17 mars 2009

Partiya Saadetê jî dest bi "kurdçîtiyê" kir


Rojnameya Partiya Saadetê Mîllî Gazete, îro bi manşeteke kurdî, ”Em Saadetê dixwazin” derket.

Partiya Saadetê, bi mitîng û beyanên xwe yên di van rojên dawî da gelek balê dikşîne ser xwe û li çend bajaran jî pir xwedî îdîa ye.

Li gor xebera rojnameyê, di civînekê da kalekî kurd, ji serokê Saadetê Dr. Numan Kûrtûlmûş ra gotiye:


-Lawê min, em ”seadetê dixwazin.”

Lê rojnameya Millî Gazete, ev gotina kalê kurd, ne weke ”em bextewarîyê, kamiraniyê dixwazin”, weke ”Em Saadetê dixwzin”, yanî li Kurdistanê kurd partiya Saadetê dixwazin, derxistiye manşetê.

Çaxa kurd bi rastî kurd bin û bi rengekî vekirî doza mafên xwe yên netewî bikin, hemû partiyên tirkan yeko yeko ewê werin rê, bi kurdî bipeyivin, bi kurdî binivîsîn û berdevkiya mafê kurdan bikin.

Çimkî dema nekin, kurd ewê rayên(dengên) xwe nedin wan, ji bo ku bikanibin rayên kurdan bigrin dibê berdevkiya mafên kurdan bikin.

Yanî ne bi tivingê, bi rayên/dengên xwe dibê kurd partiyên tirkan mecbûrî qebûlkirina mafên xwe bikin.

Heta nuha kurdan tenê li partiyên kurd, yên weke DTPê doza mafên xwe kirine û xwestineke ku ew nûnertiya kurdan bikin û ji dewletê vî mafî bixwzin.

Ev baş e lê ne bes e.

Dibê kurd ne ji pertiyên kurd tenê, ji hemû partiyên tirk jî doza mafê xwe yê netewî bikin.

Dema AKP, CHP, MHP û Saadet ji kurdan rayên wan dixwazin, dibê kurd jî êdî pir vekirî biwêribin bibêjin, ji bo mesela kurd ew çi difikirin û dema ew werin ser hukum ewê kîjan mafan bidin kurdan?

Partiya Saadetê li ciyê rehetiyê manşeta bi kurdî navêje, ew jî êdî baş zane ku dema bi rengekî demagojîk be jî li Kurdistanê qala kurdan neke, kurd rayên xwe nadinê.

Yanî qebûlkirina hebûna kurdan û xwedîderketina li mafên wan êdî pere dike û raya tîne.

Dibê kurd hemû partiyên tirk mecbûrî qebûlkirin û parastina mafê kurdan yên netewî bikin.

Ev nuxteyeke gelkî girîng e û dibê kurd vê pêşketinê, vê fenomena nuh bibînin û milet jî teşwîqî xwestina daxwazên netewî bikin.

Daxwazên wek rê, fabrîqe û nan êdî pir li dû mane, bi van daxwazan tu partî nikane li Kurdistanê raya milet bigre.

Milet doza azadiya xwe, doza mafên xwe yên netewî dike. Bi kêmasî dibêje ez kurd im û dixwazim weke kurd bijîm.

Millî Gazate di xebera xwe ya manşetê da dibêje, “Li Başûrê Rojhilat însan di qadên mitîngan da diqîrin, dibêjin, “Misilman im, kurd im û dixwazim li vî welatî bi birayên xwe ra di nava huzûrê û aştiyê da bijîm.”

Gotina, şîara ez “misilman im” ne tiştekî nuh e, lê ez kurd im tiştekî nuh e.

Çaxa di civîn û meşên Partiya Saadetê da jî însan bibêjin “em kurd in” pêşketineke pir girîng e, dibê hêzên siyasî vê guherandina di civata kurd da bibînin.


Serokê Saadetê Nûman Kûrtûlmûş dibêje, li Kurdistanê bêyî AKPê, DTP û Saadetê partiyeke din tuneye.

Li gor Kûrtûlmûş, bira çêkirina mitîngan li wir bimîne, partiyên din ji bo xebatên hilbijartinan jî nikanin biçin Kurdistanê.

Kûrtûlmûş dû ra jî wisa dibêje:

“Partiya ku di derbarê gelşa kurd da ajandeya wê tunebe, dixwaze bira giraniya dînî ya jî ya aborî bide xebata xwe, ne mimkûn e li herêmê xwe bigihîne xelkê.”

Viya ne DTP, serokê Saadetê piştî gera xwe ya çend bajarên Kurdistanê dibêje. 

Min digot şiyarbûna netewî tenê di çarçeweya kîtleya DTPê da ye, min nizanîbû ku kurdên ne bi DTPê ra, yên rayan didin partiyên tirk jî êdî dibêjin “em kurd in” û doza mafên xwe yên netewî dikin.


Heger DTP hinekî din jî biwêribe giraniyê bide termînolojiya kurd û Kurdistanê, termînolojiyeke netewî, bi îhtîmaleke mezin partiyên tirk jî ji mecbûrî ewê pê ra têkevin reqabet û qayişkêşanê û ewê jî qala kurd û Kurdistanê bikin.

Heger siyasetmedar û rewşenbîrên kurd jîr bin emrê dewleta tirk ya kemalîst û panturkîst pir hindik maye...
Haydê kurdino, hinekî din jî xwe bidinê...

1 kommentar:

  1. Xalo,

    Bi zanîna min, li gel xelkên din partiyên wan yên siyasî plan u programên pêsherojê chêdikin u miletê xwe ji bo van daxwaziyên netewî dixin nav tevgerê.

    Lê li cem me kurdan, ango li cem partiyên me yên siyasî rewsh pir tirajîk e. Ne plan u programên netewî hene ne jî bi hishmendî birêvabirina miletê kurd mewcud e. Ya rast milet ji van partiyan baqiltir tevdigere u xwedîtiyê li mafên xwe dike, mafên xwe ji tirkan dixwaze.

    Di vî warî da siyasetmedarên tirkan (dijmin bin jî!) ji yên kurdan sed carî baqiltir in u li gorî shert u mercên siyasetê plan u programan amade dikin (her chendî neyînên shunê jî!). Qasî mirov di jiyana rojane da rast tête, camêran pêwîstiya vê propegandayê bash dîtine.

    Bila xwedê miletê kurd ji siyasetmedarên wan yên ku nikanin xwedîtiyê li du bizinan jî bikin, biparêze!

    Silav u hurmet

    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera

PARVE BIKE