08 mars 2009

Kurd gav bi gav nêzî azadiyê dibin

Nuha(22:30) di TRT6-ê da min li Mewlûda Kurmancî(ya Melayê Batê)guhdarî kir.
Mewlûd li Diyarbekrê, li Mizgefta Mezin ji alî bi dehan melayên kurd va, bi cimateke mezin ra hat xwendin û TRT6-ê jî ew weşand.
Mewlûd û pêşkêşkirina wê muhteşem bû.
Û di warê moral û siyasî da jî ji bo miletê kurd serkeftineke pir mezin û pir girîng e.
Min berê jî çend caran di Roj TV-ê û di hin qanalên din da li Mewlûda Kurmancî guhdarî kiriye.
Lê guhdarîkirina di qanala dewleta tirk da tahm û lezeteke din dide meriv, hestên ku meriv zora vê dewleta zalim biriye dide meriv.
Û ya din jî, ji ber ku di wext û zemanê xwe da min jî Mewlûda Kurmancî guxwendiye, loma jî hercara ku ez lê guhdarî dikim rojên min yên xortaniyê, dema min ji diya xwe ra dixwend tîne bîra min.
Di nivîsa xwe ya do da min qala hatina hevalekî ji welêt kiribû. Do bi şev jî em bi hev ra bûn.
Hevalê mîvan di nava sohbetê da qala wahşeta zindana Diyarbekrê,(salên 1980-1986) zilm û îşkenceyên dîtibûn jî kir.
Hevalê min got, dayikên hin hevalan ji ber ku bi tirkî nikanîbûn navê qawişa lawê xwe bigotana ew ji ber deriyê zindanê paş da vedigerandin, nedihîştin zarokên xwe bibînin.
Lê îşev jî di kanaleke telewizyona eynî dewletê da min li Mewlûda Kurmancî guhdarî kir.
Min ji xwe ra got, biçek be jî me zora dijmin biriye, ev jî ne hindik e.
Dema min li Mewlûda Melayê Batê guhdarî dikir, di eynî wextê da sohbeta me ya do bi şev het ber çavên min.
Xanim li kêleka min rûniştibû, min jê ra qala gotinên hevalê xwe kir û dû ra jî got, erê kurdan bedelekî pir mezin da lê şikir wa ye bedilhewa neçûye.
Bi guhdarîkirina vê mewlûdê miletê kurd nîşanî dewleta tirk û hemû dijminên xwe yên din jî da ku miletê kurd, miletekî çiqasî mezin û qehereman e û tu carî teslîmî zulmê û zaliman nabe.
Zulm û nemirovatiya tirkan ya ku di zindanên Diyarbekir û yên din da anînî serê keç û lawên kurd di dîroka wan da ewê tim û tim weke lekeyeke reş be, weke rûreşî û sûcekî li hember însaniyetê be, ew bixwe fedî nakin, lê ewê rojeke were neviyên wan ji ber vê nemirovatiya pêşiyên xwe ewê pir fedî bikin.
Û neviyên me jî ji ber mêranî, cesaret û liberxwedana bav û kalên xwe ya li hember zaliman ewê tim û tim serbilind bin.

2 kommentarer:

  1. Min nizanî bû ku di dewleta tvyê de xwendina mewlid mafê neteweyek e. Ew mafekî çawa ye? Birastî min jê fêm nekir. Jixwe televizyonek hatiye vekirin (lê bê fermî û bê zagon), ew tiştekî nû nîne ku wekî (bi gotina çapameniya Tirk) açilimek e. Ew tenê li ber hilbijartinê xapandineke din e. Tiştekî nû jî nîne. Heya niha wekî gotina we bi dehan mewlid di televizyona Kurdan de hatin dayin. Bi hezaran mewlud ji xwe ji bo şehîd û miriyên me çi li mizgeftan be, çi li malan be tê dayin. Lê gava ku meriv li televizyana Tirk binêre tu dibêjî qey şoreşeke pir mezin çêbuye.
    Tiştekî din jî heye ku divê meriv bala xwe baş bide. Li gor xwendina min li (Avestakurdêhttp://www.avestakurd.net/news_detail.php?id=4338), imamê camiyê mezin dibêje ku:" Ê ku bêje ji bilî xwedê xweda tune ye..
    Muhemmed pêxemberê xwedê ye ew birayê me ye, ew çavê me ye.
    Ê ku viya ne bêje jî....., eger ji irqê me be jî ew ne birayê me ye".
    Ev jî tê wateya ku kurdên êzdî, cihû her wiha yên xirstiyan ne birayên kurdên musulman in."

    Lê dîsa jî wekî gotina we ew maf bi darê zorê ji wan hatiye standin û tahma wî jî cuda ye lê dîsa jî bila dilên me ji wan re germ nebe. Ew maf ne mafeke rasteqin e.
    Mamoste Ehmed

    SvaraRadera
  2. Min nizanî bû ku di dewleta tvyê de xwendina mewlid mafê neteweyek e. Ew mafekî çawa ye? Birastî min jê fêm nekir. Jixwe televizyonek hatiye vekirin (lê bê fermî û bê zagon), ew tiştekî nû nîne ku wekî (bi gotina çapameniya Tirk) açilimek e. Ew tenê li ber hilbijartinê xapandineke din e. Tiştekî nû jî nîne. Heya niha wekî gotina we bi dehan mewlid di televizyona Kurdan de hatin dayin. Bi hezaran mewlud ji xwe ji bo şehîd û miriyên me çi li mizgeftan be, çi li malan be tê dayin. Lê gava ku meriv li televizyana Tirk binêre tu dibêjî qey şoreşeke pir mezin çêbuye.
    Tiştekî din jî heye ku divê meriv bala xwe baş bide. Li gor xwendina min li (Avestakurdêhttp://www.avestakurd.net/news_detail.php?id=4338), imamê camiyê mezin dibêje ku:" Ê ku bêje ji bilî xwedê xweda tune ye..
    Muhemmed pêxemberê xwedê ye ew birayê me ye, ew çavê me ye.
    Ê ku viya ne bêje jî....., eger ji irqê me be jî ew ne birayê me ye".
    Ev jî tê wateya ku kurdên êzdî, cihû her wiha yên xirstiyan ne birayên kurdên musulman in."

    Lê dîsa jî wekî gotina we ew maf bi darê zorê ji wan hatiye standin û tahma wî jî cuda ye lê dîsa jî bila dilên me ji wan re germ nebe. Ew maf ne mafeke rasteqin e.
    Mamoste Ehmed

    SvaraRadera

PARVE BIKE