19 mars 2009

Kurd û Newroza bêwext

Ez îro beşdarî pîrozkirina Newroza bûm.
Mamosteyên zimanê kurdî li Botkyrkayê, îro li dibistana Fittjayê bi xwendevanên xwe û malbatên wan ra Newroz pîroz kirin.
Mamosteyê Rojenê mej i Rojen ra gotibû heger bavê te were ji kitêba xwe çend çîrokan bixwîne ewû baş be.
Li ser vê daxwaza mamoste Hemîd û Rojen, min îro kitêba xwe kir bin çengê xwe û ez û Rojen em çûn dibistana Fîttjayê, ciyê Newroz lê dihat pîrozkirin.
Programa pîrozkirinê saet ji 14.30-17.00-an bû.
Şahî li salona xwaringeha dibistanê bû. Ciyekî têra xwe mezin bû. Ez bawer dikim li dora 300 kesî kom bûn.
Mamosteyan ji bin da tu amadekarî nekribûn, hertişt bêhazirî û bêserûber bû. Tiştê hazirî hatibû kirin jî kesî tişt jê fêm nekir.
Lê tiştê baş, zarokên kurd ji herçar perçeyên kurdistanê û dê û bavên wan bi minasebeta
Newrozê hatibûn ba hev û bi hev ra dîlan digirtin, kêfxweş û dilşa dibûn.
Bi pîrozkirineke rojake wiha,(herçiqas ne di wexta xwe da bû jî)hemû zarok serbilind bûn.
Herçiqas ji herçar perçeyên Kurdistanê xwendevan hebûn jî lê piraniya wan kurdên Anadoliya Navîn(Konya)bûn.
Ez dirêj nekim, netîce dor hat min û min çû çîrokek xwend.
Xwedêgiravî minê 3 heb bixwenda lê dema min dît, dengê min naçe kesî, min di yekê da birî û xatir ji zarokan xwest.
Bi qasî ku ez dizanim pîrozkirina Newrozl ewê heta 24 adarê jî dom bike. Yanî Newroza me belkî jî heta meha nîsanê berdewam be.
Li gor îstatîstîkên fermî yên Dahîreya Îstatîstîkê, li Swêd ji polên 1-ê heta 9-an 5815 şagirdên kurd beşdarî perwerdeya kurdî dibin. Rêjeya beşdaran %62 e. Hejmara şagirdên kurd yên pêşdibistan, lîse û dersên alîkarîyê ne di nav vê hejmarê de ye. Heger meriv wan jî bihesibîne, hejmara şagirdên kurd yên ku beşdarî perwerdeya kurdî dibin digihê nêzî 9000-î(çavkanî Dibistana Kurdî)

1 kommentar:

  1. Xalocan,

    Ev chi oto-sensur e weyyy? Xêr e, te îro gelekî kurt birriye. Va ye mesela newrozê ne di te da u ne jî di me da mecal nehîshtiye wellahî. Xalo, êdî tirk di 21 adarê da desturê bidin jî em ê nekin. Aha îsal newroz rastî roja shemiyê tê, lê dîsan jî di vê rojê da nikare were pîroz kirin. Ma ji vê rojê bashtir roj heye ku em ji kesekî bixwazin? Ev jî meseleya "kurd u texnîk"ê ye.

    Silavên berxikî

    Beranê Meletî'yê

    SvaraRadera

PARVE BIKE