07 mars 2009

Dinya him biçûk û him jî mezin e

Dinya jî li gor îmkanan biçûk û mezin e. Dema darê meriv di xênî hilneyê dinya pir mezin e, lê dema îmkana meriv hebe bi qasî kefa destê meriv biçûk e.
Do, hevalekî min ê pir ezîz bi hatina xwe ya ji welêt dinya pir çûk û ez jî gelkî dilşa kirim.
Tam ev 30 bûn me hevûdu nedîtibû.
Belê 30 sal, wisa ne henek menek e…
Dema ji ber zora zaliman me terka hev kir û em heryek bi derekê da pengizîn, hinek ketin zindanên dijmin û hinek jî bi çolan ketin, em herdu jî hîn xort bûn, şûr simêlên me nedirî.
Do dema me hevûdu dît, li hember vê guherîna mezin em herdu jî matmayî man û min got ma ev tu yî, wî got, ma ev tu yî?, heger ne xêra hevalan bûya me hevûdu nasnedikir.
Min por sipî kiriye, lê neweşandiye, piştiyek por li serê min e.
Lê hevalê min him por weşandibû û him jî sipî kiribû.
Hercara ku hevalek ji welêt tê û em hevûdu dibînin, weke girtiyekî ez kêfxweş dibim, fena ku yeka hatibe hefsê serdana min.
Do êvarî jî eynî hestên min tevrabûn û li bin gihên hev ketin.
Sîh(30) sal berê du xortên li kolanên Diyarbekrê diketin milên hev, do bi şev îcar li kolanên Stockholmê weke du kalan em ketin milên hev.
Dinya çi biçûk e…
Kê bîr dibir ku piştî 30 sal î em hevalên do bi hev ra, emê li Stokholmê hevûdu bibînin û bi hev ra ”şerxweş” bibin?
Meriv bikanibe dinyayê biçûk bike pir xweş e…
Heta derngê şevê ev dilê ku mişt kul û derd û kovan bi kêfxweşiyê miradê xwe kir, xenê bû.
Nuha ez li ser rê me, dîsa diçim ba hevalê xwe. Ji bo îşev jî vî dilê xwe yê rezîl ji bi ken û laqirdiyan mest û serxweş bikim.
Berî ku ez herim, min hema bi lez ev çend rêz nivîsîn.
Ji bo ku hûn jî bizanibin ezê îro jî çi rojeke bextewar bijîm...

1 kommentar:

  1. Bash e xalê Zinar,

    De bila nosh be hevdîtina pishtî sî salên chem u chem chuyî.

    Te nivîsa xwe îro bi rastî jî kurt girtiye. Ya rast miletên ji rojhilatê (bi taybetî jî kurdên bê ilm u zanîn) pir dipeyivîn, da ku bila xelkê alemê bêje "chi zanan e haaa, te dît" (qesta min helbet ne cenabê te ye. Xwezila bila hemî kurd qasî te jîr buna). Êêê min jî bi hêdîka dirêj kir yanî :-).

    Silavên germ

    Beranê Meletî'yê

    SvaraRadera

PARVE BIKE