12 mars 2009

Dibê kurd biwêribin xeyalên pir mezin bikin

Kurd dibêjin, ”Xwedê nade lê gava bide jî li ser hev dide, bi ser meriv da dibarîne.”Ez bawer dikim ”Homa” di rojên pêş da dike li kurdan jî wisa bike, heqê kurdan li ser hev ji tirkan bistîne.
Henek li alîkî, lê bi qasî xuyaye tirk dikin werin rê.
Nivîskara rojnameya Bugunê Perîhan Çakiroglu, di nivîsa xwe ya do da gotiye, ”Ez nuha naxwazim navê wê bidim, grûbeke mezin ya medyayê ji bo ku di telewîzyon û radyoyê da dest bi weşana kurdî bike û rojnameyên bi kurdî derxe, dest bi xebatê kiriye.”Li gor nivîsa Perîhan Çakirogluyê, ne ew grûb tenê, gelek sermiyandarên din di serî da sektora kêfê û di geleksektorên din jî dixwzazin dest bavêjin bazara kurdî.
Li gor Çakiroglu xanimê, gelek kes bi bêsebriyeke mezin li bende piştî hilbijartinên 29-ê adarê ne.
Bi îhtîmaleke mezin ev xeber ewê rast be. Ji ber ku wekî din tu rê li ber tirkan nemaye. Mecbûr in mafê kurdan bidin.
Tirkan baş fêm kirine ku serhişkî û israra di şer da li zirara wan e û bi vê riyê jî nikanin zora kurdan bibin.
Nuxteyeke din ya pir girîng jî helbet desteka derve ye. Ev destek jî êdî nemaye. Êdî Emerîka û Ewrûpa jî weke berê piştgiriyê nadin êrîşkarî û şerxwaziya tirkan ya li hember miletê kurd.
Yanî him li der û him jî li hundur dor li tirkan hatiye pêçan, kes destekê nade siyaseta wan ya înkar û tunekirina kurdan.
Yekîtiya Ewrûpa di rapora xwe ya dawî da ji herdemê bêtir û vekirîtir banga ”çareserkirina mesela kurd” li Tirkiyê dike, dixwaze Tirkiye perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl bike.
Emerîka eynî tiştî dibêje.
Li gor xebera rojnameya Tarafê ya do, hefteya borî, berî ziyareta wezîra der ya Emerîkayê Hîllary Clînton, heyeteke emerîkî bi hin siyasetmedarên kurd ra hevdîtin pêkaniye û ji bo çareseriya mesela kurd xwestiye dîtin û pêşniyarên wan fêr bibe.
Û di serdana Clînton ya Anqerê ya roja şemiyê da ”li ser maseyê ji meseleyên herî girîng yek jî dosyeya mesela kurd bûye.”Di dema hilbijartinên Emerîka da di çend nivîsên xwe da min gotibû ku bi îhtîmaleke mezin îdareya Obama ewê ji ya Bush çêtir be.
Di vê ziyareta Hillary Clînton da emerîkiyan di vî warî da hin sinyalên baş dan û bi îhtîmaleke mezin di pêşerojê da jî ewê hîn bêtir zorê bidin tirkan.
Ewê bixwazin Tirkiye, Kurdistana Federe nas bike û têkilyeke baş bi kurdan ra deyne.
Û ji bo vê jî bêguman dibê Tirkiye mesela kurdên xwe çareser bike.
Li alî din, şêla Îranê jî gelkî girîng e. Herçiqas beşekî Kurdistanê di bin îşxala Îranê da be û ew jî di bin ra gorra kurdan bikole, lê li gel vê jî weke Tirkiyê statuya kurdên başûr red nake, di warê siyasî û dîplomatîk da bi Kurdistana Federe ra têkiliyê datîne.
Ev siyaseta Îranê, Tirkiyê bi serê xwe dihêle, li der û li hundur jê ra gelek gelş û serêşiyan peyda dike.
Bi kurtî, heger li der û li hundur cî li dewleta tirk teng nebûya serokkomar Abdullah Gul du roj berê nedigot, ”di mesela kurd da di rojên pêş da ewê tiştên pir baş bibin.”
Loma jî pir ne dûr e ku berî hilbijartinan ya jî piştî hilbijartinan di demeke nêzîk da tirk ji nişka ve ”bombeyekê” biteqînin û hemû kurdan û cîhanê matmayî bihêlin.
Lê ewê ”bombeyeke” çawa be û kurdan çiqasî memnûn bike ev ne diyar e.
Ji ber van sedeman jî haya Perîhan Çakirogluyê dikane ji hin deran hebe, çimkî guhên hin rojnamevanan qul e, hin tişt zû bi ber guhên wan dikeve.
Salahattîn Demîrtaş efendî û hin kesên weke wî nexwazin ”kurdî bibe zimanê duyem yê resmî” jî, dewlet dikane kurdî bike zimanê duyem yê resmî.
Di rewşeke wiha da ji bo zimanê kurdî ewê gelek qad û bazarên nuh, yên bêserî û bêdawî vebin. Bi sedhezaran însan, di her warê civakî da ewê kar bibînin.
Hertiştê îro bi tirkî heye, ewê bi kurdî jî hebe. Û ji bo vê yekê jî kesên kurdîzan ewê lazim bin.
Kesên kurdîzan ewê bibin tûtye û bi destê kesî nekevin.
De hûn wê demê werin tirada kurdan, ewê şirikê jê berdin. Ji xwe her kurd dengbêj û henekçî ye, ewê reqlamên wisa bikink ku devê tirkan ê ji hev here, dilê wan ewê bibeje xweşikî û şîrîniya zimanê kurdî.
Ji ber ku ”dîn û îmana” gelek tirkî pereye, loma jî dema bibînin ku di kurdî da pere heye, ewê dev ji tirkî berdin û dest bi fêrbûna kurdî bikin.
Di nava çend salan da bi sedhezaran, belkî jî bi milyonan tirk ewê fêrî kurdî fêr bibin û dûra jî çawa ku bi fêrbûna tirkî gelekên me bûn tirk, ewê jî bi fêrbûna kurdî hêdî hêdî bibin kurd.
Jixwe berê piranî ne tirk in, ji bo kara xwe bûne tirk, îcar jî ji bo kara xwe ewê bibin kurd.
Ez ne kahîn im û xewnan jî nabînim.

Ez merivekî ”dûrbîn” im û qala tiştên ku di rojên pêş da dikanin biqewimin dikim…
Dibê em ji bîr nekin ku hemû îcad û keşfên cîhanê jî bi xeyelan destpêkirine; dibê kurd biwêribin xeyalên pir mezin bikin…

4 kommentarer:

  1. Dest xweş Zinarê Xamo nivîsa te wekî her carê dîsa pir baş e lê mixabin ku te dîsa xwe renagirtiye û bê mafdar dev avêtiye DTPyê. Gotina te ya "Salahattîn Demîrtaş efendî û hin kesên weke wî nexwazin ”kurdî bibe zimanê duyem yê resmî” jî, dewlet dikane kurdî bike zimanê duyem yê resmî." li gor bîr û baweriya min bê insaf e. Ez ne abuqatê S. Demirtaş im lê armanca wî ya wiha tune ye. Heke wi ya wiha hebûya ew ê biçûya cemê partiya Tirka, ji ber ku ew her tim dibêjin yek al, yek ziman û yek milet. Partiya me jî her tim li hember vê yekê derdikeve. Gotina S. Demirtaşê ji bo nermkirina rayagiştiya Tirkiyeyê bû. Tirk vê yekê fehm kir lê mixabin ku me fehm nekir. Tu dikarî bêjî ew siyaseteke şaş e lê tu nikarî bêji ku S.Demirtaş naxwaze Kurdî bibe zimanê fermî. Heke niha Pirsgirêka Kurdî ketibe rojevê bawer ke ew ne seba nivîsa te ya her rojê ye( şaş fehm neke ez ji nivisên te pir hez dikim û bi baldarî dişopinim), yan jî seba muxalifên DTPyê ye(xwedîgiravî neteweperwer). Heke îro pirsgirêka Kurd ketibe rojevê ew seba têkoşina wan e. Ew zora dewletê dayîne.
    Zinarê Xamo Xwedêjterazib niha li ber deriyî hilbijartin heye. Tu jî dibînî ku bi sedhezaran Kurd, bi milyonan Kurd li ser piyan in. Zehf kes rabûye û ji bo serkeftina partiya xwe têkoşin dikin. Hinek kes jî radibin çi bi devkî, çi bi nivîskî, nizanim bi çi şeklê serê miletê me tevlihev dikin. Wele kusura min nanêre carcaran nivisên te jî wihe dibe. Qet nebe hinek sebr bike piştê hilbijartinê dîsa li gor bîr û baweriya xwe binîvise. Dîsa wan bide ber topan lê na niha. Tu niha dikarî hinekî jî ji bo partiyên Kurdan bişixulî. Min ji nivîsên te wiha derxist ku tu jî ji dil dixwazî ku partiyên Kurdan bi ser keve. Wele Apê Zinar dem niha ne dem e rexnegirtin e. Dem niha reklamkirina partiyên me ne. Dem niha dema xebatê ye. İnşallah min dilê te nehişt. Ez ji nivîsan te pir hezdikim û bawer ke ez kesê naxwinim lê nivîsên te dixwinim. Her hebî Zinarê Xamo.

    Mamoste Ehmed

    SvaraRadera
  2. Gellek spas ji bo nivîsa te xalê zinar! U
    Gellek spas ji ji bo rexneya şîrîn a Memoste Ahmed.
    Rexneyaka pir şêrîn u xweş kirye.
    Bi silaf u rêz. REHAWÎ

    SvaraRadera
  3. Xalê Zinar,

    Te dîsan nivîseke bi têr u tîjî nivisiye. Bêguman di warê rexneya te ya li dijî Selahattin Demirtash da ez sedîsed tev li te dibim. Heqê ti kurdî nîne ku li pêsh raya dinyayê bi hestên miletê kurd ra bilîze, wan ji neteweya xwe sar bike. Gelo chima tirk rojekê tishtekî weha nakin. Ma raya tirkan ewqas di bêheqiya xwe da nazik dibe jî, chima kurd di vê rewsha hebun u tunebunê da destfireh in u ehmeqtiyê dikin? Diviya DTPê di warê ziman da herroj deriyekî hesinî bishkanda. Lê nekir. Serda jî di derbarê vê mijarê da bu duvika AKPê. Pishtî ku AKPê ji bo zimên gavek avêt, DTP ji bêgaviyê tishtek kir, daku bila xelkê kurd dengê xwe bide DTPê. Bi rastî jî ev tevgereke dijminanî ye. Gelo mirov chawan dikare di warê zimanê kurdî da ewqas serberdayî bilive, chawan?! Ez hêvîdar im ku ewê xelkê kurd di van hilbijartinan da dersa DTPê bide. Heta ku DTP (= PKK) her tishtê xwe bi kurdî nede u nestîne, em ê wekî eshîret dengên xwe nedin DTPê, ew biryar berî du rojan hate girtin. Em ê bi lîstikan jî neyên xapandin! Dengên me tenê ji bo kesên kurdÎperet, kurdperest u kurdistanperestan e. Ji bo yên din jî riya cehenemê vekiriye!!!

    Bi silavên germ

    Qirixê Amed'ê

    SvaraRadera
  4. Desti xweş birez Zinare Xemo!
    Te gelek baş u xweş nivisiyer.Gelek heyfe u nexweşe ku nave wek nave Salahattin Demirtaş, Aysel Tugluk u Abdulleh Ocalan dinav partiye kurdandene.Birasti mirov ji wan şik dike.
    Dise geleki spas ji bo nivise TE en xweş.Herbiji.

    SvaraRadera

PARVE BIKE