17 februari 2009

Tevliheviya di nava YNK-ê da pêşeroja Kurdistanê dixe xeterê

Tevliheviya di nava YNK-ê da herku diçe kûrtir û berfirehtir dibe. Li gor nûçeyeke malpera Rûdawê, Celal Talabanî hemû şertên cîgirê xwe Kosret Resûl qebûl kiriye. Û tê gotin ku di demeke kin da Talabanî ewê here Silêmaniyê û ji bo çareserkirina gelêşê riyekê, çareyekê bibîne.
Talabanî mecbûr e ku rê li ber vê veqetandinê bigre û heta Norşîrwan Mistefa jî îqnayî vegerê bike. Heta ku Norşîwan ne di nava YNK-ê û hukûmetê da be rîska gelş û teşxeleyên wiha ewê tim hebe. Loma jî divê ji bo îqnakirina Noşîrqan miheqeq riyek were dîtin.
Bêguman Talabanî merivekî gurê siyasetê ye, gelkî jîr e, loma jî mecbûr e tawîzan bide Norşîrwan Mistefa û hevalên xwe yên îstifakirî.
Heger weke wan neke nikane rê li ber perçebûnê bigre. Û ev yek jî ji bo kurdan ewê bibe sebebê gelek serêşiyên mezin.
Heta statuya Kurdistanê ya îro jî dikane têkeve xeterê. Ji ber ku di nava kurdan da zemîna berberî û şer peyda dike.
Tiştê xuyaye ji yên îstifakirî bêtir Talabanî mecbûr e ku weke wan bike û daxwazên wan bicîh bîne. Dema qebûl neke û ew jî hin şertan bide ber wan, ewê ji YNK-ê veqetandineke pir mezin çêbibe.
Û di rewşeke wiha da jî yê zirarê bibîne ne YNK tenê ye, li Kurdistanê hemû dengeyên siyasî ewê serobinî hev bibin.
Weke tê zanîn, li gor peymana di nabêna PDK-ê û YNK-ê da herdu partî ewê bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinên li Kurdistanê bibin û kursiyên wan yên di meclîsê da jî ewê weke hev bûna.
Lê dema Norşîrwan bi lîsteyeke bi serê xwe têkeve hilbijartinan wê demê hêza YNK-ê perçe dibe û peymana di nabêna YNK-ê û PDK-ê da jî dikeve xeterê.
Ji vê jî girîngtir ev perçebûn ewê tesîreke gelkî mezin û nebaş li têkiliyên ereb û kurdan, kurd û emerîkiyan, kurd û tirkmen û Tirkiyê jî bike.
Perçebûneke bi vî rengî di demeke wiha pir hesas da ewê rewşa kurdan di hemû platforman da zeîf bike û heta dikane bibe sebebê şerekî nav xwe jî.
Ji ber ku jixwe berê jî zemînê wê heye. Dema kurd bi hev kevin bêguman dijminê jî rehettir kanibin provakasyonan bikin û kurdan bînin hember hev.
Ez hêvî dikim ku Celal û hemû kurdên dûrbîn rê li ber vê macereya pir bi tehlûke bigrin û nehêlin careke din miletê kurd perîşan bibe.
Ereb û tirk bi çar çavan li bende perçebûneke wiha ne, çimkî tiştekî wisa ewê karê wan rehettir bike.
Îşev mîvanekî min heye...
Îro mîvanekî min ê gelkî ezîz heye. Navê wî Vîndar Bager e û du mehî ye. Li bajarekî din dimîne. Ev cara pêşî ye tê ziyareta kalikê xwe.
Ez dizanim hûn camêr nas nakin.
Ez jî ev cara duyem e camêr dibînim.
Cara pêşî tenê çend rojî bû û mal jî gelkî qelebalix bû. Me tu tam ji hev negirt. Û jixwe fersend jî çênebû ku em zêde hevûdu nas bikin.
Em çend saetan li ba hev man û me tenê 2-3 risim bi hev ra kişand.
Lê di vê hevdîtina me da, dema min xêrhatin dayê û kir himêza xwe, min bala xwe dayê di nava du meh û nîvan da xortekî temam ji camêr derketiye. Êdî deng diherê, li der û dora xwe dinêre, tiştan dibîne û bi dest û nigên xwe dilîze.
Bîstekê di himêza min da ma, bawer bikin camêr ne bi ser min da verşiya û ne jî mîst. Min bawer nedikir bêyî xelatkirin min berde.
Lê mala wî ava îcar qedrê kalikê xwe girt û tiştek nekir.
Vîndar Bager beg, vê heftê ewê mîvanê me be. Ewê çi tesîrê li ser wexta min bike ji nuha da ez nizanim. Lê heger hat û min şevekê nisvîsa xwe îhmal kir, dibê hûn bizaninin ku ne ji kêfa ya jî ji tembeliyê ye...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE