21 mars 2009

Newroza îsal û evîndariya kurdan ya zimanê tirkî

Ji salên heyştêyî(1980)û virda ye ez bawer dikim ev cara pêşî ye ku Li Kurdistan û Tirkiyê, kurd Newroza xwe bê qeza û bela, bê azar û lêdan bi kêf û şahî pîroz dikin.
Diyar e dema dewlet bixwaze şer û teşxele dernekeve, xwîn neyê rijandin tu tevlihevî dernakeve û pozê kesî jî xwîn nabe.
Ne li Kurdistanê û ne jî li Tirkiyê heta vê saetê(21.00) li yek derê jî di şahiyên Newrozê da tu teşxele û bûyereke ne xweş derneketiye.
Kurdan îsal li bakur û li başûrê Kurdistanê Newroza xwe bi dilşadî û coşeke mezin pîroz kirin.
Ji ber vê rewşa aram û azad ez gelkî kêfxweş im.
Hersal li bakurê Kurdistanê dewleta tirk di pîrozbahiyên Newrozan da zilmeke mezin li gelê me dikir û Newroz lê diherimand, dikir jahr.
Îsal ji ber nêzîkbûna hilbijartinên mehelî hukûmeta AKP-ê biryar da ku bûyeran dernexin, terorê nemeşînin û Newrozê li kurdan neherimînin.
Loma jî li tu derê bûyer derneket.
Miletê tirk li gor miletê der û dora xwe, miletekî bêkultur û bêmarîfet e, weke kurdan û miletên din ne xwedî zargotin û folkloreke dewlemend e.
Yê kurdan her bajarek bi dehan meqamên govendên wan hene. Lê yê tirkan yek govendeke wan jî tuneye.
Dema çavên ”Satilmiş Dîlbaz û Donduya” tirk li cil û berg û govendên Colemêrgê, Betlîsê, Xarpêtê, Ruhayê, Dîlokê, Diyarbekrê, Wanê, Çewligê, Şirnexê, Cizîrê û bajarên din yê Kurdistanê dikvin şorik ji devê wan diçe, ji bo ku yên wan jî tuneye li ser goştê xwe hûr dibin.
Loma jî çavê tirkan tim li diziya çand, kultur û berhemên miletên din in, tim dixwzin li ser ked û kultura xwelkê rûnin û wan bikin malên xwe.
Dewleta tirk heta nuha dixwest bi qedexekirinê Newrozê bi kurdan bide jibîrkirin.
Lê dema dîtin nikanin, îcar ji dexesî û çavnebarî rabûn lê xwedî derketin û kirin cejna tirkan ya kevnar.
Weke par, serekerkanîya artêşa Tirkiyê bi minasebeta cejna Newrozê îsal jî bi afîşan Newroza tirkan û ”gelên” Tirkiyêpîroz kir.
Çavên wan bar nebe, bi wan pir zor tê dema kurd Newozê pîroz dikin û ew jî weke xêvan pel pel li kurdan temaşe dikin û ji qehran dilê wan dibêje kizzzz…
Loma jî ji bo ku ew jî bi hawakî xwe bi Newrozê va bizeliqînin, diçin tirkên Uygur, Azeriyan, Kirgizan û Ozbekan top dikin, xwe dikin merivên wan û dibêjin, piştî ku van merivên me pîroz dikin, wê demê ev cejn ya me ye jî.
Û dûra jî siyasetmedar, erkanên dewletê, leşker û brokrat weke golikan xwe di ser êgira hol dikin.
Lê kes nabêje çima heta nuha we Newroz pîroz nedikir?
Bi kurtî, qebûlkirina mezinyiya miletê kurd bi wan zor tê, naxwazin qebûl bikin ku kurdan ev maf bi zor bi wan daye qebûlkirin.
Loma jî dibêjin, esas Newroz ya me ye jî, loma em dihêlin kurd jî pîroz bikin.
Îro min bala xwe da hemû kanalên kurdan.
Kurdên başûr ji xwe mêrikan kurd in û Newroza xwe jî weke mirovên kurd pîroz kirin. Gel derket serê çiya û baniyan, deşt û zozanan û Newroza xwe bi stran û dîlanên kurdî pîroz kirin.
Programa TRT6-ê jî baş bû. Grûbeke mezin ji Silêmaniyê, yek ji Ruhayê û ji Betlîsê anîbûn û wan jî bi stran û govendên kurdî Newroza xwe pîroz kir. Programeke baş bû.
Programa malkambax ya Roj TV-ê bû. Roj TV-ê, heta saeet 17.00-an ekran teslîmî yekî Dêrsimî kir û bi tirkî dan peyivandin.
Yanî roja Newrozê, heta êvarî rogrameke bi tirkî pêşkêşî temaşevanên xwe kir. Meriv matmayî dimîne.
Kurmê şîrî heta pîrî, mêrikan dimrin û dev ji tirkî bernadin. Heta programa Newrozê jî bi tirkî pêşkêşî bînerên xwe dikin.
Ez tu nifirê li we nakim, hema ez hêvî dikim ku Xwedê zû aqilekî bide we û tirkî li ber çavê reş bike…

8 kommentarer:

  1. Xalê Zinar,

    Ez bi xwe jî îro gelekî caran ketim qenalên kurdên me. Lê di RojTVeya tirkîperest da ez her carî jî rastî tirkî hatim. Vê êvarê ez careke din ketimê, îcar chend mêjî qermichî u gemarbuyî dabun ber polîtîkaya qeshmer, êdî min hew karî lê binêrim. Aniha di rojeke weha da van (bibore!) ehmeqên ehmeqan chawa bernameyên wilo aqilsivik chêdikin, ez qet fahm nakim. Yaw êdî vî miletê belengaz rojekê rehet berdin, bila ji bo xatira xwedê rojekê jî li ser êsh u janên xwe bikaribe bikene.

    Her weha newroza li Amed'ê Ahmed Türk, Leyla Zana u hwd. nekarîn ji tirkchîtiya xwe dakevin xwarê u namus u sherefa zimanê kurdî bi zimanê tirkî guvashtin, kurdî jê ra kirin hewî! Bila lanet li wan bête u wesselam. Di sextekariyê da hew kes dikare bi van rezîlan qayîshê bikishîne.

    Ez ji xelkê kurd lava dikim, bila dengên xwe nedin van qeshmeran!

    Min heta do digot ez ê bi tevî malbat u xizmên xwe vala bihêlim, lê îro min biryara xwe guhert. Ez ê (yanî em ê) dengên xwe bidim (bidin) AKPê. Merivekî mustakîl e, gelêrî ye u wekî kurd dijî.

    Bi silav u rêz

    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera
  2. Ji xwe derdê we ev e. Ha babam wiha vekirî bêje tu çima zora xwe didî. Bêje "ez akpcimê û ez dixwazim dengê xwe bidim akpyê". Lê ji bîr neke ku serokê we jî radibe û dibêje yek milet û yek ziman. Xwedîgiravî tu ji bo kurdperwerê rexne li wan digrî. Tew tew tew...
    Mihame

    SvaraRadera
  3. Xalo,

    Bi rastî jî halê RojTVeyê pir-pir xirab bu. Ji zu va ye ku ti hêviya min ji vê qenala tasheron tune.

    Min dîsan li TRT6ê jî temashe kir do êvarî. Kêfa min gelekî bi programa "Buka Baranê" hat. Nilüfer Akbal bi rastî jî bi temamî kurdewarî tevdigeriya. Gelekî caran Ismail Besikci bi bîr anî, xizmet u êsha ku wî ji bo xelkê kurd kishandiye anî zimên. Bila her bijî (wekî mînak, Rojîn di vî warî da wekî keseke duru u bê samîmî ye. Heta ku jê tê bi tirkchîtiyê rudine u radibe!). Dura min li bernameya taybetî ya newrozê nêrî. Her chiqas hin kêmasîyên pêshkeshvaniyê di tê da hebun jî, bi gishtî bash bu, otantîk bu. Tama muzîka kurdî tê da hebu.

    Pashê min li bernameya Ramazan Öztürk (= xwezî bila ÖzKURD biba) ya bi navê "Kirilma Noktasi" ("Noxteya shikestinê") temashe kir. Program li ser komkujiya Helepchê bu. Gelekî bash hatibu chêkirin u serda jî di TRT6ê da bi kurdî dihate weshandin. Bila xwedê teala emrê wî dirêj bike.

    Lê DTP îro careke din da duv kemalîzmê u tirkÎÎÎperestiyê. Qet tishtekî jê hêvî nakim. Bila kurd dengên xwe nedinê. Bila dengên xwe bidin HAK-PAR u namzetên azad yên kurdperest. Heger ew jî tunebe, bila vala bihêlin.

    Silavên germ

    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  4. Seet xweş birez Zinare Xemo!Min ji wek hercar.Kompitera xwe vekir,peşi biriya internete li kanala şeş duvreli kurdistan TV tamaşe kir.Birasti kefa min ji roj TV re naye;ji berku tim nave apo tede te gotin.Le jiber ku 21/3 NEWROZ bu min meraq kir ka çi di Roj TV de heye.Min did ku bi tirkiye di cihde nim Roj TV girt.Wey xweliya heft tifika li sere wane ku diben ew kurditanine u bi zimane tirki diştexilin.
    NEROZ TE pirozbe birez Zinare Xemo
    Midyadiye

    SvaraRadera
  5. Birayê Eliyê Dêrikî,li gor baweriya min kurd dikanin rayên xwe bidin kurdên serbixwe, dema însanên kurdperwer bin. Lê bi tu hawî dibê meriv raya xwe nede partiyên dijmin.Çimkî em di bin destê wan da ne, ne di bin destê DTP-ê da ne.
    Partiya li ser hukim e û dewletê îdare dike AKP ye û ew mafê me neda. Û di serda jî tu yê rabî raya xwe bidê.
    Bi baweriya li Kurdistanê partiyên dijmin çiqasî zeîf bibin hewqasî li kara miletê kurd e.
    DTP-ê rexne bike ji bo ku kesên xerab ji nava xwe bavêje, ji bo ku siyaseteke bêtir netewî bimeşîne, lê ne raya xwe nede partiya dijmin.

    SvaraRadera
  6. Xalocan,

    Tu rast dibêjî. Rewsha RojTVê u DTPê ya rasterast rezalet bu. Lê berevacî RojTVê di TRT6ê da kalîteya programan gelekî bash bu. Ez jî Nilüfer Akbal ji dil pîroz dikim. Bi rastî jî tev kurdistanî bu.

    Wellahî bi Leyla Zana chi buye, ez qet fam nakim. Êdî li gel min qasî pênc qurushan jî qîmeta xwe tune.

    Bila xwedê teala Osmanê me (Baydemîr) biparêze. Wellahî wekî Memê Alan dibiriqiya.

    Em ê dengên xwe vala bavêjin. Heger HAK-PAR yan jî namzedekî azad yê kurdîperest hebuya me yê dengê xwe bida wî. Lê mixabin ew jî tune.

    Bila bimire Newroza DTPê/PKKê ya bi zimanê tirkên xwînxwar!!!

    Bila bimirin kurdên koleyên zimanê tirkên xwîmij!!!

    Beranê Meletî'yê

    SvaraRadera
  7. Bi fikra min, DTPê îcar sedîsed rezalet îcaze kir! Bi taybetî jî Ahmed Türk li gorî pashnavê xwe tirkchîtiya xwe ya di ruhê wî da derxiste holê. Gerchî Leyla Zana jî ji wî kêmtir nebu. Êdî di navbera Leyla Zana, Emîne Ayna u Aysel Tugluk'ê tirkchî da ti ferq tune. Gava dî min nivîsa A. Tîgrîs di www.e-weje.com'ê da xwand. Li gorî ragîhandina wî miletê kurd yê ku ber bi meydana newrozê dimeshiya ji nîviyê zêdetir bi tirkî u yê din jî bi kurdiyeke xirab bi hevdu ra deng dikirine . Bi taybetî jî dayikan bi zarokên xwe ra ne bi kurdî, lê bi tirkî têkilî datînîne. Aha ji we ra siyaseta DTPê ya kemalîst u tirkperest!

    Êdî dewleta tirk sibe sedîsed kurdî serbest berde jî kesê ku bi kurdî bipeyîve, nemaye. Ma êdî ew zirt u virtên li ser kolanan chi ne? Ez bi xwe dev ji vê neteweya xwe ya ehmeq berdidim u wekî DTPê, PKKê u Apo pishta xwe bi tirkî u bi tirkbuna xwe germ dikim, u lanetê jî li kurdbuna xwe jî Tirkiye u zimanê tirkî!!! Ê ji niha u shunda ewê di devê min da ji bo kurdan peyveke pozîtîf jî dernekeve!

    Bibore xalo, lê êdî mirov hew dikare tehemul bike. Heger kesên wekî te yên xwedî shexsiyet jî nebin, qey xwedê dibêje herre chekekî bigire destê xwe u koka kurdan biqelîne.

    Zarayê Kurdîjen

    SvaraRadera
  8. Kek Zinar,

    Kurdî u Newroz? Êdî li Diyarbekîra TIRKAN kurdî buye dîrok. Wellahî dewleta tirkan hemî Diyarbekiriyan ji binî va rake u bavêje bîrên asîtê, ez ê bêjim nooosh, gidînooo! Miletekî weha lanetkirî u sextekar tunebe bashtir e. Min di newroza Diyarbekira tirkan da bo xatira xwedê tenê aleke kesk u sor u zer nedît. Herkes bi tirkî rudinî u radibu. Diyar e tirkan di kurdan da shexsiyetên herî bê shexsiyet afirandiye. Îcar kesê ku ji bo kurdekî/ê destê xwe rake, tayekî porê xwe hunda bike, tenê dikare ehmeq be u wesselam. RojTV di vê yekê da ji MITa tirkan bashtir dixebite. Chend berdoshên ji meyxaneyan pashta mayî, di destê PKKê da bune sembolên bêshexsiyetiyê. Gava miro ruyê van berdoshan dibîne, mirov hew dikare hefteyekê tishtekî bixwe. Gî jî li hev dishibin.

    silav u rêzdarî

    Elbîstanî

    SvaraRadera

PARVE BIKE