29 mars 2009

Gelê kurd sîleyek baş avêt ji AKP-ê da

Bêguman bi netîceyên hilbijartinan ez îşev bêhed kêfxweş û dilşa me.
Ez gelkî kêxweş bûm ku gelê me şîrmaqeke baş û bi tîn avêt ji belka guhê serokê AKP-ê Tayyip Erdogan da.
Min dixwest bi kêmanî 3-4 bajarên din jiî ji destê dijmin derkeve û têkeve destê xwediyên xwe, lê îcar nebû.
Bes heger DTP dev çîroka ”biratiyê” û ji qûna çepên tirk û kemalîzmê veqete û bi rastî jî weke partiyeke kurd tevbigere emê wan rojan jî bibînin. Hemû bajarên Kurdistanê yek bi yek ewê têkevin destê kurdan.
Erdogan û zilamên dora wî, wisa bawer dikirin ku ewê bi hin gotinên demagojîk û bi telîsek komir û torbeyek maqarna miletê kurd bikirin.
Lê gelê kurd bi rayên xwe nîşanî dijmin da ku mesela wan ne komir û meqarne ye, ne feqîrî ye, ew doza mafê xwe yên netewî dikin.
Netîceyên resmî hîn tam eşkere nebûne. Lê li gor netîceyên xeyrîresmî DT Pli Kurdistanê serkeftineke pir mezin bi dest xistiye, li gor hilbijartinên berê gelek belediyên nuh qezenc kiriye.
Saet nuha 22.00 şevê ye. Li gor netîceyên heta vê saetê, DTP-ê li 8 bajarên Kurdistanê yanî li Amedê, Batmanê, Colemêrgê, Idirê, Sêrtê, Şirnexê, Dêrsimê û Wanê û li 48 qeza û nehyeyan seokatiya belediyan qezenc kiriye.
Di hilbijartina 2004-an da li 4 bajar û li 32 qeza û nehyeyan hilbijatin qezenc kiribû.
Bêguman ev sekeftineke ne hindik e, netîceyên vê serkeftinê li der û li hundur ewê pir baş û pir jî bi tesîr bin.
Dijmin ewê fêm bike çawa ku teror, kuştin û şerê bi salan miletê kurd teslîm negirt, bertîl, komir û maqarne jî pere nake.
Mesela kurd meseleyeke siyasî û netewî ye û dibê dewlet di van waran da gavan bavêje û mafê kurdan bide.
Karta dîn, di destê dewleta tirk da karta herî dawî ye. Di van hilbijartinan da gelê kurd nîşan da ku ewê bi vê derewê jî nexapin.
Dema meriv bala xwe didê li Kurdistanê bi giştî partiyên din nemane, tenê partiyên dîn û Îslamê ji bo menfeeta xwe îstîsmar dikin mane û ew jî hêdî hêdî ewê bihelin.
Lê bêguman divê kurd ji siyaseta xizmetê bêtir, siyaseteke netewî bidin ber xwe û li gora wê biçin ba gel.
Ji ber ku meseleya me ne meseleya xizmet û beledîcîtiyeke hîn baştir e. Bêguman dibê meriv wê jî bike, lê mesela me meseleyeke netewî ye û dibê em vê yekê pir vekirî ji gelê xwe ra bibêjin.
Dema em rayên xwe nedin dijin û bidin xwe, dijmin mecbûr e hesabê me bike û siyaseta xwe ya înkar û îmhayê biguhere.
Netîceyên hilbijartinên 29-ê adarê mesajek pir baş da AKP-ê û dewleta tirk. Ez bawer dikim di rojên pêş da em netîceyên gelkî baş ji vê mesaja hilbijartinan bigrin.
Li gel vê dilşadiya min ya netîceyên giştî, netecîyên bajarê min Wêranşarê ez him matmayî hîştim û him jî gelkî xemgîn kirim. Li gor netîceyên heta vê saetê yên min di rojnameyan da xwend DTP-ê li Wêranşarê bi 146 rayan hilbijartin wenda kiriye. Hilbijartinên Wêranşarê namzetê AKP-ê qezenc kiriye.
Bi vê xebera tahl kêf û dilşadiya min ya netîceyên hilbijartinên giştî li min bû jahr.
Ez hêvî dikim ne rast be.
Lê heger rast be, misebîbê vê vê sosireta giran, vê skandala mezin PKK û DTP bi xwe ye.
Dema meriv hurmetê nîşanî îradeya gelê bajarekî nede û here ji Cîhanbeyliyê jinekê tayînî Wêranşarê bike û bixwaze bike reîsa wan, bêguman netîce dikane wiha be.
Dibê meriv bi çavê kole û xulaman li gelê bajarekî nenêre, hurmetê nîşanî daxwaz û îradeya wan ya azad bike, vê îradeyê qebûl bike.
Dema meriv milet bi tiştekî nehesibîne milet jî dikane sîleyên wiha ku meriv qet napê li meriv xe.
Bi rastî ez pir li ber ketim û pir jî pê îşiyam. Lê li alî din jî milet pir baş kiriye, bira dîktator û zorba bizanibin ku milet ne xulamê wan e.

2 kommentarer:

  1. Xalo,

    Bi zanîna min miletê kurd derseke bash daye DTP u PKKê. Heger hin kesên kurdîperest, kurdperest u xwedî namus (wekî birêz O. Baydemir) di nav refên DTPeya tirkperest u kemalîst da nebuna, ewê rewsha DTPê ji ya mirîshka qelandî xirabitir biba.

    Ji sî mîlyon zêdetir kurd tenê %5.31 deng girtiye. Ti tishtê ku mirov bi pê kêfxwesh be, nîne.

    Me wek eshîret chend hezar dengên xwe neda DTPeya kemalîst u em ê nedinê jî, heta ku DTP hurmetê li dijî îradeya miletê kurd nîshan nede, tirkperestiyê veneqete u kemalîstan ji nav xwe neqewitîne (yên wekî Selahatin Demirtas, Aysel Tugluk, Emine Ayna, Sirri Sakik, Hasip Kaplan, Ahmet Türk ...), qeshmerên kemalîst yên ku bi parashutan daketine xwarê u mêjiya miletê kurd dikelînin u pêshkeshî kemalîzmê dikin, u heta ku siyaseteke kurdîperest u kurdistanî neyê meshandin, ji bo DTP'ê dilopek av jî tune, heger DTP ji tîbunê bimire jî. Bila AKP, MHP, CHP ..., hemî partî dikarin werin, lê DTP bi navê kurdîtiyê nikare kemalîzma qetîl di dilê miletê kurd da bikute. Êdî ew demên bi propagandayên erzan, shîr u shekir derbaz bun u chun. Heger dixwazin miletekî ji bo Evdo bikin qurban jî, fermo bila bikin. Di pêsherojê da halê van tirkÎperestan ewê pir rezîltir bibe. Chiqas kurdî nezanên ergenekocî hene, hatine di nav DTPê da bune îllet!

    Bila her bijî îradeya miletê kurd ya kurdîperest u kurdistanî!

    Silav u rêz



    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera
  2. Yaw çima tu mecbur î her tim dev davêjî partiya me ya yekane. Welle heke we baş meze kiriye we yê bidîta ku cihên ku partiya me herî serkeftiye ya berendamên me yên jinan in. Mînak: Gever sedî 88, mînak Nusebîn sedî 80, mînak Weranşar sedî 47(li Rihayî di nava navçeyÊn DTPê de herî zêde wan girtin.). Miletê me kubar e, ji jina xwe re pir girîngî didin. Heke dijminên partiya me yên sondxwarî nebûya bawer kin me yê Bilîs, Merdîn, Agirî, Mûş, Çewlîk hwd. jî kezenc bikira lê mixabin ku me şuna piştgiriya wan dijmintiya wan dît. Wan serê miletê me tevlihev kir û hêviya miletê me winda kir û hîna jî işê xwe dikin. Xalo Zinar tu ji serkeftina DTPyê dilşa dibî lê her kes ne wekî te ye. Hinek kes heye ku tem dijminê qewmê xwe ne. Dixwazin ku partiya tirka qezenc bike. Murado

    SvaraRadera

PARVE BIKE