31 mars 2009

Sirê serkeftina DTP-ê propaganda kurdayetiyê ye

Hilbijartin qediyan lê gotegot û analîzên li ser netçceyên hilbijartinan bi rengekî bênabên û germ û gur berdewam in.
Li ser serkeftina DTP-ê û têkçûna AKP-ê û partiyên tirk yên din ya li Kurdistanê
li gor xwe herkes tiştekî dibêje û hin tespîtan dike.
Ji van tespîtan ya rojnamevan Cuneyt Ozdemir gelkî bala min kişand. Ozdemîr, di malpera xwe ya bi navê ”dipnot tv”* da dibêje, ”Li başûrê rojhilat PKK-ê qezenc kir, Tirkiyê wenda kir.
Ozdemîr vê tespîta xwe bi rengekî bêdil dike, dema wiha dibêje pir pê diêşe, lê dîsa jî dibêje.
Ozdemîr, ji bo ku xwendevanên wî jî bizanibin ku dilê wî ji kurdan ra naxwaze, lê li gel vê jî mecbûr e ku rastiyê û çavdêriyên xwe yên hilbijartinan bibêje.
Ozdemîr di nivîsa xwe da dibêje, ”bi dîtina sernivîsê hûn dikanin bi min da bixeyidin lê mesele eynen wiha ye.”
Û piştra jî qala tespîteke xwe dike, dibêje:
”Di dema hilbijartinan da dema ez çûm Başûrê rojhilat(yanî Kurdistana bakur)li hember dîmenê min dît ez matmayî mam. Li meydanan hewayeke ku di van 18 salên dawî da ne hakim bû hebû. Heta nuha ez gelek caran çûme Başûrê rojhilat, lê ev cara pêşî bû ku li Başûrê rojhilat gotina Kurdistanê min bi dengekî hewqas bilind dibihîst. Ji ber vê yekê ye ku piştî hilbijartinan zêdebûna dengên DTP-ê ez qet şaşmayî nehîştim.”
Tiştê Cuneyt Ozdemîr dibêje ev e: di hilbijartinan da DTP-ê propaganedeya kurd û Kurdistanê kir, mesela nasnamê û netewî derxist pêş.
Yanî namzetên DTP-ê di ajîtasyon û propagandeyên xwe da termînolojiyeke kurdperwerî bikar anîne û ev yek jî bûye sebebê zêdebûna rayên wan.
Ev tespîteke rast û di cîda ye. Li gor hilbijartinên berê, DTP-ê îcar bêtir giranî da axaftina bi kurdî.
Belkî ev cara pêşî ye ku di mitîng û propagandeyên hilbijartinan da hewqas vekirî û zêde bi kurdî dihat peyivandin. Bêguman vê yekê tesîr lid il û mejiyê miletê kurd kir û ewê bike jî.
Erdogan jî di axaftina xwe ya piştî hilbijartinan da qala vê yekê kir û DTP bi siyaseta ”etnîkî” îtham kir.
Ji bo ku kurd bixwe bihesin û li doza xwe ya netewî germ bibin dibê meriv tim kurdayetiya wan bibîra wan xe, xîtabî hestên wan yê netewî bike.
Di vir da zanebûna zimanê kurdî gelkî girîng e. Loma jî heta ku mimkûn e dibê kesên kurdînezan nebin serok, berdevk û berpirsiyarên kurdan.
Axaftin, helbest û stranên kurdî heyecanê dide mirovê kurd, dilê wî radike pêdarê û kurdayetiya wî bibîrê dixe, pê şîrîn dike.
Lê zimanê tirkî kurdayetiyê di dilê kurdan da dikuje, wan berbî tirkbûnê va dibe. Loma jî dibê siyaset bi kurdî were kirinû kurdperwerî were geşkirin.
Di nivîsa xwe ya roja hilbijartinan da(19/3)ez li ser vê meselê rawestiyabûm û min wiha gotibû:
”Lê bêguman divê kurd ji siyaseta xizmetê bêtir, siyaseteke netewî bidin ber xwe û li gora wê biçin ba gel.Ji ber ku meseleya me ne meseleya xizmet û beledîcîtiyeke hîn baştir e. Bêguman dibê meriv wê jî bike, lê mesela me meseleyeke netewî ye û dibê em vê yekê pir vekirî ji gelê xwe ra bibêjin.”
Yanî dibê di hilbijartinan da propagande û daxwzên me ne di çarçeveya ”rê, fabrîqe û nan” da be, dibê em giraniya xwe bidin tevrakirina hestên kurdan yê netewî.
Dibê kurd ji nuha û pêva bi kurdî siyasetê bikin. Evy ek ewê bêtir şewq û heyecanê bide miletê kurd, ewê bêtir berbî têkoşînê va bikşîne.
Dema serok û nûnerên kurdan di meş, civîn û mitîngan da bi gel ra bi tirkî dipeyivin pûanê wenda dikin û zirarê didin tevgera kurd ya netewî. Îspata vê, hilbijartinên 29-ê adarê ye.
Êdî ne ez tenê, dijmin jî dibêje, ji ber ku DTP-ê progandeya ”kurdîtiyê” kir loma rayên xwe zêde kir…
*(http://www.dipnot.tv/Yazi.aspx?ID=1146

30 mars 2009

Kurdan kelayên xwe nexistin

Do bi şev heta derengê şevê jî li gor netecîyên neresmî li Wêranşarê AKP-ê bi 146 dengan hilbijartina şarederiyê qezenc kirbû.
Ev netîce min nikanîbû qebûl bikira. Ji ber ku ew Wêranşara ku min li pey xwe hîştibû dibê di rojeke wiha da zilamê partiya dijmin nekira serokê belediya xwe. Min dixwest ev netîce derew be.
Bi xemgîniyeke mezin min nivîsa xwe qedand û weşand.
Lê dilê min ne rehet bû û tebatî nedihat min, li gel ku xewa min dihat jî saet heta donzdê şevê (24.00) ez neketim nava nivînan.
Min dixwest ev netîce biguhere û Wêranşara xopan bi vê xemgîniyê min neke xew.
Saet di donzdan da min dîsa kompîtora xwe vekir û li netîceyan nêrî. Min bala xwe dayê ku îcar DTP bi 112 rayan ketiye pêşiyê û bûye partiya yekem.
Bîna min hinekî hat ber min, min çû xanim şiyar kir û jê ra got, mizgîna min li te, DTP-ê li Wêranşarê qezenc kirye.
Çimkî bi xebera qezenckirina AKP-ê xanim jî gelkî li ber ketibû, loma jî min nexwest bi wê qahrê ra rakeve.
Lê vê sibehê min dît ku ferq ne 112 ray, tam 3503 ray bûye. Netîceyên do bi şev ne yên temam bûne.
Yanî DTP-ê 14.666 (%47,1) ray û AKP-ê jî 11.163 (%35,8)ray girtine. Bi gotineke din ferq pir mezin e.
Jixwe Wêranşara ez nas dikim dibê wiha bûya.
Namzeta DTP-ê ne bi dilê min bû, ez li dij bûm, lê netîce li gor dilê min e.
Gelek sipas ji hemû hemşeriyên min yên wêranşarî ra.
Em werin ser olana netîceyên hilbijartinan.
Tiştê herî baş di hilbijartinan da AKP li Kurdistanê tûşî têkçûneke mezin bû, li gor hilbijartinên berê gelek deng wenda kir.
Û DTP-ê jî dengên xwe zêde kir.
AKP. Ji bo ku li Kurdistanê rayên xwe zêde bike gelkî xebitî, ji belavkirina zêr, pere, kinc, komir, meqarna bigre, heta bi sarîncok û makîneya kincan gelek tişt lim ilet belav kir, xwest milet bikire.
Ev cara pêşî ye ku ez dibînim siyaset hewqasî rezîl dibe. Lê li gel van bertîlan û awantajên îktîdarê jî AKP-ê li Kurdistanê têkçû.
Erdogan bi rengekî vekirî digot ew kela DTP-ê Diyarbekirê, Batmanê û Dêrsimê dixwaze.
Lê kurdan keleyên xwe bi xurtî parastin û nehîştin têkevin destê dijmin. Ya herî baş, ne tenê kelehên di destên xwe da parastin, 66 kelehên din jî ji dijmin stendin û teslîmî xwediyên wan kirin û hejmara belediyên xwe ji 32-an derxistin 98-an.
Girtina Wanê û Sêrtê bi serê xwe ji bo miletê kurd serkeftineke gelkî mezin e, lê hindik e.
Ji ber ku ji 21 wîlayetên Kurdistanê hîn 8 wîlayet tenê ketine destên kurdan, lê 13 wîlayet û bi sedan qeza û nehiye jî hîn di destên partiyên tirkan da ne, dibê ew jî yek bi yek ji wan werin stendin.
Dibê ji nuha û pêva hedefa kurdan gav bi gav girtina wan bajaran be jî. Dibê kurd ji bajarên ku girtina wan mimkûn e dest bi xebata xwe bikin.
Bi taybetî jî bajarên weke Mêrdîn, Ruha, Agirî, Mûş, Çewlik û Betlîs ku potansiyela netewî li van bajaran gelkî xurt e, divê di hilbijartinên pêş da ev bajar ji partiyên dewletê werin girtin.
Dibê kurd ji bo van bajaran xwedî program û stratejiyeke pir cidî bin û ji nuha da giraniyeke mezin bidin van bajaran.
Tirkan çawa di 50-60 salî da Sêwas, Erzîngan, Erzerom, Xarpêt, Meletî, Meraş helandin, kirin weke bajarên tirkan, divê kurd jî bi stratejiyeke jîrane di nava çend salan da hemû bajarên Kurdistanê yeko yeko paşda bigrin û ji nûva bikin bajarên kurdan.
Bêguman netîceyên hilbijartinên 29-ê adarê kurd him li hember dewleta tirk û him jî li hember cîhanê xurttir kir.
Êdî kurd bi dengekî hîn bilindtir dikanin bibêjin ku gelê kurd ji vê siyaseta dewletê ne razîye, guherandinê dixwaze.
Lê heger li Kurdistanê di hilbijartinan da partiyên dewletê rayên xwe zêde bikirana ev yek dihat wê maneyê ku kurd ji siyaseta dewletê razîne û doza tu amfekî netewî nakin.
Partiyên kurdan çiqasî xurt bibin ji bo miletê kurd hewqasî baş e û çareseriya meselê rehettir dike.
Dema hêzek mezin li pişt meriv tune be kes ne meriv digre cidiyê û ne jî bi meriv ra rûdine.
Ji bo ku tirk bi me ra rûnin û cîhan jî piştgiriya mafê me bike, berî hertiştî dibê gel bi me ra be.
Heta ku dijmin li Kurdistanê ji me xurttir be ewê bi me ra rûnene û mafê me yên rewa nede me.
Lê roja ku em ji wan xurttir bûn a wê demê ewê ji mecbûrî bi me ra rûnin û mafên me yên netewî qebûl bikin.
Yanî xwestin têr nake, dibê em kanibin ji wan bistînin.
Û stendina maf jî bi hêzê dibe…

29 mars 2009

Gelê kurd sîleyek baş avêt ji AKP-ê da

Bêguman bi netîceyên hilbijartinan ez îşev bêhed kêfxweş û dilşa me.
Ez gelkî kêxweş bûm ku gelê me şîrmaqeke baş û bi tîn avêt ji belka guhê serokê AKP-ê Tayyip Erdogan da.
Min dixwest bi kêmanî 3-4 bajarên din jiî ji destê dijmin derkeve û têkeve destê xwediyên xwe, lê îcar nebû.
Bes heger DTP dev çîroka ”biratiyê” û ji qûna çepên tirk û kemalîzmê veqete û bi rastî jî weke partiyeke kurd tevbigere emê wan rojan jî bibînin. Hemû bajarên Kurdistanê yek bi yek ewê têkevin destê kurdan.
Erdogan û zilamên dora wî, wisa bawer dikirin ku ewê bi hin gotinên demagojîk û bi telîsek komir û torbeyek maqarna miletê kurd bikirin.
Lê gelê kurd bi rayên xwe nîşanî dijmin da ku mesela wan ne komir û meqarne ye, ne feqîrî ye, ew doza mafê xwe yên netewî dikin.
Netîceyên resmî hîn tam eşkere nebûne. Lê li gor netîceyên xeyrîresmî DT Pli Kurdistanê serkeftineke pir mezin bi dest xistiye, li gor hilbijartinên berê gelek belediyên nuh qezenc kiriye.
Saet nuha 22.00 şevê ye. Li gor netîceyên heta vê saetê, DTP-ê li 8 bajarên Kurdistanê yanî li Amedê, Batmanê, Colemêrgê, Idirê, Sêrtê, Şirnexê, Dêrsimê û Wanê û li 48 qeza û nehyeyan seokatiya belediyan qezenc kiriye.
Di hilbijartina 2004-an da li 4 bajar û li 32 qeza û nehyeyan hilbijatin qezenc kiribû.
Bêguman ev sekeftineke ne hindik e, netîceyên vê serkeftinê li der û li hundur ewê pir baş û pir jî bi tesîr bin.
Dijmin ewê fêm bike çawa ku teror, kuştin û şerê bi salan miletê kurd teslîm negirt, bertîl, komir û maqarne jî pere nake.
Mesela kurd meseleyeke siyasî û netewî ye û dibê dewlet di van waran da gavan bavêje û mafê kurdan bide.
Karta dîn, di destê dewleta tirk da karta herî dawî ye. Di van hilbijartinan da gelê kurd nîşan da ku ewê bi vê derewê jî nexapin.
Dema meriv bala xwe didê li Kurdistanê bi giştî partiyên din nemane, tenê partiyên dîn û Îslamê ji bo menfeeta xwe îstîsmar dikin mane û ew jî hêdî hêdî ewê bihelin.
Lê bêguman divê kurd ji siyaseta xizmetê bêtir, siyaseteke netewî bidin ber xwe û li gora wê biçin ba gel.
Ji ber ku meseleya me ne meseleya xizmet û beledîcîtiyeke hîn baştir e. Bêguman dibê meriv wê jî bike, lê mesela me meseleyeke netewî ye û dibê em vê yekê pir vekirî ji gelê xwe ra bibêjin.
Dema em rayên xwe nedin dijin û bidin xwe, dijmin mecbûr e hesabê me bike û siyaseta xwe ya înkar û îmhayê biguhere.
Netîceyên hilbijartinên 29-ê adarê mesajek pir baş da AKP-ê û dewleta tirk. Ez bawer dikim di rojên pêş da em netîceyên gelkî baş ji vê mesaja hilbijartinan bigrin.
Li gel vê dilşadiya min ya netîceyên giştî, netecîyên bajarê min Wêranşarê ez him matmayî hîştim û him jî gelkî xemgîn kirim. Li gor netîceyên heta vê saetê yên min di rojnameyan da xwend DTP-ê li Wêranşarê bi 146 rayan hilbijartin wenda kiriye. Hilbijartinên Wêranşarê namzetê AKP-ê qezenc kiriye.
Bi vê xebera tahl kêf û dilşadiya min ya netîceyên hilbijartinên giştî li min bû jahr.
Ez hêvî dikim ne rast be.
Lê heger rast be, misebîbê vê vê sosireta giran, vê skandala mezin PKK û DTP bi xwe ye.
Dema meriv hurmetê nîşanî îradeya gelê bajarekî nede û here ji Cîhanbeyliyê jinekê tayînî Wêranşarê bike û bixwaze bike reîsa wan, bêguman netîce dikane wiha be.
Dibê meriv bi çavê kole û xulaman li gelê bajarekî nenêre, hurmetê nîşanî daxwaz û îradeya wan ya azad bike, vê îradeyê qebûl bike.
Dema meriv milet bi tiştekî nehesibîne milet jî dikane sîleyên wiha ku meriv qet napê li meriv xe.
Bi rastî ez pir li ber ketim û pir jî pê îşiyam. Lê li alî din jî milet pir baş kiriye, bira dîktator û zorba bizanibin ku milet ne xulamê wan e.

28 mars 2009

Li ser xeyala Yaşar Kaya

Du roj berê di malpera Kurdistan Postê* da bi Yaşar Kaya ra hevpeyvînek hat weşandin.
Hevpeyvîn bi tirkî ye û ji alî Haşîm Soylemz va hatiye kirin.
Yaşar Kaya, weke hertim dîsa gelkî pesnê xwe û têkoşîna xwe daye, lê tiştekî zêde berbiçav negotiye.
Tim li dora mesalan çûye û hatiye. Di hevpeyvîna da ”sê çar caran” teyb daye girtin.
Li ser PKK-ê, li ser îdîayên di heqê Abudullah Ocalan û Ergenekonê da tiştek negotiye.
Hewake wisa daye xwe, fena ku bi gelek tiştan dizane, lê naxwaze bipeyive.
Yanî naxwaze ”peqleyê di bin zimanê xwe da” derxe.
Di îdîanameya Ergenekonê ya duyem da tê îdîakirn ku di merkeza PKK-ê û di medya wê da merivên Ergenekonê hene û ew nahêlin ku PKK siyaseteke kurdperwerî bimeşîne.
Li ser van îdîayên jorîn dîtina Yaşar Kaya hatiye pirsîn lê bersîve nedaye, tim bersîvên bêmane daye.
Li ser pirsa ”di şemaya Perînçek ya Ergenekonê da navê te jî heye, gelo tu jî merivekî Ergenekonê yî?" wiha gotiye :
”Aydinlikçî tertîpçî ne. Bi qestî wisa dikin. Li dijî min in. Îhtîmala em û Aydin Dogan Radîkalê bi hev ra derxin hebû. Dogan, ji bo ku ez Radîkalê derxim teklîf ji min ra anî. Lê nebû.”
Piştî van gotinên jorîn, Soylemez dixwaze ku Kaya mesela teklîfa Aydin Dogan û derxistina rojnameya Radîkalê hinekî din zelal bike. Li ser vê, ew jî vê meselê wisa îzah dike:
-Serhat Ilicak dostekî min yê baş bû. Li Frankfurtê şevê 23 rojname çap dikir. Rojakê telefonî min kir, got, ”Kekê Aydin hatiye, heger hûn misaîd in dixwaze we bibîne, kerem bikin werin.” Ez çûm Kolnê. Vana ewê rojnameyeke nuh derxistana. Di sala 1992-an da bû. Aydin Dogan got, ”Yaşar Beg, em ji te peran naxwazin, em nabêjin bibe ortax, ji we yek ewê ji rojnameyê ra nivîsan binivîse. Min got baş e.
Grûba Aydin Dogan Radîkalê derdixin lê Yaşar Kaya tevê nabe.
Çima nabe ew jî negotiye.
Yaşar Kaya ji salên 60-î û virda ye navê wî bi “kurdçîtiyê” belav bûye û li ber çavê dewletê û hemû tirkan merivekî bi “sabiqeye”, ji ber xebatên xwe yên kurdîtiyê sirgûn bûye, ketiye hefsan, kovar û rojnameyên kurd derxistiye û di wan da nivîskarî kiriye.
Lê dîsa jî nîjadperestên weke Serhat Ilicak û Aydin Dogan dost û hevalê wî ne û dixwazin bi wî ra şirîkatiyê bikin.
Bi qasî em dizanin Yaşar Kaya ne merivekî milyarder û tacir e, xwedêgiravî ew siyasetmedar û rewşenbîrekî kurd e.
Îcar meriv qet fêm nake yekî weke Serhat Ilicak, çawa dikane “dostekî wî yê pir baş be?
Aydin Dogan çawa dikane hewqasî ji Yaşar Kaya hez bike û bixwze rojnameyekê bi vî “kurdçiyê meşhûr, yê bi nav û den ra derxe?
Aydin Doganê xwediyê rojnameyên weke Hurrîyet û Millîyetê ye ku ev herdu rojname jî li Tirkiyê serkêşiya dijminatiya miletê kurd dikin.
Û Yaşar Kaya jî du dewran serokatiye DEP-ê(Partiya Pemokrasiyê)kirye, demakê xwedî û nivîskarê rojnameya Ozgur Gundemê bûye û dûra jî li Ewrûpayê bûye serokê Parlamentoya Kurd ya li derî welêt e.
Lê dîsa jî heval û dostê Aydin Dogan e.
Ew dema ku Yaşar Kaya qal dike çeteyên dewletê li vir û li wir kesên kurdperwer gulbaran dikirin, li Tirkiyê kesên hema bîna kurdîtiyê jî jê bihata ya jî çend quriş alîkarî bida rêxistin û medyaya nêzî PKK-ê tavilê malik lê dişewitandin û wenda dikirin.
Di demeke wiha da ku li Kurdistanê agir dibare, Serhat Ilicak û Aydin Dogan dixwazin bi Yaşar Kaya ra şirîkatiyê bikin...
Ji vî îşî min bixwe qet tiştek fêm nekir...
Û tiştekî herî balkêş, di dawiya hevpeyvînê da Kaya gotiye:
“Min gelkî bîra Stenbolê kirye. Min dixwest li peravên Egeyê bi zarokên xwe ra masiyan bixum.”
Û li ser pirsa, "tu dixwazî vegerî?" jî gotiye:
”Heger îmkan çêbibe tavilê dixwazim vegerim. Ez dixwazim li Stenbolê bijîm.”
Yaşar Kaya li Igdirê hatiy dinê, li wir mezin bûye. Li gor gotina wî “18 salan hefs razaye”, razana 18 salan ez nuh dibihîzim, û tam ev 15 sal in jî li sirgûnê ye.
Berê li Almanya dima. Lê ev çand sal in ku ew û lawê xwe Dara li paytexta Kurdistana Federe li Hewlêrê dijîn.
Lê weke rewşenbîrekî kurd dîsa jî xeyala jiyana li Stenbolê dike, dixwaze di nava tirkan da bijî.
Xeyala jiyana li gundê xwe, li bajarê xwe, li welatê xwe nake.
Li paytexta Kurdistanê dijî, di nava gelê xwe da ye û kurdên başûr jî gelkî qedrê wî digrin.
Lê dîsa jî pê nayê serî, dîsa jî xeyala jiyana bi tirkan ra dike.
Bîriya zimanê tirkî, muzîka tirkî, masiyên tirkan, sohbetên tirkî kiriye.
Kurdistana azad, paytexta Kurdistanê, miletê kurd, cimata kurdan, şevbêrkên kurdan, muzîka kurdî, masiyên Kurdistanê wî tatmîn nake...
Çimkî carê fêrî bindestiyê bûye, loma jjî bîriya bindestiyê û çavsoriya tirkan kiriye.
Azadî dilê wî rehet nake, ji ber ku carê fêrî ber deriyê xelkê bûye.
Jiyana li Kurdistanê, rûniştina di bin hilbûna ala kurdî da wî dilşa û bextewar nake, hesreta têkiliyên bindestî û serkutiyê dikşîne.
Dema di dilê meriv hestên bindestiyê ji yên serdestiyê xurtti bin, merivê ji Hewlêra paytext û azad xeyala jiyana li Stenbola tirkan da .
Asîmîlasyon ev e, bajarê dijmin bi meriv ji bajarê meriv şîrîntir dike.
Hevaltiya siyasetmedar, ronakbîr, şair û nivîskarên kurd agirê dilê Kaya venamirîne, zewqa wî ya întellektuelî tatmîn nake; kesera hevaltiya tirkekî pînc û nîjadperest dikşîne.
Ancax hevaltiya tirkan dikane dilê wî rehet bike û kêf û zewqekê bidê.
Loma jî bîriya Stenbolê kiriye.
Min bixwe bîriya Wêranşarê kirye, ez dixwzazim li Wêranşarê ya jî li bajarekî welatê xwe bijîm û li wir bimrim
Ez kuçeyeke Wêranşarê ya bi toz û dûman û herî bi tevayiya Stenbolê jî nadim...

*http://www.kurdistan-post.com/News-file-article-sid-29919.html

26 mars 2009

Yekcarnan meriv nizane çi navî li nivîsa xwe ke?

Dema min nivîsa xwe ya do nivîsî, min qet bawer nedikir ku ezê îro werim ser xwe û bikanibim tiştekî binivîsim.
Lê rewşa min wa ye ne xerab e, êşa serê min û çavê min sekinî ye, kuxuka min kêm bûye û pozê min jî nayê.
Tiştekî xerîb e, bawer bikin belkî ev cara pêşî ye ku ez nîvnexweş dikevim û di nava du rojan da rehet dibim.
Diyar e dema kabê meriv mîr were tê, nexweşî jî paşda vedigere.
Xêra Xwedê ye…
Di haletên wiha da ez tuxtorê xwe me û dermanê xwe baş dizanim, dermanê min xew e. Dema ez çend şevan li ser hev bêxew dimînin, bedena min zeîf dikeve û bayekî sivik jî zora min dibe, min nexweş dixe.
Do êvarî ez zû raketim û loma jî îro ez hatim ser hukim û hêla xwe.
Bi çîroka nexweşiya xwe min serê we êşand.
Hin şev hene ez nizanim qala çi bikim. Min nuha li dor nîv saetê çavên xwe li malperên kurd û tirkan gerand, tu xebereke ku bi ber diranên min keve min nedît.
Di malperên tirkan da xeberên li ser Ergenekonê berdewam in. Weke Çîrokên Hezar û Yek Şev, dinivîsin û dinivîsin lê bêxwedî dawî nayê.
Hertişt bi cî û war e, generalan çi kirine, emir dane kê, kî dane kuştin, li ku derê bombe dane teqandin, kînga û li ku derê tebdîlî qiyafet kirine û li ser navê PKK-ê însan kuştine, li ku û kînga bi Hizbullah ava kirine, kînga û çawa Hizbullah û PKK berra pêxîla hev dane, yek ji vî alî û yek ji wî alî kuştine, bi dehan cara plan û programên darbeyan çêkirine, ji serokên partiyên ewê ava bikin bigre, heta bi serokwezîr û serokerkan hertiştbi delîl û îspat li ber destê pûlis û dadgehê ye.
Yanî di destê pûlis û dadgehê da navên bi sedan kesên sûcdar hene, lê hêza edaleta û sîstema huqûqa Tirkiyê nikane van sûcdaran hemûyan bigre, ji bo çavboyaxkirinê çend kesan digrin û berdidin, digrin û berdidin, heta ku mesele were jibîrkirin.
Lê li gel vê jî, bi girtin û îfşa bûna van çeteyan bêguman kurd ji belayeke pir mezin xelas bûne.
Heger ev çete bi rastî jî biserketibûna ewê kurd gelkî biêşandana. Loma jî ev tiştên dibijîn ne xerab in.
Bi kêmanî rê li ber darbeyeke leşkerî girtine.
Lê ne ji bo hertim.
Di rojnameya Radîkalê da Mehmet Alî Kişlali, li ser beyana serokerkanê kevn Ozkok, ”darbe êdî ewê nebe” gotiye, ”nebêje nabe”, dikane bibe.
Kişlalî merivekî pir nêzî leşkeran e, ew artêşa tirk baş nas dike. Li gor wî îro şertên darbeyekê tuneye loma çê nebû, lê ev nayê wê maneyê ku ewê sibe jî ev şert çênebin.
Li gor dîtina Kişlalî, potansiyela darbeyekê di nava artêşê da pir xurt û pir jî kûr e. Loma jî divê meriv bi girtina çend zabitan hewqas misterîh nebe û nebêje li Tirkiyê êdî darbe çênabe.
Vê êvarê di TRT6-ê da min bîstekê li programa Rêwî temaşe kir.
Programê, li der û dora Hewlêrê seyran, şahî pîrozkirnên gel ya roja Newrozê nîşan dida. Pêşkêşkirê programê, bi gel ra dipeyivî û hestên wan yên li ser Newrozê dipirsî.
Kurdekî di axaftina xwe da gotina Kurdistanê bikar anî, bawer dikim got Newroz li herdera Kurdistanê bi azadî tê pîroz kirin, ya jî tiştekî wisa. Lê got Kurdistan.
Dûra ala Kurdistanê di destê yekî da bû, li ba dikir, ew ala biçûk nîşan da.
Ev cara pêşî ye ku ez dibînim TRT6 gotina Kurdistanê sanor nake û ala Kurdistanê nîşan dide.
Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul, di bersîvên xwe yên rojnamevanan da gotina Kurdistanê negirt devê xwe, lê di TRT6-ê da min îro navê Kurdistanê bihîst û ala Kurdistanê jî bi çavên serê xwe dît.
A meriv dikane ji vê pêşketinê ra bibêje, ev tiştekî nuh e û pêşketine baş e.
Jixwe dibê kurd vê daxwazê pir vekirî ji tirkan bikin, ji wan ra bibêjin, heger hûn dixwzin bi me ra rûnin, dibê hûn navê me û welatê me rast bibêjin.
Û vê daxwazê jî dibê kurd ne bi dizî û di orta xwe û wan da, li hember bîrûraya giştî bikin.
Kesê ku sifetê kurdan yên siyasî û navê walêtê wan qebûl neke, dibê kurd bi wan ra rûnenin û vê yekê jî eşkere bibêjin.
Daxwazeke wiha daxwazeke pir bi heq e û ewê cî li tirkan teng bike.

25 mars 2009

Erebeyê dîsa ji nişka ve erîze da

Xwendevanên hêja, xoşewîst, qedirşînas û dilovan, weleh makîne dîsa nişka ve erîze da û di cî da sekinî.
Ji do da ye ez bi papêşê ketime, yanî min serma girtiye. Dema ez bi bapêşê dikevim(zekemî dibim)serê min û çavên pir diêşin û hêsir ji çavên min tên. Pozê min tê û dikuxum.
Bi kurtî, nivîsa do min bi halekî xerab nivîsî, lê teqeta min tuneye ku îro jî binivîim.
Dermanê min raketine, ez bawer dikim ez zû rakevim ewê ji min baştir be. Belkî ez sibe kanibim werim ser xwe.
Jixwe min îro qet tiştek taqîb nekirye, ez nizanim kurdan û dijminên xwe, bi taybetî jî wan û tirkan çi anîn serê hev.
Ez bawer dikim di xeberên Zagros TV-ê da bû, min li civîna çapemeniyê ya serowezîrê herêma Kdurdistanê Nêçîrvan Barzanî gudarî kir. Birêz Barzanî jî gelkî pesnê hevdîtina xwe ya bi serokkomarê Tirkyê Abdullah Gul ra da.
Di kanalên din da jî ekspertên Tirkiyê gelkî pesnê ziyareta Gul ya Bexdayê û hevdîtina wî ya bi Talabanî Ûnêçîrvan Barzanî ra dan.
Bi kurtî her kurdê ku devê xwe vedikir ji ziyaret û hevdîtian Gul pir memnûn xuya bûn û hemûyan jî ev hevdîtian Gul ya bi serolên kurdan ra weke bûyereke pir mezin û dîtokî bi navdkirin.
Lê bi qasî ez dizanim Gul ji Kurdistanê ra negotiye Kurdistan û ji serokwezîrê Herêma Kurdistanê ra jî negotiye “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê”, mêrik gotiye “hukûmeta herêmê, ew der û serokê wan.”
Îro Hasan Cemal jî di nivîsa xwe da testîq dikir ku Gul navê Kurdistanê negirtiye devê xwe. Li gor Hasan Cemal, herçiqas hin rojnamevanan bi bilêvkirna navê Kurdistanê xwestine Gul şaşomaşo bikin û navê Kurdistanê bi şaşîtî bi wî bidin gotin, lê mêrik pir bi dîqet peyivîye, bêhemdî be jî navê Kurdistanê ji devê wî nefistiqiye.
Loma jî ez fêm nakim çiyê vê ziyaretê dîrokî ye?
Kurd li ba xwe dibêjin ziyareteke dîrokî ye, lê xelk hîn navê welatê me hilnade, navê meqamê me rast nabêje.
Diya min dema ban rahmetiyê bavê min dikir, navê wî hilnedida, digot, “min go !”.
Tirk jî navê serok û welatê me hilnadin, ji dêlî wê va ji me ra dibêjin, ”min go”, lê dîsa jî em pê gelkî dilşa dibin…

24 mars 2009

Ziman him dost e him dijmin e

Minaqeşeyên li ser nivîsa min ya do(Siyasetmedarên kurd kurdan dikin tirk)berdewam in. Heta vê saetê gelek xwendevanî dîtinên xwe yên li ser mijarê anîn zimên û gelek şiroveyên hêja kirin.
Lê çend xwendevan di rexneyên xwe da pir pêş da çûn û ji xelkê û miletê kurd ra hin gotinên nexweş kirin.
Heta nuha min çend caran ji xwendevanan rica kirye ku di rexneyên xwe da heqaretê li şexs û hêzan nekin.
Heqaret û xeber na karê însanên siyasî ye. Dibê em hevûdu rexne bikin. Lê ne bi çêr û heqaretan. Dibê meriv termînolojiyeke siyasî bikar bîne.
Heta nuha min nivîsên kesî neguherandiye û navêtiye lê ji nuha û pêva dema pêwîst be ezê bikim.
Rica min ji we ev e ku min mecbûrî viya nekin. Dema meriv devê xwe xera dike û xebera dide, mistewa minaqeşê nizm dibe.
Ya din, mafê yê hember jî çêdibe ew jî eynî mafî ji min bixwaze, ew jî bixwaze eynî heqaretan bike.
Xwendevanekî qîma xwe bi êrîşên PKK-ê û DTP-ê jî neaniye, ji miletê kurd ra jî gotinên gelkî ne xweş kiriye, bi rastî eyb e. Dibê meriv li hember miletê xwe hewqasî jî bêhurmetiyê neke.
Li ciyê kar min hin şirove xwendin û pê êşiyam. Min digot belkî ezê kanibim hin gotinan biguherînim.
Lê nuha ez fêr bûm ku ev yek ne mimkûn e, meriv nikane şiroveyan biguherîne, tenê meriv dikane bi tevayî bavêje.
Loma jî, bira Qirxê Amedê li qusûra min nenêre, min ji mecbûrî şiroveya wî avêt.
Heger mimkûn bûya minê tenê çend gotinên wê biavêta, lê ji ber ku ev yek ne mimkûn bû, min hemû nivîs jê derxist.
Ez hêvî dikim ku Qirxê Amedê, ewê ji ber vê ”sansora min, ji min tûre nebe û navê min jî neke nava lîsteya dijminên xwe.
Kurd dibêjin:
”Zimanê dirêj eduyê seriyan e.”
”Ziman him dost e, him dijmin e.”
“Ziman kilîta dilan e.”
Ya jî “zimanê şîrîn mêr ji qulê derdixe”.
Bi kurtî, li gor baweriya min di rexneyên xwe da, kes û hêza em rexne dikin em çiqasî jê hez nekin jî, dibê em xeberan nedin û meseleyê danexînin mistewa heqaretên şexsî.
Heger em naxwazin xelk gotinên ne xweş ji me ra bibêjin, dibê em jî ji xelkê ra nebêjin.
Abdullah Gul îdîa kurdan red kir
Hin malperên kurd do bi dilşadiyeke pir mezin manşêt avêtin û gotin, Abdullah Gul li kurdan hatiye rahm û keremê û ji Kurdistanê ra gotiye, “herêma Kurdistanê.”
Weleh êdî ji kurdan ra mirin tuneye, serokkomarê Tirkiyê ji kurdan ra gotiye “merhebe!”
Do dema min xeber xwend, rastiya wê pir neket serê min, çimkî tirk viya belaş nabêjin, berî wê, dibê kurd hin gavên ku ew dixwazin bavêjin, yanî dibê kurd ji tirkan ra ruştê xwe îspat bikin.
Piştî ku kurdan ev daxwazên tirkan bicîanîn, dûra tirk dikanin ji Kurdistanê ra bibêjin Kurdistan...
Lê vê kêfxweşiya hin kurdan pir kin ajot, îro, di dema vegera xwe da Abdullah Gul ev îdîa ku wî navê “Kurdistanê” girtiye devê xwe(tobe tobe, qey xirifî ye)red kir û got:
“Esas min ew îfadeya hûn dibêjin bikar neanî. Lê li gora qanûna esasî ya Iraqê li bakurê Îraqê hikûmeteke kurd ya herêmî heye, me ev got û min bi serokwezîrê wan ra jî hevdîtinek pêk anî.Vana tiştên normal in.”
Yanî camêr gotina ”Herêma Kurdistanê” bikar neaniye, kurdan buhtan li mêrik kirine.
Yaho ev tirk jî çiqasî bêbav in, mêrikan dibêjin "Nûh", nabêjin "Pêxember". Kurdên feqîr li bende vê efuya wan kevzikî bûn...

23 mars 2009

Siyasetmedarên kurd kurdan dikin tirk

Sê nivîsên li ser Newroza îsal bala min kişandin.
Ji nivîsan yek, ya Amed Tîgrîs e.
Tîgrîs, di malpera “e-weje.com”ê da qala mişahedeyên xwe yên Newroza Amedê kiriye.
Di beşekî nivîsa xwe da Tîgrîs wiha gotiye:
“Hest, cilûberg, têkoşîn ji bo kurdî ye, lê ziman bi tirkî ye. Dema mirov guh dida ew kesên di rê ve diçûn newrozê an li qada newrozê bûn nîve nîv bi kurdî û tirkî dipeyîn. Heta dengê tirkî zêde dihat bihîstin. Jin bi zarokên xwe re bi tirkî dipeyivin. Min ji çend kesan re got “newroz û zimanê tirkî bi hev nakevin. Ma ne eyb e ku hûn di newrozê de jî tirkî dipeyivin?”
Bersiva tevan: “ma em çi bikim zimanê me çûye ser tirkî...”

Nivîsa duyem ya Sadî Marûf e. Bi çûn û hatina xwe ya ba kurdan û partiyên wan, Sadî Marûf jî dîtiye ku zimanê kurdî ketiye ber sikratê û li ber mirinê ye.
Marûf dîtinên xwe yên li ser mirina zimanê kurdî, bi zimanekî gelkî xweş û bi rengekî ku dibê meriv bixwîne û pê ra bigrî ji grûba Dîwanxaneyê ra şandiye.
Di vê bazara kesat da û di vê serdema tirkîparêziyê da dema ez rastî kesên wiha têm hinek ruh bi min da tê, ez ji xwe ra dibêjim şikir ji Xwedê ra wa ye li Kurdistanê hîn kurdekî ji zimanê hez dike maye.
Nivîsa Sadî Marûf hinekî dirêj e, lê xem nake, ji hezar û yek nivîsên kurdan yên bi tirkî çêtir û bi sûdtir e.
Loma jî ez wê li jêr pêşkêşî we jî dikim. Ez bawer nakim ku hûn ji xwendina wê aciz bibin.
Sadî Marûf di serê nivîsa xwe da gotiye, ”ew ditirse ku kurd rengên xwe yên kurdewarî wenda bikin” û piştre jî sebebê vê tirsa xwe wiha aniye zimên:

”Ev tirsa min her ku diçim saziyên kurdan zêdetir dibe! Êdî ez hew dikarim xwe bigrim. Li her derê dilê canik û camêran ji xwe dihêlim.
Xwîşka min, kekê min, ez di bextê we de me, tewşo mewşo be jî bi zimanê xwe biaxivin. Hûn ne zanyarên zimanin, helbet hûnê şaşitiyan bikin. Ma ez ji we çêtir Kurdî dizanim? Di serî de zorê bidin xwe, paşê, roj bi roj hûn ê di axavtinê de rewac bin, jêhatî bin!
Newroz jî wek navên zarokên me nebe? Nav bi kurdî, ziman bi tirkî!

Ev çend hefte ne diçim DTP’ê, paritiya Kurdan.
Weleh û bîleh û tîleh, êdî di wir de jî kurdî desthilatdarî wenda kiriye.
Kurdî bûye zimanekî biyanî.
Di serî de hevalên birêxistinî, ên jîr û jêhatî dev ji Kurdî berdane.
Bihnek giran a asîmîlasyonê , wek bihna genî ji wan tê û êdî mirov nikare ber biwan ve biçe!
Biryara min ew e; ez ê, piştî hilbijartinan çi sendîka, çi NÇM, çi DTP dev ji hemû saziyên tirkî-axêv berdim
.
Min ji xwe re cihek dîtiye: Enstîtûya Kurdî û TZP a Kurdî. Ev herdû rêxistin tenê mane kû kurd lê desthilatdar in, bihna kurdayetiyê ji wan tê.
Mehek
berê me çend hevalan biryara xwe kiribû yek; em ê seba nivîsandina çend pankartên bi kurdî, li avahiya Enstîtûyê bihatina serhev. Hevalê Heyder Amedî, ez, Mamoste Ehmed, em 20’ê adarê li Enstîtûyê gihiştin hev û me dest bi xebata xwe kir. Xebatkarên saziyê û çend hevalên xwendekar jî alîkariya me kir. Weysî, Mamoste Evdila, hevalekî ji Tekmanê...
Armanca me ew bû ku em li ser navê TZPa Kurdî rengekî kurdewarî bidin qada Newrozê. Hevalê heyder, bi rastî bi coş û heyecana xwe, bi xebatkarî û enerjiya xwe, bi hêz û morala xwe jibo paşeroja tekoşîna zimanê kurmancî û zazakî hêviyek mezin e. Mamoste Evdilayê ku di warê kurdî de pir hestiyar e jî wisa... Ew bû ku got; “ ez ê li ber avahiya DTP’ê dest bi greva birçîbûnê bikim heta ku ew dev ji tirkî berdin...
Mamoste Ehmedê ku xwedî kurdiyek lawaz e, lê dîsa jî zorê dide xwe û di nav hevalan de tim û tim Kurdî dipeyîve...
Çend sloganên ku me ji ber xwe derxistibûn ev bûn:
Ji Tirkî re dibistan;
ji Kurdî re goristan
Nav Botan û Sîpan û Zozan;
Çima Erebî û Farisî û Tirkî ye ziman?
Çi TRT 6, çi Kurd Memet Nobete, Çi kurd boregî
Heta Kurdî nebe zimanê fermî
Kurdino bi Kurdî biaxivin lo!
Bi vî hawî me bi dora 20 pankartan nivîsîn. Hevalê Heyder ew pankartan bi awakî xist qada newrozê; lê jiber ku me bi daran bi destî nekiribûn, kêm kesî ew dîtin.
Armanca min û nivîsandina vê nivîsê ev e; hevalno, bi mîlyonan kurd berê xwe dane Tevgera Kurd, tevgera azadiyê. Ew xwedî hêviyek ewqas mezinin ku dibêjin qey tevger – heşa-qadirê mutleq e! Haya wan ji rewşa serkêş û ronakbîr û aktîvîst û kadroyan tuneye. Ez ji gotin û nivîsên hin hevalên kurdîperwer wisa derdixim ku ew jî dibêjin; "çima wiha nabe; çima wiha nakin?"
Xwişk û birano; bi serê we kim; divê hûn bikin!
Divê ên kêmasiyan dibînin bikin!
Em bikin !
Bi taybetî hevalên Kurdewar, kurdîhez, kurdî axêv gere werin saziyan û bikevin qirika tirkîaxêvan.
Divê ew xwe, di saziyan de wekî sêwiyan bibînin. Gava zimanê wan diqelibê ser Tirkî bila li çavên me binêrin û fedî bikin!
Ew kes û kesayetiyên ku bi serbestî “hespê tirkî” di mêrg û zeviyên me de dibezînin, gelê me jî asîmîle dikin- kirine jî... Di qada Newroza pîroz de bala min li ser gel bû. Kurdî bûye para dapîr û bapîran. Zarok û neviyên wan- ew in sloganên herî mîlîtanîk diqîrin- bi wan re bi tirkî diaxvin; ew rebenan jî ji neçariyê, bi Kurdî dibersîvînin. Xwedê qebûl neke! Ên diçin saziyan bi Tirkî, ên di mal de rûdinên bi Kurdî... Ma ev ne polîtîkaya dewletê bû!
Ev wiha nameşe, divê hemî nîqaş û hewildan, çêr û qîrînên me li ser vê pirsgirêkê be.
Kurd ewilî divê di nava xwe de pirsgirêka Kurdî çareser bikin.
Jixwe jibo kurdan pirsgirêka kurd tune. Ev pirsgirêka dagirkeran e. Em doza mafên xwe dikin.
Pirsgirêka me parastina ziman û çanda me ye. Em li ser kurdayetiyê bin bona wan pisgirêk in; roj bê ewê teqez werin ser riya çareseriyê.
Lê em tunebin, xwe wenda kin; pirsgirêk jî namîne; ne wisa?
Mamoste Marûf”


Nivîsa sêyem jî ya Bedirxan Badillî ye. Wî jî li ser nivîsa Sadî Marûf çend agahdarî dane û qala hin tespîtên xwe kirine.
Badillî jî wiha gotiye:

”Xebata ku Mamoste Marûf jê behs kiriye, ez jî tê de bûm lê mixabin ew roj(wê rojê) mêhvanek(î) min ji Meraşê hate Stenbolê û ez beşdar nebûm. Roja newrozê çûm hola Kazliçeşmeyê. Em bi Mamoste Ehmed re geriyan. Lê pankartên ku Mamoste Marûf behs dike, me nedît û birêz Ehmed jê xemgîn bû.
Wekî gotinên Hêja Mamoste Marûf, xortên me bi tirkî xeber didan. Tenê însanên gundî kurdî axivî bûn(
dipeyivîn). Heta em bêjin, merivên ku av, rojname, bendek, çay difirotin; ew(wan) jî bi Kurdî gazî dikirin(dikir) lê xortên me, aaax xortên me (bi taybet keçên gelê me) bi tirkî dipeyiviyan.(dipeyivîn)

Bi karanîna Kurdiyeke şaş,
ji zimanên din ên baş, baştir e, şiyar be, rojbaş!..
Bedirxan Badillî"

Weke we di hersê nivîsan da jî dît, dê û bav êdî bi kurdî bi zarokên xwe ra napeyin, bi hev ra bi kurdî bipeyivin jî, lê bi zarokên xwe bi tirkî dipeyivin.
Ya din di nava keçikan da tirkî pir belav û di rewacê da ye.
Yanî tiştê ku dewleta tirk bi qursên zimên û xwendin û nivîsandinê li pey bû, bi dest xistiye.
Dewletê digot, ji bo asîmîlekirina kurdan dibê meriv ji asîmîlekirina jinan dest pê bike, diyar mêrikan gihîştine armanca xwe.
Di hersê nivîsan da tiştekî din jî derdikeve pêş, kal û pîr, gundî yanî gel bi hev ra bi kurdî dipeyive, yên napeyivin siyasetmedar in.
Xwedêgiravî dezgeh, komele, sendîka, enstîtu û partîyên kurdî ne, lê zimanê wan yên danûstendinê tirkî ye.
Maneye xwe van komele, sendîka, partî û dezgehên ku ji xwe ra dibêjin ew rêxistinên miletê kurd in û ji bo kurdan xebatê dikin, di esasê xwe da kurdan asîmîle dikin.
Dewlet û zilamên dewletê weke van siyasetmedaran bi hêsanî nikanin xwe bigihînin kurdan û wan bikin tirk, lê bi riya van kes û siyasetmedaran kurdan û zarokên wan ji ser rêda dixînin û dikin tirk.
Tam ev 30 sal in gazî û hawara min e, lê dengê min naçe kesî.
Dibê em kesên ku asîmîlebûnê yanî tirkbûnê qebûl nakin tenê nepeyivin, tenê gazinan nekin, divê em tiştekî bikin, li hember van tirkperest û tirkîparêzan hin gavê radîkal bavêjin, serî hildin, ariyekê li serê xwe kin!
Berî hertiştî, dibê em kesên kurdînezan nekin serok û berpirsiayrên xwe.
Dibê em bi wan ra bi tirkî nepeyivin.
Dibê li Kurdistanê hinek derkevin sendîka, komel, partî, enstîtu yanî dezgehên kurdîaxêvan vekin, dibê kesên bi kurdî nizanibin nebin endam.
Yanî li hember van serok, siyasetmedar, rêxistin û partiyên mewcûd divê alternatîv derkevin.
Partî, siyaset, xebat, şer divê ji bo azadî û rizgarbûna kurda be, ne ku kurdan asîmîle bike û dûra jî bike tirk.
Siyasetmedarê ku dibêje ez ji bo azadî û serxwebûna kurdan siyasetê dikim, dibê bi gelê xwe bi kurdî bipeyive, divê zarokên kurdan asîmîle neke.
Divê rê li ber asîmîlebûna gelê xwe bigre, ne ku ew bi xwe, ji dewletê hîn bêtir û hîn baştir gelê xwe asîmîle bike û bike tirk.
Ez dizanim min îşev pir dirêj kir, lê ez pir tije bûbe, ez bûme xwê û ketime êgir û qîrçînî ji dilê min tê…


22 mars 2009

Li ser texmîna Leyla Zana û azadiya Ocalan

Leyla Zana, di axaftina xwe ya Newroza Ruhayê da(20/3-09)got, ”ew bawer dike ku di sala 2010-an da li Amedê ewê Newrozê bi Abdullah Ocalan ra pîroz bikin.”
Ji bo ku meriv bi tiştekî wiha bawer bike, ya dibê meriv dîn be ya jî baweriyeke meriv ya pir xurt û mezin hebe.
Bi qasî ku ez dizanim Leyla Zana heger ne kûpa aqil be jî lê bi kêmanî ne dîn e, têra xwe biaqil e.
Yanî îhtîmala dînîtiyê namîne, dimîne bawerî, baweriyeke pir xurt û texmîneke jixwebawer.
Esas ne Leyla Zana tenê, gelek kesên din jî êdî hêdî hêdî bawer dikin ku Ocalan ewê were berdan.
Baş e bawerî û optîmîzmeke wiha gelo rast e, hêviyeke rasyonel e?
Bêguman sala 2010-an dikane tarîxeke ne realîst be, lê serbestbûna Ocalan ji binda ne xeyaleke vala ye jî.
Heger berî serbestberdanê di hefsê da tiştekî neynin serî,(çimkî di vê meselê da dewlet ne li hev e)ne salê tê be jî, lê çend salên din ewê Ocalan berdin. Jixwe ji bo dewletê jî serokê herî maqûl Ocalan e.
Sê çar sal berê ev ne texmîneke realîst bû, lê îro realîst e.
Ji ber ku qedera Ocalan bi mesela kurd va girêdayîye. Û mesela kurd jî êdî ketiye prosesa çareseriyê.
Ev demeke dewlet sinyalên avêtina vê gavê dide. Lê newêrin hemû gavan li ser hev û zû bavêjin. Hesabê civata xwe dikin.
Çimkî di nava tirkan da li hember kurdan, PKK-ê û Ocalan dijminatiyeke pir mezin heye.
Dibê bi awayekî reaksiyonên civata tirk jî nerm bikin û bigrin bin kontrolê.
Dezgeyên dewletê dibê hêdî hêdî hevûdu îqna bikin.
Çimkî di vî warî da ew jî ne li hev in û şerekî mezin di nabêna wan da jî heye. Operasyonên li dijî hin kadirên çeteyên Ergenekonê beşekî vî şerê li ser mesela kurd e.
Di nava artêş û brokrasiyê da hin kes hîn jî di şerê li hember kurdan da israr dikin û dixwazin artêş destûrê nede çareserkirina mesela kurd.
Lê kesên wiha bere bere tên tasfiyekirin.
Yanî meriv dikane bibêje ku dema israra di şer û înkara kurdan da qediyaye û prosesa lihevkirina bi kurdan ra dest pê kiriye.
Lê dirêjî û kiniya vê prosesê jî bêguman girêdayî şertên der û hundur û siyaseta kurdan e. Şêla Yekîtiya Ewrûpa û Emerîkayê gelkî gelkî girîng e.
Dewlata tirk 80 salî hebûna kurdan înkar kir, got kurd tunene. Bi hemû hêz û îmkanên xwe xwest kurdan asîmîle bike, bike tirk.
Lê dawiya dawî, piştî 30 sal şer û malwêraniyeke pir mezin fêm kirin ku nikanin miletê kurd ji binda biqedînin û bikin tirk.
Ev 2-3 sal in êdî ev rastî fêm kirine û dev ji înkara kurdan berdane, lê îcar jî dibêjin em bi PKK-ê ra rûnanin, em Ocalan bernadin, em vî mafê kurdan yê netewî qebûl dikin û vî mafî jî qebûl nakin…
Yanî naziyan dikin…
Diyar e çend salan jî ewê di vê siyaseta xwe ya nenaskirina PKK-ê û qebûlnekirina navê Kurdistanê û nedana hin mafan da israr bikin.
Lê di dawiya dawî da weke qebûlkirina hebûna kurdan, ewê Ocalan û PKK-ê jî qebûl bikin.
Ewê mafê kurdan yên netewî û navê Kurdistanê jî qebûl bikin.
Liberxwedan û têkoşîna miletê kurd ya bi qehremanî wan mecbûr dike.
Jiyan wan mecbûr dike.
Cîhan wan mecbûr dike.
Çimkî bi PKK-ê ra di şer da ne û dibê bi wan ra şer rawestînin, bi wan ra li hev bikin.
Û lihevkirina bi PKK-ê ra jî di realîtê da lihevkirina bi Abdullah Ocalan ra ye.
Jixwe ev demeke di çapemeniya tirk da qala qebûlkirina PKK-ê û Ocalan tê kirin, dibêjin heta ku dewlet Ocalan û PKK-ê qebûl neke, bi wan ra rûnene, ne mimkûn e ku ev şer rawest e û Tirkiye rehet bike.
Yên wiha dibêjin ne tenê siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevan in, dîplomatên aqilmendên dewletê, generalên teqawit jî êdî pir vekirî qala qebûlkirina PKK-ê û dana mafên kurdan yên netewî dikin.
Wê rojê fermandarê hêzên deryayê yê Teqewit Oramîral Salîm Dervîşoglu, di hevpeyvîna xwe ya di rojnameya Yenî Şafakê da, li ser çareseriya mesela kurd tiştên pir girîng gotin.
Dervîşoglu, pir vekirî dibêje, me xwest kurdan asîmîle bikin lê me nikanîbû. Û ji nuha û pê va jî êdî dereng e, lomajî divê em hebûna wan qebûl bikin û mafên wan bidin.
Dervîşoglu wiha gotiye:
”Meseleya kurd îmkanên me dadiqultîne, xwîna me dimije, tesîra me ya li cîhanê kêm dike, psîkolojiya me xera dike, însanên me şehîd dikevin. Li ser mesela kurd divê em bi cesaret bifikirin, tenê bi metodên leşkerî çareser nabe, zarokê terorîstê ku tu îro dikujî sibe ewê mezin bibe û ev dijminatî ewê tim berdewam be. Pêwîst e koka meselê were zuhakirin.
Li ser pirsa ”Di kokê da çi heye?”, Dervîşoglu wiha bersîv daye:
”Tiştin ew dibêjin, ew dixwazin hene û tiştin me nikanîbûye bikin hene…Divê em rûnin û bi cesaret van tiştan bipeyivin, tiştên em kanin bikin divê em texîr nekin. Gavên aborî me neavêt, me nikanîbû kurdan ji alî kulturî va entegreyî Tirkiyê bikin, me hewil da wan asîmîle bikin. Divê em siyaseteke entegreyê ya nuh tespît bikin. Em ji cazîbebûna Bakurê Îraqê tirsiyan, hîn jî yên ditirsin hene. Riya şikandina vê tirsê, divê em cografyeya xwe bikin merkeza cazîbeyê. Di vî warî da potansiyelê me zêde heye. Divê meriv ji rakirina perçebûna aborî, kulturî, sosyal dest bi meselê bike.”
Yanî para rastiyê di gotinên Leyla Zana xanimê da heye û texmîna wê jî ne texmîneke îrrasyonel e.
Lê ez hêvî dikim ku ev dem pir dirêj neajo û kurd zû perwerdeya kurdî bidest xin. Nexwe bi saya siyaseta van siyasetmedarên heyran û evîndarên zimanê tirkî piştî çend salên din kesên bi kurdî bipeyivin ewê nemînin.
Yanî navî giran e warî wêran e.
Nav kurd e lê ziman, mejî û dil tirk e…

21 mars 2009

Newroza îsal û evîndariya kurdan ya zimanê tirkî

Ji salên heyştêyî(1980)û virda ye ez bawer dikim ev cara pêşî ye ku Li Kurdistan û Tirkiyê, kurd Newroza xwe bê qeza û bela, bê azar û lêdan bi kêf û şahî pîroz dikin.
Diyar e dema dewlet bixwaze şer û teşxele dernekeve, xwîn neyê rijandin tu tevlihevî dernakeve û pozê kesî jî xwîn nabe.
Ne li Kurdistanê û ne jî li Tirkiyê heta vê saetê(21.00) li yek derê jî di şahiyên Newrozê da tu teşxele û bûyereke ne xweş derneketiye.
Kurdan îsal li bakur û li başûrê Kurdistanê Newroza xwe bi dilşadî û coşeke mezin pîroz kirin.
Ji ber vê rewşa aram û azad ez gelkî kêfxweş im.
Hersal li bakurê Kurdistanê dewleta tirk di pîrozbahiyên Newrozan da zilmeke mezin li gelê me dikir û Newroz lê diherimand, dikir jahr.
Îsal ji ber nêzîkbûna hilbijartinên mehelî hukûmeta AKP-ê biryar da ku bûyeran dernexin, terorê nemeşînin û Newrozê li kurdan neherimînin.
Loma jî li tu derê bûyer derneket.
Miletê tirk li gor miletê der û dora xwe, miletekî bêkultur û bêmarîfet e, weke kurdan û miletên din ne xwedî zargotin û folkloreke dewlemend e.
Yê kurdan her bajarek bi dehan meqamên govendên wan hene. Lê yê tirkan yek govendeke wan jî tuneye.
Dema çavên ”Satilmiş Dîlbaz û Donduya” tirk li cil û berg û govendên Colemêrgê, Betlîsê, Xarpêtê, Ruhayê, Dîlokê, Diyarbekrê, Wanê, Çewligê, Şirnexê, Cizîrê û bajarên din yê Kurdistanê dikvin şorik ji devê wan diçe, ji bo ku yên wan jî tuneye li ser goştê xwe hûr dibin.
Loma jî çavê tirkan tim li diziya çand, kultur û berhemên miletên din in, tim dixwzin li ser ked û kultura xwelkê rûnin û wan bikin malên xwe.
Dewleta tirk heta nuha dixwest bi qedexekirinê Newrozê bi kurdan bide jibîrkirin.
Lê dema dîtin nikanin, îcar ji dexesî û çavnebarî rabûn lê xwedî derketin û kirin cejna tirkan ya kevnar.
Weke par, serekerkanîya artêşa Tirkiyê bi minasebeta cejna Newrozê îsal jî bi afîşan Newroza tirkan û ”gelên” Tirkiyêpîroz kir.
Çavên wan bar nebe, bi wan pir zor tê dema kurd Newozê pîroz dikin û ew jî weke xêvan pel pel li kurdan temaşe dikin û ji qehran dilê wan dibêje kizzzz…
Loma jî ji bo ku ew jî bi hawakî xwe bi Newrozê va bizeliqînin, diçin tirkên Uygur, Azeriyan, Kirgizan û Ozbekan top dikin, xwe dikin merivên wan û dibêjin, piştî ku van merivên me pîroz dikin, wê demê ev cejn ya me ye jî.
Û dûra jî siyasetmedar, erkanên dewletê, leşker û brokrat weke golikan xwe di ser êgira hol dikin.
Lê kes nabêje çima heta nuha we Newroz pîroz nedikir?
Bi kurtî, qebûlkirina mezinyiya miletê kurd bi wan zor tê, naxwazin qebûl bikin ku kurdan ev maf bi zor bi wan daye qebûlkirin.
Loma jî dibêjin, esas Newroz ya me ye jî, loma em dihêlin kurd jî pîroz bikin.
Îro min bala xwe da hemû kanalên kurdan.
Kurdên başûr ji xwe mêrikan kurd in û Newroza xwe jî weke mirovên kurd pîroz kirin. Gel derket serê çiya û baniyan, deşt û zozanan û Newroza xwe bi stran û dîlanên kurdî pîroz kirin.
Programa TRT6-ê jî baş bû. Grûbeke mezin ji Silêmaniyê, yek ji Ruhayê û ji Betlîsê anîbûn û wan jî bi stran û govendên kurdî Newroza xwe pîroz kir. Programeke baş bû.
Programa malkambax ya Roj TV-ê bû. Roj TV-ê, heta saeet 17.00-an ekran teslîmî yekî Dêrsimî kir û bi tirkî dan peyivandin.
Yanî roja Newrozê, heta êvarî rogrameke bi tirkî pêşkêşî temaşevanên xwe kir. Meriv matmayî dimîne.
Kurmê şîrî heta pîrî, mêrikan dimrin û dev ji tirkî bernadin. Heta programa Newrozê jî bi tirkî pêşkêşî bînerên xwe dikin.
Ez tu nifirê li we nakim, hema ez hêvî dikim ku Xwedê zû aqilekî bide we û tirkî li ber çavê reş bike…

Newroza we pîroz be!

Gelî xwendevan, dost û hevalên hêja û kurdperwer,
ez ji dil û can Newroza we hemûyan pîroz dikim û hêvî dikim ku sala 2009-an, sala nuh li herçar perçeyên Kurdistanê ji bo gelê kurd bibe sala bidestxistina azadî û serxwebûnê, sala pêşketina hevkarî û yekîtiye di nava hêzên kurd da.
Bijî Newroz!
Bijî xebat, têkoşîn û li berxwedana miletê kurd ya şikandina nîrên bindestiyê ya ji bo azadî û serxwebûnê!

19 mars 2009

Sofiyan general paşpê li kerê kirin

Dawiya olana doza Ergenekonê nayê, rojê kasêteke nuh, belegeyeke nuh di malper û rojnameyan da belav dibe û hin tiştên nuh, tiştên ku heta nuha bîrûraya giştî nizanîbû derdikevin ortê.
Çend roj berê hin kasêtên orgeneral Eruygur û Tolon yên nuh derketin piyasê û bûn sebebên minaqeşeyên pir mezin.
Herî dawî jî rojaneyên rojnamevan Mustafa Balbay, weke bombeyekê ji nişkave teqiya û olaneke pir mezin da.
Ev çend roj in diweşînin naweşînin dawî nayê.
Di rojaneyên Balbay da ji darbeya ”post-modern” ya 28-ê sibata 1997-an û virda meriv roj bi roj, meh bi meh şerê leşkeran xwe bi xwe û yê wan û siwîlan dibîne.
Bi xistina hukûmeta Erbekan û Çîller, leşker memnûn dibin.
Lê dûra, dema di sala 2002-an da AKP tê ser hukum, leşker dîsa aciz dibin û dixwazin li hember AKP-ê darbeyekê bikin.
Di bin serokatiya orgeneral Tolon û Eruygûr da ji bo darbeyeke leşkerî gelek amadeyiyan dikin, planên A,B,C,D çêdikin.
Dibêjin heger plana “A” xera bibe, emê plana “B” têxin dewerê û heger ya be jî xera bibe emê ya “C” têxin dewerê.
Vana hemû di kasetên Tolon, Eruygur, di malên hin zabit û herî dawî jî di rojaneyên Mustafa Balbay da derketin ortê.
Kî li ku, bi kê ra civiya ye û kê çi gotiye, hemû di çapemeniyê da tên weşandin. Êdî tiştekî veşartî û bi dizî tuneye, hertişt li ortê ye.
Di belgeyên hatin weşan da derdikeve ortê ku di nabêna salên 2002-2004-an da artêşê xwestiye darbeyeke leşkerî bike lê serokerkan Hîlmî Ozkok qebûl nekirye. Hemû fermandarên artêşê dibin yek û dixwazin Ozkok jî îqna bikin, dibêjin ew mecbûre weke me bike.
Lê Ozkok îqna nabe. Tolon, Eruygur wî weke “mele” û merivê AKP-ê dibînin û dixwazin wî ji ber xwe da bixînin.
Di civînan da gotinên giran jê ra dibêjin.
Kê bibe serokerkan, kê bibe serokê cendirmeyan hemû amadeyiyên xwe dikin, lê newêrin.
Destê xwe li Erdogan bilind dikin, feqet lênaxin. Çimkî ji der û ji hundur alîkariya ew dixwzin nabînin.
Loma jî dixwazin tevlihevî û kaoseke mezin derxin, ji bo vê jî wezîfeyê didin kesên weke Îlhan Selçûk, Mustafa Balbay û dixwazin ku ew jî milet bînin galayanê.
Ji ber sê sebebê esasî newêrin darbeyekê bikin. Ji dêlî darbeyeke leşkerî, Erdogan û taximê wî ditirsînin, nahêlin zêde pêşda herin.
Ji sebeban yek, hukûmeta AKP-ê weke Erbekan baz nade, li ber xwe dide.
Dudu, piştgiriya Yekîtiya Ewrûpa planên leşkeran serobinî hev dike, wan ditirsîne.
Û ya sisiyan jî Emerîka piştgiriyê nade darbeciyan.
Ev hersê tişt rê li ber darbeyeke leşkerî digre, ji dêlî wê, siyaseta tirsandinê dimeşînin.
Di kasêteke generalê teqawit Tolon da wiha dibêje:
”Minê telefon bikira, bigota walî, li min binêre, ji wî mudûrê emniyeta xwe ra bibêje ezê nigê wî bişkînim haaa û minê bigota teq û telefon bigirta. Hewqas. Wiha tê peyivîn, em wiha peyivîn. Em wisa jiyan. Qûn dixwaze, bi şeref ewê newêribin bibêjin kirt yahooo. Celaletîn(serokê emniyeta Stenbolê) melaletîn ne tiştike. Pûlis ji vir ewê bi selawatan derbas bibe. Bi şeref wihaye yahooo.”
Heta nuha artêş weke kabûsekî ketibû ser dilê milet û siyasetmedarên tirk, kesî newêrîbû li hember wan bigota kirt.
AKP-ê di nava van 7 salên îktîdara xwe da artêş anî pênc pereyî, tirs û xofa wan şikand û hemû generalên bi heybet kir kûçikên keriyan.
Ji Ecevît bigre heta bi Erbekan, Yilmaz û Çîllerê, leşkeran hinavê hemûyan qetandibû, dema ji wan ra digotin dev ji hukûmerê berdin, berdidan.
Ev cara pêşî ye ku AKP teslîmî leşkeran nabe û baznade, bi xêra alîkariya der jî li ber xwe dide.
Bi saya îstîxbarata MÎT û pûlisan, AKP-ê artêş perîşan kirye, êdî bekçiyên kuçeyan jî ji generalan natirse.
Bi weşandina van kasêt û rojaneyan, generalên berê Tirkiye dihejandin bûne wek gurên pîr û êdî şivan û kûçikên wan henekên xwe bi wan dikin, bûne pêkenîn.
Dinya ne dinya berê ye, tişte weke berê veşartî namînin. Êdî rojname û telewîzyon newêribin biweşînin înternet heye, You Tube, di eynî rojê da bi milyonan însan dikanin xwe bigîhînin wan agahdariyan.
Înternetê û vê teknîka nuh malik li generalan şewitand, hemû plan û projeyên wan yên darbeyê, axaftinên wan yên civînên bi dizî yek bi yek li cîhanê belav bûn û herkesî dît û bihîst ku general li pey çi bûne.
Di rojên pêşda ewê hîn gelek belgeyên din bên weşandin. Hukûmet vê yekê ji bo xwe dike, artêş çiqasî zeîf bibe jiyana siyasetmedaran hewqasî dikeve ewlehiyê.
Herkes dizane ku ez ji AKP-ê ra nabêji xêr ela xêr, yanî naxwazim yeka wan bibe dudu, lê di mesela şikandina xof û tirsa leşkeran da wan xizmeteke pir baş kiriye. Dibê meriv vê rastiyê bibêje û vê xizmeta Kasimpaşalî jî teqdîr bike.
Meriv dikane bibêje ku AKP-ê di pêşengiya Erdogan da generalên zirzop û kêmaqil weke Meleyê Meşhûr paşpê li kerê kirin û kirin pêkenînê alemê.
Ji bo dîtina van rojan dibê meriv sipasî AKP-ê bike...

Kurd û Newroza bêwext

Ez îro beşdarî pîrozkirina Newroza bûm.
Mamosteyên zimanê kurdî li Botkyrkayê, îro li dibistana Fittjayê bi xwendevanên xwe û malbatên wan ra Newroz pîroz kirin.
Mamosteyê Rojenê mej i Rojen ra gotibû heger bavê te were ji kitêba xwe çend çîrokan bixwîne ewû baş be.
Li ser vê daxwaza mamoste Hemîd û Rojen, min îro kitêba xwe kir bin çengê xwe û ez û Rojen em çûn dibistana Fîttjayê, ciyê Newroz lê dihat pîrozkirin.
Programa pîrozkirinê saet ji 14.30-17.00-an bû.
Şahî li salona xwaringeha dibistanê bû. Ciyekî têra xwe mezin bû. Ez bawer dikim li dora 300 kesî kom bûn.
Mamosteyan ji bin da tu amadekarî nekribûn, hertişt bêhazirî û bêserûber bû. Tiştê hazirî hatibû kirin jî kesî tişt jê fêm nekir.
Lê tiştê baş, zarokên kurd ji herçar perçeyên kurdistanê û dê û bavên wan bi minasebeta
Newrozê hatibûn ba hev û bi hev ra dîlan digirtin, kêfxweş û dilşa dibûn.
Bi pîrozkirineke rojake wiha,(herçiqas ne di wexta xwe da bû jî)hemû zarok serbilind bûn.
Herçiqas ji herçar perçeyên Kurdistanê xwendevan hebûn jî lê piraniya wan kurdên Anadoliya Navîn(Konya)bûn.
Ez dirêj nekim, netîce dor hat min û min çû çîrokek xwend.
Xwedêgiravî minê 3 heb bixwenda lê dema min dît, dengê min naçe kesî, min di yekê da birî û xatir ji zarokan xwest.
Bi qasî ku ez dizanim pîrozkirina Newrozl ewê heta 24 adarê jî dom bike. Yanî Newroza me belkî jî heta meha nîsanê berdewam be.
Li gor îstatîstîkên fermî yên Dahîreya Îstatîstîkê, li Swêd ji polên 1-ê heta 9-an 5815 şagirdên kurd beşdarî perwerdeya kurdî dibin. Rêjeya beşdaran %62 e. Hejmara şagirdên kurd yên pêşdibistan, lîse û dersên alîkarîyê ne di nav vê hejmarê de ye. Heger meriv wan jî bihesibîne, hejmara şagirdên kurd yên ku beşdarî perwerdeya kurdî dibin digihê nêzî 9000-î(çavkanî Dibistana Kurdî)

18 mars 2009

Gotinên Talabanî û çîroka kamereya Helepçeyê

Li Tirkiyê pir tişt diqewimin, meriv nizane qala kîjanê bike û qala kîjanê neke. Yek ji yekê girîngtir e, destê min ji yekê jî nabe.
Lê taqet û wexta min a ku ez kanibim qala hemûyan bikim tuneye.
Ev du roj in çapemeniya tirk hevpeyvînên Serokkomarê Îraqê Mam Celal Talabanî diweşînin. Li gor çapemeniya tirk dinivîse, Mam Celal dîsa dilê tirkan xweş û dilê kurdan jî ”reş” kirye, gotiye ”Serxwebûna Kurdistanê xewn e, perçebûna Tirkiyê, Îranê ne mimkûn e” û her wekî din.
Ev ne cara pêşî ye ku Talabanî Kurdistaneke serbixwe weke ”xeyal û xewneke xweş” dibîne, heta nuha gelek carên din jî tiştên wiha gotine.
Ne ev tenê, li PKK-ê û hevdîtinên xwe yên bi Ozal û Demîrel ra Talabanî gelek tiştên din yên girîn jî gotine.
Dibê meriv li ser van agahiyên Talabanî jî hinekî raweste.
Îşev wexta min ya ku ez zêde li ser wan rawestim tuneye, rojeke din fersend çêbibe ezê li ser van dîtinên birêz Talabanî rawestim.
Talabanî dikane bi rastî jî avabûna Kurdistaneke serbixwe mimkûn nebîne û loma jî ji bo hedefeke wiha xebatê neke û neparêze.
Ya din kesê avabûna Kurdistaneke serbixwe realîst nabînin helbet ne Talabanî tenê ye, hema hema hemû hêzên Kurdan îro wiha difikirin û doza serxwebûna Kurdistanê nakin.
Mesela Mesûd Barzanî jî îro serxwebûna Kurdistanê naparêze, lê weke Talabanî gav û seetê nabêje ”ev xeyal e”, dibêje ev yek mafê me ye lê îro em vê dozê nakin.
Lê Talabanî, hercara ku devê xwe vedike, dibêje ”Kurdistaneke serbixwe xeyal e” û nizanim çiye…
Tu dibê qey mecbûr e ku ji dijmin ra bibêje, hûn xurt in, em bi we nikanin, loma jî em teslîm dibin û serxwebûna welatê xwe naxwazin.
Bêguman ne mecbûre wissa bibêje, ew jî dikanane weke Mesûd Barzanî û hin kesên din bibêje "kurdistaneke serbixwe" mafê me ye jî, lê îro em tiştekî wiha naxwazin.
Di gotinên Talabanî da para rastiyê hebe jî, lê ne mecbûr e bibêje û bi vê yekê jî moralê miletê xwe xera bike.
Hercara ku Mesûd Barzanî devê xwe vedike kurd pê kêfxweş û serbilind dibin û dijmin jî pê dibize, xofgirtî û qudûmşikestî dibe.
Mixabin vê carê jî beyanên Talabanî kêfa dilê dijmin xweş kir, moral da wan û moralê kurdan jî xera kir, bi beyanên wî kurd dilşikestî û xemgîn bûn.
Malpera Pûkmediya bi rojnamevan û wênekêşê komkujiya Helepçeyê Ramazan Ozturk ra hevpeyvînek kiriye. Netkurdê jî di 16-ê mehê da(îro jî beşek) ev hevpeyvîna Pûkxmediayê weşandiye.
Min hevpeyvîn heta nuha nexwendibû. Piştî xebera Netkurdê ya îro, min hevpeyvîn xwend.
Di vê hevpeyvînê da rojnamevan û wênekêşê komkujiya Halebçeyê Ramazan Ozturk gotiye ku ewê kamera xwe ya ku di komkujiya Halebçeyê da pê risim girtine dîyarî Muzeya Komkujiya Halebçeyê bike.
Li ser pirsa, ”Gelo ew kamera ku wî wêne pê girtiye,li ba xwe parastiye ya na?”, Ramazan Ozturk gotiye, erê min parastiye û çîroka wê wiha îzah dike.
”Li ser daxwaza kak Wirya Kawanî berpirsê Navenda Kawaniyan li Norveçê, min biryar daye wek diyarî ezê wê bibexşim Monumenta Helebçeyê. Ez li ser wê kamerayê ji te re bêjim ku sala 1998-ê yanî deh sal piştî kîmyabarana Helebçeyê li Tirkiyeyê bîranîna wê felaketê dihat kirin, merivekî kurd ê dewlemend (nexwest navî wî eşkere bike) daxwaz ji min kir ku ez bi 50 hezar dolaran kamerayê bifroşim wî. Min nedixwest bifroşimê, lê çend hevalan gotin bifroşe wî û kamerayeka baştir pê bikire. Di dawiyê de ez razî bûm, min bi 50 hezarî kamera firot wî merivî. Piştî 15 deqîqeyan wî merivî kamera anî, wek diyarî cardin diyarî min kir, min jî ew heta nuha li cem xwe parastiye.”
Dema min ev agahî xwend ez pir kêfxweş bûm.
Kurdekî dewlemend kamareya ku bûye şahidê komkujiya Helepçeyê 10 sal berê ji xwediyê wê bi 50 hezar dolarî dikire û piştî 15 deqîqeyan dîsa diyarî wî dike, dibêje veşêre.
Û heta nuha jî li tu derê jî reqlama xwe nekiriye, negotiye min walatperweriyek wiha mezin kiriye.
Kurdekî wiha zana, dûrbîn û kurdperwer hêjayî teqdîr û hurmeteke mezin e. Hebûna kurdên wiha zana û kurdperewer weke kurd meriv kêfxweş û serbilind dike.
Herçiqas heta nuha wî nefsbiçpkî kiribe û navê xwe li tu derê negotibe û nehîştibe Ramazan Ozturk jî bibêje, bi baweriya min dibê medyaya kurd hevpeyvîneke din bi Ramazan Ozturk ra bikin û navê vî kurdperwerî jê bipirsin.
Di Muzeya Komkujiya Helepçeyê da li kêlek nav û rismê wênekêşê komkujiya Helepçeyê Ramazan Ozturk, dibê nav û rismê vî kurdperwerê ku ev kamara kiriye jî were bidardekirin.
Dibê kurd û dîrok navê vî kurdê hêja bizanibin.
Ji bo dîroka gelê xwe tiştê wî bîrbiriye gelkî mezin e û hêjayî hurmet û teqdîrê ye, dibê ev rastî û fedekarî wenda nebe.
Ev bûyer detayeke pir biçûk ya qetlîama Helepçeyê ye, lê dibê ew jî were parastin û di dîroka Helepçeya şehîd da ciyê xwe bigre.

17 mars 2009

Partiya Saadetê jî dest bi "kurdçîtiyê" kir

Rojnameya Partiya Saadetê Mîllî Gazete, îro bi manşeteke kurdî, ”Em Saadetê dixwazin” derket.
Partiya Saadetê, bi mitîng û beyanên xwe yên di van rojên dawî da gelek balê dikşîne ser xwe û li çend bajaran jî pir xwedî îdîa ye.
Li gor xebera rojnameyê, di civînekê da kalekî kurd, ji serokê Saadetê Dr. Numan Kûrtûlmûş ra gotiye:
-Lawê min, em ”seadetê dixwazin.”
Lê rojnameya Millî Gazete, ev gotina kalê kurd, ne weke ”em bextewarî, kamiraniyê dixwazin”, weke ”Em Saadetê dixwzin”, yanî li Kurdistanê kurd partiya Saadetê dixwazin, derxistiye manşetê.
Çaxa kurd bi rastî kurd bin û bi rengekî vekirî doza mafên xwe yên netewî bikin, hemû partiyên tirkan yeko yeko ewê werin rê, bi kurdî bipeyivin, bi kurdî binivîsîn û berdevkiya mafê kurdan bikin.
Çimkî dema nekin, kurd ê dengên xwe nedin wan, ji bo ku bikanibin dengê kurdan bigrin dibê berdevkiya mafên kurdan bikin.
Yanî ne bi tivingê, bi dengên xwe dibê kurd partiyên tirkan mecbûrî qebûlkirina mafên xwe bikin.
Heta nuha kurdan tenê li partiyên kurd, yên weke DTP-ê doza mafên xwe kirine û xwestineke ku ew nûnertiya kurdan bikin û ji dewletê vî mafî bixwzin.
Ev baş e lê ne bes e.
Dibê kurd ne ji pertiyên kurd tenê, ji hemû partiyên tirk jî doza mafê xwe yê netewî bikin.
Dema AKP, CHP, MHP û Saadet ji kurdan rayên wan dixwazin, dibê kurd jî êdî pir vekirî biwêribin bibêjin, ji bo mesela kurd ew çi difikirin û dema ew werin ser hukum ewê kîjan mafan bidin kurdan?
Partiya Saadetê li ciyê rehetiyê manşeta kurdî navêje, ew jî êdî baş dizane ku dema bi rengekî demagojîk be jî li Kurdistanê qala kurdan neke, kurd rayên xwe nadinê.
Yanî qebûlkirina hebûna kurdan û xwedîderketina li mafên wan êdî pere dike û raya tîne.
Dibê kurd hemû partiyên tirk mecbûrî qebûlkirin û parastina mafê kurdan yên netewî bikin.
Ev nuxteyeke gelkî girîng e û dibê kurd vê pêşketinê, vê fenomena nuh bibînin û milet jî teşwîqî xwestina daxwazên netewî bikin.
Daxwazên wek rê, fabrîqe û nan êdî pir li dû mane, bi van daxwazan tu partî nikane li Kurdistanê dengê milet bigre.
Milet doza azadiya xwe, doza mafên xwe yên netewî dike. Bi kêmasî dibêje ez kurd im û dixwazim weke kurd bijîm.
Millî Gazate di xebera xwe ya manşetê da dibêje, “Li Başûrê Rojhilat însan di qadên mitîngan da diqîrin, dibêjin, “Misilman im, kurd im û dixwazim li vî welatî bi birayên xwe ra di nava huzûrê û aştiyê da bijîm.”
Ez “misilman im” ne tiştekî nuh e, lê ez kurd im tiştekî nuh e. Çaxa di civîn û meşên Partiya Saadetê da jî însan bibêjin “em kurd in” pêşketineke pir girîng e, dibê hêzên siyasî vê guherandina di civata kurd da bibînin.
Serokê Saadetê Nûman Kûrtûlmûş dibêje, li Kurdistanê bêyî AKP-ê, DTP û Saadetê partiyeke din tuneye.
Li gor Kûrtûlmûş, bira çêkirina mitîngan li wir bimîne, partiyên din ji bo xebatên hilbijartinan jî nikanin biçin Kurdistanê.
Kûrtûlmşûş dûra jî wisa dibêje:
“Partiya ku di derbarê gelşa kurd da ajandeya wê tunebe, dixwaze bira giraniya dînî ya jî ya aborî bide xebata xwe, ne mimkûn e ku li herêmê xwe bigihîne xelkê.”
Viya ne DTP, serokê Saadetê piştî gera xwe ya çend bajarên Kurdistanê dibêje. Min digot şiyarbûna netewî tenê di çarçeweya kîtleya DTP-ê da ye, min nizanîbû ku kurdên ne bi DTP-ê ra, yên rayan didin partiyên tirk jî êdî dibêjin “em kurd in” û doza mafên xwe yên netewî dikin.
Heger DTP hinekî din jî biwêribe giraniyê bide termînolojiya kurd û Kurdistanê, termînolojiyeke netewî, bi îhtîmaleke mezin partiyên tirk jî ji mecbûrî ewê pê ra têkevin reqabet û qayişkêşanê û ewê jî qala kurd û Kurdistanê bikin.
Heger siyasetmedar û rewşenbîrên kurd jîr bin emrê dewleta tirk ya kemalîst û panturkîst pir hindik maye...
Haydê kurdino, hinekî din jî xwe bidinê...

16 mars 2009

Çend gilî û gazinên kurdewarî

Ez îro jî li merasima bîranîna karesata Helepçeyê bûm.
Merasima do ji alî hin hevalên YNK-ê va hatibû organîzekirin û ya îro jî ji alî Federasyona Komeleyên Kurdistanê va.
Di merasima do da kurdên Kurdistana Tirkiyê, Sûriyê, Îranê û hevalên PDK-ê hema hema ji binda tunebûn, hemû hevalên Yekîtiyê bûn.
Di merasima îro da jî îcar tenê kurdên bakur hebûn. Kurdên soran hema hema tunebûn.
Ji ber ku wan merasima xwe do çêkir, me jî yanî kurdên bakur îro çêdikir.
Ji ber ku ez kurdekî Kurdistanî dihesibînim, loma jî ez di herdu merasiman da jî beşdar bûm.
Hejmara beşdarên îro ji yên do ne zêdetir bûn, ew jî li dora sed kesekî bû.
Merasima do saet di 14:00-an da bû. Min îro bihîst, saet di 15:00an da yanî saetekê piştî destpêka merasimê bîranîna 106 saliya Mustefa Barzanî bû. Yanî herdu bîranîn jî hema hema xistibûn eynî saetê.
Di bîranîna îro da tiştê herî baş û kêfa min jê ra hat, nûnerên pênc partiyên Swêdî(Sosyaldemokrat, Moderat, Partiya Gel, Partiya Keskan û Partiya Çep)jî beşdarî merasimê bûn û hemûyan jî axaftinên gelkî baş û dilşewat kirin, hemûyan jî xwest ku Neteweyên Yekbûyî qetlîama 16-ê Adarê weke rojeke jenosîda li dijî miletê kurd ya navnetewî qebûl bike.
Ez, qetlîama Helepçeyê ji kûrayiya dil û hinavê xwe bibîr tînim serê xwe li ber hemû şehîdên gorbuhuşt ditewînim.
Nuha jî mijareke din.
Li ser nivîsa min, Azadiya miletekî bi siyaseta "nermkirinê" nayê bidestxistin gelek şirove hatin kirin.
Di hin şiroveyen da hin gotinên ne xweş, ne bi dilê min hebûn. Bêyî ku nav bidim, do min çend rêz li ser şirove û rexneyan nivîsî.
Lê ji ber ku min weke şirove nivîsî, îhtîmal heye ku haya xwendevanan zêde jê çênebe û loma jî neyê xwendin.
Ji ber vê yekê, ez dixwazim wê nivîsa xwe bi hin guhertin îşev li vir dubare bikim.
Rexne tiştekî baş e, û dibê meriv ne li dij be.
Rexne însan û civatan bînfireh dike, dike xwedî xweşbînî û tehamul.
Lê helbet dibê meriv rexne, çêr û heqaretan tevhev neke.
Bi baweriya min di rexneyên xwe da meriv çuqasî sergiran û avakar be ji bo menfeeta miletê kurd ya giştî û netewî hewqasî baştir e.Mafê her kurdî heye tiştê nekeve serî rexne bike. Ev yek dikane siyaseta DTP û PKK-ê be ya jî beyaneke Ocalan û berpirsiyarekî DTP-ê be.
Ya jî nivîseke min be. Lê di rexneyê da dibê armanca me ew be ku em xwediyên çewtiyan û kesên li pey wan bînin ser riyeke rasttir, nek u heqaretê li wan bikin.
Deme meriv bi ziman û gotinên maqûl însanan rexne bike, însan li meriv guhdarî dikin, lê dema meriv bi xeber û heqaret dest bi rexneyên xwe bike wê demê êdî cî ji diyalogê ra namîne, tenê şer dimîne.
Şer jî tenê zirarê dide miletê kurd. Di şer, dijminatî û teşxeleya di nabêna kurdan da tu menfeeta kurdan tuneye.
Lê zirar heye.PKK û DTP çiqasî tişê ne li gor dilê me bikin jî dibê em bi çavê dijimin li wan nenêrin û wisa bi nav nekin.
Netîce ew jî kurd in, hêzên kurd in û li dijî dijmin li gor xwe xebatekê dikin. Lê em hin kirinên wan şaş dibînin.
Loma jî dibê weke kurd, weke însanên kurdperwer em bixwazin wan qezenc bikin, ji şaşiyên wan dûr xin.Kurd dibêjin, rî(h)dibe bihost dijmin nabe dost, ya jî dijminên bavan nabin dostên lawan.Yanî tirk çi bibêjin jî netîce, ne ji qewmê me ne û îro dijminê me ne. Loma jî dibê em tu carî partiyeke tirk û DTP-ê weke hev nebînin.
Çimkî yek ji me ye, yek dijmin e.
Îro em li dijî hev in, sibe em dikanin werin ba hev.
PDK û YNK bi salan li dijî hev bûn, zirarên pir mezin dan hev û gelek însanên hêja ji hev kuştin. Lê rojek hat bûn dost û mitefikên hev.
Çimkî herdu jî hêzên kurd in. Ev yek ji bo mej î wiha ye. Em nikanin PKK-ê DTP-ê ji kurdayetiyê derxin, xerabiyê bikin li zirare me ye, lê başiyê bikin li kara me ye
Partiyeke ji me dikane îro tiştên pir ne baş û xerab jî bike. Dibê meriv li dij rabe, rexne bike, lê dibê meriv tu carî bi çavê dijmin lê nenêre.
Zarokên meriv di xortaniya xwe da yekcarnan tişteên ne li gor dilê meriv, tiştên pir xerab dikin,lê meriv weke dê û bav bi çavê dijmin lê nanêre.
Meriv li ber digere, dibêje heyran, qurban ji bo ku bîne ser riya rast û baş.Bi baweriya min dibê meriv bi vî çavî li PKK-ê û DTP-ê jî binêre.
Ya din ne rast e ku meriv bi gotin û rexneyên xwe bi milyonan însanê kurd bigre hember xwe, dilê wan ji xwe bihêle.
Dibê meriv bi zimanekeî maqûl bipeyive ku însan li me guhdarî bikin, bi hêrsê, bi xeberan kes li me guhdarî nake û loma jî tu tesîra me jî çênabe.
Gelo di van dîtinên xwe da ez şaş im?

15 mars 2009

Hertiştê me derî adetê ye

Sibe 21. salvegera komkujiya Helepçeyê ye.
Di 21-ê adara 1988-an da rejîma Saddam ya xwînmêj û qatil bajarê Helepçeyê bi çekên kîmyewî bombebaran kir.
Di vê êrîşa hovane da ji şêniyên bajêr bi kêmanî 5 hezar kes hatin qetilkirin û bi hezaran jî seqet bûn.
Ji bo bîranîna vê komkujiya mezin ya li hember miletê kurd, îro li Stockholmê li meydana Sergelstorgê xwepêşandaneke hebû.
Dema di malpera Netkurdê da anonsa çalakiyê biber çavê min ket, min rabû xwe tev kir û çûm ciyê civînî.
Li gor xeberê, bîranînê saet di 14:00-an da destpêdikir. Ez di wexta xwe da gihîştim ciyê civînê.
Min bala xwe dayê kes tune, herî zêde 50-60 kes in û heta dawiyê teqrîben em bûn li dora 100 kesî.
Û di nava vê kîtleya biçûk da jî tenê ez, keça Mîrhem Sîdar û Dîcleyê Dêrikî ji Kurdistana bakur bûn.
Yanî sê kes. Yên din hemû kurdên soran bûn.
Dîcle jî ji ber ku keça wî Bêrîvan Ongorur Kizil, ewê li ser navê Partiya Çep(VP)bipeyiviya hatibû.
Min nizanîbû Bêrîvan keça Dîcle ye. Dema Emer Şêxmûs ji min ra got, ev keça Dîcle ye, gelkî kêfa min hat, lê ez hinekî jî li ber xwe ketim.
Min di dilê xwe da got, Emer Şêxmûs ji Kurdistana Sûriyê ye dizane, lê li gel ku ez û bavê wê û apên wê dostên hev in û di nabêna me û Dêrikê da jî 60-70 km. heye ez nizanim ku Bêrîvan nîvhemşeriya min e.
Berîvan Kizil, namzeta Partiya Çep ya Swêd ya Yekîtiya Ewrûpayê ye. Xanimê axaftineke baş kir û di dawiya axaftina xwe da jî got, ”bijî kurd û Kurdistan!”
Piştî axftinê min ew pîroz kir û ji bavê wê ra jî got, heyran wele min dizanîbû Evîn ji Kurdistana bakur e, lê min nizanîbû keça te ye û hewqasî nêzîkî me ye.
Dema ez keç û xortên wiha aktîv dibînim gelkî dilşa dibim. Bala min lê ye di nava hemû partiyan da çend xortên me yên aktîv û bi doza miletê xwe va girêdayî hene.
Weke dê û bav, bi vê pêşketina zarokên xwe dibê em serbilind bin.
Vê kêmbûna kurdên bakur bala min kişand. Di dema sohbeta me da Emer Şêxmûs got, sibe jî eynî li vê derê, îcar Federasyona Komeleyên Kurdisyanê bîranîneke wiha çêdike.
Komkujî di 16-ê adarê da bûye, lê beşek kurdên me rojekê berê, di 15-ê adarê da çalakiya bîranîna wê çêdikin.
Min fêm nekir tiştekî wiha çima ne di roja ku komkujî bûye û ne bi Federasyona Komeleyên Kurdistanê ra?
Em kurd yekcarnan tiştên pir xerîb dikin.
Bîranîna komkujiya Helepçeyê em rojekê berê bibîr tînin.
Newroza xwe jî ne di şev ya jî roja 21-ê Adarê, ya çend rojan ya berî wê ya jî piştî wê pîroz dikin.
Mesela do yanî hefteyek berî roja Newrozê, Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Stockholmê Newroz pîroz kir.
Dema tu j iwan bipirsî, ewê bibêjin me cî nedît.
Hûn dizanin hersal hûn Newrozê pîroz dikin, salekê berê cî bigrin. Ciyê mezin tunebe, ciyekî biçûk bigrin.
Ev yek ji pîrozkirina hefteyek berê û hefteyek şûnda çêtir e.
Heger Newroz bi rastî jî rojeke me ya netewî ye û em bi wî çavî lê dinêrin û dixwazin bi wî şiklîjî jî pîroz bikin, wê demê dibê em di roja wê da pîroz bikin, Newrozê nekin pêkenîn.
Roj û cejnên netewî dibê di rojên wan da û bi wê cidîyetê werin pîrozkirin.
Ne rast e û mafê tu kesî jî tuneye ku bi van rojên kurdan yên netewî bilîzin û naveroka wan dejenere bikin.
Komkujiya Helepçeyê, dibê di 16-ê Adarê da were bibîranîn, ne rojek berê ya jî şûnda.
Newroz, dibê di 21-ê Adarê da were pîrozkirin, ne hefteyek berê.
Çawa ku em nikanin çejnên xwe yên dînî, hefteyek berê pîroz bikin, dibê Newroza xwe jî em nikanibin heftek berê û hefteyek şûnda pîroz bikin...

14 mars 2009

Azadiya miletekî bi siyaseta "nermkirinê" nayê bidestxistin 2

Mamoste Ahmed, rewşa kurdan û merhela têkoşîna tevgera netewî ya îro, tenê bi xebat û têkoşîna Salahattîn Demîrtaş û hevalên wî va girê daye, li gor wî di vê xebatê da para ”nivîsên min yê rojane” û ked û rola kurdên derî PKK-ê/DTP-ê tuneye, hertişt bi ked û xebata PKK-ê û DTP-ê hatiye bidestxistin.
Loma jî li ser vê meselê ew çi bibêjin û çi bikin rast e, dibê kes dengê xwe neke, çimkî wan ev rewş aniye meydanê.
Mamoste Ahmed wiha gotiye:
”Heke niha pirsgirêka purdî ketibe rojevê bawer ke ew ne seba nivîsa te ya her rojê ye( şaş fehm neke ez ji nivisên te pir hez dikim û bi baldarî dişopinim), yan jî seba muxalifên DTPyê ye(xwedîgiravî neteweperwer). Heke îro pirsgirêka Kurd ketibe rojevê ew seba têkoşina wan e.”
Ez ji xwe û nivîsên xwe dest pê bikim û dûra jî werim ser ked û xabata kes û hêzên derî DTP-ê.
Mamoste Ahmed, berî hertiştî ji ber ku min ji rezê dewleta tirk tirî diziye ev 30 sal in ez mahkûm nebûme, qey me jî li gor qewet û hêza xwe ji bo vî miletî jahrek belav kiriye, kevirek daye ser kevirekî û xebatek kiriye.
Heger di têkoşîna azadiya vî miletî da ked û xebata min ji devê guh be, ya Salahattîn Demîrtaş ne mûyekî guhê devê ye jî.
Ez nizanim Salahattîn Demîrtaş ev çend sal in ketiye nava tevgera netewî û ji kînga û virda ye doza kurdîtiyê dike, berê çi bû, çi dikir û çi diparast.
Lê ez bi ya xwe dizanim, teqrîben ev 40 sal in ku ez ji bo rizgarî û azadiya gelê xwe bi rengekî bênabên têkoşînê didim, xizmetê ji ziman û edebiyata kurdî ra dikim, bi şêl, xebat û nivîsên xwe bi şev û roj agirê tenûra kurdî û kurdperweriyê gurtir dikim, bêtir disincirînim.
Di nava vî 40 salî da, min bi xebata xwe ya rêxistinî û şexsî, bi nivîsên xwe yên ku tu wan biçûk dibînî bi sedan kesên weke Demirtaş şiyar kirine, kirine kurd û xebatkarên doza kurdperweriyê.
Ji bo ku zimanê kurdî bibe ”zimanê perwerdeyê û zimanê duyem yê resmî”, ji bo ku kesên weke Salahattîn Demîrtaş bi kurdîtiya xwe bihesin û ji peyatiya çepên tirk dûrkevin 35 sal berê ez di meş û mitîngan da bi kurdî dipeyivîm, min hellbestên kurdî dixwend.
Lê Demîrtaş piştî min bi bi 35-40 salî jî hîn du gotinan bi kurdî nizane, hîn dibêje ”em naxwazin kurdî bibe zimanê resmî”.
Heger îro li Wêranşarê tevgera netewî hewqas xurt e, heger Emrulah Cîn du dewran dikane bibe serokê belediyê û cara sisiyan jî DTP li gor ”tayinan” jî dikane ji sedî 60-70-ê rayan bigre, dibê tu bizanibî ku ev yek ne bi saya xebeta Salahattîn Demirtaş bûye, ev yek mîrata têkoşîn û xebata min û hevalên min e.
Yanî hertişt tenê ne berhema xebata PKK-ê ye.
Bêguman PKK-ê jî ji miletê xwe ra gelek xebatên hêja kirine, lê ev nayê wê maneyê ku hertişt tenê ked û berhema xebata PKK-ê û DTP-ê ye.
Berî wan jî xelkê ji bo vî miletî xebat kiriye, dibê meriv ne bêûjdan be, çawa ku meriv naxwaze xelk ked û xebata meriv înkar bike, herwisa dibê meriv jî ked û xebata xelkê înkar neke.
Yanî dibê Mamoste Ahmed baş bizanibe ku, PKK-ê û DTP-ê ji sifirê dest pênekirine, lawê bavan gelkî berî wan di şertên gelkî xerab û girantir da gelek xebatên hêja û fedekariyên mezin kirin, micadele ji bin sifirê bi ser sifirê xistine, derxistine çend dereceyan.
Dibê meriv van xebatan jî înkar neke.
Dema PKK weke hêz derket sehneya siyasetê, li Kurdistanê bi sedhezaran kurdên çep û kurdperwer ketibûn pêxîla dijmin û têkoşîneke bêhempa didan, gelek kadir û mîlatanên PKK-ê bi xêra xebatên van kes û hêzan bi kurdiya xwe hesiyan û ketina nava xebata netewî.
Heger îro li Wanê, li Diyarbekrê, li Bazîdê, li Bismilê, li Farqînê, li Nisêbînê û li gelek bajarên din yên Kurdistanê bi sedhezaran însan dadikevin kolan û kuçan û xofeke mezin dixin dilê dijmin ev ne tenê keda DTP-ê û PKK-ê ye, keda hêzên din jî di vê xebatê da pir e.
Tiştê herî ecêb, Mamoste Ahmed ji min ra gotiye, ”Tu niha dikarî hinekî jî ji bo partiyên Kurdan bişixulî”.
Maneya van gotinan ew e ku heta nuha ez ji bo partiyên dijmin dixebitîm, lê di vê hilbijartinê da dibê ez ”ji bo partiyên kurdan biçixulim.”
De were nemre, were neteqe!
Nuha yekî ez nas nekirama û heta nuha qet nivîsên min nexwendibûya wiha bigota, minê bigota de tişta nabe, camêr min nas nake.
Lê Mamoste Ahmed, kêm zêde min hinekî nas dike, dizane ku ez namzetekî DTP-ê yê herî pîs û xerab jî bi namzetê AKP-ê yê herî baş û “kurdçî” nadim.
Ez tim dibêjim, dibê em xeteke sor bikşînin nabêna partiyên kurdan û tirkan, dibê kurd tu carî rayên xwe nedin partî û namzetên tirkan.
Di nivîsa xwe ya 10-ê adaraê da jî ez li ser vê meselê rawesriyabûm û min wiha gotibû.
“Namzetên partiyên tirkan(AKP. CHP, SAADET, MHP)çiqasî baş dibin bira bibin, ferq nake, dibê kurd rayên xwe nedin wan.Esas ne mimkûn e ku baş bin jî, heger baş bin, nabin endam û namzetên partiyeke hebûna miletê wan înkar dikin û dixwaze bike tirk.”
Û ne îcar tenê, ji roja ku di warê legal da partiyên kurdan(HEP, DEP)çîbûne û virda, xeta min tim ev bûye, min tim gotiye, “dibê kurd dengên xwe nedin partiyên tirkan, kurd çiqasî ne li gor dilê me bin û hin kêmasiyên wan hebin jî dibê meriv li hember dijimin dengê xwe bide wan û wan xurt bike.
Him di hilbijartina berê da û him jî di ya 29-ê adarê da min gotiye zeîfbûn û têkçûna DTP-ê, zeîfbûn û têkçûna tevgera kurdayetiyê ye.
Yanî dema DTP xurt bibe li kara me ye, ji bo tevgera kurd ya netewî baş e, ev yek dikane dewletê bêtir mecbûrî tawîzan bike.
Ez viya ne tenê ji bo DTP-ê, ji bo hemû partiyên kurdan dibêjim. Îro DTP-ye, sibe dikane partiyeke nêzî hêzeke din bibe.
Lê dema partiyên dewletê(hemû partiyên tirkan) li Kurdistanê xurt bibin, ev yek li zirara miletê kurd e.
Min tim gotiye, heta ku dewlet û partiyên wan li Kurdistanê ji kurdan(kîjan hêz dibe ferq nake)xurttir bin, dewletê tu carî siyaseta xwe ya înkar û îmhayê neguhere û ewê tu mafî nede kurdan.
Li Kurdistanê li dora 550 belediyan hene.
Ji van belediyan ez bawer dikim li dora 50 hebî di destên DTP-ê da ne.
Dîsa ez baş nizanim lê bi texmîna min li dora 100 parlamenterên bajarên kurdan hene.
Ji van parlamenteran 20 yên DTP-ê e û 80-90 jî yên partiyên tirkan e.
Roja ku ev denge bi lehê kurdan da biguhre, yanî partiyên kurdan ji 550 belediyan 400-500 hebî û tirk jî 100-150 hebî bigrin, ji 100 parlamenterî tirk 20-30 hebî û kurd jî 70 parlamenterî derxin a wê demê tirk mecbûr in teslîm bibin û bi kurdan ra rûnin.
A ji bo vê yekê ye, ji bo ku ez vê rojê bibînim heta nuha(ji HEP-ê û virda)min tim xwestiye ku kurd dengê xwe bidin partiyên kurdan û tu carî nedin partiyên tirkan.
Lê gel vê şîla min ya eyan û beyan jî Mamoste Ahmed ji min ra dibêje”Tu niha dikarî hinekî jî ji bo partiyên Kurdan bişixulî.”
”Şîreteke” wiha li min kirin ne rast e û ne xweş e jî.
Yê hema hinekî jî min nas dike, dibê bizanibe ku heger kûçikê kurd û yê tirk jî li hevxin, ezê alîkariya kûçikê kurd bikim û wî têxim ser yê tirk.
Loma jî ne hewceye ku Mamoste Ahmed ji min ra bibêje, ”dem niha dema xebatê ye”.
Ne îro, ev serê 40 salî ye ku ez vê propagandeyê ji kesên weke Salahattîn Demîrtaş ra dikim.
Bi hêviya ku bêdilmayin me ji hev fêm kiribe…

13 mars 2009

Azadiya miletekî bi siyaseta "nermkirinê" nayê bidestxistin 1

Dema xwendevanek, hevalek, dostek şirvoyekê ya jî rexneyekê li ser nivîseke min dinivîse, para xwe jê digrim lê di normalê da besîvê nadim.
Ji ber ku tiştekî pir normal e ku hinek jî ne bi dîtinên min ra bin û min rexne bikin.
Xwendevanekî bi navê Mamoste Ahmed li ser nivîsa min ya do şiroveyek nivîsiye û di hin nuxteyan da ez rexne kirime.
Mamoste Ahmet, heta nuha çend carên din jî nivîsên min rexne kirine, lê ez bawer dikim min tu carî bersîva wî nedaye.
Lê îcar bi destûra wî, ezê çend gotinan li ser rexneya wî ya do bibîjim.
Weke wî jî ji min ra gotiye, ez hêvî dikim ku ew jî bi vê bersîva min xwe ji min nexeyidîne û dev ji xwendina nivîsên min bernede.
Heger tiştekî wiha bibe ezê li ber kevim.
Mamoste Ahmed, di rexneya xwe da gotiye, min bi rengekî ”bêmafdar yanî bi neheqî dev avêtiye DTP-ê ” û min ”bêînsafî kiriye.”
Di nivîsa xwe da min gotibû, ”Salahattîn Demîrtaş efendî û hin kesên weke wî nexwazin ”kurdî bibe zimanê duyem yê resmî” jî, lê dewlet dikane kurdî bike zimanê duyem yê resmî.”
Mamoste Ahmed, ev rexneya min weke ”neheqî û bêînsafî” şirove kirye û gotiye ku ”ez ne abûqatê S.Demîrtaş im lê armanca wî ya wiha tuneye.”
Salahattîn Demîrtaş
ne merivekî DTP-ê yê laletayin e, ew cîgirê serokê grûba DTP-ê yê meclîsê ye û loma jî gotinên ji devê wî derdikevin gelkî mihîm in.
Merivekî wiha girîng, di beyana xwe da dibêje ”daxwazeke me ya kurdî bibe zimanê duyem yê resmî tuneye.”
Berî vê beyana Demîrtaş, bi çend rojan hevserokê DTP-ê Ahmet Turk di civîna partiya xwe ya meclîsê da bi kurdî peyivî bû.
Ev axaftina Ahmet Turk, li Tirkiyê olaneke mezin dabû û çapemeniya tirk gotibû kurd dixwazin kurdî li Tirkiyê bibe zimanê resmî.
Tam di vê taftafê da Demîrtaş ew beyana xwe da, ji dêlî ku li axaftin û daxwaza Ahmet Turk xwedî derkeve û bibêje, ”helbet kurd dixwzin zimanê wan bibe zimanekî resmî û yê perwerdeyê”, got na, ”daxwazeke me ya ku kurdî bibe zimanê duyem yê resmî tuneye.”
Min weke kurdekî rexne li van gotinên Demîrtaş girt û got:
” Heger kurd ewê hîn jî doza resmîbûna zimanê xwe nekin, wê dema ev şer ji bo çi ye? Wê demê hewqas xwîn ji bo çi hate rijandin?”
De îcar neheqî û bêînsafiya min çiye min fêm nekir?
Heger ezê li hember dîtineke wiha jî dengê xwe nekim, ezê kînga dengê xwe bikim? Ezê çi rexne bikim?
Mamoste Ahmed gotiye, erê Demîrtaş wiha gotiye, lê armanceke wî ya wiha tuneye, ”ji bo ku rayagiştî ya Tirkiyê nerm bike ” wiha gotiye, herçiqas gotiye ”ez resmîbûna kurdî naxwzin” jî lê di dilê xwe da dixwaze.
Birayê ezîz, siyaset bi nêta di dilê meriv da nabe, eşkere û vekirî dibe, meriv çi dixwaze û li pey çiye dibê xelk û alem bizaninibe.
Û ya din jî ne tirk, kurd bi gotinên wiha nerm dibin. Dema tu tiştekî nexwaze û doza wî neke, xelk bi zor nade te.
Heger mesele ”nermkirin” be, dibê heta nuha kurdên di nava AKP-ê û partiyên din da tirk ”nermkiribûna” û anîbûna rê.
Azadiya miletekî bi siyaseta ”nermkirinê” nayê bidestxistin.
Dost û dijmin dibê baş bizanibin ku em çi dixwazin?
Ez mecbûr im nuha nivîsa xwe li vir qut bikim, dewama wê sibe ezê binivîsînim...

12 mars 2009

Dibê kurd biwêribin xeyalên pir mezin bikin

Kurd dibêjin, ”Xwedê nade lê gava bide jî li ser hev dide, bi ser meriv da dibarîne.”
Ez bawer dikim ”Homa” di rojên pêş da dike li kurdan jî wisa bike, heqê kurdan li ser hev ji tirkan bistîne.
Henek li alîkî, lê bi qasî xuyaye tirk dikin werin rê.
Nivîskara rojnameya Bugunê Perîhan Çakiroglu, di nivîsa xwe ya do da gotiye, ”Ez nuha naxwazim navê wê bidim, grûbeke mezin ya medyayê ji bo ku di telewîzyon û radyoyê da dest bi weşana kurdî bike û rojnameyên bi kurdî derxe, dest bi xebatê kiriye.”
Li gor nivîsa Perîhan Çakirogluyê, ne ew grûb tenê, gelek sermiyandarên din di serî da sektora kêfê û di geleksektorên din jî dixwzazin dest bavêjin bazara kurdî.
Li gor Çakiroglu xanimê, gelek kes bi bêsebriyeke mezin li bende piştî hilbijartinên 29-ê adarê ne.
Bi îhtîmaleke mezin ev xeber ewê rast be. Ji ber ku wekî din tu rê li ber tirkan nemaye. Mecbûr in mafê kurdan bidin.
Tirkan baş fêm kirine ku serhişkî û israra di şer da li zirara wan e û bi vê riyê jî nikanin zora kurdan bibin.
Nuxteyeke din ya pir girîng jî helbet desteka derve ye. Ev destek jî êdî nemaye. Êdî Emerîka û Ewrûpa jî weke berê piştgiriyê nadin êrîşkarî û şerxwaziya tirkan ya li hember miletê kurd.
Yanî him li der û him jî li hundur dor li tirkan hatiye pêçan, kes destekê nade siyaseta wan ya înkar û tunekirina kurdan.
Yekîtiya Ewrûpa di rapora xwe ya dawî da ji herdemê bêtir û vekirîtir banga ”çareserkirina mesela kurd” li Tirkiyê dike, dixwaze Tirkiye perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl bike.
Emerîka eynî tiştî dibêje.
Li gor xebera rojnameya Tarafê ya do, hefteya borî, berî ziyareta wezîra der ya Emerîkayê Hîllary Clînton, heyeteke emerîkî bi hin siyasetmedarên kurd ra hevdîtin pêkaniye û ji bo çareseriya mesela kurd xwestiye dîtin û pêşniyarên wan fêr bibe.
Û di serdana Clînton ya Anqerê ya roja şemiyê da ”li ser maseyê ji meseleyên herî girîng yek jî dosyeya mesela kurd bûye.”
Di dema hilbijartinên Emerîka da di çend nivîsên xwe da min gotibû ku bi îhtîmaleke mezin îdareya Obama ewê ji ya Bush çêtir be.
Di vê ziyareta Hillary Clînton da emerîkiyan di vî warî da hin sinyalên baş dan û bi îhtîmaleke mezin di pêşerojê da jî ewê hîn bêtir zorê bidin tirkan.
Ewê bixwazin Tirkiye, Kurdistana Federe nas bike û têkilyeke baş bi kurdan ra deyne.
Û ji bo vê jî bêguman dibê Tirkiye mesela kurdên xwe çareser bike.
Li alî din, şêla Îranê jî gelkî girîng e. Herçiqas beşekî Kurdistanê di bin îşxala Îranê da be û ew jî di bin ra gorra kurdan bikole, lê li gel vê jî weke Tirkiyê statuya kurdên başûr red nake, di warê siyasî û dîplomatîk da bi Kurdistana Federe ra têkiliyê datîne.
Ev siyaseta Îranê, Tirkiyê bi serê xwe dihêle, li der û li hundur jê ra gelek gelş û serêşiyan peyda dike.
Bi kurtî, heger li der û li hundur cî li dewleta tirk teng nebûya serokkomar Abdullah Gul du roj berê nedigot, ”di mesela kurd da di rojên pêş da ewê tiştên pir baş bibin.”
Loma jî pir ne dûr e ku berî hilbijartinan ya jî piştî hilbijartinan di demeke nêzîk da tirk ji nişka ve ”bombeyekê” biteqînin û hemû kurdan û cîhanê matmayî bihêlin.
Lê ewê ”bombeyeke” çawa be û kurdan çiqasî memnûn bike ev ne diyar e.
Ji ber van sedeman jî haya Perîhan Çakirogluyê dikane ji hin deran hebe, çimkî guhên hin rojnamevanan qul e, hin tişt zû bi ber guhên wan dikeve.
Salahattîn Demîrtaş efendî û hin kesên weke wî nexwazin ”kurdî bibe zimanê duyem yê resmî” jî, dewlet dikane kurdî bike zimanê duyem yê resmî.
Di rewşeke wiha da ji bo zimanê kurdî ewê gelek qad û bazarên nuh, yên bêserî û bêdawî vebin. Bi sedhezaran însan, di her warê civakî da ewê kar bibînin.
Hertiştê îro bi tirkî heye, ewê bi kurdî jî hebe. Û ji bo vê yekê jî kesên kurdîzan ewê lazim bin.
Kesên kurdîzan ewê bibin tûtye û bi destê kesî nekevin.
De hûn wê demê werin tirada kurdan, ewê şirikê jê berdin. Ji xwe her kurd dengbêj û henekçî ye, ewê reqlamên wisa bikink ku devê tirkan ê ji hev here, dilê wan ewê bibeje xweşikî û şîrîniya zimanê kurdî.
Ji ber ku ”dîn û îmana” gelek tirkî pereye, loma jî dema bibînin ku di kurdî da pere heye, ewê dev ji tirkî berdin û dest bi fêrbûna kurdî bikin.
Di nava çend salan da bi sedhezaran, belkî jî bi milyonan tirk ewê fêrî kurdî fêr bibin û dûra jî çawa ku bi fêrbûna tirkî gelekên me bûn tirk, ewê jî bi fêrbûna kurdî hêdî hêdî bibin kurd.
Jixwe berê piranî ne tirk in, ji bo kara xwe bûne tirk, îcar jî ji bo kara xwe ewê bibin kurd.
Ez ne kahîn im û xewnan jî nabînim.
Ez merivekî ”dûrbîn” im û qala tiştên ku di rojên pêş da dikanin biqewimin dikim…
Dibê em ji bîr nekin ku hemû îcad û keşfên cîhanê jî bi xeyelan destpêkirine; dibê kurd biwêribin xeyalên pir mezin bikin…

11 mars 2009

Bi dîtina van rojan ez pir dilşa me

Heta van salên dawî jî hercara ku ez di şevên Newroz û şahiyên serêsalê da dipeyivîm, min gotina xwe tim bi hevoka ”bi hêviya ku em Newroza sala tê li Kurdistaneke azad û serbixwe pîroz bikin.” diqedand.
Min wiha digot, lê di hundurê xwe da min tu carî bawer nedikir ku emê(yanî cîlê me)di saxiya xwe da bikanibin rizgariya beşekî Kurdistanê jî bibînin.
Min di dilê xwe da digot, jiyana min ewê têra dîtina wê rojê neke.
Lê bi îşxala Îraqê û avabûna Hukûmeta Herêma Kurdistanê ra, ev dudiliya min ji ortê rabû û êdî ne ji bo ajîtasyon û propagandeyê, lê bi rastî jî ez bawer dikim ku ne Kurdistaneke serbxwe be jî lê ezê şiklekî dewletbûna kurdan bibînin.
Li başûrê Kurdistanê jixwe dewletbûna kurdan êdî realîteyeke konkret e û ji nuha û pêva tu hêz nikane vê rastiyê biguhere.
Yanî li bşûrê Kurdistanê ne dewleteke serbixwe be jî, berî mirina xwe me hukûmeteke kurd dît.
Dora hatiye Kursistana Tikrkiyê.
Heta 2-3 sal berê jî yên rewşa wan di tahlûkeyê da û li ber wendabûnê bûn em kurdên bakur bûn.
Lê rewşa kurdan nuha berbi başiyê va diçe.
Êdî eserê bêhêvîtiya ”bidizî” bi min ra nemaye. Êdî tirk qels û kurd jî xurt dibin, dijmin ji pertav da dikeve.
Bi minasebeta hikbijartinên mehelî ez herşev bi dîqet li xeberan guhdarî dikim û bala xwe didim propaganda û ger û mitîngên DTP-ê.
Propagande û mesajên serok û rêvebirên DTP-ê heyecaneke zêde nade min, lê beşdariya gel ya bi girseyî heyecan û hêviyeke mezin dide min.
Gel dibêje, ”em daxwaza xwîna xwe, daxwaza welatê xwe diki”!
Serokên û berpirsiyarên DTP-ê bi piranî gotinên gilover û bêmane dikin, dikin vine vin û tiştên konkret nabêjin.
Gav û seetê qala zalimiya dewletê, sextekarî û durûtiya AKP-ê dikin, lê em kurd weke milet çi dixwazin zêde naynin zimên.
Dibê cîhan û hemû kurd pir vekirî û zelal bizanibin ku nûnerên wan yên siyasî ji dewletê çi dixwazin?
Meş û mitînga DTP-ê ya Wan û Erdîşê îro pir muhteşem bû, ji kêfa dilê min weke mehîneke seglawî rabû pêdarê.
Li gor îdîeya mixabirê Roj TV-ê, li Wanê bi kêmanî 100 hezar û li Erdîşê jî 25 hezar kurdên welatperwer, bi jin, mêr, kal û pîran ve daketibûn serên riyan û kolanan û doza azadiya xwe dikirin, perwerdeya bi zimanê xwe dixwestin, li hember dewleta tirk kîn û nefreta xwe diqîriyan.
Van dîmenên di ekrana telewîzyonê da baweriya min ya bi azadiya kurdan û rizgariya Kurdistanê hinekî din jî xurttir kir.
Daxwaz û baweriya bi azadiyê û şikandina nîrên bindestiyê êdî şax berdaye nava dilê gel, milet êdî bindestiyê qebûl nake.
Li welatekî dema bi sedhezaran, bi milyonan jin bi canfedayiyeke mezin beşdarî tevgera rizgariya netewî bibin, êdî tu hêz nikane wê tevgerê, wê liberxwedanê bişkîne.
Sîh(30)sal berê nîvê civatê(mêr)bi dijmin ra di şerekî man û nemanê da bû, nîvê din(jin)jî li mala xwe rûniştî bû.
Lê îro ne wihaye, di dîmenên telewîzyonan da meriv dibîne ku kurd wek milet rabûne ser nigan, jin û mêrên kurd mil bi mil li hember terora dewleta tirk şerekî bêhempa didin.
A ev yek hêviyeke mezin dide meriv û baweriya meriv ya azadî û serxwebûnê xurttir dike.
Kurd li bakurê Kurdistanê îro ji herdemê bêtir nêzî azadiyê ne.
Heger di hilbijartianan da partiyên dewletê li Kurdistanê rayên xwe kêm bikin kurdê gaveke din jî nêzî azadiyê bibin.

10 mars 2009

Eşîra min jî ket defteran

Di hin malperên kurd da îro xeberek li ser eşîra Çûva û malbata Şivan Perewer hebû.
Li gor xeberê, malmezinên eşîra Çûva qela xwe kirine yek û gotine di hilbijartinên mehelî da li Wêranşarê ewê piştgiriya DTP-ê bikin.
Wey mala Xwedê ava be, Çûva jî ketin defteran...
Tiştekî pir baş kirine ku gotina emê rayên xwe nedin partiyên dijmin.
Çimkî Çûva zû bi zû biaqiliyên wiha nakin.
Diyar e kurd êdî ne kurdên berê ne, kurd êdî dost û dijminên xwe ji hev digerînin.
Çimkî waye “givîjfiroşên” me jî şiyar bûne û êdî ew jî doza kurdayetiyê dikin.
Ev yek pêşketineke pir baş e.
Weke eşîra Çûva, malbata Şivan Perwer jî çûye ziyareta DTP-ê û wan jî gotiye bi zoz û qewlê mêrên berê emê jî raya xwe bidin namzeta DTP-ê Leyla Guven xanimê.
Ez bawer dikim ewê malbata Gulîstanê be. Çimkî xalanên Gulîstanê şêxên Qerejdaxê ne û li Wêranşarê dimînin.
Lê dibe ku malbata Şivan jî nuha ji gund hatibe li bajêr bicî bûbe.
Xeber du roj berê min di Roj TV da guhdarî kir, lê min tiştek li ser ninivîsê. Nizanim çima?
Ez dibêjim belkî min ji bîr kir.
Dibe ku ji we gelek kes nizanibe, lê mêrê malê yanî ez jî ji eşîra Çûva û ji bera Xamoya me.
Loma jî her gava ku eşîra min davêje, bivê nevê hinekî min jî alaqedar dike..:)(!)
Ez çûvî me lê heta nuha min nizanîbû ku nivûsa ”eşîra min” 6500 kes e.
Ne hêzeke hindik e bavo.
Xêra vê xebrê qenekê ez jî hêza xwe fêr bûm...:)
Bavê min ne tê da, heta van salên dawî jî hemû malmezin û giregirê Çûva rayên xwe tim didan partiyên dewletê.
Ev cara pêşî ye ku ez dibihîzim ew ji bo karekî xêrê hatine ba hev, şêwra xwe kirine yek û gotine emê rayên xwe nedin dijmin.
Kêfa min ji vê yekê ra hat.
Ji bo min ya girîng dibê meriv xeteke sor bikşîne nabêna partiyên kurdan(DTP, HAKPARû heger hebin yên din)û yên tirkan.
Kurd raya xwe didin kîjan partiya kurd ji bo min ferq nake, tenê dibê nedin partiyên tirkan.
Namzetên partiyên tirkan(AKP. CHP, SAADET, MHP)çiqasî baş dibin bira bibin, ferq nake, dibê kurd rayên xwe nedin wan.
Esas ne mimkûn e ku baş bin jî, heger baş bin, nabin endam û namzetên partiyeke hebûna miletê wan înkar dikin û dixwaze bike tirk.
Yanî ya herî girîng, dibê partiyên dijmin li Kurdistanê bişkiyên û qels bibin. Qelsbûna partiyên tirk, qelsbûna dewleta tirk e û xurtbûna miletê kurd e.
Li gor anketên dawî îhtîmal heye ku AKP li Kurdistanê rayên xwe kêm bike û gelek belediye jî ji destê wan derkeve. Ez hêvî dikim ku ev texmîn rast be.
Dema kurd bikanibin piraniya belediyên li Kurdistanê têxin destên xwe hinekî din nêzî azadî û serxwebûna xwe dibin.
Kurd li welatê xwe dibin îktîdar.
Dibê êdî kurdî bikin zimanê resmî, yê civîn, danûstendin û nivîsandinê. Yanî belediyan hêdî hêdî bikin îktîdareke kurd. Di mistewa belediyan da dibê kurd îktîdara xwe bicî û qayim bikin.
Herçiqas mezinên ”eşîra min” bi min neşêwirîbin û raya min negirtibin ez dîsa jî biryara wan baş û rast dibînin.
Li gel ku ez li dijî ”tayina Leyla Guvenê” me. Dibê yekî/yaka wêranşarî bibûya namzet.
Lê ev şaşiya mezin jî nabe sebeb ku meriv raya xwe bide partiyeke dijmin.Piraniya belediyên li Kurdistanê di destên partiyên tirkan da ne. Heta nuha van belediyan ji bo kurdan çi kiribin, ji nuha û pêva jî ewê eynî tiştî bikin.
Yek belediyeke van partiyên tirkan jî li Kurdistanê ji bo kurdan, kultur û çavada wan kevirek nedana ser kevirekî.
Lê DTP-ê ji bo kultur, muzîk, sient û dîroka kurdan gelek xizmetên baş kirine. Berî hertişyî serokên belediyên DTP-ê bi çavên kurdan li xwe nêrîne, gotine em kurd in.
Lê yên din xwe kurd qebûl nakin.
Dibê meriv raya xwe nede dijminê xwe, mesele hewqas basît e…

Tirk nerm dibin, lê dibê em hinekî din jî wan nerm bikin

Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul, îro di dema çûna xwe ya Îranê da li ser mesela kurd hin sinyalên girîng dan û got ”di derbarê mesela kurd da ewê tiştên gelkî baş bibin.”
Li gor xebera Rûşen Çakirê ji NTV-ê, serokkomarê tirkiyê Gul, di dema çûna xwe ya Tehranê da di balafirê da li ser siyaseta Tirkiyê ya der û mesela kurd hin mesajên nuh û gelkî girîng daye.
Gul di axaftina xwe da qala çareseriya mesela kurd jî kiriye û gotiye, ”di derbarê mesela kurd da di rojên pêş da ewê tiştên pir baş bibin. Ne rast e ku meriv vê meseleyê tenê bispêre derve.”
Ev şêleke nuh e, heta nuha tirkan tiştên wiha nedigotin. Kê devê xwe vekira digot, ”mesela kurd tuneye, teror heye.”
Û ”tiliye derve” di meselê da heye.
Ev cara pêşî ye tirk dibêjin ”ne rast e ku meriv mesela kurd tenê bi derva ve girê bide”, yanî gelş li hundur e.
Meriv ji axaftina Gul, qebûlkirina vê rastiyê, rastiya ku ”gelş li hundur e” fêm dike.
Îcar gava ”gelş li hundur be” dibê çareserî jî li hundur were dîtin. Jixwe tiştê herî rast û maqûl jî ev e.
Dewleta tirk ji bo ku tevgera kurd ya netewî bişkîne ev 30 sal in çi jê hatiye kiriye, hemû rê, îmkan û kartên xwe bikar aniye.
Şer, teror, zindan, îşkence, kuştin û gelek riyên din lê tu netîce bidest nexistiye, gelê kurd îro ji herdemê bêtir li ser piya ye, bi hêz e û xurt e.
Berpirsiyar û birêvebirên dewleta tirk vê rastiyê dibînin, dibînin ku israra wan ya di şer û terorê, di xwîn û kuştinê da bêfeydeye û bi vê riyê nikanin zora kurdan bibin.
Loma jî pir ne dûrî qilan e ku tirk di çarçeweya daxwazên Yekîtiya Ewrûpayê da û hinekî jî bi alîkariya Emerîka di rojên pêş da hin gavên xêrê bavêjin.
Jixwe TRT6 û di hin zanîngehan da vebûna beşên zimanê kurdî destpêka vê teslîmbûna dewleta tirk e.
Tirk mecbûr in hin gavan bavêjin û bi kurdan ra rûnin, wekî din tu çareyeke wan tuneye.
Çimkî hêza wan êdî nikane rê li ber azadî û serxwebûna kurdan bigre, kur gav bi gav nêzî azadiya xwe dibin.
Tirkan ev zor baş dîtiye, loma jî mecbûr in “hin tirştên baş bikin.”
Kurd dibêjin zor gizêrê radike.
Ya jî, zor zane, zêr zane, devê tivinga mor zane.
Tirkan devê tivinga mor yanî “zor” dîtin, loma jî ewê xwe biguherînin.
Rojên xweş û şad nêz in.
Di vê nuxteyê da hilbijartinên mehelî pir girîng in. Divê kurd derseke baş bidin AKP-ê û hemû partiyên dewletê.
Li Kurdistanê zeîfbûn û têkçûna hemû partiyên tirkan li kara miletê kurd e, çareseriya meselê ewê nêziktir bike.
Dibê em ji dijmin xurttir bin, heta em ji wan ne xurttir bin bi me ra rûnanin, rûnin jî ewê li gor hêza me “tawîzan” bidin me.

09 mars 2009

Ez çawa pê ra digihînim ku herşev nivîsekê binivîsînim?

Gelek caran heval ji min dipirsin, dibêjin:
-Tu çawa pê ra digihînî her şev nivîsekê binivîsînî?
Bersîva min hema hema hertim eynî ye, ez dibêjim weleh ji betalî ez dinivîsim. Karekî min ê din tuneye, ji betalî ez xwe bi nivîsandinê mijûl dikim.
Lê dema meriv henekan deyne aliyekî û bi rengekî cidîtir bersîva vê pirsê bide, gelo bi rastî jî ez çawa pê ra digihînim ku herşev nivîsekê binivîsim?
Ji ber ku bi roj ez kar dikim, tenê êvaran 2-3 saet wexta min heye.
Bi baweriya min karekî pir hêsa ye û herkes dikane bike.
Lê helbet dibê meriv ji hin tiştên xwe fedekariyê bike…
Mesela ez çawa dikim?
Berî hertiştî ez ji hemû kêf û zewqên xwe fedekariyê dikim.
Pir kêm li telewîzyonê temaşe dikim.
Kêm radikevim, gelek caran bê xew dimînim û li pageha xwe danakevim.
Naçim der, nagerim. Roja herim der jî bi piranî zû, saet li dora dehan(22:00)xwe digîhînim malê.
Kêm diçim qahwê, kêm bi nezerê û bi keviran dilîzim.
Li mal, wexta xwe bi sohbetên vala û leqleqên vala derbas nakim. Piştî xwarinê, temaşekirina xeberên kurdî û swêdî diçim li ber kompîtora xwe rûdinim û dest bi karê xwe dikim.
Ya din min ji xwe ra kirye kar û biryara xwe daye ku ezê vî karî bikim. Çimkî li hember dijmin îro ev ji destê min tê, ezê wê bikim.
Tenê li zilma dijmin guhdarîkirin bi min zor tê. Bi gotinê be jî ez dixwazim herşev çend gotinan li ser dijmin bibêjim. Yanî ez jî li gor îmkan û mecala xwe bi kêrî tiştekî bêm.
Weke şexs, dema ez karekî dikim, ez suxre nakim, pir cidî digrim û dixwazim bi rengekî herî baş bikim.
Ji bo ku meriv di karekî da bi serkeve dibê meriv xwedî bawerî, xwedî îhtîras be, xwe ji fedekariyê nede alî û zû neweste.
Çi xebat dibe bila bibe, ji bo serketinê fedekarî, xirs û îstêkrar yanî di kar û xebatê da berdewamî lazim e.
Kesê zû biweste, ji malê xwe, ji xewe xwa, ji rehetî û zewqa xwe fedekariyê neke, xwe newestîne û di xeta xwe da israr neke biser nakeve.
Bala xwe bidinê îro herkes li gorî fedekarî û îstîkrara di xebata xwe da nîşan daye xurt û zeîf e, pir û hindik e, qediyayî û heye.
Kes û hêzên ku xwe ji tu fedekariyê nedan alî û zû newestiyan, di têkoşîna xwe da israr kirin, li gel hemû çewtî û şaşiyên wan jî îro xurt in, mezin in û pêşengiya milet dikin.
Lê yên hindik xebitîn, hindik fedekarî kirin, di xebatê da berdewamî nîşan nedan, zû westiyan, zû bîna wan teng bû û zû dev ji xebat û heval û rêxistinên xwe berdan ya qediyan, ya li mala xwe rûniştin, ya jî weke min ji xwe ra kerekî li gor xwe, kerekî kêm fedekarî, kêm bêxwewî, kêm tahlûke û nizanim kêm çi û çi dîtin…
Yanî hertişt wihaye. Meriv li pey çi be meriv wî bidest dixe.
Ji bo daqultandina pêrî(parî)cûyin lazim e.
Kurd dibêjin, destê xebitî li ser zikê têr e, yê nexebite tim mihûz û birçî ye.
Însanan li welatên weke Çîn û Rûsyayê împeratorê hilweşandin, text û tacên împaratoran bidest xistin.
Yanî meriv bixwaze dibe. Tenê dibê li gor daxwaza meriv xebat û fedeakrî were kirin, dema meriv heqê wê da hertişt mimkûn e.
Lawên bavan çiyayê Qaf qul kirin, çûn hîvê.
Lê helbet destkeftiyên wiha belaş û rehet nabin, ji bo wê sebir, xebat û fedekarî lazim e.
Bi fedekariyên biçûk meriv tiştên biçûk û bi fedekariyên mezin jî meriv tiştên mezin dikane bidest xe.
Li tu dera cîhanî bi fedekariyên biçûk tiştên mezin bidest neketine.
Ji bo biserketinê ne şert îdeolojî û siyaseta meriv rast be.
Tiştekî wiha tuneye, heger wiha bûya divê li cîhanê însaniyetê tu carî rejîm û dîktatoriyên li dijî însaniyetê nedîta.
Loma jî di siyasetê da rastbûn tenê têr anke, li gel wê, xebateke bêwestan û bênabên jî şert e.
Ez hinekî ji mijara xwe dûr ketim, lê tişt nabe.
Bi kurtî min xwest bibêjim ku, herkesê ku kêm li telewîzyonê binêre, kêm rakeve, ji kêf û zewqa xwe hinekî kêm bike, teslîmî xemsarî û qelpiyê nebe dikane her şev nivîsekê binivîse.
Li hember fedekariyên hin kurd dikin, herşev nivîsîna meqaleyekê fedekariyeke wisa biçûk e ku ne hêja meriv bibêje fedekarî.
Ez weke mîran li mala xwe, li ber kompîtora xwe rûniştime û herşev çend rêzan dinivîsim.
Ez li mala xwe li ber kêlek xanima xwe me, hundur 23 derece germ e, ceyran vêketiye, ava sar û germ heye, qahwe û çay heye û tirs û tahlûkeya dijmin jî tuneye.
De îcar ez herşev nivîsekê nenivîsim ma ewê pêşmerge û gerîllayên serê çiyan û girtiyên zindanên dijmin binivîsin?