya ku min gava din di netkurd.com'ê xwand, bibe nimune ji miletê kurd ra:

    "Newroza Amedê: DTP ji ala Kurdistanê aciz bu.

    Weşanxaneya Ray-ê di derbarê Newroza Amedê û helwesta birêvebirên DTP-ê de daxuyaniyek belav kir.

    Di belavokê de tê desnîşankirin ku grûbek welatparêzên kurd bi ala Kurdistanê û wêneyek Mele Mistefayê mezin beşdarî Newrozê bû ne, beşdarvanên Newrozê pêşwaziyek germ li wan kirine ala Kurdistanê li ser dest hatiye gerandin lê di serî de hevserokê DTP-ê Ahmet Turk û birêvebirên DTP-ê ji vê yekê aciz bû ne û ji wazîfedaran xwestine ku pankratên bê destûra Komîteya Amadkar, bêne rakirin."

    Aha DTPeya tasheron!

    Ez jî di vê fikrê da me. Heta ku PKK, Apo, RojTV, DTP, sazgehên PKKê u Medyaya bi tirkî ji navê nayê tunekirin, tu xelasî ji vî miletî tune. Wext jî pir kêm e!

    Bila kurd dengên xwe nedin DTPeya kemalîst u tasheron u serehmeq Ehmo!

    Ji destên xalê mach dikim!

    Tîrê Qersê

    SvaraRadera
  8. Qırıxê Amedê pir zu pes kirîye. Pir zu pes kirin ne hemîyet perwerîye. heyrana çavê te.
    Em ki qasî Pêxember dibin ku wî heftê car çu teblîxa ebuleheb kir. Ka te çen cara kîra teblîx kir, birayê delal.Tu dibêjî "Ez narim Êş, ku ez herim Êş ezê qeraş bikujim." ew fikra nebaşe.wezîfa me hişyarkirine. Qebul dikin yan nakin ew zanin.Ne pêwîste ku her kes wek me bifikire. Miletê te pir cahîl hatîye hîştin. Ez tera mînakek bidim. Ku tu pir mêrî here ji Bursayê bibe Qorîcî. Ne mumkune.
    Hema ji herêma Kurdistanê qe tiştek ne gerege hima ti dibî.Ji bo vê pêwîste ku em baş bifikirin,baş bisebirin,baş qarar bidin. Ku tu rêber dixwazî jî serîda Pêxember. Bisilaf u rêz. REHAWÎ

    SvaraRadera
  9. Heta nuha min nivîsên kesî neguherandiye lê ji nuha û pêva ezë bikim. Li vir nuha îmkana min ya gihertinê tuneye, êvarï li mal ezê hin gotinên ne xwes bavêjim.
    Heta nuha min cend caran ji we rica kir ku hûn xeberan nedin û misteweya minaqeseyê danexin. Lê cend kes hene bi israr dev davêjin xelkê da û gotinên bêedeb dikin. Hema ji bo xatirê min be jî ev tistekî ne xwes e. Devê xelkê negirêdayîye, ew jî dikanin eynî gotinan ji we ra bibêjin.
    Tew yekî ji miletê kurd ra xeberên giran daye, pir eyb e. Divê meriv hewqasî jî bêedebiyê neke.
    Kes nikane kesî bi zor bike kurd, yê ji miletê kurd hez neke dikane here bibe tistekî din.
    Wek min got, ez nuha nikanim biguherim, êvarî ezê wan gotinên ne xwes hemûyan bavëjim.

    SvaraRadera
  10. Xalê Zinar u birêzino!

    Rast e, aniha miletê kurd ketiye nav riya mirinê u bê rawestîn dibeze. Mirov qet naxwaze ku di derbarê chend salên tên da resmekî di hishê xwe da chêbike.

    Aniha vê gavê, hemî kurd bi zanîn yan jî nazanîn ji xurtbuna tirk-î-perestiyê kar dikin. Asîmîlasyon bi chargavî dibeze. Heger em rastiyê bibêjin, êdî chi tê kirin bila were kirin, dawiya miletê kurd nêzîk e. Bi fikra min, heger di destpêka salên 90î da siyaseteke kurdîperest u kurdistanperest bihata meshandin, dibe ku xelasbuna zimanê kurdî u miletê kurd chêbiba. Lê êdî her tisht pir dereng e. Ji ber vê yekê bila xemxwarên zimanê kurdî u neteweya kurd li chareya serê xwe binêrin, beriya ku bahoza dawiyê bi bêwîjdanî were lêkeve. Qet nebe bila di bin têkchuna psîkolojiya xwe da venemirin.

    Divê bila kes vê lanetê tu carî ji bîr neke u hertim vê bêsherfiyê bi bîr bîne: "Bila Apo, PKK, DTP u sazgehên van tasheronan bash nas bike u bi chavên xwe bibîne, ka mirov chawa dibe lîstik di destê dijminê xwe da u pê miletekî herî qedîm bi tevî zimanê wî yê kevnar ji holê radike!"

    Silav u hurmet bo xalo u hevalên din yên xwedî sheref!

    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  11. Xalê Zinar u hevalên delal,

    Belê, hema hun bêjin hemî kurd jî bash dizanin ku halê zimanê kurdî u xelkê kurd pir xirab e u êsheke yeman dide mirov, dilê mirov bi zindî dikizirîne.

    Gelo bi tevî rexneyên tuj (her chiqas bi heq bin jî) em ê chi bikarin biguherînin? Îmkana ku halê me ji bin va biguhere u ber bi bashiyê va bibe, heye? Bi fikra min, ev hevalên ku bo zimanê xwe ewê canê xwe jî bidin, bersiva vê ya "na" dizanin.

    Kalikên me gotine: "tishtê chu, chu, êdî nede du!". Niha rastiya halê me jî ev e. Êdî kurdî u miletê kurd chem u chem chu. Her ciqas qebulkirina vê pir zor be, mirov pê dîn u har bibe jî, realîta me va bi xwe ye.

    Bila xwedêyê mezin sebir, dilxweshiyê bide van hevalên ku bi vê rewshê dishewitin. Em chi bikin, ev jî bêbextiya me buye u heta vira destura xwedê hebuye.

    Silavên germ u hêja

    Bernas Kurmanc

    SvaraRadera
  12. Hevalno,
    Qet xwe pê neêshînin. Êdî ne peyvên herî xweshik, bedew, shîrîn, nazik u ne jî yên herî hishk, tuj, lanet dikarin miletê kurd ji vê binketinê bifilitînin.

    Heger hun bi ya min bikin, herrin meyxaneya herî nêzik u bi têra xwe bidin ber jana qedehên sorsorik. Îmana dilê xwe pê nermik u germik bikin. Pishtî vexwarinê dest bi strana dawiyê bikin u pê ra jî têr u tijî bigirîn.

    Me di sherê hebun u tunebunê da hebuna xwe hunda kir u wesselam.

    De bila ji me tevan ra nosh be heta careke din!

    Mêrdînî

    SvaraRadera
  13. Jixwe ewe ku dibejin xwe ew kurdperwerin yanji kurdistanine;wan malik li kurdan xerakirin.Rabun u runiştina wan bi tirkiye.Wey xweliya heft tifika li sere wane ku bitirki qisedikin be.
    Midyadiye

    SvaraRadera
  14. Bi xwedê newroz îsal bi gistî bi zimanê tirkan bu. Heke kesekî xerîb bidîya ê bigota ew tirk in.
    Halê ziman hersal bêtir xirabtir dibe. Ku bawer nakin, herin anketan cêkin. Hun ê bi cavên xa bibînin.

    Ez dibêm, "bila kurdî be, bila dijun be".

    Agrî

    SvaraRadera
  15. Wellahî ez jî tevli gotinên hevalan dibim. Her tist raste. Kêmayî heye lê zêdeyî tunne. Hêdî Pkk buye birîna res di govdeyê xelkê kurd da. Gerek ev were jêkirin, wekî care tunne.
    Silav
    Dêrsimo

    SvaraRadera
  16. Hevalên rindik,
    Ez jî mîna kek Agrî dibêm. Bila bi kurdî be, bila dijun be. Ez amade me namusa xwe ya malbatî bo kurdî qurban bikim. Teku bila dijun bi kurmancî bin, yê din teferuatek e. Chawa be, pishtî kurdî bi serket, ewê dijun bi saya perwerdeyê were careser kirin. Lê ku kurmancî mir, êdî ne dijun, eger em namusa xwe jî bifirosin qet tistek sunda nayê. Loma jî kurdî "namusa" me ya hebun u tunebunê ye.
    Bila bi kurdî min ra bibên "bênamus, bêseref, dêqehpik, bêjî, kerbav, kuneko, guyê kerê, misk, seg, lawê heram ...". Ez ji dil u can razî me, ji bo xatirê van kelîmeyên kurdî, daku bila ew nemirin. Herê, ez ji dil razî me, kekino. Heger hun bi min qanî nebin, hun dikanin niha dest pê bikin. Ez ê bibêm serseran, zor spas ku te bi vî zimanî ev bextiyarî daye min.
    Silavên dilovanî

    Dilbijan

    Not: Kekê hêja Zinar, xwezî te nivîsa wî hevalî dernexista u di ser heft ejdadê min da cêr bikira. Ez pir pê xemgîn bum.

    SvaraRadera
  17. Merheba Zinar!
    Piraniya van kesên ku qaşo "komentar" nivisîne, hesûd, zikreş û dijminên kurdan in. Tu niyata wan ya parastin û pişketina zimanê kurdî nîne. Hemû jî li gor aqilê xwe propagandaya AKPê dikin. Lê sibe hilbijartine û gelê kurd dê pêşa hemûyan bavije ser serê wan. Nivîsên hemûyan jî bi ruhekî korucîtî hatiye nivîsîn. tu analîzeke ilmî û fakta dinivîsên wan de tune.
    Mixabin tu jî carna polîtîkata vê dewleta hov ya nêzî 90 salî ji bîr dikî û êrişî PKKê û rêxistinên wê yên dî dikî. Kêmasîyê PKKê yên di warê zimên de helbet hene, lê ev nayê wê maneyê ku sebeba rewşa zimanê kurdî ya ûro PKK ye. Dijminên me niha kirasê AKPê li xwe kirine. Lê wek min got, ji hilbijartinê re rojek ma. Ka em binêrin gel dê çawa bersiva te, ew "kurd"ên ku li hember ked û xwîna bi hezaran canfîdayên kurd xwînê vedireşin bide.

    Silav

    Qerejdaxî

    SvaraRadera

PARVE BIKE