15 mars 2009

Hertiştê me derî adetê ye

Sibe 21. salvegera komkujiya Helepçeyê ye.
Di 21-ê adara 1988-an da rejîma Saddam ya xwînmêj û qatil bajarê Helepçeyê bi çekên kîmyewî bombebaran kir.
Di vê êrîşa hovane da ji şêniyên bajêr bi kêmanî 5 hezar kes hatin qetilkirin û bi hezaran jî seqet bûn.
Ji bo bîranîna vê komkujiya mezin ya li hember miletê kurd, îro li Stockholmê li meydana Sergelstorgê xwepêşandaneke hebû.
Dema di malpera Netkurdê da anonsa çalakiyê biber çavê min ket, min rabû xwe tev kir û çûm ciyê civînî.
Li gor xeberê, bîranînê saet di 14:00-an da destpêdikir. Ez di wexta xwe da gihîştim ciyê civînê.
Min bala xwe dayê kes tune, herî zêde 50-60 kes in û heta dawiyê teqrîben em bûn li dora 100 kesî.Û di nava vê kîtleya biçûk da jî tenê ez, keça Mîrhem Sîdar û Dîcleyê Dêrikî ji Kurdistana bakur bûn.
Yanî sê kes. Yên din hemû kurdên soran bûn.
Dîcle jî ji ber ku keça wî Bêrîvan Ongorur Kizil, ewê li ser navê Partiya Çep(VP)bipeyiviya hatibû.
Min nizanîbû Bêrîvan keça Dîcle ye. Dema Emer Şêxmûs ji min ra got, ev keça Dîcle ye, gelkî kêfa min hat, lê ez hinekî jî li ber xwe ketim.
Min di dilê xwe da got, Emer Şêxmûs ji Kurdistana Sûriyê ye dizane, lê li gel ku ez û bavê wê û apên wê dostên hev in û di nabêna me û Dêrikê da jî 60-70 km. heye ez nizanim ku Bêrîvan nîvhemşeriya min e.
Berîvan Kizil, namzeta Partiya Çep ya Swêd ya Yekîtiya Ewrûpayê ye. Xanimê axaftineke baş kir û di dawiya axaftina xwe da jî got, ”bijî kurd û Kurdistan!”Piştî axftinê min ew pîroz kir û ji bavê wê ra jî got, heyran wele min dizanîbû Evîn ji Kurdistana bakur e, lê min nizanîbû keça te ye û hewqasî nêzîkî me ye.
Dema ez keç û xortên wiha aktîv dibînim gelkî dilşa dibim. Bala min lê ye di nava hemû partiyan da çend xortên me yên aktîv û bi doza miletê xwe va girêdayî hene.
Weke dê û bav, bi vê pêşketina zarokên xwe dibê em serbilind bin.
Vê kêmbûna kurdên bakur bala min kişand. Di dema sohbeta me da Emer Şêxmûs got, sibe jî eynî li vê derê, îcar Federasyona Komeleyên Kurdisyanê bîranîneke wiha çêdike.
Komkujî di 16-ê adarê da bûye, lê beşek kurdên me rojekê berê, di 15-ê adarê da çalakiya bîranîna wê çêdikin.
Min fêm nekir tiştekî wiha çima ne di roja ku komkujî bûye û ne bi Federasyona Komeleyên Kurdistanê ra?
Em kurd yekcarnan tiştên pir xerîb dikin.
Bîranîna komkujiya Helepçeyê em rojekê berê bibîr tînin.
Newroza xwe jî ne di şev ya jî roja 21-ê Adarê, ya çend rojan ya berî wê ya jî piştî wê pîroz dikin.
Mesela do yanî hefteyek berî roja Newrozê, Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Stockholmê Newroz pîroz kir.
Dema tu j iwan bipirsî, ewê bibêjin me cî nedît.
Hûn dizanin hersal hûn Newrozê pîroz dikin, salekê berê cî bigrin. Ciyê mezin tunebe, ciyekî biçûk bigrin.
Ev yek ji pîrozkirina hefteyek berê û hefteyek şûnda çêtir e.
Heger Newroz bi rastî jî rojeke me ya netewî ye û em bi wî çavî lê dinêrin û dixwazin bi wî şiklîjî jî pîroz bikin, wê demê dibê em di roja wê da pîroz bikin, Newrozê nekin pêkenîn.
Roj û cejnên netewî dibê di rojên wan da û bi wê cidîyetê werin pîrozkirin.
Ne rast e û mafê tu kesî jî tuneye ku bi van rojên kurdan yên netewî bilîzin û naveroka wan dejenere bikin.
Komkujiya Helepçeyê, dibê di 16-ê Adarê da were bibîranîn, ne rojek berê ya jî şûnda.
Newroz, dibê di 21-ê Adarê da were pîrozkirin, ne hefteyek berê.
Çawa ku em nikanin çejnên xwe yên dînî, hefteyek berê pîroz bikin, dibê Newroza xwe jî em nikanibin heftek berê û hefteyek şûnda pîroz bikin...

1 kommentar:

  1. Xalê Zinar,
    Ma chiyê me normal e. Sala derbazbuyî di roja qetlîema Helebchê da li hinek ciyan cejna newrozê hatibu pîroz kirin. Bi fikra min li ser ruyê vî erdî mehluqatên ku wekî kurdan (bibore) bêedebiyê u (bibore!) bêsherefiyê li dijî nirxên xwe yên dîrokî u millî bike, tune. (Bibore) ji bo vê yekê tenê u tenê siysetmedarên(?) rezîl u riswa berpirsiyar in! Wellahî êdî mirov dîn dibe. (bibore) lanet lê be ku ez wekî kurd hatime ser vî erdî. (Bibore)yaw kuchiktî ji vê bashtir bu.

    Silavên germ

    Hecî Kezebîyanmîsh

    SvaraRadera

PARVE BIKE